1. Jîyana malbatî û perwerdeyî
Heft lawên Şêx Mehmûd Feyzî yê paloyî hebûn; Seîd, Behadîn, Dîyadîn, Necmedîn, Mehmûd Tahir, Mehmed Mehdî û Evdirehîm bûn. “Evdirehîm, lawê piçûkê Mehmûd Feyzî bû, di sala 1897an de li gundê Qolhîsara Xinûsê ji dayik bûye û navê dayika wî Asîye Xanim bû.”[1] Mehmûd Feyzî, lawê Şêx Elî Rizayê Septî bû û li Paloyê niştecî bûn, lêbelê paşê berê xwe dide herêma Serhedê û diçin Erzerumê. Mehmûd Feyzî yê bavê Evdirehîm, li bajarê Erzerumê gundekî kirrîbû, li wê derê bi kar û barê xweyîkirina heywanan û ticaretê re mijûl bû. Wî berîya destpêkirina Yekemîn Şerê Giştî yê Cîhanê li Qolhîsarê wefat kirîye.
Dema ku Şerê Giştî dest pê kir, Evdirehîm ciwanekî hevdeh salî bû. Bi tevî destpêkirina şer, peyderpey mintiqa Serhedê dikeve bin hukmê Rusyayê. Bi eger û îhtimala ku dewleta Rusya bi malbatên gewre yên Kurdan re bikeve nav têkiliyê. Ji ber vê yekê bi biryara hikumetê, walîyê bajarên Erzerum, Wanê û Beidlîsê bi sedhezaran xelkê Kurd û bi taybetî jî malgewreyên herêma serhedê koçber dikin û ji herêmê dûr dixin. Di çarçoveya vê sîyasetê de bi hezaran malbat û eşîrên Kurd ji cî û warê wan têne derxistin. Piranîya wan dişînin bajar û wilayetên rojavayê Tirkiyê. Li gor neqilkirina gelek çavkanîyên cûre bi cûre, nizîkê 700 hezar Kurd bi zorê ji cî û warê xwe hatine koçberkirin û gelekê wan di rêya koçberiyê de mirine.[2] Kesên ku li ser wê demê lêkolîn kirîye yek ji wan jî Sureya Bedirxan e û ew dibêje di pêvajoya Şerê Giştî yê Cîhanê de nizîkê 600-700 hezar Kurd ji cî û warê xwe hatine koçberkirin û piranîya van Kurdên koçber jî rêkirine bajarê rojavayê Tirkiyê. Beşekî mezin ê koçberan di rê da ji ber birçîtî, serma û nexweşîyê mirine; beşekî wan ê din jî ji ber zilm û zixtên esker, cendirme û çeteyan canê xwe ji dest dane.[3] Rojnameya Tasvir-i Efkâr di bin sernivîsa “Müslüman muhacirler” (Mihacirên Misliman) de dibêje: “Zaîyata giştî 701.166 bedbext in.”[4]
Malbata Şêx Mehmûd Feyzî jî di vê hengameyê de, ji Qolhîsarê koçê Pîranê kirine. Evdirehîmê kurê Mehmûd Feyzî li wê derê dizewice. Piştî ku Şerê Giştî xelas dibe, beşekî zêdeyê malbatê vedigere Qolhîsarê lêbelê Evdirehîm bi xwe li Pîranê dimîne. Malabata wan ji berê ve xwedîyê medresê bûn û pirranîya endamên malbatê xwenda bûn. Şêx Seîdê kekê wî jî, yek ji xwendayê van medresan bû, dereca muderîsîyê girtibû. Evdirehîmê birayê wî jî di van medreseyan de xwendîye û di ber destê wî de perwerde bûye, wî bi zimanê erebî û her du zaravayên Kurdî; bi kirdkî û û kurmancî baş zanîbû.
