Îsmaîl Reşad HEMÊ: Tiştê Davutoğlu ji me re got: “Em ne li dijî çareserkirina pirsgirêka kurdên li Sûriyê ne, hun û ENS bigîjin çi îtîfaqê di derbarê mesela kurd de, em ê li dijî we nesekinin.”
Kovara BÎR (Seîd Veroj): Ji kerema xwe re hun dikarin bi kurtahî behsa xwe û behsa partiya xwe bikin?
Îsmaîl Reşad HEMÊ: Ez Îsamîl Reşad Hemê. Sekretêrê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê me. Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê, sala 2000an hate damezrandin. Ev partî bi xwe ji Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd veqetyaye. Veqetandin di sala 1997an de bû. Em 3 sala rawestiyan û me tu karek nekir. Sala 2000an me damezrandina Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê îlan kir. Hin sedem û nakokî hebûn em veqetiyan ji Partiya Yekîtiya Demokrat. Ew sedem jî siyasî bûn. Me di 1993an de bi navê Partiya Yekîtiya Demokrat hinek çalakî kirin. Ew bû sebebê gelek girtinên ji aliyê rejîmê ve. Di sala 1993-94 û 95 ew çalakî dewam kirin li dijî rejîmê. Ew jî dibûn sedemên girtinên berfireh di hundirê partiyê de. Gelek ji xelkê me ketin zîndana. 3 sal, 4 sal û 2 salan têde man. Piştî sê salan hinek nakokî çêbûn. Me got em ê dewam bikin li ser vê rêbazê lê hinek hevalên me jî gotin em wek partî nema tehemulê dikin. Em yek partî tenê ne di meydanê de. Partiyên kurdî wekî din hebûn, lê nebawerbûn bi vî karî. Ew bû sebebê xîlafê. Em di 1997an de ji hev cûda bûn. Me 3 sala îlana partîyê nekir. Me di sala 2000an de damezrandina Partîya Yekîtiya Kurd li Sûryê îlan kir. Ew kadirên ku di serkirdayetiyê de hebûn; ez bûm, Fûad Elîko û Hesen Salih bûn. Niha jî di mekteb Siyasî de Silêman Ûso bû Ebdulbaqî Yûsif bûn hevalên me niha li Silêmaniyê rûdinên. Me got em ê bi rêbazek din bi şêwazek din xebata xwe bikin; şêwazek medenî, demokrat. Yekemîn xwepêşandan li Şamê di roja 10.12.2002an de partiya me destpêkir. Ji ber wê jî, du hevalên me yên serkirdayetiyê hatin girtin. Du salan di hepisxanê de man. Piştî wê me li ser rêbaza xwe li Şamê, Qamişlo û deverên din xwepêşandana dewam kir. Û her carê nifşek ji xelkê me dihat girtin. Yanî Partiya Yekîtî, ji 2000an heta 2010an ewqas girtî hesab bikin 2 sal, 3 sal û 4 salan girtî man. Bawer bike serkirdayetiya partiyê tev di hepisxaneyan de derbas bûn. Di demekê de ku tevgera hereka kurd giş di aramiyê de, tu tiştek nedikirin li dij rejîmê. karên sirrî ên bi dizî dikirin. Ê me wek partî em daketin xwepêşandana û me yekem xwepêşandanê li pêş Parlemanê Sûriyê kir. Sedemên wê jî, ew bû ku di destûra Sûriyê de mafê kurda bê qebûlkirin, ew erebên hatibûn bicîhkirin li ser sînorên Kurdistanê di mabeyna me û tirkan de ku ew projeyek şovenî bû dixwestin kurdên Sûriyê û Tirkiyê ji hev veqetînin, ew proje me bi navkir ''Zinara Erebî'', ji bo rakirina Zinara Erebî, ji bo hilanîna projê, serjimêra 1962an ya ku 300.000 kurd bê nasname hiştibûn. Ya sêyem ji bo çareserkirineka demokratîk ji bo meseleya kurd li Sûriyê. Ev sloganên xwepêşandanên me bûn. Piştî wê me berdewamî xwepêşandanan kir. Li ber dagehan, li ber Dadgeha Ewlekariya Bilind li Şamê, li Qamişlo kirin, me bi mehane xwepêşndana dewam kir. Ji ber vê jî Partiya Yekîtî di vê qonaxê de bû yek ji partiyên mezin, xelkê xwe lê girt. Di serhildana 2004an de rolek sereke ya partiya me hebû. Yanî ew bûyerên li Yarîgeha Qamişlo çêbûn, roja didoyan partiya me beyan derxist, riza xwepêşandanê kir ji bo seranserê deverê. Ew bû bingeh ji serhildana 2004an re. Piştî serhildanê ev car hinek partiyên din jî ketin kêleka me, me sê partî hevpeymanek çêkir. Partiya Yekîtî, Partiya Azadî û Partiya Şepêla Pêşerojê ya Meşal Temo. Ev her sê partî, me bi navê Komiteya Hevrêz a Kurd Komiteyek ava kir, yanî Licneya Tensîq el Kurdiye. Ev car me her sê partiyan evan çalakiyan dewam kir. Ev çalakî berdewam bûn û nesekinîn çi li Şamê, çi li Qamişlo heta ku şoriş destpêkir. Yanî şorişa me dewam bû heya şorişa giştî dest pêkir.
- Yanî hun dibêjin bihara kurdan berê ya ereban destpêkiriye?
- : Ez her tim dibêjim bihara kurdan berîya ereban destpêkiriye. Bihara kurda ya sala 2004an, ji xwe navnîşan e. Berî wê jî çalakiyên Partiya Yekîtî ji 2000an dest pêkiriye heta 2004an. Ew bû bingeh ji wê serhildanê re. Wekî min got rolek sereke ya Partiya Yekîtî hebû di serhildanê de.
- Dema em li geşepêdan û rûdanên Rojhilatanavîn yên dema dawîn bifikirin, di derbarê çareserîya mesela kurd û dahatûya wan a li Sûryê de nêrînên we çi ne?
