Em rêxistinên nav ENKSê dibêjin îdareyek nemerkezî-siyasî û Encumena Gel (PYD) dibêje otonomîya îdarî yanî îdara zatî



Kovara BÎR (Seîd VEROJ): Ji kerema xwe re hun dikarin bi kurtayî behsa xwe û partiya xwe bikin?

Feysel ÎSMAÎL: Navê min Feysel Îsmaîl e. Ez endamê Komîta Navendî ya Partî Demokratî Kurd li Sûriyê me. Endamê Komîta Encûmenî Niştîmanî Kurd li Kurdistanê me. Partî, di kongrekî neteweyî Kurd de, sala 1957an wek yekemîn rêxistina kurdên li Sûriyê hatiye damezrandin û hetî îro 11 kongre sazkirîye. Ez di sala 1978an de bûm endamê partiyê. Di temamê dewreyên partiyê de derçûme. Di koma partiyê de, di taxa de, di leqê de, di licna mintiqê de û merkezî de. Partî partiyek demokratîk e. Karekî demokrasiyê dike ji bo Sûriyê û karekî neteweyî dike ji bo kurdên Sûriyê. Yê me, wek partî em dixwazin çareserbûna kêşa Kurd di Sûriyê de, bi karekî sîvîl, demokratîk bê çareserkirin û hîn ev xet berdewam e. Aniha em li ber guhertinên Sîriyê ne, çunkî rejîma Sûriyû dirûxe. Divê em kar bikin ji bo çêbûna herêmekî kurdî û Kurdistanî, em dixwazin federaliyekî di Sûriyê de çêbibe; ji bo tev milletên Sûriyê û hemû aliyên di Sûriyê de, çi kurd bin, çi ereb bin, çi yên din bin wek oldarî yê Elewiya, Mesîhîya, Aşûriya em dikarin heqê her milletekî, her parçeyekî têde biparêzin. Van tê de pêkbînin. Partiya me di kongreya xwe ya dehê de gotiye wexta sînorê Sûriyê hat danîn di peymana Seyks -Picot de bi me neşêwirîne, bi milletê ereb neşêwirîne. Sînorek li Ewrûpa bi îttîfaq hat nivîsandin û hat tetbîq kirin. Xet di neqeba Tirkiye û Sûriye de danîn, Xeta Hesin. Ev sînorên Tirkiye û Sûriyê ye. Ew bi me neşêwirîn û em pê nerazîne. Wexta tu bi teyarê derkevî jor û li vê mintiqê bisêwirînî tê bibînî tedaxulek beşerî û cografî di vê mintiqê de çêbûye. Sînorên Kurdên Sûriyê xuya ne; Beriya Mêrdînê ye, Beriya Koçera ye. Îttîfaqiyek kevin hebû di nav kurdên berê de, Sadûn Axa, Resûl Axa û Îbrahîm Paşa. Evana tewqî' kirine ji bo parastina sînorên Kurdên Sûriyê. Sînorên Kurdistanê li başûr biparêzin û em wek kurd dibînin sînorên me di wê îttîfaqê de tê xuyakirin.

- Em dibînin ku di Kurdistana rojava de gelek partiyên sîyasî hene û piraniya wan jî, ji partiya sereke ya PDKS (Nûredîn ZAZA-1957) têne, ji aliyê daxwaz û nêrînên sîyasî ve jî nêzîkê hev in. Herweha îro piraniya van partiyan di bin sîwana ENKSê de jî gihîştine hev. Bi tevî ku van partîyan ji aliyê programa sîyasî ve nêzîkê hev in û îro jî karîne di bin sîwana ENKSê de berhev bibin, digel vê yekê çima ewqas partîyên cihê peyda bûne? 

-: Bi rastî dema ku dijminê mirov xurt bin, mirov qels dibe. Ji ber vê yekê destên dijmin derbasî nav hêza kurda bûye. Yekemîn parçebûn di nav kurdên Sûriyê de sala 1965an çêbû. Di bin şîara Kurd çareserbûna xwe dixwazin, Kurdistan-ul kubra (tehrîr û tewhîd) yan jî dixwazin karekî demokrasî di Sûriyê de bê kirin. Karekî giran dan ser milê xwe. Şîarek bilind gotin û nikaribûn pêkbînin. Piçûktirîn perçe û mezintirîn şîar bû. Ji ber vê yekê perçebûn çêbû . Di nêrîna min de, di wê wextê de zor û zilm zêdebû. Hişt ku partî perçe bibe. Di pey wê re jî ew parçebûnên din dest pêkirin; hinek parçebûn jê çêbûn ji bo xilafetên adî, hinek çêbûn ji bo xilafatên hizbî, hinek çêbûn ji bo zilm û zora di partiyan de li hevalan dibû. Di nêrîna min de, eger dijminê me zeîf bibe em ê nêzîkî hev bibin. Berîya ku Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê bê avakirin, nêrîna me wek partî, me di hundurê bernameyên xwe yê sîyasî de gotibû; dijminê me di demên pêş de zeîf bibe, em ê nêzîkî hev bibin. Ji ber ku salê %8 ji mîzaniyeta Sûriyê terxan dikirin ji bo rûxandina hereka Kurdî li Sûriyê. Ji bo hêza Kurd li Sûriyê ji hev bixîne û nehêle bigehên hev. Yanî Sûriyê salê 8 mîlyar dirijand ji bo kurd nebin yek. Baş e, em tev de jî nehatin firotin. Ez dibînim piştî ku nîzam şikest, wê kurd nêzîkî hev bibin, em ê wek partiyên kurd yên li Sûriyê û numûne ENKS, û divê di hundirê ENKS de jî nêzîkî hev bibin wek yên ku sîyaset û îdeolojiyên wan wek hevin bin divê yekîtiyan çêbikin. Me di kongreya xwe ya dehan de gotiye, em amadene ji bo yekîtiya partî, her sê hêzên partî, yên ku navên wan partî ne, bibin yek, lê me şertek esasî heye wê di bin çavdêriya Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Partî Demokratî Kurdistana Iraq de bibe ji bo ku jê re bibe necah(serbikeve). Piştevaniya serok Barzanî jê re dihêle, ji bo ku ev sê partî di nêrînên xwe de Barzanî ne, wê bihêle biserbikeve. Daxwazek min heye ji serok Mesûd Barzanî tedaxul bike ji bo her sê partiyên ji partî cûda bûne ji hev dû, karibe zexteke li wan bike, karibe wan bike yek, wekî karibû Desteya Bilind çêbike, partiyan jî bike yek.

