Mîrekên ku li hikûmeta Şêrwan hikimdarî kirine:

Şeref  Xanê Hakimê Bajarê Bedlîsê di Şerefnameyê da ji sala 1264ê heya 1597ê navên wan rêz dike û bi Mîr Hesen, Şah Muhemmed, Mîr Ebdal, Şah Muhemmed, Muhemmed,  Ebdal Beg, Mahmûd Beg, Zeynel Begê Mezin û Ebdal Beg va 333 salên dûr û dirêj tîne dawîya nivisandina berhema xwe ya navdar.  Ew Mîrekên ku navên wan qeyd û tomar kirîye, hikmê wan mîran hemî ji babê gehane kurê. Di vî midetî da li dora 10 mîran li Şêrwan hikim kirine. Ev 333 sal li 10 mîran bête payêkirin ji her yekî re 30 sal dikevê. Salih Beg jî di pirtûka xwe da bi vê helqê girtîye û îddîa kirîye ku ev helqe heya ku gihîştîye şexsê wî ji silaleya Zeynel Begê Mezin in.

Salih Beg, ji Zeynel Begê II. yê nevîyê Zeynel Begê Mezin dest pê dike û van navan wekî li jêrê dihejmêrê:

Zeynel Begê II., Mihemmed Beg, Mîr İzeddîn Beg, Mîr Şah Muhemmed Beg, Mîr İzeddîn Beg, Mîr Suleyman Beg, Salıh Beg, Silêman Beg, Salih Beg, Xan Bûdaq Beg û Salih Beg bi 11 Mîran ji sala 1600an digrê tînê digehêjîne hikimdarîya xwe (1787–1821). Heya dawîya zemanê Salih Beg 557 sal ev xanedanîya Mîrên Şêrwan dom kirîye.

Ne di wextê ku Şerefnameyê van navan qeyd kirîye û ne di zemanê nivisandina kitêba Salih Begê a bi navê Dîroka Nijada Şêrwan da, heya Salih Begê bapîrê vî Salih Begê cennetmekan; nav û rol û dengê axaler û eşîran hîç naborê. Salih Begê bapîrê wî (1738–1767) wisa xuya dike ku hinek axayên herêman kifş kirîye û ew artêş û tenzîma berê terk kirîye. Di zemanê Xan Bûdaq Beg da (1767–1787) ev yek dom kirîye û di wextê Salih Beg (1787–1821) da jimara axayên dor û berê Şêrwan zêde bûne. Êdî li vê herêmê eşîran serî rakirine û bi mîran ra pençe digirin û berberî dikin.

Axayetîya Şêrwan û ya Botan ne axayetîyên xwînê ango yê eşîrên pismama nin. Lewra di wan zemanên dûr û dirêj da (500–600 sal) eşîrtîya xwînê ya kevin pişifî ye, mihîya ye û ji holê rabûye. Ev axayetîyên ha dereceyek di binê mîran da nin û li ser navê gundan ango herêman têne binavkirin. Ku em ji zemanê Salih Begê bapîrê vî Salih Begî dest pê bikin (1738–1767) em rastî navên van axaleran tên:

Silêman Axayê Eynkûsî (Akusi), Şahîn Axayê Musilî, Mehemed Axayê Musilî, Aslan Axayê Musilî (ev yek silale nin), Hiseyîn Axayê Penezûrî, Elî Axayê Reşabî, Derwêş Axayê Sikehêlî, Mihemed Axayê Hewzî, Yusuf Axa, Xalid Axa, Axayê Govanîtî. Ev Axaler, weke ku di berê da Fermandar in. Serleşker in. Ango weke mihafizên kela û herêman in. Hêdî hêdî xwe weke Dukan ango Qralan dîtine, ji bê dîsiplînîyê ango ji ber kêmketina Mîran pozên wan bilind bûnye. Mîr nekarîne li ser wan zêde tesîr bikin. Weke ‘Axayên Yenîçerîyên Osmaniyan’  kapikên xwe qetandine û ji torê derketine. Belkî ku miletê belengaz ji mîran ango ji rejima wan têr bûne. Nexwestine ku herêmên wan ji navendê bêne îdarekirin. Hewcedarê Axayên despot bûne, belkî ku mîran bi xwe rêxistineke waha dabine pêş. Lê ev yeka ha çiqas biçe wê bibe derd û êş.