- : Ê me wek Partiya Yekîtî, belkî yekemîn car me bi nav kir û got Kurdistana Sûriyê. Sala 2005ê me got divê pirsgirêka Kurd çareser bibe di riya navendîya sîyasî re. Di sala 1997an de me wek partî projeya Otonomî daxwaz kir. Me çareseriya pirsgirêka kurd di riya xwudmuxtariyê de dît. Em niha dibêjin çareserî ji bo pirsgirêka Sûriyê, ji bo pirsgirêka kurdî, divê dewletek federal li Sûriyê çêkin. Sûriye hat damezrandin di sala 1923 ê de wek dewletek federal.
- : Federalî tenê nêrîna we yan yê ENKSê ye jî?
- : Federalî fikra partîya me ye û ENKS jî niha di wê nêzîkiyê de ye. Ew jî dibêje mesela kurdî bila di riya sîstemek federal de bê çareserkirin.
- Em dibînin ku di Kurdistana rojava de gelek partiyên sîyasî hene û piraniya wan jî, ji partiya sereke ya PDKS(Nûredîn ZAZA-1957) têne, ji aliyê daxwaz û nêrînên sîyasî ve jî nêzîkê hev in. Herweha îro piraniya van partiyan di bin sîwana ENKSê de jî gihîştine hev. Bi tevî ku van partîyan ji aliyê programa sîyasî ve nêzîkê hev in û îro jî karîne di bin sîwana ENKSê de berhev bibin, digel vê yekê çima ewqas partîyên cihê peyda bûne?
- : Bi rastî demek dirêj karê siyasî di hundirê Sûriyê de zahmet bû. Di bin îdara dîktatoriyê de kar gelek zahmet bû. Me gelek zahmetî dîtiye di ev karî de. Ev yek bû sebebê perçebûnê jî di mabeyna me de. Yekîtiya sîyasî ji hev diket û perçebûn gelek çêdibû. Ez dibêjim destê desthilatê heya radeyek di wan perçebûnan de hebû. Em niha 16 partî ne. Ev 16 partî di bin sîwana ENKS de karê xwe dikin. Li kêleka wan jî çendîn hevrêz hene; hevrêzên xorta hene û ew jî di bin sîwana ENKSê de xebat dikin. Li kêleka wan bi qandî wan li dora 150 kesayetiyên serbixwe hene. Em xebat dikin ku ENKS di nav kurdên li Sûriyê de nûneritiya milletê kurd bike. PYD jî di destpêkê de di nav me de bû. Berî ku em wek civaka tevgera siyasî-netewî ya kurd Encûmenê damezrînin, ew vekişiyan. Piştî ku me Encûmena Netewî ya Kurd li Sûriyê damezrand, hin partiyên din yên li derve mabûn, ew jî tevlî encûmanê bûn. Yanî em dikarin bêjin %98 saziyên sîyasî yê kurdî di nav Encumenê de ne. PYD jî çû encûmenek ava kir û navê wê kir Encûmena Gelê Rojavayê Kurdistan.
- Em dizanin ku di roja 11/07/2012 de li Hewlêrê di bin çavdêrîya Hikumeta Federal a Kurdistanê de peymanek(girêbestek) di navbera ENSK û Encûmena Gel(PYD) de hate îmzekirin û di wê peymanê de biryarên pir girîng hatin pejirandin. Lêbelê em dibînin û dibihîsin ku di pratîkê de pêdivîyên wê peymanê bi temamî nayin cîbicîkirin. Li gor dîtina we girîngîya peymana Hewlêrê çi ye, çiqas tête tetbîqkirin û aliyê vê Peymanê di rastiyê de xwe çiqas bi wê ve girêdayî dibînin?
-: Belê. Ez yek ji wan kesa me ku Peymana Hewlêrê îmza kirime. Ez di wê qonaxê de serokê ENKS bûm. Berê wê, me hevdîtin bi serokê Herema Kurdistanê re kir, rewşa kurdên Sûriyê şirove kir. Me li ser nakokiyên mabeyna ENKS û Encûmena Gel şirove kirin. Me got rewş ber bi xerabiyê ve diçe. Mumkune din av me de şerekî navxweyî jî dest pê bike. Li gelek deverên me, di navbera herdu encûmenan gelek nakokî germ bûbûn. Ji ber vê jî serok got ku divê hun rêkeftinekî çêkin. Berê jî hewldan çê bûbûn, lê bi ser neketibûn. Serok got, ev carê ez ê beşdarê vê rêkeftinê bibim. Û ez bikim ku tenfîz bibe, birêbikeve. Bi vê awayê me Peymana Hewlêrê îmze kir. Lê heya niha ji aliyê partiyan ve ew rêkeftin cîbicîh nebûye, ji aliyê pratîkê de pêk nehatiye. Ew rêkeftin roleka wê ya tarîxî heye. Sûriye di qonaxeke awarte de derbas dibe. Rewşa Sûriyê, pirsa kurd, heger civata kurd û tevgera sîyasî li ser hebe, em bawerin wê destkeftiyên mezin bi destê xwe ve bînin di Sûriyê de û wê bandora wê jî li seranserê Kurdistanê hebe. Ji ber vê me dît girîngiyek dîrokî heye wek em li ser hev bin; yekdeng bin, yekhelwest bin li hember tiştên ku çêdibe. Herweha danûsitendina xwe ya bi muxalefeta Sûriyê re jî. Em di nava muxalefeta Sûriyê de ji hev bela ne. Hinek ji me di nav desteya hevrêz de ne, hinek ji me endam bûn di ENS(Encûmena Niştimanîya Sûriyê) de. Piştî ku me encûmen çêkir, em jê vekişiyan. Me got eger em îtifaqek bi muxalefeta Sûriyê re bikin, divê em tev bi hev re bin. Em di nava xwe de ne bela bin. Lê em li cîkî bûn û Encumena Gel li ciyekî din bû. Me got ji muxalefetê jî, em yek helwest bin û ji bo Sûriya bête qonaxa desthilatê jî û piştî avakirina Sûriyê jî eger kurd ne li ser hev bin wê wekî ku em dixwazin nebe. Eger em bi hev re bin tiştên em dixwazin em ê pêkbînin. Lê ev rêkeftin di tetbîqê de gelek zahmetiyan dibîne. Hewldanên me yên li Hewlêrê her timî serok dişopîne. Bê ka cîbicîkirina rêkeftinê gihaye ku, çima derengî dimîne. Aniha serdana me li Hewlêrê ji bo vê bû. Wek Desteya Bilind, me civatek-dido jî li vê derê kirin. Me sedemên derengiya cîbicîkirina Peymana Hewlêrê anîn ziman. Her du aliyan jî, me hin biryarên nûh sitendin, da ku di qonaxên nêzik de em karibin Peymana Hewlêrê bicîh bikin. Û Peymana Hewlêrê çi dibêje? Dibêje gerek tu terefek kurdî li ser rewşa kurdan bi serê xwe teserufê neke. Em jî li dû wê ne. Eger tiştên di naveroka wê peymanê de têkeve pratîkê, ez bawerim di demek nêzîk de wê gelek tiştên balkêş û bi fêde ji bo me dîyar bibin.