Ev her sê partî xwe di rêbaza Barzanî de dibînin. Em xwe di rêbaza Barzanî de dibînin. Camêrên din hin ji wan xwe dibînin di rêbaza Kek Öcalan de, hinek xwe dibînin di rêbaza Mam Celal de. Ev partiyên ku xwe dibînin di rêbaza Barzanî de, wek rêxistinên wan, rêxistinên binê partiyan wekî hev in. Xîlaf di nav qiyadatên partiyan de mewcûd in. Ne di nav partî û şaxên wê de, ne di sîyasetê de xîlafatên tanzîmî ne û ne jî xîlafatên siyasî û îdeolojî ne. Ji ber vê yekê em nêzîkî hev in. Niha tu herî hevalek me li binî bibînî û ji her dû partiyên din kesan bibînî, dema bi wan re biaxifî, tu nizanî kîjan yê kîjan partiyê ye. Heta di hundurê partiyên kurdî de dema tu bi wan re diaxifî tu nizanî kîjan endamê kîjan partî ye. Dibêjin ka navê sekreterê xwe bibêje da em bizanin hun kî ne. Ji bo ku rêbaz yek e, êdî her kes bi sekreterê xwe tê naskirin, nêrîn yek e, îdeolojî yek e. Em nakevin nava xîlafatan û tanzîmiyan bê ka gunehkar kî ye. Ji ber çi? Ji ber em daxwaza yekîtiyê dikin, em behsa wê nakin û yekîtiyê dixwazin.

- Hem di nava ENKSê de û hem jî bi Encûmena Gel (PYD) re çi problemên navxweyî yên rêxistinên kurd hene?

-: Encûmena Gel rêbazek xwe yê xas bi xwe heye. Rêxistinek wan yê xas bi tena xwe heye. ENKS 16 partîn e. Ew biryarên xwe distîne û ew biryara merkezî dimeşe heta dawiyê. Ê me, em biryarek distînin û her yek li partiya xwe vedigerin û kar jê re dikin da her yek jê re xizmetê bike. Qelsbûnek li cem me çêdibe ji bo standina birayaran yan ji bo avakirina xwekarkirina ji bo ji karekî re. Lê hevalên me yên Encûmena Gel kêmanîyên mezin dikin ku kar bi tena xwe têkirin. Ew karê ku bi tena xwe dikin astengiya ji me re çêdike. Ew tena nêrînên xwe tetbîq dikin tê de. Ne nêrînên Heyeta Desteya Bilind e. Ew nabe, me Desteya Bilind çêkiriye û nabe ez tena nêrînên xwe tê de bêjim. Divê nêrînên me tevayî bin. Em wê dibînin ew di hundirê Sûriyê de li ser sahê meselan dibêjin; me Dêrikê rizgar kiriye, me Kobaniyê rizgar kiriye. Kekê min, rizgarî ne wiha ye. Tu rizgar bikî divê tu nehêlî ajansên Hukumeta Sûriyê bimînin. Divê tu nehêlî rêxistinên wan yên emnî bimînin. Nehêlî rêxistinên wan yên hîzbî yên Baasî bimînin. Divê tu herî parêzger çêbikî, qezaya deynî, tu hukumetê deynî, tu karê xwe bikî. Eger rizgar kirine, divê nehêlin Hukumeta Sûriyê were xortên Kurda bişîne eskeriyê. Em dibînin kêmaniyên wan hene, netîce bi tena xwe kar dikin. Nabe bi tena xwe kar bikin, divê di bin saha Desteya Bilind de bin, eger leşkerên gerîlla yan leşkerên pêşmerge bin, yên ENKS yan xortên serbixwe yên ku di hundirê kurdên Sûriyê de hene. Divê tevayî yên ku rahêjin çek, çek hildin milên xwe û parastina sînor bikin, her çar parçeyên sînorên kurdên Sûriyê, gerek di bin rêvebirîya Desteya Bilind de bin. Ne di bin rêvebiriya desteya PYDê ne jî di bin yê Encûmena Gel de bin. Û herweha ne jî di bin rêvebirîya ENKSê de bin. Divê em karibin bi hev re bixebitin. Di nêrîna min de, Encûmena Gel nikare sînorê Sûriyê ji Eyndîwerê heya Lazkiyê biparêze. Û nikare ji Tilkoçerê heya bi Lazkiyê di ber sînorê Erebî de biparêze. Wexta em bixwazim Herêma Kurdistanê li Sûriyê çêbikin, wek federaliyet, wek herêm, em çi nav lê dikin bikin, ji bo ku karibin biparêzin, divê em bi hev re alîkar bin. Çunkî li jor 875 km hudûdê me û Tirkiyê ye û li jêr jî divê em wê sînorê biparêzin ji Sipayê Sûriyê. Sipayê Azad jî bibe, wê bixwaze derbasê Herêma Kurd bibe û divê em li ber wê jî bisekinin. Em ne li dij Sipayî Azad in. Lê em li dij in wexta Meclîsa Wetenî ya Sûriyê îtirafa destûrî bi mafê kurda neke, divê em sînorên xwe biparêzin. Li jor û jêr li her du ciyan. Divê em alikariya hev bikin.

