Divê miletê kurd bi mafê xwe yê neteweyî li Sûriyê wek şirîkê serekî yê diduwan bête çesibandin di destûrek nûh de û herweha mafê kêmneteweyên wek kild, aşûr, ermen, turkman û miletên din jî bêne parastin

 

Kovara BÎR (Seîd Veroj): Ji kerema xwe ra hun dikarin bi kurtayî behsa xwe û partiya xwe bikin?

Behcet BEeşîr RESUL: Ez nûnerê Partiya Demokrata Kurd Li Sûriyê (El Partî) me, li Başûrê Kurdistanê. Partîya me yekemîn partî ye ku li Sûriyê hatiye damezirandin. Wê çaxê bi navê Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê, di hezîrana 1957an de hate damezirandin. Ji ber gelek sedeman di nav hemû partiyên din de parçebûn çêbû û di nav partiya me de jî sala 1998ê parçebûn çêbû û ji El Partî veqetyan. Bes em herdu beşên partî bi yek navî man û eleqa me jî wek eleqeyek birayane ma û niha em herdu beş jî di ENKSê de bi birayane kar dikin. Serokê partiya me Nesredîn Îbrahîm e û ew heman demî endamê Desteya Bilind a kurdên rojavayê Kurdistanê ye.  Hêvîya me jî ew e, belkî wek projeyek em cardin bibin yek.

- Gelo hun dikarin ji berê ve heta îro bi kurtayî behsa rewşa dîrokî, sîyasî û civakî ya kurdên li sûryeyê bikin?

: - Milletê kurd li rojavayê Kurdistanê bi wezhê xwe yê civakî heta hedekî ji parçeyên dî pêşketîtir bû; ji aliyê xwendin û hişyarbûnê ve pêşketî bûn, meseleyên eşîrî li wê derê kêm bûn. Di warê rewşenbîrî de jî, ciyê şanazîyê bû ku yekem kovara kurd ya bi navê Hawar li wê derê hate çapkirin. Salên 1930î çend kovarên di pey de hatin jî li wê derê hatin çapkirin. Yanî di destpêkê de tevgerek edebî û çandî ya baş hebû, komeke şaîr, edîb û nûserên bi navûdeng derketin. Hinekî ji bakur jî hatin aliyê me de wekî mala Bedirxaniyan; Mîr Celadet û Kamiran Bedir Xan, ewên din jî wek Osman Sebrî, Cîgerxwîn, Tîrêj û Keleş û kesên dî derketin, ku rola wan a wêjeyî û edebî tesîr li parçeyên din jî kir. Lê mixabin piştî hatina rejîma Beas, pêlek şovenîya erebî destpêkir û gelek destkevtî û çalakiyên kurdan hatin qedexekirin: xebata çapemenî, çandî û edebî hate qedexekirin. Bi tevî vê pêla şovenî, me li malan bi rengekî veşartî xelkê xwe û zarokên xwe hînê tîpên latînî kirin û bi zimanê kurdî perwerde kirin. Ev di warên rewşenbîrî de. Di warê sîyasî de jî, bi tevî ku Kurdistana Sûriyê parçeyek piçûk e jî, ji ber ev şertên me gotî, yekem rêxistina sîyasî yanî partîya Sîyasî, yanî Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, berîya bakurê Kurdistanê çêbû. Piştî desthilatdariya Beasîyan, hemû hikumetên ku yek li dûv yekî hatine, hemûyan jî înkara mafê me kirîye, me jî berxwedan û xebata xwe kirîye li gor îmkanatên xwe. 

-  Derbarê çareserîya mesela kurd û dahatûya wan a li Sûryê de nêrînên partîya we çi ne?

- : Em dixwazin Sûriyeke nemerkezî ya sîyasî çêbe; sîstemek demokrat a elmanî bête avakirin; miletê kurd şirîkê rasteqîn ê Sûriyê ye û li Sûriyê li gel ereban milletê serekî yê duwemîn e; divê îtiraf bi mafê milletê kurd di çarçeveya welatê Sûriyê de bête kirin, yanî bi rengeke din divê mafê milletê kurd di destûra nû de bête tespîtkirin li gor wesaîqê navdewletî; li Sûriyê eqilyat jî hene divê hemû mafê wan jî bête qebûlkirin. 

