“Li gor nêrîna me tiştê tewrî baş “Xweserîya Demokratîk” e, bê ku sînor bêne resimkirin-(I)
- Ji kerema xwe ra hun dikarin bi kurtayî behsa xwe û partiya xwe bikin?
-: Berê her tiştî silav û rêz ji bo xwendevanên we. Navê min Salih Muslîm Mihemed e, ez hevserokê PYDê me û bi xwe ji xelkê Kobanîyê me. 1951an de ji dayik bûme. Partiya me, Partîya Yekîtîya Demokrat (PYD) sala 2003 hatiye damezirandin. Di kongreya çaremîn de ez wek serokê PYDê hatibûm hilbijartin û di kongreya pêncemîn de jî wek hevserokê PYDê hatim hilbijartin. Partiya me ji wê demê û vir ve jî li hemberê rejîma Baas a Sûryê tekoşîna xwe berdewam dike, heta îro jî em dikarin bêjin ku pêşengî ji civata rojavayê Kurdistanê re dike. Wekû hun jî dişopînin û zanin wê demên dawî Desteya Bilind a Kurd hate avakirin, em jî di nav Desteya Bilind da cîyê xwe digrin û xebata xwe dimeşînin.
- Gelo hun dikarin ji berê ve heta îro bi kurtayî behsa rewşa dîrokî, sîyasî û civakî ya kurdên li Sûriyeyê bikin?
-: Bi rastî pirsa we pir fire ye, lêbelê ez ê bi kurtayî bersiva wê bidim. Wekû di dîrokê de jî em dizanin ku li goreyê hevpeymana Sykes-Pîkotê ya sala 1916, kurd û Kurdistan çar parçe bûne. Yek ji wan parçeyan jî, parçeya rojavayê Kurdistanê ye ku di bin desthelatdariya Sûriyê de maye. Bi rastî belkî parçeya tewrî piçûk evaya be. Ev parçe ji salên 1920an şûnde di bin desthilatdarîya Fransiyan de ma. Gelek hereketên ku li Bakur jî çêbûn; Şoreşa Şêx Seîd, Şoreşa Dêrsim û bi taybetî jî ya Îhsan Nûrî Paşa li Agirîyê, hişt ku gelek şexsiyet û kesayetîyên însanên şoreşger yên ku pêşengiyê ji xebata kurdewariyê re dikir bêne rojavayê Kurdistanê. Van şexsiyetan jî li vê derê rola xwe leyîztin. Yanî wek mamoste Osman Sebrî, wek malbata Qedrî Cemîl Paşa. Vana hatin wê derê jî pêşengî kirin. Ev pêşengîya wan hişt ku kurdên rojava roleke ji hecmê xwe, ji hejmara xwe mezintir bilîzin di dîroka Kurdistanê de. Bi taybetî jî di dema Fransîyan de berxwedan hebû, lê negihîşte wê astê ku karibin mafê kurdan bi awayekî fermî bidest xwe bixin, di zagonên heyî de. Mesela di dema Fransiyan de gelek kovar derdiketin, xebatên çandî dibûn, lê xebatên sîyasî ne berçav bûn. Bi vê awayê heta 1957an hate. Sala 1957an û 10ê meha şeş bi pêşengîya Osman Sebrî û hevalbendên wî partiya yekemîn yanî Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê hate avakirin û Nûredîn Zaza jî bû serokê wê. Xebatên sîyasî bi vê awayê bûn.
Ji aliyê civakî ve jî wek parçeyên din ên Kurdistanê ye, di navbera wan de pir cûdayî tuneye. Li rojavayê Kurdistanê piştî ku sînorê nû hatin danîn yanî sînorên ku em niha dibînin 1921an de bûn fermî. Li goreyê wê sînorê gelek gund, malbat û eşîrên li ser sînor parçe bûn, bi taybetî jî yê herêma Mêrdîn û Ruhayê. Ji ber vê, tiştê ku aniha li vê alî û li wê aliyê xetê dibin kêm-zêde wekhev bûn, bandora xwe jî li ser hev hebûn. Bêguman polîtîkaya ku aniha li Bakur li ser kurdan tê meşandin ne wek a li ser Rojava bû. Bi taybetî jî piştî Şoreşa Şêx Seîd bi awayekî pir dijwar li ser kurdên Bakur de çûne, sîyaseteke sînsî li dijî wan hate meşandin. Lê van tiştan li rojava pir çênebûn, ji ber ku desthilatdar Fransî bûn, wan jî hebûna kurdan qebûl dikir. Ji ber vê awayî ew çewsandin û asîmîlekirin, li ser kurdan nehatin meşandin. Heta ku dewleta Sûriyê sala 1946an wek dewletek serbixwe azadiya xwe bidestxist.
Ji wê şûnde jî şovenîzma ereban destpêkir, tiştek nedane kurdan. Berovajê wê ji alîyê sîyasî, civakî û aborî ve sîyasetek pir dijwar li ser kurdan hate meşandin. Vaya jî bi taybetî ji 1958an şûnde hîn zêdetir bû. Sala 1958an yekîtîya navbera Sûriyê û Misirê çêbû di zemanê Ebdulnasir de. Wê demê cara pêşî bi navê reformên erdê(axê), erdê kurdan ji dest wan hatin girtin. Herweha ev sîyaseta wan berdewam kir. Sîyaseta kemera erebî hate meşandin. Gihîşt wê dereceyekî ku tunebûna kurdan di rojevê de bû, kurdan nedikarî navê kurdî li zarokên xwe bikin, wan dikişandin mahkemê. Bi taybetî jî ev demên dawî de, sala 1998 Hevpeymana Edenê di navbera Tirkiye û Sûriyê de hate çêkirin. Ji wê hevpeymanê şûnde, heta sala 2011 ku Şoreşa Sûriyê destpêkir, ji aliyê rejîma Sûriyê ve sîyasetek pir dijwar li dijî kurdan hate meşandin. Em dikarin bêjin ev hem giştî bû û hem jî bi taybetî li dijî ewên ku dilxwazê Hereketa Azadîya Kurdistanê yê hemdem yanî yên dilxwazê PKKê û yên ku fikrê Apocî pêre hebûn hate meşandin. Bê guman li heberê vê yekê, helwestek me jî hebû, pir însanê me hatin girtin, ketin hepsê. Ez jî yek ji wana bûm. Bi rastî ev diwanzde salên derbasbûyî em pir êşiyan, lê bi tevî vê awê jî em tune nebûn. Hinek dibêjin Şoreşa Sûriyê 2011an destpêkirîye, ji bo me ne weha ye. Ji me ra Şoreşa rojavayê Kurdistanê, sala 2004an destpêkirîye û hetanî ku Şoreşa gelê Sûriyê destpêkir û em jî di nav de nesekinîye. Yanî heta 15yê Adara 2011, 1550î însanê me yên girtî hebûn di bin îşkenceyê û bodromên îstixbaratan de. Ji ber vê, Şoreşa Kurdan, sala 2004an destpêkirîye ne ku sala 2011 de.