Silêman Axayê Eynkûsî Qesra Komirdê (Qesra Mîr Şerefê Mîrê Botan) zeft dik e.(per:60), Silêman Axa 60 kes ji rêwîyên Rojkan digirê dikûjê (per:59), Silêman Beg bajarê Sêrtê zeft dike. Axayê me kapê xwe qetandîye û prestîja mîr ketîye binê pîyan. Tam di vî nîrî da rola şêx û mela û kerametan jî bilind bûye çûye ber perên ezmanan..

Di cîyê ku mîrên me li gora demê xwe nû bikin û bi alê dewleteke neteweyî va gav bavêjin, ew berepaş diçin. Xwe dispêrine darê zorê, xwe teslîmê zordar û despotan dikin. Gumana xwe bi kerametên şêxan va girê didin. Mêranîya xwe bi ser cînarên xwe dixin. Di warê perwerdeyê da jî ev yek li ber çava ye. Rola Medresa Zeynel Begê Mezin nema ye. Hevalbendîya paşayên Osmanîyan ji bona mîran şerefeke mezin e. Ew êdî bi çend dîyarîyên Paşayên Wan û Amed û Erziromê mijûlayîya xwe dikin, sebra xwe bi wan xişrikokan û şeşxanan tînin. Xwendevanên wan, dîplomatên wan, stratejîstên wan, siyasetvanên wan, zango û şêwirmendên wan nîn in.

Ku meriv wesîyeta Selaheddînê Eyyûbî, ya Şerefxanê Bedlîsî û ya bapîrê Salih Beg -ku ew bi xwe jî Salih Beg e- dide ber hev, bi rastî meriv paşveçûna kurdan dibînê. Gelo bo çi em berepaş in? Berepaşveçûn hew çend li xweşê mîrên kurdan hatîye ku ‘baska rast û baska çep’ îcad kirine. Di govendan da jî, me ji hev cûda kirine.

Celaded Bedirxan vê yekê dîtîye û şîreteke waha li xortên kurdan kirî ye:

Xorto!… Armanca te rizgarî ye. Rizgarîya welat û miletekî ye. Navê armanca te kurd e. Kurdanî ye. Tu lê dinhêrî, ecêbmayî dimînî. Herê tu dibînî, dest, ling, mil, pol, parsû, parxan, her tiştên wî hene. Lingê wî yê rastê berepêş. Yê çepê berepaş diçit. Laş di cîyî xwe de ye. Xwe ne dide pêş, ne jî paş. Ji ber kû ji alîkî ve pêş ve, ji alîyê din paşva tête kişandin. Tu zanî çira xorto..? Lewra kû her dû ling ne yekin. Navbera wan da yekîtî nîne. Divê tu bixebitî van herdû lingan bi alîkî ve bilivînî.”

Selaheddînê Mezin van şîretan li kurê xwe Melîk Zahir dike:

“- Ji rêça Xwedê dernekeve. Ez serfîrazîya xwe deyndarê Xwedê me, ji bo vê yekê ez emrê Xwedayê alemîn ji te ra emir dikim. Xwînê nerijîne û xwîn rijandinê ji xwe ra neke adet. Xwîn rijandin, xwîn rijandinê bi xwe re tîne. Zilmê li xelqê xwe neke, ji bo emnîyeta mal û milkê wan bixebite. Nebe kîndarê kesî. Dilê mezina neşkîne, dilê mirovên ku di bin destê te da ji bo îdarekirina dewletê dixebitin, qezenç ke. Em hemu mahkumê mirinê ne.  Hata ku tu riza gel qezenç nekî, ya Xwedê nikarî qezenç bikî. Ser vê yekê têkilîya xwe bi gelê xwe re baş çêbike. Tobedarê Xwedê be, lewra Ew Kerîm û Qadir e

