Îro li dinyayê û herêma me, bûyerên civakî û sîyasî yên ku geş dibin, şerên wekaletê pirralî yê ku berdewam dikin, bûyer û geşepêdanên meydanî, ji alîyê sîyasî û leşkerî ve kom û terefên ciyawaz derxistine holê. Nakokî û dijberîya van alîyan, herêma me û dinyayê ji her demê bêtir ber bi şerekî giştî yê gewre (mezin) ve dibe. “Di dinya îroyîn de gelek qrîzên têkel ên pirralî mewcûd in; em di nav pêvajoyeke kaotîk, pevçûn û şepolên pirralî re derbaz dibin, dibe ku ev tiştên diqewmin ber bi pêvajoyeke girantir jî biçin. Di van pêvajoyên kaotîk û pevçûnê de, çawa ku berê nûha jî çêbûye, mimkune ku kom û neteweyên bindest rastê tehlokeya kiryarên tunekirin û jenosîdê jî bibin.” Ev pêvajoya kaotîk û pevçûnan, dikare bibe sebebê bûyerên ku em ne li bende pêk werin û herweha dikare statukoya mewcud a Rojhelatanavîn jî serûbin bikin.

***
Ku em vegerin ser babeta panela îro; Ji îmzekirina peymana Mondrosê bigre heta bi Lozanê, di navbera Dewletê Îtifaq û Îtilafê de gelek Peyman hatine îmzekirin. Di vê navberê de peymanên ku hatine îmzekirin, ji wan yek jî Peymana Sevrê ye ku di roja 10ê Tebaxa 1920an de hatîye tesdîqkirin. Peymana Sevrê di pratîkê de neye tetbîqkirin jî, yekemîn peymana navnetewî ye ku wê demê behsa Kurd û Kurdistanê dike. Di bendên 62, 63 û 64 ên Peymana Sevrê de, digel damezrandin Ermenêstanek serbixwe, behsa damezrandina Kurdistanek jî têde heye.
Benda 62: Piştî tetbîqkirina peymanê demek şûn ve ku Kurd bixwazin li Rojhelatê Anatolyayê dewleteke serbixwe pêk bînin û ev xwestina wan ji alîyê “Cemîyetî Aqwam” ve bête qebûlkirin û ji bo Osmanîyan jî bête tawsîyekirin, ew dê vê tawsîyeyê bînin cî.
Benda 64: Dê li ser erdê wîlayetên Wan, Erzurum, Bedlîs û Trabzonê dewleteke Ermenîstanê bête damezrandin û destnîşankirina sînorên vê dewletê, dê bi hakemîya serokê DYA ve bête dîyarkirin.
Her çiqas ev Peyman nehatîbe pêkanîn jî; ji bo damezrandina dewleteke Kurd bûye jêderka hêvîyeke pirr girîng û herweha ji bo Tirkan jî bûye “çîrokek tirsnak”. Bi rastî jî Peymana Sevrê ji bo Kurdan şanseke mezin bû, lêbelê dema ku peymana navborî hate îmzekirin, rêxistina sereke ya wê demê Cemîyeta Tealîya Kurdistanê jihev bûbû, şubeyên wî jî yek bi yek ji alîyê desthilatdarên wê demê ve dihatin girtin. Ji ber vê yekê, serok û rêxistinên sîyasî yên Kurd, nekarîne di seha netewî û navnetewî de, hewldanên pêdivî û hêza civakî û sîyasî ya praktîzekirina Peymana Sevrê pêk bînin. Eger Peymana Sevrê pêk bihata, dê Kurdistanek serbixwe çêbûna û bi îhtimaleke mezin wê sînorên Cimhurîyeta Tirkîyê jî Anatolya Navîn a îro bibûya. Berjewendî û nakokîyên navxweyî yên Dewletên Îtifaqê û peymanên du alî yên bi dewletên herêmî re, bi me didin nîşankirin ku Sevr, di rastîya xwe de pîlanekî negihiştî û nelihevkirî yê Dewletên Îtifaqê bû û ji ber vê yekê jî pêkanîna wê mimkun nebû. Ne wekî gotara fermî ya rayedarên dewletê ye ku her dem û her car dubare dikin û dibêjin “Me Sevrê çirand.” Sebebekî girîng pêknehatina Sevrê jî, ew rewşa nû ye ku ji ber şoreşa Bolşewîk peyda bûbû.
Peymana Lozanê, nêzikê sê sal piştî îmzekirina Peymana Sevrê pêk hatîye. Di vê navberê de, yanî ji Tebaxa sala 1920an heta Temmûza sala 1923yê gelek peymanên veşartî û aşkere di navbera Dewletên wekî Brîtanya, Fransa, Rusya Bolşewîk û Hikumeta Anqerê de çêbûn. Bi vê rewşa sîyasî û leşkerî ya nû ve girêdayî, Peymana Sevrê jî hate revîzekirin û jê Peymana Lozanê derket. Bi Peymana Lozanê (24ê Temmûza 1923), alîyê Tirkan destkevtîyên mezin bidest xistin, vê peymanê Tirk û Tirkîyeyê di formata netewe dewletekê de entegreyê sîstema nû ya navneteweyî kir. Bi vê awayê Tirkîye, Iraq, Sûriye û Îran wek netewe-dewlet hatin qebûlkirin, Kurdistan jî, bi erêkirin û piştgirîya hêzên emperyal di navbera dewletên herêmî yên Îran, Tirkîye, Irak û Sûriyê de hate parvekirin.
Bi tevî ku îro naveroka van hemû peymanan li ber dest û li ber çava ye, hîn jî parastvanên îdeolojîya resmî ya Tirkan îdea dikin ku “Hêzên Emperyalîst dixwestin li herêmê dewleteke Kurdistanê damezrînin.” Herwekî ku berîya vê jî min got, di armanc û polîtîkayekên hêzên emperyal de damezrandina dewletek Kurdistanê tune bû. M. Kemal û hevalên xwe bi gotar û retorîka “Hêzên emperyal”, dixwest bi gotareke dînî miletên misilmanên wekî Kurd û Ereban ji dewletên xeyrîmislim ên dagirker dûr bixin û bi vê yekê di bazarîya bi dewletên emperyalist re alîyê xwe xurt nîşan bidin. Eger dewletên emperyalên wekî Brîtanya û Fransayê bixwesta Kurdistanek damezrînin, ma başûr û rojavayê Kurdistanê ne di bin destê wan de bû, bi hêsanî karibûn li wê deverê dewleteke Kurdistanê damezrînin, lêbelê ne ku dewleteke Kurdistanê, ji bo Kurdên van herêman otonomîyê jî qebûl nekirin.
                
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
Yorumlar (0)
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu siz yazın.