“Şêx Evdirehîm, li Pîranê bi Medîne Xanima qîza Zilfî Axa ra zewicîye û êdî li wê derê maye. Ji zeweca Şêx Evdirehîm û Medîne Xanimê sê zarokên lawîn û dido jî keçê wan çêbûne; Zilkîf, Mehmûd Feyzî, Şehabedîn, Şefîqa û Asîya.”[5] Ew du car zewicîye û navê jina wî ya duyem jî Zuhra Xanim bû. Li gorî tarîfa Cîgerxwîn; “Şêx Evdirehîm, mirovekî bi ser reşahî ve diçû. Riwê wî girêkî weke rengê kevirên kevnare bû. Mirov ji qermîçokên enîya wî ditirsiya. Damarên gernasî di poz û enîya wî re xuya dikirin.”[6]
2. Di nav Tevgera Neteweyî ya sala 1925an de
Tevgera neteweyî ya sala 1925an, bi hedîseya Pîranê û di cî û warê rûniştina Şêx Evdirehîm de dest pê kirîye û wî ji serî heta dawî di nav tevgera neteweyî de cî girtîye, bûye serkirde û rêberekî tevgera neteweyî ya sala 1925an. Ji ber ku armanc û çarçoveya vê nivîsê, bi giranî danasîna Şêx Evdirehîm e, ez dê bi berfirehî behsa geşedana tevgera neteweyî ya sala 1925an nekim.
Îsal li ser destpêkirina Tevgera Neteweyî ya sala 1925an, 100 sal derbas bûn. Hetanî îro li ser vê babetê, him bi girêdayê qelemşorên îdeolojîya resmî û him ji dervayê wan gelek tişt hatine nivîsandin û gotin. Di van nivisîn û gotaran de, du xeletîyên sereke hatine dubarekirin: Yek jê, bi peyva “îrticayê” arnmanc û mahîyeta hereketê hatîye şêlûkirin; ya duyemîn jî, bi zanîn an jî nezanîn serê rêxistin û teşkîlata amedekar a vê hereketê hatîye girtin û veşartin. Tevgera neteweyî ya sala 1925an ji alîyê Cemîyeta Îstiqlal û Îstihlasa Kurdistanê[7] (Cemîyeta Serxwebûn û Rizgarîya Kurdistanê) yan jî bi navê xwe yê din ê Komîteya Îstiqlala Kurdistanê[8] yaxud navê wê yê hîn kin Cemîyeta Azadî ve hatîye amadekirin. Xalid Begê Cibran, yek ji damezrêner û serokê vê rêxistinê bû û di koma damezrêner de bîst û çar serkirdeyên Kurd hebûn. Xalid Beg jî di nav de, gelek ji endamên vê rêxistinê, berîya wê jî endamê Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê bûn. Di raproteke veşartî ya bi hejmara “FO 371/10121” ya Konsolxaneya Îngiliz de, Komîteya Îstiqlala Kurdistanê, wek berdewamîya CTKê hatîye destnîşankirin û dibêje, ev rêxistin bi wesîteya Dr. Şûkrî Mehmed Sekban hatîye naskirin û herweha têkilîya wan bi Şerîf Paşa re jî heye. Ji ber xweparastin û şupheyên hikûmetê, sala 1921ê qerargaha xwe birine Erzeromê û serokê wê jî Mîralay Xalid Beg e.[9] Li gor agahîyên Îsmaîl Heqî Şaweys ku ew bi xwe jî endamekî vê rêxistinê bû, dibêje: “Di sala 1921ê de li Erzerumê navenda Komîteya Îstîqlala Kurdistanê hate danîn ku 24 qehremanan tê de cih digirt. Di navbera salên 1921-1922an de, çi eşkera çi nihênî, hemû partî û komeleyên siyasî yên gelê Kurd li Kurdistana Tirkiyê xwe dan bin alaya “Komîteya Îstîqlala Kurdistanê” û bi hev girtin. Ji bo rizgarî û serxwebûna Kurdistanê peyman girêdan û bi kontr-partiyên tirk re yên ku li dijî Kemalîstan bûn, dest bi xebatê kirin. Xalid Begî di çarçoveya armanca komîteyê de, bi Simko û Cemîlpaşazadeyên Diyarbekirî û nevîyên Şêx Evdilqadirê Şemzînanî re li hev kiribû.[10] Armanca Komîteyê ev bû ku di navbera Kurdan de yekîtîyê çêbike û serxwebûna Kurdistanê pêk bîne. Ji bo pêkanîna vê armancê Komîteyê, Kurdistan kiriye sê qisim: Qismê yekem; Kurdistana Tirkiyeyê û bakûrê Sûriyeyê. Qismê duyem; Kurdistana Iraqê. Qismê sêyem; Kurdistana Îranê.”[11] Rêxistina navborî di nav demeke kurt de li gelek bajarên Kurdistanê teşkilat û şûbeyên xwe sazkirin. M. Van Bruinessen dibêje: Azadî, rêxistineke rastîn bû, ji 18an zêdetir teşkîlatên wê yên herêmî û pîlanekê wê yê çalakîyan hebû.”[12] Li gor hinek çavkanîyên din jî, “Di 23 bajar û bajarokan de şaxên (şûbeyên) wê hatine danîn.”[13] Hikûmeta Anqerê di nav demeke kurt de, ji damezrandina teşkîlatekê werkîno agadar dibe û dest bi şopandina wê dike.
