Abdulbaqî Mehmed Fanî Efendî, lawê Ehmed Înayettulah Efendî yê Silêmanî ye. Malbata wan bi paşnavê “Fanî” û “Fanîzade” têne naskirin. Bavkalê wan bi eslê xwe ji xelkê Erdelanê ye, hatine başûrê Kurdistanê û li bajarê Silêmanî bi cî bûne. “Abdulbaqî Mehmed, lawê Ehmed Înayetullah Efendî ye û di 26ê Hezîrana sala 1850an de ji dayik bûye. Perwerdeya seretayî li bajarê Silêmanîyê xwendîye û paşê ji miftîyê Bexdayê ellame Zehavî[1] ders girtîye.[2] “Ehmed Înayetulla; lawê Ebubekirzade ye û yek ji ulemayên bajêr bû, merivekî şair, alim û xetnûs bû.”[3] Û herweha bi ticaretê re mijûl bû. Abdulbaqî Mehmed Fanî, bi tevî kekê xwe yê Kerîm Fanî, ji Silêmanîyê koça navçeya Tersûsa Edenê kirine û paşê ji wirve çûne Qadirlî (Karsa Zülkadirye) ya bi girêdayî sencaxa Qozanê kirine, li wê derê bi cî bûne.


Abdulbaqî Fanî Efendî ligel mamoste û komek xwendevanên xwe, salên 1910an, Edene


Ev navçe, di dema Împeretorîya Osmanî de bi girêdayî Sencaxa Qozanê bû. Abdulbaqî Mehmed Efendî, sala 1875an bi “Eyşe Sidiqa Xanimê”[4] re zewicîye. Fanî Efendî, ji ber ku merivekî xwenda bû, “sala 1877an li mekteba Ruşdîyeya Zulqadirye dest bi karê mamosteyî kirîye.”[5] Di vê salê de lawê wî yê Elî Îlmî ji dayik bûye. “Ew, sala Sibata 1303an, li Îstenbulê tevlî îmtihanek (ezmûnek) bûye û di vê îmtihanê de serkevtineke baş, bi dest xistîye. Ji vê serkevtinê û şûn ve, ji bo midurîya tahrîrat a bajarê Meraşê hatîye tayînkirin (1892).”[6] Dema ku ew li Meraşê dixebitî, ji bo midurîya tehrîrata Bînxazî tête tayînkirin lêbelê ew bi alîkarîya nas û dostên xwe vê tayînê dide rawestandin û naçe wê derê. Wî, heşt salan li Meraşê kar kirîye. Dema ku ew li Meraşê kar dike, qasê hezki rîyên wî dilnexwazên wî jî hebûne. Li ser şikayetekê, “Bi îdeaya ku digel Şêx Ehmed Efendîyê Karbuzadeyê Elbîstanî, azayê Meclîsa Îdarî Şûkrî, memûrê daîra nifûsê û yên din “Cemîyeteke Fesadîyê” damezrandine, lêpirsîn ji bo wan tête kirin.”[7] “Paşê bi rêya becayîşê, ji midurîya tehrîrata Meraşê, ji bo midurîya tehrîrat a Cebelî Berekatê hatîye tayînkirin (04.06.1309).”[8]

İbnülemin Mahmud Kemal İnal ji bo wî dibêje: “Ew merivekî jîr, edîb, xweşsohbet (xweşbêj), nûktezan, peyvşînas, dirust, munewer û fazîletdar bû. Li Edenê û dorûberê wî gelek ciwanan ji ferezanî û edîbîya ustad fayde wergirtine. … Dema ku gorbihuştê bavê min miteserrifê Qozanê bû, wî, li wê derê dersê edebîyata Erebî û Farisî da min û birayê min Ahmed Tewfîq Beg, herweha xetên talîk hînê me kir.”[9]

