1. Cîyê jidayikbûn û malbata wî

Seyîd Mihemed; kurê Seyîd Abdulqadirê Şemzînî ye û sala 1879an li gundê Nehrîya Şemzînanê ji dayik bûye. Ji ber tevgera sala 1880ê ya Şêx Ûbeydulayê Şemzînî, malbat giştî ji layê desthilatdarîya Osmanî ve hatine nefîkirin ji bo bajarê Hîcazê. Salên ciwanî û xortanîya wî li cî û warên bîyanî yên nefîkirinê derbas bûne. Perwerdeyîya xwe ya sereke di medreseyên terîqeta Nexşebendîyê de temam kirîye. Piştî ragehandina Meşrutîyeta Duyem (1908), bi malbatî vedigerin Îstenbulê. Di dawîya sala 1908an de bi navê Cemîyeta Teawûn û Teraqîya Kurdan (CTTK), rêxistinek ji layê kesayetên rewşenbîr û ulemayên kurd ve li Îstenbulê hatîye damezrandin û Seyîd Ebdulqadirê Şemzînî ji bo serokatîya vê cemîyetê hatîye hilbijartin. Piştî salekê xebata CTTK, ji layê hikûmeta Osmanî ve hatîye rawestandin. Dema ku şerê Giştî yê Cîhanê jî dest pê kir, ji alîyê desthilatdarîya sîyasî ya wê demê ve hemû xebatên rewşenbîrî yên kurdan li Îstenbulê hatin rawestandin.

2. Xebata di nav CTKê de

Di çar salên pêvajoya Şerê Giştî de, hîç xebateke rewşenbîrî û sîyasî nehate kirin. Piştî bidawîhatina Şerê Giştî yê Cîyanê û têkçûna Împeretorîya Osmanî, xebatên rewşenbîrî û sîyasî yên kurdan ji nû ve dest pê kirin. Di vê pêvajoyê de bi serokatîya Seyîd Evdilqadir, di roja 17ê Kanûna 1918an de Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK) hate avakirin. Di raporteke îstixbarata leşkerî ya îngiliz a ku roja 17ê Hezîrana 1919an bi hejmar FO 371/4191 hatîye amadekirin de behsa nîzamname, endam, rêvebir û şubeyên cemîyetê dike û di nav lîsteya rêvebirên CTKê de navê her du lawên Seyîd Evdilqadir; Seyîd Mihemed û Seyîd Abdullah jî derbas dibin.[1] Seyîd Mihemed heman demê mihasibê CTKê bû. Di vê demê de gelek rêxistinên din jî di bin sîwana CTKê de kar dikir, bi girêdayî  CTKê sê rojname û kovarên bi navê Jîn, Kurdistan û Serbestî  hatine çapkirin. Di nîvê sala 1920an de xebata CTKê, bi tevî 19 şubeyên wê yên li bajar û bajarokên Kurdistanê, ji alîyê desthilatdarên sîyasî yên wê demê ve hate rawestandin û betalkirin.  

Ji wê şûn ve şertên xebata legal (aşkere) nema û rêxistinên veşartî yên kurdan hatin avakirin. Ji van rêxistinan yek jî Cemîyeta Îstiqlala Kurdistanê yan jî bi navê xwe yê din Komîteya Îstiqlala Kurdistanê bû. Tevgera neteweyî ya sala 1925an, bi xebata vê rêxistinê hate amadekirin. Serokê sîyasî yê vê rêxistinê Xalid Begê Cibran bû. Piştî girtina Xalid Beg û Yusif Zîya Beg, Şêx Seîdê Pîran bû serokê tevgera sala 1925an. Tevgera 1925an, berîya dema destnîşankirî di roja 13ê Sibata sala 1925an de, li Pîranê dest pê kir. Di nav demekê kurt de serkevtinên pirr girîng bi dest xistin, gelek bajar û bajarokên Kurdistana Bakur ketin bin kontrola wan lêbelê ji ber gelek sedemên navxweyî û derveyî, Tevgera 1925an bi ser neket.  