- Dema em geşepêdanên dema dawî yên Rojhelatanavîn bînin ber çavê xwe, derbarê çareserîya mesela kurd û dahatûya wan a li Sûryê de nêrînên we çi ne?
-: Li gor nêrîna me, di Rojhelatanavîn de ji berê ve konfederalîzmeke demokratîk a xwezayî jîyan dikin. Yanî ereb kurdan qebûl dikin û kurd ereban qebûl dike, persan qebûl dikin û heta tirkên ku berî 800 salan hetine vê herêmê û bi hev ra jîyana xwe derbaskirine qebûl dikin. Tu pirsgirêk di navbera miletan de û di navbera gelan de tune ye.
- Ma Konfederalîzîm ne modelek sîyasî ye, di navbera dewletan de pêk nayê?
-: Na, “konfederalîzma demokratîk” a ku em dibêjin ne weha ye, navbera gelan û hêzên ku gelan temsîl dikin di navbera wan de çêdibe.
- Di lîteratora sîyasî ya navnetewî de îzehat û statuya wê çi ye?
-: Tu nikarî tarîfa wê di lîteratora nevnetewî de bibînî. Li gor nêrîna me ev lêgerînek e. Gelê dinyayê bi hev re di nav têkilîyê de bûne, bi hezaran salan cîranê hev bûne û danûsendina wan çêbûye. Ew di nav gelan de dibe, statuyek wê ya navdewletî tune ye, nîn e. Ev model heta îro di navbera desthilatdaran de çênebûye, desthilatdaran tim gel parçe kirîye. Ne îro, ji berî 1500 salan vir ve wisa ye. Li gor nêrînên me, em dikarin ev tiştên berê ava bikin li ser bingeha biratîya gelan. Ji vê bêtir jî çarekî nîn e. Em bibêjin niha li Sûriyê û rojavayê Kurdistanê tu herî xetekî deynî, bêjî vaye sînorê me, tiştekî wisa tune ye. Gelek kurdên me li Şamê dijîn, li Helebê û li bajarên din dijîn. Em dixwazin vana bi hemû mafê xwe ve bêne parastin; ji alîyê aborî ve, ji alîyê çandî ve, ji alîyê sîyasî ve û ji alîyê xweparastinê ve. Kanibin xwe rêve bibin, kanibin xebatê bikin ji bo xwe. Ji ber vê awayê, li gor nêrîna me tiştê tewrî baş “Xweserîya Demokratîk” e, bê ku sînor bêne resimkirin. Em vaya gelek munasib dibînin. Tabî vaya jî projeyek e. Sala 2007an me anîbû rojevê û her ku çû me pêşxist. Ew tiştê ku îro hun li rojavayê Kurdistanê dibînin gavên pêşîyê ne, ji bo pêkanîna xweserîya demokratîk.
- Cenabê Salih Mislim, ev projeyeka hun bi navê “Xweserîya Demokratîk” binavdikin, li Bakurê Kurdistanê jî KCD diparêze û di vê çarçoveyê de 14yê Temûza 2011 li Diyarbekir “xweserîya demokratîk” hate îlankirin. Ez kurdekî ji Diyarbekirê me, roja ku “xweserîya demokratîk” hate îlankirin û vir ve, di jiyana me de qet tiştekî neguherî ye. Hunê vê projê çawa tetbîq bikin?
-: Belê ev proje bi fikrê xwe yek e, lê ê me li gor şertên Rojava ye. Em vê wek statuyek dibînin ji bo kurdan, lêbelê gerek ev statu di zagonê de bête nasîn û qebûlkirin. Heta ku tu kanibî serbest hereket bikî. Nûha tiştê ku me li Rojava kirîye, gavên pêşî ne; yanî rêxistinkirina gel, rêxistinkirina civakê, têkilêyên wan bi hev re. Heta ku em kanibin statuyekî di destûra Sûriyê de bicî bikin. Wê demê emê sererast bin. Ji ber vê awayê, ez nizanim li Bakur gihiştîye çi astê. Ama fikir yek e.
-Hate îlankirin û tiştek di jîyana me de neguherî?
-: Temam. Zagonên wê derê dest nadin. Dewleta Tirk nahêle ew li Kurdistanê pêk bê.
- Pêkhatina “xweseriya demokratîk” wê li benda guherîna zagonên dewletên dagirker be?
-: Ne li bende ye, tu naçî destê kesî ranamûsî. Ti ji xwe ra dest pê dikî heta ku dibe heqîqetek li ser erdê. Mecbur bin ku te qebûl bikin. Têkoşînê didin, çawa tu dibêjî ez otonomî bistînim û ji bo wê têkoşînê dikî û heta didî qebûlkirin, ji bo wê jî tekoşîn lazime. Em niha di wê tekoşînê de ne. Em gihîştine astekê, demekê Mahkemeyên Gel hene. Hinek derin li derîyê dewletê didin. Ji wan re dibêjin herin mahkemeyê we hene, yê we ji yê me baştir e. Rastî jî weha ye. Ev heqîqetek e, herkes qebûl dike.