- Hem di nava ENKSê de û hem jî bi Encûmena Gel(PYD) re çi problemên esasî hene?
- : Hinek cûdahiyên siyasî hebûn, di awayê çareserkirina pirsgirêka kurd de. Mesela; Encûmena Gel dibêje, em pirsgirêka kurd bi “xweseriya demokratîk” çareser dikin. Ew têgeh li cem me ne zelale. Projeyek danîne ne zelal e. Ê me jî em dibêjin li gor yasayên mavdewletî yan Hukmê Zatî yan jî Federalî. Li gor tecrube li ser erdê hatiye tetbîqkirin, tarîxîyen ji herduyan yek. Federaliyek bi coğrafya Kurdistanê ve girêdayî. Ne federaliyek wek tecruba Kurdistana Iraqê, ne di wî rengî de ye. Federaliya Iraqê; kurd li aliyekê ne û ereb li aliyekî ne. Em ne wilo dibêjin. Me got dema Sûriye hat damezrandin 5 dewlet bûn. Navê wê Yekîtiya Dewletên Sûriyê bû. Dewleta Elewiyan hebû, dewleta Durziyan hebû, dewleta Şamê hebû û dewleta Helebê hebû. Lubnan jî parçeyek ji Sûriyê bû. Fransiza soz dan kurda ku dewletek di mintiqa Cezîrê de li Kobaniyê çêbikin. Lê ew soz bi cih nanîn. Li gor şiroveyên dîrokî dibêjin bi tesîra Tirka Fransiza ew soz pêk neanî. Piştre, 10 sal ew tecruba federalî li Sûriyê dirêj kir. Ji 1923yan heta 1933yan. Di dû re guherî. Yekîtiyek sê qolî çêbû. Dîsa dewleta Durziyan ma, dewleta Elewiyan ma, Şam û Heleb bûn dewletek û Lubnan jî qut bû. 3 sal jî ev ajot û paşî Farnsizan qanunek nûh derxsit û Sûriyê kir yek dewlet, dewletek merkezî. Em dibêjin heger ew tecrube careka din vegere û bi rengekî pêşkevtîtir destûrekî wiha di Sûriyê de ava bibe, bêhtirî îqlimekî di hundirê Sûriyê de hebe, ji ber îro bêhtir rewşa Sûriyê çûye ber bi nakokiyek tayîfî wek Elewî û Sunnîyan. Li Humus û Îdlibê gelek kuştin çêbûye. Em dibêjin, em dikarin di çarçoveya dewletek merkezî de bi hev re jiyan bikin. Divê ew xelk rihet rakeve. Sîstemek federalî jê re dibe çareseriyek. Li kêleka wê jî pirsgirêka kurdî. Bi awayek federalî Kurd jî parçeyek ji wê sîstemê ne. Yanî kurd jî parlemanek wan yê cihê hebe, hukumetek wan yê cihê hebe, destûrekî wan yê cihê hebe û ew deverên din jî bi wî awayî, yanî Sûriye bibe 3, 4, 5 an 6 herêmên federal. Em wilo dibînin.
- Li ser rewşa heyî û rizgarbûna hinek bajar û bajarokên Kurdistana rojava gelek tişt têne gotin. Di rastiya xwe de rewşa van deveran çi ye? Li wan deveran rêvebirî çawa hate bidestxistin, rêvebirina van bajar û bajarokan bi çi awayê dibe?
- : Heya îro xwepêşandanên me xwepêşandanên aştiyane bûn. Me di devera xwe de bera desthilatê nedaye. Me zor jî nedaye ser desthilatê ku derkevin. Desthilatê ji ber xwe ve hinek navendên xwe vala kir. Me fêm kir desthilat leystikek kir. Bi rakirina van navendan. Çi valahiya emniyetê tuneye li herêma kurdan. Û tu valahiya rêvebirî jî tuneye. Hêzên dewletê li ciyê xwe ne, karê xwe berdewam dikin. Bes rejîmê taktîkek kir, hin navend vala kirin, me jî lez kir û çûn arê xwe li ser wan ava kir. Rejîmê çi dixwest? Xwest tirkan li dijî me gur bike. Li hundir jî belkî em kurd bi xwe bi xwe herin şer bikin li ser wan deran, dest danîna ser wan deran û li hinek ciya em gihîştin asta şer. Şerê navxweyî. Ya din, hinek ereb li deverê hene, li Qamişlo û Hasekê. Wan ereba jî li dijî me rabikin. Rejîmê bi kişandina hêzên xwe, xwestin vana bikin.
- Dema em lêdana balafira Turkiyê, valakirina van herêman bînin ber çavan, her wekî ku rejîma Baas dixwaze dewleta Turkiyê provoke bike û bikşîne nav Sûriyê û dema ku Turkiye ket nava Sûriyê ji bo Beşar mizgîniyek mezin e. Wê demê Îran, Rûsya û Ereb jî wê mudaxele bikin. Ev ne rast e gelo? Dinya vê yekê qebûl dike?
