1. Cîyê ji dayik bûn û malbat
Mele Abdurehman, di sala 1934an da li wilayeta Diyarbekir, li qeza Licê, taxa Qer Hesen hatîye dinyayê. Navê bavê wî Sidqî û ya dayika wî jî Zelîxe bû. Ew, di nivîsekê xwe de li ser malbatêweha dibêje: “Dayika min keça Mela Rasûlê Xanikî (gundekê Hezroyê) ye. Dayika min navê wê Zelîxe bû. Jineka pir zekî bû, bi aqil bû. Ruhekî wê yê fîlozofî hebû. Tevlî van meziyetên xwe yên hêja jî di xuyê wê da sertî hebû. Belkî jî ew sertîya wê, ji durustiya wê dihat. Yek birakî wê hebû (xalê min), ew ji dayika min çend qat serttir bû, durûst bû û hew... Mala me “Malmela” ye, yanî çend bavê ku em navê wan ji mezinên xwe hîn bûne, tev jî melayên mezin û hêja bûne. Ji wan kitebên ku li pey wan ji me ra mane jî, tête zanîn ew di zemanê xwe da melayê hêja bûne. Ji gedeyê bavê kalê me, Mela Evdiletîf filitîye, ewanê din tev di şerê dewletan da şehîd ketine.
Li wê herêmê ji malbata me re dibêjin “Elî Romî”. Li gora ku me ji pêşiyên xwe bihîstîye, dibêjin yek ji bapîrên me yê kevin, dema ku ji eskerîyê hatîye, bi hawayê eskerê Romayê xwe wergirtîye û girêdaye, ji bo vî hawayî jê ra hatiye gotin “Elîyê Romî”. Elî bûye Romî, ji ber ku cîranê Kurdistanê ewê Roava, Împaratorîya Romayê bûye, gelekî caran jî leşkerê Romayê hatine di nava Kurdistanê da, bi cî bûne, talanan birine, şer kirine... Êdî di Kurdistanê da navê însanên Roava bûye Rom û ev nav di lîteratora kurdî da bi cî bûye. Hê jî di kelamê şeran da ji Tirkan ra Romî tête gotin.”[1]
Ew hîn zarokek piçûk bûye, malbata wî koçê Diyarbekirê dikin. “Ez gelek piçûk bûm, mala me ji Licê anîn Diyarbekirê. Ji zarokên lawîn, ez mezin bûm. Birayê min A. Melîk ku ji min 21 meh piçûktir bû; A. Selam jî hêj du salî bû. Xwişka min Nazîme du sal ji min mezintir bû. Me bi Tirkî nizanibûn. Diya min bi Tirkî dizanibû. Ewê ji me ra digot: “Eger yekî bi we ra xeber da, hûn bibêjin, ‘Ben Turkçe bilmîyorum.’” Em li Çixûr Mehelyê, di xanîyekî da bi cî bûn. Du diranê min ê şîr, ê jêrîn ê pêşîn ku ketibûn lê ewanê ku di cîye wan da derketibûn, hêj baş şûna xwe tijî nekiribûn. Hêj roja sisê yê hatina mala me ye, ez bi zarokên cînaran ra derketim kûçê, min xwest ez bi serê xwe herim çarşiyê ... Mala bi alîyê carşiyê da xanîyekî mezin hebû, eskerekî bi tifing li ber derê wî dima. Min wî eskerî û ciyê wî baş di çavê xwe da bûhart, da ku ez wenda nebim. Ez di wê kûçeyê da hatim, pir hindik ez derketim çarşiyê (nava derê Mêrdînê û Derê Çiya). Ji bo ku min serê kûça ku ez tê de ketime çarşiyê nîşan nekiribû, piştî ku ez di çarşiyê da hinkî çûm û hatim, min wê kûça ku diçe ber mala me şaş kir. Ez di wê cadeyê da diçim wî serî û tême vî serî; newêrame ji wê cadeyê jî dûr bikevim... Dereng bû, êvar hindik ma, qey ji dikançiyan yek, ez bala wî dikişînim, hat ber min, bi Tirkî xeber da, min got: “Ben Turkçe bîlmîyorum.” Kurmancî xeberdan ji bo ku suc bû, her kesî newêra xeber bide ... Mêrik yekî peyda kir, bi Kurmancî ji min pirsî, min got; mala me di kûçekî da bû, lê nêzîkî mala me eskerekî bi tifing hebû ... Mêrik min anî serê kûçeyê û got: “Di vê kûçê da rast here, netirse.” Ez hatim malê. Çend roj paşê bavê min mala me ji Çixûr Meheleyê bire Tirba Sipî, heta mehekî em li wê man. Bavê min mala me anî ber Camîya Qurşunê (xaniyê Evdirazaqê Macir). Oda pir mezin bû, germ nedibû. Bavê min di nava navderê û odê da oberiyekî di şûna dîwar da vegirtibû... Ew zivistan gelek sar bû. Bû bihar û bavê min çêleka me ji gund anî... Êdî şîrê me hebû. Xela rabû (nanê qert). Sala pêşîn ji bo ku qûtê me hebû, em zarok me baş nedizanî, bi tenê ev tête bîra min ku dêya min bi tasan bulxur, simêdî (teftî), ard dida hinkî cîranan, digot “qûtê wan nemaye.”[2]
Zarokîya Abdurehman rastê Herba Cîhanê a Duwem û xelaya (nangiranî) li Kurdistanê tê, ew di vê demê de li bajarê Diyarbekir dibe şahidê rewşa civakî û hinek bûyerên balkêş ên wê demê û weha dibêje: “Wê demê bavê min li Licê dima, sala du wê ya zivistanê dêya min ji me ra got: “Lawo, qûtê me jî nema!” Ji bo ku firin bi peran nan bide, divê qertê me yê nanê hebe. Ji bo ku qertê nan jî ji cîyê wî bête standin, divê cûzdanê nifûsê hebe. Em jî di nifûsa Licê da qeyd kirîne, wê gavê cûzdanê gedan jî divê resmê wan lê bihata xistin. Ez di tayê da bûm. Dêya min me bir çarşiyê, resmê me da kişandin. Nifûs memuriyê Diyarbekirê serê her cûzdanekî pênc quruş distand. Em pênc kes bûn di malê da, qey wê rojê şîrê çêleka me rijiyabû, yan jî nehatibû firotin, bîst quruşê me hebû, pênc quruş kêm bû; cûzdana me neda, ez û dêya xwe em ji dayrê zivirîn hatin malê, dêya min pênc quruş ji jinikeka cîran deyn kir. Roja dî em çûn dayrê me cûzdana xwe anî û wan jî qert dane me.