Metin Kutusu: Rojnameya Vakit, 19ê Gulana 1925Dema hereketê dest pê kir, Seyîd Evdilqadirê serokê CTKê li Îstenbulê di mala xwe de bû. “Roja 12ê Nîsana 1925an, li Îstenbulê bi tevî kurê xwe Seyîd Mihemed, Nafîzê serokê eşîreta Xoşnav û Sadîyê Paloyî ji layê hêzên hikumetê ve hatin berdestkirin û hemû bi hev re anîn Dîyarbekirê ji bo mehkemekirinê (darizandinê).”[2] Li gor nivîsîna Uğur Mumcu, “Di roja 14ê Nîsanê de Xalid Begê Cibrî li hepisxaneya Bedlîsê hatîye gulebarankirin û roja 15ê Nîsanê jî Seyîd Evdilqadirê serokê CTKê li Îstenbulê hatîye derdestkirin.[3] Li gor nivîsandina ewraqên mehkemê, “Seyîd Evdilqadirê kevnereîsê Şûrayî Dewlet û serokê berê yê Cemîyeta Tealîya Kurdistanê û kurê wî yê Seyîd Mihemedê ku li heman xanîyê niştecî ye, ji ber têkilîya bi şoreşa Kurd re û bi îddîa teşwîqkarî û rêvebirîya şoreşê, li Îstenbulê di taxa Suadîyeyê de, li xanîyê jimara 338an hatine derdestkirin. Seyîd Evdilqadir Efendî 75 salî ye û Seyîd Mihemedê kurê wî jî 46 salî ye.”[4]

Rêber û girtîyên Tevgera 1925an, kom bi kom dihatin mehkemekirin. Mehkemekirina Seyîd Evdilqadir û hevalên wî, di 14yê Gulana 1925ê de dest pê kirîye û di 24ê Gulana 1925an de bi dawî hatîye. Di nav vê koma girtîyan de; Seyîd Evdilqadir, Seyîd Mihemed, Kemal Fewzîyê Bedlîsî, Nafîzê Hewlêrî yê Serokê Eşîra Xoşnav, Abdulah Sadîyê Paloyî, Hacî Ahtî Mihemed Tewfîqê Dîyarbekirî ku bi nasnavê Bavê Tûjo tête zanîn, Xoce Eskerî, Cemîl Paşazade Ahmed, Ahmed Cemîlê Dîyarbekirî, Îlyasê Dêrikî, Abdulqadir Sîto, Rifat û Husên hebûn. Ji van kesan Ahmed Cemîlê Dîyarbekirî, Nafîz, Abdulqadir Sîto, Rifat û Husên têne bertkirin. Li gor îddîaya  mehkemê, “Di dema  derdestkirina Seyîd Evdilqadir de, li nav mala wan gelek sîleh û teqemenî û ewraq hatin dîtin. Bi taybetî ji ewraqên dema azatîya wî ya Meclîsa Ayan dîyar dibe ku derbarê muqederata Kurdistanê gelek hewldanên wî çêbûne. Seyîd Evdilqadir û Seyîd Mihemed…, bi tesewur û teşebûsatên xwe, bi hev re û muştereken xebitîne û xwestine ku beşê wîlayetê şerqîye ji welatê tirkan veqetînin û li wê derê Kurdistanek musteqîl teşkîl bikin.”[5] “Li ser wan û li mala wan, du çewal ewraqên cûr bi cûr hatine dîtin; pirranîya van ewraqan li ser daxwaz û teşebûsên wan ên di derbarê kurd û Kurdistanê de ye.”[6]

3. Mahkemeya Îstiqlala Şerqê û ala Kurdistanê

Di roja 23yê Gulana 1925an de, ji layê heyeta sîyasî ya bi navê Mahkemeya Îstiqlal a Şerqê ve, bi biryara jimara 32an, ji bo Seyîd Evdilqadir û kurê wî Seyîd Mihemed, Kemal Fewzî, Hacî Ahtî (Bavê Tûjo), Abdulah Sadîyê Paloyî ceza îdamê (darvekirinê) hatîye birrîn. “Înfaza wan, ji girtina biryara darvekirinê sê roj şûn ve”[7], di roja çarşema 27ê Gulana 1925an de, li hemberê Xana Hesen Paşa û li ber Mizgefta Gewre ya Dîyarbekirê hatîye pêkanîn.

