Edebîyat û Asarê Edebî
Jibo her qewm û milletekî, edebîyat û asarê edebî wek xîmê qewî ne jibo serayêt alî. milletê xwey edebîyat çi qeder bikevit, serayê selteneta wî yê maddî biherivit, dîsa bi hîmmetekê tête tamîrkirin.
Milletê Yunan, digel hindik! û bêqewetîya xwe, çend esran mewcûdîyeta xwe winda kir, bû wîlayetekê Osmanîyan. Emma edebîyat û asarê Yunanî di Ewrupayê da terefdar peyda kirin, xweyîyê xwe ji destê Osmanîyan derêxistin.
Îran maddeten mehû bû, bû esîrê Ereban; piştê wê kete bin esareta Tirkan. Feqet lîsan û edebîyatê Farisî, dîsa Îran îna wucûdê; digel wî qasî ku Firs wek heyûlayê, navê wî heye, bi xwe nîne.[1]
Ereb, heşt-neh esr e selteneta xwe winda kirîye. Feqet lîsan, edebîyat û asarê Erebî li Şerq û Xerbê hakim e; beheme hal tê sahibêt xwe bînite wucûdê, çawan tînitin.
Bîna li vê heqîqetê, her qewm û milletê ku arzuya mewcûdîyet û seltenata xwe ya millî bikin, lazim e ji ewwel emir ve îhtîmamekê qewî bidine edebîyat û asarê xwe yê edebî.
Ev heqîqeta han di berîya çar esran da Hezretê Ehmedê Xanî derk kirîye û jibo wê xebitîye. Dibêjit: Min lîsanê Kurdî înaye nîzam û întîzamê,
Da xelq-î nebêjitin ku Ekrad
bême'rîfet in, bêesl û binyad
Xasma di vê esre da, di alema medeniyete da hüccet û berata milletan lîsan û edebîyatê wan e. Milletê bêhuccet û bêberat, da'wa wî nayête sehkirin, kes guhê xwe nadet'ê; meğer malûm bibit ku berata wî jê hatîye standin. Jibo îsbata vê da'wayê û danîna temel û xîma mîllîyeta xwe, hindek jncortê me şev û roj serfa hîmmetaxwe dikin, asarê qedîm neşir û yê taze [13] çêdikin.[2] Yek ji wan eserê kevn "Mem û Zîn" e ku sertacê îbtîhaca Kurdan Ehmedê
Xanî di "1105"[3] da nivîsîye Zatekî[4] mutteqî, mütedeyyin, xwey dehaekê bilind, di ulûmê dînîye, hîkmîye, edebîye da sahibê qudretekê temam, di mîllîyetperwerîyê da wek Fîrdewsî bûye. Di "1061"[5] da hatîye dinyayê.
Lewra ku dema ji xeybê fek bû
tarîx-î hezar û şêst û yek bû
Tarîxa nivîsîna "Mem û Zîn"ê "1105" e.[6] Merhum mexfûr, piştê nivîsîna wîladeta xwe, di axirê "Mem û Zîn"e da weha dibêjit:
îsal-i gîhîşte çili û çaran
wî pêşerewê gunahekaran
Sed esef ku tarîxa wefata wî malûm niye Medfena wî li Bayezîdê ye, ziyaretgâha Kurdan e. Çend eser nivîsîne; hemî Kurdî ne. "Nûbuhara Biçûkan" eserekê xayet nefîs e; di "1094"[7]da nivîsîye. Dibêjit min ev eser nivîsîye.
Ne jibo sahibrewacan
Belkî jibo biçûkê Kurmancan[8]
Tarîxa heyata wî gerçi muntezemen ne malûm e, emma ji asarê wî tête zanîn ku Ehmedê Xanî, wek Fîrdewsî jibo mîllîyeta xwe xebitîye, temamê mewcûdîyeta xwe di wê rê da serf kirîye. Asarê Ehmedê Xanî di Kurdistanê da xayet mu'teber in. Her kesek bi ihtiram navê wî zikir diket.
Feqet dereca te'sîrê da negîhaye Fîrdewsî. Çunkî Fîrdewsî bi qelema xwe Îran vejand. Ehmedê Xanî nehîşt ku Kurdistan temam bimirit; ji mewta ebedî xilas kir, emma temam îhya nekir. Çunkî zemanê Fîrdewsî jibo fıkra wî musaid bû; zemanê Ehmedê Xanî xayet berbad û çetin bû. Dewleta Osmanî digel hukumeta îranê muttefîqen Kurdistan di mabeyna xwe da teqsîm kiribûn; dest û pîyê wan wisa girêdabûn ku nedikarîn xwe bihejînin. Çunkî maddeten bi her terefan da çawan esker sewqê li ser wan dikirin, bi enwaê hi le û desîsan îxtîlaf û şîqaq êxistibûne nav Kurdan.[9]
[14] Hezretê Ehmedê Xanî xayet müteessir bûye, hemîyeta wî hatîye xeleyanê, ji ferta hemîytê, ji qelbekî şewitî, bi çehvê giryan, bi vî terzî kirîye hewar:
Ez mame di hîkmeta Xwedê da
Kurmanc-ı di dewleta dinê da
aya bi çi wechî mane mehrûm
bilcümle jibo çi bûne mehkûm!