- : Ji bo Tirk Kurda bikin sebeb û mudaxele bikin. Me Davutoğlu dît. Yanî Tirk îro çi dibêjin? Dibêjin Hukumet navendên xwe teslîmî PYDê dike û PYD jî parçeyeke ji PKKê ye, em qebûl nakin ku PYD li ser sînorê me hukum bike, PYD li cem me teror e. Çawa El Qaîde teror e, li cem me jî ew teror in. 915 km sînorek di mabeyna me de heye, em qebûl nakin PYD kontrol bike. Rejîma Sûriyê ev dixwest. Tirk, bi hêceta PYDê desttêwerdanekê di rewşa Sûriyê de bike wê Rûs, Îran û Ereb mudaxele bikin. Mebesta rejîmê jî ev e, ku şerek di navçê de çêbibe. Lê me navendên rejîmê bi zorê jê nestandine. Ji roja yekemîn de xwepêşandanên me aştiyane ne.
- Li wan bajaran îdare çawa tê birêvebirin? Emniyet, îstîxbarat, asayîş.....
- : Dezgehên bêhtir yên ku gelek wezîfeya wan tune ne. Îstîxbarat li ciyê xwe ye, emniyeta eskerî û asayîş li ciyê xwe ne, polîs li ciyê xwe ye. Hin navendên ku gelek şuxil pê nakin mesela Partiya Baas meqaratên xwe hiştin, mehkeme li cîyê xwe ne. Hin mexfer, polîs esker, emniyet wan dane ser hev û hin cihên din ji wan re vekirine. Karekî wiha kirin. Mueseseyên eslî yên dewletê ku rêvebiriyê dikin, dewletê dev ji wan bernedaye. Li Qamişlo sê şaxên îstîxbarata wê hene; yên mezin, ya eskerî, ya ewlekariya dewletê û ya sîyasî girêdayê Wezareta Navxweyî ne. Ev her sê navend li ciyê xwe ne. Û li ser riyan kontrola jî dikin. Li bajarên kurdî yên din jî, hîn hêzên ewlekaryê mewcûd in. Mesela ciyê ku karê milletê lê dimeşe ji wan re ne muhîm e. Wela daîra Zîraatê, navendên Partiya Baas ji wan re ne lazim e. Li hinek ciya jî dev ji avahiyên mehkema berdane. Mesela; li Dêrikê. Ciyên wisa ku ji dewletê re pir negerek in. Lê tiştekî din heye. Desthilat roj bi roj zeîf dibe. Destê wê li ser deverê sist dibe. Mesela, li devera kurdî desthilat karê xwe ji milletê nayne. Di navendên xwe de rûniştîne, tu karî nakin, diziyek an kuştinek bibe jî îşê xwe jê naynin. Em dibêjin valahiyek qesdî dixinê. Dibêjin belkî em li ser vê valahiyê li hev bikevin. Eger sibê valahiyek ciddî çêbû, bi awayek hevbeş divê em valahiyê dagirin. Nebe nakokî di mabeyna me de, em bi xwe şerê navxweyî li ser wan nekin. Ji xwe armanca rêkeftina Hewlêrê ev e. Mumkune di demek nêzîk de rejîm vekişe. Li mintiqa Kobaniyê dewletê hêzên ewlekariyê vekişandin. Dibe li Efrînê û Dêrikê jî vekişîne. Eger vekişin komiteyên me hene. Komîteyên xizmetguzariyê hene, yên ewlekariyê hene û yên leşkerî hene. Hemû hevpar in, bes neketine pratîkê. Li cîna divê bikeve pratîkê. Li hin ciya PYDê dest daye ser. Em dixwazin bibin hevbeş, lê ew pêk nayên. Zahmetî ew in. PYD li hinek cîyan destê xwe dane ser van dezgeyan, em dixwazin destê xwe jê hilkişin. Hinek zahmetî di wir de ne. Mesela li seranserê Kurdistanê PYDê bi tenê dest danîye ser sînor. Em dibêjin ev nabe, divê em ê bi awayek hevbeş vî sînorî kontrol bikin. Di vê civînê de, me biryar da ku du komîteyên esasî çêbin; yek ji wan medenî-sîvîl e, ji bo çûn û hatinê ye. Û yeka din jî, leşkerî ye, ji bo parastina leşkerî ya ser sînorê ye. Me di civîna dawî ya do û îro(08.09.2012) de biyar sitendiye ku ev komîte çêbin: Komîta medenî ya sîvîl, ji bo çûn û hatina xelkê ye; komîteya ji bo bazirganî yan geşt û guzarîyê; komîteya eskeriyê ji bo parstina sînorî, wê du derî vebin di mabeyna me de. Niha yek heye, PYD kontrol dike û ne fermî ye. Em ê du deriyên resmî vekin. Di bin serpereştiya îdare û karmendên sîvîl de. Dibe sibê medya tê de here û hwd. Ji aliyê leşkerî ve, Yekîneyên Parastina Gel heye ku yên PYDê ne. Me gotiye, yên me jî hene niha li Kurdistana Iraqê perwerde dibin. Hin hêzên partiyan jî hene çekdar in. Wê tev di bin serkirdayetiyek hevbeş de bên birêxistinkirin û di bin kontrola Desteya Bilind de bin. Ji bo bicîhanîna hin ji van biryaran, me du hefte ji bo pêkanîna wan daniye, hin ji wan sê hefte ji bo pêkanîna wan daniye. A dirêj 15yê meha 10ê ye. Hetanî wê tarîxê divê her tişt sererast bibe.
- Em wisa dizanin problemek din li ser hilkişandina alê ye. Em dizanin hinek alî bi taybetî Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ala rengîn a Kurdistanê hilkirin. PYD jî sembolek din bi navê ala Kurdistanê hildikin. Ev problem çiye?
