Mela Mûsa ji bajarê Colemêrgê/Hekariyê ye ku ev dever îro di nav sînorên Tirkiyeyê de ye. Derbarê jînenîgariya Mela Mûsa de zêde agahî li ber destên me nînin. Em ji çend agahiyên seyahê navdar ê osmanî Evliya Çelebi (1611-1682) hîn dibin ku li Hekariyê ew yek ji wan alimên meqbûl û miteberê serdema xwe bûye. Di Seyahatnameya wî de navê Mela Musayê Hekarî wekî “Monlâ Mûsâ-yı Hakkarî” derbas dibe ku li gorî agahiyên ku wî daye, digel çendîn navên ku jimartine, Mela Mûsa jî yek ji zanayên mezin yê wê serdemê bûye. Li gorî qeydan Evliya Çelebi li derdora salên 1650yî wan li devera Bitlîs, Wan û Diyarbekirê geriyaye.[1] Yanî piştrast dibe ku ew di dawiya sedsala 16. yan di serê sedsala 17. de wate derdora salên 1600î wan de jiyaye. Agahiya li ser Mela Mûsa di Seyahatnameyê de wiha ye:
“Derbarê zanayên mezin: Gelek alimên wan yên yekta yên serdemê hene, lê belê yên ku haya me ji wan heye ev in: Pêşî Mela Hesen Efendiyê Yekçav û Mela Zeynudîn û Melazade Mela Ebûbekir û Melayê Şerefiyeyê û Mela Mihrabzade Elî Efendî û Mela Cebraîl û Mela Mûsayê Hekarî û Mela Îsrafîl û Mela Botanî û …”[2]
Agahiyeke din jî di nav arşîva Jaba de heye ku ew weku miqerîr yanî vebêjerê Durru’l-Mecalisê tê danasîn. Qeyda istînsexê (wr. 48a) bi vî awayî ye :
“Temam bû tercima kitêba Durru’l-Mecalis bi zimanê kurmancî ji teqrîra Mela Mûsayê Hekarî ji boyê cenabê qonsol Jabayî, 2yê Rebîul ewelê 1274.”[3]
Teqrîra Mela Mûsayê Hekarî yanî ew hikayetên ku wî li jêrnavê Durru’l-Mecalis gotine/qal kirine. Ji vê qeyda istînsexê jî pişrast dibe ku Mela Mûsa ji Hekariyê ye û wê gavê ne li ber heyat e. Dema ku em agahiyên Evliya Çelebi û agahiya vê qeyda istînsexê didin ber hev, ev herdu agahî xweş li hev tên û hevûdu temam dikin.
Ji ber ku ev xebata Jaba bi destê bi dehan melayên Kurd pêk hatiye, em tê derdixin ku navê Mela Mûsa piştî dused û pêncî salan jî li derdora medreseyên Kurdistanê maye û ev berhema wî hatiye parastin. Yanî Durru’l-Mecalis tê naskirin û li ser daxwaza Jaba dema ku berhemên giring tên berhevkirin û jinûvenivîsîn ev jî hêja tê hesibandin ku were istînsexkirin.
Li vir divê were gotin ku di nav koleksiyona Jaba de destnivêke din bi navê Durru’l-Mecalisê heye ku ji aliyê Mela Mehmûdê Bazîdî ve hatiye istînsexkirin lê weku naverok çend hikayetên hevpar ne têde pêwendiyeke wê bi Durru’l-Mecalisa Mela Mûsayê Hekarî re tune ye.[4]
Derbarê asta perwerdeya Mela Mûsa de pêzanînên me tunene, lê ji ziman û şêwaza wî ya nivîsê diyar dibe ku ew bi zimanên erebî, farisî û tirkî dizane. Lewra wî gelek caran ji Quranê û ji hedîsan mînak dane, helbestên farisî neqil kirine û peyv û hevokên tirkî bi kar anîne. Li gorî agahiyên me yên dîrokî Hekarî yek ji wan navendan bû ku xwedî medreseyên bi navûdeng hebûn. Bo nimûne li gorî Ebdurrehîm Rehmiyê Hekarî li Hekariyê medreseyên mîna “Medreseya Meydanê” û “Medreseya Pêzanê” di serdema xwe de jêdera zanîn û hunerê bû ku kesên wek Melayê Bateyî, Ehmedê Xanî, Pertew Begê Hekarî gihandine.[5] Loma îhtimal e ku Mela Mûsa jî ji van medreseyan gihabe.
