Binemala Şêx Zahir di nav şerê Agiriyê de dertê pêş û wekî gelek lehengên Serhildana Agiriyê dibin mijara kilamên Kurmancî.
Li ser malbatê gelek caran min lêkolînan dikir û agahiya ewilî min di sala 1972an de ji bavê xwe girtibû. Di dema darizandina bavê min ya ji doza DDKOyê de, li dadgeha qolordiya Diyarbekirê, birayê Şêx Zahir, Şêx Ebdurehman jî ji bajarê Ixdirê anîbûn dadgeha Diyarbekirê.
Ez ê behsa darizandina Şêx Ebdurehman nekim ku gelek balkêşe û hem di derveyê hevpeyvîna min û Mustafa Balbal de ye, ez ê dagerim ser hevpeyvînê. Lê xwendevan dikarin bêjin bê çi têkiliya Mustafa Balbal û malbata Şêx Zahir bi hev heye? Mustafa Balbal ji aliyê bavê de ji eşîra Birûkiya ye lê ji aliyê dê de, neviyê Hedê û Şêx Ebdurehmanê Mala Baba ye.
Piştî min ji Mustafa Balbal hîn kir ku neviyê Şêx Ebdurehmane û Şêx Ebdurehman ji bo min di dîrokê de kesekî balkêşe, lewra min hevpeyvîna jêr pê re kir. Lê hevnasîna min û Balbal jî di rêya rehmetî Feridun Yazar de çêbû.
Mustafa Balbal dixwest li ser serhildana Agiriyê 3 beş fîlmên dokumanterî çêbike, metnê belgefîlman bi Tirkî amade kiribû û li wergerekî ku Tirkiya metnê bike Kurmancî digeriya. Rehmetî Feridun Yazar nav û telefona min dide Mustafa Balbal û têkiliyên me her weha dewam kirin.
Hezar rehmet li Mustafa Balbal û Feridun Yazar be. Balbal jî di 21.11.2021an de, dema li Anakara dixwaze ji terefekî rê here aliyê dinê, erebeyekî lê xist û mixabin jiyana xwe ji dest da. Di Nêrîna Azad de gelek nivîsên wî hebûn û hêj nivsandina wî dewam dikir.

- Kek Mustafa, ez binemala Şêx Zahir û Şêx Ebdurehman meraq dikim bê eslê wan ji ku tê? Dema ez bi kurê Şêx Ebdurehman Şêx Mihemed Emîn re axifîm, ew digot ku bingeha malbata wan di bavê heftan de digihê Mala Nehriyan an ku malbata Seyîd Tahayê Nehrî. Wekî neviyê wan tu çi dibêjî?
Mustafa Balbal: Binemal ya ku ez dizanim, seyîd nînin. Niha malbata Şêx Zahir dibêjin ku ew seyîd in. Di destê wan de ti secere tine û delîl tinin. Li gor hinek rîwayetan; malbat ji eşîra Şêxbiziniya ye. Eşîra Şêxbizinî di şerê Şah Îsmaîl û Yavuz Sultan Selîm de nabin Şî’a (Şîî).
Yavuz wan tîne Paloyê û ji wir dibe Anatolya Navîn. Belaweyê Anatolya Navîn dibin. Hinek ji wan tên bajarên Wanê, Erzerom û Qersê. Li gor rîwayetekî qaîm; malbata Şêx Zahir ji eşîra Şêxbizinî ne. Ne seyîd in.
Pirs: Yanî ti têkiliya wan û Malbata Şêx Ubeydullahê Nehrî bi hev tine?
Mustafa Balbal: Naxêr, ti eleqa wan bi hev tine. Bala xwe bidê, ew malbatên ku di Kurdistanê de dibêjin ku seyidin, xwe digihînin malbata Nehriyan. Ya duyem jî bingeha malbata Nehriyan jî heya salên 1800an berbiçave ku ne seyidin lê piştî wî na. Ew jî ne berbiçave. Ji ber di destê wan de secere tineye.
Ez dibêjim ji %99 malbata Şêx Zahir Şêxbizinî ne, ji malbatê şêx derketine û paşî ji xwe re gotine ku ew seyîd in.
Pirs: Cîh û warên ku malbat lê jiyaye ku derê ne? Malbat bêhtir di 200 salên dawiyê de çawa wêjeya devkî ew çend afirand?