- Em dizanin ku di roja 11/06/2012 de li Hewlêrê di bin çavdêrîya Hikumeta Federal a Kurdistanê de peymanek(girêbestek) di navbera ENSK û Encûmena Gel(PYD) de hate îmzekirin û di wê peymanê de biryarên pir girîng hatin pejirandin. Lêbelê em dibînin û dibihîsin ku di pratîkê de pêdivîyên wê peymanê bi temamî nayin cîbicîkirin. Li gor dîtina we girîngîya peymana Hewlêrê çi ye, çiqas tête tetbîqkirin û aliyê vê Peymanê di rastiyê de xwe çiqas bi wê ve girêdayî dibînin?

-: Ê me weka peyman wexta hat îmzekirin, em wek partî ne muwafaq bûn li ser. Dema îmze bû, em wek partî me dît ku kêmasî tê de hene. Yek jê 50 û 50 ye. Me dît bi 50 û 50 zilmek li ENKS dibe û li milletê Kurd li Sûriyê dibe. Me nexwest em îmze bikin. Em nerazîbûn, bê şêwra ENKS her 3 hevalên me hatin û îmzekirin. Ew li ser doza serok Barzanî hatin vir û peymanê bê ku bi hevalên xwe bişêwirin îmze kirin, me dît ku îmza serok li ser bû, me dît qezenceke ku kurd pê bikin, me dît tevî ku kêmasî tê de heye jî ji bo ku em nehêlin şerê birakujî di nav kurdên li Sûriyê de çêbibe, me ji bo vê yekê qebûl kiriye. Ne ji bo ku PYD ewqas heye. Bi vê me şerê birakûjî sekinand.

- Girîngiya Peymana Hewlêrê çiye?

-: Girîngiya wê, îro nahêle şerê birakujiyê di nav Sûriyê de çêbibe. Eger em tetbîq bikin.

- Bi ya we di rastiyê de terefên vê peymanê çiqas xwe bi wê ve girêdayî dibînin û ev peyman çiqas tê tetbîqkirin?

-: Em wek partî tiştên ku îmze bikin, xwe ji %100 pêve girêdayî dibînin. Herweha em her 16 partiyên di nav ENKSê de vê peymanê girîng dibînin û divê tenfîz(tetbîq) bibe. Divê tenfîz bibe lê tenfîz nebûye. Bi ya min heya niha ji % 20 hatiye tenfîzkirin. Heyeta Bilind tenê çêbûye û heyetên di bin re çêbûne. Heyetên binî hêj çênebûne. Em li ser kêmaniyan disekinin û divê heyetên binî çêbibin û hedek ji kêmasiyan re bê danîn.

- Çima tenfîz(tetbîq) nebûey?

-: Hinek em jê pêknahênin n û hinek jî Encumena Gel pêknahênin û naxwazin, ev ji bo wan tenahî û zahmetî ye ji bo wan, heya xwe biguherînin. Wext jê re lazim e û divê biberkevin û ew bi tena xwe nikarin îdara Kurdistana Sûriyê bikin. Çunkî mezin e, bajar û sînorê me mezinin. Sînorê me bi Tirkiyê re 975 km. ye. Û li jêr jî wextê em xwe biparêzin li mintiqa Erebî, ew jî ji jor zêdetir dirêj dibe. Ji ber wê bi tena xwe nikarin sînor bi tenê biparêzin. Nikarin xizmetan ji milletê xwe re bikin. Ji ber vê divê em zext bikin li xwe jî, li wan jî ku ev tewqî' bibe.

- Li ser rewşa heyî û rizgarbûna hinek bajar û bajarokên Kurdistana rojava gelek tişt têne gotin. Di rastiya xwe de rewşa van deveran çi ye? Li wan deveran rêvebirî çawa hate bidestxistin, rêvebirina van bajar û bajarokan bi çi awayê dibe?

-: Di nêrîna min de rizgar nebûye. Di rastiya xwe de jî rizgar nebûye. Çunkî leşkerê Sûriyê mewcûd e, emniyeta Sûriyê mewcûd e û îstixbarata Sûriyê mewcûde li wan bajara. Lê za'afek ketiye nîzama Sûriyê de. Hew dikare kontrol li ser wir de bike. Ji ber wê, hinek ji leşkerên xwe ji ser sînorê Kurdistana Iraqê kişandin. PYD di şûna wan de li ser sînor rûniştiye. Hinek mintiqeyên xizmetê teslîmî PYDê kirin û teslîmê hinek partiyên din ên Kurd li Sûriyê kirine. Bi raya min ew deran hatine teslîmkirin, ne ku rizgar bûne.

- Teslîmê kî bûne?

