Kovara BÎR: Ji kerema xwe ra hun dikarin bi kurtayî behsa xwe û partiya xwe bikin?
Şelal GEDO: Navê min Şelal Gedo ye û ez endamê serkirdayetiya Partiya Çepên Demokratên Kurd li Sûriyê me. Navê partiya me, Partiya Çepên Demokratên Kurd Li Sûriyê ye. Partiya Çepên Kurd Li Sûriyê parçe bû û bû du beş; beşek jê navê Partiya Çepên Kurd li Sûriyê li xwe kir û ya din jî navê Partiya Çepên Demokratên Kurd li Sûriyê girtîye. Ev grup di bûhara 2012 de çêbûye.
Di rastiya xwe de partiya me partiyek kevn e, bi serokatiya berêz Osman Sebrî di sala 1957an de hatiye damezrandin, partiya me yekem partî bû li Kurdistana Sûriyê ku bi destê wî biraderî hate damezrandin. Osman Sebrî dikir ku bibe yek remza wehîdê kurd li Kurdistana Sûryê. Lê mixabin piştî ku parçebûn kete nav partiyê, ji salên 1965an heya nûha li dor û berê 16-17 partî çêbûn û ev hişt ku tevgera kurdî li Kurdistana Sûriyê di çavê xelkê de jî hinek kêm bibe û di çavê kutleya xwe de jî hîn piçûktir bê dîtin. Lê aniha piştî ku Encûmena Niştimanîya Kurd pêkhatiye, ku her şanzdeh(16) partiyên kurdî di nav vî Encûmenê de kar dikin, û ji salûnîvek zêdetire bi destpêkirina Şoreşa Sûriyê jî hino hino bawerîya xelkê û rayagiştî ya kurd bi tevgera kurdî û bi partiya me jî ku beşekê ji vê tevgerê ye, zêdetir dibe.
- Nêrînên we yên derbarê çareserîya mesela kurd û dahatûya wan a li Sûryê de çi ye?
-: Em bawer dikin di encama vê şoreşa ku aniha li Sûryê destpêkirîye de, kurd wê bibin xwedî mafên xwe, ji ber ku di Kurdistana Sûriyê de milletê kurd bi hemû partiyên xwe ve yekgirtî ye û kurd ji roja destpêk heya niha beşdar in di vê şoreşê de, bi dîtin û baweriya min ku kurd bi vê aqliyetê berdewam bikin di beşdariya Şoreşa Sûriyê de, wê li Kurdistana Sûriyê hemû mafê xwe bi temamî wergirin.
- Em dibînin ku di Kurdistana rojava de gelek partiyên sîyasî hene û piraniya wan ji aliyê bernameyên siyasî ve jî nêzîkê hev in. Ev partî bi tevî ku ji aliyê daxwaz û nêrînên sîyasî ve jî nêzîkê hev in û herweha îro piraniya van partiyan di bin sîwana ENKSê de jî gihîştine hev. Bi tevî ku van partîyan ji aliyê programa sîyasî ve nêzîkê hev in û îro jî karîne di bin sîwana ENKSê de berhev bibin, digel vê yekê çima ewqas partîyên cihê peyda bûne?
-: Hejmara partiyan li Kurdistana Sûriyê zêde ye, lê ez dibêjim qey di beşên din ên Kurdistanê de jî bi dehan partî têde hene. Nimûneyek ji bo te bînim; li Kurdistana Başûr aniha ji zêdeyê 45 partiyan hene, li Kurdistana Bakur gelek partî hene, li Kurdistana Îranê dorûberê 20 partiyan hene, Kurdistana Sûriyê jî beşek e ji Kurdistana mezin, parçebûn têde heye, gelek sedemên wê jî hene, ev parçebûn jî ne tiştekî baş e û ne di berjewendîya kurda de ye, bi nêrîna min gelek sedemên wê jî hene, lê dawîyê hemû partî jî dikarin di bin sîwana encûmenekî de bicivin û karê xwe bikin. Wextê ku ev encûmen bi xêr û bêr be, berdewam be û hebe, mesela pirbûna hizban wê problemek mezin nebe.