- Em dibînin ku di Kurdistana rojava de gelek partiyên sîyasî hene û piraniya wan jî, ji partiya sereke ya PDKS (Nûredîn ZAZA-1957) têne, ji aliyê daxwaz û nêrînên sîyasî ve jî nêzîkê hev in. Herweha îro piraniya van partiyan di bin sîwana ENKSê de jî gihîştine hev. Bi tevî ku van partîyan ji aliyê programa sîyasî ve nêzîkê hev in û îro jî karîne di bin sîwana ENKSê de berhev bibin, digel vê yekê çima ewqas partîyên cihê peyda bûne?

- :  Ji ber gelek sedeman: yek jê, rejîmek şovenî û emnî li welatê me desthelatdar bû û tedaxulê nav rêxistinên me dikir ku parçe bike; ya dido, beriya niha rolekî partiyên biraderê me yên kurdistanî yanî hem yên bakur û hem jî yên başûr di parçekirina me de hebû; ya sisê jî, nebûna demokratîyê di nav jîyana me ya partîtîyê de, çinku em jî perwerde bûna di nav rejîmek nedemokrat de. Bi parçekirina rêxistinê kurd, dixwestin me her yekî neqlê partiyên xwe bikin.  

- Hem di nava ENKSê de û hem jî bi Encûmena Gel (PYD) re çi problemên navxweyî yên rêxistinê kurd hene?

- : Problem, di cîbecîkirina hinek xalên peymana me de hene ji aliyê biraderên me yên dî, yanî Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê ve. Berê niha ji alîyê rêvebirina hinek dezgeyên xedematî yên ku hikumetê dest jê qera bû û ketibû destê wan, hinek sêtareyên emnî jî di destê wan de bûn. Piştî Peymana Hewlêrê, yek ji xalên Peymanê ew bû ku hemû tişt hevbeş bin di navbera me û wan de. Lê mixabin tiştên piçûk alîkî, piştî ku hêzên rejîmê ji hinek ciyan vekişiyan, dezgehên ketina ber destê wan rêvebirina wan dezgehan tenê di destê wan de ye, tiştên serekî û meseleyên xizmetkirinê li gor peymanê nehatin bicîkirin, tenê man di destê wan de; dabeşkirina xaz û mazot e, dan û zad e, tiştên emnî ye, vana giş tenê man di destê wan de. Yanî peymana Hewlêrê di piratîkê de nehatiye cîbicîkirin, gazinda me ji wan biraderan ew e.

- Li ser rewşa heyî û rizgarbûna hinek bajar û bajarokên Kurdistana rojava gelek tişt têne gotin. Di rastiya xwe de rewşa van deveran çi ye? Li wan deveran rêvebirî çawa hate bidestxistin, rêvebirina van bajar û bajarokan bi çi awayê dibe?

- : Belê, piştî teqandina Şamê, ya ku çendek serokên leşkerî, emnî, sîyasî û îdarî yê rejîmê jî têde hatin kuştin, tesîra wê bûyerê li ser vê rewşê gelek hebû, dever û rêvebirên ew bajarên dûrê Şamê di nav hikumetê de zeyîf bû, gelek tirsyan, hinek serbaz ji rejîmê veqetiyan û tevî şoreşê bûn. Hikumet jî zeyîf bû, valayîyek hukmî, îdarî û emnî kete hinek dever û bajarên kurdan; wek Dêrik, Amudê, Kobanî û Efrînê. Biraderên me yên PYD û Encûmena Gel, hîn zûtir û belkî qeneatekî wan ê wisa jî hebû, berîya me zû çûn dest danîn ser wan dezgeh û cihan. 

- Bi zorê dest danîn ser wan dezgeh û cihan yan lihevkirin?

- :  Na, na. Hikumeta Sûriyê bi xwe jê vekişyan, bi zorê û rizgarkirin nebû. Eger di navbera wan û hikumetê de tiştekî çêbûbe, nizanim. Tiştê em dizanin hikumet bi xwe jê vekişyaye. Bes di hinek ciyan de hinek partîyên me yên encûmenê jî têde cih girtine, lê gelek kêm. Ev dezgeh dezgehên wekî mahkeme, avayîya çandinîyê, sentera rewşenbîriyê… û hwd. Yanî evan çend bajaran hikumet wek leşkerî, emin û îstixbarat li ciyê xwe de ye, bes dest ji avayiyên dî vekişandîye.