Li gor neqilkirina rojnamevan Uğur Mumcu, pêşîyê Kemal Fewzî û paşê Hacî Ahtî (Bavê Tûjo) hatine darvekirin. Kemal Fewzî di dema darvekirinê de dibêje:

“Kurdistan wek bihuşt e û ya me ye, xwedîyê malê em in, kî çi dibêje bila bibêje, em ê dîsa têkevin hundir, tu hêzek nikare li hember vê yekê bibe asteng, lewre ew ya me ye!”[8]

Hacî Ahtî (Bavê Tûjo) dibêje:

Bijî mefkûreya Kurd û bijî Kurdistan![9]

Di dema mehkemekirinê de, bi taybetî pirsa kesên îstiqlalxwaz û muxtarîyetxwazên nava CTKê û wêneyê ala li ser huwîyeta cemîyetê ji Seyîd Mihemedê lawê Seyîd Abdulqadir tête pirsîn. Seyîd Mihemed di bersiva xwe de dibêje: “Di cemîyetê de Mihemed Emîn Bedirxan, Xelîl Rehmî, Kamiran, Mewlanzade Rifat û Kemal Fewzî terefdarê “îstiklalê” bûn, bavê min û Seyîd Şefîq jî “muxtarîyet”ê dixwestin… Wê demê katibê Umûmî yê CTKê Zeynelabidîn bû, ala kesk a li ser wereqeyên huwîyeta CTKê, ji alîyê Katibê Umûmî Zeynelabidînê Fanî ve hatîye amadekirin/çêkirin.[10] Li ser pirsa dadger, Seyîd Mihemed dibêje: “Ala osmanî vemirî, me ala kurdan çêkir ku digel wê wekî roj biçirûse. Ev hêvîyek e.”[11]

Seyîd Mihemed, 46 salîya jîyana xwe de, saet 5ê sibeya roja çarşema 27ê Gulana 1925an li ber Mizgefta Gewre ya Dîyarbekirê bi tevî bavê xwe û komek endamên CTKê hatîne darvekirin. Di jîyana takekesî ya mirovan de ya herî giran ew e ku kurekî li ber çavê bavê xwe bête darvekirin. Seyîd Mihemedê Evdilqadir Efendî bavê sê zarokan bû; dido ji wan lawîn (Xidir û Mûsa) û yek jî keç bû. Ew, di dema darvekirinê de weha deng li serdest û neyarên xwe dike:

Ew tiştê ku hun dikin ne rewayê ewladê Resûl e. Dê ji hikûmeta we re pirr bela û serêşî çêbe.[12]

Seyîd Abdulqadirê bavê wî jî di dema darvekirinê de dibêje:

 “Hun bi darvekirina min xîreta kurdîtîyê hişyar dikin, hun dibin sebebê yekîtîya kurd û ereban.”[13]

4. Ala Kurdistanê; berhemê têkoşîna netewî ya miletê Kurd e

4.1. Ala Neteweyî

Remz û sembolên wekî ala, di dirêjayîya dîrokê de ji pirr berê ve, ji alîyê gelek kom, dewlet û miletan ve ji bo armancên ciyawaz, bi şikil û awayê cihê cihê hatine bikaranîn. Di vê nivîsê de, ez dê nekevim nav babeta dîroka alayan (aleman), bi giranî dixwazim behsa alaya neteweyî ya ku piştî peydabûna netewe-dewletan çêbûne bikim. Bêguman berîya netewe-dewletan, alayên dewletên bajaran û dewletên feodal jî hebûn. Eger em dîroka netewe dewletan bi Şoreşa Fransayê bidin destpêkirin, li ser vê pêvajoyê nêzîkê 230 sal derbas bûne. Ji têkçûna dewletên feodal ên wekî qralîyet û împeratorîyan şûn ve, netewe-dewlet çêbûn, her netewe-dewletek ji xwe re bi navê alaya neteweyî sembolek giştî destnîşankirin. Sembolên wekî ala, sînorên netewe-dewletan dîyar dikin. Di bin desthilatdarî û nav sînorên netewe-dewletan de; digel alaya neteweyî, alayên herêmên otonom û federal jî hene. Îro di rêxistina Neteweyên Yekgirtî de, her netewe-dewletek bi alaya xwe têne temsîlkirin. Alaya miletên bêdewlet û bêstatu bi awayekî fermî nayê naskirin. “Her Milet xweyîyê alekê ye. Ala nîşana milet û welat e. Tevayîya heyîna miletan di ala wan de civîyaye.”[14] Di vê çarçoveyê de, îro alaya fermî ya kurdan û Kurdistanîyan, alaya rengîn e ku li Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê hatîye hilkirin. Alaya rengîn a Kurdistanê, di pêvajoya têkoşîna neteweyî ya Kurdististanê de peyda bûye û di dema damezrandina Cimhurîyeta Kurdistanê/Komara Kurdistanê (22.16.1946) de, bi biryara hikûmeta Cimhurîyetê bi awayekî fermî hatîye qebûlkirin û hilkirin.

4.2. Ala netewî ya Kurdistanê

Alaya netewî ya Kurdistanê,berhemê xwîn û têkoşîna sed (100) salên miletê kurd e. Ev ala ku ji Cimhûrîyeta Kurdistanê gihiştîye Herêma Federa ya Kurdistanê, dîrok û çîroka wê digîje destpêka salên 1920an. Di van salan de du nimûneyên alayê çêbûne; yek jê, alaya li ser huwîyetên Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK) ye û ya din jî piştî parçebûna cemîyeta navborî, alaya ku ji alîyê Cemîyeta Teşkîlatê Îctimaîye ya Kurd ve hatîye çêkirin. Alaya neteweyî ya ku salên 1928-1930 li Agirîyê di ber Fermangeha Leşkerî ya Kurd de hatîye hilkirin, ji wê şûn ve li rojhelatê Kurdistanê di dema damezrandina Cimhurîyeta Kurdistanê (22.01.1946) de hatîye hilkirin û îro jî bi hinek guhartinên piçûk li başûrê Kurdistanê bi awayekî fermî hatîye qebûlkirin, ew ala ye ku di serê salên 1920an de hatîye çêkirin. Qedrî Cemîl Paşa di bîranînên xwe de dibêje: Cemîyeta Teşkîlatê Îctimaîya Kurd (CTÎK), reng û şiklê ala neteweyî ya kurd destnîşankirîye û ala Kurd ji sê rengan pêk hatîye; li jorê wê sor, nava wê sipî û li jêrê wê jî kesk û di nava wê de li ser rengê sipî şiklê rojê heye.”[15]

Refîq Hîlmî di Yadaştnameya xwe de, di derbarê hilkirina ala Kurdistanê ya dema Yekemîn hikûmeta Şêx Mehmûdê Berzencî de dibêje: Li mala Şêx Qadirê serokê Meclîsa Millî civîneke mezin hat çêkerin û piştî guftûgoyekê dûr û dirêj, biryar hat dan ku li Mizgefta Mezin civînek giştî çêbe û bi destûreke resmî alaya Kurd a resmî bê hilkêşandin. Ew roja ku ji bo vê civînê hatibû tesbîtkirin, nêzîkî 10 hezar kes li ber Mizgefta Mezin berhev bûn.”[16] Ala ku sala 1919an li Silêmanîyê hatîye hilkirin; pêkhatîbû ji zemîneke kesk, di nava wê de bazineke sor û di nava bazinê de hîlalekê.

Alaya li ser nasnameya CTKê, di sala 1920an de ji alîyê Zeynelabidîn Fanî ve hatîye çêkirin. Zeynelabidîn Fanî, sekreterê dawî yê CTKê ye, di nîvê sala 1920an de ji parçebûna cemîyetê şûn ve, wî ji sekreterîyê îstifa kirîye. Di bareyê alaya li ser huwîyeta CTKê de, Seyîd Mihemedê lawê Seyîd Abdulqadirê Nehrî di dema mehkemekirina girtîyên 1925an de dibêje: “Ala kesk a li ser wereqeyên huwîyeta CTKê, ji alîyê katibê umûmî Zeynelabidînê Fanî ve hatîye amadekirin/çêkirin, wê demê ew katibê Umûmî yê CTKê bû.[17]  Di berdewamîya parastina xwe de sebebê çêkirina alayê weha têne ziman: “Ala osmanî vemirî, me ala Kurdan çêkir ku digel wê wekî roj biçirûse. Ev hêvîyek e.”[18] Reng û sembolê alaya li ser weraqeyên CTKê; zemîna rûyê wê pêk hatîbû ji rengekî kesk û di nava wê de rojekî tîrêjdayî hatibû neqişkirin. Hebûna alaya Kurdistanê, ji alîyê dozgerên mehkemeya salên 1925an ve jî hatîye tesbîtkirin. Dozgerê mehkemeya Tirkiyê ji Kemal Fewzî dipirse û dibêje: “Di cemîyeta we de Ala Kurdistanê jî hatîye dîtin.”[19]

Ji Tevgera 1925an şûn ve, gelek kadro û serkirdeyên Kurd derbasê Binê Xetê bûn û li wê derê di 5ê Cotmeha 1927an de bi navê Xoybûnê rêxistineke nû damezrandin. Xoybûnê, dest bi rêxistineke nû kir, li çîyayê Agirî di bin Fermandarîya Îhsan Nûrî de baregaha Fermandarîya Leşkerî ya Kurdistanê çêkirin, hikumeteke demkî ragihandin û Ala Kurdistanê wek ala fermî ya vê hikûmetê hate hilkirin. Ji wê şûn ve jî, di gelek çalakîyên Xoybûnê de ew alaya rengîn hatîye hilkirin heta damezrandina Cimhurîyeta Kurdistanê.

Di berîya îlankirina Cimhurîyeta Kurdistanê de, li Rojhelatê Kurdistanê, xebata rêxistinî û sîyasî ya neteweyî bi pêşengîya Komela Jîyaneweyî Kurdistan roj bi roj pêş diket. Bi hevkarîya hinek Kurdên Başûrê Kurdistanê jî, hewl didan ku alaya dema serhildana Agirîyê, bi guhartina hinek sembolan amade bikin ji bo paşerojê. Şikil û sembolê alaya Komara Kurdistanê; jorê wê ji rengê sor û nava wê sipî û jêrê wê jî kesk e, li nava wê nîvrojek heye û li ber wê pirtûkek, li kêleka rojê du simbilên genim, li pişt wan jî çiyayek û pênûsek hene.

Alaya ku hatibû amadekirin, paşê ji alîyê Partîya Demokrat a Kurdistanê ve jî tête erêkirin û cara pêşî di roja 17.12.1945an de, li ser banê daîreyekî fermî yê hikumeta Îranê hatîye hilkirin. Ji wê şûn de, di roja 22.01.1946an de damezrandina Cimhurîyeta Kurdistanê li meydana Çarçiraya bajarê Mehabadê hate ragehandin. Alaya ku ji berê ve hatîbû amadekirin, di wê roja dîrokî de bi xwendina sirûda “Ey Reqîb” hatîye bilindkirin.

Di mitînga ragehandina komarê de, Reîsêcimhur Pêşewa Qazî Mihemed, di axaftina xwe de li ser wê alayê sond dixwe û weha dibêje: “Ez bi Xwedê, bi kelama mezin a Xwedê, bi nîştiman, bi şerafeta netewa Kurd, bi ala muqedes a Kurdistanê sond dixûm ku heya gava dawîya nefesa canê xwe û rijandina dilopa xwîna xwe ya herî dawîyê, bi can û mal di rîya ragirtina serxwebûn û bilindkirina ala Kurdistanê de bixebitim.”[20] Ji wê rojê şûn ve, “bi fermana cenabê Qazî Mihemed serokê mezin û pêşewayê Kurdistanê, biryar hate dan ku Alaya sê reng a Kurdistanê li her bajarekî Kurdistanê bête hildan.”[21]

Berîya ku Cimhurîyeta Kurdistanê bête rûxandin, di roja 17.12.1946an de hevdîtina dawî ya General Mistefa Barzanî û Reîsêcimhur Qazî Mihemd çêdibe. Di dawîya hevdîtinê de, Qazî Mihemed, alaya Kurdistanê ku li ser maseya wî bû dipêçe, wê radimûse û dirêjê destê Mistefa Barzanî dike û weha dibêje: “Alaya Kurdistanê li bal xwe biparêze! Umîdwarim hûn nehêlin ev alaya hanê bikeve ser axê.[22]

Ew emaneta Pêşewa Qazî Mihemed, di roja 09.06.1999an de, bi tevî hinek guhartinên piçûk, ji alîvê rêvebirîya Herêma Kurdistanê ve bi biryara Encûmena Wezîran, wek ala fermî ya Herêma Kurdistana Federe hatîye qebûlkirin. Herweha di roja 11.11.1999an de, bi biryareke nû ji alîyê parlementoyê ve bi awayekî fermî hatîye qebûlkirin ku 17ê meha 12an wek roja ala Kurdistanê bihête pîrozkirin.

Alaya ku li Başûrê Kurdistanê hatîye hilkirin, wek ala fermî ya Herêma Federe, di destûra Dewleta Federal a Iraqê de hatîye nasîn û qebûlkirin. Ev ala, ji layê sazîyên navnetewî yên wekî Neteweyên Yekgirtî (UN) û Yekîtîya Awrupayê û dewletên  wd. ve jî hatîye pejirandin.

4.3. Wateya reng û remzên li ser ala Kurdistanê

Serokê pêşî yê Xoybûnê Celadet Bedirxan dibêje: “Ala kurdan; ji jor ber bi jêr ve ser hev, sor, sipî û kesk e, di nava wê de roj diçirise.”[23] Wateya reng û remzên li ser alaya Kurdistanê: Rengê sor, têkoşîn û xwîna miletê kurd nîşan dide; rengê sipî, dilpakî û aşîtîxwazîya wan û rengê kesk jî bereket û ciwanîya axa Kurdistanê nîşan dide. Rojê çirisî yê navê jî, remza kulturî û netewî ya miletê Kurd e.

Îro alaya ku hatîye pejirandin; ji jor ber bi jêr ve, ser hev ji sê rûberan pêk tê. Dirêjî û firehîya her sê rûberan wek hev mezin in. Rûbera li jor bi rengê sor e, ya navîn sipî ye û ya jêr jî kesk e. Firehîya alayê bi qasî 2/3 cara dirêjiya wê ye. Di nava alayê de roj heye û li ser rûberê her sê rengan belav bûye, li dorûberê cerga rojê 21 tîrejên wekhev hene.

Şaîrê navdarê Kurd Hejar, li ser reng û remzên (sembolên) alaya Cimhurîyeta Kurdistanê weha nivisîye: 

“Parçekey sê rengî xoy denwênî rengî sûr dellê

Ta tinokêk xwênî kurd mabê qedî min nanewê

Sipîyekey mijdeyî beyanî bextî kurdî kird beyan

Rojî bextî kurd peyda bû nema perdeyî şewê

Du gullî genmî dellê agat le rizqî xot bibê

Xot ke birsî bo çî dujmin pêy bijîn lêre û lewê

Pêw dellê nûkî qelem ger jînî xoş û pêdewê

Xeyrî min desnakewê bo rêyî teraqî pêşrewê

Rengî sewzî yanî dayikî (Nîştiman) lew rokewe.”[24]

Di encamê de; dixwazim bala we bikşînim li ser du xalên girîng û dawî bi gotina xwe bînim. Îro ala Kurdistanê, bi biryara Meclîsa Herêma Federe ya Kurdistanê hatîye qebûlkirin û di Yasa Esasî ya Dewleta Federal a Iraqê de jî hatîye naskirin. Herweha ji alîyê sazîyên navnetewî yên wekî Yekîtîya Neteweyan (UN), Parlementoya Yekîtîya Awrûpa û gelek dewletên din ve bi awayekî fermî tête naskirin. Li Tirkîyê jî, dema ku serok û serokwezîrên Herêma Federe ya Kurdistanê ji bo hevdîtinên fermî têne serdana wan, di balfirxane û mekanên hevdîtinê de ala Kurdistanê tête hildan. Lê mixabin her carê hinek nijadperest, beşekî çapemenî û akademîyê, hinek qelemşor û nûnerên partîyên sîyasî yên Tirkiyê êrîş dikin, hewl didin û dixwazin ala Kurdistanê, wekî ala PKKê nîşan bidin, rewabûn û meşrûtîyeta wê ji holê rakin. Ev helwest, encama zihnîyeta kolonyalist e, manîpulasyonekî pirr girîng e û dixwazin bi vî awayî, her daîm zixtên serwerîya xwe li ser miletê kurd bidin hîsskirin.

Alaya ku ew dixwazin wek sembola PKKê nîşan bidin, PKK ji wan bêtir dijayetîya wê dike.  PKK-PYD û sazîyê bi girêdayî wan, dîroka têkoşîna miletê Kurd ji xwe didin destpêkirin, ala rengîn a ku berhemê têkoşîna netewî ya sed salî ya çar parçeyên Kurdistanê ye û îro li paytexta Herêma Federe ya Kurdistanê hatîye hilkirin, nas nakin û dibêjin, alaya ku me çê nekirîye em wê qebûl nakin. Îro li Rojavayê Kurdistanê ku ew bi xwe jêra dibêjin “Bakurê Suriyê”, ala rengîn a Kurdistanê hatîye qedexekirin. Di gelek xwepêşandanên muxalîf de, gava ku ala Kurdistanê tê hildan, mudaxale dikin, nahêlin û bêhurmetîyê li wê dikin. Divê her kurdekî bipirse, di rewşekî weha de, gelo çi ferq di navbera we û dagirkerên Kurdistanê de dimîne.


[1] Ahmet Mesut, İngiliz Belgelerinde Kürdistan 1918-1958, Doz Yayınları, 1992, r. 41

[2] Şevket Beysanoğlu, Anıtlar ve Kitabeleri ile Diyarbakır Tarihi (Cumhuriyet Dönemi), Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi Kültür ve Sanat Yayınları, 2001, 3. Cilt, r. 947

[3] Uğur Mumcu, Kürt- İslam Ayaklanması 1919-1925, Teki Yayınevi, 1991, r. 102

[4] Mehmet Akyürekli, Şark İstiklal Mahkemesi 1925-1927, Kitap Yayınevi, 2013, r. 51

[5] Mehmet Akyürekli, Şark İstiklal Mahkemesi 1925-1927, Kitap Yayınevi, 2013, r. 53

[6] Şark İstiklal Mahkemesi Tutanakları, Cilt-1, s. 47

[7] Ahmet Süreyya Örgeevren, Şeyh Sait İsyanı ve Şark İstiklal Mahkemesi, Temel Yayınları, İstanbul, 2002, r. 167

[8] Hesen Hişyar Serdî, 63 Yıl Sonra Şeyh Said Hareketî, Kovara War, j.: 8, Bihar-Havîn 1999, Îstenbul, r. 37

[9] Uğur Mumcu, Kürt- İslam Ayaklanması 1919-1925, Teki Yayınevi, 1991, r. 122

[10] Şevket Beysanoğlu, Anıtlar ve Kitabeleri ile Diyarbakır Tarihi (Cumhuriyet Dönemi), Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi Kültür ve Sanat Yayınları, 2001, 3. Cilt, r. 951

[11] Seyîd Mihemed, Kürd Cemiyetinde Kimler İstiklal (Bağımsızlık), Kimler Muhtariyet (Otonomi) Taraftarıymış? Vakit Gazetesi, 19 Mayıs 1925, r. 1-2

[12] Ahmet Süreyya Örgeevren, Şeyh Sait İsyanı ve Şark İstiklal Mahkemesi, Temel Yayınları, İstanbul, 2002, r. 167

[13] Uğur Mumcu, Kürt- İslam Ayaklanması 1919-1925, Teki Yayınevi, 1991, r. 122

[14] Celadet Alî Bedir-Xan, Hawar, hejmar: 9, În, 30 îlona, Çapxana Tereqî, Şam-1932

[15] Kadri Cemil Paşa (Zinar Silopî), Doza Kurdistan (Kürdistan Davası), Özge Yayınları, Ankara, 1991, r. 61-62

[16] Refîq Hilmî, Yadaşt Başûrê Kurdistanê û Şoreşa Şêx Mehmûd, Weşanxaneya Lîs, Çapa Yekem, 2010, r. 270

[17] Şevket Beysanoğlu, Anıtlar ve Kitabeleri ile Diyarbakır Tarihi (Cumhuriyet Dönemi), Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi Kültür ve Sanat Yayınları, 2001, 3. Cilt, r. 951

[18] Seyid Mihemed, Kürd Cemiyetinde Kimler İstiklal (Bağımsızlık), Kimler Muhtariyet (Otonomi) Taraftarıymış? Vakit Gazetesi, 19 Mayıs 1925, r. 1-2

[19] Şevket Beysanoğlu, Anıtlar ve Kitabeleri ile Diyarbakır Tarihi (Cumhuriyet Dönemi), Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi Kültür ve Sanat Yayınları, 2001, 3. Cilt, r. 956

[20] Seîd Veroj, Komara Kurdistanê û Mehkemekirina Pêşewa Qazî Mihemed, Weşanên Sîtav, Wan, 2019, r. 22

[21] Kurdistan, Jimar: 1, Sala Yekem, Mehabad, Pêncşem, 11.01.1946 

[22] Seîd Humayun, Jîyan û Tekoşîna Pêşewa Qazî Mihemed, Weşanên Doz, 2006 Stenbol r. 104

[23] Celadet Alî Bedir-Xan, Hawar, hejmar: 9, În, 30 îlona, Çapxana Tereqî, Şam-1932

[24] Kurdistan, Jimar: 1, Sala Yekem, Mehabad, Pêncşem, 11.01.1946, r. 3