Şîreta Şeref Xanê Bedlîsî li kurê wî yê Ebû’l-Mealî Şemseddîn Beg jî ev in:

“ … Dilê xwe fireh û hundirê xwe ji neqencîyan paqij bike. Weka roja serê sibê şewq û şemalê bide û dora xwe ronî bike. Li hemberê Xwedê rast be, lewra her tişt li ser rastîyê tê avakirin. Ku tu li ser rastîyê bî û bi Xwedanê xwe bawer bî, tu astengî xwe li pêşîya te nagirin … Bi mejî û dileke pak û paqij li ser tac û textê xwe rûne. Şolê xwe bi rêkûpêk û program bimeşîne. Bê etle şev û rojên xwe bike sê beş, beşa yekê bide ilm û zanînê, beşa diduyan lê bigere ka rastî çi ye, ya sêyemîn bide peyî zana û ilimdaran. … Wê tû bibînî ku li hemî welatan qral û hukimdaran hespên xwe bezandine. … Têkilî bi merivên neqenc ra daneyne. … Çiqas xweş gotîye gundîyê rêncberê pak û saf : “- Tirî li tirî dinêrê disincirê li ber tav.”  … Di warê sîyaset û îdara dewletê da merivên kêrnehatî mede pêş, nebî ku tu bidî destê neqencan kar û barê welat, ger tû bidî wê bibe pirsgirêk û derd û êş.”

Şeref Xan bi 77 rêzikan û bi wezin şîretan li kurê xwe Emîr Şemseddîn kir. Emîr Şemseddîn jî van şîretan li kurê xwe yê Ebdal Xan kir û we dît ka sala 1655ê Ewlîya Çelebî ji bona vî Ebdal Xanê nevîyê Şeref Xan çi got: “- Bajarê Bedlîsê ji hemî bajaran, Xanê Bedlîsê ji hemî Xanan û xelqê Bedlîsê ji hemî Xelqên vî zemanî qenctir û baştir û pêşkevtîtir in.”  

Baş e! Salih Beg ji kurê xwe Xan Bûdaq ra çi gotî ye?

Li ber sekrata mewtê dibêje kurê xwe :”- Divê tu car dengê toldaran (mêrxasan) ji çîyayê Kawersê neyê birîn. Çîyayê Kawersê jî ji toldaran xalî nemîne tu dem û tu zemanî. Ev wesîyet ji we re emanet e. Hezar emanet! (per:68) 

Gotineke pêşîyan heye: “Tu çi biçînî dê wî hilînî, ango, meriv ji Xwedê çi bixweze Xwedê wî dide meriv.”

Zemanê Xan Bûdaq ji sala 1767 heya sala 1787ê hukim kirîye. Gava wefat dike 38 salî ye. Di zemanê wî da tiştê herî balkêş ew e, ku mifteyê Kela Kormasê bi Ebdillayê Helsanî ra ji Mîrê Cizîrê ra rêdike. Mîrê Cizîrê, mifte lê vedigerînê û mîrekîya wî pîroz dike û dipejirînê. Berê bi Stenbolê fermanrewayetîya xwe didane pejirandin, lê niha ji tirsa xwe mifteyê Kela Kormasê ji mîrekê kurd ra dişeyne ku nekeve ber xezeba wî. Ev yek jî balkêşîyek e.