- Ez bi hinek mirovên ku ji ber zixtên PYDê û çekdarên wê, ji rojavayê Kurdistanê revyana hatine aliyê Qiziltepe û Nisêbînê bi wan re peyivîm, ji kiryarên PYDê û alîgirên wê gelek aciz bûn. PYD, li Kurdistana Sûriyê, bi taybetî jî li hemberê rêxistin û kurdên li dervayê xwe polîtîkayek çawa dimeşîne?

-: Bi rastî biraderên Encûmena Gel û PYD ne wek partiyên me ne. Ew bi fehmeka dî hatine damezirandin, li cem wan têkilî û tehamulkirina bi partiyên dî re û qebûlkirina yekûdu nebûye. Piştî vê şoreşa Sûriyê, ew jî mecbûr bûn û em jî mecbûr bûn ku em bi hev re têkilî, danûsendin û karê hevbeş bikin. Lê ew ruh li cem wan zeyîf e, li cem wan ji xeynî xwe bawerî bi yên din tune ye. Ya girîng jî, li hemberê rejîma Sûriyê û hemberê şoreşa Sûriyê mewqif û helwesta wan ne zelal bû. Lê dema dawiyê hinek baş e, guhartinekî çêbû, ew jî hêdî bawerin şoreşek azadî heye li Sûriyê û ew jî bawerin ev rejîm wê birûxe. Ji salekî zêdetir e ku têkilîya me jî bi hev re heye, guhartinek heye, hêdî hêdî baştir dibe.

- Dema ku em rewş û tecrubeya Kurdistana Îranê ya 1979an bînin bîra xwe, hun derbarê têkilîya opozîsyona kurd û ereb de çi difikrin? Û têkilîyên navbera ENKS-Encumena Gel û ENS, di kîjan astê de ne?  

- : Opozîsyona Sûriyê şirîkê me yê paşerojê ne. Belkî îro helwesta wan a derbarê doza milletê kurd de xerab e, bes dawîyê em mecburê hev in û şirîkê hev in. Ew her înkara me bikin jî, em mecburin bi wan re mihawele bikin, ew derîyê giftûgo û danûsendina bi wan re vekirîye û beredewamî jî heye. Em dixwazin wek du heyetan bi hevdu re alîkar bin, lê em nabin endamê Encûmena Niştimanî ya Sûriyê, bes em dixwazin îtiraf bi mafê me bikin û ya duwê jî, îtifaqek bête îmzekirin di navbera herdu encûmenan de. Berê heftêyekî komîteyek li ser navê herdû aliyên kurdî û ENSyê bi navê komîteya danûsendinê hatiye damezrandin, heta ku lihevhatinek çêbe.

-  Piştî pêkhatina Peymana Hewlêrê, berîya vê peymanê Encûmena Gel yan jî PYD din av refên Komîteya Kordînasyonê (Heyet Tensîq) de cî digirt, yek ji bendên peymanê ew bû ku ev cûre peyman bêne betalgirin. Gelo PYDê xwe ji Komîteya Kordînasyonê hilkişand yan peyman û têkilîyên wan berdewam dikin?

- : Wek encûmena kurdî, berê têkiliya me jî bi hinek rêxistinên wisa û grubên cûda yên opozîsyona Sûriyê re hebû, lê piştî ku Encûmena Niştimanîya Kurd hate damezrandin, diviya hemû grubên di nav encûmenê de jê vekişin, encûmena kurdî gur bikin, bi hêz û qewet bikin. Piştî îmzekirina Peymana Hewlêrê diviya ew biraderên me jî(Encûmena Gel û PYD), di nav dema dîyarkirî de têkiliyên xwe yên bi wan re qut bikin, lê hîn jî têkiliyên wan berdewam in.   

- Hinek partî û aliyên sîyasî dibêjin PYD hevkarîya rejîma Baas dike û bi rêdan û piştgirîya wan zixt û hukm li ser partî û grubên din dike. Gelo ev yek raste?

- Têkiliyên wan ji zû de bi rejîmê re hebûn û helwesta wan a li ser şoreşa Sûriyê jî nezelal bû, ji ber vê, berê nûha rexneyên me bêhtir û dijwartir ji wan hebûn, piştî nêzîkbûna me herdu alîyan, helwesta wan baştir e. Belkî hê jî hinek tesrufatê wan ên nebaş hene û em pê ne razîne, bes ji berê baştir e.

- Hun polîtîka Turkiye ya derbarê Sûrye û kurdên li Sûryê çawa dinirxînin?