Piştî îlankirina Meşrûtîyeta Duyem, ji demeke kurt şûn ve malnişîn bûye û jîyana xwe ya mayî li Qadirlîyê derbas kirîye. Ew, şaîr, xetnûs û ulemayekî navdar bû. Di pirtûka “Son Asrın Türk Şairleri” ya İbnülemin Mahmud Kemal İnal de sê xezelên Fanî Efendî bi Tirkîya Osmanî hatine çapkirin. Ew di manzumeyeka xwe de tercûmeya halê xwe weha dihêne ziman:

Şikur ji Xwedê re ku mirovan ji min şikayet nekirine

Ku ez jî behsa qederê bikim, ev qedirşînasîya başî ye. [10]

Abdulbaqî Mehmed Fanî, pirr baş hatibû perwerdekirin, alimekî navdar bû û wî jî zarokên xwe baş perwerde kirin. Abdulbaqî Mehmed Fanî emrek dirêj kirîye û di 86 salîya xwe de, roja 3yê Kanûna 1936an koça dawî kirîye. Gorna wî li qeza Qadirlî ye. Elî Îlmî li ser mirina bavê xwe dibêje: “Wî, esrekê bi nêrîna qertelek (hêloyek) li hadîseyên kaînatê temaşe kir. Lawên xwe perwerde kirin û nevîyê nevîyên xwe dîtin. Wî sih û pênc salên jîyana xwe ya resmî, bi şan û şerefek bilind bi dawî anî… Bavê min bi îlim û îrfana xwe ne wek me bû, ew ji lawên xwe gelek bilindtir bû û bi rastî jî ew ummanî maanî (wekî oqyanûsek) bû. Rûken, xoşsohbet, ustadekî hezaraşînayê peyv û xwedî huner bû.”[11]   


Ahbulbaqî Fanî Efendî, jina wî Ayîşe Xanim, bûka wî ya Gulîzar Xanim (jina Elî Îlmî), nevîyên wî yên Urfî, Arif û Xalîde Pakîze, 1926


Ji Abdulbaqî Mehmed Fanî û Eyşe Sidiqa Xanimê heft law çêbûne: Elî Îlmî, Baqî, Selahadîn, Zeynelabidîn, Ahmed Fazil, Elî Sebahedîn û Mesûd Fanî. Di rewşa wê demê de, hemû zarokên wî yên lawîn jî tehsîla bilind kirine. Ji heft lawên Ebdulbaqî Mehmed Fanî, sisêyê wan endamên CTKê bûn; Elî Îlmî Fanî, Zeynelabidîn Fanî (Îrfanî) û Mesûd Fanî. Baqî, sala 1879an ji dayik bûye, doktor û xwedî madalya Îstiqlalê bû. Selahedîn, leşker bûye û heta pileya mîralayî bilind bûye. Ahmed Fazil jî leşker bû û gihîştîye heta rûtbeya yuzbaşîtî, di Şerê Çeneqaleyê de şehîd ketîye. Elî Sebahedîn jî subay bûye û bi rûtbeya bînbaşîtî li Filîstinê şehîd ketîye.

Di vê lêkolînê de, bi giranî li ser sê birayan; Elî Îlmî, Zeynelabidîn û Mesûd Fanîzade hatîye rawestandin. Têkilîya wan a bi tevgera modern a Kurd re, di salên destpêka 1900î de li bajarê Îstenbulê dest pê kirîye. Ew di nav rêzên Cemîyeta Hêvî ya Talebeyê Kurd, Cemîyeta Tealîya Kurdistanê û Xoybûnê de tevlî xebata sîyasî û rewşenbîrî ya Kurd bûne. Ji ber mixalefeta dijwar a li hemberê Îtihad-Teraqî û tevgera Kemalîst, her sê bira jî di sala 1924an de, ji ber fikr û xebata xwe ya sîyasî û rewşenbîrî hatine sirgûnkirin. Wekî gelek takekesên Kurdên wê demê, sê bira jî, berîya ku lîsteya 150an bête îlankirin, terka cî û warê xwe kirine. Navê “Elî Îlmî û birayên wî Mesûd Fanî û Zeynelabidîn Îrfanî yê katibê Umûmî yê Partîya Hurîyet û Îtilafê jî ketîye lîsteya 150an.”[12] Sedat Bingöl dibêje: “Ev her sê bira, bi fikr û kiryarên xwe, mixalifê Têkoşîna Mîllî bûn.”[13] Mafê welatîbûnê ji dest wan hatîye girtin û her sê bira ji bêgavîyê sînorên Cimhuriyetê terk kirine û her yek bi alîyekî ve çûye.