- Em dizanin ku di roja 11/07/2012 de li Hewlêrê di bin çavdêrîya Hikumeta Federal a Kurdistanê de peymanek(girêbestek) di navbera ENSK û Encûmena Gel (PYD) de hate îmzekirin û di wê peymanê de biryarên pir girîng hatin pejirandin. Lêbelê em dibînin û dibihîsin ku di pratîkê de pêdivîyên wê peymanê bi temamî nayin cîbicîkirin. Li gor dîtina we girîngîya peymana Hewlêrê çi ye, çiqas tête tetbîqkirin û aliyê vê Peymanê di rastiyê de xwe çiqas bi wê ve girêdayî dibînin?
-: Girîngiya vê îtifaqiya Hewlêrê bi rastî gelekî mezen e, ji milletê kurd re pir muhîm e li Kurdistana Sûriyê û bû sebebek reîsî jî ku birakûjî li Kurdistana Sûriyê hîç destpêneke û dûr keve. Mesela tetbîqa vê îtifaqiya Hewlêrê ku di bin çavdêriya serokê Herêmê çêbû, ev dorûberê du meh e hatiye îmzekirin, ez bawerim texîrbûna wî tiştekî nebaş bû. Lê wekî niha wa ye em dibînin Desteya Bilind li vê derê ye, careke din dîwana serokatiyê dîtin û îro vê êvarê tekîd kirin ku Îtifaqa Hewlêrê bi hemû bendê xwe ve heya panzde rojên din bête tetbîqkirin. Di nêrîna min de her divê Îtifaqa Hewlêrê bête tetbîqkirin û divê di vê merhelê de nakokî û birakûjî di nav kurdên Sûriyê de xeta sor be, nabe ku kurd li Sûriyeyê têkeve pêxêla hev.
- Em dizanin ku hinek problem hene di navbera ENKS û Encûmana Gel de, problemên navxweyî yên ev rêxistinan çi ne?
- : Problema di navbera ev herdu Encûmenan de; ez dibêm belkî Encûmenek jê(Encûmena Gel) biqewet e, li ser erdê hazir e û mewcûd e, qewetê wan ê eskerî heye, ragihandina wan û hemû muesesatê wan hene. Lê Encûmena Niştimanî; rast e, qewetek beşerî ya gewre ligel e, lê heta niha ew halê muesesatî di nav de tune û qewetek bêtir belawela ye. Ev jî dibe sebebek reîsî ku Îtifaqiya Hewlêrê nare serî. Herdu alî jî divê hinek qeweta wan mutewazî be, nêzîkê hev bin ku karibin îtifaqîya xwe bibin serî.
- Li ser rewşa heyî û rizgarbûna hinek bajar û bajarokên Kurdistana rojava gelek tişt têne gotin. Di rastiya xwe de rewşa van deveran çi ye? Li wan deveran rêvebirî çawa hate bidestxistin, rêvebirina van bajar û bajarokan bi çi awayê dibe?
-: Di van bajar û bajarokan de, weku em tev dizanin heqîqeta wê; desthilatê qeweta xwe jê rakişandin û rêkirin ber bi Heleb û Şamê ve, ji ber ku li wê derê wezih li ser serê wan giran bû, muesesatê xwe yên emnî û eskerî ji van herêman kişandin. Kurd mecbur man ku vê valayîya îdarî dagirin, îş û karê xelkê birêk ve bibin, îdareya van her 3-4 bajarên ku têne behskirin, wekû min gote bi vê awayê ketiye destê kurdan ne ku hatine rizgarkirin. Bi nêrîna min, îdereya van bajêran ne wekû ku tête xwestin e. Ji ber ku nakokî û newekhevî di navbera herdu encûmenan de heye û ji ber ku bendên Îtîfaqa Hewlêrê bi teybetî jî yên xidematî û emnî ku peywendiya wan bi jîyana xelkê ya rojane re heye heta niha tetbîq nebûne li ser erdê waqeh. Wextê ku bendên peymanê li ser erdê waqeh tetbîq bibin, wê îdareya wan bajaran jî roj bi roj pêş ve biçe û baştir bibe.
- Van bajaran di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd û Encûmena Gel de çawa têne rêvebirin, bi rêvebirina alîyekî yan bi hev re têne rêvebirin?