Şêx Seîd, kurmet û zavayê Xalid Beg bû û “bi teklîfa Xalid Beg û Yusif Zîya Beg, di dawîya havîna 1924an de tevlî rêxistinê bûye.”[14] Li gor Uğur Mumcu, yekemîn kongreya Komîteya Îstiqlala Kurdistanê di sala 1924an de li Erzerumê çêbûye û Şêx Seîd di vê kongreyê de bûye endamê rêxistinê.[15] Serkirde û rêvebirê vê rêxistinê, bi navê "Sîyasîyûn" û "Dînîyûn" (Ulema), du beş bûn. Qasim Firatê bînbaşîyê teqawid di îfadeya xwe de dibêje: Şêx Seîd ji beşê dînîyûn bû, kesayetên sîyasî jî û kesayetên dînî jî bi Îstenbulê ve girêdayî bûn; serokê wan Seyîd Evdilqadir bû.[16] Şêx Seîd Efendî, bi tevî şêx û mele û ulemayên din, li Kurdistanê xebat û propaganda serhildaneke neteweyî ya giştî dikirin. Piştî desteserkirina Xalid Beg, “di şûna wî de, ji bo serokîya rêxistinê û qumandarê giştî yê tevgerê, Şêx Seîd Efendîyê Paloyî, bi yekdengî ji alîyê endamên qiyadeyê ve hatîye hilbijartin.”[17]
Ji desteserkirina Yusif Zîya şûn ve, Xalid Beg jî di 20ê Kanûna Paşîn a sala 1924an de li Erzerumê hatîye desteserkirin.[18] Dema ku ew hatine girtin, Şêx Seîd li Qolhîsara Erzerumê bûye. Piştî desteserkirina hin serkirdeyên sîyasî yên rêxistinê, hewl didin ku Şêx Seîd Efendî jî desteser bikin. Şêx Seîd bi tevî heval û kesên derûdora xwe, li ser vê rewşa hanê dişêwirin û di dawîya vê şêwrê de, biryara derketin û dûrketin ji Qolhîsarê dide. Di roja 27.12.1925an de ji Xunûsê derdikeve, dê biçin ber bi Çebaxçûr û Diyarbekirê ve û dihêne heta Licê. Li ser midaxele û pêşniyara şûbeya Dîyarbekirê, ji Licê vediqetin û ber bi Hênî û Pîranê ve diçin û ji wir ve jî dê biçûna herêma Sîwanê. “Şêx Seîd bi tevî sêsed siwaran digîjin Pîranê li mala Şêx Evdirehîm dibin mêvan. Wê demê Pîran, gundek bi girêdayî nehîya Gêlê bû û Gêl jî bi girêdayî bajarê Erxenî bû. Dema ku ew bi tevî cemaeta xwe li Pîranê dimînin, di roja 13ê Sibata 1925an de, mifrezeyek cendirme diçin ber mala ku ew tê de mêvan e û dixwazin ew du mehkûmên ku tevlî cemaeta wan bûne desteser bikin. Li ser vê meselê pevçûn çêdibe û bi navê Hasan Tahsin mulazimekî cendirmeyan tê kuştin û yên din jî têne dîlgirtin. Li ser vê hedîseyê, tevgera 1925an berîya dema destnîşankirî ji Pîranê dest pê kirîye û êdî Şêx Seîd Efendî jî serokê meydanî yê tevgerê ye. “Hedîseya Pîranê, berîya wextê destnîşankirî tevgerê daye destpêkirin.”[19] Şêx Seîd bi xwe jî dibêje: “Hedîseya pîranê çêbû û me nekarî pêşîya wê bigirta. Hedîseya Pîranê gurr bû, êdî em jî ketin nav û bi vê awayê dest pê kir.”[20] Ekrem Cemîl Paşa dibêje: “Hereketa 1925an; berîya wexta xwe, bê amadekarîya pêdivî, bê temînkirina çek û cebxane û madîyeta hewce û peydakirina hevalbendan dest pê kir.”[21]