-: Teslîmê PYDê bûne. Mesela Dêrikê bêjim. Li Dêrikê wexta Mudurê qeza Dêrikê dev ji nîzamê berda, Hukumeta Sûriyê pê hisiya ku çerx bûye û wê teslîmê Sipayî Azad yê Sûriyê bike, ji PYDê re gotin herin teslîm bigrin baştire ji Sipayê Azad yê Sûriyê. PYD çû Dêrikê teslîm girt. Kes tunebû. Hukumeta Sûriyê nemabû, çû teslîm kir. Yê me wek partî, wek Encûmen jî em dibînin ku gavekî baş bû ku nehişt Sipayî Azad derbas bibin. Em ne bi wê re ne ku Sipayê Azad derbasî Kurdistana Sûriyê bibe.

- Rêvebirîya van bajar û bajarokan bi çi awayî dibe?

- : Hêjî Hukumeta Sûriyê îdare dike. Ne ku em îdare dikin. Ne ENKS û ne Desteya Bilind. Desteya Bilind li wê nîne. Tiştê ku heye, niha Encûmena Gel ji sînorê Iraqê xelkê derbas dike, xelkê dibe û tîne. Ew tenê di destê me Kurda de ye. Tiştek din di destê Kurda de tuneye.

- Ez bi hinek mirovên ku ji ber zixtên PYDê û çekdarên wê, ji rojavayê Kurdistanê revyana hatine aliyê Qiziltepe û Nisêbînê bi wan re peyivîm, ji kiryarên PYDê û alîgirên wê gelek aciz bûn. PYD, li Kurdistana Sûryê, bi taybetî jî li hemberê rêxistin û kurdên li dervayê xwe polîtîkayek çawa dimeşîne?

-: Ew karê xwe bi partîtî dimeşînin ne bi kurdîtî dimeşînin. Encûmena Gel, ew xortên me yên ku derdikevin kûçe û kolanan ku ne hevalên wan bin, astengiyan ji wan re çêdikin. Ez derbasbûm çûm Sûriyê, nehiştin ez ala rengîn derbasî Sûriyê bikim, nehiştin ala Kurdistanê derbas bikim. Formaya tîma spora Kurdistanê ligel min bû, min dixwest wek diyarî ji kurê xwe re bibim, li ser sînor ji min sitendin. Qelemek ala rengîn li ser hebe, nahêlin derbas bikim.

- Ji bo çi?

- : Ji bo ku ne ala PKKê ye. Ala Kurdistanê nahêlin derbas bikim. Astengiya ji xortên genc yên ne weka xwe re çêdikin. Eger xortek rabe û ala rengîn hilde an xortek rabe ala azadiya Sûriyê hilde ya serbixwe ya îstîqlalê, acizbûnek jê re didin xuyanî. Em dibînin ev kêmasî ne. Divê rabin.

- Ji aliyê televizyona El Cezîre ve hinek belgeyên veşartî yên Baasiyan hatin belavkirin. Li gor agadarîya di nav rûpelên wan belgeyên de, bi Komîteya Merkezî ya Partîya Baasê ve girêdayî Hûcreyeka Rêvebirina Qirîzê heye. Ji aliyê vê komîteyê ve belgeyek bi navê “Pîlana Têkoşînê” hatiye amadekirin û di benda 12. ya vê belgeyê de weha hatiye gotin “Gerek herêmên kurdan di bin çavdêriyê de bin, lê, hêzên asyişê mudaxeleya herêmên kurdan nekin, ji bo ku xwepêşandan û xwepêşander bêne têkbirin, divê bi awayek veşartî bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re kordînasyonek bête sazkirin.” Rastiya wan belgeyan çi ye û hun ew belgeyan çawa dinirxînin?

- : Ez dibînim Hukumeta Sûriyê û rejîma Sûriyê naxwaze xwe bi kurda re têkeve nav şerek. Çimkî ku şerek bi kurda re bike, bajarên kurda hemû bi hev re dibin alîkar. Tecruba ku di 2004 an de çêbû li Sûriyê, li bajarê Qamîşlo 3 kesan kuştin û teqîn çêbû, ji herêma Dêrikê heya Efrînê yek destek hebû. Derbasî hundirê payîtextê bû. Li Zorava çêbû. Derbasî Ewrûpa bû. Me sefaretên Sûriyê girtin. Nîzamên Sûriyê, tu zanî ku qewetên Sûriyê zilmek li ser kurda bike, kurdek bikûje, wê kurd bi tevayî rabin. Ji ber vê yekê hesabên xwe dike naxwaze cepha xwe fireh bike.

- Dema ku em rewş û tecrubeya Kurdistana Îranê ya 1979an bînin bîra xwe, hun derbarê têkilîya opozîsyona kurd û ereb de çi difikrin? Û têkilîyên navbera ENKS-Encumena Gel û ENS, di kîjan astê de ne?

