Kovara BÎR (Seîd VEROJ): Kek Mistefa Cum'a, ji kerema xwe re hun dikarin bi kurtayî behsa xwe û partiya xwe bikin?

Mistefa Cum’a: Navê partiya me, Partiya Azadîya Kurd Li Sûriyê ye. Partiya me gulana sala 2005 bi yekîtiya Partiya Partiya Çep û Hevgirtina Gel çêbûye. Em îro bi vî navî kar dikin. Xebata me îro wek Partiya Azadî xebatek sîyasî, gelêrî ye. Em endam in di ENKS de.

- Gelo hun dikarin ji berê ve heta îro bi kurtayî behsa rewşa dîrokî, sîyasî û civakî ya kurdên li sûryeyê bikin?

- : Belê, bi rastî çîrokeka gelek dirêj e. Di baweriya me de û naskirina me jî wiha ye; Kurdistana Sûriyê 22.000 km2 ye. Li Kurdistana Sûriyê 4 mîlyon kurd dijîn û bi kurdî diaxifin. Ji bilî wan jî, hinek kurd hene ku bi erebî diaxifin û eger em wan jî hesab bikin, jimara kurda ji 4 milyona derbas dibe. Xebata sîyasî di Kurdistana Sûriyê de, ji sala 1957an destpêkirîye. Ew sal bi yek partîyê destpêkiriye, paşî bûye 2 partî û heya îro bûye 23 partî. 16 partyiyên kurdên li Sûriyê endamên ENKSê ne û yên din li derveyê ENKSê mane. Hinek di nav Yekbûna Demokratî yanî Yekbûna Hêzên Demokratî de cî digrin. Hinek jî li derveyê wana mane. Gelek partî hene. Lakîn xebata gelê kurd bi rastî jî baştir dibû, eger me xwe bida ber berpirsiyarîya karê kurdî. Bi rengekî diristtir û xweştir wilo bîr û baweriya gelê me û partiyên sîyasî baştirîn pirsa xwe anîbûna ser ziman, jê re xebatek baştir bibûya, wê halê kurda îro xweştir bûya ji halê heyî. Lê mixabin em mecbûr bûn wek partiyên kurd di hundirê welat de bi xebatek aşîtî û demokratî tenê kar bikin. Û zêdetirê wê jî tiştek nebûye. Vêya hişt ku pirsa kurd zû bi zû ciyê xwe negre. Ji ber ku ev xebatek gelek klasîkî bû, ev hişt ku xelkê ereb jî heya îro me nasnakin. Piştî ku şoreş destpêkirîye gelê kurd nûh û baştir tê naskirin. Ji ber ku kurd jî bi rastî alîkar in di vê şoreşa han de. Li hemû herêma Kurdistana Sûriyê gelê kurd dertê û xwe dide xuyakirin, pirsa xwe dibêje û dawa mafê xwe dike. Dibêje ez parçeyek im ji şoreşa Sûriyê, ji ber ku berjewendiyên gelê kurd heye di vê şoreşa han de. Ev şoreş here serî berjewendiya gelê kurd jî têde heye. Ji ber wilo ez dibêjim xelkê me îro baş xwe dide ber xebatê û dixwaze bide xuyakirin ku Kurdistanek heye, mafê kurdan mafê neteweyî ye û xebatek girîng jê re lazim e. Ji partiyên me yên kurd tê xwestin ku helwestek siyasî ya zelaltir dîyar bikin ku kar û xebata kurdan hinek li pêş bikeve. ENKS wisa bi ecele hate çêkirin di dema damezrandina xwe de, di 26 ê meha 10 an de. Û piştî mehek û nîv divê kongreyek çêbibe û ew ENKS xwe nûh bike. Mumkune şexsên wê jî wek endamên wê nûh bibin. Divê seknek siyasî ya baştirîn li ser mesela kurd hebe. Îro em dibînin bi daxwazek ji serok Mesûd Barzanî ENKS û Encumena Xerbî ya Kurdistanê bi hev re alîkar bin, bi hev re rêkeftinek ava bikin û bi hev re xebata xwe bikin. Di vir de ez dibêjim gelek tiştê baş bû Rêkeftina me, wek du xetên sîyasî Encûmen û PYD newekhev bin jî, xelkê me û selametiya wî girîngtir e û divê xerabî û nakokî çênebe û negîje kuştinê, ev rêkeftin gelek hêja ye bi rastî. Ev, di wexta xwe de hat. Lakîn bi rastî em dibêjin hevalên me yên PYDê hinek îstîzama wan kêm e, ya me ew e ku baştir îltîzam bibe, ji bo ku bi rastî jî karê kurdayetiyê baştir bibe.

- Nêrînên we ya li ser çareserîya mesela kurd û dahatûya wan a li Sûryê de çi ye?

- : Çareseriya pirsa kurd li Sûriyê, gelek tiştên wê hene: yek jê neteweyî ye, divê bifikirin bê ka em çi dixwazin; ya din, girêdaye bi xelkê erebê welatê Sûriyê ve. Ew hêzên ereb û bi taybetî ENS yanî opozisyona Sûriyê, bi hemû etrafê xwe ve îro mesûliya wan e jî, divê pirsa kurd li cem wan bê qebûlkirin. Divê di aqilê wan de tiştek nûh çêbibe. Bi rastî em bi wan re gelek diêşin, heya îro ew partiyên ereb naxwazin bêjin em wek ereb mafê kurda qebûl dikin weka neteweyek. Ev kêmaniya hanê wilo ye ji aliyê wan ve di netîcê de, ew seqafeta ku 42 salan di bin hukmê Baas de hatiye, wek însanek neteweya erebî li xwe dinêre. Ji ber wê jî mixabin ew nikarin ji xeyrî xwe milletên din qebûl bikin û qebûl bikin ku em giş wekhev in û ev hemû bi qanûnê bê meşandin. Ev wek gelê kurd li ba me nemeqbûl e. Bi rastî em dinêrin em wek xelkê kurd, xelkek mezin e li ser xaka xwe û parçeyek ji Kurdistanê ye û heqê wî yê neteweyî heye. Ev li ba wan hêj nehatiye qebûlkirin. Ev wisa kiriye ku heya îro pêwendiyên me û wan li hev sererast nebûne. Ya din li ser me dimîne. Careka din kurd bi hêz be, di warê aborî de xwe bi pêş bixe, di warê sîyasî de yekbûna xwe ya siyasî pêkbîne, bîr û baweriyên xwe yên siyasî bi nisbetî welat zelaltir bike, wê demê kurd dibe hêzekî sîyasî ya gelek girîng, yanî kes nikare jê derbas bibe. Ev ji her du cepheyan, hem ji ENKS û hem ji Encumena Gel tê xwestin.