Temaşa Kurdistanê û Kurdan kirîye. Şecaet û xîret û hemîyeta di Kurdan da heyî, di milletekî dî da nedîye. Dest bi senayê Kurdan kirîye:
Her mîrekî wan bi bezle Hatem
Her mêrekî wan bi rezmê Ristem
Bifkir ji Ereb heta ve Gürcan
Kurmancî ye bûye şubhê bircan
Sebebê felaketa Kurdistana, şecaeta wan ya mufritane, sexaweta nabeca didite nîşandan û dibêjit:
Lew pêkve hemîşe bêtîfaq in.
daîm bi temerrud û şîqaq in
Ji ber wî qasî ku lîsanê Kurdî lîsanê resmî nebûye, rewac negirtîye, ax û keser ji dil hatîye:
Ger dê hebûya me jî xwedanek
alîkeremek, letîfadanek
Min dê elema kelamê mewzûn
alî bikira li banê gerdûn
Çi b'kim ku qewî kesad e bazar
Nînin ji qumaşî ra xerîdar
Heqîqeten bazara xortê me jî wek bazara Ehmedê Xanî kesed e. Çi qeder îzhara hemîyetê dikin mewcûdîyeta xwe telef dikin, ji jehrîya mahrêt reş xilas nabin, ji kula welat jorê selamete namînin.[10] Ya Reb, tu wan mehfûz bidêr û muweffeq bike!
3 Mayis 335 (1919)
Hemze
[1] Heyula: Maddeyek e ku bîrbirên materyalist ew pêşemaddeya cîhanê û jînê qebûl kirine û gotine ku "berê ew madde hebûye, her tişt ji wê zêde bûye, ew despêka hemî maddeyên dî ye". Lê belê, bîrbirên îslamê ew fikir qebûl nekirine û gotine ku "di deşpêka cîhanê û jînê da çu maddeyek tunebûye, Xwedê her tişt ji tuneyîyê afirandîye".
Bi wî awayî, "heyula" di nava Musulmanan da bûye sembol û nîşana tiştên tune. Tiştê ku navê wî hebe û ew bi xwe tunebe, jê ra tê gotin "wek heyûlayê ye".
[2] Peyvika "temel" a ku di vê pevekê da ye, di pêşepeyva "Mem û Zîn"ê da ya ku di sere pirtûkê da hatîye weşandin, cî negirtîye. Wisa tê zanîn ku ev peyvika "temel" ku peyvikeka Yunanî ye û ketîye Tirkî jî, bi şaşî li vir derketîye.
[3] Ev tarîxa Hîcrî ye, li gora tarîxa Miladî dibe 1695. Di eslê kovarê da ev tarîx "1015" derketîye. Tebîî ye ku ew xelet e. Pêşepey va ku di "Mem û Zîn"e da hatîye weşandin, di wê da ev tarîx "1105" e. Ji ber vê yeke, me li vir ew bi awayê rast "1105" nivîsî.
[4] Di pêşepey va "Mem û Zîn"ê bi x\ve da ev pevek weha dest pê dike: "Xanî zatekî mutteqî..." Belam di kovara "Jîn" da, her \vek ku dixuye, peyvika "Xanî" derneketîye.
Wisa tê zanîn ku ev peyvik di çapkirina kovarê da ketîye.
[5] Li gora tarîxa Mîladî dibe 1651.
[6] Li gora tarîxa Mîladî dibe 1695. Ev tarîx li vir hem di pêşepeyva pirtûkê da, hem jî di pêşepeyva kovarê da weha rast, "1105" derketîye.
[7] Li gora tarîxa Mîladî dibe 1684.
[8] Ev malik di eslê "Nûbuhara Biçûkan" da, ku bi navê "Nûbara Biçûkan" jîtê naskirin, weha ye:
"Belkî jibo biçûkêt Kurmancan".
[9] Peyvikên "bi her terefan da" yên ku di vê pevekê da ne, di pêşepeyva "Mem û Zîn"ê bi xwe da tunin.
[10] Peyvika "namînin" li vir jî, di pêşepeyva pirtûkê da bi xwe jî weha derketîye. Bi dîtina me ev peyvik bi şaşî weha hatîye çapkirin û awayê wê yê rast divê ku "nabînin" be.
Yorumlar (0)
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu siz yazın.