- : Yê me wek Encumen, em ciyê çareserkirina kêşa kurd li Sûriyê û li Şamê dibînin. Yanî divê di destûra Sûriyê de were danîn û bête îmzekirin ku kurd xwedî heq in, xwedî maf in di vî welatî de, milletek in ji milletên serekî yên Sûriyê û divê çareseriya kêşa wî bête kirin di destûra Sûriyê de. Eger Meclîsul Wetenî yê Sûriyê, wek millêtekê serekî yê li Sûriyê îtirafê bi heq û hebûn û herêma kurda neke, ku divê herêma me wek herêmek federalî bibîne, di nêrîna min de em ê meselê bikin astengiyek mezin ji wan re. Divê Encumena Niştîmanî ya Sûriyê çareseriyek ji xwe re bibîne, divê xwe ji aqiliyeta Baasiyên berê xelas bike, bi aqilê demokrasî, wekhevî û bi biratî li Sûriyê kar bike ji bo ku bikaribe bibe nûnerê milletê Sîriyê bi tevahî. Em Wek Encûmena Kurd li Sûriyê, em (ENKS) û Encumena Gel îro bi Desteya Bilind temsîla kurdên li Sûriyê dikin. Bes Encûmena Niştimanî ya Sûriyê temsîla qismek ji Sûriyê dike. Divê îttiraf bi heqê û mafê milletê Kurd di Sûriyê de, mafê Asûriyan di Sûriyê de, mafê Mesîhiyan di Sûriyê de, mafê Durzî û Elewiya di Sûriyê de, divê bê îttirafkirin bi destûrî. Divê nivîsandin çêbibe ku ev xwedî maf in di vî wetenî de, xwedî heq in û dikarin heqê wan bidin wan, hingê em xwe dibînin şirîk û bira. Eger ew me nebînin şirîk û bira, em ê çawa bibin bira? Divê em her du bibin şirîk. Û çareserbûna me bi wan re ye. Ku ew nekin kêfa wa ye.

- Piştî pêkhatina Peymana Hewlêrê, Encûmena Gel yan jî PYD xwe ji Komîteya Kordînasyonê hilkişand yan peyman û têkilîyên wan berdewam dikin?

- : Di nêrîna min de xwe nekişandin, lê bes têkiliyê wan sivik (sist) bûye. Hinek xwe sivik kiriye. Hinek di Encûmena Niştîmanî ya Kurdên Sûriyê de hene û di Encûmena Heyeta Tensîq de jî hene. Wan jî xwe nekişandine, lê karê xwe sivik kirine. Encûmena Gel û Encûmena Niştîmanî Kurd li Sûriyê bi hev re Desteya Bilind çêkirin ji bo ku bikaribin bi navê Kurd li Sûriyê bipeyvin. Û rastî jî ev e. Heger hevalên din li derveyê vir jî hene, em hêvîdarin ew jî derbasî vir bibin. Da ew jî karibin karekî tê de bikin, ji bo ku ew jî bêpar nemînin tê de. Lê bêhtirînê kurdan îro di Desteya Bilind de ne. Partî û rêxistinên kurda û nêrînên din, millet jî wan dibîne, ew bêhtir karin bi navê kurdan biaxifin. Ji ber vê yekê, ez dibînim Desteya Bilind dikare bi navê kurdan biştexile û ez hêvî dikim derbasî Encûmena Sûriyê nebin. Bi nêrîna me, em derbas jî nebin. Wek kutla kurdî bimînin. Wek Desteya Bilind a Kurdî bimînin. Ji bo ku em karibin biaxifin, bi wan re di destûrê de heqê xwe tesbît bikin.

- Hinek partî û aliyên sîyasî dibêjin PYD hevkarîya rejîma Baas dike û bi rêdan û piştgirîya wan zixt û hukm li ser partî û grubên din dike. Gelo ev yek raste?

- : Parçeyên bêhtir jê rast e.

- Em wisa dizanin ku di nav ENKSê de rêjeyeka zêde yê kesên serbixwe yên bi rêxistinek ve negirêdayî hene û bi kêmanî hejmara wan bi qasî yên partiyan ne. Gazindên kesên serbixwe yên di nava ENKSê de hene û dibêjin di pêkhatina komiteyan de ciyê van kesên serbixwe gelek kêm e. Hun derbarê vê yekê çi dibêjin?

-: Yê me wek partî, em partiya yekemîn in di Sûriyê de, di heyva 3yan de me xwe tevî şorişê kir di Sûriyê de. Û bû cihê lêkolînê di Sûriyê de ku partî çawa xwe tevlî kiriye. Zû xwe tevlî kiriye. Yê me me didît, partiyên kurd di Sûriyê de ne girêdayîne bi bingeha xwe ve ne. Yên tenzîmî û bi rêxistinê ve, rêxistinên wan yê binî, bi temamî bi şorişê re bûn. Lê qiyade ne bi şorişê re bûn. Yê me wek qiyade û rêxistinên binî, me teva xwe tevî şorişê kir. Me alîkariya xort û gencên xwe dikir ku em pê bikin û hun dikarin vê pirsê tewcîh bikin ji wan re jî. Em partiya yekemîn bûn me xwe tevî şorişê kir li Sûriyê. Li seranserê Sûriyê, ne tenê li mustewa kurda bi tenê. Li ser seha kurdî û erebî tevayî, ji bilî Exewanul Muslîmîn. Ew berê muxalif bûn. Lê wek partiyên Sûriyê partiya me, yekem partî bû ku xwe tevî şorişê kiriye. Me ligel tesnîqîyatên meheliyên Sûriyê îtifaq kir di heyva 4an de. Me hevalek xwe ji Komiteya Sîyasî vala kir bes ji bo kar bike di nava xortan de, di nav xortên ereb de, di nav Hereka Wetenî Sûriyê de û tê zanîn niha hevalek me li Fransa ye, navê wî Hesen Kamil e. Ew yek ji yê Heyetul Tesnîqiyat e di Sûriyê de damezrandin. Tesnîqiyat yanî ev xortên me yên ku şorişê dikin yên serbixwe ne. Ewana yên ku rêxistinên wan tenzîm kirin hevalê me bû di licna siyasî de, navê wî Hesen kamil e û navê wî tê zanîn di nav xortên me de. Me wek partî, me ji hevalên xwe yên partîyê re got; ji yên genc re, hun tevî xortan bibin li kîjan bajarî be li kîjan herêmî be û serbixwe bimînin, ne wek partî jî. Ji bo ku em karibin em nêrînên van gênca bigihînin. Ji ber wê jî, anûha em dibînin bêhtirê xortên kurdan partiya me tê de ne. Em alîkariya wan dikin. Ji ber wê ew zulim dibînin. Di nav Encûmena Niştimanî ya Kurd de ew zulim dibînin. Xort mezlûm in. Ew ên serbixwe mezlûm in tê de. Divê ew bêhtir temsîl bibin. Ez wek endamê ENKSê di civata fireh de hazir bûm û min piştevaniya vê nêrînê kir. Min di nav wan de got ku kursiyê xorta zêde bikin. Heta hinek ji wan xorta dihatin û digotin ji me we ye ku tu ji xorta yî, tu ne ji partiya yî. Anûha mumesilên xorta li Tirkiyê, bêhtirên wan hevalên me ne. Belkî tu wan nasdikî. Kek Alan jî Kek Muntasir jî hevalên me yên partîyê ne. Lê me gotiye wan serbixwe kar bikin di nava xorta de.