- Gelo ew ên ku di wan mehkemeyan de karê dadgehê dikin hiquqzan in an ji xelkê ne, pîvanên wan ên dadgehîkirinê çi ne, li gorî çi dadgehê dikin?
-: Ji te ra bibêjim, ew wek komîteyek e; 3ê jê parêzer in û 3-4ê wan jî rûsipîyên herêmê ne. Ew hem ji alîkî ve xwe bi qanûn û hem jî xwe bi erf û edetê wê herêmê digrin. Ew li goreyê vê, biryarê didin. Niha dozeke kûştinê çêbe, tu derî zagona hikumetê dibêjin çi? Filankes qatil e, divê ew qas sal ceza bixwe. Ama rûsipî rûdinin, dibêjin vana ji filan eşîrê ye, tê naskirin, tiştê eşîrtî wanî ne, filan tişt wanî ye, tişê wî kirî wanî ne, ev însan bi ehlaqê xwe wanî ye… Gişa li ber çavê xwe re digrin û digihînin dereceyekê, sulhekê herdu aliyan û goreyê wê hukmekî didin. Van tiştan di mahkemeyên dewletê de ne weha ye, bi vê awayê hem aşitîya civakî pêk tînin û hem jî li gor qanûnên xwe cezayê wê didin.
- Em diznin ku li Rojavayê Kurdistanê enflasyona partiyan heye. Beşekî wan di bin sîwana ENKS û beşekê wan jî di bin sîwana Encûmena Gel da hatine berhev. Bi tevî ku van partîyan ji aliyê program û dawxazên xwe yên sîyasî ve nêzîkê hev in û îro jî karîne werin berhev, digel vê yekê çima ewqas partîyên cihê peyda bûne?
-: Wekî ku min di bersîva pirsa we ya berê de anî ziman, ew partiya yekemîn a ku sala 1957an de çêbû, bi şiyar û dirûşmeyekî çêbû. Ew jî azadkirin û yekîtiya Kurdistana mezin bû. Bê guman ev dirûşme li gora wê demê nedirust bû. Lê dilgermîya wan însanan, xwestekên wan, nasnekirina rewşa hêzên wê rojê yên dinyayê, hişt ku bi diruşmeyek wesa derkevin. Piştî wê, di sala 1965an de ev partî parçe bû, bû dû beş; alîyek bû çep û alîyek jî bû rast. Û wekî dî belkî ji dervayê sedemên îdeolojîk jî sedemên şexsî û sedemên din hebûn, hinek jî destê dewletên desthilatdaran bi xwe têde hebû. Vana jî hişt ku ev partîyan wek çilekan zêde bibin û gelekê wan jî li ber tunebûnê ne. Îro jî wekî em dizanin, di bin sîwana ENSKê de 16 partî hene û 3-4 ê wan jî dervayê Encûmenê mane.
- Em dizanin ku di roja 11/07/2012 de li Hewlêrê di bin çavdêrîya Hikumeta Federal a Kurdistanê de peymanek(girêbestek) di navbera ENSK û Encûmena Gel(PYD) de hate îmzekirin û di wê peymanê de biryarên pir girîng hatin pejirandin. Lêbelê em dibînin û dibihîsin ku di pratîkê de pêdivîyên wê peymanê bi temamî nayin cîbicîkirin. Li gor dîtina we girîngîya peymana Hewlêrê çi ye, çiqas tête tetbîqkirin û aliyê vê Peymanê di rastiyê de xwe çiqas bi wê ve girêdayî dibînin?
-: Berîya ku Peymana Hewlêrê bête îmzakirin, berîya wê jî hewldan hebûn ji bo herdu encûmenan. Civîna yekemîn, di 22ê meha yekê sala 2011 çêbû. Di navbera herdu encûmenan de, yanî Encûmena Niştimanî ya Kurd Li Sûryê(ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê. Herdu alîyan jî dixwest bi hev re tiştekî îmze bike, ji ber ku derdê me yek e û lingê me bi hev re di nav feleqê de ye wekû em her dem dibêjin. 22yê meha 1ê, peymana yekemîn hate îmzekirin. Lê tiştekî pir berfireh bû, yanî tiştê ku bi destan bê girtin dîyar nekiribûn, mekanîzmaya pêkanîna wê nehatibû danîn. Her weha di 11yê meha 6an a 2012 jî zîyaretek herdu encûmenan ji bo başûrê Kurdistanê çêbû. Wê demê jî dîsa hevpeymanek bi hev re nû kirin û hinek bendên din jî li ser zêde kirin. Lê dîsa ji bo ku ew hevpeyman bibe heqîqetek, ew mekanîzma pêkanînê nehate danîn û lingê hevpeymanê di valayî de mabû. Hetena 11yê meha 7yê ya 2012, wê demê em bi giranî wek hêzên sîyasî û herdu encûmenan bi hev re li ser vexwendina Kek Mesûd Barzanî hatin başûrê Kurdistanê, em hatin Hewlêrê û di encama danûsendina 2-3 rojan, me ew hevpeymanên berê giş li ber çavê xwe re girtin û me hevpeymaneke nû bi tevî mekanîzmayên wê yên ser erdê bi hev re îmze kir û niha ew hevpeyman di rojevê de ye. Mesela di hevpeymanên berê de rê û rêbaza pêkanînê nedabûn xuyakirin, di vê hevpeymanê de me mekanîzma û rêbaza pêkanînê xweş aşkera kirbû. Me gotibû wê di nav 15 rojan de heyeteka bilind çêbe ji 10 kesan û pênc ji aliyê ENKS û 5ê din jî ji Encûmena Gel bin û di bin wê de jî wê 3 komîte bêne çêkirin: komîteya ewlekarî, komîteya xizmetan û komîteya dîplomatîk. Vana jî wê bi çi rêbazê çê bin û li ser gelek nûqteyên girîng ên din me li hevdu kir. Û hetanî di wê hevpeymanê de hatibû gotin ku divê ev komîteya di nav 15 rojan de bêne çêkirin. Û bi rastî jî em vegeriyan Qamîşlo, 24ê meha 7ê me kanibû gişkî bi hev re rûnin wek Desteya Bilind, civîna xwe ya yekemîn çê bikin, hevdu nasbikin û bi hev re hinek biryaran bistînin. Her sê komîteyên ku me gotibûn hatin avakirin û li ser karê xwe ne, li gor herêman komîteyên din jî têne avakirin. Lê tiştek çêbû, me di 29ê meha 7ê de bangewazî kir, wek referandumê, yên ku piştgirî didin vê hevpeymanê, bila derkevin kolanan, wê rojê zêdeyê mîlyonek însanan derketin meydanê û piştgirî dan. Ev jî tiştekî pêşîn bû, gel derketin kolanan û piştgirî dan. Vana jî barek da ser milê me ku em vê hevpeymanê cidî bigrin. Ev, ji du alîyan ve pir girîng bû; ji alîkî ve yê ku bixwazin xwe ji vê hevpeymanê badin û bizîvirin xelk lanetê lê bîne; yê din jî, ji ber referandoma gel aşkera bû ku alîyê vê hevpeymanê mecburin wê bibin serî. Ev hevpeyman ji bo yekîtiya hêzên sîyasî ye, lê em dixwazin yekîtiya gel jî çêbe. Ku em kanibin bi hilbijartinê parlementoyek hevbeş ji bo rojavayê Kurdistanê derxin, wê gavê yekîtiya gel jî çêdibe. Ama heta niha du encûmen hene û desteyek wan a bilind heye.