- : Li gelek ciyan bi alîkî ve rêve diçe û hinek ciyan jî bi hev re têne rêvebirin. Hinek bajarên din jî hîn ne di destê tevgera kurd de ne. Lê ez dibêjim di demên pêş de, piştî vê civîna Desteya Bilind ku li Hewlêra paytex çêdibe, ku vegeryan Kurdistana Sûriyê, wê hemû bendên Îtîfaqa Hewlêrê tetbîq bibin û hemû bajarên ku rêvebirîya wan ketine destê kurdan, wê bi şiklekî muşterek bêne îdarekirin di navbera herdu encûmenan de.
- Ez bi hinek mirovên ku ji ber zixtên PYDê û çekdarên wê, ji rojavayê Kurdistanê revyana hatine aliyê Qiziltepe û Nisêbînê bi wan re peyivîm, ji kiryarên PYDê û alîgirên wê gelek aciz bûn. PYD, li Kurdistana Sûryê, bi taybetî jî li hemberê rêxistin û kurdên li dervayê xwe polîtîkayek çawa dimeşîne?
- : PYD beşekî ji kurdên Sûriyê ye û hevalanê PYDê tev kurdên Sûriyê ne. Niha doza çareserîya mesela kurd dikin li Kurdistana Sûriyê. Ew jî beşek in ji tevgera kurdî li Kurdistana Sûriyê. Ez înkar nakim ku nakokî di navbera PYD û gelek rêxistinên Kurdistana Sûriyê de hene, lê Îtîfaqiya Hewlêrê û ew nêzîkbûna ku niha çêbûye, ez dibêm belkî kefîle ku hemû nakokîyên di navbera PYDê û partiyên din de hene roj bi roj zeyîf bibin û nemînin, ji wê re nebin kêmanî. Ji ber van kêmaniyan hinek xelkê me jê aciz in, lê divê em zanibin ku li seranserê Kurdistana Sûriyê bi hezaran heval û hogirê wê hene û bêjin nebêjin ew jî beşekî ne ji milletê kurd li Kurdistana Sûriyê.
- Bi dîtina we, ku îro sandoqa hilbijartinê bête danîn wê PYD ji % çend rayan bîne?
- : Ez wusa dibînim ku PYD tek bi tek ji hemû partiyan gewretir e li seranserê Kurdistana Sûriyê, lê wê ji % çend bîne ez nizanim, ez zanim wextê her partî bi serê xwe têkeve hilbijartinê wê piraniyê ew bîne, lê wextê ku em her 16 partiyên Encûmena Niştimanî bi hev re bin, em li Kurdistana Sûriyê ekseriya milletê kurd in.
- Dema ku em rewş û tecrubeya Kurdistana Îranê ya 1979an bînin bîra xwe, hun derbarê têkilîya opozîsyona kurd û ereb de çi difikrin? Û têkilîyên navbera ENKS- ENS di kîjan astê de ne?
- : Ê me, em hez dikin ku têkilîya me bi hemû beşên opozîsyona Sûriyê re hebin û bi taybetî jî bi Encûmena Niştimanî ya Sûriyê re ku te kerem kir û behsa wê kir. Ji bo me gelek muhîm e ku peywendîyên me bi hevalanê opozîsyona Sûriyê re xurt bin û pêş kevin. Biryara me ew e, ku em karibin bi hemû beşên Opozîsyona Sûriyê re gûftûgayê bikin û muneqeşatên me berdewam bin ku em karibin li ser ayînde û musteqbelê Sûriyê îtifaq bikin, hemû opozîsyona Sûriyê biqeneat bikin bi mafê milletê kurd û tiştê ku miletê kurd dixwaze hemû opozîsyona Sûriyê pê îmanê bîne, ji ber ku kurd milletek e û li ser xaka bav û kalê xwe dijî, nifusa wan li Kurdistana Sûriyê bêtirî 3 mîlyonan in.
- Li gor Peymana Hewlêrê divîya herdu encûmen têkilîyên xwe bi alîyên opozîsyona fermî ya rejîmê re qut bikira. Piştî pêkhatina Peymana Hewlêrê, têkilîyên Encûmena Gel yan jî PYD bi Komîteya Kordînasyonê berdewame yan hatine qutkirin?