- : Ê me wek tevgera sîyasî ya kurd em bi rengekî fermî hatin damezrandin. Yekemîn partiya Kurd bûn. Ala Kurdistanê ya ku niha li herêma Kurdistanê tê bilinkirin, ala esasî ya netewî ya kurdî ye. Em bêhtirî ji 50 an 60 salî ye ku wê alê bilind dikin. PYDê alek çêkiriye, ew jî kesk û sor û zer e, sê reng in, lê roja li ser nîne. Wan jî alek çêkiriye û navê wê kiriye ala Tev-demê. Me got ev ala we, we nûh çêkiriye, ev ala ha ya partiyê ye ne ya netewî yê. Me ew pirsgirêk hişt wek ciyê xîlafê. Ew jî dibêjin ala we ne ya Kurdistanê ye, ala netewî sê reng in. Em jî dibêjin na, ala dîrokî çêbûye li Kurdistanê di sala 1923yan de û ew esas e.
- Ji ber kiryar û sîyaseta PYDê gelek gazind hene, hun sîyaseta PYDê ya li hember rêxistin û grûbên din çawa dinirxînin?
- : Ez bawerim ew kiryar bûn sedem ku em çûn û me Peymana Hewlêrê bi wan re îmze kir. Yanî em gihaştin wê qonaxê ku bi PYDê re ber bi şerekî navxweyî ve biçin. Yanî wan tund û tijî kar tanîn li dijî xelkê, tehdîd û fort li dijî xelkê datanîn, xelkê direvandin. Gelek kiryarên di nêrîna me de xerab, dibûn li devera kurdî. Me ji xelkê xwe re got îdî xwe hazir bikin û li hember wan kiryara bisekinin. Çawa çekdarên wan hene, xelkê me xwe hazir dikir bi çek li hember wan bisekinin. Me dî rewş diçe ber bi xerab, em ê pirsgirêka xwe têkbibin û şerek navxweyî çêbe. Ji ber vê jî em mecbûr bûn, em hewcedarê Peymana Hewlêrê bûn. Em çûn û me ew peyman îmze kir. Yan jî wê şerê navxweyî çêbûna.
- Hun di derbarê têkiliyên opzisyona kurd û ereb de çi difikirin?
- : Belê têkiliyên me bi opozîsyona ereb re berdewam e. Bi Encûmena Niştimanî ya Sûriyê re berdewam e, bi yên din re berdewam e, weka hêzeka sereke bi ENSê re dayîn û sitendinên me gelek in. Her demeka em hev dibînin xîlafat wek pirsgirêka kurdî hene, nêrîna wan di mesela me de ne bi dilê me ye. Nêrîna wan ji paşeroja Sûriyê re ne wek nêrîna me ye. Em dibêjin Sûriyeyek ne navendî ya federal dikare bibe derman. Lê beriya demekê me li Hewlêrê hev dît. ENKS û ENS, yanî her rêkeftin me kirin ku em cepheyek çêbikin, em komîteyek muşterek ava bikin ji bo giftûgoyê. ENKS û ENS her yek ji aliyê xwe ve li ser mesela Kurd projeyek derxistiye. Û divê herdu projeyek hevbeş di nava xwe de deynin û bi hev re kar bikin. Belkî ev jî di demek nêzîk de pêk bê.
- Li gor Peymana Hewlêrê, diviya Encumena Gel ango PYD xwe ji Komîteya Koordinasyonê vekişanda. Gelo xwe jê vekişandiye an têkiliyên xwe qut kiriye?
-: Na. Hêj xwe venekişandiye û têkiliyên xwe qut nekirine. Ev jî yek ji wê mijarê ye ku divê bê behskirin. Me behskiriye û me gotiye nabe ku hun du sîyasetan bikin. Hun ji alîyek ve bi sîyaseteka opzîsyonê re, di bin sîyaseta wan de ne. Mumkune siyaseta me û wan li dijî hev be, hunê çawa karibin vê bikin? Divê hun xwe jê bikişînin. Ji me re gotin em ê tê de bin, lê biryarên Desteya Bilind ji me re esas e.
- Ma Salih Muslim ne alîkarê serokê wê koordînasyonê ye? Ew Komîteya Koordînasyonê ji bo mafê kurda tiştek qebûl kiriye?
- : Tiştekî sivik. Dema ev Komîte hat damezrandin, em bi xwe jî beşdarî wê bûn. Me gelek munaqeşe kir li ser hevoka ku girêdayê pirsgirêka kurd e kir. Em jê nerazî bûn û taliyê em jê vekişiyan, ew man tê de. Ew jî çareseriyek bi rastî gerek e jê re. Wê niha di 16yê mehê de kongreyek li Şamê çêkin. Ew heyet û hinek hêzên opozîsyonên din, di bin serpereştiya Rûsya û Çînê de. Û ez dibêjim wê ne dûrî kontrola rejîmê be jî. Ew kongreya ku li Şamê tête girêdan. Me do jî di vê derbarê de biryarek girt û me got, ê me wek Desteya Bilind em hazir nabin. Ji ber ku ew kongre li Şamê çêdibe. Şam jî di bin kontrola rejîmê de ye. Me got divê hun jî wek partî lê hazir nebin. Wan got em nikarin jê qut bibin. Me got em wek Desteya Bilind biryarê didin divê hun neçin. Em nizanin ka heya 16ê mehê wê çi bibe. Ji ber ku wê hinek partiyên me yên Encumenê jî beşdar bibin, me got em ê wan bibînin. Ê me biryara me ew e ku kes beşdar nebe.
- Desteya Bilind û ENKS biryar didin divê beşdar nebin, lê çawa ew başdar dibin? Hun dikarin navê wan partiyan bêjin di nav ENKS de?
- : Belê. Di nav ENKS de du partiyên kurd yên çep hene. Yek jê Partiya Çep a Kurdên Sûriyê ye, di bin serokatiya Mihemed Mûsa de. Ya dî, Partiya Çepên Demokratên Kurd li Sûriyê ye. Berî çend meha ji hev cûda bûn. Di bin serokatiya Salihê Gedo de. Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di bin serokatiya Cemal Şêx Nafî Mele Mehmûd de ye. Bi tevî PYD 4 partî ne.