- Hun polîtîka Turkiye ya derbarê Sûrye û kurdên li Sûryê çawa dinirxînin?

-: Turkiye, jê derî ku siyasetek xwe wacihê demokratî ye, lê di pişt xwe de ekserî ye. Em dibînin Turkiye ji bo me ne birader e. Bi kurdan re dijminatiyê dike. Ne tenê kurdên Sûriyê. Dagirkerê perçeyek mezin ê Kurdistanê ye. Ji ber vê, hêviyên me di tirkan de nînin ku alîkariyê bi kurdan re bike. Em dibînin îro tewecuha Turkiyê dixwaze nîzamek wek ya Erdoğan li Sûriyê çêbike. Exewanul Muslîmîna deyne ser Sûriyê. Yanî nîzamek olî be bêhtir.

- Yanî Turkiye wek dewlet tefekkur nake ku Sûriye wek Sûriya berê nabe?

- : Belê. Bes heta niha ew dixwaze yên ku werin, wek wî bin. Ew bizanîn dike. Dixwazim wek Misrê Exewanul Muslimînan bîne ser Sûriyê.

- Tecruba Başûr heye, ev cûre polîtîka li wê derê bi ser neketin..

- : Di nêrîna min de, eger Turkiye bixwaze di Rojhilatanavîn de karek bike wek hukumet, wek dewlet, divê ji tecrubeya Kurdistana Iraqê îstîfade bike. Çimkî li dij sekinî. Nehişt ku qewetên Emrîkî di ser Turkiyê de werne Kurdistanê di dema lêdana Sedam de. Turkiye xusirî. Ana têkiliyên xwe hinek bi Kurdistanê re xurt kirine. Ji ber ku îstîfadeyên maddî û îqtîsadî jî heye. Heger bixwaze di Sûriyê de jî cihê wê bimîne û cihê wê xurt be, divê li Sûriyê digel hêza kurd têkiliyên xwe baş bike û bi pêş bixîne. Çimkî sînorên Sûriyê li ser sînorê Turkiyê tevayî bajarên Kurdan e. Yên herêma kurda ye. Ji Lazkiyê heya Eyndîwerê kurd in. Eger Turkiye nêrîna wê xerab be, wê dahatûya wê jî tê de xerab be.

- : Hun polîtîka Îranê ya di derbarê Sûriyê û Kurdên li Sûriyê de çawa dinirxînin?

- : Nîzama Îranê nîzama melayî ye. Nîzama Şî'a ye. Nîzama Elewiyê Sûriyê erê bi nav Baas e, lê serokê wê û bingehê wê îro Elewî ne. Têkiliyên wan ên oldarî hene. Dînî ne. Têkiliyên wan yên hukmî jî di wir de xurt kirine. Ji bo wê yekê tu dibînî Îran, Malikî, Esed, Hîzbullah yek in. Hevpişkiya hev dikin. Îro reqemê kuştiyan zêdeyê 30 hezarî ne, penaber zêdeyê 2 milyona ne, bi tevî yên hundir û derve. Girtî zêdeyê nîv milyonî hene. Heta niha di bin nîzamê de dibêjin parastina Sûriyê ji me re girîng e, di binî de, yanî reqem ne li kuştiya dimêze, ne li însaniyetê, bes piştevaniya hev dikin ji ber ku Sûriye movika meşrû'ê Hîlalê Şî'a ye di rojhilata navîn de. Ji ber vê yekê ku nîzama Sûriyê birûxe, meşrû'ê Şîa dirûxe. Ji ber vê, berî demekê nîzama Malikî supayê xwe anîn li pêş Xabûrê ji bo xelkê pêbihesîne ku muşkuleyek li Xabûrê heye, di piştre 5 hezar leşkerê Îranê derbasê Sûriyê kiribû ji bo alîkariya Sûriyê bike. Ev nîzamên Şî’ayê alikariya hevdû dikin.

- Hun polîtîka Rusya ya derbarê Sûryê û kurdên li Sûryê çawa dinirxînin?