- Di navbera herdu encûmenan de çi problemên berbiçav hene?
-: Problemên berbiçav yên pir bi tesîr, li ser rewşa Sûriyê ye, bi taybetî em wek PYD û Encûmena Gel ji aliyê sîyasî ve ji bo rewşa Sûriyê “Xweserîya Demokratîk” pêşniyar dikin. Aliyê Encûmena niştimanî heta niha tiştekî zelal û berbiçav negotine. Hinek ji partiyên nav encûmenê digot otonomî, hinekê wan digotin mafê çandî, hinek digotin federalî. Niha partiyên nav Encûmena Niştimanî ya Kurd hêdî hêdî hev îqna dikin, ber bi federalî ve. Bi tevî ku ev cûdahiyan hene, lê em bawer dikin ev ne pirsgirêk in. Tu çi dibêjî bêje, gerek tu rê û rêbaza wê bicî bînê. Dixwazî bêje ez dewleta serbixwe dixwazim, dema tu pêdivîya wê bicî neînê, nikarî tiştekî bikê. Ew karin bi te bidin xuyakirin ku tu karî çi bikî. Ji ber vê awayê, rê û rêbazên ku niha ber destê me hene têra “Xweserîya Demokratîk” dikin. Ji aliyê din ve jî, mînakna hene bi heqîqeta kurdan re nabe yek. Mesela, federaliya ku niha li Başûr hatiye îlankirin pirsgirêka kurdan çareser kirîye? Çareser nekirîye, nîvê erdê Kurdistana Başûr hîn derveyê sînorên wê ye, madeya 140 hîn nehatiye tetbîqkirin. Ji ber çi? Wê çaxê ku sînor nehata nasîn, kurdan li kê derê bigota ez kurd im, malê xwe gişka distenda. Ama ku te sînorek danî yê din jî qebûl nake, dibêje ev sînoran ne yê te ye.
- Ma sînorên hemû dewletan nîn in?
-: Îşte pirsgirêka sînoran ne pirsgirêka milletan e, pirsgirêk hêzên desthelatdar in. Ew ji bo berjewendiya xwe sînor di navbera gelan da datînin.
- Dawiyê tiştê ku li Kurdistanê çêbe, li wê derê jî desthelatdarîyek çênabe?
-: Desthilatdariya gel, van tiştên piçûk nafikre, meseleya ku însanan li ser sînor bikûje nafikre. Du gund li kêleka hev in, yek ereb e û yek jî kurd e, herkes mafê xwe distîne.
- Ji bo we sînorên Kurdistana Başûr û Kurdistana Rojava negirîng in?
-: Ne çareser in, çareserîyê bi xwe re naînin. Niha nîv mîlyon însanê me li Şamê dijîn, statuya wan wê çi be?
- Dibe, 3 mîlyon kurd li Îstenbolê jî dijîn, lê mesela Kurdistanê bi Îstenbolê ve nayê girêdan. Mesela Kurdistanê meseleyek netewî ye, îro li dinyayê gelek cîyan nifus tevlîhev bûye, millet ketine nav hev, lê ev millet mafê wê heye ku xwe li ser cografya xwe rêve bibe. Ew ên li koçberîyê ne, hatin baş dibe ku nehatin em çi bikin? Hatin û nehatin tercîha wan e. Li vira dewletek çêbe, kurdên li Awrupayê wê çi bikin, em karin bêjin divê hun werin an neyin?
-: Li goreyê zagonên wê derê tiştinê xwe yên parastinê hene, dikanin mafê xwe yê çandî û demokratîk biparêzin, ew û yê îstenbolê nabin yek. Yên Îstenbolê mafê xwe hatine xwarinê û li ser wan sîyaseta asîmlasyonê roj bi roj berdewam dike. Li Almanyayê heft kes kanin dernekek çêkin û mafê xwe biparêzin, lê yên Îstenbolê nikarin. Mesele demokrasî ye, demokrasîya radîkal e, ji xwe ku gel xwediyê biryara xwe be, wê demê di navbera milletan de tu problem namîne. Wê demê hacet nake ku tu li ser kesî sînorek ferz bikî. Sînorên ku berê hatine ferzkirin, ha ji te ra Sykes-Pîkot, Kurdistanê çar parçe kirin. Çawa kirin? Heta niha li Başûr sînorek danîn çi bû? Sînor nedanîya û federalîya bêsînor bûya baştir bû. Em teqlîdê kesî nakin, em tiştê ku ji me ra başe dibêjin.
- Di hiquq û sîyaseta navnetewî de federalîyek bêsînor heye? Îzehatek wê heye?
-: Projeya me, yanî projeya “Xweserîya Demokratîk” heya niha bi kurdî nehatiye çapkirin bi îngilizî hatiye çapkirin, ku ti karibî bixwînî tu yê xweşik fehm bikî.