Herba Cîhanê a Duwem bû, ew ne bes bû, baran jî nedibariya. Li Ewropayê Yahûdî di firinanan da dihatin şewitandin. Bi propaxanda elman û ereban dihat gotin ku “Yahûdîyan hewrê asîman girê daye, ji ber wî baran nabara.” Taxa yahûdîyan nêzîkî taxa me bû. Em zarok bûbûn neyarê yahûdîyan. Me digot, “Çira hewr girêdane, em birçî mane.” Ê ku dizaniyan jî qey newêribûn bibêjin “Evan gotinan derewê elman û eraban in.” Ji bo ku yahûdîyan ji dinyayê hilînin, van nebûyan bi ser wan da direşînin ku dijminatîya yahûdîyan bi serê xelkê bixînin... Ev propoxande di ruhê me zarokan da kar kiribû, hem jî ji me ra dihatin gotin ku, “Yahûdî zarokên musulmanan dibin di dergûşa şûjinan da dihejînin, teştê di binê dergûşê da datînin. Ji bo ku xwîna zarokan tê da bicive, lewra ew mayanê xwe bi wê xwînê hevîr dikin.” Em zarok bûn, me jî bawer dikir. Ji bo vî hawayî me gelek li wan rebenan zilim dikir. Eger diya min bibihîsta, bi me ra dixeyidî û digot, “Evan gotinên weha, derewê erab û elmanan in, yahudî esîr in, guneh in, têkilê wan nebin ...” Di wê demê da dêya min xişreyê xwe firot, xirbekî kirî. Ji bo ku em ji kirêcîtîyê bifilitin, me di wê xirbeyê da du ode ava kir. Payîz zû hat, baranê bi ser me da girt û ez bêkeys nexweş ketim.
Du malê cîranê me yê yahûdî hebûn. Cîranê me yê yahûdî yek ji wan navê wî Rindo bû. Du pêçî riyê wî yê sipî hebû. Jina wî her roj dihat mala me, ji dêya min dipirsî, digot: “Cîran gelo gede çawa ye? Parî ber bi xêr bûye yan na?” Ew mala dî jî navê mêrik Mîro bû, navê jina wî jî Azê bû. Çêleka wan hebû, şîr difirot! Ew jinik rojê çend car dihat û ji dêya min pirsa halê min dikir. Ez gedekî neh yan jî deh salî bûm. Ez gelek bi ber xwe diketim. Lewra di beriya ku ez nexweş bikevim, min jî gelek kevir di yahûdîyan werkiribûn. Min camê mala Rindo şikandibû. Piştî ku ez ji nexweşîyê rabûm, min birayê xwe digirt ez diçûm mala Mîro û em bi zarokên wan ra dileyiztin. Lê dîsa jî serê min ji ber wan kevirên min werkiribû, xwar bû. Ez îro di van bîranînê xwe da, ji wan cîranên me yên yahudî bexişandinê dixwazim. Lewra ji zarokîyê pê ve tu tiştekî ku ez pê xudan heq derkevim tune ye, di kevir werkirina li wan.”[3]
2. Xwendina medreseyê
Abdurehman, xwendina xwe ya sereke di ber destê bav û apê xwe de temam dike û paşê berê xwe dide medreseyên wê demê yên di gundên Kurdistanê de. Ew dibêje: “Ji bo ku ez ji maleka bav, bapîr û dapîr da rêz mela bûm, bav û dêya min jî xwestin ez jî wek pêşîyên wan di medresan da bixwînim, bibim mela.”[4] “Ji bo ku pêşiyên me, ‘bav û bapîr ji alîyê dê û bav da, hem jî pismam û xalan da’, malmela bûn. Melatî hem bi rûmet bû hem jî dezgehê xwedîbûna bê zorkêşî bû, tiştê ku di mekteban da dihatin dersdan, bi piranî ji medresê ra ters dihat, piştî ku min Quran û Nûbihara Seydayê Xanî xwendibû, min ji Xayetê dest pê kir (di zivistan 1943-44an da, li ba apê min, pismamê bavê min) û di bihara 1944an da ez hatim Diyarbekirê... Çûm deştê li ciyekî ku lê bixwînim geriyam, min li gundê Îsaqan, li ba Seydayê Mela Evdilqadir ciyekî dît. Ez zivirîm hatim Diyarbekir, ji bo ku ez kincê xwe û nivînên xwe bibim…
Roja dî ez hatim xanê ku karwanê deştîyan li wan dimînin, min pirsa wanê ku bi alî Îsaqan da herin dikir, sofîkî got: “Rêya min di nava gundê Îsaqan da diçe.” Min got: “Xalo, tu lihêfa min bavêjî ser pişta bergîrê xwe heta Îsaqan?” Got: “Tu feqî yî?" Min got: “Belê.” Got: “Ser çavê min û bavê min!” Paşê ez hîn bûm ku ew hozan, navê wî “Hiseynê Silêman e.” Ew siwar bû, min jî li pey xwe siwar kir. Ber bi êvarê em gehan Îsaqan. Ew derbas bû û çû Qazuxan. Paşê min wî merivî nas kir, ew hozanekî hêja bûye, hem jî qomedyenekî bûye, bexçewan û cenanekî gelek mahir bûye.