-: Ez dibêm qey peywendiyên wan bi Heyet Tesnîq re gelek zeyîf bûne û ez bawerim di dema pêş de wê qut jî bikin. Wextê ku ew îtirafê bi mafê milletê kurd nekin û hevalanê PYDê jî têkilîya xwe bi wan re qut nekin, wê wextê em ê bêjin hevalanê PYDê xelet û şaş in.
- Hinek partî û aliyên sîyasî dibêjin PYD hevkarîya rejîma Baas dike û bi rêdan û piştgirîya wan zixt û hukm li ser partî û grubên din dike. Gelo ev yek raste?
-: Ev yek ne rast e. Ez dibînim peywendiyên PKK/PYDê bi rejîma Baas re hîç tune ye, ew jî doza milletê kurd dike wekî hemû partiyên di Kurdistana Sûriyê de.
- Bawer dikim hun jî pê agadar bûne ku li ser TV Al Jazeerayê hinek belge hatin aşkerekirin. Li gor agadarî û belgeyên veşartî yên ku ji aliyê Abdûl Mecît Bereket ve li ser malper û TV Al Jazeerayê hatine belavkirin di nav yek ji wan belgeyan de hatiye nivisandin, ku bi Komîteya Merkezî ya Partîya Baasê ve girêdayî Hûcreyeka Rêvebirina Qirîzê heye. Ji aliyê vê komîteyê ve belgeyek bi navê “Pîlana Têkoşînê” hatiye amadekirin û di benda 12. ya vê belgeyê de weha hatiye gotin “Gerek herêmên kurdan di bin çavdêriyê de bin, lê, hêzên asyişê mudaxeleya herêmên kurdan nekin, ji bo ku xwepêşandan û xwepêşander bêne têkbirin, divê bi awayek veşartî bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re kordînasyonek bête sazkirin.” Hun ji bo vê yekê dibêjin çi?
- : Ew wesîqeya ku li ser qenala Al Jazeerayê belav bûye, em nizanin heya çi derece rast e, orjînala wê wesîqeyê heye-nîne em nizanin. Lê em înkar nakin ku PKK bi Sulta(rejîma) Suriyê re xwedî pêwendiyên kevn e, têkilîyên wan û elaqatê wan hebûn, mimkune ku ew wesîqe jî behsa wan têkilîyan bike.
- Behsa xwepêşandanên dema dawî dike.
- : Ez hîç bawer nakim ku di dema dawî de ti îtifaqekî di navbera PKK/PYD û desthilata Sûriyê de hebe.
- Kurdekî dîasporayê Abdulbasîd Seyda, wek serokê Encumena Niştimanî ya Sûryê hate hilbijartin, hun vê yekê çawa dinirxînin û wê çi tesîra Seyda li ser têkilîya herdu alîyan hebe?
- : Hilbijartina Seyda tiştekî baş bû, îtirafekî girîng a opozîsyona erebî ye, ku kurd li Sûriyê milletek in û nûxbeyekî reîsî di nav wan de heye û yekî wek Abdulbasîd Seyda ku qîyadîyekî kurd bû, deh salan din av partiya me de yanî Partîya Çepên Demokratên Kurd li Sûriyeyê de kar kir, dawîyê waz li kar anî û çû Siwêdê û anûha bûye serokê hemû opozîsyona Encûmena Niştimanî ya Sûriyê, evana fexrekî ye ji bo milletê kurd û bi nêrîna min tiştekî baş e.
- Hun polîtîka Turkiye ya derbarê Sûrye û kurdên li Sûryê çawa dinirxînin?
- : Turkiye maruf e û aqilîya wê heye li beramberê kurdan. Turkiye ne hew dijî kurd li Kurdistana Bakur şer dike, her kurdekî li kîjan welatî kurd bibe xwedî maf, turk ekîd li dij in. Û em teweqih nakin ji turkan ku rojekî ji rojan bibin dostê kurd li Kurdistana Sûriyê, lê em jî wek kurdên li Sûriyê divê dijminahîya turkan nekin, em wan aciz nekin ku êrîşê me bikin.
- Hun polîtîka Îran û Iraqê ya derbarê Sûryê û kurdên li Sûryê çawa dinirxînin?