Piştî çêbûna hedîseya Pîranê, êdî di demeke kin de li gelek cîyan tevgerek serhildana çekdarî dest pê dike û belav dibe. Şêx Seîd bi tevî komek merivên digel wî, ji wir ve çûne Darahênî (Gênc), berîya ku ew bigîjin wê derê, di 16ê Sibatê de rêvebirîya bajar hatîye bidestxistin. Piştî sazkirina kombûnek û gotûbêja li ser rewşê, bajarê Darahênê ji bo demeke miwaqet wek paytext hatîye îlankirin û Feqî Hesenê Modanî ji bo walîtîya bajar hatîye tayînkirin. Piştî ku hereketê bi vî awayî dest pê kir, êdî mintiqe bi mintiqe û bajar bi bajar serkirde û qumandarên cepheyên şer hatin destnîşankirin. “Şêx Evdirehîmê birayê Şêx Seîd, bi tevî Salih Begê Hênî mesûlê îdarekirina cepheya bakûrê Dîyarbekir bû; di demekê kin de bajar û qezeyên wekî Xulêman, Paxirmaden, Erxenî, Çêrmûk û Gêl hatin xelaskirin. Ji wê şûn ve jî hedef ew bû ku dorûberê Diyarbekirê giş kontrol bikin û paşê jî navenda bajar bi dest bixin.”[22] Û li Diyarbekirê hikûmeta Kurdistanê rabigehînin. Ji destpêkirina tevgera serhildanê şûn ve, şoreş li herêmeke berfireh belav bûye, di nav demeke kurt de, bajar û bajarokên wekî Licê, Gêl, Erxenî, Maden, Palo, Xarpêt, Çebexçûr, Mûş, Xinûs, Varto, Siwêrek û wd. erdekî berfireh ketîye bin kontrola şervanên Kurd. Bajarê Diyarbekir du car ji alîyê şervanên Kurd ve tête dorpêçkirin, “Cara dawîyê komekî bijarte yê şervanên Kurd di roja 11ê adarê de ji alîyê derîyê Mêrdînê ve bi qêrîna dirûşmên “bijî Kurdistan”, “bijî serxwebûn” dikevin nava bajêr, di navbera wan û eskerên Tirk de sîng bi sîng şerekî dijwar çê dibe, ji ber ku hêza leşkerî ya eskerên Tirk ji wan gelek xurttir bû, bi ser nakevin û 150 kes ji wan têne kuştin û yên mayî ji bêgavîyê xwe paşve dikşînin.[23] Di vê hengameyê de Tirkîye, bi piştgirî û erêkirina Fransayê, di ser Sûriyê re qweteke xurt a leşkerî derbasê herêma Mêrdînê dike û ji wir ve jî digehîne Diyarbekir û dorûberê wî. Ji nû ve dest bi hêrîşeke berfireh dike û hêzên şervanên Kurd û serkirdeyên tevgerê ji bêgavîyê xwe paşve dikşînin û diçin ber bi herêma Mûş û Vartoyê. Ji bo serkevtina serhildana neteweyî ya Kurd, bidesxistin û kontrolkirina Diyarbekirê pirr girîng bû û hedefek stratejik bû, ji ber ku di herêma Mêrdînê de nekarîn serkevtina pêdivî bidestve bihênin, hedefa wan a sîyasî û leşkerî jî bi ser neket. Ji ber vê yekê Şêx Seîd û serkirdeyên bi wî re, berê xwe dan herêma Serhedê, çûn alîyê Mûş û Vartoyê (Gimgimê).
Ji vê merheleyê şûn de, morala serhildêran dişike, di cepheyê de sistayî peyda dibe û di navbera serkirdeyên hereketê de minaqeşe dest pê dikin. Beşekî wan dibêjin em derbasê Îranê bibin, xwe bidin hev û ji wir ve hereketê dewam bikin; beşekî din jî dibêjin em ji welat dernekevin, li çîyayên Kurdistanê di çend navendên stratejîk de berhev bibin û di wan deran de şerê pêşmergayetî dewam bikin. Di vê hengameyê de Bînbaşî Qasim jî hewl dide ku Şêx Seîd Efendî û yên pêra desteser bike yan jî bide girtin. Di çarçoveya vê pîlanê de bi qumandarê leşkerî yê Bedlîsê ra di nav têkilî de ye. Di roja 14ê nîsanê de ku bi şeva 15ê nîsanê ve girê dide, Şêx Seîd û komekê hevalên wî yên pêre li mintiqa Çarbihûrê û li ser pira Abdurehman Paşa ji alîyê Qasim û hevalên wî ve têne dîlgirtin. Roja ku ew hatine girtin, Xalid Beg û Yusif Zîya Beg jî di hepisxaneya Bedlîsê de hatine înfazkirin û herweha serokê pêşî yê CTK Seyîd Evdilqadir jî di roja 15ê nîsanê da li Îstenbolê hatîye desteserkirin.
