Zimanê me yek cûre ye, şêweyên wî zor in -Mehmed Mîhrî

Wekû berê min nivîsîye Goranî çar şêwe ye: Hewramî (Awramî), Bacellanî, Zazayî (Zalzîy), Dumelî (Dumalî).
Ji şêweya Goran Lûrrî derketîye, çunke nîşanê dema niha her gav herfê “m” dibe.
Wekû: Mikero, mikem (yanî dikem) minuysu, minuyism (yanî dinivîsim), miwaçu, miwuşim (yanî dibêjim).
Şêweya Cafî ji Lûrrî û Goranî derketîye.
Wekû: Kinaçê, kinale, kenî, kenîk (yanî keç), babe, bawik, baw (yanî bav).
Ev sê şêwe di peyvên kêm da bi temamî cuda ne, di gelek peyvan da ji ber texfîf, berwajî, cîhgorîyê û jêbirinê ji hev cuda dibin û di hinek kelîman da dişubhêne hev.
Ji şêweya mezin a Lolo du şêwe peyda bûne; Gîlanî (Gêlekî) û Berjorî, ji şêweya Berjorî jî Berjêrî derketîye holê. Şêweya Gîlanî jiber dûrî ji axa kurdewarî û nizîkîya nejadên çiyayê Qaf (qafqas û agir awedan; Azerbayîncan) şêweya wan ji şêweya Lolo gelek dûr ketîye.
Şêweya Billbas ji Lûrrî û Cafî derketîye û têkellî şêweya “Ezbenî” bûye. Şêweya “Ezbenî” ji Cafî û Lûrrî û Bilbasî hatîye û têkelê Berjêrî ye. Berjêrî jî ji Berjorî û ew jî digel Gîlekî ji şêweya Lolo derhatîne.
Ji ber hendê bingeha zimanê me du şêwe ye: Goranî û Kurmancî. Ji bo nivîsandinê du-sê wêne navê tîre û nejadan bi herf dinvîsim wekû “g” Goran, “l” Lûrr, “c” Caf, “b” Bilbas, “e” Ezbenî, “bê” Berjêrî, “bo” Berjorî, “lo” Lolo, “ ' ” Erebî, “f” Farsî û “g” nîşaneyê Gîlekî ye.
1- Kelîmeyên Kurdî ji ber guherîna tîpên dema niha diguherin, wekû min nivîsîye.
2- Bi ziyade, kêmasî û qelbkirina herf tên guherîn. Wekû: Ziban, ziman, ziwan, ezman, 'ezman, hezman. (Lîsan- Erebî ye)
3- Bi qelbbûna (guherîna) herfên dengdêr wekû nan, nên, nîn û kard, kêrd, post û pîst.
4- Bi guherîna nîşaneya mesder, ku di şêweya Goran da nîşaneya mesder yan herfa “-î” yan “-ay” ye.
Wekû: Mitey (rijandin), witey (nivistin), sotey (şewtîn), amay (hatin), kêşay (wezin).
Bi şêweya Cafî û Lûrrî û Bilbasî nîşaneya mesder “-an” e.
Wekû: Kêşan, pêwan.
“-tin” wekû: Kewtin, kuştin.
“-din” wekû: Birdin, mirdin.
“-ûn” wekû: Çûn, bûn.
Nîşaney mesder eger “din” bibê di şêweya Lolo, Berjor û Berjêr û hindek ji Ezbenî da “d” wenda dibe û di nameya “Muqedîmetûl Îrfan” da min nivîsîye, ku “d” li dawîya peyvê be hemû carê dikeve.
5- Tewawkera dema borî di şêweya Goran da “n”, di şêweya Lûrr û Caf da “ge”, di şêweya Billbas da “we” di şêweyên din da “ye” ye. Wekû: Witen (xeftîye), midran (seknîye), hurêzan û xeftge û page, hellsage û xewtuwe û rawêstawe, hestawe û nûstîye, rawestaye, hestaye.
6- Wekû min nivîsîye tîpên dema niha bi Goranî û “m”, bi Cafî “r”, bi Bilbasî layê jor “t” û bi şêweyên din “d” ye. Wekû: Ma çû, muşm, eyjim, telêm=elêm, dibêjim.
7- Di dawîya fî'lên nedîyar û îsmê mef'ûl da bi Goranî “ya”, bi Cafî û Lûrrî “yag”, bi Bilbasî “raw” û bi şêweyên din mesder digel “hatîye” têt, ku ji van fî'lan ra dibêjin fî'lên murekeb. Wekû: Kuşiya, kujiya, gujiyag, gojra, kujra û hatîye kuştin.”
Bi pênûsa muderîs û parêzer: M. M. (Stenbul)
Jêder: Kovarî Hetaw, Sal: 3, Jimar: 70, 20ê Ab 1956, s. 1-2-3
Kaynak: https://kovarabir.com/14292/bira-me-mehmed-mihri-zimane-me-yek-cure-ye-seweyen-wi-zor-in/
Bu içerikle ilgili yayınları incelemek için aşağıdaki İLGİLİ YAYINLAR bölümüne göz atın. Tüm içerikleri okumak, izlemek ya da dinlemek için ANASAYFA bağlantısını ziyaret edin veya hemen alttaki arama motorundan konuları arayın.
Yorumlar (0)
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu siz yazın.