- Hinek partî û aliyên sîyasî dibêjin PYD hevkarîya rejîma Baas dike û bi rêdan û piştgirîya wan zixt û hukm li ser partî û grubên din dike. Gelo ev yek raste?
- : Di nava raya giştî ya kurdî de tiştekî weha tê gotin. Lê tiştekî weka dokument di destê me de tuneye. Ew hevkarî, danûsitendin heye. Lê niha yê me, ji biryara Rêkeftina Hewlêrê vir de me bi hev re li ser projeyek sîyasî îtifaq kirine. Li gor wê bprojeyê divê em herdu alî ji bo rûxandina rejîmê bixebitin. Em dibêjin divê ev diyar be. Encûmena Niştîmanî ya Sûriyê jî ev dozê li me kir got ê we, li cem we PYD tê tohmetbarkirin ku li kêleka rejîmê disekine. Me got, me bi Rêkeftina Hewlêrê ev çareser kirîye, di rêkeftinê de me gotiye em herdu teref dixebitin ji bo rûxandina rejîmê.
- Hun dibêjin tu belge tune. Ez belgeyek bo cenabê we bêjim. Ev belge li ser sîteya El Cezîre belav bûye. Dibêje, li gor agadarî û belgeyên veşartî yên ku ji aliyê Abdûl Mecît Bereket ve di malpera Al Jazeerayê de hatine aşkerekirin, bi Komîteya Merkezî ya Partîya Baasê ve girêdayî Hûcreyeka Rêvebirina Qirîzê heye. Ji aliyê vê komîteyê ve belgeyek bi navê “Pîlana Têkoşînê” hatiye amadekirin û di benda 12. ya vê belgeyê de weha hatiye gotin “Gerek herêmên kurdan di bin çavdêriyê de bin, lê, hêzên asyişê mudaxeleya herêmên kurdan nekin, ji bo ku xwepêşandan û xwepêşander bêne têkbirin, divê bi awayek veşartî bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re kordînasyonek bête sazkirin.” Hun vê belgeyê çawa dibînin?
- : Ew belge me dît. Ev pirs ji PYD ê dibe. Gelo tiştek rastiya wê heye an tune ye? Ne me got, li cem me jî di nav raya giştî de hinek xelkê me vê tohmetbariyê dikin. Heta radeyek dan û stendin bi rejîmê re heye. Me got, li gor Rêkeftina Hewlêrê me îtîfaqek kiriye, li gor vê rêkeftinê yek ji biryarên me ev bû ku tu têkilî bi rejîmê re tune be.
- Hun polîtîkaya Turkiyê di derbarê Sûriye û kurdên li Sûriyê de çawa dinirxînin?
- : Di hevdîtina me û Ahmed Davutoğlu de, ez serokê şanda me bûm. Di wê hevdîtinê de ENS jî amade bû. Hukumeta Herêmê jî amade bû. Civatek çar qolî çêbû. Tiştê Davutoğlu ji me re diyar kir got: “em ne li dijî çareserkirina pirsgirêka kurdên li Sûriyê ne, hun û ENS bigîjin çi îtîfaqê di derbarê mesela kurdî de, em ê li dijî we nesekinin.” Em bi vê gotina fermî îtîmadê dikin. Me jî got, parastina sînorê Turkiyê ew ji me tê xwestin. Em qebûl nakin devera kurdî bibe bingehek ji bo şer li dijî Turkiyê. Û em qebûl nakin kesek di devera me de destêwerdanê di rewşa Turkiyê de bike. Desteya Bilind li ser vê esasê îtîfaq kiriye. Em kurdên Sûriyê dixwazin eleqatên xweş bi cîranan re bikin. Bi rastî jî ev dîtina me jî bû ciyê rehetiyê. Piştî wê hevdîdtinê gef û zext û tehdîdên tirkan jî sivik bûn. Me got, wek kurdên li Sûriyê me rêkeftinek kiriye û tu ecendê me li dora sînor tuneye û em qebûl nakin kes devera me bikar bîne li dijî we û li dijî tu dewleteka din jî. Ew jî bû ciyê rehetiyê. Û mewqûfê tirka jî, di derbarê haziriya Hukumeta Herêmê û ENS de jî, mewqûfê Davutoğlu got ez bi çareserkirina pirsgirêka kurdên Sûriyê re me. Wexta ku hun û ENS bi hev re li hev bikin, çi çare bibînin, li ba me ne pirsgirêk e, em qebûl in.
- PYD li ser ew hevdîtina we razî nebû. Digot diviya em bi hev re bûna. Encûmena Niştîmanî ya Kurd bi serê xwe vê hevdîtinê pêkanî.
- : Berîya ku Davutoğlu were, wek Desteya Bilind hevdîtinek me bi cenabê serok Barzanî re çêbû. Cenabê serok Barzanî ji me re got Davutoğlu tê vê derê, ji bo hevdîtinê hun çi dibêjin? Me wek Desteya Blind tekîd kir û got yê me tu manî(asteng) li cem me tune dema Davutoğlu were em hev bibînin. Dema ew bixwaze me bibîne, em dikarin ji wî re rewşê şirove bikin. Dema ew hat, diyare ji Hukumeta Herêmê re gotiye ez ê ENKS ê bibînim. Ez yê din nabînim. Me jî hevûdu dît, tu feyde tê de tune ku em bêjin em Davutoğlu nabînin. Me dît ku feyde tê de heye ku em helwesta xwe bigihînin wê derê. Raste ciyê aciziyê ye li cem PYD, lê dîsa jî me ji hev re got ku ev hevdîtin li feyda me û we teva bû. Me got ku sibê herin dewletek din, ew dewlet we qebûl neke, mîsal em herin Amerîkayê ku ew we qebûl neke û bêje ev partî li ser lîsta terorîsta ye, em bêjim em narin baş e, yan ew ên ku me qebûl dikin em herin baş e? Divê em şiroveya xwe bikin. Me li hev kir; heger dewletek got em wan nabînin, em ê herin, wê bi fêdetir be. Niha ev mesele çareser bû di mabeyna me de.