-: Wek dewletek cîran bi giştî helwestek baş ji bo Şoreşa Sûriyê nîşan da û meqbûl bû, bes ji bo miletê kurd li Sûriyê helwestekî nebaş bû û polîtîka wê ne bi dilê me ye; rolek wê ya xerab çêbû li ser Encûmena Niştimanî ya Sûriyê, ku îtiraf bi hebûn û mafê melletê kurd li rojavayê Kurdistanê, li Kurdistana Sûriyê neke.

- Hun polîtîka Rusya ya derbarê Sûryê û kurdên li Sûryê çawa dinirxînin?

-: Rusya ji berê de jî polîtîkayek li gor berjewendîyên xwe dimeşîne û ew jî mayin û berdewamîya rejîmê ye, di Rojhelatanavîn de ev rîjîma Beas jî kelha wê ya dawî ye, ji ber vê yekê jî pir zêde parastina rejîmê dike.

- Hun polîtîka Îranê ya derbarê Sûryê û kurdên li Sûryê çawa dinirxînin?

- : Îran jî bêhtirê rejîma Sûriyê parastinê di ber xwe da dike, di Rojhelatanavîn de bi têkçûna rejîma Sûriyê pişta Îranê dişike. Îran bi ron û aşkere; çi di warê maddî, leşkerî, dîplomasî, çapemenî û lojîstîk de be û çi di warê din de be, parastina di ber xwe û berjewendiyên xwe de dike û herweha em dikarin bêjin ev berjewendî wek berjewendiyên taîfa Şiî jî tête parastin.

- Li gor rewşa îroyîn, hun geşepêdanên li Sûryeyê çawa dinirxînin? Bi xwepêşandan û şerê Artêşa Azad têkbirina rejîma Baas mimkune gelo?

-: Şoreşa Sûriyê bi rengekê aştiyane dest pêkir û bes niha ketiye bi rengekî dî de, bes şoreşa Sûriyê tenê li herêma Kurdistanê ev rengê xwe yê aştiyane parastiye, mixabin li herêmên ereban di navbera hêzên Artêşa Azad û rejîmê de şerek çekdarî heye û rejîm jî biqewet e. Leşkerên azad bi çekên xwe yên sivik wê nikaribin rejîmê birûxin.

- Bi xwepêşandanên aştiyane yên kurd û şerê Leşkerên Azad têkbirina rejîmê mimkune gelo?

- : Heger mimkun be jî, wê gelek dem bixwe û gelek qurbanî jê re here.

- Ji daxuyaniyên Artêşa azad û hinek aliyên din ên sîyasî dîyar dibe ku dixwazin herêma Kurdistana Rojava jî bikşînin nav qada şerê germ. Li hemberê vê yekê fikira we çiye û ku tiştekî wisa biqewime dê helwesta we çi be? 

-: Wekî ku me li jorê jî gotî, li tevî welatê Sûriyê de şoreşa bi aşitîyane nemaye, tenê li deverên kurdî me ev aşitî parastiye, wek kurd îmkaniya bergirîya li xwe jî heye, berê jî me parastiye. Ji ber vê yekê ciyê biraderanê Artêşa Azad li nav deverên kurdî de nîne, şuxulê wan jî nîne. Eger were xwestin, ku em deverên xwe biparêzin, me berê parastiye û nehiştiye xun birijê, dîsa jî em dikarin li gor rewşa xwe, xwe biparêzin, wek milletê kurd ew îmkanên me hene.     

- Dema em bi awayek giştî li opozîsyona erebî ya Sûryê binêrin ji alîkî ve bi giranîya Êxwan, Encûmena Niştimanî ya Sûryê heye, ji aliyê din ve Komîteya Koordînasyon a Guhartina Demokratîk a Neteweyî û di seha şer û pevçûnan de jî Artêşa Azad heye. Li gor vê dîmenê, opozîsyona erebî digel hev û bi opozîsyona kurda re çiqas di nav ahengê de ye û li gor vê rewşê bê ku mudaxaleyek navnetewî çêbe, li hemberî rejîma Baas serkevtin mimkune gelo?

- : Wek min gotî mimkun e, bes wê demekî dirê bajo, ev yek. Ya dî jî, qurbaniyên tesnîqyatê gelek hene, bi hezaran in. Eger zixtekî navdewletî nebe gelek zahmet e. 

- Van rojan di çapemenîya navnetewî de gengeşî û pêşnîyarên ji bo pêkanîna Hêrêmeke Parastî di bin sîwana hêzên navnetewî de zêdetir bûne. Di derbarê vê mijarê de hun çi difikrin?