- : Îran û Iraq yanî hîlala ku ji Şiîyan pêk tê, li dijî qedriya û berjewendiyên milletê kurd e li Kurdistana Sûriyê û li hemû parçeyên din ên Kurdistanê jî. Mewqifê Îran û Iraqê li beramber şoreşa Sûriyê nebaş e, ligel desthelat û rejîma Sûriyê dost in û li dijî mafê milletê kurd in.
- Hun polîtîka Rusya ya derbarê Sûryê û kurdên li Sûryê çawa dinirxînin?
- : Bi nerîna min di mewqifê Rusya û Çînê de hinek ehlaqê sîyasî kêm e, ew mewqifê xwe li bazara dewlî difiroşin li beramber berjewendî û hinek mesalihên xwe. Tecruba wan bi Lîbya re her weha bû, mewqifê wan bi Sedam re jî her eynî mewqif bû, kînga ku berjewendîyên wan dikevin meydanê dostê xwe difiroşin. Ez bawerim di dawîya meselê de ne dûre ku dev ji Beşar Esad jî berdin.
- Hun li gor rewşa îroyîn, geşepêdanên li Sûryeyê çawa dinirxînin? Bi xwepêşandan û şerê Artêşa Azad têkbirina rejîma Beas mimkune gelo?
- : Bi nerîna min wê rejîma Baas niha dom bike, zû bi zû têknaçe, zû bi zû narûxe, zû bi zû jî nakeve. Ji ber ku hemû qewet heta niha di destê rejîma Baas de ne; heta niha hemû muesesatê eskerî û emnî di dest rejîmê de ne, ji aliyê eskerî û emnî û aborî de jî heta hedekî rewşa rejîmê baş e. Mimkune ku şoreşa Sûriyê heta çend mehên dî yan jî saleka dî jî berdewam bike.
- Ji daxuyaniyên Artêşa azad û hinek aliyên din ên sîyasî dîyar dibe ku dixwazin herêma Kurdistana Rojava jî bikşînin nav qada şerê germ. Li hemberê vê yekê fikira we çiye û ku tiştekî wisa biqewime dê helwesta we çi be?
- : Ê me, hîç îmana me bi şer nayê li Sûriya û em dibînin kurd li Sûrya bi şer nikanin mafê xwe wergirin û em dibînin ku rejîm jî bi şer narûxe. Her di destêka şoreşê de me digot û me hes dikir ku şoreş wek şoreşekî aştiyane û siwîl berdewam bike. Lê mixabin hinek beşên opozîsyona Sûriyê û bi taybetî jî yên îslamî, yên ku girêdayî bi hikumeta Turkiyê û Siûdî û Qetarê ne, şoreş kirin şoreşa eskerî. Wextê ku ev şoreş bû şoreşa eskerî, temenê rejîmê dirêjtir kir. Eger ku şoreş wek şoreşa medenî dom bikira, mimkun bû ku niha li Sûriyê rejîma Beşar Esad nemaba. Rejîma Beşar Esad ne ji Hikumeta Yekîtiya Sovyetê biqewettir bû, ne ji ya Çekoslovakyayê, ne ji ya Polonî û ne ji Almanya Şerqî û ne jî bi ya dehan rejîmên îstibdadî ku hatin rûxandin û nikarîn xwe li ber pêlên şoreşa bigrin. Şoreşa eskerî, bêtir temenê rejîmê diriêj dike û hinceta dixe destê rejîmê ku xelkê bêtir bikûje û bajaran wêran bike.
- Bê ku mudaxaleyek navnetewî çêbe, li hemberî rejîma Baas serkevtin mimkune gelo?
-: Ku milletê Sûriyê hemû tevlî şoreşê bibe mimkune. Em dikarin bêjin heya niha %30-35 ji meseheta Sûriyê nebeşdarin di şoreşê de, Şam jî wek paytext, nav dilê Şamê bi vî şeklê han beşdarê şoreşê nebûne û rejîm li Şamê dirûxe ne li Humsê, ne li Dera û ne li Qamîşlo. Rûxandina rejîmê bêtir li Şamê dibe ne li van bajaran, ji ber ku Şam paytext e û dilê rejîmê ye.
- Van rojan di çapemenîya navnetewî de gengeşî û pêşnîyarên ji bo pêkanîna Hêrêmeke Parastî di bin sîwana hêzên navnetewî de zêdetir bûne. Di derbarê vê mijarê de hun çi difikrin?
- : Em û ez bi xwe şexsîyan hes nakim ku herêmên kurdî bibin herêmên emin ji bo opozîsyona Sûriyê, wextê herêmên kurda bibin herêmên amin wê demê mecburî wê Artêşa Azad û hemû opozîsyona Sûriyê bên li herêmên kurda bicî bin û ji wê derê dê şerê xwe bikin. Ev yek ne di mesleha kurd de ye. Lê ku hêzên navdewletî li ser pêkanîna herêmên emnî îtifaqek bikin ji bo penaberên li bajarê Heleb, Idlib û Dera herêmên emnî durist bikin ev yek tiştekî însanî ye, ji bo wan penabera û xelkê Sûriyê tiştekî baş e.
- Piştî têkçûna rejîma Baasê, hun dixwazin sîstemek çawa bête damezrandin û di nav vê sîstemê de wê statuya miletê kurd çi be?
-: Em dixwazin sîstemek demokratîk, parlemenî û teadûdî li Sûryê bête sazkirin ku têde hemû pêkhateyên li Sûryê bibin xwedî maf. Mesela Kurd jî di bin garantiya Qanûna Esasî de bête helkirin ku çi mafê her miletekî heye yê kurd jî ew be.
- Li Sûryeyê piştî têkçûna rejîma Baas û Beşar Esad, mimkune ku di navbera grubên etnîkî(qewmî), mezheb û dînên cûda de pevçûnên navxweyî peyda bin? Bi taybetî jî di navbera Alewî, Sûnnî, Dûrzî û Xrîstiyanan de?
- : Bi nêrîna min ev pevçûna peyda bûne û wê berdewam bin û piştî têkçûna rejîmê jî mimkune ku bi salan jî berdewam bike. Ji ber ku niha li Sûriyê, şer bûye şerê tayfî di navbera Sûnne û Elewîyan de.
- Heta îro kîjan daxwazên Encûmena Kurd ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Sûriyê ve hatine qebûlkirin?
- : Heta niha tevayî di navbera me û wan de heye li ser mafê kurd û Sûriyeya ayînde, lê guftûgoyên me berdewam in, divê ev muneqeşat û rûniştinên me berdewam bin. Ew niha wisa dibînin ku kurd milletek e û li ser xaka bav û kalê xwe dijîn, îtirafa destûrî bi mafê kurd be. Encûmena Erebî berîya nûha di dema damezrandinê de ev tiştên weha nedigotin.
- Ji aliyê armanc û hedefa sîyasî ve çi cûdayî di navbera ENKS û Encûmena Gel(PYD) de heye?
- : Encûmena Gel heta niha dawa mafê Îdareya Zatî dike ji bo milletê kurd. Em jî wek Encûmena Niştimanî Îdareya Zatî mafekî zaf basîd dibînin ji bo milletê kurd. Lê piştî ku me û wan îtifaqîya Hewlêrê îmze kir, lihevhatinek di navbera me de çêbû ku ew jî di rojên pêş de wekî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê dixwaze, ew jî dawa wê bikin.
-Wek encam, mesaja we çi ye?
-: Wek miletê kurd li Kurdistana Sûriyê em dixwazin beşdarîya me ya di şoreşê de berdewam be û mesaja me ya ji tevgera kurd re jî ew e ku ji Dêrikê bigre heta Efrînê guh bidin miletê kurd û xwepêşanderanê kurd û dawa mafê federalî bikin. Ji herdu encûmenan û Desteya Bilind re jî dibêjim gavekî zûtir bi a miletê kurd, xwepêşanderanê kurd û şoreşgeranê kurd bikin, şîarên xwe bikin yek, ku ew jî federalî ji bo Kurdistana Sûriyê be.
- Ji ber vê hevpeyvînê ji bo cenabê te gelek sipas dikim.
- : Ez jî sipas dikim û ser seran, ehlen we sehlen.
Hewlêr, 9/9/2012
Şirvove (0)
Hêj şîrove nînin. Şiroveya yekem tu bike.