- Eger sîstema dagirker neguhere, tiştê ku hun dibêjin mimkune pêk bê?
-: Berê min got, em destê xwe li ber kesî ve nagrin, em vê bi hêzên xwe ava dikin.
- Li ser rewşa heyî û rizgarbûna hinek bajar û bajarokên Kurdistana rojava gelek tişt têne gotin. Di rastiya xwe de rewşa van deveran çi ye? Li wan deveran rêvebirî çawa hate bidestxistin, rêvebirina van bajar û bajarokan bi çi awayê dibe?
-: Em nikarin bi wateya klasîk behsa rizgarbûnê bikin. Bixwazî nexwazî em heta vê gavê jî perçeyek ji Sûriyê ne. Û bi baweriya me, pirsgirêka me jî li Şamê û bi gelê Sûriyê re çareser dibe. Ew herêmên ku hun behsa wan dikin di 19yê meha heftan de bû. Li Kobaniyê dest pê kir, 20ê mehê li Efrînê û 22yê mehê jî li Dêrikê dest pê kir. Tiştê ku bûyî weha bûn. Em parçek ji şoreşa Sûriyê bûn û me karî gelê xwe biparêzin. Di şoreşê de rê û rêbaza me ne wek yê dina bû. Mesela me hêzên çekdar nedane pêş,.. taybetmendiyên me kurdan hebûn. Îro li Şamê li ser desthelatdarî şerek dibe, ev pêncî sal in desthilatdarî bidestxistine heta mirinê jî dest jê bernadin, hinekên dî jî dixwazin vê desthilatdariyê bidestxin û heyfa xwe ya kevin hilînin, heyfa 1982yan hilînin. Bi vî awayî şerekî dijwar tête kirin, ê me kurdan têde çiyê me heye. Me nihêrê em kurd di dîrokê de tim bûne eskerê xelkê, vê carê me biryar da me go em bibin eskerê xwe. Tiştê ku ji me re pêwîste em wê bikin, ew jî rêxistinkirina gel e û xwedîderketina li xwe ye. Ji ber vê awayê, taybetmendîyeka herêma kurdan hebû; şoreş hebû û şoreşa aştiyane bû, lê desthilatdarî bi ser de bihatana karibû xwe biparastana. Me şoreşeka bi vî awayî berdewam kir hetanî 19yê meha heftan. Lê me dî ku herêmên me dikevin xeterê, hêzên çekdarên dijî reşîmê û hêzên dewletê dikin ku pevçûnên xwe bînin herêma kurdan. Wê çaxê me ji desthilatdaran re got: “kerem kin ji vir derkevin, gotin gotina gel e”, hinek ciyan bi tehdîtê bû û hinek ciyan jî pevçûn û kûştin çêbû û di encam de ev herêm kete dest komîteyên gel. Ev komîteyên han berê me hazirkirine; yê taxan in, yê bajaran in, yê gundan in, evan niha xwe birêve dibine. Dixwaze li Kobanê be, dixwazî li Efrînê be û dixwaze li Dêrikê be. Bi vê awayê me karibû gelê xwe biparasta. Niha jî biryara komîteya Desteya Bilind e û heta ku ji me bê em nahêlin şerê çekdarî li ser erdê kurdan bibe…. Û YPG jî heye, ew wek xwesteka Desteya Bilind karin vê yekê pêk bînin.
07.09.2012 /Hewlêr
Ala ku li Komara Mehabadê hate hilkirin, kurdan gişkî temsîl nake
(II)
Kovara BÎR: Yekîneyên Parastina Gel(YPG) pêşmergeyên PYDê ne gelo? Ji kî pêk tên û di nava wan de pêşmergeyên grubên din jî hene?
Salih Muslîm Mihemed: Na. Vana ji me ra jî tiştekî wek suprîzekî bû. Suprîz bi vî awayî bû; dema ku me civîna yekemîn a Desteya Bilind li Qamîşlo çêkir, hinekan belovokek derxistin û ji me ra jî şandin û digotin: “Em hêzeke serbixwe ne û ji sala 2004an vir de em xwe ava dikin û me gelek tişt li Kurdistanê kirine, em ne bi destê tu partiyan hatine avakirin û em ne aliyê tu partiyan in jî, em di xizmeta Desteya Bilind de bin û çi bixwazin bikin”. Tiştê ku me fam kirîye berê modikek hebûye û tiştna çêbûne. Lê piştî ku Şoreşa Sûriyê dest pê kiriye gelek însanên me jî ji leşkeriya dewletê revyane û ew jî tevlî wan bûne, hinekê din jî tevlî bûne. Ama hêzeke veşartî ye, hêzeke ku ji bo parastinê tenê dixebite, ji sîyasetê xeber nade.
-Têkilîya wan bi tu aliyê partiyên sîyasî yên Kurdistanê ra tune ye gelo? Hedef û armanca wan a sîyasî çi ye?
-: Tune ye. Goreyê gotina wan, ew çend kes bûne û piştî serhildana 2004an ji refên gerîlayê veqetyane, xwe hêdî hêdî avakirine û îro jî gihîştine asta Yekîneyên Parastina Gel(YPG). Piranîya însanên ku ji leşkeriyê revyane jî tevlî wan bûne û xwe perwerde kirine, xwe amade kirin ji bo parastina gelê rojava.
- Hun dizanin di çapemeniyê de jî hate belavkirin, hinek ciwanên rojavayê Kurdistanê jî li Başûrê Kurdistanê wek pêşmerge hatine perwerdekirin. Ji daxuyaniyên li ser navê PYD û YPG wisa tête fêmkirin ku naxwazin ew pêşmerge vegerin Kurdistana Rojava, tiştekî wisa heye gelo?
-: Na. Heqîqetek e ku piraniya wan xortê me ne, zaroyê me ne, ji ber leşkeriyê macbur mane revyana hatina başûrê Kurdistanê, li Başûr di nav emniyetê de ne, mecbur bûn vê tiştî bikin yan wê biçûna leşkeriya rejîmê bihata kuştin yan jî bikûşta. Ew ne doza me ye, ji bo çi bême kuştin û ji bo çi bikujim. Herêmê qedrê wan girt, hinekî ji wan girtin û di cîna de perwerde kirin. Hejmara wan dora 600 kesî ne. Lêbelê çûna wan a ji bo rojava bû mijarekî; em herin yan nerin. Li wê derê du hêzên çekdar yên cûda hene; yek ji wana, hêzên parastin ên sivîl in ku rê û gundan kontrol dikirin û yê din jî YPG hene ew jî veşartî ne. Ecêba vana nêzîkê kê ne? Goreyê nêrîna min vana ne nêzîkê komîteyan e, vana hatine Başûr û perwerda leşkerî jî dîtina, baştir ev e ku vana bi YPG re yek bin. Wek Desteya Bilind em li ser sekinî û me nîqaş kir û niha jî hewldan û têkilîya me bi YPGê re hene ku vana jî tevî wan bin. Di welatekî de du partiyên sîyasî yên ji hev cûda dibin, lêbelê du hêzên leşkerî yên cûda nabin, wê şerê hevdu bikin. Derbasbûna wan a rojava ji bo me qet ne problem e, heqê wan e ku herin malbata xwe, bavê xwe û diya xwe biparêzin, ew mafê wan e, bes divê wexta derbasbûnê, rê û rêbaza çûyina wan bê dîyarkirin ku bi hev re di nav ahengê de bin û tu problem çênekin, li ser vê mijarê de jî dayin û sendinê me hene.
- Ez bi hinek mirovên ku ji ber zixtên PYDê û çekdarên wê, ji rojavayê Kurdistanê revyana hatine aliyê Qiziltepe û Nisêbînê bi wan re peyivîm, ji kiryarên PYDê û alîgirên wê gelek aciz bûn. PYD, li Kurdistana Sûryê, bi taybetî jî li hemberê rêxistin û kurdên li dervayê xwe polîtîkayek çawa dimeşîne?
-: Dixwazim vî tiştî bêjim, ji ber ku li rojavayê Kurdistanê valahiya ewlekariyê çêbû. Beriya ku ev Desteya Bilind bêtye avakirin, ê me amadekariya me hebû, tebî ne PYD bû, sîstema ku PYD jî di nav de ye bû, aliyekî wê yê parastinê hebû. Îro valayiyek ewlekariyê çêbûye, madem ku te xwe wek hêzek amade kirîye tu mecburî ewlekarî û parastinê bikî. Îcar ewlekarî ne li dijberî kesî ye û ne li dijberê kurdan e. Hinek cî hene û hinek gund hebûn berê ji serê sibê heta êvarê hêzên îstixbaratê li wê derê disekinî û kî dihat nifûsa wan dipirsî û kesî tiştek nedigot. Îro bi destê gelê me ketiye û çend ciyan kontrol danîne ji bo ku dizî, xerbî, kuştin û wd. çênebe tu mecburî hinekan bipirsî. Ev kar ji hinek kurdan re çetin tê. Ev nexweşiya kurdan a ji kevn de tê, hev qebûl nekirin. Niha Desteya Bilind çêbûye, rojên pêş li van ciyên kontrolê, wê ala desteya bilin bête hilkirin. Wê çaxê jî tu hinceta kesî namîne, ew însanan jî dike hevbeş bin, ji hêzên kurdan giş pêk bê. Ama di berîya wê de mecbur bûn van tiştan bikin. Ji ber vê awayê, hinekan ne ku hesasiyeta wan ji ber vê awayê hebû, hesasiyeta xwe ji navê TEV-DEM hebû, ji navê PYD hebû, ji simêlê bavê Welat hez nedikirin, ji simêlê Salih Muslim hez nedikirin ji ber vê awayê gazind jî dibin, rast e. Ji ber vê awayê, em hêvî dikin bi avakirina Desteya Bilind van pirsgirêkên piçûk jî wê çareser bibin.
- Wisa xuya dike problemek din jî heye; mesela alê. Ew alaya ku li Komara Mehabadê hatiye hilkirin û îro li Başûrê Kurdistanê jî wek alaya fermî hatiye qebûlkirin, hun wê alayê wek ala Kurdistanê qebûl nakin gelo?
-: Ala Mahabadê cûda bû, ne ew e; veger dîrokê lê binêre ew qelem têde hebû, pirtûk hebû.
- Ew remz û ala Partiya Demokrat a Kurdistana Îrênê bû.
-: Na, ew ala Komara Mahabadê bû. Eva ku niha li başûr hatiye hilkirin, ew jî parlementoya Kurdistana Başûr va ala qebûl kirîye ji bo Başûr. Di bawerîya me de jî vaya kurdan gişkî temsîl nake. Ji bo ku gişkî temsîl bike, wê wextê jî lazime kongirekî ku her çar parçeyê Kurdistanê temsîl bike çêbe, nûnerên her çar parçan têde hebe, wê demê sembola ku ji bo Kurdistanê gişkî bête qebûlkirin wê çaxê li ser serî û herdu çavan. Ji ber vê awayê, hurmeta me ji ala gişkan re heye û ji ala Başûr re jî heye bêguman. Hinek dibêjin bila ev ala li rojava jî hebe, temam bila li rojava jî hebe, lê gerek bi awayekî şerîyetekê jê re lazime, sibe ku me parlementoya xwe ya rojava çêkir û ev ala ji aliyê parlemento ve hate qebûlkirin, wê gavê li ser sera û ser çavan, na ku qebûl nekir, ew tiştekî din e. Tabî her kes kare rake, hurmeta me jê re heye, em tiştekî nabêjin, bes wek ala resmî ji bo Rojava bê qebûlkirin em barê başûr jî giran dikin. Va mesele du aliyê xwe yên girîng hene; em bixwazin û nexwazin ev meselekî sîyasî ye û aliyekî giranî dide li ser Başûr bi xwe jî, em vê alê bi awayek hestyarî rakin em barekî didin ser milê Başûr jî, ji alîyê din ve jî biryara parlementoyê girîng e. Sibe roj ku di parlementoya rojavayê Kurdistanê çi al hate qebûlkirin li ser seran û ser çavan. Dibe ku ê Başûr be, dibe ku yeka dî be, dibe ku tiştekî dî be… Mesele ne meseleya hesasiyetê ye, mesele sîyasî ye û wek zagonî elaqeya xwe bi civakê re jî heye.
- Dema ku em rewş û tecrubeya Kurdistana Îranê ya 1979an bînin bîra xwe, hun derbarê têkilîya opozîsyona kurd û ereb de çi difikrin? Û têkilîyên navbera ENKS-Encumena Gel û ENS, di kîjan astê de ne?
-: ENKS berê hinek tevgerên xwe hebûn lê em ne di wê nêrînê de bûn. Pîvana me ji bo danûsendina opozîsyona Sûryê re, di zagona bingehîn de naskirina kurdan û mafê wan bû, heta çi derece kurdan û mafê kurdan nasdikin. Mixabin me van tiştan jî di opozîsyona Encûmena Niştimanîya Sûriyê de nedîn. Berîya du mehan li Qahîrî em û ENKS bi Encûmena Niştimanî ya Sûriyê re rûniştin, ji ber ku daxwazên kurdan qebûl nekirin, kurd gişk ji wê Kongrê kişiyan. Ji ber vê awayê danûsendinên me hetanî vê gavê negihiştîne tiştekî fermî. Em wek PYD, parçek ji opozîsyona hundirîn in. Me bi tevî 15 rêxistinan di nav Komîteya Kordînasyonê de karê xwe kir û heta niha jî em têde ne. Ji ber ku vana ji gişkan bêtir mafê zagonî yên kurdan qebûl dikin, projeya xweserîya demokratîk qebûl dikirin, tiştê ku me dianî ziman gişka qebûl dikir. Tewr kêm li ser kaxizê be jî. Em tiştekî dî jî dizan, îro çi li ser kaxizê bê nivîsandin û qebûlkirin jî ku sibê tu ne hêz bî û li ser erdê xwe ferz nekî, kes tiştê ku bide te tune ye, bila tu bi deh pêçîyan jî îmze kiribin, em vê jî dizanin. Ji ber vê awêyî, heta niha ew têkiliyên heyî negihiştiye asteke bilind û negiştiye asteke fermî, ku em bibêjin her tişt ew e. Hîn zîhniyeta ereban nehatiye guhertin. Lê îro kurd realîtek in, herkes mecbure hebûna kurdan jî qebûl bike. Nêrîna me ew e ku mafê kurdan ên demokratî di zagonê de jî bête qebûlkirin, ev pîvana me ye ji bo danûsendina bi hêzên dî re. Û ez texmîn dikim wek Desteya Bilind, nêrînên me gişka li ser vê yekê ne û li goreyê vê awayê jî em dîplomasîya xwe dimeşînin.
- Li gor Peymana Hewlêrê nediviya bû ku hun xwe ji Komîta Kordînasyonê hilkişînin?
-: Na, tiştekî weha tune bû, lê nîqaş li ser hebû. Gotin, gotin hun di nav Komîteya Kordînasyonê de ne, vekişandina PYD ji vê komîteyê di rojevê de ye? Me go na, heta niha tiştê ku me di hundirê Komîteya Kordînasyonê de ji bo kurdan kirîye, li gor qenata me tiştên pirr pêwîst bûn. Û tam tersê wê, dema ku Encûmena Niştimanîya Kurd hate avakirin, van xwe ji opozîsyonê hilkişandin, me go xwe hilkişandina we jî şaş bû, lazime we xwe hilnekişanda. Îro em du encûmen gihîştine hev û me Desteyek Dilind jî çêkirîye. Ev nayê mana helandina partiyan. Têkilîya partiyan cûda ye û tikilîya Encûmenan û Desteya Bilind cûda ye. Partî karin têkiliya bi partiyên din re deynin, bes bi şertekî, ew tiştê hanê ku pê re dikin, gerek ne dijî polîtîkaya Desteya Bilind be. Me bi xwe wek PYD van tiştan got, me got em bibînin rokî tenê sîyaseta Komîteya Kordînasyonê li dijî mafê kurdan û biryarên Hevpeymana Hewlêrê be em têde namînin. Em hêvî dikin partiyên din weha bin, heta niha em têkiliya xwe ya bi Kordînasyonê re dikin bin xizmeta Desteya Bilind a kurd.
- Hun polîtîka Turkiye ya derbarê Sûrye û kurdên li Sûryê çawa dinirxînin?
-: Tirkiyê heta niha kurdan qebûl nekirîye û çawa bibe jî qebûl nakin. Bi çi awayî be qebûl nakin. Berê dixwestin bi şer û zorê bimeşînin û niha jî du tiştan bi hev re dikin; hem bi şer û zorê û hem jî wekî ku pêşiyên me gotine bi pemû merivan serjêdikin. Yanî çawa, bi rêya AKPê asîmlasyoneke sipî dimeşînin, bi rêya tiştên din, bi rêya entîrîkayên Osmanî ku ji zemanê Mihemed Fetîh bigre heta niha li qesrên Osmanîyan têne meşandin û niha jî li ser kurdan dimeşînin. Bi awakê dixwazin tune bikin, lê ne wek berê, bi tiştên dî vê polîtîkayê dimeşînin li ser kurdên bakur. Li Rojava jî hebûna kurdan qebûl nakin. Delîlê wê jî ev e, li ser çêbûna yeketîya me, yanî Desteya Bilind, gotina pêşîya ku ji devê Erdoğan derketîye, dibêje lazime ev çênebûna, kurd nebûna yek. Ev heqaret e. Tabî wî rastiya xwe anî ziman ne ya me. Ew, yekîtî layiqê me nabîne. Çima xelk gişk dibin yek kêfa meriv ji wan re tê, çima kurd dibin yek li zora wan tê. Polîtîka xwe ya rastî va ye. Dixwazin hinek lîstikan bînin serê me, lê em jî dizanin lîstikên ku li paş perde dibe em jê hayedarin. Ji ber vê, em zû bi zû nabin qurbanê sîyaseta wan.
- Hun polîtîka Îranê, piştgirîya wê ya ji bo rejîma Sûryê û kurdên li Sûryê çawa dinirxînin?
- : Sîyaseta ku Îran îro dimeşîne tam dixwaze dewleteke Safavî vegerîne. Li hemberê wê Erdoğan jî dixwaze ya Osmanî vegerîne. Herdu jî di çarçova vê sîyasetê de hereket dikin. Yanî xwe ji xwe mezintir dibînin, ji heqîqeta xwe mezintir dibînin. Ev herdu sîyaset jî tiştekî ji bo kurdan naînin. Ji ber vê awayê, em di şerê navbeyna Osmanîyan û Sefavîyan de nabine alî. Divê polîtîkayek me ya cûda hebe.
- Wisa dîyare ku bi taybetî polîtîka derva ya Rusya îroyîn, li ser mîrasa Sovyetê dewam dike û li ser mesela Sûriyê jî di dereca yekemîn de piştgirîya rejîma Baas dike, hun polîtîka Rusya ya derbarê Sûryê û kurdên li Sûryê çawa dinirxînin?
- : Bi rastî Reel Sosyalîzm ji salên 1990î şûnda hilweşya. Ji ber vê awayê Rusya nûha sosyalîzmê temsîl nake tam kapîtalîzmê temsîl dike. Îro jî dewleta Rusyê wek dewleteka Kapîtalîst li berjewendiyên xwe digere. Sîyaseta ku ana li Sûryê dimeşîne, encama piştî bîst salên ku Rus ji sahneya navnetewî dûr ketibû, giranîya xwe didin ku cardin vegerin sehna navnetewî û deriyê wê jî ji Sûriyê derbas dibe. Ev ji bo Çîn jî û ji bo Rusya jî wisa ye.
- Ji daxuyaniyên Artêşa azad û hinek aliyên din ên sîyasî dîyar dibe ku dixwazin herêma Kurdistana Rojava jî bikşînin nav qada şerê germ. Li hemberê vê yekê fikira we çiye û ku tiştekî wisa biqewime dê helwesta we çi be?
- : Belê, wekî ku di pirsa berê de jî min anî ziman bi rastî kurd di dîroka xwe de herdem bûne leşkerê xelkê, dem hatiye ku bibin leşkerê xwe. Hêzên Artêşa Azad ku hun dibêjin ne laşek e û ne serîyek e, pirr serî û pirr laş in. Têkilîyên me bi hinekan re heye, hebûna kurdan qebûl dikin û pirr bi rêz tevdigerin, lê mixabin hinek hêzên din jî hene ku bi Turkiyê ve girêdayîne û ew dixwazin hinek kurdan bikşînin ligel xwe, ev jî ji bo kurdan tehlûkeyek pir mezine.
- Li gor rewşa îroyîn yê li Sûriyê, bi xwepêşandan û şerê Artêşa Azad têkbirina rejîma Baas mimkune gelo?
-: Na. Îro rewşa ku Sûriye tê re derbas dibe, Artêşa Azad a ku me anî ziman evana hêzên derve temsîl dikin. Rejîma Sûriyê karî şoreşê bikişîne warê çekdarî, di warê çekdarî de rejîma Sûriyê ji gişkan qewîtir e. Heta nûha bi leşkerên xwe û hêzên xwe yên îstixbaratî wahşetên ku dimeşîne dîyar kirîye. Ji ber vê awayê bi çekdarî tiştekî çareser nabe, divê çareseriyek sîyasî bête dîtin.
- Van rojan di çapemenîya navnetewî de gengeşî û pêşnîyarên ji bo pêkanîna Hêrêmeke Parastî di bin sîwana hêzên navnetewî de zêdetir bûne. Di derbarê vê mijarê de hun çi difikrin?
-: Evana gişkî navna dî ne, ji bo desttêwerdana leşkerî ya derva ye, ji bo nava Sûriyê, xelk qebûl nakin navna dî lêdikin. Ji bo parastinê, ji bo herêmê, ji bo korîdoran navna dî ne, navê ku xelk qebûl bike, ama gişk têne mana desttêwerdana nava Sûriyê.
-Yanî herêmeke parastî ya wek başûrê Kurdistanê çêbe, li gor dîtina we ne başe?
- : Temam, dîsa jî tê mana desttêwerdana leşkerî ya derve. Desttêwerdana leşkerî jî, îro konjoktora navnetewî qebûl nake.
- Piştî têkçûna rejîma Baasê, hun dixwazin sîstemek çawa bête damezrandin û di nav vê sîstemê de wê statuya miletê kurd çi be?
-: Di vir de nêrînên me hene. Em dixwazin sîstemek demokratîk ku di zagona bingehîn de mafê kurdan qebûl dike bête avakirin. Lê ji bo kurdan jî, ji aliyê miletê kurd ve çi bête qebûlkirin û bête pejirandin, divê ew bête qebûlkirin. Em dibêjin “xweserîya demokratîk” û hinekên din dibêjin “federalî”, taliyê ku gel çi biryarê bide wê ew bimeşe.
- Wek encam, mesaja we ya dawî çi ye?
- : Berî gişkî gelê me yê kurd ên li her çar parçeyê Kurdistanê piştgirîya me dikin, ez sipasiya wan dikim bi navê rêxistina xwe û Desteya Bilind. Ev piştgirî, piştgirîyeka gelek hêja ye, bi rastî jî ji aliyê manewî ve em gelek xurt kirin. Em pê dihesin ku birayê me di pişt me de ne, em hêvî dikin çareseriya ku ji bo pirsgirêka kurd li Rojava bibe, bibe sedem ji bo yekîtiya kurdên her çar parçeyan. Em karibin bi azadî li ser erdê xwe têkiliyên xwe bi hev re deynin û wek miletekê tevbigerin.
- Em bi navê kovara BÎR ji bo vê hevpeyvînê gelek sipas dikin.
- : Em jî gelek sipas dikin ji bona ku we ev fersend da me.
07.09.2012 /Hewlêr
Şirvove (0)
Hêj şîrove nînin. Şiroveya yekem tu bike.