Osman Sebrî ji Ebdirehmanê Elîyê Unis pirsa şerên Sasûnê kirîye. Ebdirehmanê Elîyê Unis kurdeke  aqilmend û şervaneke gelek bi navdar e. Hemû jiyana wî di nava şerê berxwedana Sasûnê da û li Binxetê derbaz bûye. Ew dizanê ka şerê Sasûnê ango şerên Sasûnê bi çi rengî destpê kirîye û çawa dawî li vî şerê ango li wan şerên dirêj û qirêj hatîye. Weşanxana Pêrî sala 2005ê li Stenbolê bi navê “Şerên Sasûnê ( 1925-1937 )” bîrhatinên Ebdirehman bi nivisandina Osman Sebrî çap kirîye. Çapa 1ê di destê minda ye. Ez dixwezim vê pirtûkê tozek bihêjînim, binirxînim ango şirove bikim.

Tiştê balkêş ev e ku şerên Sasunê ango hereketên artêşên cimhuriyetê li ser navê “tedîp û tenkîlê”  ku li dar ketine, hema bi operasyona girtin û berdestkirina hereketa Pîranê va dest pê kirîye. Yanê dewama operasyona hereketa Efendî ye. Operasyona eşîr û axalerên eşîran û serhildana Şêx Seîd Efendî ji hev neqetiyane. Ji ber ku artêşên xwînxwar bi ser eşîr û kesayetiyên welatparêz va diçin; meriv dikare bêje ku bîna tevgera Xalid Begê Cibrî û Rêxistina Azadî ji vê operasyonê tê. Mesele ne ewe ku bibêjin vaye me Şêx Seîd û hevalên wî yên pêşkêş berdest kir û ev mesele qedîya. Li gora tesbîtên berê ku hê ji wextê Osmaniyan va rapor hatine girtin; Tirkan xwestin ku çira Kurdan bivemirînin. Ji ber vê yekê şerên Sasunê di Nîsana 1925ê da dest pê dike. Şêx Seîd Efendî û hevalên xwe jî 15yê nîsanê hatine girtin. Alayiyek leşker bi siwarî û piyade û bi piştgiriya Emînê Perîxanê tê ser mintîqa Batman û Bişêrîyê û bi taybet eşîrên Sînikan, Reşkotan û Bekiran.[1]

Sebebê ku Osman Sebrî navê vî Şerî kirîye “Şerên Sasûnê” ev e, ku şerê Sasûnê ne yek tenê ye. Di navbera Mûş, Batman, Sêrt û Farqînê da herêmeke berfirreh dide berxwe. Ebdirehmanê Elîyê Unis  navên van şeran tîne ziman:

  • Di destpêkê da Şerê ser eşîra Sînikan ku ev hêzên navbihûrî bi desteka Emînê Perîxanê diçine ser qesra Hiznîyê Hacî Mihemed Elî, li deşta Bişêrîyê gundê Zercil. Ev sefera artêşa Romê û piştevanên xwefiroş berî her tiştî dixwazin rola Sînikan bitemirînin. Eşîra Reşkotan Malxalanên Hiznî Axa ne. Hêzên eşîra Reşkotan di binê berpirsyariya Rizoyê Hacî Mihemedê pêşkêşê Reşkotan da, bê ku dereng bikevin têne hawara Sînikan. Şer germ dibî, Reşkotî û Sînikî dertên bilindiyan xwe dighêjînine serê Qîrê. Li serê Qîrê Bişêrîyê Mistoyê Hacî Mihemed û 10 şervanên Reşkotîyan şehîd dikevin. Sînikî gundên xwe berdidin û berê xwe didine çiyayên Sasûnê.

Artêşa tirk û cerdevanên Emînê Ahmed gundên di navbera Qîre û pira Batmanê de, gundên Sînikan û Bekiran û Reşkotan weke 20- 25 gund dişewtînin û li navbera pira Batmanê û gundê Zîlan dikevine nava kemîna şervanên Eşîran ku çend ji navdarên wana Rizoyê Hacî Mihemed bi eşira Reşkotan, Hiznîyê Hacî Mehmed Elî serokê eşîra Sînikan, pêşkêşên eşîra Bekiran Keleşê Temo û Xelîlê Misto deng li şervanan dikin, di nava seetek da alayiya leşker mehû dikin, ji peyadan sax nafilitin. Tenê 200 siwarî dikarin xwe li çemê Batmanê bidin wekî din kesek sax nahêlin.

Çemê Batmanê di manga Nîsanê da çemeke dîn û har e. Ew Siwari jî hin bi tifekan û hin jî bi avê va diçin; ancax 17 siwarî gava derbazê wî aliyê avê dibin şervanên hêla Farqînê wana jî hel dikin. Emînê Ehmed Lawê Perixanê û bi cerdevanên xwe va bi bayê bezê direvin. Top, tifek û gelek pêdivîyên lojîstik dikevê destê şervanan. Ev berxwedana Eşîran bûye sebebê ku Kolorduya Diyarbekir bi aweyeke dijwartir û xeraptir bê ser eşîrên welatparêz. Di şerên Sasûnê da ev qewimandin qewimandina pêşîn û ya yekemîn e.