Mustafa Balbal: Cîh û warên malbatê giredayê bajarê Qersê, Qrecealiye. Ez dikarim ji sed salî û vir de ciyên wan bêjim. Ji niha û 120 sal berê li Qercealiyê bicîh bûn e. Şêx Emerê bavê Şêx Zahir li wê derê hatiye dinyayê. Birayê wî hebûye; Şêx Mihê û yên din.
Apekî wî hebûye, derbasî Qafqasyayê dibe, diçe nav eşîra Brûkiyan. Yek ji wan derbasî aliyê Îranê (Rojhilatê Kurdistanê) li Salmastê bicîh dibe. Yên derbasî Qafqasyayê dibin, hatibûn cem me Qafqasyayê. Ji wir jî hatin bajarê Wanê.
Xwuşka wî jî yanî qîzapa Şêx Zahir jina Behrî Begê (Kartal) ye. Jinbira Kinyas Kartal e. Dema em eşîra Birûkî ji Qafqasyayê hatin, ew jî bi me re hatin. Xalanên me ne. Niha li Wanê dimînin. Paşvanên wan jî Özkul e. Ew ji mala Şêx Ûsiv in. Şêx Ûsiv jî kurmamê Şêx Zahir û Şêx Ebdurehman e.
Yê sêyem Şêx Mihê ew jî kurapê Şêx Zahir e. Diçe li Îranê li Salmastê bicîh dibe. Ew jî ji xwe re seyîdiyê bijart. Bavê wî Şêx Mihê ye û navê wî Seyîd Mecîd e. Di vir de dijîtî heye. Li Îranê rola Seyîdan gelek heye. Li Îranê bi xêra Seyîdiyê wekî Sakıp Sabancı dewlemend bû.
Di sala 1979an de dema Ayetullah Humeynî hat ser text, mala wî bi balafiran da bombekirin. Di bombebaranê de kurê wî û biraziyê wî mirin. Reviya hat Tirkiyê. Yên li Îranê man niha dewlemend nînin. Tiştekî wan nemaye.
Bavê Şêx Zahir û Şêx Ebdurehman Şêx Emer e. Ji wan re dibêjin Şêx lê ji zarokên kalikê min re (Şêx Ebdurehman) dibêjin seyîd. Yanî seyîdiya wan 50-70 sale. Ez nizanim ji 120 sal berê ji ku hatine.
Pirs: Têkiliya Şêx Zahir û Ixdirê çi bi hev heye?
Mustafa Balbal: Li Ixdirê di kara xwê de dexebitîn. Li Ixdirê qeza (navça) Tuzlucayê heye. Berê li ser bajarê Qersê bû. Li wê derê çiyakî mezin heye tê de xwê dertê. Li wê derê memûr bû ye. Şêx Zahir karê sîlihên qaçax dikir. Diçû Rûsyayê, Îranê. Gelek zana bû. Dema karê qaçax dikir dewletê lê digeriya. Ew jî mecbûr ma reviya serê çiya. Yanî di serî de, ne ji bo welatparêziyê derket serê çiya. Ji xwe di dîroka Serhildana Agiriyê de, yê esas polîtîk Îhsan Nûrî Paşa ye.
Dema Şêx Zahir çû çiya, birayên xwe bi xwe re bir. Şêx Elî bir. Şêx Hebîb bir. Şêx Tahir bir. Şêx Ebdurehman bir. Hemû li çiyê bûn.
Hêzên dewletê Şêx Ûsiv girtin, zimanê wî jêkirin, çavên wî derxistin û bi îşkencê kuştin. Ji ber Şêx Ûsiv di gund de mabû hat girtin.
Dema Şêx Zahir bi birayên xwe re dertê çiya, bi qereqolan re şer dike, talanan dibe. Di wê demê de birina talanan wekî qehremaniyekî dihat pesinandin. Esker dihatin kuştin, birîndar dibûn. Ji ber van bûyeran esker tên û Şêx Ûsiv digrin û ew bi îşkencê dikujin.
Pirs: Birayên din çi bi serê wan hat? Em Şêx Zahir û Şêx Ebdurehman dizanin.