- Hun di heman demê de serokê dewra çûyî yê ENKSê bûn. Hun sîyaseta Îranê di derbarê Sûriyê û Kurdên li Sûriyê de çawa dibînin?
- : Bi rastî polîtîka Îranê ne ciyê rihetiyê ye. Ji ber ku dewleta Îranê piştgiriya rejîmê dike. Rejîma ku bêhtirê 40-45 sale ku kurdan diçewisînê, danûstendina wan kiriye, bi regezperestî danûstendinê bi wan re kiriye, kurda di Sûriyê de nedîtiye weka netewe, tim xwestiye kurda tune bike û Îranê jî her dem piştgirîya vê siyasetê kirîye. Di derbarê pirsgirêka kurdî de jî. Em jî dibêjin desttêwerdana rejîma Îranê di rewşa Sûriyê de dibe sedemê komplekskirina rewşa Sûriyê û dibe sedemê neguhertin û demokrasiyê di Sûriyê de.
- Hun polîtîkaya Rûsya û Çînê çawa dinirxînin di derbarê Sûriye û kurdên li Sûriyê de?
- : Ez bawerim Rûsya, Çîn û Îran yek proje ye. Dema Rûsya bergiriya rejîma Sûriyê dike, bergiriyê bi ya Îranê re dike. Rûs dixwaze îro hêj Îran bi hêz be. Dewletek bi hêz be li hember dewleta Turkiyê. Bi taybetî bandora tirkan di rojhilatanavînê de, îro Îran dihêle bandora tirka zeîf bibe li herêmê. Yanî Îran li hember wê bandorê disekine. Heger rejîma Sûriyê bikeve, rejîma Îranê zeîf dibe, ew zeîfbûna rejîma Îranê wê bihêle nûfuza Turkiyê di Rojhilatanavîn de bi aliyê sînorê Rûsya de xwurt bibe. Tu zanî Turkiye dewletek di helfa Nato de ye. Yanî çiqas Îran zeîf dibe, hevqas tirk nêzîkî sînorê Rûsa dibin ne? Rûs ji vê nerazî ne. Piştgririya Rûsa ji bo rejîma Sûriyê ye, ne ji bo Sûriyê ye. Ji bo nezeîfkirina Îranê ye. Yanî stratejî ew e.
- Bi xwepêşandan û şerê Artêşa Azad, têkbirina rejîma Baas mumkune gelo?
- : Ez bi xwe ne di wê baweriyê de me ku Artêşa Azad bi xwe karibe rejîmê wergerîne. Tiştê niha dibe, îro tiştê di hundirê Sûriyê de dibe, ji ber ku tu rêkeftinek navnetewî li ser guhertina Sûriyê tune ye. Yanî ne yekhelwest in. Îro civata navneteweyî bi xwe vê krîzê birêve dibe ne ku çareser dike. Projeya çareserî heta niha di civata navneteweyî de tune ye. Lê îro çi dixwaze civata navneteweyî? Dixwaze krîza ha berdewam be, ne rejîm muxalefetê bişkêne û ne jî muxalefet rejîmê bişkêne. Ev wê dewam bike heta bikaribin projeyek hevbeş di nava xwe de çêbikin û rewşa Sûriyê çareser bikin.
- Bê ku mudaxeleyek navneteweyî çêbibe, li hemberê rejîma Baas serkeftin mumkune gelo?
- : Ez dibêjim ne mumkune. Bê piştgiriya Civata Navneteweyî bi rengekî ciddî bi muxalefetê re ne mumkune. Belkî bê mudaxele jî ne mumkune.
- Ji daxwuyaniyên Artêşa Azad û hinek aliyên din yên sîyasî diyar dibe ku dixwazin herêma Rojavayê Kurdistanê bikşînin nava qada şerê germ. Li hember vê yekê fikra we çiye û eger tiştekî wisa biqewime wê helwesta we çi be?
- : Helwesta me, ji destpêkê ve em bi şorişa aştiyane re ne. Heta em ne bi çekdarkirina opzîsyonê re bûn. Ji ber rejîmê opozisyonê dahf da ku çek hilanîn. Bêje ji bo çi? Wexta em ji bo xwepêşandana aştiyane derdiketin, rejîmê digot çekdar in û xelkê dikujin. Dixwest xelkê bide bi aliyê çekdariyê de. Rejîm dixwaze vê bêje. Ev şer e, ev ne şoriş e. Ev şereke li ser desthilatê ye, şereka tayîfî ye, mezhebî ye, di orta Sunnî û Elewîyan de ye. Ji ber vê jî, rejîm nêzîkê devera kurdî nebû, nêzîkê devera Durziya nebû, nêzîkî ciyê Xiristiyan tê de nebû. Ji bo ku dîyar bikin ev şer di mabeyna Sunnî û Elewîyan de ye. Ev ne şoriş e. Ev çekdar in, dixwazin destê xwe deynin ser desthilatê. Rejîmê di pêşî de ew xwest lê mixabin muareze (muxalefet) jî hinekî şemitî di wî aliyê de. Yanî heger şorişa aştiyane berdewam bûya, ez bawerim wê rewş cûda bûya ji rewşa îro. Yanî hinek xwestekên ku rejîmê dixwestin, muxalefet jî tê de şemitî.
- Eger Artêşa Azad şer ber bi axa Rojavayê Kurdistanê de belav bike hunê çi bikin?
- : Em ê li hember bisekinin. Devera me deverekî aram e. Yanî îro devera me bûye cihê qubletê, xelkê penaber têne. Eger ev dever deverekî aram nebûya, wê xelk li derveyê Sûriyê bûya. Yanî ev girîng e. Divê Artêşa Azad jî û opozîsyon jî lê miqatebe ku ev devereke aram e ji xelkê re. Devera kurdî wexta ku bikeve qada şer de wê tu fêde nede wan. Şerê mezin ku îro li hember rejîmê tê kirin li du bajarên mezin tê kirin di Sûriyê de; Şam û Heleb. Şam 6 mîlyon kes tê de heye û Heleb jî 4 mîlyon kes tê de heye. Yanî nîvê nişteciyên Sûriyê li her du bajaran in. Ew her du bajar mesîrê rejîma nîzam destnîşan dikin. Devera kurdî têkeve şer, ne gelek muhîm e. Îro rejîm qeweta xwe dixe her du bajaran da ku ji dest neçe. Ew her du bajar herin, Sûriye ji destê wî dihere. Lê devera kurdî ne muhîm e. Belkî sibê ew bi xwe jê vekişe.