Piştî desteserkirdina Şêx Seîd û hinek hevalên wî; ji malbatê birayên wî Şêx Xiyasedîn, Şêx Mehdî û Şêx Selahedîn û kurê wî Şêx Elî Riza bi tevî serkirde, qumandan û serokeşîrên piştgirê hereketê civînek li dar dixin. Di encama gotûbêjan de biryara derbasbûna alîyê Îranê tête girtin. Komekî şervan û serkirdeyên Kurd derbasê Îranê dibin. Sînorê me yê di vê nivîsê de misade nake ku behsa şerê Kurdan û Îranê, hepiskirina wan a li Îranê bikim. Li Îranê bi qasî şeş mehan girtî dimînin û paşê ji wir ve derbasê başûrê Kurdistanê dibin. Şêx Evdirehîm û Şêx Mehdîyê birayê wî jî wekî gelek serkirde û welatperwerên Kurd derbasê binê Xetê (başûrê rojavayê Kurdistanê) dibin. Şêx Evdirehîm piştî ku derbasê binê Xetê dibe, demek li gundê Dugir a Haco Axa dimîne û ji wir ve qasidek dişîne pey Cîgerxwîn da ku hev bibîne. Dema ku Cîgerxîn tête gundê Dugirê, li ser rêya gund liqayê hev dibin. Li wê derê hev nas dikin û Cîgerxwîn wê hevdîtinê di bîranên xwe de weha nivisandîye: Şêx Evdirehîm, ji tenişta Haco derket û hate riwê min, girya û got: Ras e, te bira û birazayên min sax dîne? Min dûr û dirêj dabaşa dîn, rewş û pergala bira û birazayên wî jê re got.[24]
Ewên ku ji Îranê ve derbasê başûrê Kurdistanê bûn, pêşîyê li Rewandizê serdana Seyîd Taha dikin, demek li wê derê dimînin, ji wir ve jî diçin Mûsilê û li wê derê bi cî dibin. Ji nameyên wan weha dîyar dibe ku “Şêx Mehdî, di sala 1926an de li Mûsilê bi awayekî aktîf din av Cemîyeta Îstiqlala Kurdistanê de xebitîye û yek ji mesûlên vê rêxistinê bûye.”[25] Dema ku rêxistina Xoybûnê hatîye avakirin, Şêx Elî Riza û Şêx Mehdî jî di nav vê xebatê de cî digrin, lêbelê ji ber nakokîyên navxweyî ji rêxistinê vediqetin. Dema ku di 9ê gulana sala 1928an de efûya sucdarên Qanûna Teqrîrê Sukûn yan jî bi gotineke din efûya tevgera 1925an hate îlankirin, pirranîya endamên malbata Şêx Seîd, Xalid Beg û yên din vegeriyan bakûrê Kurdistanê. Bêguman bi derxistina efûyê armanca Tirkan tiştekî din bû; wan dixwest bi derxistina qanûna efûyê, xasleten Kurdên ku derbasê Binxetê û başûrê Kurdistanê bûne û li wê derê xebata neteweyî pêş dixin, vegerîne û bigre bin kontrola xwe. Piştî derxistina qanûna efûyê, Şêx Evdirehîm û Şêx Mehdî jî vedigerin bakûrê Kurdistanê û li herêma Palo û Pîranê bi cî dibin; Şêx Evdirehîm li gundê Sêrînê û Şêx Mehdî jî li gundê Wişkilayê cîwar dibin. Li gund debara xwe bi xweyîkirina pez û erdçinînê dikin. Lêbelê ne ew bi dewletê bawer in û ne jî dewlet wan jibîr dike, daîm di bin çavdêrî û kontrolê de ne. Ew dizanin ku gava dewlet keys pêk bîne, rasterast an jî nerasterast, dê hesabê tevgera 1925an ji wan bipirse. Ji ber vê yekê bi tevdîr bû, her dem 10-15 kesên çekdar li der û dora wî bûn. Bi enwayî çeşîd behaneyan, çendîn car cendirmeyên dewletê avêtiye ser gund û warê wî, nekarîye wî desteser bikin. Bi vî awayî heta sala 1935an li wê herêmê dimîne, lêbelê dewlet çiqas li herêmê xurt dibe ew qas jî zixtan li ser wan dike. Şêx Evdirehîm mecbûr dimîne ku di sala 1935an de bi tevî komeke hevalên xwe terka herêmê bikin û ber bi binê Xetê ve biçin ku wê demê di bin hukma Franseyê debû.