- : Rûsya di roja rojê de li dijî kurda sekiniye. Di herêma Kurdistana Îranê de, di Mahabadê de ew sedemê esasî yê rûxandina dewleta kurdî ye. Di wexta Şerê Sar de jî, xetên sor bi dirêjahî û bi kutayî di hundirê Kurdistanê de derbas dibû, Rûsya daîma li dijî Kurdistanê bû. Têkiliyên wan bi nîzama Baasê re hebû û nedihişt ku kêşa kurdî bê naskirin. Tê bîra min me di cerîda Dengê Kurd de dinivîsand Komîta Sosyalîstî Jiyanî, di serê wê de Yekîtiya Sowyetê ji me re dişand digot hun çawa wê dinvîsin. Nedihiştin em bêjin ku hun jî dostên me ne. Wan dostaniya kurda nekiriye. Ev yek. Ya duwê, çar cara ji me re bi nîvsandin şandine di riya nazama partî de li Moskowayê. Niha jî tu dibînî Rûsya ji bo berjewendiyên xwe naxwaze Sûriye birûxe ji ber ku lingê wê di Rojhilata Navîn de nema. Iraq ji destê wê çû, Turkiye ne di destê wê de ye, maye ew usulê wê ku li Tarsûsê dirûnê. Berjewendiyên aîleya Esad û Elewiyan maye pêve girêdayî. Berjewendiyên Sûriyê ne pêve girêdayîye. Di nêrîna min de ew tê de xesaret dike.

- Li gor dîtina we, bi xwepêşandan û bi şerê Artêşa Azad têkbirina rejîma Baas mumkune gelo?

- : Piştî salek û 8 mehan em dibînin nîzama Sûriyê gelek qels bûye di nahiya piştevaniyê de. Çi bi diwêlî û çi bi alemîyen. Li gor dîtina me, wek qewet heger mintiqeyek melaz(parastî) ana çênebe wê ruxandin gelek zêde bibe. Wê birûxe, lê wê gelek zêde biajo. Mintiqa melaz yanî ya parastî ya weka Kurdistana Başûr. Xetekî paralel lêxin, divê ew bibe.

- Ji daxuyaniyên Artêşa azad û hinek aliyên din ên sîyasî dîyar dibe ku dixwazin herêma Kurdistana Rojava jî bikşînin nav qada şerê germ. Li hemberê vê yekê fikira we çiye û ku tiştekî wisa biqewime dê helwesta we çi be? 

- : Ê me ji roja roj de em dibêjin şerê me tu nîne. Şerê me bi nîzama Sûriyê re ye. Em karekî dikin karekî sîvîl e.Û me nexwestiye xortên me rahêjin çekan û şer bikin. Û hîn me êrîşê yek ciyê hukumetê nekiriye. Em karek sivîl dikin. Ji ber vê yekê em nahêlin Sipayê Azad jî derbasî heremê bibe. Ji me bê em nahêlin. Wextê zêdeyê qeweta me çêbû û derbas bibe li gor wê dê ENKS biryarek bistîne û em ê li dij bisekinin. Em naxwazin mintiqa me bibe mintiqa şerê germ. Li cem me gelek biha ye ku yek ji xortê kurd tê kuştin. Dema yek ji xortên kurd tê kuştin û heta li herêmên Erebî jî bi me gelek girane. Em li dijî xwînrêtinê ne. Wek partî û wek Encûmen jî.

- Bi dîtina we, bê ku mudaxeleyek navnetewî çêbibe li hemberî rejîma Baas serkeftin mumukune gelo?

-: Mumkun e, lê wê dirêj bibe. Bi dîtina min ev nîzam xwe girêdaye bi Rûsya û bi Çînê ve. Gerek karek li Cemiyetul Alem de çêbibe, derbas bibe weka ya Kurdistana Başûr. Wexta rizgarbûna Kurdistana Başûr çêbû, ne bi qarara diwêlî çêbû, bi qarara tehalufê Diwêlî çêbû. Hevbendî çêbû tê de, hevbendî çêbibe tê dê gelek baş bibe.

- Van rojan di çapemenîya navnetewî de gengeşî û pêşnîyarên ji bo pêkanîna Hêrêmeke Parastî di bin sîwana hêzên navnetewî de zêdetir bûne. Di derbarê vê mijarê de hun çi difikrin?

- : Bi raya min di Encûmena Neteweyên Yekgirtî de Rûsya pişta Sûriya ne haberde. Ji ber wê, divê li derveyê wê çêbibe. Li derveyê wê kar bikin ji bo ku Neteweyên Yekgirtî biryar bistîne. Rusya û Çîn nahêle birayar bistînin, divê ji derveyê wê de bişuxilin. Berjewendiyên wan tê de hene.

- Piştî têkçûna rejîma Baasê, hun dixwazin sîstemek çawa bête damezrandin û di nav vê sîstemê de wê statuya miletê kurd çi be?

- : Yê me em dixwazin sîstemek demokratî, medenî, sivîlî di Sûriyê de bê çêkirin. Di destûra Sûriyê de bê nivîsandin ku Sûriye dewletek federalî ye, ne komarek erebî ye. Bêhtir em kar dikin ku herêma xwe bigrin ku sîstemek federalî di Sûriyê de pêk bînin.

- Li Sûryeyê piştî têkçûna rejîma Baas û Beşar Esad, mimkune ku di navbera grubên etnîkî(qewmî), mezheb û dînên cûda de pevçûnên navxweyî peyda bin? Bi taybetî jî di navbera Alewî, Sûnnî, Dûrzî û Xrîstiyanan de?