- Van roja di çapemeniya navnetewî de gengeşî û pêşniyarên ji bo pêkanîna herêmekî parastî di bin sîwana hêzên navnetewî de zêdetir bûne. Di derbarê vê mijarê de hun çi difikirin?
- : Ez bawerim tiştekî baş e ku pêk bê û deverek aram di hundirê Sûriyê de. Ji bo penaberan û kesên ku dertên derveyê Sûriyê. Lê ez dibînim zahmetiyên wê hene, di vê qonaxê de zahmetiyên navnetewî hene. Niha ne mumkune çêbibe, belkî piştî 3-4 meh, belkî piştî hilbijartinên Amerîkayê tiştekî weha, ciddîyetek tê de hebe. Rê çêbibin, riyên ku alîkarîya însanî tê de derbas bibe. Ew tişt mumkune çêbibe, xebat li ser çêdibe. Belkî devera kurdî yek ji wan be. Herêma Kurdistanê ku alîkarî tê de derbasî wir bibe. Rê çêbibin ku di bin serpereştiya Civata Navnetewî de bin, ku karibin alîkariya mirovatî bigihînin milletê Sûriyê. Belkî devera kurdî yek ji wan deverên ku hatine pêşniyazkirin ku ew rê tê de çêbibe.
- Piştî têkçûna rejîma Baas hun dixwazin sîstemek çawa bê damezrandin, di nav vê sîstemê de wê statuya milletê kurd çi be?
- : Piştî rejîmê em sîstemeka federal dixwazin. Kurd jî, Kurdistana Sûriyê jî wê parçeyek ji wê sîstemê be. Kurdistana Sûriyê wê parlementoyek wê hebe, destûrek wê ya taybet hebe û girêdayê sîstema federalî ya tevayê Sûriyê be.
- Li Sûriyê piştî têkçûna Rejîma Baas, mumkune ku di mabeyna grubên etnîkî, qewmî û dînî de pevçûnek navxweyî peyda bibe?
- : Belê, belê a inha dînî, mezhebî, tayîfî çêbûye. Ev şerê navxweyî ye. Li gelek deverên Sûriyê şerê navxweyî heye. Û ev şer em ditirsin piştî qonaxa Beşer Eshed jî berdewam bike. Artêşa Azad tê behskirin ew bi xwe adreseke ku gelek nakokî di hundirê vê artêşê de hene. Yanî serkirdayetiya vê artêşê ne yek e. Her grubek li halê xwe kar dike, bi tena xwe kar dike. Ji xwe re encûmenên leşkerî çêkirine. Li Helebê encûmenek leşkerî heye, li Şamê encumenek leşkerî heye, li Humus encûmenek leşkerî heye û li Îdlibê encumenek wê ya leşkerî heye. Ev ne bi hev re girêdayî ne, ne di bin yek serkirdayetiyêde ne. Yanî ew grûbên ku di bin navê Ceyş ul Hur şer dikin giş ne di bin kontrola wan de ne. Ev grubên hanê, di nav wan de gelek cûdahiyên îdeolojîk û dînî hene. Mumkune ew bi xwe bi hev re şer bikin di qonaxa piştî Beşer Esed de. Ji ber vê jî, ez bawerin Civaka Navdewletî gelek ditirse ji alîkariya bi Artêşa Azad re. Gelek dewlet jî dibînin alîkariya bi Artêşa Azad re muşkule ye. Ji ber vê jî meseleya Sûriyê dirêj dibe. Ê me, em dibînin krîza Sûriyê çareser nebe, wek nêrînek heyî ye, divê desttêwerdana navdewletî tê de çêbibe. Yanî eger Artêşa Azad sibê bi ser bikeve, ez bawerim metirsiyên ji şerê navxweyî mezintir bibe. Li deverên cûda bêhtirê yên ku li ser navê Artêşa Azad diaxifin, belkî El Qaîde jî di nava wan de hebe.
- Ji bo Kurdistana Rojava û ji bo dahatûya milletê kurd mesaja we ya paşî çiye?
Bersiv: Mesaja me ya dawiyê ji bo millet, di vê qonaxa awarte de, parastina yekîtiya milletê kurd, ev yekemîn tişt e li ser millên me. Ew ê şertê çareseriya pirsgirêka kurdî destnîşan bike. Çiqas em li ser hev bin ewqas em ê karibin destkeftina bidestxin. Ji ber ku îro opozîsyona kurd hêza yekemîn e di hundirê Sûriyê de. Ez bawerim gelek cihetên navdewletî dibêjin wê kurd nasnameya Sûriyê destnîşan bikin. Ji ber ku kurd bi giraniya xwe wek hêka mêzînê ye. Kurd li kîjan alî bisekinin wê mêzînê bişkîne aliyê din. Ji ber vê jî yekbûna kurdan giring e, kurd wê rolek mezin di pêşerojê de bileyîzin. Bêhtirê wê jî, awayê çareseriya pirsgirêka kurd di Sûriyê de, wê bandora xwe li Kurdistana Bakûr jî û li Kurdistana Rojhilat jî bike. Yanî çareseriya pirsgirêka kurd bi tevayî îro bi rewşa Sûriyê ve girêdayî ye, rast e em perçê biçûkin lê em ê destnîşan bikin. Ji ber vê jî, erkên me yên neteweyî gelek mezin in. Divê em li gor vê berpirsiyariyê tevbigerin. Tiştê serek parastina yekîtiya milletê kurd e di vê qonaxê de.
- Ji bo cenabê we gelek sipas dikim.
- : Sihet xweş, gelek sipas.
07.10.2012/Hewlêr
Şirvove (0)
Hêj şîrove nînin. Şiroveya yekem tu bike.