Mustafa Balbal: 1. Şêx Elî: Diçe gundekî li wan dora. Dixwaze şevekî an 2 şevan li gund bimîne. Esker dora gund digrin. Di wê çaxê de kî wan xwedî bikira, dewletê wan jî dikuşt. Gundî mecbûr dimînin Şêx Elî divêjin çala genim. Çala genim 5 an 6 metre kûr e. Zivistanê genim dixistin çalê. Gundî xweliyê davêjin ser û bi wî awayî dikujin. Ne bi dilê xwe dikujin. Mecbûr dimînin. Eger Şêx Elî bihata girtin, wê esker temamê gundiyan bikuştina.
2. Şêx Tahir: Wexta şerê Agiriyê di 13ê Eylûlê de (1930) dişkê, Şêx Zahir tevî 60-70 şervanên xwe tên aliyê Bêgiriyê (Muradiye) û Çildêran (Çaldıran)ê. Li Bêgiriyê şelale heye (Şelala Muradiyê). Ji Şelala Muradiyê derbas dibin aliyê Çaldıranê wan gundan. Diçin gundê Dîkme. Nêzî Çiyayê Dîkme, Şêx Tahir gelek nexweş dikeve.
Şêx Zahir ji muxtarê gund re dibêje wê çend rojan li van çiyaya bisekinin. Bila Şêx Tahir li mala wan bimîne. Dema baş bû, dê Şêx Zahir here wî ji mala muxtar bibe. Dema Şêx Tahir diçe mala muxtar, yekî gundî ew dibîne û muxbire yanî casûsê qereqolê ye. Diçe xeberê dide qereqola Gulesorê.
Îbrahîm Yuzbaşî fermandarê qereqolê bûye. Di qereqolê de 150 leşker hebûne. Îbrahîm radike 15 eskerên xwe û dora gundê Dîkme digre. Şêx Tahir digrin û ew dikujin. Li dora 2 heya sê hezar gule berdidin bedena wî. Digotin bedena wî bûbû weka qiyme. Niha mezelê wî yanî yê Şêx Tahir li Dîkme ye.
Piştî Şêx Tahir li gundê Dîkeme tê kuştin, 3 roj di şûn de Şêx Zahir digre ser qereqola Gulesorê û her 150 eskerên tê de dikuje. Lê ne bi guleyan li wan dixin, bi xenceran li wan dixin. Ji wê derê sînorê Îranê derbas dikin û diçin nav eşîra Milan.
3. Şêx Hebîb: Birayê herî biçûke lê berya Şêx Tahir esker ew digrin. Di serê sala 1930an de ye. Şêx Hebîb çiplax dikin û agir vêdixin. Weka mirîşka ew li ser agir dibirêşin. Ew jî bi wî awayî çû. Di dawiya sala 1929an û serê sala 1930an de, ew 4 bira çûn.
4. Şêx Zahir: Di sala 1931 meha Gulanê ye. Yekî qamçûrcî heye, bacê (vergi) distîne. Navê wî Ûsivê Quli ye. Ciyê Şêx Zahir hîn dibe û diçe giliyê wan dike. Eskerên Tirkiyê tên ser wan. Ew di sînorê Îranê de bûne. Rojekî şer dikin. Di dema şer de Tirkiye xeberê dide qereqola Îranê. Qereqola Îranê jî ji aliyê dinê de diçe ser Şêx Zahir û Şêx Ebdurehman. Di navbera her dû eskeran de dimînin. 3 roj şer dikin. Şêx Zahir di wî şerî de hat kuştin.
Pirs: Li Geliyê Nawirê te kuştin?
Mustafa Balbal: Na, di kilamê de (Kilama Lê lê Hedê de) wisa tê gotin lê ne ew dere. Ciyê wan bêhtir bi aliyê navça Özalpê ve ye. Li Kevirê Bûk û Zava tê kuştin. Pê re 16 an 17 hevalên wî jî tên kuştin.
Li ser mezelê wî ku li ku derê ye, kalikê min Şêx Ebdurehman digot; ew û pîra min Hedê (Jina Şêx Ebdurehman) cenazê wî (Şêx Zahir) hildidin, dibin bi dizî li ciyekî binax dikin. Ji ti kesekî re nabêjin. Dibe yek ji wan an xeyrî wan here, serê Şêx Zahir jê bike û bibe ji dewleta Tirkan re bêje; ‘min Şêx Zahir kuştiye û min efû bikin.’ Niha ti kes ciyê mezelê wî nizane.
Di ser kuştina Şêx Zahir de 2 an 3 meh derbas dibe, kalikê min Şêx Ebdurehman û hevalên wî diçin dora gundê wî Ûsivê Qulî, ew digrin û li wir dikujin.