Dabaşa me mijara ‘Axaleran’ e. Emê niha bala xwe bidine zemanê Salih Begê kurê Xan Bûdaq Beg. (1787-1821): Di vî zemanê da şêx jî derketine pêş. Şêx bi secade û tezbî û rîyên xwe, axa jî bi darê zorê û zirçopîyê dest avêtine malkanbaxîya mîran û ya kurdan. Em dikarin navên van şêx û mişayîx û axaleran bidin:

Şêx Besil, Şêx Hamidê Tillo, Mela Litfîyê Arwasî, Şêx Mihemedê Porî, Şêx Çiplaq, Şêx Zeydînê Yaqûsî, Şêxê Kermasê ku jêra ‘Xanîyê Reş’ tê gotin., Şêx Hemzayê Tolovî û Şêx Mistefayê Birayê wî, Şêx Micahid, Şêx Ebdilqadirê Kurdikî (Ango Girdikî).

Axayên zemanê Salihê kurê Xan Budaq Beg jî evin: Mîrza Axayê Deyînan, Yusif Axayê kurê Şahîn Axa, Mehmûd Axayê Aqusî, Dirbaz Axa, Çelebî Axa, Dewas Axayê Siloqî, Hiseyn Axa, Axayê Şînê, Beşîr Axayê Axkîsî, Axayê Apikan, Xalid Enter ê Mawîtî jî gelek navdar e. Mîr Salih Mawît weke dewletê bi nav dik e.

Axayên Sêrtê jî henin, weke Osman Axa û Tahir Axa. Pirsgirêka Axayên bajarê Sêrtê hîç naqedê.  Ev ne mîr in û ne xanedanên herêmî nin. Sancaxa Sêrtê Lîwayeke Osmanîyan e. Osmanî tim yek ji kurdan tînin ser kar û wî dikin berpirsîyar. Lê ev kesên ku bi navê Axatîyê têne ser hukim, Şêrwan û Botan hizûrê nadine wan kesan. Hizûra bajêr jî di vî rûyî da serobin dibî. Ev yek jî balkêş e û problemeke bi derd û êş e. Axalerên Botan ku ew jî bandora wan li ser bajarê Sêrtê û Şêrwan e. Weke Şahin Axayê Eruhî, Axayê Şovan Cangir Axa, Yaxmûr Axayê Garisan, Ristem Axayê Eruhî û yên din, rolên negatîf dileyîzin.

Bajarê Sêrtê piştî ku hukimdarîya Melîkên Eyubîyên Hesenkêfê xwe ji hukimdarîyê kişandine, bûye bajareke Osmanîyan. Ew derên ku ne milkên Mîran bûn, dikevine Milknameya Dewleta Osmanîyan. Di vî halî da nivîskarê Tariha Sêrtê, Bekir Samî Seçkin bi belgenameyên arşîwên Osmanîyan vana qeyd dike:

Hakimê Sancaxa Sêrtê sala 1620ê Ebûbekir Beg e. Sala 1622yê belge arşîwek dibêje ku “Bajarê Sêrtê ku ji Hesenkêfê veqetîyaye, me vê Sancaxê daye Îbrahîm Beg. Sala 1633yê Sancaq Begê Sêrtê jî mîrên Mehmûdî yên Xoşavê Zeynel Begê kurê Silêman Beg e. Sala 1635ê, Sêrtê bi Şêrwan va dane ser Wanê û ev Sancaxa Sêrtê ketîye binê hukmê Mîrê Şêrwan yê wê demê Ebdal Beg.  Piştî mirina Ebdal Beg ev bajêr bûye ‘mîrexwura’ (arpalık) kurê wî yê bi navê Tatar (Teter) Beg. Di temîrata Kela Wanê da navê Teter Beg li ser hesaba ‘Sancaxên Şêrwan û Sêrtê’ beşdar dibî û di belgenameyan da tê tescîlkirin. Sala 1671ê da leşkerên Sancaxa Sêrtê di binê hukmê Beylerbeyî yê Wanê da beşdarê şerê Îranê bûne. Mana vê ew e, ku ev sancaq êdî ketîye dereca ‘Osmanlî Klasik Sancaxî’ û êdî ev bajar bajarêkê Osmanîyan e.*