A. Jaba li ser van hikayetan xebitiye û xwestiye ku tîpguhêziya wan bo elfabeya latîni bike û wergerîne zimanê fransî. Loma di vê arşîvê de sê nusxeyên cuda yên Durru’l-Mecalisê hene. Nusxeya 40, 41a û 41b. Em li jêr van her sê nusxeyan didin nasîn.[6]
Nusxeya destxeta 40î 48 wereq e. Wereqên zehriye, 1a, 48b û 49a-yê vala ne. Bi elfabeya Erebî û bi xeta ruqeyê hatiye nivîsîn. Destxet di nava bergeke çermereş de ye. Kaxizeke zer û ji rêzê hatiye bikaranîn. Li hin cihan li pêrawizan bi zimanê fransî têbiniyên kurt hene. Hejmarên rûpelan li jora rûpelan bi Erebî hatine destnîşankirin. Nusxe ji 2480 risteyan pêk tê. Rûpela yekem 19, rûpela dawî 8 riste ne. Di hejmara risteyan de standardek tune ye, bi piranî di navbera 25-30yî de ne. Rûpela 61ê 32 riste ne û ebada destxetê 35×22 cm ye.
Nusxeya temam ya Durru’l-Mecalisê ev e, nusxeyên din ne temam in, nîvco mane. Loma di vê xebatê de me ev nusxe esas girtiye.
Nusxeya destxeta 41a-yê bi vî sernavê fransî ye: “Contes populaires Kurdes traduit par Auguste A. Jaba, Consul de Russie à Erzeroum, Deuxième partie, 1860” (çîrokên gelêrî yên kurdî hate wergerandin ji aliyê Auguste A. Jaba, Konsolê Rûsyayê li Erziromê, beşa duyem, 1860).
Ev nusxe 228 wereq e. Bi elfabeya erebî û bi xeta ruqeyê hatiye nivîsîn, cihên ku Jaba wergera vê berhemê kiriye jî bi fransî ne. Kaxiza zer û bi xêz hatiye bikaranîn. Rûpelên rastê ji navberê bi xêzekê wekî du beşan hatiye dabeşkirin. Di nîvê de bi tîpên erebî berhema resen, di nîvê din de jî wergera fransî heye. Her wiha rûpelên çepê jî bi armanca wergera fransî hatine terxankirin. Hejmarên rûpelan li jorê bi tîpên erebî hatine tomarkirin. Nusxe bi giştî 1980 riste ye. Piranî her rûpel 9 riste ye. Heta rûpela 93yan 2 sitûn e, lê jê û wê de yek sitûn e û ebada destxetê 27×18 cm ye.
Di vê nusxeyê de 20 hikayet hene. Heta rûpela 70yî li rûpelên çepê wergera çîrokan a bi fransî heye, lê ji wir pê ve ew rûpelên çepê vala ne. Heta rûpela 93yan yanî di her sê çîrokên ewil de, rûpelên rastê du sitûn in. Di sitûna pêşî de çîrok bi tîpên Erebî hatine nivîsandin. Di sitûna duyem de Jaba, heman tişt bi tîpên latînî-fransî nivîsîne. Jê pê ve rûpelên rastê yek sitûn in û tenê bi tîpên erebî ne. Di berga dawî de dîsa bi fransî sernavekî wiha heye: “Perle des Séances par Mella Mousa Hekiari traduit par Auguste Jaba, ces sont les contes populaires Kurdes.” (Mirwariyên Civînan/Şevbuhêrkan ji aliyê Mela Mûsa Hekarî, hate wergerandin ji aliyê Auguste Jaba, ev çîrokên gelêrî yên kurdî ne).