  • Di vê navê da Eşîr û pêşkêşên Kurdan ketine heysebesê, li hev digerin, hêza mezina mezin hereketa Şêx Seîd Efendî têk çûye û dijmin li Kurdan, bi taybet li eşîr û serokeşîran hatîye xezebê. Ebdirehmanê Elî di vê hindavê da behsa Tevgera Nuh Beg dike. Nuh Beg birayê Hacî Musa Begê “Murahhas Azayê Kongreyên Erzirum û Sêwasê” ye. Li herêma serhedê li ser hemû eşîran xwedî bandor e. Ew bi 100 suwaran va berê xwe dide çiyayên Motkan û Sasûnê dixwazê eşîr û giregirên vê herêmê organîze bike ango hesasiyetên wan bipîvê. “Ji bo yekîtîya Çiyayê Sasûnê, Pencînaran, Reşkotan, Bişêrîyan, Reman, ji çiyayên Motkan berê xwe dide nik Mihemed Axayê kurê Elîyê Unis. Gava ku tê çiyayê Sasûnê, Mihemed Axa bi rêk û pêk û bi tedbîr dibîne.” Ji Sasûnê derbazî nav Bekiran dibe û bi Keleşê Temo ra dicivê, derbazî nava Reşkotan dibî û bi Hacî Mihemed ra têkilî girê dide. Diçe Qîre (Qîrê Bişêrîyê) bi eşîrên Elikan û Sînikan ra, bi Xelîlê Simê û Hiznîyê Hacî Mehemed Elî ra girêdana xwe çêdike û derbazî Xerzan dibe, diçe cem Cemîlê Çeto. Cemîl cewaba wî dide, moralê wî xira dike û “dilşikestî” berê xwe dide Çiyayê Motkan “Çiyayê Mazîkarê.”

Nuh Beg gava ji deşta Xerzan, ji nava Pencînaran berê xwe dide çiyayên Motkan, di nêzî Melefan da derbaz dibî, dengê top û tifekên şer dikevê guhên wan. Birayê wî İzzet Beg dibêjê: “- Eva xelkên Sasûnê li pêşberê dijmin rabûne, şerê tirkan dikin. Qence hema em jî bi wan ra bikevine şer.” Nuh Beg ji birayê xwe ra waha dibêjê: “-Xelkên Sasûnê û dewlet ketine gewriya hev. Hê dinya xweştir bû. Bi hindikayî wê 2 salan bi hev va bimînin. Heya piştî 2 salan jî Xwedan kerîm e.”

Em mesela Nuh Beg li vira bi dawî bînin û piştî me bi gotina Ebdirehmanê Elîyê Unis şerên Sasûnê hêjmart, emê bêne ser “Sosreta Şelmo.”

  • Ebdirrehmanê Rehmetî, Şerên ku di navbera sala 1925 û 1937ê da li vê herêmê qewimîne waha rêz kirî ye:

1- Şerê Bekiran ku me li jor behs kir. (Şerê Bekiran+Sînikan û Reşkotan bû). 2- Şerê Milefan, 3- Sosreta Şelmo, 4- Dawîya Şerê 1925ê Şerê Xiramê Kopekan, 5- Şerê Raba Jorîn, 6- Şerê Gecokan 1926, 7- Şerên Raşê Artirerî li ser Kuwarên mêşan… û wisa dom dik e. Emê bi “Sosreta Şelmo” dawî li nivîsa xwe bînin:

Sosreta Şelmo

Dewlet li Kurdan hatîye xezebê. Piştî ku Alayîyek Leşkerên wan li devê çemê Batmanê, li navbera Pira Batmanê û gundê Zîlan têk çûye, ew dixwazin kevir li ser kevirê nehêlin. Ji aliyek va Walîyê Bajarê Sêrtê esker kirîye ketîye gundan çek û sîlehan berhev dike; kurdan bêsileh dike ku keysa cimhuriyeta Kemalist li kurdan bê, ji aliyekê din va Kolorduya Diyarbekir hêzeke dijwar û xeddar di binê fermandariya fermandarê qolorduyê da dikişe ser kurdan. Di pirtûka Osman Sebrî ya nav bihûrî da û di rûpelên 36 û 37ê da “Sosreta Şelmo” bi rastî sosreteke wehşîyane ye.