3. Di sala 1937an de vegera ji binê xetê û çûna hewara Dêrsimê
Dema ku ew derbasê binê Xetê (rojavayê Kurdistanê) dibin, teşkîlata yekane ya Kurdan rêxistina Xoybûnê bû û serokê wê jî Qedrîyê mala Cemîl Paşa bû. Hedîseyên ku bi minasebeta hereketa Dêrsimê dest pê kiribû, ji alîyê rêxistina Xoybûnê ve dihate şopandin û berpirsyarên rêxistinê dixwestin bi awayekî xwe bigehînin Seyîd Riza û bi wî re têkilîyek pêk bihênin. “Xoybûnê ji bo vê yekê, sala 1934an bi navê Mehmed û Bogos du nûnerê xwe şandine nik Seyîd Rizayî.”[26] Evan nûneran bi Seyîd Riza re hevdîtinek kirine, di nav eşîrên herêmê de geryane û dawîyê bi mektûbekê Seyîd Riza vegeryane Helebê.
Bi qasê ku tête zanîn dema ku tevgera neteweyî li Dêrsimê dest pê kir, ji alîyê rêxistina Xoybûnê ve ji bo piştgirîkirina tevgerê, du komên şervan hatine rêkirin ji bo hawara Dêrsimê. Di koma yekemîn de, Şêx Evdirehîm û hevalên wî hebûn ku pêk hatibû ji çardeh kesan û roja 8ê Temûza 1937an de ji Nisêbînê derbasê nav bakûrê Kurdistanê bûne. Koma din jî, “Li gorî raporta hejmar 173 ya Konsolxaneya Beyrûdê ku di roja 5/9/1937an hatîye nivîsandin de dibêje: Ji gruba Şêx Evdirehîm şûn ve Xoybûnê grubeke din jî rêkirîye nava Tirkiyê. Di roja 30ê meha tebaxê de, ji merivên Şêx Seîd Mihemed, Ebdrulkerîmê Mêrdînî, Osman, Kerîm û hin Kurdên din ku li ser hev 18 kes bûn, ji Şamê bi rê ketine çûne Helebê û ji wir ve jî çûne Ezazê da ku karibin derbasê Tirkiyê bibin.”[27]
Rojnameyên tirkî yên wê demê, di derbarê armanca ji sînorderbaskirina van gruban de weha nivîsîne: Ji bo piştgirîya Seyîd Riza, têkdana asayişa wîlayetên cenûb û çêkirina teşkîlatekê nû komek çeteya sînorê me derbas kirine.[28] Ewên ku sînor derbas kirine; “Reîsê wan Şêx Evdirehîmê birayê Şêx Seîd e, digel wî Şêx Mîsbehê birayê Şêx Fexrî, Cemîlê Seyda, ji Sawurê Husên, Zîya yê Balqkesîrî û hinek piştgirên wan hene. Evana di roja pêrşema 8ê temûzê de ji Nisêbînê derbasê nav sînorê me bûne.”[29] Ewên ku di nav vê grubê de cî girtine, giş ji binê Xetê hatine. “Berîya ku sînor derbas bikin, li Şamê bi tevî Qedrî, Ekerem û Mihemedê mala Cemîl Paşa, Husênê Sawurî, Evdirehîm û merivê wî yê bi navê Sofî Seîd, Hîlmiyê Mûşî, Hesen Axa, Selhedînê kurê Seyidxan, Abulezîz û Şêx Îbrahîm li Şamê kombûnek li ser nirixandina rewşê çêkirine.”[30] Ji wê derê ve berê xwe dane Helebê û ji wir ve jî hatine Qamişloyê û ji wê derê ve bi ser Nisêbînê re ji gundê Hîmara derbasê nav sînor bûne. Şêx Salihê Mîrqulya, ji gotinên Yuzbaşî Yildirim Zîya neqel dike û navê hinek ji wan kesan weha rêz dike: Şêx Evdirehîmê birayê Şêx Seîd Efendî ku serokê wan bûye, Cemîlê Seydayê mala şêxên Bokarkî, Selehedînê lawê Seyîdxanê Kerr, ji Stewra Mêrdînê Yuzbaşî Husên, Şêx Mîzbeh û Serreş.”[31] Piştî ku derbasê nav sînorê dibin, bi rêya çiya bi çîya, bi meşê di neh rojan de digîjin gundê Selata Bismîlê û dibînin ku êdî şev bûye ronî, di nav xwe de dibêjin em li van deran li ber çemê Dirikê di nav zil û gezikan de bîna xwe vedin ku şev bû tarî, birêkevin û bigîjin herêma çîya.