Xuya ye ku ev xebata Jaba nîvco maye.
Nusxeya destxeta 41b-yê ku bê sernav e, lê ji naveroka berhemê diyar dibe ku hikayetên Mela Mûsayê Hekarî ne û ji aliyê Aleksandre Jaba bo fransî hatine wergerandin. A. Jaba, wî bi xwe ew istînsex kiriye. Di berga dawî de bi hevokeke fransî navê berhemê weku “Dourer Mejalis” nivîsiye.
Ev nusxe 44 wereq û 87 rûpel e. Wereqên 6a, 14a, 39b, 40a, 42b û 43-yê vala ne. Elfabeya latînî ya fransî hatiye bikaranîn. Kaxizeke zer û ji rêzê hatiye bikaranîn û hin wereq ji cihên xwe qetiyayî ne. Wereqên berhemê bi awayekî rêkûpêk nehatine nivîsîn, bêtir di teşeya reşnivîsê de ne. Gelek rêzên ku şaş hatine nivîsîn, ser wan hatine xêzkirin. Loma jî standarteke hejmara rêzan tune ye û ebada destxetê 35×22 cm ye.
Jaba li vir 19 hikayet wergerandine fransî. Wî li gorî naverokên hikayetan bi zimanê fransî sernavekî minasib li wan kiriye, wek “Ganym, Bersisa, Perroquet, 6ème Conte, Conte VII, Conte VIII, Conte IX, Conte X: Neuchirvan, Conte XI: Djafar Vézir Haroun Raşid, Conte XII: Griffon, Conte XIII: Khoja Abdullah Riche Négociant, Conte XIV: Iskender Zul-Qwrnayn, Conte XV: Baba Mourad, Conte XVI: Timourleng et Bayazid Yilderim, XVII: Hatem Şay, Conte XVIII: Le Pêcheur, XIX: Bagdad, Conte XX: Pharaon.”
Çavkaniyên hikayetên di Durru’l-Mecalisê de
Folklor û edebiyatên gelên cîran û herweha yên cihanê gelek caran bûne mijara xebatên berawirdiyê. Loma di lêkolînên folklor û edebiyatê de xebatên berawirdî beşek ji giring yên vê qadê ne û gelek populer in.
Li gorî A. Jaba ev hikayetên ku di nav Durru’l-Mecalisê de bi kurmancî hatine komkirin weku resen farisî ne :
“Kurdan ev hikayet bi piranî ji çîrokên farisî yên naskirî li jêr navê Durru’l-Mecalis wergirtine, yanî Mirwariyên Civînan/Şevbuhêrkan.”[7]
Li gorî Hêmin Omer Xwoşnaw jî, Durru’l-Mecalisa bi zimanê farisî ya Seyfuzafer Nevbaharî çavkaniya van hikayetan e, lê belê Mela Mûsa ev hemû wernegerandine belku beşek ji wan xistine nav Durru’l-Mecalisa xwe.[8]
Dema ku em bala xwe didin destpêkên hikayetan em dibînin ku nivîskar bixwe jî gelek caran amaje bi çavkaniyên xwe kiriye. Bo nimûne, tewarîxêd Hezretî Silêman, Silêmanname, mûcîzated hezretî Îsa, Rawiyên tewarîxêd Xelîfan, Iskendername, Seyahetnameyên rawiyan, kitêbêd Benî Israîliyan, tewarîxa Fetha Bîladan, tewarixêd Îranê, rawiyêd bajêrê Şîrazê, Qisseya qetla Hezretî Hesen, Qisseya qetla Hezretî Husên, Quran (5-21-54-55) û wd. Diyar dibe ku gelek ji van hikayetan di cureyê israîliyatê de ne.