Pirs: Dibêjin yê gule berdaye Şêx Zahir yekî ji Paloye, ev raste?
Mustafa Balbal: Belê Kurdekî ji Xarpêtê ye. Navê wî Seîd bûye. Ne subay bûye. Çawîş bûye. Kalê min Şêx Ebdurehman wî çawîşî û 16 heb esker esîr digre. Di serî de wan nakuje. Hêj kalikê min Şêx Zahir nemiriye.
Kalikê min Şêx Ebdurehman ji esîran re dibêje; ‘Eger Şêx zahir nemre, ez ê we serbest berdim. Eger bimre, ez ê we bikujim.’ Ber bi êvarê kalikê min Şêx Zahir dimre.
5. Şêx Ebdurehman: 3 meh di şûn de efûyekî devkî çêdibe, Şêx Ebdurehman bi 60 an 70 hevalên xwe ve tên bajarê Wanê û teslîm dibin. Teslîmê Tûgaya Wanê dibin. Berya Şêx Zahir bimre, Şêx Ebdurehmanê kalikê min her yek ji wan eskeran cixareyekî dide wan. Dibêje cixarê bikşînin. Yê ku li Şêx Zahir daye, cixara Şêx Ebdurehman davêje erdê. Dibêje; ‘Ez cixara te nakşînim ji xwe tu dê min bikujî.’
Lê piştî Şêx Zahir dimre, Şêx Ebdurehman jî wan 16 eskeran înfaz dike. Mehja Gulanê sala 1931 e.
Pirs: Ciyê gora Şêx Zahir nehat dîtin?
Mustafa Balbal: Ciyê gora wî ne diyare. Piştî kalikê min Şêx Ebdurehman ji sirgûnê hat, geriya lê ciyê mezel nedît. Gelek lê geriya. Tenê par Xalid Kartal ku niha li dora 80 saliye, ji min re got (Şêx Zahir kurapê diya wî ye) ‘Ez çûme Nawirê, li wê derê muxtarekî ji min re got ku ev mezel yê Şêx Zahir e.’ Lê ev ne mumkine. Pîra min Hedê û kalê min Şêx Ebdurehman ew veşartibûn. Piştî ew nizanibûn, kesên din nizanin.
Pirs: Lê zarokên Şêx Zahir hebûn an na?
Mustafa Balbal: Zarokên Şêx Zahir nînin. Şêx Zahir bi destgirtî bû. Bi qîza Mehmûd Begê re. Bi neviya Gulî Cewher axa re. Sumbil a qîza Mehmûd Beg destgirtiya wî bû. Di dema ku destgirtîbû Şêx Zahir derketibû çiya. Diçe qîza begekî dinê jî dixwaze. Ew beg, ji begekî eşîra Celaliyan bû.
Piştî 2 an 4 mehan jina xwe berdide. Jina wî bi hemil bûye. Berdan jî ne bi destê wî bûye. Li çiyê bû. Kurekî jê re çêdibe. Li Qaxizmanê zêrkeriyê dike. Di sala 1960an de kalikê min Şêx Ebdurehman diçe da ew bibîne. Kalê min jê re dibêje; ‘Tu kurê Şêx Zahirî, tu kurê birayê min î.’ Ew bi tundî bersiva kalê min dide. Dibêje: ‘Haya min ji her tiştî heye, tu ne apê minî û Şêx Zahir ne bavê min e.’
Jinik çûye ji xwe re mêrekî dinê kiriye. Zilamekî dinê ew mezin kiriye. Kalê min Şêx Ebdurehman dev jê berdide û paşî têkiliyên wan çênabin. Paşî jî ew kur dimre.
Pirs: Mesela Sumbil Xanimê çawa çêbû? Mehmûd Beg destgirtiya wî dayê an navbera wan xerab bû?
Mustafa Balbal: Sumbil Xanim destgirtiya wî bû. Ji Mehmûd Beg re xeberê dişîne. Dibêje ku wê destgirtiya xwe bibe. Mehmûd Beg qebûl nake. Mehmûd Beg dibêje ku; ‘Te çû di ser qîza min de, te yeka dinê xwest.’
Navbeynkar dikevin navbera wan lê Mehmûd Beg keçê neda. Mehmûd Beg jî ji eşîra Torina ye û hem mezinê federasyonê ye.