Bawerîya zarokîyê ji sade dilîyê û dilpaqijîyê gelek car di însan da bêhêvîtî û bêbawerî çêdike. Min ji dersa kitabê û seydayan zêdetir, ji dîtin û tevgerên wan ders digirt. Gelo ev seydayê min, mezinatî û piçûkatîyê bi çi dipîve? Rûmeta zengîn û ciwêlekan bi çi ji hev diqetîne? Ez wê biharê li wî gundî mam, min ji kitaba Enwarê qismê îbadetan xwend, tiştê ku min dixwend jî, min dikarîbûm li pey xwe ders bidim. Lewra bêfamkirinê ku ez di ser kelîmekê ra derbas nedibûm. Berîya her tiştî min bi seydayê xwe da zanîn ku ez bêfamkirin û bêserketinê derbaz nabim. Divê tiştê ku ez bixwînim ji hinkî dî ra bibêjim. Lewra bi dîtina min amac ji xwendinê û hînkirinê ne hînbûn tenê ye, amac ên dinê hînkirin be. Em çend feqî civiyabûn li wî gundî, ber bi havînê hemû belav bûn, ez û Feqî Qasimê Meyrê (ji gundê Derwêş Hesenan bû) bi tenê man. Hevalîya wî xweş bû û zekaya wî gelek qut bû.
Serê payîza 1944an ez çûm gundê Tepecikê. Min li ba xoceyê gund ciyê xwe çêkir. Navê wî Mela Mihemed bû. Însanekî sert bû. Cesûr bû. Ji tu kesekî ra kêmanî nedikişand. Salê wî jî li dora heftêyî bû. Ez 17 roj li wî gundî mam. Min çend ders ji Enwarê li wê derê jî xwend, ez hatim malê. Bavê min got, “Min ciyê te li Mermerê (nahiye) li ba Mela Evdilselam çêkiriye, tu dev ji xwendina fiqhê berde, dest bi îlmê alet, sarf û nehwê bike.” Meha duduyan a payîzê hêj neqediyabû. Ez çûm gundê Mermerê (Fire). Min û Feqî Mihemedê Mistanî “Mehmet Altındağ”, bi hev ra me dest bi xwendina serfa zimanê erabî kir. Navê wê kitêbê “Bîna” ye. Me wê kitêbê qedand. Me dest bi kitêba duwê kir. Navê wê “Izzî” ye. Ew zivistan gelek nerm bû. Di gundê da hevrêzê nahiyê hebû, cendirme hebûn. Lê çavê xwe ji xwendina medresê ra digirtin. Cumhuriyet li Enqerayê hatibû îlankirin. Lê qanûnê Cumhûriyetê di Kurdistanê da nehatibûn bicîkirin. Bi tenê qanûnê eskerî û papûr, pêç û qamçûr hê kêmanî, belkî zêdetir bi bargiranî nîrê zulmê li ser ûstuyê Kurdistanê dihanî.
Di binê siya navê dîn da li gelekî gund û bajarên Kurdistanê ew ahenga kevin yanî ahenga medresê bi qanûnê nû (Tevhîdê Tedrîsat) nehatibû terk kirin. Ew zivistana (1944-45) yek ji wan salê zêde sar û berf û baran û tîpî bû. Bi vî hawayî ez li wê derê mam. Rê vebûn. Tirsa cenaweran nema, kendal jêr da ji berjêr şemirîn, çavî derbûn, dara kanîyan û kenarê newalan bi hilma avê zer bûn. Min destûr ji seydayê xwe xwest û ez hatim Elîbardaxan (4 km. li başûre Mermerê ye). Melayê wî gundî seydayê Mela Kamil bû. Min cîyê xwe li ba wî çêkir. Ez dozdeh ro li wî gundî mam, di nava medresê da gerr hebû ez jî gero bûm. Seydayê Mela Kamil û jina xwe dihatin Diyarbekir. Min got: “Ez jî bi we ra têm bajêr.”[5]
Piştî ku Abdurehman Uçaman xwendina xwe ya medreseyê xelas dike, îcazeta xwe digre, li gundê Cirneqîyê dest bi meletî û dersîamîyê dike. Bi gotina Tahsîn Ekincî; wê demê di Licê da tu avayîyekî Cumhûriyetê tune bû. berpirsyarê Cumhûriyetê di qûnaxa Mehmed Begê da diman. Wekî gelek ciyan di Licê da jî, ji bo perwerdekirina zarokan hicre û medrese hebûn. Seyda Abdurehman jî di nav wan şertan û cîyekê wusa da mezin bû. Ew ji malekî xwenda tête. Bi gotina Tahsîn Ekincî, diya Seyda Abdurehman jî xwenda bû û di mal da dersê Quranê dida zarokan.[6] Belê, Seydayê me di malek wusa da bingeha zanyarîya xwe datîne û mîraza xwe ya pêşî digre.
Mele Abdurehman dema ku li gundê Cirneqî[7] meletîyê dike, dil daye Kewser Xanimê. Hevsera wî Kewser Xanim dibêje: “Seyda dema ku li gundê Cirneqîyê ders dida, feqîyê wî hebûn û min jî ber wî ders dixwend. Mele Abdurehman ji bo xwestina Kewsera qîza Sofî Osman, dayika xwe şandîye mala wan. Sofî Osmanê bavê Kewser Xanimê dibêje: “Licî esebî ne, sert in, îşê me bi Licîyan tune ye, dêya keçika me jî wefat kirîye, em jin nadin Licîyan.” Li ser vê bersiva Sofî Osman, Mele Evdirehman û hevalekî wî yê bi navê Bedirxan ji Dêrika Çiyayê Mazî, diçin ba mezinê wan Şêx Heybet ku wê demê li Îzmîrê dima. Şêx Heybet guhdarîya wî dike, li diruvê wî dinêre û vedigere dibêje: “Temam, ez keçikê didim, fatîheyê jî dixwînim, Osman çi dibêje bila bêje.”[8] Piştî vê gotina Şêx Heybet, êdî rêyeka din li ber Sofî Osman namîne. Kewser Xanim dibêje, “Em sala darbeyê ku Menderes xeniqandin zewicîne.”[9] Neh zarokên wan çêbûne: Pênc law û çar keç; Bilind, Newal, Menal, Berzal, Cîhan, Bawer, Nedît, Zelal û Zozan.