- Herwekî ku cenabê te jî got, em dibînin ku di Kurdistana rojava de gelek partiyên sîyasî hene û piraniya wan jî, ji partiya sereke ya PDKS(Nûredîn ZAZA-1957) têne, ji aliyê bername û nêrînên xwe yên sîyasî ve jî nêzîkê hev in. Herweha îro piraniya van partiyan di bin sîwana ENKSê de jî gihîştine hev. Bi tevî ku van partîyan ji aliyê programa sîyasî ve nêzîkê hev in û îro jî karîne di bin sîwana ENKSê de berhev bibin, digel vê yekê çima ewqas partîyên cihê peyda bûne? 

- : Bi rastî ez jî dibêjim programên hinek partiyên me gelek nêzîkî hev in. Lakîn di mekanîzamaya kar de em ne wek hev kar dikin. Ev yek ji pirsgirêkên me ye. Em di rêbazê de ne wek hev in. Carna jî hinek partî ji programên xwe derbas dibin û ne wek programê xwe dibêjin. Di vir de hemû partiyên me dikevin halek nebaş. Divê îro fehm çêbibe. Îro wez'ê şoreşê heye. Baş e, partiyên me yên kurd çi li bîra wa ye ji bo karibin bihêlin ev şoreşa hanê zûtir biserbikeve? Kuştin û xerabî kêmtir bibe û gelê kurd bighîje mafê xwe. Ê me wek ENKS heya niha bi xweşkayî li ser vê meselê nesekinîne. Helwesta me bi nisbetî ev leşkerê azad, heya îro ENKS behsa vê meselê jî nekiriye. Helwesta wê tê de nexwuyaye. Ev hemû kêmanî ne, bi nisbet karê siyasî. Em dixwazin ew partiyên ku dikarin baştir hev fêm bikin nêzîkî hev bibin, bikaribin xwe bigihînin hevdû û yekbûnek çêbikin.

- Modelek Amerîkayî mumkun e gelo? Wek du alî û du partî; yek ji wan çepgir û yek jî lîberal demokrat?

- : Wilo li hev nayê birastî. Yên ku wek hev difikirin bila bibin yek, bibin du an sê kutle. Hinek şuxil heye di nava hinek partiyan de. Tabî îro wek du hêla têne naskirin. Ê me, El Partî û Yekîtî, di navbera me de danûstendin heye ji bo ku em yekbûnek pêkbînin. Sê partiyên din jî karek weha li cem wan jî heye, ew jî dixwazin tiştek weha pêkbînin. Ev ji bo karê kurdayetiyê wê tiştek baş be. Em çiqas karibin navenda kêmtir bikin wê ji me re baştir bibe.

- Em dizanin ku di roja 11/07/2012 de li Hewlêrê di bin çavdêrîya Hikumeta Federal a Kurdistanê de peymanek(girêbestek) di navbera ENSK û Encûmena Gel(PYD) de hate îmzekirin û di wê peymanê de biryarên pir girîng hatin pejirandin. Lêbelê em dibînin û dibihîsin ku di pratîkê de pêdivîyên wê peymanê bi temamî nayin cîbicîkirin. Li gor dîtina we girîngîya peymana Hewlêrê çi ye, çiqas tête tetbîqkirin û aliyê vê Peymanê di rastiyê de xwe çiqas bi wê ve girêdayî dibînin?

- : Belê wilo ye. Ev peymana hanê tiştek hêja ye. Wek berê jî min got, di xizmeta gelê Kurd de ye. Bi me xweş e ku wez'ê kurda baştir bibe. Sîyasîyên hemû partiyên kurd bi rêvebiriya herdu encûmenan re bê naskirin û herdu encumen bi hev re li ser esasê vê peymana hanê karibin kar û barê xwe xweşik bi ser hev ve bînin. Bi rastî kurd wê bi destek û bi nêrînek bên naskirin. Ev ji bo mesela kurd gelek girîng e.Gelek baş e û wê bihêle ku di pêwendiyên me de û li gel opozisyona Sûriyê de ku me baştir fêm bikin û baştir me qebûl bikin. Wê bizanibin ku kurd tên naskirin bi ser nêrînekî. Ev tiştekî gelek hêja bû, lê mixabin ez dikarim bêjim ew peyman heya îro li ser erdê pêk nehatiye. Îro 4 komiteyên(licne) me hene: Desteya Bilind heye, li jêrê wê komiteyek rêvebirî ya siyasî heye, komîteyek xedematê heye û yekê emnî ya parastinî heye. Lakîn van komîteyan heya îro bi giştî nehatine tetbîqkirin. Ew komîte hemû rêvebiriya navxwe û ya derve dikin. Ya parastinî ji bo parstinê ye, da kuştin û xerabî nebe. Komîta xedemata xizmeta xelkê dike. Mesela nan e, petrol e, xizmet ji bo gel e, mesela riya ji bo hemû pêdiviyan e. Ez car din dibêjim ev peyman gelek hêja ye. Hêja ye ji bo gelê me ku her du encûmen nekevin rûyê hevdû, xerabî jê derneyê, selametiyek baş be ji bo gelê me. Lakîn em rexnê dikin li hevalên li Encûmena Gel û dibêjin hun vê peymanê xweş pêknayînin û ew jî dibêjin hun pêk nayînin. Lakîn li erdê xuya ye, gelê me giş dibîne wa xelkê Amûdê, Kobanê dertê, li gelek cîyan ew şaxê Encûmenê li van herêman daxuyanîyan derdixin û dibêjin Encûmena Xerbî ya Kurdistanê vê peymanê tetbîq nake. Gazin jî pire bi rastî. Tiştên nebaş jî hene û ez pê dizanim duhî li Efrînê, li gundekî Kurdistanê jî hat şewitandin ji aliyê wan de. Alemek(alek) wan heye, dixwazin ew alem(al) tenê be. Ew ya xwe dibînin û ew alema ku îro tevî Kurdistan li Sûriyê, Iraq û Îranê tê qebûlkirin û tê daxistin, ew al tê şewitandin. Ew dibêjin ev alema Kurdistanê ye, ya Mesûd Barzanî ye û weka ala xwe qebûl nakin. Bi rastî ev jî tiştek gelek xerab e. Ew bûyer doh çêbûye, li gundek çêbûye û li wan tehdît hatiye kirin û wa ye hinek ji wana ji gund barkirine. Gundîyan ala Kurdistanê li ser dibistanê danîne û ne li ciyek giştî, ew çûn alê avêtin erdê. Piştî wê, xelkê carek din danîn û ew jî hate şewitandin. Ev karên weha xerab in. Ji bo wilo dibêjim ev peyman baş e, ji bo ku xerabî zêdetir nebe, divê tetbîq bibe, ji bo ku ew xerabî bi yek carek nemîne. Ji bo xelkê kurd karibe xebatê bike. Îro xelk hinek bi tirse, tiştek bike heta semînerêk sîyasî çêdibe, ew mudaxele dikin û dibêjin çima ev çêdibe.