Li gor neqilkirina Şêx Salihê Mîrqûlya; dema ku ew ji gundê Selata Jêrê derbas dibin, Wisifê Rehîmê ku wê demê muxtarê gund bûye, wan dibîne û diçe şikayeta wan ji qereqolê re dike. Herweha di wê hengameyê de Yuzbaşî Yildirim Zîya (Belentepe) yê ku bi eslê xwe tirk e û xelkê Îzmîtê ye, bi hinceta fîrarîyê çûye Binxetê û wek sîxûr tevlî têkoşerên Kurd bûye, ew jî çûye gund û derheqê vê koma şervanên Kurd de agahî daye gundiyan û paşê bi notekî rêkirîye qereqola cendirman. Pêşiyê qereqola Selatê û paşê jî eskerên Bismilê, Diyarbekir, Mêrdîn û Batmanê li ser wan ve têne. Li nizîkê gundê Mîrqûlya, şerê di navbera eskerên Tirk û şervanên Kurd de dest pê dike. Li gor gotina Şêx Salihê Mîrqûlya ku bi xwe şahidê vê pevçûnê bûye dibêje: “Teqîna pêşî li ser erdê gundê Mîrqûlya dest pê kir û Şêx Evdirehîm li wê derê hate kuştin.”[32] Hin hevalên wî yên din, ji bo xweparastinê dikevin nav zeviya genim, cendirme agir pêve dide û wan bi tevî genim dişewitîne. Terrmê Şêx Evdirehîm, piştî kuştina wî ji hefteyek şûn ji alîyê gundîyên Mîrqûlya ve hatîye dîtin. Li ser mohra wî ya zêvîn, nivîsa “Şêx Evdirehîmê Palewî” hebûye. Wî di nav erdê gundê Mîrqûlya û nizîkê rêya Batamanê de veşartine. “Ewên ku hatine kuştin, li ser wan bi tevî çekan, beyanname, cizdanên huwyetê û wesîqeyên rêwîtîyê hatine dîtin.”[33] Li gor nivîsandina Ugur Mumcu; “Di nav eşyayên taybet ên Şêx Evdirehîm de nivîs û nameyên di derheqê Dêrsimê de jî hebûne.”[34] Di lîteratora fermî ya dewleta Trikiyê de ev hedîse wek bûyera “çardehan” tête binavkirin. Ji koma hevalên Şêx Evdirehîm; Şêx Mîsbeh, Selehedînê kurê Seyidxanê Kerr û Yuzbaşî Husênê Sitewrê û Serreşê Baxustanî ji pevçûna pêşî xelas dibin, lêbelê ji xeynî Serreş, ew ên din jî paşê têne kuştin. Ji vê bûyerê tenê Serreşê Baxustanî û Yuzbaşî Zîya bi saxî xelas dibin. Ji bo agahîyên berfirehtir, hun dikarin ji kitêba min a bi navê “Ji Tevgera Neteweyî ya 1925an Portreyên Şophiştî-II” îstifade bikin.