Herçendî wî bi nav nekiribe jî ji hikayeta “Dehhak” mirov tê derdixe ku Şahnameya Firdewsî[9] û ji yên weku “Tûtî û Hezretî Silêman”, “Hikayeta Siltan Mehmûd Xeznewî û Iyaz”, Mesnewiya Mewlana Celaledînê Romî jî di nav van çavkaniyan de ne.[10]
Herçend em rasterast pêrgî çîrokekê ji wan nehatibin jî mirov dikare bibêje weku hikayeta “Seyda Şeref û Naîm Begê Diyarbekirî”, bêhn û çejna çîrokên Hezar û Şevekê jî ji van hikayetan difûre.[11]
Bêguman yek ji çavkaniyên giring yên Mela Mûsa jî xelk bixwe bû, ji ber ku wî hindek caran behsa rawî, naqil, neqqalan kiriye. Li vir mirov dikare “naqil” û “neqqalan” weku “qissebêj” û “çîrokbêj”an qebûl bike.
Ji xeynî van çavkaniyên diyar, Mela Mûsa pir caran amaje bi kesên anonim kiriye, weku “riwayet tête kirin ku”, “hikayet tête kirin ku”, “tête riwayetkirin ku”, “wiha neql û beyan dikin ku” û wd. Li gorî rêza hikayetan Mela Mûsa çavkaniyên xwe wiha diyar kirine:
“Riwayet tête kirin ku di zemanê di welatê Sebayê da zatek hebû qewî zahid û abid û meqbûlil diayê, ji dinyayê dest kêşabû û zêde xweyî keramet û keşfa meqam bû.”
“Riwayet tête kirîn ku di zemanê hezretî Silêman aleyhîselam, mirovek ji tayfa qibtiyan tûtiyekî xweşelhan dî û bi miqdarekî dirav kirî.”
“Hikayet tête kirîn di weqt û zemanê Dawid aleyhîselam mirovek hebû Ğanim nav.”
“Rawiyêd exbar û tewarîxan riwayet dikin ku di hengamê xîlafeta hezretî Harûn Reşîd...”
“Tête riwayetkirin di weqtê hezretî Silêman bin Dawid aleyhîselam…”
“Rawiyanê tewarîxê qedîme wiha neqil dikin ku di weqtê hezretî Silêman aleyhîselam…”
“Di mûcîzatêd hesretî Îsa aleyhîselam neqil dikine ku…”
“Di tewarîxan da rawiyanê exbar û naqîlanê asar neqil û beyan dikin ku hezretî Dawid pêxember…”
“Rawiyanê tewarîxê qedîme wiha neqil dikin ji mûcîzatêd hezretî Îsa aleyhîselam…”
“Di kitêbê mutebere ji rawiyan tête neqilkirîn ku Noşîrwan xundkarekî qewî zêde adil û xweyî dad û însaf bûye.”
“Rawî tewarîxêd xelîfan wiha riwayet dikin ku weqtê xîlafeta Harûnê Reşîd...”
“Di tewarîxêd hezretî Silêman aleyhîselam tête riwayetkirîn…”
“Naqilanê îxbarê şîrînguftar wiha riwayet û beyan dikin ku...”
“Di Iskendernameyê wiha tête riwayetkirin ku Iskenderê Zîlqerneyn dinya qaf ta qaf zebt kir…”
“Rawiyêd seyah wiha neqil dikin ku…”
“Rawiyêd tewarîxan, wiha riwayet û neql û beyan dikin ku…”
“Rawî û naqalêd maziyê riwayet dikin ku di weqtê ahda hezretî Îsa aleyhîselam...”
“Wiha neql û beyan dikin ku, zemanê pêşîn di weqtê xelîfe Mûtesîm Bîllah da...”
“Rawiyêd pêşîn wiha neql û beyan dikin, di weqta ku Bexda hate avakirîn...”
“Di kitêbêd Benî Israîliyan neqil kirîne ku...”
“Rawiyêd exbaran wiha neqil û beyan dikin ku berî zemanê hezretî Îsa aleyhîselam…”
“Naqil û rawiyêd tewarîxa Fetha Bîladan wiha neql û beyan dikin…”
“Naqilanê şîrînguftar wiha riwayet kirîne ku...”
“Wiha tête riwayetkirîn ku goya mixareyek di Mexribzemînê heye…”
“Rawiyêd tewarixêd Îranê wiha neql û beyan dikin ku di zemanê padişahiya Keyxusrew da…”
“Rawiyêd şîr[în]xeber wiha neql û beyan dikin ku di zemanê pêşîn, paşê Xulafeyêd Erbae...”
“Rawiyêd exbarê letîfe, wiha beyan dikin ku di zemanê hezretî Silêman aleyhîselam...”
“Rawiyanê zerfayê zeman, neql û beyan dikin ku...”
“Rawiyanê asar û naqilanê exbar wiha neql û beyan dikin ku di bajêrê Nişabûrê padişahek hebû navê Şah Ğiyas...”
“Wiha neql û beyan kirîne, rojekê Noşîrwanê Adil li şikarê digeriya...”
“Riwayet dikin ku di weqtê Benî Israîlan da di Misrê da Melik Reyan nav ezîzek hebû û li Mexribzemînê jî Tehmûs nam şahek hebû.”
“Rawiyanê qises wiha neql û beyan dikin ku hezretî Eyub aleyhîselam…”
“Wiha riwayet dikin ku di weqtê pêşîn di bajêrê Isfehanê da...”
“Wiha neql û beyan hatiye kirîn ku li bajêrê Xoresanê...”
“Ji kitêbêd Benî Israîlan neqil dikin ku…”
“Wiha neql û beyan dikin, Dehhak padişahekî qewî zêde adil û minsîf bû.”
“Rawiyanê îxbar wiha neql û beyan dikin di kitêba Silêmannameyê da...”
“Riwayet dikin di zemanê pêşîn di welatê Turkistanê…”
“Ji rawiyêd bajêrê Şîrazê wiha tête neql û beyankirîn, Xwace Hafizê Şîrazî...”
“Wiha neql û beyan dikin ku di zemanê borî da di weqtê ku li Misrê bîst [û] çar beglerbegî hebûn…”
“Ev qisseya qetla hezretî Hesen e raziyallahu teala anhû. Wiha rîwayet dikin rawiyed îxbaran...”
“Qisseya qetla hezretî Hisên raziyallahu teala anhu neql û beyan dikin ku…”
“Riwayet dikin ku di zemanê borî meşûr e, Siltan Mehmûd Xeznewî hebû...”
“Rawiyanê îxbar bi vê terzê neql û beyan dikin ku berê zemanê Pêxember…”
“Rawiyan qisse wiha neql û beyan dikin ku di weqtê Ristem bin Zal da…”
“Wiha neql û beyan dikin ku di zemanê hezretî Silêman aleyhîselam…”
“Ehlê tewarîx wiha neql û beyan dikin ku di eyamê Çengîzan kurekî Toxril Xan weled Çengîz Xan hebû, navî Bîjen Xan, qewî sahib şecaet.”
“Wiha neql û beyan dikin ku wekî hezretî Adem aleyhîselam û hezretî Hewa raziyallahu anha ji bihiştê bi der ve avêtin.”
“Wiha tête riwayetkirîn ku wekî hezretî Idrîs aleyhîselam bûye pêxember û middeyekê resûlî kir…”
“Rawiyanê îxbar û naqilanê asarê şîrînguftar bi vê terzê neql û beyan dikin ku di zemanê pêşîn Nemrûd aleyhîlanet padişahê rûyê zemîn bû.”
“Wiha neql û beyan kirîne ehlê tewarîxan ku wekî Xudê teala nibiwet ji boyê hezretî Lût aleyhîselam verê kir…”
“Wiha neql û beyan dikin ku wekî dora nibiwetê giha hezretî Nûh aleyhîselam û pêxemberî ji bo re nazil bûyî…”
“Ehlê tewarîx wiha neql û beyan dikin ku wekû Xuda teala nibiwet ji boyê hezretî Yûnis aleyhîselam virê kir…”
“Ehlê tewarîxêd pêşîn wiha neql û beyan dikin, di erdê Hicazê padişahek qewî zîşewket hebû ku rûyê zemîn hemû zebt kir, navî Şeddad ibn Ad bû.”
“Ji ehlê tewarîxan wiha riwayet dikin ku, wekî hezretî Adem aleyhîselam hate dinyayê…”
“Wiha riwayet dikin ku di Bexdayê da necarek hebû, navê wî Ehmed û xweyî ehl û ayal bû.”
“Riwayet dikin ku di zemanê borî da mirovekî qewî fazil, kamil, navî Seyda Şeref di Misrê da hebû.”
“Wiha neql û beyan dikin ku di weqtê Mirad Xanê Ewel da...
[1] Bnr. Mustafa Alpaslan, Evliya Çelebi Seyahatnamesi’nde Kürtler, Teza masterê li Enstîtuya Zanistên Civakî, Zanîngeha Mardîn Artukluyê, Mêrdin, 2014, r..6-7.
[2] Prof. Dr. Robert Dankoff- Seyit Ali Kahraman - Dr. Yücel Dağlı (haz.), Evliyâ Çelebi Seyahatnâmesi, r. 66, cild 4, Yapı Kredi Yayınları, Istanbul, 2000.
Ev agahî di Seyahatnameyê de bi zimanê xwe yê orijînal ya tirkî weha derbas dibe : “Der-beyân‑ı ulemâ-yı kibâr [u] a‘yân: Niçe bin ferîdü'l-asr ulemâları vardır ammâ ma‘lûmumuz olan kibâr‑ı kübbâr bunlardır: Evvelâ Yek-çeşm Monlâ Hasan Efendi ve Monlâ Zeynüddîn ve Monlâzâde Monlâ Ebûbekir ve Şerefiyye imâmı ve Monlâ Mihrâbzâde Alî Efendi ve Monlâ Cebrâ’il ve Monlâ Mûsâ-yı Hakkarî ve Monlâ İsrâfîl ve Monlâ Bühtânî ve...”
[3] Bnr. Beşa 2., dawiya qeyda istînsexê.
[4] Ji bo agahiyên berfireh di vê babetê de bnr. Mustafa Aslan & Ayhan Yıldız, “Nirxandina Kurteçîrokên Mela Mehmûdê Bazîdiyî yên bi navê Durru’l-Mecalis ê”, Folklor û Ziman, 2021, r. 245-264.
[5] Hakkarili Rahmi (Ebdurrehîm Rehmiyê Hekarî), “Tazyik ve İnkişaf”, Kurdistan, j.1., 1919. R. Pertev, Folklor û Nasname, r.171., Herwiha bnr. Nevzat Eminoğlu, “Nêrinek Gelemperî li Edebiyata Kurdî ya Serdema Mîrektiya Hekariyê”, Nûbihar Akademî, j.13.,2020, r.81-95.
[6] Me piraniya van agahiyan ji pirtûka Koleksiyona Aleksandre Jaba ya Destnivîsên Kurdî wergirtin, bnr. M. Öztürk, h.b., r.127-132, ku ev beş ji aliyê min û Mustafa Aslan ve hatibûn amadekirin.
[7] Bnr. Auguste A. Jaba, Dawiya Destxeta 41b (wr. 44a) : « Les Kurdes ont tiré la plupart de ces contes des histoires persanes connues sous le nom Dourer Mejalis, c’est-à-dire Les perles de la réunion. »
[8] H. O. Xwoşnaw, h.b., r. 16-17.
[9] Seccat, Aydınlu, Firdevsi’nin Şahnamesi’inde Kürtler, (wer. Erkan Çardakçı), Avesta, Istanbul, 2012, r.14-15.
[10] Bnr. Mewlâna Celâleddin Rûmî, Mesnewî, (wer. Mela Ahmedê Şerefxanî), Weşanên Çandî ya Şaredariya Konyayê, Konya, 2015.
[11] Ji bo wergereke bi kurmancî ya van çîrokan, bnr. Serdar Roşan, Hezar û Şevekê, Nûdem, Stockholm, 1998.
Yorumlar (0)
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu siz yazın.