Di gundê Cirneqiyê de mala bavê Kewser Xanimê bi navê “Mala Apo” têne nasîn û ew jî digel Şêx Şerîf tevlî hereketa 1925an bûne. Li wê gundê medrese hebû û Mele Abdurehman di emrekî pirr ciwan de li wê medreseyê ders dida. Dema ku li gund meletîyê dike, di nava gel de li gor şert û mecalên xwe û rewşa wê demê, li ser bingeha nasandina nasnameya neteweyî digel gundîyan sohbetê û axaftin dike. Ji ber vê, bi egera ku “Propaganda Kurdîtî”yê dike, tête gilîkirin û ji alîyê hêzên dewletê ve tête binçavkirin. “Seyda li gundê Cirneqîyê, ji ber gotin û axaftinên wî yên derheqê Barzanî de, ji alîyê hinek kesan ve hate îxbarkirin; gotine “Mala Apo” (ku dawîyê dibin malxezûranê wî) casûsekî Iraqî anîne mala xwe. Ewê ku wî îxbar kiribû, Nûrîyê Xeco bû. Esker tên wî dibin qereqola Farqînê, îfadeya wî digrin. Li wê derê hevalên wî hene; Mele Evdilkerîm û Muhterem jî diçin alîkarîya wî dikin û dibin kefîl, wî berdidin.”[10] Meletîya wî demdirêj nabe, ew, demekî pirr kurt meletîyê dike û pişt ra bi dilê xwe dev ji vê karî berdide.
3. Xebata sîyasî û rêxistinî

Di sala 1958an da, vegera Mistefa Berzanî ji Yekîtîya Sovyetan, li ser hemû kurdan tesîrek mezin dike û bizava neteweparêz û şoreşgerên kurd hîn bêtir diherikîne û dilezîne. Di vê pevajoyê de, dewletên dagirker jî li ser neteweparêz û xwendekarên kurd zulm û zordarîyek datînin; li bakurê Kurdistanê bûyera binçavkirina 1959an (Bûyera 49an) û li binê xetê (Suriyê) jî ji alî dewletê ve binçavkirina 200 kesan, ji ber vê yekê ye. Di wan deman da Seyda jî li Diyarbekirê bi cî dibe û bi kesên ku doza neteweparezîyê dikin ra tekiliyên xwe bi pêş ve dibe û êdî bi awayek rêxistinî dest bi xebatê dike. Di sala 1961an de bi destpêkirina şoreşa başûrê Kurdistanê û tesîra wê ya li ser parçeyên din, bi vê bandorê û herweha bi teşwîqa Fehmî Bîlalê sekreterê Şêx Seîd jî, xebata rêxistinek nû dest pê dike û di 11ê temûza 1965an de Partîya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê (PDKT) tête damezirandina. PDKTê, piştî bêdengîyek dûr û dirêj, yekemîn partîya îlegal e ku li bakurê Kurdistanê bi serokatîya Seîd Elçî hatîye damezirandin. “Çil roj piştî damezirandina PDKTê, ji alîyê serkirdayetîya partîyê ve biryareke nû tê girtin û ji bo serokatîya partîyê Faîq Bucak tête hilbijartin. Di bin bernameya PDKTê de navê van damezirêneran hatîye nivîsandin: Serok, Zinar (Faîq Bucak); sekreter Pêşmergeyê Welat (Seîd Elçî); Mihasib, Evîndarê Welat (Şakir Epözdemir); aza, Dûrnas (Şerafettin Elçi); aza, Jîrek (Derviş Akgül), aza, Bendeyê Welat (Ömer Turhan).”[11]
Seydayê Mele Abdurehman jî tevlî xebata PDKTê dibe. Wê demê Seyda ji alîyekî ve karê siyasî yê veşartî û ji alîyê dî ve jî di nava çalekî û pirotestoyên aşkera da cih digre. Seydayê Abdurehman, “di sala 1967an da ketîye nav xebata û rêxistina PDKTê”. Şakir Epozdemir di derheqê têkilîya wî ya sîyasî û rêxistinî de dibêje: “Divê em vana bizanin ku ew, di tenzîma me de yek ji endamê PDKTê ya koma herêmî û Dîyarbekirê bû. Mesûlê wê komê Şewket Epozdemirê birayê min bû. Endamên komê jî; Mele Evdirehman, du mamosteyên Pîranî ku yek navê wî Mihemed Yildiz bû yê dî nayê bîra min, mamosteyek ji Elîparê bawer dikim navê wî jî Ehmed Guney bû, yê din jî Îskan Azîzoglu bû. Wekî ku min got, Mele Evdirehman yek ji endamê vê komê bû û bi wî ve girêdayî jî komên cî hebûn.”[12] Ew di nav xebata sîyasî û hevalên xwe de, bi navê xwe yê Evdirehman Uçaman, M. Evdirehmanê radyocî, Mele Evdirehmanê Liceyî tê nasîn.
Hevalê wî yê partîyê Mele Husamedîn dibêje: “Dema em tevlî PDKTê bûn, em komik bi komik rêxistin dibûn, di her komikekê de çar meriv hebûn. Di komika me da: Mele Abdurehmanê radyocî, Mele Hîkmetê Licî, Mihemed Emîn Çîçek û ez (Husamedîn Durmûş) hebûn. Berpirsyarê me yê jorê û jêrê Mele Abdurehman bû; bi komika jorê me û ya jêrê me jî ew di nav têkilîyê de bû.”[13] M. Abdurehman wekî hemû endamê PDKTê, tevlî xebat û sazkirina Mitîngên Rojhelatê dibe.