Bekir Samî Seçkîn behsa tevlîhevî û bêhizûrîya ku Şêrwan anîye serê vî bajarî weha anîye ziman: Di sala 1703yê da ji Stenbolê ji walîyê Dîyarbekir û Qadîyê Sêrtê ra emirnameyek hatîye, li gora vî hukmê şerîf; “Mîrekîyên Şêrwan, Zirkan û Kuhistan (Kuhistan dibe ku ji Hezzo ra gotibin, lewra Kohistan yanê ‘Çîyan’, xelqên çiyan) karwanan dişêlînin, têne bajêr dikanan talan dikin, dest datînin ser rez û bostanên wan, wan ditirsînin û dikûjin.” Miletê Sêrtê bi arzunameyek ji Derîzana Bilind ra gilî kirine ku ev tiştên têne serê wan bê şer’î ye. Stenbol jî ferman kirîye ku ev zordarî ji ser bajêr bê rakirin. Bi taybet navên kurdan wê wextê danîne ‘Eşqîyayên Êzîdî’. Fermannameya Serayê ji Beglerbegê Diyarbekir û Wanê ra tê nivîsandin û dibêjin “Divê ku hun Begê Şêrwan Muhhemmed Beg bigrin bavêjine zîndanê û yekê kêrhatî bînin cîyê wî.” (Bekir Samî Seçkîn – Siirt Tarihi sayfa: 111)

Bi dehan ev mînak henin. Tenê ev gotina ku Salih Beg dibêje: “-“Me bi êrîşa hespan talana bajarê Sêrtê bir.”(per: 99) Ji îspata vê yekê ra bes e. Ev yeka ha şermezarîyeke mezin e. Meriv çawan rêvabir bin, berpirsyar bin û bajarên xwe talan bikin. Xwedayooo!

Sala 1655ê Mîrê Mehmûdîyan, Pinyanişîyan, Sera Mexînan, Bazîda Xanî, Hakimê Melazgirê Eleşgird, Evîng, Elcewaz, Pasîn û ên din bi Melîk Ahmed Paşayê talanbir va dane ser bajarê Bedlîsê, şaristanîya herî pêşvaçûyî ya Kurdistanê talan û wêran û serûbin kirin.**

Em dibêjin “Sêrtî ji kurdan hez nakin”. Wê Sêrtî ji kîjan adalet û rêz û tertîba kurdan hez bikin. Em dibêjin ‘em kurd in’ û dijminîyê bi bajar û bajarvanên xwe ra dikin. Exlaqê Selaheddînê Eyûbî, Exlaqê Şeref Xanê Bedlîsî, Exlaqê Mela Mistefa Barzanî, Exlaqê Qazî Mihemedê Mahabadî em bo çi ji xwe ra nakine dustûr û armanc? Ji bo çi em dibine mîr û wezîr lê em nabine şaristanî?

Serê bajarê Sêrtê ne bi tenê bi mîr û axayên kurdan ra di gêjîyê da ye. Bajarê Sêrtê piştî ku ji binê temînat û hukmê Hesenkêfê yê adil û bi rêkûpêk derketîye, bûye bajarê bê xwedî û xwedan. Bi axaleran hatîye parastin. Axa ji terefê Osmanîyan va hatine tayînkirin. Tahir Axa, Hamid Axa, Muhemed Axa û Osman Axa çendek ji vana nin. Lê tû wextî hêza Sêrtê, ango qeweta axayê Sêrtê bi mîrekên dormedor neketîye. Pirtûka Salih Beg jî vê rastîyê qeyd dike. Ya zor ew e, ku Osmanî jî ‘bi kerê nikarin baz didin ser kurtanê’. Hun xwendevan giş dizanin, ka gava Nîzama Nû (Nizam-i Cedîd) hate îlankirin û Osmanîyan dest bi civandina eskeran kirin, berîya hemî tiştî artêşa Osmanîyan bi şîretvanê xwe Mereşal Moltkê va da ser bajarê Sêrtê. Bajarê Sêrtê bê Xwedî bû. