Rejîma melayên Îranê ji bo temirandina şoreşê li kêleka rijêma Beas bi hemû şêweyan şerê gel û şoreşa Sûriyê dike
Kovara BÎR (Seîd Veroj): Ji kerema xwe ra hûn dikarin bi kurtayî behsa xwe û partiya xwe bikin?
Mehmûd Mihemed (Bavê Sabir): Di warê danasîna kesayetiya min de, ez Mehmûd ê Elîyê Mihemed, ji bajarê Qamişlo yê me, sala 1955an, li gundê Tilcemanê yê girêdayî bajarê Dêrikê hatime dinê. Ji destpêka xortaniya xwe ve, tevlî tevgera netewî ya Kurd li Sûriyê bûme. Li gora merc û derfetê, ji bona doza gelê me yê Kurd a dadmend û rewa, çi ji destê min hatiye, min kiriye. Encama kar, xebata û çalakiyên partiyê sala 2004an, bi sal û du mehan ez hatime zîndankirin. Endamê komîta rêzanî ya partiyê me.
Lê, di warê danasîna partiyê de, Partiya Yekîtîya Demokrat a Kurd li Sûriyê (YEKÎTÎ), piştî du piroseyên yekîtiyê di navbera 5 partiyên Kurdî de, bi vên û berxwedana hevalan, bi rêberî û serokatiya nemir Îsmaîl Umer, di sala 1993an de hatiye damezrandin. Sekreterê wê, birêz Mihyedîn Şêx Allî ye. Heval, dost û hogirên partiya me, li hemû deverên kurdî, bajarên Sûriyê yên mezin mîna Şam, Heleb û Reqayê hene, xwedî program, rêbaz û tûzik e, xwediya durişma: Xebat ji bo Azadî, aştî û wekheviyê ye. Weşaneke mehane bi navê El-Wihde(Yekîtî) bi zimanê erebî çap û belav dike, hejmara wê gihaye 230î. Di çarçewa guhdan, parastin û pêşvebirina zimanê kurdî de, belavoka dumahane ya bi navê Newroz diweşîne, hejmara wê gihaye 104an. Ji bilî lixwegirtina çapkirin û belavkirina du kovarên demsalî yên serbixwe, yeke kurdî bi navê PIRS e, hejmara wê gihaye 51an û yeka bi zimanê erebî û bi navê El-Hîwar e (Diyalog) ku hejmara wê gihaye 64an. Xwediya malperek Kurdî-Erebî ye: www.yek-dem.com. Bi şêweyên aştiyane û demokratîk xebata xwe birêve dibe, di hemî waran de, dijî terror, tûnd û tûjî û xwînrijandinê ye, nirxên mirovhezî, dadmendî û çareserkirina hemî pirs û dozan bi rêya diyalogê diparêze, bi çavên rêzlêgirtinê li dostanî û hevjiyana gel û olan temaşe dike.
- Gelo hun dikarin ji berê ve heta îro bi kurtayî behsa rewşa dîrokî, sîyasî û civakî ya kurdên li sûryeyê bikin?
: - Wekî hûn dizanin, li devera rojhilata navîn, gelê kurd ji gelên kevnar û xwedî dîrok e. Du caran welatê wî Kurdistan hatiye parçekirin. Cara pêşîn, piştî şerê Çaldêranê di navbera Imperatoriya Osmanî û Sefewî de sala 1514an, cara diwem jî piştî şerê cîhanê yê yekem li gora rêkeftina Saykis-Pîko. Bi vî hawî, bi vê neheqiya mezin, gelê kurd û welatê xwe Kurdistan di nav çar dewletan (Turkiye, Îran, Îraq û Sûriyê) de hatiye dabeşkirin.
Ji bilî kurd û ereban, kêmnetewene din jî mîna Asûr, Ermen, Turkmen û Çerkezan di çarçewa sînorê vî welatê nû de bûne hevpar. Bi biratî û dostanî jiyana xwe di welatê xwe yê hevbeş de domandine, li dijî dagîrkerên Firansayê bi hev re berevanî di ber rûmet û ala wî de kirine, xwîna xwe ji bo azadî û serfiraziya welatê xwe rijandine. Di qonaxa piştî rizgarbûna Sûriyê ji dagîrkerên Fransayê de, tu cudawaziya nijadî di navbera pêkhateyên Sûriyê de tune bû, kurdan posta serokomariyê û serokwezîriyê gelek caran bidest xistiye. Lê mixabin piştî yekîtiya di navbera Misir û Sûriyê de sala 1958an pêk hatiye, ramana nijadiya şoven dijî kêmnetewan geş bûye, nemaze piştî derbeya leşkerî ya sala 1963an ku partiya Beas a erebî li welêt kiriye desthilatdar, jiyana siyasî, civakî û aborî serûbinî hev bûye. Evê partiyê bi hizr û bîrên xwe yên nijadperest, ji bilî netewa erebî, hebûn û rola hemû pêkhateyên Sûriyê daye mandelê û bincil kiriye, piroje û pilanên pişaftina gelê kurd û winda kirina nasnameya wî ya netewî xistine pratîk û rojevê. Roja 5ê Çiriya Pêşîn a sala 1962an, berpirsên sergerm û şoven, serhijmareke sexte li devera Cizîrê di yek rojê de çêkirine, di encam de, nasnameya bêtir ji 100 hizar welatiyên kurd kişandine û ew di welatê xwe de ji hemî mafên hemwelatiyê bêpar mane. Paşê, di sala 1972an de, dest bi projeya Kembera Erebî kirine, xak û zeviyên kurdan bi kotekî ji wan sitandine û li erebên ku ji devera Reqayê û gundên dora Helebê anîbûn belav kirine. Çand, folklor û zimanê kurdî qedexe kirine. Bi kurtî, jiyan li serê gelê me teng û tarî kirine, di encam de, xizanî, nezanî û perîşaniyê jiyana wî kiriye dojeh..!!
- Derbarê çareserîya mesela kurd û dahatûya wan a li Sûryê de nêrînên we çi ne?
- : Li gora nerîn û biryarên kongreyên partiyê, em demokrasiyê ji bo Sûriyê bi tevayî û rêvebiriya xweser ji bo herêmên kurdî dixwazin. Emê hewil bidin mafên gelê kurd di makezagona Sûriyê de bicih bikin. Di nerîna me de, pêşeroj ji xwestekên gelê me re ye, ne ji çavsorî, sitemkarî û binpêkirina mafên gel û mirovan re ye. Lê mixabin, divê em ji bîr nekin ku cihê qels û sifîlan di civaka navnetewî de tune ye!!..Ango, berî her tiştî, divê em xurt û bi hêz bin, ta em em xurt û bi hêz bibin jî, divê em kurd yekrêz û yekdeng bin.
- Em dibînin ku di Kurdistana rojava de gelek partiyên sîyasî hene û piraniya wan jî, ji partiya sereke ya PDKS (Nûredîn ZAZA-1957) têne, ji aliyê daxwaz û nêrînên sîyasî ve jî nêzîkê hev in. Herweha îro piraniya van partiyan di bin sîwana ENKSê de jî gihîştine hev. Bi tevî ku van partîyan ji aliyê programa sîyasî ve nêzîkê hev in û îro jî karîne di bin sîwana ENKSê de berhev bibin, digel vê yekê çima ewqas partîyên cihê peyda bûne?
-: Rewşa tevgera me ya kurd a îroyîn ne saxlem e, pêwistiya wê bi çareseriyê heye. Bê dudilî mirov dikare bibêje hejmara partiyên me piraliya raman û baweriyan derbas kiriye. Nerîna me ew e, partiyên ku nerîn û hilwestên wan nêzîkî hev in, girînge di yek rêxistiê de cih bigrin, û yên xwedêgiravî ne weke hev diramin, bila xebata xwe di bin yek sîwanê de çarçov bikin. Li gora vê xwendin û baweriyê, me 5 partiyên kurd di du kongiran de kirin yek û me partiya YEKÎTÎ damezrandiye. Lê, çima ev qas partî peyda bûne, ew hewcedarê lêkolînên berfireh in, merc û hoyên parçebûna tevgera kurdî bi hûrbînî analîzê bikin.
- Hem di nava ENKSê de û hem jî bi Encûmena Gel (PYD) re çi problemên navxweyî yên rêxistinê kurd hene?
- : Eger em hemû ji bo yek armancê kar û xebatê bikin jî, wê cudahiya nerînan hebe, û divê hebe. Lê divê ew cudahiya nerînan di çarçova yekîtiyê de be. Ango, girînge em têbigihin ku neyeksana baweriyan destên me ji hev neqetîne û me weke tevger li hember gelên cîhanê sifîl û lawaz neke. Ev berpirsiyariyeke giran e, divê rêber û berpirsên me li gora wê bin, divê em hemû berjewendiyên partiyên xwe ji doz û pirsa gelê xwe re bikin qurban.
- Em dizanin ku di roja 11/07/2012 de li Hewlêrê di bin çavdêrîya Hikumeta Federal a Kurdistanê de peymanek(girêbestek) di navbera ENSK û Encûmena Gel(PYD) de hate îmzekirin û di wê peymanê de biryarên pir girîng hatin pejirandin. Lêbelê em dibînin û dibihîsin ku di pratîkê de pêdivîyên wê peymanê bi temamî nayin cîbicîkirin. Li gor dîtina we girîngîya peymana Hewlêrê çi ye, çiqas tête tetbîqkirin û aliyê vê Peymanê di rastiyê de xwe çiqas bi wê ve girêdayî dibînin?
- : Peymana Hewlêrê ya ku di bin çavdêriya serokê herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî de, di navbera herdû encûmenên kurdî de hate Îmzekirin, peymaneke dîrokî ye ji ber ku armanca wê ya sereke rêgirtina li pêş derketina şer û pevçûnan di navbera kurdan de û parastina hêminî û aramiya herêmên kurd e. Bêgoman e, bandora îmzekirina wê rêkeftinê li ser rewşa gelê me yê kurd berbiçav e. Lê mixabin, derengketina bicihanîna hin xalên wê, cîgehê nerazîbûna xelkê me yên kurd e. Careke din dibêjim, rêkeftina Hewlêrê destkeftineke kurdî ya pîroz e, nîşana hevgirtina gelê me ye, bicihanîna xal û bendên wê, çêkririna komîteyên wê yên hevbeş, berjewendiyên gelê me diparêze, divê em hemî wê biparêzin.
- Li ser rewşa heyî û rizgarbûna hinek bajar û bajarokên Kurdistana rojava gelek tişt têne gotin. Di rastiya xwe de rewşa van deveran çi ye? Li wan deveran rêvebirî çawa hate bidestxistin, rêvebirina van bajar û bajarokan bi çi awayê dibe?
- : Ji ber sedemine taybet, rijîmê karmend û navendên xwe yên ewlehiyê ji hin bajar û bajarokên herêmên kurd bê şer, pevçûn û xwînrijandin vekişandin, îro li şûna wan, kurd îdara xwe bi rêve dibin. Dibe ku ev yek ji Tirkiyê re nameke vekirî be da ku jê re bibêje: Binêre, alîkariya te bi rikberiya Sûriyê re, ji kurdan re derfeteke bo avakirina Kurdistanê, îro li vir e, sibe li cem te ye jî!. Çi dibe bila bibe, divê em weke tevger pilan, dek û dolabên wan nas bikin û li gora wê em bi hev re tevbigerin.
- Ez bi hinek mirovên ku ji ber zixtên PYDê û çekdarên wê, ji rojavayê Kurdistanê revyana hatine aliyê Qiziltepe û Nisêbînê bi wan re peyivîm, ji kiryarên PYDê û alîgirên wê gelek aciz bûn. PYD, li Kurdistana Sûryê, bi taybetî jî li hemberê rêxistin û kurdên li dervayê xwe polîtîkayek çawa dimeşîne?
-: Her partiyeke Kurd, di ber sîyaset û helwestên xwe de hember gel û dîrokê berpirsiyar e. Eve ji hêlekê. Ji hêla din ve, divê em li herdu formên piyalê, ya tije û ya vala temaşe bikin. Piştî îmzekirina rêkeftinê û avakirina komîteyên hevbeş li herêmên kurdan, ev astengî û şaşîtî kêm bûne, lê girînge ev komîte çalakî û xebata xwe weke yek laşî birêve bibin da ku rê li pêşiya van zêdegaviyan bête birîn.
- Dema ku em rewş û tecrubeya Kurdistana Îranê ya 1979an bînin bîra xwe, hun derbarê têkilîya opozîsyona kurd û ereb de çi difikrin? Û têkilîyên navbera ENKS-Encumena Gel û ENS, di kîjan astê de ne?
- : Bi rastî, dîroka tevgera netewiya kurd li her çar parçeyên welêt di vî warî de dewlemend û zengîn e, çimku li van welatan, piştî soz û peymanan û îmzekirina girêbestan bi hêzên rikber re, dema ku ew destelatê zeft dikin, hemû soz û peymanên xwe dixun û poşman dibin, rêz û rûmeta îmzeyên xwe naparêzin. Em weke kurdên Sûriyê, daxwaza mafên gelê xwe yê kurd û çareserkirina pirsa wî li gora prensîp û belgeyên navnetewî di bin çavdêriya Komkara Erebî û Yekîtiya Netewan de dikin. Kurd, beşek ji şoreşa Sûriyê ya aştiyane ye, xwedî helwest, nerîn û program e. Hê jî em hewil didin ku hemû opozisyona Sûriyê, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî di nav de, em bi hev re bereyeke fireh ava bikin û di vî warî de em bi hemû aliyan re têkildar in.
- Piştî pêkhatina Peymana Hewlêrê, Encûmena Gel yan jî PYD xwe ji Komîteya Kordînasyonê hilkişand yan peyman û têkilîyên wan berdewam dikin?
-: Li gora peymana Hewlêrê, gereke biraderên me yên PYD xwe ji wê saziyê bikşînin. Beriya demekê, kongirekî wê saziyê li Şamê hate lidarxistin, ti beşdarî û çalakiyên wan tê de diyar nebûn. Bi her hawî, divê em hemî rêzê ji peymanê re bigrin, yekîtiya gelê xwe di vê qonaxa hestiyar de biparêzin.
- Hinek partî û aliyên sîyasî dibêjin PYD hevkarîya rejîma Baas dike û bi rêdan û piştgirîya wan zixt û hukm li ser partî û grubên din dike. Gelo ev yek raste?
-: Rêz û hurmet ji hemû nêrînan re, lê em naxwazin ev renge gotin û peyv di medya û çapemeniyê de bêne belavkirin, ji ber ku ti belge di destên me de tune ne ku vê yekê teqez bikin. Di vî karê hevbeş de em ne partiyek bi serê xwe ne, em gelek partî ne, wekî em gelek partî ne, em xwedî gelek nerîn in jî. Divê em di karê hevbeş de fêrî rêzgirtina hemî nerînan bibin û bi rêya diyalogê probleman çareser bikin. Ji bo parastina yekrêziya Kurdan û ji bo kurdewariyê, divê em vê derfetê ji destê gelê xwe bernedin, careke din em bi ser û guhên hev nekevin, xwîna hev nerijînin!!. Ev yeka, xêza sor e. Di civat û rûniştinên xwe de, bi biratî, mêranî û zarzimanekî dostane em rexneyan li karê hev bigrin da ku kêmanî û şaşîtî dubare nebin.
- Kurdekî dîasporayê Abdulbasît Seyda, wek serokê Encumena Niştimanî ya Sûryê hate hilbijartin, hun vê yekê çawa dinirxînin û wê çi tesîra Seyda li ser têkilîya herdu alîyan hebe? .
- : Hilbijartina birêz E. Seyda ji bo serokatiya ENSê gaveke baş e û cîgehê şanaziya me ye. Lê wekî camêr bi xwe jî gotiye, ew nûnertiya tevgera kurd li Sûriyê nake. Hêvî û omîda me ewe ku birêz E. Seyda rola xwe ya netewî û niştimanî ya Sûrî bistîne, dadmendiya pirsa kurd û girîngiya çareserkirina wê ji hevalên xwe re şirove bike, ji bo bicîkirina mafên wî di makezagonê de alîkar be, ji ber ku ew yek ji lawên gelê kurd e, bi hemî sitem û zordarî û malwêraniya bi serê kurdan hatiye, agedar e û wan weke me hemiyan dinase.
- Hun polîtîka Turkiye ya derbarê Sûrye û kurdên li Sûryê çawa dinirxînin?
-: Ji bo pirsa Kurdên bakurê Kurdistanê û bandora avakirina rêvebireke xweser li herêmên kurdî yên Sûriyê li rewş û morala wan, dewleta Tirkiyê naxwaze ew pêngav bête avêtin û bi dijwarî şerê wê dike. Gereke dewlet û hikûmeta Erdoxan pirsa kurdî di welatê xwe de bi rêya diyalogê li ser bingeha wekheviyê çareser bike, vê birîna kûr a Tikiyê û Kurdistanê derman bike, çimku proseyên leşkerî, girtin û kuştin tucarî ji dozên gelan re nebûne çareserî.
- Hun polîtîka Rusya ya derbarê Sûryê û kurdên li Sûryê çawa dinirxînin?
- : Dewletên mezin ên xwedî rol û bandor bi gelemperî, bi sîyasetê, berjewendiyên xwe diparêzin. Weke mînak, Rûsya du caran gelê Kurd ji berjewendiyên xwe re kiriye qurban, cara pêşîn, rûxandina Komara Mehabadê li rojhilatê Kurdistanê piştî rêkeftinekê bi îngilîzan re, cara duwem jî, beşdarbûna wê di têkbirina peymana Sêvrê û guherandina wê bi peymana Lozanê ku bû sedema bêparkirina kurdan ji dewleta xwe ya serbixwe. Lê, helwesta Rûsya ji şoreşa Sûriyê û piştgirya wê ya bêsînor ji rijêma Beşar Al-Asesd re, dîsa vedigere berjewendiyên wê yên aborî û stratecîk bi Sûrî û Îranê re. Gelê Sûriyê, Rûsya, Îran û Çînê weke hevparê rijîmê dibîne, di siha vê piştgiryê de, her roj bi hovîtî xwîna gel tê rijandin, gund û bajarên wî têne şewitandin û herifandin û aboriya wî tê talankirin…!!
- Hun polîtîka Îranê ya derbarê Sûryê û kurdên li Sûryê çawa dinirxînin?
- : Rejîma melayên Îranê li kêleka rijêma Beas bi hemû şêweyan şerê gel û şoreşa Sûriyê dike, ne bi dizî, lê aşkere ew dibêjin ev şer, şerê me ye. Milyarê dolaran ji rijêma Sûriyê re dişîne, bi sedan kadir û zanyarên leşkerî (Pasdar…û hwd) ji bo temirandina şoreşê jê re bi rê dike, berjewendiyên Rûsya û Çînê di warê bazirganî û petrolê de li welatê xwe bicih dike... Bi kurtî, ew vê şoreşê wekî şoreşeke dijî rijêma xwe dinase û li gora wê tevdigere.
- Hun li gor rewşa îroyîn, geşepêdanên li Sûryeyê çawa dinirxînin? Bi xwepêşandan û şerê Artêşa Azad têkbirina rejîma Baas mimkune gelo?
- : Aşkere xuya ye ku pirsa Sûriyê îro bûye pirseke herêmî û navnetewî. Şerê dewletan li ser xaka welatê me Sûriyê dibe, xwîna gel diherike û welatê wî talan dibe. Rejêma Sûriyê nema bi kêrî berdewamiyê tê, rûyê wî gemar bûye, destên wî bi xwîna gel sor bûne, ti goman di çûna wî de tune ye, ewê ne bi çek û çalakiyên artêşa azad birûxe, lê ewê bi rêkeftineke navnetewî biherife. Eger rewş wisa biçe, ne şoreş dikare rejêmê birûxîne û ne rejêm dikare agirê vê şoreşê bitemirîne, vêca metirsiyên derbasbûn û belavbûna vê kirîzê hin welatên herêmê belû dibin, ev yek aştiya deverê û ya cîhanê dihejîne. Ji bo çareseriya vê doza aloz û xwîndar, divê hemû alî bi pirojeya birêz El-exder Ibrahîmî re alîkar bin.
- Ji daxuyaniyên Artêşa azad û hinek aliyên din ên sîyasî dîyar dibe ku dixwazin herêma Kurdistana Rojava jî bikşînin nav qada şerê germ. Li hemberê vê yekê fikira we çiye û ku tiştekî wisa biqewime dê helwesta we çi be?
- : Ji destpêkê ta niha nerîna me ew e ku xurtbûna şoreşê di aştiya wê de ye. Şoreşa Sûriyê bêtirî sal û 7 mehan bi şêweyên aştîxwaz berdewam kiriye, lê mixabin civaka navnetewî doza wî piştguh kir û lê nebû xwedî. Şoreşger neçar bûn berevaniyê di ber xwe û gelê xwe de bikin. Tevlî têwerdanên hin aliyên xêrnexwaz, tevgera siyasî ya kurd li Sûriyê bi dirêjiya sal û 7 mehan karîbû herêmên xwe ji tevlihevî û kuştinê biparêze. Aramiya herêmên kurd ji şoreşa Sûriyê re kar û fêde ye, îro bi dehê hizaran malbatên ereban li deverên me bi cî bûne, kurd wan hembêz dikin û rûmeta wan diparêzin.
- Dema em bi awayek giştî li opozîsyona erebî ya Sûryê binêrin ji alîkî ve bi giranîya Êxwan, Encûmena Niştimanî ya Sûryê heye, ji aliyê din ve Komîteya Koordînasyon a Guhartina Demokratîk a Neteweyî û di seha şer û pevçûnan de jî Artêşa Azad heye. Li gor vê dîmenê, opozîsyona erebî digel hev û bi opozîsyona kurda re çiqas di nav ahengê de ye û li gor vê rewşê bê ku mudaxaleyek navnetewî çêbe, li hemberî rejîma Baas serkevtin mimkune gelo?
- : Bêgoman, rikberiya Sûriyê îro ne li ser hev e, bela-wela ye, bandora vê yekê li ser bawerî û alîkariya civaka navnetewî bi şoreşê re heye. Berî niha min got, dîsa dibêjim, bi hêza leşkerî ya artêşa azad di siha piştgiriya Rûs û Îranê de, rijêm hilnaweşe, lê bi yekrêziya aliyên rikberê, baweriya dewletan bi opozisyonê xurt dibe, rêkeftina navnetewî ji bo çareseriya vê dozê nêzîk dibe. Ji bo pêkanîna vê armanca pîroz, Desteya Bilind a Kurd kar û xebatê dike.
- Van rojan di çapemenîya navnetewî de gengeşî û pêşnîyarên ji bo pêkanîna Herêmeke Parastî di bin sîwana hêzên navnetewî de zêdetir bûne. Di derbarê vê mijarê de hun çi difikrin?
-: Ji ber gelek sedeman, pêkanîna herêmine parastî di bin sîwana hêzên navnetewî de dûr e, ji ber ku ev hewcedarê biryarekê ji Encûmena Ewlehiyê ye, ji biryarek wilo jî, vetoya Rûs û Çînê amade ye.
- Piştî têkçûna rejîma Baasê, hun dixwazin sîstemek çawa bête damezrandin û di nav vê sîstemê de wê statuya miletê kurd çi be?
- : Ji bo rûxandina rejêma Beas û herifandina bingehên wê yên siyasî, ramyarî û civakî em kar û xebatê dikin. Em dixwazin li şûna vê rejêma totalîter a tekpartî û diktator rejêmeke nû ava bikin, dewleteke demokrat, mafên mirov û gelan, mafê nerîn û derbirînê tê de parastî be, pirsa kurdî di çarçewa yekîtiya welêt de li ser bingehê mafê çarenûsî li gora belge û peymanên navnetewî bê çareserkirin, rêz li mafê hemî kêmneteweyên millî û olî bê girtin, dewleteke wisa be ku tu mirov xwe tê de bindest û bê maf nebîne, her kes azad û serfiraz be.
- Li Sûryeyê piştî têkçûna rejîma Baas û Beşar Esad, mimkune ku di navbera grubên etnîkî(qewmî), mezheb û dînên cûda de pevçûnên navxweyî peyda bin? Bi taybetî jî di navbera Alewî, Sûnnî, Dûrzî û Xrîstiyanan de?
-: Rejêma Sûriyê ji bo vê yekê şev û roj dixebite da ku kêmneteweyên millî û mezhebî yên welêt ji hev bitirsin û li dijî wê nekevin qada xebatê. Di baweriya min de, piştî rûxandina rejêmê tu şerê navxweyî çênabe, ji ber ku bi dehê salane hemû pêkhateyên Sûriyê mîna bira bi hev re dijîn. Eger li vê dawiyê hin nexweşî peyda bûbin jî, ew bi destê vê rejêmê hatine peydakirin.
- Em wisa dizanin ku Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûryê, ji panzde grub û rêxistinên cûda pêk hatiye. ENKS bi çi awayê rêxistina bûye, armanc û hedefa wê sîyasî çiye? Û heta vê gavê kîjan daxwazên wan ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Sûryê ve hatine qebûlkirin?
- : Belê, ENKS ji 16 partî û gelek hevrêzên xort û rewşenbîran, girûpên jinan û kesayetiyên serbixwe roja 26.10.2011an di kongirekî niştimanî de hatiye avakirin. Armanca wê, bicîkirina mafên gelê kurd di Sûriya nû de, û avakirina welatekî demokrat, azad, piralî û ne navendî ye, û pejirandina mafên çarenûsî di çarçewa yekîtiya welêt de li gora belge û peymanên navnetewî. Lê mixabin, ta niha, ENS ev mafên siruştî yên kurdan ne pejirandine û xwe ji ber dide alî, nerîna wan di vî warî de kurt û kêm e. Lê, hê jî em bi wan re têkildar in û hevdîtinên me berdewam in.
- Ji aliyê armanc û hedefa sîyasî ve çi cûdayî di navbera ENKS û Encûmena Gel (PYD) de heye?
- : Mîna me berî niha diyar kir, armanca ENKS mafê çarenûsî di çarçewa yekîtiya welêt de li gora belge û peymanên navnetewî ye. Armanca û xwesteka PYD birêvebirina xweser (Îdara Zatî) ye. Ji bo yekirina xwestekên kurdan, komîteke hevbeş hatiye destnîşankirin da ku bi firehî vê pirsê şirove û zelal bike.
- Em ji bo cenabê we gelek sipas dikin, ji ber ku we dema xwe veqetand ji bo vê hevpeyvînê.
- : Em jî gelek sipas dikin ji bona dana vê derfetê.
05.09.2012
Şirvove (0)
Hêj şîrove nînin. Şiroveya yekem tu bike.