Ew hîn bi partî û partîzanîyê germ nebûbû, bi tevî deh hevalên xwe bi operasyonek têne binçavkirin û girtin. “Girtî evan kesan bûn: Seîd Elçî, Emer Turhan, Şakir Epozdemir, Derwêş Akgul, Abdurehman Uçaman, Şefîk Issi, Zibeyr Yildirim, Nezir Aydin, Şikrî Alpergîn, M. Siddik Gül û Şemsî Usta, Şemsî Ardiciyê rehmetî.”[14] Sedemê vê girtina wan ev bû: Di “Muş Otelî” de li ser Şefîqê Haniyatê (Şefik Issi, ku di wê otêlê da katib bû) nîzamname, bername û mora PDKTê tête girtin. Girtina Seydayê Abdurehman bi vê yekê ve girêdayî ye.
Kewser Xanima hevsera wî, dema avêtina ser mala wan û girtina Seyda weha tîne ziman: “Berzalê min hîn piçûk bû û nû rûdinişt, polîsan avêtin ser mala me, kitêbên Seyda giş xistin çewalekî û ew qîm nekir perdeyê me jî qetandin, kitêbên mayî xistin nav û yek dan pişta bekçî û yê din jî dan pişta polîs û wî girtin çûn. Dema wan kitêbên Seyda kirin çewalê, mim kêtêbek zaroka ku resmê Ataturk li serê bû, avête ber lingê wan û min got: Madem ku hun wan kitêban dibin, ev jî kitêb e, wê jî bibin. Polîsan li hev mêzekirin û li min mêzekirin, dengê xwe nekirin… Ew û hevalên wî hepis kirin, çendek li hepsa Derîyê Serayê man û paşê wan rêkirin hepisxaneya Entalyayê.”[15] Hevalê wî yê partîyê M. Arif jî dibêje: “Mele Abdurehman, merivek hêja bû, bê kurdîtîyê tiştekî din nedikir. Ew, di nav wan deh kesên ku bi girêdayî PDKTê hatin girtin, di nav wan da bû. Roja ku wan sewqê Entalyayê kirin, polîsan ji Derîyê Serayê vir de otobos dabû sekinandin, em çûn pêşîya wan. Destê Mele Abdurehman û Kek Seîd Elçî bi hev re di kelepçê da bûn.”[16]
Ew, bi tevî hevalên xwe heşt heyv di hepisxaneyê de dimînin û di roja 27.09.1968an de tê berdan. Şakir Epozdemir dibêje di hepisxaneyê de, “Wextê me bi xwendin, niqaşên sîyasî, komelî, neteweyî û dînî derbas dibû. Me pir feyde ji Seyda dît; di warê felsefê, mentiq û dîrokê da pir zana bû. Bi urf û adetê va girêdayî bû. Urf, adet û folklor û ziman li balê pîroz bûn. Pêşverû bû, bîr û bawerîya wî pir xurt bû. Moralê wî tu ca xira nebû, devken, xweşxeber û henekzan bû. Espirî û zixtên wî kes nediêşandin, me tavan ji hev û ji wî hez dikirin. Ew kanîya moralê bû.”[17] Kewser Xanim dibêje: “Dema ji hepsê derket, hat gundê mala bavê min, gundîya ji wî ra digotin “Kefaret be Mele Abdurehman, tu bi xêr hatî.” Wî jî digot: “Ez nexweş neketime, hun dibêjin kefaret be, me hîn nû dest pê kirîye, bibêjin qewet be.”[18]
Di mehkemê de parastina xwe, li ser bingeha parastina hebûn û mafên kurdan amade dike lêbelê têkilîya wî û partîyê sar dibe. Şakir Epozdemir dibêje: “Piştî ku em hatin girtin û ketin hepsê, Mele Abdurehman ji partîyê sar bû. Di hepisxaneyê de hemla wê xweş bû, dixwend, teşwîqê xwendinê dikir û di hepisxaneyê de me bi hev re sipehî diboranda. Feqet wextê ku di hepisxaneyê de tenzîma me dît, dilê wî ji me sar bû.”[19]
Ew piştî ku ji hepisxaneyê derdikeve, di xebata damezirandin û rêvebirina şubeya Dîyarbekir a DDKOyê de cî werdigre. Di sala 1971an da esker dest datînin ser rêvebirîyê û îdareya awarte îlan dikin. Ew û hevalên wî, vê carê ji ber doza DDKOyê têne girtin û ceza digrin. Di sala 1974an da bi “Efûya giştî” têne berdan. Piştî vê demê, herçend ku heta mirina xwe li ser nêrînên xwe yên sîyasî dimîne jî, bi awakî çalak (aktîv) di nava sîyasetê da cî nagire. Piştî 1974an, giranîya xebata xwe dide ser babetên kulturî û bêtir jî li ser etîmolojîya zimanê kurdî lêkolînan dike.
4. Berhemên wî yên çapbûyî û wenda
Berhem û nivîsên wî, bi pirranî û giştî di Kovara War de, pêşîyê wekî meqale hatine belavkirin û dawîyê ji wan meqaleyan du pirtûk hasil bûne; Ferheng-Vajname: Kurmancî-Hewramî-Dimilî-Senendajî, (ji alîyê wî û Seîd Veroj ve hatîye amadekirin) û Etîmolojîya Zimanê Kurdî. Ji xeynê vê, nivîs û wergerên wî yên ku wenda bûne û polîsan dest danîne ser jî çêbûne. Ji wan berheman Kelîle û Dîmne, tercumeya Qur’anê Kerîm bi zarava kurmancî, du berhemên hêja bûn. Seydayê M. Abdurehman di derheqê serborîya van herdu berheman de weha dibêje: “Di roja 24.01.1968an da polîs avête ser mala me, 84 cild kitab û tercimeyê digel hinkî tiştên dî jî bi xwe ra birin… Dawî mehkemê dest da ser kitêb û nivîs û alavên me yên din.”[20] Mele Abdurehman, çîroka wergerandina Kelîle û Dîmneyê weha tîne ziman: “Şevekî min gohdarîya radyoka derve dikir, xebereka weha derbas bû, “Di nava qilasîkên dinyayê da, kitêba Kelîle û Dîmne ji hemîyan pirrtir qîmet girtîye.” Ez ketim pey şopa wê kitêbê, min Arebî û Tirkîya wê peyda kir, xwend, bi min gelek xweş hat, min dest bi wergerandina wê kir bi Kurdî (Kurmancî) û qedand.”[21] Polîs ku davêjin ser mala wî, bi tevî wergera wê kitêbê, dest datînin ser gelek pirtûkên din jî. Ji ber vê yekê, wergera kurmancî ya Kelîle û Dîmneyê, dibe yek ji belgenameyên sucdarkirina wî û derbasê qeydên mehkemê dibe. Ji ber wergera vê pirtûka hêja ya Beydabayê nivîskarê Hindî, serokê PDKTê û hevalê wî Seîd Elçî, ji bo rêzgirtina her duyan jî navê wî datîne “Seydayê Beydaba, Beydabayê Kurdan.”[22]
Li gor dîtina Seydayê Abdurehman; yek ji sebebên paşve mayina xelkê kurd, ji ber bêpar hiştina ziman û kultura wî, ji desfter û qelemê ye. Ji bo vê, piştî derketina ji hepisxaneyê, ew giranîya xwe dide xebatên li ser ziman. “Em ji hepsê derketin, min dest bi nivisîna zimanê kurdî yê pişkaftî kir. Dozdeyê Eylûlê wek kâbûs li ser me rûnişt, … Ew jî çar nûsxeyên daktîlokirî bûn. Ew jî çûn. Min di berîya 1970an da dest bi tercima Qura’anêKerîm kiribû, dema ku 12ê Eylûlê hat li dora 17 cûzwî qediyabûn. Bi Tirkî dibêjin “Kambersiz düğün olmaz”, min wê tercime da hevalekî. Hewa parî nerm bû, min xwest ez wî 13 cizwî mayî jî tercime bikim, min nihêrî ku ew 17 cizwî jî wenda bûye…”[23]
Seydayê Mele Abdurehman giranîya xebata xwe ya nivîsandinê daye ser zimanê kurdî. Wî digel zimanê xwe yê kurdî, bi erebî, farisî û tirkî zanibû. Bi taybetî erebîya wî pirr baş bû. Li ser xebat û alîyê wî yê zimanzanî Îsmaîl Beşikcî weha dibêje: “Ez Abdurehman Uçaman ji salên 1971-1792an vir ve nas dikim. Ew bi girêdayî nirxên neteweyî bû û bi xebatên xwe yên li ser ziman tê nasîn. Li ser zimanê kurdî gelek zanîna wî hebû, bêtir bi etîmolojîya zimanê kurdî re mijûl bû.”[24]
Seydayê Abdurehman Uçaman, sebebê girîngîpêdana xebata xwe ya li ser zimanê kurdî weha tîne ziman û dibêje: “Ji bo çi min berê rahêla ziman? Sebebê wî ev bû: Sala 1972an, em li dora sed kesî li Dêyarbekirê di mehkemeyek xas de dihatin mehkemekirin…. Rojekî ji nava dosyayê hakîm raporekî xwend: … Kemal Badilî, Abdurehman Uçaman û M. Emîn Bozarslan li Tetwanê di malek da civan danîne, …. Badilî gramera kurdî, Abdurehman fîlolojîya kurdî û Bozarslan jî elîfbaya kurdî girtîye ser xwe, ewê binivîsin…. Sal 1994 e, min Tetwanê hê jî nedîtîye. Lêbelê ev rapor û ev hawayê mehkemê çingînî ji serê min hanîn, ez weha fikirîm û min got: Gerçî ev tiştekî aqedemîk e, bi xebata însanekî bingeha tu zimanî nayête dîtin, dîsa jî bi hindikî nîvşopnasîkî ji bo gihîştina bingeha zimanê kurdî divê bête danîn.”[25]
Meqale, werger û pirtûkên wî:
- Yavuz Sultan Selim Han Hazretleri tarafında Amid Şehrinin Fethi ve Egemenlik Altına Alınması[26]
- Ferhenga-Vajname: Kurmancî, Hewramanî- Dimilî û Senandajî[27]
- Etîmolojîya Zimanê Kurdî[28]
- Xoceyê Xasî[29]
- Abdusamed Babek[30]
- Seydayê Xanî û Memû Zîn[31]
- Di nav pêvajoka dîrokê da navê Diyarbekir[32]
- Însan û dîn[33]
- Ji pozê qelema Mele Abdurehman jîyana wî[34]
- Meala Cuzû’Emma[35]
- Li ser xwendin û nivîsandina kurdî[36]
Dema ku behsa Seyda Abdurehman Uçaman bibe, divê em têkilî û keda wî ya di çapkirina Kovara Warê de, ji bîr ve nekin. Berîya çapkirina kovara Warê, dema ku min ji wî re behsa armanca derxistina kovarek weha kir, wî jî weşandina kovareka weha pirr erênî dît û ji serî ve di nava xebata kovara Warê de cîyê xwe girt û heta roja mirina xwe, di xebata derxistina Warêde endamê lijneya weşandinê bû. Ew hîn nû bi vê xebatê germ bibû ku di roja 29.01.1997an de, di encama qezeyeka trafîqê de bi giranî birîndar bû û nêzîkê heyvekê li nexweşxaneyê hate razandinê lê mixabin û hezar heyf ku wî di roja 26.02.1997an de koça dawî kir. Kewser Xanima hevsera wî dibêje: Roja ku qeza kir, sibehê ji malê derdiket diçû, zivirî ser min, ji min re got: ‘Jinik xwedê te li ser vê malê kêm neke!’ Ez piştî mirina wî çar sal girîyam, girîna min nesekinî.”[37]
5. Em Seydayê Abdurehman çawa nas dikin?
Seydayê Abdurehman Uçaman; sîyasetmedar, nivîskar û rewşenbîrekê girîng ê miletê kurd bû, qadroyek dilsozê doza neteweyî û bi dîtinên xwe dûrbîn bû, ew li ser ziman û dîroka kurdan jî xwedî zanînek berfireh û kûr bû. Di nava civata kurdan de merivên weke wî gelek hindik in. Ev anektoda wî û Kek Şakir Epozdemir ku hevalê wî yê partî û hepisxaneya Entalyayê bû neqil dike, pirr balkêş e û wesfê dûrbînîya Seyda bi zelalî dide dîyarkirin. Li gor neqilkirina Kek Şakir ku dibêje, di sala 1968an da dema ku em li hepisxaneya Entalyayê girtî bûn, me gelek caran li ser pirsgirêkên kurdan û çareseriyên wê, hûr û kûr û dûr merheze dikirin, li serad û bêjingê didan. Me digot çare çî ye, derman çî ye û wê çawa be? Seydayê Mele Abdurehman ji kûranîya dilê xwe weha digot: “Çi bibe bila bibe, bi çi kûl û halî be, bivê nevê, divê ku Kurd ji bo Şerê Korfezê hazir bin. Wê şereke mezin li herêmê biqewime. Dewletên cînarên wek Iraq û Îran û yên din an jî dewletên mezin ên wek Amerîka û Rusya û yên din, wê xwe li Korfezê bidin. Lewra ev herêm tev jî petrol e û dewlemend e, îngilizan vê derê terk kirin. Wê vê valayîyê hinek dewletên din tijî bikin û ev mudaxele wê bibî sebebê şerekî giran.”[38] Ev mudaxele piştî bîst û du salan pêk hat û bû sebebekê girîng ê destkevtîyên başûrê Kurdistanê.
Nêrîna Seyda ya li ser însan, komele û kulturê jî balkêş e. Li gor dîtina Seyda, bingeh û zemîna hemû tiştî însan e, hemû tişt berhemê çalakî û xebata însan e. Ji ber vê yekê kultur, berhemê çalakî û têkilîya însana ye û bi wan pêşve diçe, dibe hêzekî maddî û şekil dide înasanan.
Kîjan însan? Pirsa ku wî ji xwe dikir. Însan bi serê xwe hebûnek ferdî ye gelo? Yan jî bi qanunên xwezayê sînorkirî ye û hebûnek xwezayî ye gelo?
Seydayê me van herdu bersivan jî rast nedidît. Li gor dîtina wî; însan bi naveroka xwe ve ne ferdî û ne jî xwezayî ye, ew berhemê têkilîya komelî ye, yanî bi naveroka xwe ve hebûnekî komjînî ye. Ew komejînên ku li ser cografyayek belîkirî da dijîn, di nava kûrayîya dîrokê de çanda xwe diafirînin. Bi vê manayê, wî, însanan wek hebûnekî çandî (kulturî) didît.
Dema ku çanda civatan (komjînan) çêdibe, bi civatên din re jî têkilîya wan çêdibe û bi beramberî tesîra wan li ser hev çêdibe. Di nava zeman da çêkirina çand û bandora li ser faaliyetên wan, amaca wan e. Di nava civatê da însan ji bo ku amacê wan cihê cihê ne, bi hev dikevin û li ser vê zemînê civat şekil digre û bi civatên dî ra jî li ser vê bingehê têkilî girê dide.
Kî Seydayê Abdurehman nas kirîye ûbi wî re hevaltî kirîye, li ser pirsgirêkên sîyasî, civakî, dîrokî û hwd. gotûbêj kirîye, ev taybetmendîyên wî keşif kirine.Şêx Mîsbeh dibêje: “Seydayê Mele Abdurehman dirûvê aliman nedidayê lê alimekî pirr mezin bû, ez dikarim bibêjim ku di Rojhelata Navîn de alimekî wisa tune bû. Wî pirr girîngî dida zimanê kurdî, tê bîra min ku carek Seydayê M. Abdurehman ji Canip Yildirim re got: Binêr Canip, tu kurd û tu kurê Şehap Begî yî, ji mala Yedîbela yî û tu bi kurdî nizanî. Divê tu bi kurdî bizanî, biçe malê û ji xwe re mamosteyek bibîne, tu dikarî di nav çend mehan de bi kurdî hîn bibî. Kek Canip Yildirim li ser vê yekê di nav sê mehan de hînê kurdî bû.”[39] M. Emîn Çîçek ê heval û hemşerîyê wî dibêje: “Mele Abdurehman, hevalê min ê medresê ye û hem jî ders daye min û em bi hev re jî din av partîyê de xebitîne. Ew kurdekî tam kurd bû, feqet rehet û pirr bînfireh bû.”[40] Mela Xalid Ayçîçekê Liceyî jî dibêje: “Mele Abdurehman merivekî pirr jîr bû û hinek sertîya wî hebû, lê aîleya wan giş wisa bû. Me li Karazê bi hev re xwendibû. Merivekî pirr destbela bû; ew merivekî wisa bû ku di qehwê da heqê çaya me gişa dida û diçû nan deyn dikir dibir malê.”[41] M. Husamedînê hevalê wî yê rêxistina komê jî dibêje: “Di serê wî de xîyalek pirr mezin, xîyala Kurdistanê hebû, tiştê rojane û piçûk ên din, qet zewq nedidayê. Gotinek heye dibêje; yê ku pirr bixwaze bi hindikê şa nabe. Yanî wexta ku meriv tiştê mezin di xîyala xwe da çêke, tiştê piçûk ji wî re basîd e, zewq nade wî. M. Evdirehman merivekî wisa bû, pir zana bû, baş bû, pir bi tevdîr bû lêbelê ji xebatê qet hesnedikir.”[42] Damezirênerê partîyê û endamê koma navkom Kek Şakir Epozdemir dibêje: “Qebedayêtîyek wî ya rewşenbîrî hebû, heqlî bû di qebedayîtîya xwe de çimkî zana bû. Lêbelê karibû wî zanînê bixista kar…, mutewazîtî bikira.”[43]
[1] Ji pozê qelema Mele Evdirehman jîyana wî, Kovara War, h.: 4, Bihara 1998, Îstenbol, r. 88
[2] Ji pozê qelema Mele Evdirehman jîyana wî, Jêdera berê, r. 89-90
[3] Ji pozê qelema Mele Evdirehman jîyana wî, Jêdera berê, r. 90
[4] A. Uçaman, Ji bo etîmolojîya zimanê kurdî çend gotin, War, Havîn-Payîz 1998, r. 66
[5] Ji pozê qelema Mele Evdirehman jîyana wî, Jêdera berê, r. 91-92
[6] Tahsîn Ekîncî, Hevpeyvîn, Îstenbol, 10.02.1998
[7] Cireneqî: Berê gundê mala Behram Paşa bûye û li ser Farqînê bûye, paşê gund ji alîyê “Mala Apo” tê kirrîn û vê gavê jî li ser Hezro ye.
[8] Kewser Uçaman, Hevpeyvîn, Dîyarbekir, 26.11.2017
[9] Kewser Uçaman, Hevpeyvîn, Dîyarbekir, 26.11.2017
[10] Kewser Uçaman, Hevpeyvîn, Dîyarbekir, 26.11.2017
[11] Şakir Epözdemir, Türkiye Kürdistan Demokrat Partisi (PDKT), Pêrî Yayınları, îstenbol, 2005, r. 7
[12] Şakir Epozdemir, Hevpeyvîn, Dîyarbekir, 23.09.2015
[13] Husamedin Durmuş, Hevpeyvîn, Dîyarbekir, 10.10.2015
[14] Kaleciwan, Seydayê Hêja Mela Ebdirehmanê Liceyî Beydabayê Kurdan bû, Kovara War, H.: 4, Bihara 1998, r. 84
[15] Kewser Uçaman, Hevpeyvîn, Dîyarbekir, 26.11.2017
[16] Mele Arif Semerkan, Hevpeyvîn, Dîyarbekir, 01.10.2015
[17] Kaleciwan, Jêdera berê, r. 84
[18] Kewser Uçaman, Hevpeyvîn, Dîyarbekir, 26.11.2017
[19] Şakir Epozdemir, Hevpeyvîn, Dîyarbekir, 23.09.2015
[20] A. Uçaman, Ji bo etîmolojîya zimanê kurdî çend gotin, Jêdera berê, r. 67
[21] A. Uçaman, Ji bo etîmolojîya zimanê kurdî çend gotin, Jêdera berê, r. 67
[22] Kaleciwan, Seydayê Hêja Mela Ebdirehmanê Liceyî Beydabayê Kurdan bû, Kovara War, h.: 4, Bihara 1998, r. 85
[23] A. Uçaman, Ji bo etîmolojîya zimanê kurdî çend gotin, Jêdera bere, r. 67
[24] Îsmaîl Beşikcî, Hevpeyvîn, Anqera, 31.01.2016
[25] A. Uçaman, Ji bo etîmolojîya zimanê kurdî çend gotin, Jêdera bere, r. 67
[26] Kovara War, h.: 1 Havîna 1997, Îstenbol, r. 57-63. Ev belgename di roja 7ê Sibata 1907an de, di rojnameya Amîdê Suda de hatîya belavkirin. Xweyîyê rojnameya Amîdê Suda, Alî Emîrî û mesulmidurê wê jî Şukrî Amîdî bû. Navê orjînal ê vê meqaleyê “Yavuz Sultan Selim'in Diyarbakır (Amed)'in fethini anlatan defter” e û zimanê vê meqaleyê osmanî ye. Ev belgename, ji layê Abdurehman Uçaman ve hatîye wergerandin û sadekirin ji bo tirkîya îro.
[27] Abdurrahman Uçaman-Seîd Veroj, Kovara War, h.: 1, 2, 3, 4, 5, 6, 7 (Zivistana 1999)
[28] Abdurrahman Uçaman, Kovara War, h.: 5-6, 7, 8, 9, 10, 11, 12,13, 14, 15 (Bihara 2004)
[29] Kovara War, h.: 1 Havîna 1997, Îstenbol, r. 133-135
[30] Kovara War, h.: 2, Payîza 1997, Îstenbol, r. 133-135
[31] Kovara War, h.: 3, Zivistana 1998, Îstenbol, r. 146-149
[32] Kovara War, h.: 3, Zivistana 1998, Îstenbol, r. 150-152
[33] Kovara War, h.: 4, Bihara 1998, Îstenbol, r. 77-82
[34] Kovara War, h.: 4, Bihara 1998, Îstenbol, r. 88-97
[35] Kovara War, h.: 4, Bihara 1998, Îstenbol, r. 151-161
[36] Kovara War, h.: 7, Îstenbol, Zivistana 1999
[37] Kewser Uçaman, Hevpeyvîn, Dîyarbekir, 26.11.2017
[38] Kaleciwan, Jêdera berê, r. 86
[39] Şêx Misbeh, Hevpeyvîn, Dîyarbekir, 21.06.2016
[40] M. Emîn Çîçek, Hevpeyvîn, Dîyarbekir, 01.10.2015
[41] Mela Xalid Ayçîçek, Hevpeyvîn, Dîyarbekir, 05.02.2016
[42] Husamedin Durmuş, Hevpeyvîn, Diyarbekir, 10.10.2015
[43] Şakir Epozdemir, Hevpeyvîn, Diyarbekir, 23.09.2015
Yorumlar (0)
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu siz yazın.