- : Ji bo ku xelk ji êrîşên çekên giran û balafirên rejîmê bêne parastin, çêbûna mintiqeyek parsatî (di bin hîmayê de) ji bo xelkê wê tiştek baş be. Eger ku ev kar bi alîkarîya komelgeya navdetewî be û ne dewletek tenê be, wê fişarekî bêtir bîne ser rejîmê, ji me ra ew lazim e. Wek nimûne tenê Turkiye pê rabe wê baş nebe, yan jî eger Urdun jî tenê be dîsa wê baş nebe. Lê wek biryareka Neteweyên Yekgirî be, wê tiştekî baş be. Bes pêkanîna mintiqeyek parastî wek ya Başûrê Kurdistanê, ji me ra bêtir fişare li ser rejîmê ye. Ew pêwîst e, ne tedexulek eskerî.

- Piştî têkçûna rejîma Baasê, hun dixwazin sîstemek çawa bête damezrandin û di nav vê sîstemê de wê statuya miletê kurd çi be?

- : Wek min di destpêkê de jî got, em dixwazin Sûriyeka demokratî, firehîzbî, firenetewî, elmanî û nemerkezî(lamerkezî) çêbe. Di wê de, miletê kurd jî bi mafê xwe yê neteweyî li Sûriyê wek şirîkê serekî yê diduwan bête çesibandin di destûrek nûh de û herweha mafê kêmneteweyên wek biraderên me yên kild, aşûr, ermen, turkman û ew miletên din jî bêne parastin.

- Li Sûryeyê piştî têkçûna rejîma Beas û Beşar Esad, mimkune ku di navbera grubên etnîkî(qewmî), mezheb û dînên cûda de pevçûnên navxweyî peyda bin? Bi taybetî jî di navbera Alewî, Sûnnî, Dûrzî û Xrîstiyanan de?

-: Mixabin niha dest pê kirîye, di mabeyna Sunne û Elewîyan de ji nûha de dest pê kirîye. Ji şerê Azadî ve bû şerekî tayfî. Grubên din jî wekî kurdan heta nûha xwe parastine. Lê ku rewş weha be, wê ev berfireh be, ev agirê nav welatê Sûriyê wê bigîjhe deverên din jî.

- Ji aliyê armanc û hedefa sîyasî ve çi cûdayî di navbera ENKS û Encûmena Gel (PYD) de heye?

-: Dirûşmên wan dibêjin “el îdara zatîye” yanî wek ew bi kurdî dibêjin “xweseriya demokratîk”, em jî dibêjin “mafê çarenûsî di çarçoveya welatê Sûriyê de”. Lê ji aliyê herdu encûmenan ve biryarek jî hatiye qebûlkirin ku di demek nêzîk de bi rêka Desteya Bilind damezrandina komîteyek teklîf kirîye ku xebat çêbe ji bo sendina biryarek hevbeş. Da ku em bi yek helwest, yek dirûşm û yek şîarê xebata xwe bibin serî.

- Weka şaxis û partî, peyama we ya dawî ji bo miletê kurd çiye?

-: Partiya me tê naskirin bi sîyaseta xwe ya nerm, em şîddetê naparêzin, di vê demê de em dixwazin bi sîyasetekî nerm xak û miletê xwe biparêzin, wan ji vê agirê nava Sûriyê û dûr bixin, ji şerê taîfî. Û em dibêjin dem dema yekîtî ye û yekîtî jî bi hemû aliyên xwe ve. Em bangewaza yekîtiyê dikin ji bo hemû alî û partiyan ku nêzîkê hev bibin, bibin yek, çi Encûmena Neteweyî ya Kurdî û çi Encûmena Gel û Desteya Bilind yekîtiya xwe xurttir bikin, em tev hevdu qebûl bikin. Ev dem, demeka nazik e, di vê demê de divê miletê me bi hev re xwe biparêzin û hêzên xwe bikin yek, ev delîveka mêjûyî û zêrîn e, divê em ji dest xwe bernedin. Eger em ne yek bin, em ê hemû jî bixûsirin. 

- Ji ber vê hevpeyvînê ji cenabê we re gelek sipas dikim.

-: Em jî sipas dikin ji bo cenabê te û kovara we jî, herweha em sipasê Komîteyê jî dikin ji bo xebat û piştgirîya wê.

 

05.09.2012/Hewlêr