Mehmûd Beg li zozana bûye. Şêx Zahir bi ser konê wî de digre. Çend zilam jî pe re bûne. Kon dide ber guleyan û Sumbil Xanimê ji xwe re dibe. Sumbil 3 sal li cem Şêx Zahir dimîne.
Di sala 1930an de, Rojekî Biroyê Heskî Têlî û Şêx Zahir li ber çadıra (konê) Şêx Zahir çay vedixwun. Li serê çiyê. Çadira wan biçûke. Dema esker bên hema karibin rakin çadira xwe û herin. Çaya wan diqede. Kalikê min Şêx Zahir dibêje: “Sumbil were ji me re çayê bîne.” Sumbil dengê xwe nake. Şêx Zahir diçe binê çadirê, dibîne Sumbil Xanimê serê xwe daniye ser çoka jina Biroye Heskî Têlî Rabîa Xanimê.
Rabîa Xanim sipiyê serê wê dikuje. Wê çaxê nikaribûn xwe zêde paqij xwedî bikirina, nikaribûn xwe bişûştina. Her dû xanim sipiyê serê hev paqij dikirin. Dema Şêx Zahir wê di wî halî de dibîne, pihînekî lê dixe. Dibêje ku çima serê xwe daniye ser çoka Rabîa Xanimê, pê serê xwe paqij dike. Yanî zahmetiyê dide Rabîa Xanim.
Şêx Zahir berjêr dibe û Rabîa Xanim diçe binê çadira xwe. 5 deqe bi şûn de dibihîzin ku dengê guleyekî hat. Şêx Zahir diçe binê çadirê, dibîne ku Sumbil Xanim lûla tivingê daye serê xwe û bi tiliya lingê xwe pêl tetikê kiriye û xwe kuştiye. Dema Sumbil dimre zarokên wê tinene.
Pirs: Di derbarê şexsiyeta Şêx Ebdurehmanê kalikê xwe de dikarî çi bibêjî?
Mustafa Balbal: Şêx Ebdurehman ilmê wî hebû, xwendabû lê Şêx Zahir na. Şêx Ebdurehman mela bû. Gelek bi merhamet bû. Wisa bi merhamet bû, di dema şerê Agiriyê de eskerên biçûk yên 20 salî hebûn. Dilê wî nedixwest ku gule bera wan bide. Mirovekî zahf giran bû. Li gor wî; Şêx Zahir gelek xwîngerm bûye. Dema biryara tiştekî bida deh caran difikirî. Paşî biryarê dida. Paşî diaxifî.
Şêx Zahir carna pê henekên xwe dikir û digot: “Mele! Eger mêrxasiyekî me hebe, ew jî bi xêra te ye. Piştî hemû birayên wî mirin, barê malbatê hemû ket ser milên wî. Dema hat girtin, hemû eskerên kuştî xistin stûyê wî. Hebs, îşekence, zilm. Di sala 1943an de efû dertê. Di sala 1948an de dadidger tê Ixdirê.
Piştî di sala 1943an de efû dertê, ew dibin bajarê Aydınê, navça Söke, gundê Sazliköyê cem pîrika min Hedê. 5 sal li wê derê dimîne. Heya sala 1948an.
Pirs: Şêx Ebdurehman demekî li Wanê dimîne an na?
Mustafa Balbal: Kurapên kalikê min Şêx Ûsiv wan, bi me re ji Qafqasyayê hatibûn Wanê. Ji Sazlıköyê tê cem kurapên xwe. Di sala 1949an de. Kinyas Kartal nahêle car din vegere Ixdirê. Kinyas ji Şêx Ebdurehman dixwaze ku here li gundê wî bibe melayê gund. Alîkariya wî dike. 5 an 6 salan li gundê Kinyas Kartal melatiyê dike. Di wê wextê de bavê min diya min dibîne û wê dixwaze.
Di salên 1954 an 1955an de kalikê min car din dadigere Ixdirê. Lê naçe Qerealiyê. Diçe gundê Hesenxanê. Gundekî eşîra Celaliya ye. Heya mir jî li gundê Hesehxanê dima û gora wî jî li Hesenxanê ye. Ez çûm ser gora wî. Min dît. Ji aliyê maddî de halê kalikê min zahf nexweş bû. 60 sal nexebitî bû. Sirgûn, firarî û zîndan…
Dihat nav milletê, yên halxweş kesên wekî Kinyas Beg û beglerên din, mirovên halxweş alîkariya wî dikirin. Zahf qedr û qiymeta wî digirtin.