- : Bi dîtina me, aniha pevçûn heye ya ehlî. Îro di nava Eelwî û Suniyan de mewcûd e, li bajarê cîran. Li yên nezîkî hev, wek Humusê û İdlibê. Ew pevçûn çêbûye, ne ku wê çêbibe. Elewiya nîzamek pir xerab di vê meseleyê de kiriye. Li ser nifûsê tên kuştin li Humus û İdlibê. Heta li ser nifusê îşaretek heye ku hukumetê çêkiriye, ev sunne ye û ev jî Elewî ye. Eger em nifusa xwe derxin, du îşaret hene li ser wê. Ji ber wê yekê em dibînin wek kurd, ereb û Mesîhî ev çê nebe. Lê wek Sunnî-Elewî çêbûye.

- ENKS bi çi awayê rêxistina bûye, armanc û hedefa wê sîyasî çiye? Û heta vê gavê kîjan daxwazên wan ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Sûryê ve hatine qebûlkirin?

- : ENKS xwe wek nûnerên kurdên di parçê Sûriyê de dibîne. Û têkiliyên me li gel Encûmena Sûriyê jî hene. Lê em negihane tu îtifaqê heya niha. Ew jî me wek nûnerên kurdên Sûriyê dibînin. Em jî wan bi tevayî wek nûnerên muareza Sûriyê dibînin. Ji ber wê heta niha di mabeyna me de îtifaqek çênebûye. Ew ber bi federaliyetê de nayên û em jî jê danakevin.

- Ji aliyê armanc û hedefa siyasî ve çi cûdahî di mabeyna ENKS û Encumena Gel de heye?

- : Em rêxistinên nav ENKSê dibêjin divê îdareyek merkezî-siyasî bê avakirin û niha jî bêhtir bi aliyê federaliyetê ve diçe. Bes Encumena Gel dibêje Îdara Zatî, yanî otonomîya îdarî.

- Hun siyaseta Hukumeta Herêma Kurdistanê di derbarê Kurdistana Rojava de çawa dinirxînin û hewldanên wan çawa dibînin?

- : Di hundir de cehdeke gelek mezin dirijînin. Karekî gelek mezin dikin ji bo van penaberên kurdên Sûriyê ku hatine Herêmê. Gelek penaber çêbûne, em tenê behsa yên di kampan de dikin, ne yên di malan de. Berê jî hebûn û ew niha li vira kar dikin. Ew başqa ne. Sê ciyên wan li heremê hene. Yek li Bawican e. Yek li Maxembilê ye û yek li Domîz e. Yê Domîzê bêhtir yên ku nûh hatine. Ew weziyeta wan gelek xerab e. Di konan de ne û şuxulê wan gelek zahmete. Kêmanî hene û Hukumeta Herêm nema ji heq dertên ji ber ku gelek têne. Ji wan re karekî gelek mezin tê kirin. Em sipasiya Herêma Kurdistan dikin bi taybetî ji cenabê Serok re. Cenabê Serok got ku kurdên Sûriyê mêvan in, ne penaber in. Ev hişt ku kurd bên parastin, astengî ji kurda re çênebin û ên ku dixwazin ji xwe re kar bikin, li şirîka, li kargeha. Bi rastî Serok alîkariyek mezin da wan. Heta asayişa Kurdistanê nikare zilmek li kesek bike ji ber ku dibîne em mêvanên Serok in. Ev cihê serfiraziyê ye bi rastî. Du; di hundirê Sûriyê de ew karê mezin hêj nebûye. Astengî hene ji wan re. Hinek dirêjiyat pêre çêdikin. Û hin rê nîne ku alîkarî bikin. Hêj rê nevekirine ku alîkarî bikin di wir de. Divê rêyek vekin û alîkariya hev bikin. Alîkariya hundir niha ferztire ji ya derve. Ji ber ku milletê me di hundirê mintiqa kurdî de bi rastî astengiyan dibine. Derman nîne, şîrê zaroka nîne, xwarin biha bûye, mazot û benzîn gelek kêm bûye. Hukumet Sûriyê jî bi qestî kurda diêşîne. Em hêvîdarin ku Hukumeta Herêma Kurdistanê bikaribe rêkî çareser bike. Û xwe amade bike ji bo wexta ku rejîm birûxe.

- Ji bo vê hevdîtinê ji cenabê we re sipas dikim. Bi kurtayî, mesaja we yan gotina we ya dawî çi ye?

- : Ez pêşî sipasiya we dikim ku hun karibûn ji wir rê bigrin û werin heta Hewlêrê. Duyem jî, ez hêvîdarim hun dengê milletê kurd bi zelalî derxînin. Ne bi xerabî be. Dengek zelal bê xuyakirin, dengek bi êş û jan e. Bi ya me divê kurd bi tevayî piştevaniya kurdên li Sûriyê bikin. Mesaja min ji kurdên Tirkiyê re: Gelî bira, dema ji kurdê Sûriyê hatiye xwestin, me alîkariya we kiriye, me piştevaniya Şorişa Şêx Seîd kir, me ya Şorişa Îhsan Nûrî kiriye, me piştevaniya şorişên Kurdistana Iraqê kiriye. Me piştevaniya Şorişa Kurdistana Îranê kiriye. Wek partî û wek millet em ji berê de di şorişê de ne. Hêviya min ji we ew e, ku hun alîkarî bikin, hîn bêhtir çavê we li ser milletê me be. Ez nabêjim bi partiyan re alîkarî bikin, ez dibêjim bi milletê kurd re alîkarî bikin di Sûriyê de. Çimkî em aniha herêma kurdên Sûriyê pêkbînin, em bingeha avakirina Kurdistana mezin pêk tînin. Ji bo ku em deriyek li ser Derya Sipî vekin, em hêvîdarin hun di vir de kêmasî nekin. Sipas dikim.

06.09.2012/Hewlêr