Baxça, gundekî navça Farqîn a bi ser bajarê Diyarbekirê (Amed) de ye. Mezinê Baxça Şêx Îbrahîm di wextê de ji herêma Bota ji gundê navça Dihê (Erûhê) hatine gundê Baxça û li wê derê binecîh bûye. Terîqeta Baxça ya mala Şêx Îbrahîm Nexşebendî ne û xelîfetiya wan digihê Mewlana Xalidê Şehrezorî.

Malbat bi xwe, dostê bavê min bûn, ez û zarokên şêxên Baxça, me di salên 60an de, bi hevre dixwend û em hevalên hev bûn û niha jî hevaltiya me dewam dike.

Dema ez gihamê, di salên 60an de, mezinê malbatê rehmetî Şêx Yehya bû û hevalê bavê min bû. Birayê Şêx Yehya yê mezin Şêx Ezîz jî, bavê her dû zarokên sirgûnê yên ez ê behsa sirgûna wan bikim, bavê Şêx Mihemed û Şêx Ûsiv bû.

Ez û Şêx Selîmê kurê Şêx Ûsivê şêx Ezîzê Baxça me gelek caran hev didît lê derfet çênedibûn ku em bi hevre bi taybetî biaxifin. Salekî li Gol a Hezarê ya navça Madenê, di havînê de xaniyekî îcar kiribû û em bûbûn cîranên hev. Li Gol a Hezarê me gelek caran hev didît.

Kalê Şêx Selîm, Şêx Ezîzê Baxça dostê bavê min bû û her weha bi malbatê re jî dostaniya me dewam dikir. Min sirgûna bavê Şêx Selîm ya Şêx Ûsiv û apê wî ya Şêx Mihemed ya di sala 1925an de dizanibû. Lê min hûrahiya sirgûnê nizanibû.

Lewra min xwest ez bûyera sirgûnê ji devê Şêx Selîm hîn bikin bê ka bavê wî û apê wî çawa û bi çi sedemê dirgûnî aliyê Anedolê bûne.

Şêx Selîm mela bû û şêxîtiyê nedikir. Di ilmê şerîetê de jî gelek zana bû. Rastgo bû. Min pirsên xwe dikir û Şêx Selîm dibersivand û min dengê wî qeyd dikir.

Li ser mijara sirgûna bav û apê xwe, Şêx Selîmê Baxça (Değerli) weha got:

“Kalê min Şêx Ezîz di serhildana 1925an ya Şêx Seîd de şervanên Kurd digihîne xwe. Bi ser Farqînê de digre. Farqînê dixin destê xwe. Gazî Seyda Mele Huseynê Kuçuk dikin. Mele Huseyin dike hakimê (dadger) Farqînê. Hamid Efendî dibe rêvebirê darayî. Kalê min Şêx Ezîz dibe sawcî (dozger). Hukumeta xwe ya Farqînê datînin. Mehekî zêdetir dewam kir û paşî xera bû.

Kalê min Şêz Ezîz bû firarê dewletê. Yê xeniqandinê bû. Reviya çû mala Hemo herêma (mintiqa) Omeriya. Di wan de mêrên gelek baş hebûn. Demekî li wê derê dimîne. Paşî derbasî Binxetê dibe. Cem Mala Cemîlpaşa (1929). 7 sal firar ma.

Dema esker davêjin ser gundê Baxça, bi esker re li ber gund leqayî hev tên. Ji kalê min dipirsin û dibêjin bê çi kese? Kalê min Şêx Ezîz dibêje ku ew Elmaniye. Di wan salan de eşîra Elmanî pezên xwe dianîn û dixistin şikeftên Hesûnê. Kalê min berdidin û diçe. Dema esker digihîjin Baxça û li kalê min dipirsin, xelkê li gund ji esker re dibêjin ku leqayê wan hatiye. Esker dibêje niha ew Şêx êzîz bû ku leqayê wan hat? Dibêjin; belê. Di wê demê de temenê kalê min li dora 30 saliye.”

Şêx Selîm carna di navbera axaftina me de, hin bûyerên ku wekî henekin lê ji dilin dixist nav mijarê. Di navbera Şêx Ezîz û kurê wî Şêx Ûsiv de ku Ûsiv wê çaxê zaroke, bûyerekî weha jî çêdibe ku henekekî ji dil e. Şêx Selîm got:

“Dema kalê min firar bû, dersa bavê min ya Quranê dida. Ku bavê min dersa xwe nizane, şeqamekî li bavê min dixe. Bavê min Qurana xwe datîne û direve, xwe ji kalê min dûr dixe. Bavê min ji kalê min re dibêje; ‘Ne niha wê esker were gund. Ez ê ji wan re bêjim ku tivinga bavê min heye.’ Kalê min diçe bavê min dide ber dilê xwe, hembêz dike û ew maçî dike.”