Pirs: Piştî ji sirgûnê hat, dewletê wî rihet dihişt an na? Qet bûyerên wî yên din hene?
Mustafa Balbal: Na, dewletê qet rihet nedihiştin. Qeza Dîgorê heye qeza bajarê Qersê ye. Kalikê min di sala 1975an de diçe wê derê. Li nav çarşiyê digere. Sawciyekî (dozger) eqrebayê wî heye. Diçe destê kalikê min maç dike. Wî sawciyê sirgûnê aliyê Trakyayê kirin.
Başçawîşê qereqola Hesenxanê çend cara gazî wî kiribû û jê re gotibû: “Tu terorîstî, tu eşqiyayî.” Lê heqaretê dikirin. Ew jî kal bû. Li dora 85 salî bû.
Pirs: Li gor te bûyerekî wî ya herî balkêş kîjan bû?
Mustafa Balbal: Ez ji te re bîranînekî (wî) bêjim. Di sala 1958 an 1960an de, berê di dawetan de pêşbirka (bezandin) hespan dikirin. Kîjan hesp bibûya yekemîn pere didanê lê pereyekî baş didanê. Li dora 100 hezarê îro. Li Wanê dawetekî çêdibe û hespê kalikê min hebûye.
Kinyas Beg (Kartal), kalikê min û çend heb giregirên din hespên xwe davêjin balgîvê (bezê an pêşbirkê). Di juriyê de mudire emniyeta Wanê û çend kesên din hebûne. Ji mudire emniyetê re behsa kalikê min dikin û dibêjin ku eşqiya bûye û firarê dewletê bûye.
Hespê xwe davêjin balgîvê, hespê kalikê min yekem tê. Mudir qebûl nake. Car din hespan dibezînin, cara duyem jî hespê kalikê min qezenc dike. Car din mudirê emniyetê qebûl nake. Cara sêyem jî hespê kalikê min qezenc dike lê mudir qebûl nake.
Kalê min fêm dike ku mudir rika xwe dayê. Li ser pişta hespê xwe, bi qamçiyê xwe yê zîvî 9 an 10 qamçiyan li serê mudir dixe. Serê wî dişkêne. Demança xwe derdixe û 3 gule bera hewayê dide. Hespê xwe qamçî dike û diçe.
Kinyas Beg mirovekî zahf bi aqil û zana bû. Ji Mudirê emniyetê re dibêje: “ Şêx Ebdurehman mirovekî zahf mêrxase û çîroka wî baş dizanî. Eger tu dawê bikî, wê te bikuje. Heya ji destê te tê pêre zû li hev were.”
3 rojên din Kinyas Beg (Kartal) kalikê min û mudirê emniyeta Wanê li hev tîne.
Pirs: Di şerekî Agiriyê de diya te Gulçîn ji qûmatkê li ser hespê dikeve. Dikarî behsa wê bûyera taybet bikî?
Mustafa Balbal: Belê. Di sala 1930an de ye. Lê nizanim meha Hezîran, Temmûz an Tebaxe nayê bîra min. Desteya Şêx Zahir di şerekî dijwar de ye. Diya min teze hatiye dinyayê. Yek an 2 mehiye. Di pêçekê de ye. Li ser hespê li ber pîrika min Hedê ye. Di nava şer de direvin. Kalê min Şêx Ebdurehman jî siware.
Piştî 300 metre diçin, pîrika min Hedê dibîne ku keça wê tineye. Ji kalê min Şêx Ebdurehman re dibêje: “Welleh keçika me Dilşa (diya min) tine ye.” Kalikê min dizivire ku here diya min bîne. Pîra min Hedê ji kalikê min re dibêje: “Bihêle. Gulebarane, neçe tu yê bêy kuştin. Dev ji keçikê berde.”
Kalikê min Şêx Ebdurehman dibêje ku nabe. 200 an 300 metre paşde diçe. Dinêre diya min ketiye, gêr bûye û li giyakî asê bûye. War e wara wê ye, digrî. Diya min hiltîne û tîne. Ev jî tişteka dramatîk e. Ev e ku dibêjin ‘dê ewladê xwe davêje.’ Ez baş nizanim bûyer li ku derê çêbûye lê li der û dora Girî Daxê ye.