Ezê vê wehşetê bi kurtayî bejim: Berê Kolorduyê li çiyayê Sasûnê ye. Wê di nava Bekiran da derbaz bibin. Li gundê Şelmo bênvedanek dikin. Li vî gundê sifil û bê guneh qonax datînin. Gundî ji wan narevin. Fermandar rûsipîyên gund berhev dike û wan rê dike bajarê Xarpêtê (Elezîz). Hema çawa ku dighêjine Xarpetê Mehkema Îstiqlalê wan kesan idam dike û xebera îdama wan tê gund. Li gund bi navên Xelefê Babo, Terhanê genco, Filîtê Silê Kekê û Mamedê Seydê bi hev ra gire didin û davêne çalekî, çiloyê hişk didine ser wan û wana li hafa çavên gundiyan dişewitînin. Bi vê jî qîma xwe naynin, 400 jin û mêr, keç û kur, biçûk û mezin dixine xaniyek û gaz direşînin û zarezar û hawar hawar bi wan însanên sivîl dixin hemişkan dişewitînin û heyfa Alayiya xwe bi vî rengî distînin.

Derdê wan ewe ku bi taktîkên Cengizxan û Hulago tirsa xwe bixine dilê kurdan lê kurdên Sasûnê ne ew kurd in ku ji taktîk û zirtên tirkan bitirsin. Miletê Sasûnê qewmê çiya ye. Hezar salin ku welatê xwe parastine. Ew dizanin ka çend komkujiyan ji destê Osmaniyan xwarine.

Piştî vê “Sosreta Şelmo“ û bi dehan tiştên weha wehşiyane, berê xwe dane çiyayên Hezzo û Sasûn û berxwedana Mala Elîyê Unis dest pê dike.

Komara ne demoqrat a şoven û xunxar, dide ser herêma Sasûnê şer 12 salan dom kir. Sasûn dest dananî, teslîm nebû û pes nekir. Qewmê Çiya heya 1937ê li ber xwe dan, berxwedanên wan hêja jî weke destanan li ser dev û lêvan e. Mala Elîyê Ûnis û miletê “Qewmê Çiya” mala şeref û serfiraziya kurdên Bakur in… Ew mala bê deng û bê gilî/gazin bi salan û salan li ber xezeba artêşa faşîst û hov bi mêrxasî sekinîn, li ber xwe dan û ew kesên ku sax filitîn jî, teslîmî wan xunxarên bêbext û barbar nebûn, pişta xwe dane welatê xwe, berê xwe dane binê Xeta Fransawî. Ew heya vê sanîyê jî ji rêka millî averê nebûne ku bi rastî berxwedana Sasûnê, berxwedana sîyanet û prestîja kurdan bû.

Carek jî em bêjin ku, şerê Mala Elî, şerên Sasûnê, ango şerên Qewmên Çiya bi şer û sirgûn û efûwa derewîn û mitareke û mizakere û bêbextiyên dijminên hov, 12 salan domandîye. Dibêjin gava ku şervanan di sala 1937ê da jin û zarok û pîr û kalên xwe hilanîn, berê xwe dane Binxetê, di rêda bihîstin ku li herêma Dêrsimê şerê Kurd û Tirkan dest pê kirîye. Ebdirehmanê gorbehişt bi vê mizgînê kêfxweş dibe, berê xwe dide roavayê, dixwaze here arîkarîya birayên xwe yên kurd yên Dêrsimê; îstihbarata Tirkan xeber didine hevalbendên xwe, hevalbend û piştmêrên Tirkan dewleta îngilîz. İngilîzên qatilên milletê Kurd, teyareyên xwe dişeynine ser wan, teyareyên Dewleta Britanya, li dora wan çend ba li xwe didin, ew jî mecbûr dimînin bi Başûr va diçin û derbasê Binxetê dibin.

Di vê hindavê da dikarim bibêjim Tirkan dixwestan ji tehlîka eşîran rizgar bibin, bi îngilizan û Fransızan ra hê ji hêmana Osmaniyan va têkilîyên wan hebûn ku pêşkêşên weke Mîr Bedirxan, Ezdînşêr, Xan Mehmud heya bighêjê van axalerên ku piştî serhildana Şêx Seîd Efendî Binxet bûn ev program hate meşandin. Îngilizan arîkariya Komara Kemalîstan dikira dixwestan ku şerên kurdan rawestin, fransızan van giregiran û pêşkêşan mêvan dikira û nedihişta faaliyetek li dijê Kemalistan here serî. Ev tişt bi tertîp û program bû. Binxet û Xeta Fransawî ketibû devê dengbêjan û di folklora me da cih girtibû.

[1] Emînê Perixanê bi Reman û Receban û Hebizbinîyan bi eskerê Romê va li deşta Bişêrîyê li gundê Zercil dest bi xiyanetê kirîye û xwestîye wan eşîrên dor û berê Batmanê ji binî mehû bike. Di ruyê xiyaneta Emîn û yên weke Emîn navên axaler û pêşkêşan di wê demê da herimîn ku hêja jî bandora vê xiyanetê didomînê.