Elî Îlmî û Mesûdê birayê wî berê xwe dane Binxetê û li Sûriyeyê bi cî bûne. Piştî çar-pênc salan Mesûd ji Sûriyeyê berê xwe dide Fransayê ji bo berdewamkirina xwendina xwe ya li ser hiquqê. Zeynelabidîn jî wekî gelek mixalif û sirgûnan, pêşîyê çûye Misrê û paşê ji wir ve çûye bajarê Mekkeya Erebîstana Sûdî û ji wir berê xwe daya başûrê Kurdistanê. Piştî ku li Tirkîyê qanûna paşnavan tête qebûlkirin, malbata “Fanî/Fanîzade”yan paşnavê “Bilgili” girtine. Birayê gewre Kerîm jî, paşnavê “Doğan” girtîye û ew bi navê Kerîm Fanî Doğan tê naskirin. 


[1] Navê wî yê rastîn; Zehavî Mihemed Fevzî Efendî ye û kurê Mîr Ehmed ê Babanî ye. Ew di sala 1834an de li bajarê “Zehav”ê ji dayik bûye û ji ber vê yekê jê re dibêjin “Zehavî”. Wî di medreseyên Silêmmanîyê de li ber destê Şêx Marifê Nodî, Resûl Zekî û li Mehabadê jî li ber destê Resûlê Kurê Mihemed xwendina xwe temam kirîye. Li mizgefta Abdurehman Paşa û mekteba Babîalî ders daye. Sala 1854an bûye miftîyê Bexdayê û heta mirina xwe li wir maye. Zehavî, heman demî edîbekî baş bû, bi zimanê Kurdî, Farisî û Tirkî helbestên wî hene. (bn. Mehmed Emin Zeki Bey, Kürd ve Kürdistan Ünlüleri (Meşâhirê Kurd û Kurdistan), Özge Yayınları, Çapa 3, Anqere, 2005, r. 222)  

[2] Abdullah Uçman, Bir 150’liğin Mektupları Ali İlmî Fânî’den Rıza Tevfik’e Mektuplar, Kitabevi, 2. Baskı, İstanbul, 2012, r. 109

[3] İbnülemin Mahmud Kemal İnal, Son Asır Türk Şairleri, Cüz: II, Milli Eğitim Basımevi, İstanbul, r. 364

[4] Ali Birinci, Tarihin Gölgesinde Meşahir-i Meçhûleden Birkaç Zat, Dergâh Yayınları, Şubat-2001, İstanbul, r. 324

[5] BOA, 48-180, 08.05.1294 (H) (13.06.1877)

[6] İnal, heman berhem (h. b.) r. 364

[7] BOA, 1940-145491, (24.07.1320) (H) (27.11.1902)

[8] BOA, 707-63, 04.06.1309 (H) (05.01.1892)

[9] İnal, h.b., r. 365

[10] İnal, h.b., r. 364-365

Türkçesi: Beşer benden şikâyet etmemiş Mevlaya şükr olsun

                  Kaderden ben de şekva eylesem küfran-ı nimettir.

[11] Uçman, h.b., r. 108-109

[12] Abdullah Uçman, Şiir ve Sanat Anlayışı Üzerine Rıza Tevfik’ten Ali İlmi Fanî’ye Bir Mektup, Kitabevi, İstanbul, 1996, r. 13

[13] Sedat Bingöl, 150’likler Meselesi (Bir İhanetin Anatomisi), Bengi Yayınları, Haziran 2010, İstanbul, r. 87 (Ji Arşîva Lûtfî Baksî)