Şerê Şêx Zahir bi giranî li ser û dora Tendûrekê ye. Wê demê Reşoyê Silo li wê derê hebûye. Ji xwe navbera Tendûrekê û Girî Daxê 50 km ye.
Şêx Ebdulqadir Kotan, Şêx Zahir, Temirê Şemikî, Reşoyê Silo hemî li aliyê Tendûrekê ne. Lê ciyê tevgera Temirê Şemkî û Şêx Ebdurehman lê ne, li ser rêya Qersê ye. Aliyê Qaxizmanê. Ew der di bin berpirsiyariya wan de ye.
Pirs: Çend şerên wan yên bi nav û deng hene?
Mustafa Balbal: Kî behsa şerê Agiriyê dike û li serê dinvîse, dibêje şer di sala 1926an de destpêkiriye. Ev ne raste. Di sala 1924an de Xalidê Kermûsî û Osmanê Altûndîş heye. Fetto heye, Çerxe heye. Birayên Temirê Şemkî ne. Osê heye, Şêx Zahir heye. Vana hemû di sala 1924 an serê sala 1925an de li serê çiyê ne.
Di sala 1926an de Biroyê Heskê Têlî û birayê xwe derdikevin çiyê. Vana hemû maf yawarî bûn. Lê her roj bi dewletê re şer dikirin. Carna di mehê de qet şer nedikirin û car hebû 10 roj li ser hev şer dikirin. Dema şer dikirin, hemû alîkariya hev dikirin. Ne weke rêxistin lê bi feodalî.
Li gor belgeyên eskeriyê (serekerkaniyê) ku dibêje: “Ağrı isyanı başlamadan meşhur olan eşkıyalardan biri olan Şêx Zahir, 3. Ordu O’nun imhasını istiyor. Kermuslu Halid’ın da öldürülmesini 4. Ordudan rica ediyorum. (Kurdiya wê: “Berya şerê Agiriyê destpêbike, ji navdarên eşqiyayan Şêx Zahir, ordûya 3em dixwaze ku ew îmha bikin. Ji ordûya 4an rica dikim ku Xalidê Kermûsî bikujin.)
1. Şerê Gewgewe: Di wê demê de siyasî bûn. Ez tarîxa wê baş nizanim. Lê bi texmînî dikarim bejim sala 1929a ye. Çima? Wê çaxê Şêx Ebdulqadir di nav şerde bû. Di serî de Şêx Ebdulqadir ne di nav şerde bû. Di zemanê siyasetê de jî diçûn pez dianîn. Xalis Beg diçû, dianî, Ferzende Beg diçû, dianî.
Di dema muzakereya ser pirê de, waliyê Bazîdê ji Ferzende Beg re dibêje; wan pezên ku we biriye, 2 an 3 hezar pezin, wan paşde bînin. Ferzende Beg dibêje ku ew pez paşde nadin. Wê çaxê jî talanan dibirin Îranê difrotin. Perê wan ji bo xwe xerc dikirin. Ji bo Xoybûnê serf dikirin.
Şêx Zahir û Şêx Ebdulqadir û gelek eqrebayên wan diçin şer dikin û 3 hezar pez tînin Geliyê Gewgewe. Dema pez di geliyê Gewgewe de derbas dikin, eskerekî giran li wan pêşî digre. Ew, 3 an 4 rojan şer dikin.
Pirs: Gewgewe li ku derê ye?
Mustafa Balbal: Min nediye lê li aliyê Ixdirê, dema mirov diçe ber bi Îranê de, cîh raste lê mirov bi yek carê dikeve derbejêrê, wekî çalekiye. Belkî 5 an 6 km dirêje. Dawiya wê dertê çiyê.
Şer dikin. Li dora 50-60 kesî ne. Esker gelek girane. Gelek esker tên kuştin. Du hevalên wan tên kuştin lê kalikê min Şêx Ebdurehman gelek giran birîndar dibe. Kalikê min Şêx Zahir bona wî digiriya. Digotin ku nêriyekî mezin jê re anîn û kalikê min Şêx Ebdurehman li nêrî siwar kirin. Kendîrê davêjin serê nêrî û nêrî Şêx Ebdurehman dibe.