Lê min bêhtir meraqa sirgûna bav û apê Şêx Selîm dikir bê sirgûn çawa destpêdike. Şêx Selîm got:

“Sal 1925 e. Şêx Mihemed temenê wî 6.5 e û yê bavê  min Şêx Ûsiv 8 sal e. Her dû li gundê Baxça li Goma bi gûzan (gwîz) dileyîzin. Şêx Mihemed Sedeqe jî li wê derê ye. Şêx Ezîz ê me yê Dêrûnê, hêj gede ye. Tev bi hevre dileyîzin.

120 leşkerên siwarî bi ser gundê me Baxça de digrin. Li Şêx Ezîzê kalê min digerin. Dema li kalê min dipirsin, Şêx Ezîzê Dêrûnê dibêje ku ev her dû zarokên wî ne. Her dû birayan digrin. Meta min yek jê li cem Emerê Reşo bû û ya dinê li cem Şêx Şakirê Bêzwanê bû. Lê di wê wextê de her dû jî qîz bûn û li mala bavê xwe bûn. Ew ser û çavên xwe dinixêmin da ew xweşkayiya wan dernê ortê.

Her dû birayan digrin û wan dibin Farqînê. Li Farqînê Hecî Reşîd Axa 5 zêra dide yuzbaşî. Ji yuzbaşî re dibêje ev her dû zarokin û nikarin bi lingan li pêşiya hespên eskeran herin heya Diyarbekirê. Wan li pişt eskeran siwar bike. Şêx Mihemed li pey eskerekî û Şêx Ûsiv li pey eskerekî dinê siwar dikin.”

Min meraqa jimara desteserkiriyan kir bê tenê her dû birayan girtibûn an kesên din jî bi wan re hebûn. Li ser pirsa min Şêx Selîm got:

“Texmînen 80 kesî ji herêma Xerza civandibûn û bi xwe re anîbûn. Şêx Xalidê Zîlî, Şêx Nûriyê Bêzwanê, Xalê Rostem yê gundê Tîrkevankê ku bavê Mele Elî bû, Mihemed Axayê Kelî bavê Mehmûd Axa (Kepolu) bû. Şêx Mihemedê Dûderya, Şêx Harûn, Şêx Nûrî û Şêx Şemseddînê Qamîşlo bûn. Şêx Fethullahê Eynkafê bû ji mala Hemîdiya. Temamê wan anîn û li gundê Qurtê gihandin hev.

Li gor bavê min digot; bi temamî 110 an 120 kesên Kurd civandibûn. Leşker jî di navbera 110-150yan de bûn. Bavê min behsa bûyerekî weha kir û got:

“Tevî di wê wextê de ez zarok bûm jî, hinek tişt tên bîra min. Dema ez niha diçim Diyarbekirê, ez bala xwe didim dora xwe, em gihan Newala Qasimiyê. Dora me tev esker bûn. Li Newala Qasimiyê xelkê di ser newalê de qevz dida. Seyda Mele Huseynê Kuçik newalê xelas nekir. Ket goleka avê. Mihemed Axayê Kelî çû cem. Bi destê wî girt û ew ji gola avê derxist. Yuzbaşî hespê xwe ajot û hat cem Mihemed Axa. Ji Mihemed Axa xwest ku pê li cubbe û fîstanê wî (Mele Huseyin) bike û di heriyê bide. Mihemd Axa got ku ew muqedesatê wî ne û pê li fîstan û cubbeyê Seyda nake. Mihemed Axa pêşa Seyda bilind dike û li nava wî dipêçe.

Yuzbaşî li ser pişta hespê sê qamçiyan li Mihemed Axayê Kelî xist. Ji Mihemed Axa re got; ‘Ne em ê herin Diyarbekirê tu dê bibînî.’ Mihemed Axa ji yuzabaşî re got; ‘Dixwazî em herin Ankara. Wexta me dest bi vî îşî kir (doza Kurdîtiyê), me her tiştî dabû ber çavê xwe.’

Texmîna ku ez dikim, em hatin gundê Kevnecarê. Li me bû şev. Me xistin tewlekî. Em heya sibê man lê ji ber kêça em nikaribûn razên. Meha Nîsan an Gulanê bû. Piştî têkçûna şerê Şêx Seîd bû. Serê sibê me ji tewlê derxistin û dan pêşiya xwe. Me anîn hebsa Diyarbekirê. Em di hebsê de man. Îfadên wan girtin. Cezayê îdamê dan 47 kesan. Yên din jî sirgûn kirin.

Şêx Şemseddîn û Şêx Nûriyê Qamîşlo, Şêx Nûriyê Bêzwanê, Xalo Rostem yê gundê Tîrkevankê û Mihemed Axayê Kelî bavê Mehmûd Kepolî, wan tevan xeniqandin. Îdama wan dabûn.

Şevekî 2 manqe (manga) esker ketin hundirê hebsê. 27 heb zîndanî bi hevre girêdan. Sefera ewilî ya îdamê bû. Milên wan bi hev ve girêdan û ew birin. Bi birina wan re firtûneyekî wisa ket hebsê, dengê wan diçû heya fakulta îro. Yên ku diqêriyan, yên ku digiriyan, yên ku çêra dikirin. Ji kî çi biqediya, ew dikirin. Di zîndanê de hezar mêr hebûn. Wê şevê 27 kesan xeniqandin. Îdama wan dabûn û fermana wan xistibûn sitûyên wan.”

Ji bo zanîna temenên wan zarokan, Şêx Selîm behsa bûyerekî dinê kir ku temenê her dû zarokan tam piştrast dikir. Piştî wan dibin zîndana Diyabekirê ya li Deriye Qesrê (Saraykapı) li wê derê di zîndanê de dimînin. Şêx Seîd û hevalên xwe jî di zîndanê de ne. Xelkê Diyarbekirê ji zîndaniyan re xwarinê dibirin. Yên ku mirovên wan li Diyarbekirê hebûn, ew ji girtiyên xwe re xwarin dibirin lê gelek kes hebûn ku malên wan dûr bûn û xelkê Diyarbekirê nas bikirina an nekirina ji girtiyên siyasî re xwarinê dibirin hebsê. Li ser mijara xwarinê û temenên her dû zarokan, Şêx Selîm ji devê bavê xwe weha got:

“Rojekî Mala Cîzreliyan (Cizrelioğulları) cifniyekî (tepsiya mezin) birinc û goştê berxekî danîbûn serê û dibin hewşa zîndanê. Gardiyan cifniyê anîn odê. Mihemed Axayê Kelî (Şêxdodî) li ber cifniyê rûnişt. Bang kir û got: ‘Werin.’. 2 kesên din wekî me zarok bûn. Wan ji aliyê Paloyê anîbûn zîndana Diyarbekirê. Ew jî 6 an 7 salî bûn. Em di hewşa hebsê de bi gûzan (guwîz) dileyîstin. Mihemed Axa bang kir û got; ‘Xwarziyê were cem min.’ Ez çûm cem. Min da ser çoka xwe. Kevçiyê xwe li binê birincê xist û da devê min. Min got ; ‘Xalo kevirekî di devê min de ye. Min ji devê xwe derxist. Mihemed Axa nihêrt û got; ‘ Xwarzê, ev diranê te ye. Tu diran û kevir ji hev nasnakî?’

Cemaetê ji hev re digotin ku diranê 7 saliyê ye. Sal 1925 meha 5an an ya 6an bû. Yên din mehkeme kirin. Ceza dane wan. Min diranê xwe yê 7 saliyê di zîndana Diyarbekir de derxist.”

Mihemed Axayê Kelî ku mezinê eşîra Şêxdoda bû, bi Rostemê gundê Tîrkevankê re ku ew jî pismamê Mihemede Axa bû, bi Şêx Seîd û hevalên wî re tên didardekirin lê ev her dû bira, kî li wan xwedî dertê û dahatûya wan çawa dibe? Şêx Selîm weha dewam kir:

“Rojekî yekî gardiyan hat û 10 zêr da Şêx Fethullahê Eynkafî (Ji mala şêxên Stewrê mala Hemîdiya ye). Jê re got; Şêx Ezîzê Baxça zêra şandiye û gotiye bila emaneta zarokan be an ku li zarokên Şêx Ezîz miqatebe. Şêx Fethullah her 2 zarokan bi xwe re dibe ciyê sirgûna xwe bajarê Manîsayê.”

Li Manîsa û temamê bajarên ciyên sirgûnê rewşa sirgûniyên Kurd baş nîn bû. Li Manîsayê derdê ser derda, yekî ji bajarê Sêrtê, dibe ku Ereb be jî, bela xwe li Kurmancên sirgûnê dixe. Li ser mijarê Şêx Selîm weha got:

“Şêx Menduhê Bêzwanê ji me re behsa vê bûyerê kir, xezûrê Şêx Mîsbehê Şêx Cafer. Got; ‘Wexta me li Manîsayê ji trênê peya kirin, milên me bi hev ve girêdayî em 10-15 kes bûn. Em her roj diçûn qereqolê me îmza dida. Li Manîsayê. Yekî dinê jî ji bajarê Sêrtê li wir bû. Çavekî wî kor bû. Yê Sêrtî ji nav qulubeyekî derket. Li qulubê sola pîne dikir. Goşkar bû. Sinnetçî bû jî. Qêy çûye Manîsayê û li wê derê maye.

Yê Sêrtî ji Şêx Menduh û hevalên wî re dibêje: ‘Amê! Dirûvê memleketliyê me li we dikeve. We dîsa çi gû xwariye?’ Şêx Menduh dibêje; ‘Me di ser diya te de qefaltin û me anîn vê derê. Milên me girêdayîne û tu van gotinan dibêjî. Ka em çi bikin!’

Me sirgûn kirin. Em çûn Manîsayê û mehekî li wê derê man. Şêx Fethullah zengîn bû, sirgûna xwe da bajarê Bursayê. Mala Cemilpaşa li Îzmîrê li sirgûnê bûn. Telefonê da Menduh Begê mala Cemilpaşa, bavê Nejat Cemiloğlu. Şêx Fethullah ji wan re got:

“Werin zarokên mala Şêx Ezîz li vir in. Sirgûna min dane bajarê Bursayê. Zarokan bibe cem xwe.”

Êvarê, Menduh Beg bi banliyo trênê hat. Bi destê me girt û bir bajarê Îzmîrê. Em zarok bûn. Me fêm nedikir. Kî me bi ku derê de bibira, em diçûn. Bavê min got; wexta em hatin nava derî, Şêx Fethullah gazî me kir û got: ‘Lawo ma hun ji mirov xatira jî naxwazin?’

Menduh Beg ji me re got ku herin destê Şêx maçî bikin, jê xatir bixwazin û werin.

Em çûn destê wî, me maç kir û me jê xatir xwest. Menduh Beg me anî Îzmîrê. Hema hema em û Nejat Cemiloğlu di emrekî de bûn. Belkî em salekî an du sal jê mezintir bin. Lê em bi hevre diçûn dibistanê û dihatin. Menduh Beg qeydiya me li dibistanê çêkiribû. Malbat ji me re gelek baş bû.

Diya Nejat Beg me dixist teştê, serê me dişûşt, cilên me dişûşt. Uniformayên dibistanê li me dikir. Ji me re pir baş bûn. Ji me gelek hez dikirin. Em li Îzmîrê sê sal man.

Rojekî Ataturk (Mustafa Kemal) hat Îzmîrê. Sê sal di ser sirgûna me de derbas bû bû. Ataturk ji bo çi hatibû Îzmîrê nizanim. Belkî merasimekî hebû. Menduh Begê Mala Cemîlpaşa ji min re daxwaznameyekî nivîsand da ez bidim Ataturk. Ji min re got daxwaznamê bibe û bide wî zilamî. Ez bi daxwaznamê re çûm cem Ataturk.

Paltoyekî kurt li ser Ataturk bû. Min bi goşê paltoyê wî girt. Li min vegeriya. Min daxwaznamê xist destê wî. Li ser piya xwend. Ji yawerê xwe re got: ‘Li Ankara vê daxwaznamê bîne bîra min.’

Ez ji Ataturk neqetiyam. Pêre mam heya îşê wan qediya. Ez zarok bûm. Kes bi min paxavê nedikir.

Ataturk ji Îzmîrê çû. Di navberê de 10 an 15 roj derbas bû. Efûya me hat. Menduh Beg telgrafekî (brûskekî) şand ji muftiyê Farqînê re. Muftî bavê Hadî Efendî Mele Abdurrehman bû. Em jî bi Menduh Beg re hatibûn telgrafxanê. Di brûska xwe de digot:

“Wê zarok di demekî nêz de bigihên memleket (Farqînê). Piraniya brûskê ji kelîmeyên Erebî pêkdihat. (Înşallah yakın bir zamanda çocuklar memlekete muwaselet edecek.)”

Mudirê postaxanê kaxez avêt ser rûyê Menduh Beg. Jê re got:

“Git ve bu Arapça kelimeleri sil ve sonra getir. (Here van gotinên Erebî jê derxe û bîne.”

Menduh Beg jî gotinên ‘Înşallah’ û ‘muwaselet’ jê derxist û bir brûskê dayê. Brûskê şand û em jî bi rê ketin û hatin.

Dikevin trênê û tên Diyarbekirê. Pîra min digot; ‘Lawo! Wexta bavê te hat, yek peyvekî bi Kurmancî nizanibû. Apê te dizanibû. Hema wisa dikirkitand (piçekî zanibû).’

Belê çîroka sirgûna her dû birayan ya Mihemed û Ûsiv bi kurtî weha bû. Bavê her dû birayan Şêx Ezîzê Baxça neketibû ber efûya sala 1928an lê di dema efûya sala 1933an de ku sala 10 saliya damezrandina Komra Tirkiyê bû, efû derxistibûn û Şêx Ezîzê Baxça ketibû ber efûyê. Tam 7 sal bûbû firarê dewletê.