[1] Feyzi Bilgin (Abdurrahimoğlu), Yakılan Şeyh, Ekovizyon Yayıncılık, 2006, r. 231
[2] Bazil Nikitin, Kürtler: Sosyolojik ve Tarihi İnceleme, Cilt 1-2, Deng Yayınları, 1991, r. 345-346
[3] Dr. Bletch Chirguh, Kürt Sorunu (Kökeni ve Nedenleri), Avesta Yayınları, İstanbul, 2009, r. 50
[4] Tasvir-i Efkâr, No: 2722, Pazar, 11 Mayıs 1919, r. 2
[5] Feyzi Bilgin (Abdurrahimoğlu), Yakılan Şeyh, Ekovizyon Yayıncılık, 2006, r. 231
[6] Cîgerxwîn, Jînenîgarîya Min, APEC, 1983, r. 177 (Ji arşîva Lutfî Baksî)
[7] Ahmet Süreyya Örgeevren, Şeyh Sait İsyanı ve Şark İstiklal Mahkemesi, Temel Yayınları, İstanbul, 2002, r. 221
[8] Îsmaîl Heqî Şaweys, Komîteya Îstîklala Kurdistan, Kovara Bîr, Hejmar: 2, Havîn, 2005, r. 35
[9] Ahmet Mesut, İngiliz Belgelerinde Kurdistan (1918-1958), Weşanên Doz, Stenbol, 1992, r. 143
[10] Kovara Bîr, Hejmar: 2, Havîna 2005, Diyarbekir, r. 35-40, bn. Jiyan û Berhemekanî Îsmaîl Heqî Şaweys, Çapxaney Wezaretî Perwerde, Hewlêr, 2003
[11] Kovara Bîr, Hejmar: 2, Havîna 2005, Diyarbekir, r. 35-40, bn. J.b.
[12] M. Van, Ağa Şeyh ve Devlet (Kürdistan’ın Sosyal ve Politik Örgütlenmesi), Özge Yayınları, r. 352
[13] Tahsin Sever, Serokê Komîteya Îstîklala Kurdistanê (Azadî) Mîralay Xalid Begê Cibrî, Kovara Bîr, Jimar: 7, Diyarbakır, Havîn 2007, r. 22
[14] Ferzende Kaya, Mezopotamya Sürgünü Abdülmelik Fırat’ın Yaşam Öyküsü, 4. Baskı, r. 34
[15] Uğur Mumcu, Kürt-İslam Ayaklanması 1919-1925, Tekin Yayınları, Ankara, 1991, r. 56
[16] Şevket Beysanoğlu, Anıtlar ve Kitabeleri ile Diyarbakır Tarihi (Cumhuriyet Dönemi), Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi Kültür ve Sanat Yayınları, 2001, 3. Cilt, r. 975
[17] Garo Sasuni, Kürt Ulusal Hareketleri ve 15. yy’dan Günümüze Ermeni - Kürt İlişkileri, Med Yayınları, İstanbul, 1992, r. 187
[18] Robert Olson, h.b., r. 141
[19] Şevket Beysanoğlu, j.b., r. 932
[20] Şevket Beysanoğlu, j.b., r. 963
[21] Ekrem Cemîl Paşa, Muhtasar Hayatım, Brüksel Kürt Enstitüsü Yay., 1989, r. 60
[22] Martin Van Bruinessen, Ağa Şeyh Ve Devlet (Kürdistan’ın Sosyal ve Politik Örgütlenmesi), Özge Yayınları, r. 357
[23] Sovyetler Birliği Bilimler Akademisi Doğu Bilimleri Enstitüsü ile Ermenistan Sovyet Sosyalist Cumhuriyeti Bilimler Akademisi Doğu Bilimleri Enstitüsü, Yeni ve Yakın Çağda Kürt Hareketleri, Jîna Nû Yayınları, Sweden, Eylül 1991, r. 170
[24] Cîgerxwîn, Jînenîgarîya Min, APEC, 1983, r. 177 (Ji arşîva Lutfî Baksî)
[25] Malmîsanij, Şêx Mehdî (Şêx Meydî), Vate, nr. 3 (23) Zimistan 2004, r. 51
[26] BCA, T.C. Dahiliye Vekaleti Eminiyet İşleri Umum Müdürlüğü, 12/12/1934
[27] BCA, T.C. Dahiliye Vekaleti Eminiyet İşleri Umum Müdürlüğü, 9/9/1937
[28] Son Posta, 18 Temmuz 1937, r. 3
[29] Son Telgraf, 18 Temmuz 1937, r. 1
[30] Tan, 18 Temmuz 1937, s. 11
[31] Şêx Salihê Mîrqulîyan (1922-2006), qeydê videoyî, 19.07.2000
[32] Şêx Salihê Mîrqulîyan (1922-2006), qeydê videoyî, 19.07.2000
[33] Haber, 18 Temmuz 1937, r. 4
[34] Uğur Mumcu, Kürt-İslam Ayaklanması 1919-1925, Tekin Yayınevi, 1991, Ankara, r. 203. (Diyarbakır Valisi Cihat Ökmen’in Avni Doğana yazdığı 25 Ekim 1943 gün ve 1197 sayılı yazı).
Şirvove (0)
Hêj şîrove nînin. Şiroveya yekem tu bike.