Kalikê min Şêx Ebdurehman cusê wî gelek mezin nebû. Kurt û zeîf bû. Lê Şêx Zahir yekî şîşman û kurt bû ye. Piştî ku nêrî karibe kalikê min Şêx Ebdurehman hilgire giraniya wî hesab bike. Pez xelas dikin. Dibin Îranê difroşin. Di dema şer de 10-15 hevalên wî yên Celalî ew dihêlin û direvin.
Şêx Zahir piştî pez difroşe tê gundê Şêx Ebdulqadir. Havîne. Şêx Zahir û Şêx Ebdulqadir li binê darê rûniştine, çayê vedixwun. Kalikê min Şêx Zahir havînê ji wan bandan dida serê xwe, ji wan bandên boksor dixin serê xwe.
Yekî Celalî yê ku wan di nav şerde hiştiye û reviyaye, tê cem Şêx Zahir. Bi şîweya Celaliyan dibêje: “Kekê Şêx Zahir, tu para me jî bidî me, da…” Hema Şêx Zahir demança xwe derdixe, 2 gula berdidê û dikuje. Di wê çaxê de Şêx Zahir 30 salî û Şêx Ebdulqadir 70 salî bûye.
Şêx Ebdulqadir ji Şêx Zahir re dibêje: “Lawo, tu dîn bûyî te viya kuşt? Şêx Zahir ji Şêx Ebdulqadir re digot Apo. Dibêje: “Apo! Dema em di nava şerde bûn, ev bênamûs û hevalên xwe me di nav lepê eskeriyê de hiştin. Me sê rojan şer kir. Em xelas bûn û niha hatiye pere dixwaze. Şêx Ebdulqadir dibêje: “Madem reviyabû, te baş kir.”
Ez çûm wî gundî binê wê darê. Di wî gundî de gelek çîrokên wan hene. Tam li binê Kirê Agirî Daxê ye. 100 metre wêdetir kevir destpêdikin.
Pirs: Kilamên li ser wan, mînak kilama ‘Lê lê Hedê rebenê…’ li ser şerê Nawirê ye?
Mustafa Balbal: Naxêr. Hema mirov dikare bêje kronoliya wan e. Erê ‘Nawirê’ di kilamê derxistine pêş lê kilam bi giştiye. Li ser mêrxasiya wane. Ji xwe kes 4 birayên din yên ŞÊx Zahir û Şêx Ebdurehman nasnake. Tenê Şêx Zahir û Şêx Ebdurehman nasdikin.
Ez ji te re behsa şereke din yê wan behs bikim. Dîsa Şêx Zahir. Zahf enteresane. Ew terekeme hene. Ecem in. Hecî Îboş hebûye. Yekî muxbîr bûye. Wexta Temirê Şemikî bi birayên xwe re dertên çiyê, ew jî diçe xeberê dide eskeriyê. Eskeriye tê jin û zarokên wan dixin tewlê û hespan bera nava wan didin. Dema gule berdidin, hesp ditirsin û vedciniqin. Hesp pêl jin û zarokên wan dikirin. Li wan heqaretê dikirin. Li pişta jinên wan siwar dibûn.
Şêx Zahir jî di wê mintiqê de bûye. Şêx Zahir diçe li çiyê 2 hezar pezê Îbo dibe. Dest dide ser pez û ji şivanê wî re dibêje; here xeberê bide Hecî Îbo, jê re beje Şêx Zahir pez ji me sitend.
Şivan, li hespê siwar dibe, tê di nav bajarê Tuzlucayê de, wisa tê bîra min, diçe mala Hecî Îbo. Hecî Îbo ne li male. Hecî Îbo çûye qerqolê cem başçawîş da bi hevre çayê vexwun. Hecî Îbo ji şivanê xwe re dibêje ku çima ji cem pez hatiye. Şivan dibêje:
“Tu hatî li vê derê çayê vexwî? Şêx Zahir hemû pezên te biriye û dibêje bila were em li hev bixin.”
Hecî Îbo hema li wê derê dilê wî disekine û dimre.
Bi sedan şerê wan hene. Dema ez biçûk bûm, kalikê min Şêx Ebdurehman dihat mala me. Min zêde guh nedidayê ji ber ez xort bûm û bayê sosyalîzmê gur bû. Ji bavê min re behs dikir. Wexta dihat gund belkî sed mêr lê diciviyan. Yên ku jê 20 sal an 30 sal mezintir bûn, li hember wî li ser çokan rûdiniştin.
(28.05.2020)
Yorumlar (0)
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu siz yazın.