- Çi problemên navxweyî hene ku Peymana Hewlêrê tetbîq nebe?

- : Ew aqilek e li cem biraderên me yên PYD, dixwazin her tişt wek wan be. Ew xwe wek hêzên yekemîn dibînin û dixwazin em hemû weka wan bikin.

- Kek Cum'a, em dizanin ku cenabê we jî dema li ser vexwendina Kek Mesûd dihate Başûrê Kurdistanê li ser sînor ji aliyê çekdarên PYDê ve hatî girtin. Mesela girtina we çi bû? Kî we girt?

- : Ewil car ew ê ku nav li xwe dikin bi navê Parastina Gel, bi rastî xuya dike ew nizanibûn em kî ne yan nizanibûn ez ê werim. Ya girîng me li ser sînor girtin. Me xwe da naskirin jî car din bernedan. Me vegerandin hindirê Dêrikê. Şevekê di girtîgeha wan de jî mam. Heya roja dinê piştî nîvro ez derxistim û ji nûh ve gotin me nizanibû tu yî. Baş e tu çawa nizanî ez im? Min xwe dabû naskirin. Tevî wê jî wan ez bernedam bi rastî. Piştî ku min berdan û roja dinê ez gihîştim Kurdistanê û bi rastî ez giham hevdîtina bi serok Mesûd Barzanî re. Ev xeletiya wa ye. Bi rastî dixwazin her tişt îlla wek wan be. Em jî nikarin her tiştî qebûl bikin wek wan. Nêrîneka me ya siyasî heye, em partiyeka xurt in. Me çek ranekiriye da em hev nekûjin. Eger em çek rakin, em dikarin weka wan û bêhtir jî bikin.

- Ku têkilî wesa berdewam bike, mumkune ku şerekî navxweyî çêbibe?

- : Welleh ku çêbibe gelek xerab e û ez naxwazim çêbibe. Dixwazim ew peymana me bête cîh. Lakîn heke daîm xeletî bibin û ku em weka partî nekin, xelk nema tehemmulê dike. Xelk zulim li wan dibe. Tişt ji xelkê diçe. Îro dewlet petrolê bi 25 lîreyê dide, xelk diçe ji wan bi 35an dikire. Ji bo çi 10 lîra zêde ye? Xaz wilo ye, her tişt wilo ye. Di mintiqa Kobaniyê de hiştin xelk heşîş biçîne. Tu cara xelkê heşîş nebihîstine û nasnakin. Îsal belkî nîvê Kobaniyê heşîş çandine. Îro jî dixwazin herin wê heşîşê bibin. Xelk jî nade wan. Li gelek ciyan eger ev xeletiyên wan dewam bikin, xelk mecbûre parastina berjewendiyên xwe bike.

- Li ser rewşa heyî û rizgarbûna hinek bajar û bajarokên Kurdistana rojava gelek tişt têne gotin. Di rastiya xwe de rewşa van deveran çi ye? Li wan deveran rêvebirî çawa hate bidestxistin, rêvebirina van bajar û bajarokan bi çi awayê dibe?

- : Nexweş dibe. Rejîm hinek hêzên xwe kişandin. PYD li herêmê berê hebû û hemû tişt kete destê wan. Destê hêzên Yekîneyên Parastina Gel(YPG). Waye îro car din ew wecîzê dewleta nûh vegeriyan. Hemû vegeriyan. Yanî tertîbekî, ez naxwazim navekî xerab lêbikim, bi zanebûn derketin û bizanebûn vegeriyan. Ew parastin amadeye her tiştî bibîne. Û tiştek nekiriye yanî. Ew ciyên ku ketibûn destê PYDê car din dan hêzên dewletê. Îro ew karê xwe didin. Ne bes karê xwe, lê îro tiştek zêdetir heye. Dewlet biryareka wan ya nûh heye dixwaze xortên kurd ji dayikbûyî salên 1975-1993 kesên di van temenan de wan bike leşker. Xuyaye leşkerê dewletê kêm bûye. Perçebûn gelek tê de çêdibe. Belkî dibînî yê ereb her tim wê perçe bibe. Dixwazin xortên kurd bibin piştgirê wan, ji ber wê xortên kurda digrin û dibin eskeriyê.

- Ew xortên kurda yan wê herin eskeriyê yan wê birevin, hun çi pêşniyar dikin?

-: Ev hemû xeletî ye, di hev de hatiye girêdan. Wextê ku ev Yekîneyên Parastina Gel li herêma Kurdistanê daxuyaniya xwe derxist û got rizgar bûye, di dest mede ye, ev car ew tehemula wê berpirsiyariyê dikin. Ê ku wisa kir ew tehemula wê dike. Ji bo çi tu dibêjî Kurdistan rizgar bûye û wa ye îro tune ye. Tê wê wateyê ku te rizgar nekiriye, yan jî te teslîmê dijmin kir. Ji bo xortan jî bawerîya min ew e ku xwe bidin alî, xwe teslîmî dewletê nekin. Nehêlin bên girtin û biçin leşkerîyê. Eger here yan wê bê kuştin yan jî wê kesekî bikûje. Herdu jî xerab in.

- Ez bi hinek mirovên ku ji ber zixtên PYDê û çekdarên wê, ji rojavayê Kurdistanê revyane hatine aliyê Qiziltepe û Nisêbînê bi wan re peyivîm, ji kiryarên PYDê û alîgirên wê gelek aciz bûn. PYD, li Kurdistana Sûryê, bi taybetî jî li hemberê rêxistin û kurdên li dervayê xwe polîtîkayek çawa dimeşîne?

- : Sîyasetek nebaş tê meşandin. Car din ev pirs gelek girîng e. Ez rexnê dikim bi rastî li hevalên me yên PYDê. Xeletî pir in. Gelek caran ji me aciz jî dibin. Dibêjin tu zêde deng dikî, zêde tiştan dibêjî. Do jî min û biraderê Evdal li ser vê pirsê em axifîn. Got çima hun weka Partiya Azadî her tim di rûyê me de deng dikin? Min got, bira ne em di rûyê we de deng dikin, xeletî hene em dibêjin. Ê me, em dixwazin ew xeletî nemîne, bila hîn baştir çêbibe, Peymana heyî bête tetbîqkirin, em vêya dibêjin, em ne dijminê kesî ne û em ne li dij we ne, lakîn yê me nêrînek me ya sîyasî heye. Di vir de ez dibêjim, ew kesên ku ev dibêjin, ji ber ku êş dîtine dibêjin. Ez dibêjim esasê wan gotina heye, ez ji biraderên PYD û yên ku navê Parastina Gel li xwe kirine re dibêjim, tiştê ji wan tê xwestin pêwendiyên xwe bi xelkê re xweştir bikin û zixta li xelkê nekin, selametaiya gelê me, giringtir e ji yekê ku bêje ez bûme axa.

- Dema ku em rewş û tecrubeya Kurdistana Îranê ya 1979an bînin bîra xwe, hun derbarê têkilîya (peywendiya) opozîsyona kurd û ereb de çi difikrin? Û têkilîyên navbera ENKS-Encumena Gel û ENS, di kîjan astê de ne?

- : Ev bû çend cara şanda me û ya wan li hev rûniştin. Ji wan rûniştina, di duduyan de ez bi xwe amade bûm li Hewlêrê. Wextê Ebdulbasid Seyda û hevalên wî pêre bûn. Behsek fireh li ser vê pêwendiya hanê hate kirin. Em gihîştin peymanek bi hev re. Ez nav lê nekim wek peyman, lakîn wek dokumentek hat nivîsandin. Pêwiste di nava hefteyek de, tabî ev berî mehek bû, gerek komîteyek me û yeka wan di xîlalê hefteyek de li Hewlêr li hev rûniştana, ji bo mesela kurda zelal bibe. Weka me ji wan fam kir, îtîrafeka destûrî di mesela Kurd de bike. Lê heya îro jî ev herdu komîte hev nedîne û li hev neciviyane. Lakîn ew karê ku li derve çêdibe, şanda me her tim lê hazire. Her tim jî dema behsa pirsa Kurd dibe, bi rastî serêşek jê dertê. Ji ber 4 kesên wan hinek biaqilin, hinekî fêm dikin, hinek xwe bi demokratî dibînin û pirsa kurdî qebûl dikin, bes bêhtirînê wan nikare mesela kurd qebûl bike. Ê me, em dixwazin bêjin em gelek in, li ser axa xwe ne û parçeyek ji Kurdistanê ne, mafê me mafek sîyasî ye. Ev mafê sîyasî divê te'kîd li ser bibe. Lê mixabin li cem wana heya îro jî ev nebûye. Tevî vêya jî em dibêjin ji bo berjewendiyên vê şoreşa hanê, ji bo ku bipêş bikeve û biserbikeve, ew pêwendîya zarûrî her tim hebe, ji bo alîkarî di warê şoreşê de ku ev şoreş karibe vê rejîmê bavêje.

- Em dizanin ku berîya pêkhatina Peymana Hewlêrê, PYD û Encumena Gel di nava komîteya Koordinasyonê de bûn. Komîteya Koordînasyonê ji muxalefeta nava rejîmê pêk dihat. Piştî pêkhatina Peymana Hewlêrê, Encûmena Gel yan jî PYD xwe ji Komîteya Kordînasyonê hilkişand yan peyman û têkilîyên wan berdewam dikin?

- : Na, ew yek, wextê ew peymana me pêk hat ji wan re hat gotin, wan jî got di xîlalê 15-20an rojên din de emê jê derkevin. Heya îro jî jê derneketine.

- Îro vê sibê bi Salih Muslîm re hevpeyvînek min çêbû. Ew dibêje ji derveyê me hinek grûbên nava Encûmena Niştimanî ya Kurd jî têde hene û xwe jê nehilkişandine, tiştek wisa heye?

-: Na, berê tê de bûn. Di Encûmena Niştîmanî ya Kurd de biryarek hat sitendin û li gor vê biryarê xwe jê dan alî. Biryarek Kongreya Neteweyî ya Kurd hebû, li gor wê biryarê eger ku aliyê ereb di nava du heyvan de mafê milletê kurd nasneke, wê grûbên kurd xwe ji Komîteya Koordînasyon û yên di vekişanda û ew hat bicîhkirin.

- Hinek partî û aliyên sîyasî dibêjin PYD hevkarîya rejîma Baas dike û bi rêdan û piştgirîya wan zixt û hukm li ser partî û grubên din dike. Gelo ev yek raste?

- : Ez nabêjim alîkariya rejîma Baas dike û nekiriye. Ev berî niha hebû, berî 10-15 salan, wextê PKK pêwendiyên wê digel rejîm baş bûn û heta berî demekî jî hebûn, îro PYD dibêje ew pêwendî ligel rejîmê nîne. Lakîn tiştek li dijî rejîmê jî nekiriye. Wan li ber çavê rejîmê çek xistine destê xwe û rejîm îşê xwe ji wan naynê. Ê me jî ku em carna karekî dikin tên me digrin.

- Li gor agadarî û belgeyên veşartî yên ku ji aliyê Abdûl Mecît Bereket ve di malpera Al Jazeerayê de hatine aşkerekirin, bi Komîteya Merkezî ya Partîya Baasê ve girêdayî Hûcreyeka Rêvebirina Qirîzê heye. Ji aliyê vê komîteyê ve belgeyek bi navê “Pîlana Têkoşînê” hatiye amadekirin û di benda 12. ya vê belgeyê de weha hatiye gotin “Gerek herêmên kurdan di bin çavdêriyê de bin, lê, hêzên asyişê mudaxeleya herêmên kurdan nekin, ji bo ku xwepêşandan û xwepêşander bêne têkbirin, divê bi awayek veşartî bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re kordînasyonek bête sazkirin.” 

- : Belê belgeyek heye, min jî wê dîtiye teb'en. Belkî ne temamen wek ew dibêje be .Hevalên me yên PYDê tekzîba van meseleyan nekirin. Diviya bigotina na, tiştek wilo nîne. Li gor ku ez dizanim, heta roja îro negotine na. Gelek caran me dîtiye. Mesela kurê min di xwepêşandana de du caran birîndar bûye ji aliyê wan de. Lê dane. Gelek cara li hindirê Helebê xelk der dihat, xwepêşandan dikirin, ewana êrîşê wan dikir û nedihiştin bi serî bibin. Li Efrîn jî wan êrîş kirin ser xelkê. Gelo ecêb wek di wê belgeyê de hatiye gotin tenkîz dibe an sîyaseta wan wilo ye? Bi qeneeta min, PYD dixwaze bêje ew bi tenê heye, ew bi tenê dizane karê kurdî bike, divê kesek din neke. Ev xetayek mezin e, ji aliyê wan ve. Eger wilo be, wê taliya talî ew û xelk lihevxin û ev li Efrînê jî çêbû, lihevdan.

- Kurdek diyasporayê Abdulbasid Seyda wek serokê ENS hat hilbijartin. Hun vê yekê çawa dinirxînin?Wê çi tesîra wî li ser têkiliya her du aliyan hebe?

- : Ez dixwazim hebûna wî baş be ji bo miletê kurd, lakîn heya roja îro tiştek nehatiye xuyakirin. Qebûlkirina yekî kurd li ser serê Encûmena Niştimaniya Sûriyê de, ez dibêjim wê tiştek baş be. Ji bo ku ê ereb fêm bike ku kurd jî ji heqê wîna ye, dikare bibe serokê komîteyek ji wî warî. Lakîn fetreyê ku ew serok e, bi rastî tiştek zêde pêknehatiye. Ev jî rexne li wî dibe. Gereke ajotibiya bi aliyê ku zûtir kurd û ereba bigihîştina peymanekî bi hev re û mesela kurdî tê de xuyayî bûya bi xweşkayî.

- Baş e, tiştekî din; di weşanên(ANF) de PKK/PYD dibêjin divê em “Îtifaqa Kurd û Şîiyan” pêkbînin, ev pêvajoya ku Rojhilatanavîn tê de derbas dibe, eger ev îtifaq bête kirin wê bêhtir fayda me hebe. Herweha dibêjin di vê çarçoveyê de ji xeyrî PDK, hemû grûbên din weka me difikirin. Heta dibêjin di nava ENKSê de jî yên ku weka me difikirin hene. Hun ji bona vê çi dibêjin?

- : Ne wiha ye. Ez dibêjim li her cigayekî xûsûsiyetek wê heye û li gor wêna karek dibe. Belkî li vir fetreyek baş kurd û Şiî dostaniya hev dikirin û îro jî ez nabêjim Şiî, lê kurd û Hukumeta Malikî dijminatiya hev dikin. Berjewendiyên sîyasî ew dihêle. Mesela rastbe an ne rastbe, li Suriyê Şiî nîne, gelek hindikin. Ê me kurda bejewendiya me tê de nîne em dijminahiya erebên Sunne yan Şiî bikin, yan jî yê Tirkmen, Mesîhî û Durziyan bikin. Ne di berjewendiya kurd de ye ku dijminahiya kesî bikin. Di warê sîyasetê de îro serokatîya Sûriyê di destê Elewiyan de ye, her tiştên esasî li hindirê welat di dest wan de ye. Serekên van beşên emnî bêhtirê ew in, ew leşkerên xwediyê stêrkên pir ji wan in, yanî her ciyê muhîm di destê wan de ye. Vêya mumkune bihêle ku Beşer Eshed fêdeya xwe ya dahatûyê di Elewîyatiya xwe de bibîne. Heger di warê sîyasetê de piştî her tişt hat zelalkirin, Sûriye hat qebûlkirin wek dewletek federalî, belkî wê çaxê berjewendiyên kurd û Elewî û Durziyan, ev xelkê di hindirê vî welatî de wek ji derveyê rejîm bi hev re girêdayî bin di avakairina dewletek federalî. Lakîn wisa bi şeklê xwe yê otomatîk dibên hema divê kurd û Elewî dostên hev bin, kurd û Şiî dostên hevdu bin xelet e. Çima kes nabêje kurd û Sunnî jî dostên hev bin, dibe. Ez dibêjim ev ne aqlekî siyasî ye temamen, aqlekî taîfîyet di serê wî de heye. Em kurd divê karê xwe yê kurdayetiyê bikin, xwe bidin xuyakirin wek Kurd. Mafê me mafek netewî û siyasî ye, divê em wilo xwe bidin xuyakirin. Ew çaxê yên xeyrî me mecbûr dibe ku bêje belê kurd wilo ye.

- Hun polîtîka Turkiye ya derbarê Sûrye û kurdên li Sûryê çawa dinirxînin?

- : Heya îro nebaş e, lakîn ku Davutoğlu li Hewlêr hate dîtin, ez amadebûm li wê civînê. Bi rastî hinek gotinên xweş kir. Lakîn Tirkiye wek dewletek heya îro li dijî kurda ye. Got ez li Hewlêr wek kurdekî xwe didim xuyakirin. Pirsa kurd pirsek meqbûle li cem me, li hindirê welatê Sûriyê, ku kurd bigihên mafê xwe. Lakîn ez dikarim tiştek bêjim, ez dibêjim tirk mecbûre di rojên pêş de baş li ser pirsa kurd bisekine û divê çareseriyekê jê re bike. Îro pirsa kurd pirsek girîng e, kes nikare jê derbas bibe. Kurd nema tê veşartin, ev mesele bincilik nabe. Tirk divê çareyek bibîne ji mesela kurd re. Li cem min ez dibînim wê tiştek baştir bibe, eger ku çareseriya pirsa kurd bi kêmanî îro li ser warê her sê parça be; Kurdistana Başûr, Rojava û Bakûr. Ev her sê bi hev re perçeyek Osmanî bûn. Kongreyek dewrî wê çaxê heye di sala 1920na de, Kongreya Sêwasê, diviya pirsa kurd wê çaxê çareser bibûya lakîn Ataturk dev jê berda û di dû re Kongreya 1923yan a Lozanê hat û mesela kurd tê de wenda bû. Ez dibêjim eger tirk bi rastî dostê kurd be, ji bo dahatûyê, divê kurda qebûl bike, mafê wan qebûl bike û wek milletek girîng di herema Rojhelatanavîn de û bila pêwendiyên xweş hebin. Berjewendiyên tirka û kuda jî tê de heye.

- Em dibînin ku li ser mesela Sûriyê, Îran û Hukumeta Malikî bi hev re tevdigerin. Hun vê polîtîka Malikî ya di derbarê Sûriyê de û kurdên li Sûriyê de çawa dibînin?

-: Em xerab dibînin. Malikî pişta rejîm Sûriyê digre, piştgiriya Beşer Eshed dike.Gelê Sûriyê bi vêya tê êşandin. Kuştin bêhtir dibe, xerabûn bêhtir dibe. Beşer çiqas zeîf bibe û zûtir here, ew rejîm birûxe, çêtire ji gelê Sûriyê re. Îro ev roj bi rojê piştgirîya Malikî û Îranê ji rejîma Sûriyê re zêdetir dibe. Ê me jî berjewendiyên kurd cîh bi cîh dibe eger ev rejîm ji nava me here. Rejîm here wê kurd baştir bigihên mafê xwe. Lakîn ku her dirêj dibe û piştgiriya Beşer zêde dibe, her tadayî li kurd jî dibe, ew jî têne kuştin û xerabî bi ser kurda de tê. Îro li Helebê 700.000 Kurd heye, her ku xerabî çêdibe, kurdên wê derê diçin aliyê Efrînê, aliyê Kobanîyê, xelk birçî dibe. Meqsed ji vê gotinê, piştgirîya Malikî û Îranê ji rejîma Beşer Eshed re tiştek xerab e, em wê piştgiriya hanê şermezar dikin.

- Hun sîyaseta Rûsya û Çînê derbarê Sûriye û kurdên li Sûryê çawa dinirxînin?

- : Bi baweriya min, Rûsya aboriya wê ne gelek xwurte û di Rojhilatanavîn de îflas kirîye. Her cihê ku guhertin çêbûye wek Misir, Tûnis û Lîbyayê û îro li Sûriyê, Rûsya lê namîne. Sebeb jî, her guhertinek çêdibe, bêhtir Amerika û Ewrûpa dikarin tê de baştir xebat bikin, dikarin baştir di warê aborî de xizmet bikin. Dikarin ji bo ji nûh ve ava bikin piştgiriyê dikin, lê Rûsya nikare bike. Îro Rûsya xwe dibîne derbe lê ketîye, derbe li berjewendiyên wê ketîye. Eger Sûriye ji destê wî here tiştek di heremê de jê re namîne. Ji ber wê dixwaze leystikek bike li ser hesabê gelê Sûriyê. Li ser hesabê kuştina wî ku demek dirêj hebe ji bo berjewendiyên xwe pêk bîne bi rastî. Xuyaye dixwaze berjewendiyên wî hebe li hinek ciyên din. Ji ber wê nahêle ku biryarek di Yekîtiya Milletan de derbikevê.

- Ji daxuyaniyên Artêşa azad û hinek aliyên din ên sîyasî dîyar dibe ku dixwazin herêma Kurdistana Rojava jî bikşînin nav qada şerê germ. Li hemberê vê yekê fikira we çiye û ku tiştekî wisa biqewime dê helwesta we çi be? 

- : Belkî ew dibînin ku li gor berjewendiyên wan e ku gelê kurd jî bikeve şer de. Ew wisa dibînin ku wê ji wan re gelek baş be û ciyên şer firehtir dibe. Ê me, wek partîyên siyasî, em naxwazin gelê Kurd dakeve warê şer de. Em dibêjin em milletek in, ewqas salan zilm û zor li me bûye. Ev rejîm û her kesê ereb, nexwestiye bifikire ku gelê kurd heye û bigîje mafên xwe. Ez dibêjim hebûna Leşkerên Azad li herema Kurdistanê wê nebaş be. Em ji wan re dibêjin neyên herêma Kurdisatanê. Lakîn divê em piştgirîya wan jî bikin, ew leşker îro li dijî vê rejîmê ye da wê bavêje. Em piştgiriya wan bikin heya xortên kurd jî tevî wan hene û dibînin vaye piştgiriya me heye ji wan re. Divê di warê sîyasetê de li dijî wan nefikirin. Ev xortên kurd ne bi biryara prtiyan çûne nava wan, lê ew qeneeta xortên kurd e, dibînin ku ev leşker li dijî Beşer Eshed e, dibînin berjewendiyên gelê kurd têne avakirin, li dijî rejîmê şer dike ji bo zûhtir bê rûxandin. Divê em şerê ev leşkerê hanê nekin û bila gotinên me bibe piştgirî ji wan re di vê siyasetê de. Em her tim ji wan re dibêjin, divê ev rejîma ha birûxe û piştgirîya van Leşkerên Azad lazim e.

- Dema em bi awayek giştî li opozîsyona erebî ya Sûryê binêrin gurûbên cihê cihê hene. Li gor vê dîmenê, opozîsyona erebî digel hev û bi opozîsyona kurda re çiqas di nav ahengê de ye û li gor vê rewşê bê ku mudaxaleyek navnetewî çêbe, li hemberî rejîma Baas serkevtin mimkune gelo?

- : Bi ya min pêwiste pêwendiyên xweş di nava opozîsyonê de hebe. Piştgirîya hev bikin da hêza vê opozisyonê xwurtir bê naskirin. Ez bawerim wê Awrûpî bêhtir piştgirîya wan bikin. Lakîn ku meqsed jê tedaxuleka navdewletî be yanî têketinek ji der ve be, rejîm wê zûtir biçe. Ez dibêjim ji bo hindirê vî welatî lazime biryarek navdewletî hebe. Heya ev rejîm bê avêtin wê hindirê Sûriyê li bin guhê hev bikeve. Eger hêzên navdewletî hebin, belkî ji bo şer nebe û selametiya nava van tayîfe û mezhebên li hundirê Sûriyê pêwist e. Gelek zore ku bê mudaxeleyek navneteweyî ev rejîm here. Eger mudaxele nebe, wê pir dirêj bibe. Ez dibêjim du rê hene ku ev rejîm here: Yek jê, bi karê ku li hindir dibe. Bi xêra van xwepêşandanan, xelkê Sûriyê li dij rejîmê radibe û Leşkerê Azad. Riya din ew e ku ji derve mudakeleyek ji bo nava Sûriyê çêbe. Ev du rê hene.

- Van rojan di çapemenîya navnetewî de gengeşî û pêşnîyarên ji bo pêkanîna Hêrêmeke Parastî di bin sîwana hêzên navnetewî de zêdetir bûne. Di derbarê vê mijarê de hun çi difikrin?

-: Em dibêjin ji bo xelkê kurd jî û xelkê Sûriyê hemû jî baş e. Bi rastî ji bo pêşketina şoreşê, ev dergehek nû ye. Lê jê re projeyek lazime, wê çawa û li ku çê bibe. Divê baş li ser bê sekinandin ku tiştek baş bê çêkirin.

- Piştî têkçûna rejîma Baasê, hun dixwazin sîstemek çawa bête damezrandin û di nav vê sîstemê de wê statuya milletê kurd çi be?

- : Em dixwazin sîstemek demokratîk û nemerkezî çêbe. Di warê destûr de Sûriye bibe federalî. Sebeb jî du nasyonalên (neteweyên) sereke hene; ereb û kurd. Ev yên esîl in. Bi tevî wan, gelek kêmnetewe jî hene wek Ermenî, Aşûrî, Suryanî, Çerkez û Turkmen. Pêwiste di destûrê de bête nîşankirin; ku wek tayîfe Elewî, Durzî, Mesîhî, hinek Şîî û Sunnî hene. Ev çîrokek gelek girîng e û seknek baş jê re divê. Divê di aqilê xelkê me yê hindir de bêqebûlkirin ku di pêş de Sûriye dewletek federal be. Ev dewletên me yên derve yên ku îro dibêjin em pişgiriya xelkê Sûriyê dikin, bi hemû hêzên xwe ve ji bo têkçûna Beşer Eshed, divê qebûl bikin ku Sûriye dewletek lamerkezî be li ser esasê federalîyê.

- Li Sûryeyê piştî têkçûna rejîma Baas û Beşar Esad, mimkune ku di navbera grubên etnîkî(qewmî), mezheb û dînên cûda de pevçûnên navxweyî peyda bin?

- : Ez dibêjim mumkun e. Ji ber vê sedemê jî divê qewetên dewlî hebin. Ew nav lêdikin ''Qewetul-Selam''. Ji bo nehêlin şer di mabeyna wan de çêbibe.

- Em wisa dizanin ku Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûryê, ji şanzde grub û rêxistinên cûda pêk hatiye. ENKS bi çi awayê rêxistina bûye, armanc û hedefa wê ya sîyasî çiye? Û heta vê gavê kîjan daxwazên wan ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Sûryê ve hatine qebûlkirin?

- : Em 16 partî ne. Beriya 4 meha civînek Encûmenê çêbû. Hinek biryarên wê yên baş hene: yek ji wan biryaran, divê kurd mafên xwe yê çarenûsî hebe. Ereban hêj ev biryar qebûl nekirine, em dibêjin divê Encumena Ereb jî qebûl bike. Eger na, em ji bo tiştên di pêş de bi hev re tevnegerin, wê îş xerab bibe. Niha jî di piştgiriya ereb û kurd de qelsî heye ji ber ku ereb daxwazên kurd qebûl nake wek neteweyek ku bibe xwediyê mafên xwe. Ev tiştek pir girîng e. Ev bûye sebeb ku li gel ENSê pêwendî bi xweşkayî naçin serî.

- Ji aliyê armanc û hedefa sîyasî ve çi cûdayî di navbera ENKS û Encûmena Gel(PYD) de heye?

- : Bi nîsbet kurd çênabe ku du encûmen hebin. Gelek bi tenê ye û divê encûmenek bi tenê hebe. Li her welatî zêdetirê encûmenek çênabe. Lê em sîyasîyen ne weka hevdune. Du rêbazên siyasî ne, di xîlalê 30-40 salî de wilo kar bûye. Îro bi riya ew Peymana Hewlêr em dixwazin xwe nêzîkê hev bikin, lakîn di siyasetê de em newekhev difikirin. Em Sûriyeka federal dixwazin da milletê kurd bigihên mafên xwe yên çarenûsî, lê Encûmena Gel ne wiha ye. Encûmena Gel, di vî warî de dibêje “xweseriya demokratîk”. Ev daxwaza îdara zatî ye, tiştek siyasî têde nîne. Mesela milletê kurd meseleyek siyasî ye. Gelê kurd îro mafê siyasî dixwaze, ne tenê mafê îdarî. Ev xîlafekî gelek esasî ye. Ji berê de jî di warê siyasî de em ne weka hev fikirin, me ne weka hev şuxil kirîye. Ew dixwazin berê kurda bidin ciyek tewrî bi tenê. Bi aqilê xwe yê xas dixwaze ew kar wilo bibe. Em jî dibêjin wa ye 4 parçê Kurdistanê heye, her parçeyek taybetmendiya wê hene. Heger ev di aqilê kurda de qebûl bibe, heqê me jî heye, mafê me jî heye ku em jî herin li Tirkiyê, li Îranê partiya xwe çê bikin. Ev jî di mabeyna me de îxtîlafek dî ye.

- Em dizanin ku di nava partî û rêxistinan Kurdistana Rojava de, tenê hêza çekdarî ya PYDê heye. Serok Barzanî berî demekî da zanîn ku hinek xortên Kurdistana rojava wek pêşmerge perwerde kirine û ew pêşmerge wê derbasê Kurdistana rojava bibin? Li gor agadriyên belavbûyî PYD naxwaze ew daxil bibin. Hun daxilbûna wan pêşmergeyan ji bo Kurdistana Rojava çawa dinirxînin? Û wek aliyekî Peymana Hewlêrê, PYD daxilbûna wan çawa dinirxîne?

- : Belê, ew naxwazin daxil bibin. Li gor dîtina me daxilbûna wan ya hindirê welat wê baştir bibe. Heger em hevdû qebûl bikin bi başî, waye hinek hene navê wan hêzên Yekîneyên Parastina Gel e û yên PYD ne. Ev jî bila bi navê ENKS biçin û bi hev re alîkar bin. Ji bo çi nahêlin derbas bibin? Qebûl nakin. Ev xortên han, belkî hinek ji wan yên partiya bin, yên din hemû xortên kurd in.

- Bila yên partîya bin. Ma yên PYD jî ne yên partîyekê ne, ew jî ne partî ye? Di dawiyê de wê bibin hêzên ewlekrî yên Kurdistanê. Ma ew jî ne yê PYDê ne? Ji esmana nehatina xwarê.

-: Belkî hinek ji wan ne yên wan bin lê xwe di wê rêbazê de dibînin. Bes ew kesên ku li vir perwerde bûn, dilxwaz in, xortên ji Kurdisatan xwe hezdikin, dixwazin biçin jê re xebatê bikin. Mixabin ketin ser riya wan nehiştin derbas bibin. Heya anûha jî, ew dayîn û stendina ku nava Desteya Bilind de çêdibe, yek jê ev e ku bên qebûlkirin ji bo derbas bibin. Heta min îro jî ji wan re got ji bo xerabî çênebe, qebûl bikin em jî hinek xortên xwe hazir bikin û tevlî yên we bila bi hev re îdara hindirê welatê me bibe, yê Kurdistanê. Dibêjin wa yê berê heye, tenê wek ya xwe qebûl dikin.

- Di nava ENKSê de gurûbên dî hene ku naxwazin ev pêşmerge daxilê Kurdistanê bibin?

- : Belê hene, hinek partiyên me hene ew van kara naxwazin, xwe teslîmê qederê kirine.

- Eger Peymana Hewlêrê neyê tetbîqkirin, di nava gurûb û rêxistinên kurdên rojava de îhtîmala şerek navxweyî heye gelo?

- : Min berê jî got ji bo selametiya gelê me, ez dixwazim bê tetbîqkirin. Heger nebû, ji kurda re dimîne ku bêje ka ev Parstina Gel qebûl dikin yan na? Em dibêjin tiştekî xelet e, ku terefek bi tenê îdara Kurdistana Sûriyê bike. Kurdistana Sûriyê ne ya terefekî ye, ya hemû kurda ye. Divê îllah bi hev re be, bi hev re karê hevbeş bête kirin. Eger nehêlin ev îtifaq biserkeve, bixwazin bi tena serê xwe bikin, xetayek mezin dikin û ew mesûliyet li ser wan e.

- Kek Mistefa, peyama we ya dawiyê çi ye?

- : Beriya her tiştî bi hatina we kêfxweş im. Kefxweş im bi piştgiriya we ya ji bo Kurdên Sûriyê. Divê kurd baş hev fêm bike, baş hev nas bike, her perçeyê Kurdistanê bi hevdu re alîkar be. Îro berjewendiyên milletê kurd ji hemû şexis û partiyan mezintir in, ew berjewendiyên ha îro li ber çavê dinyayê ye. Îro êdî doza rewa ya miletê kurd nayê veşirantin, wê bighê mafê xwe. Divê kurd bi yek hêz bê naskirin, bi yek nêrînekî siyasî, zelal, bi xweşkayî li ber karê xwe bisekine û karibe xwe baş ava bike ji bo karê dahatûya Kurdistanê. Sipasiya we dikim.

- Em jî ji bo cenabê sipas dikim, ji bo ku we dema xwe ya hêja ji me ra veqetand. Dilê me jî bi we re ye.

04/09/2012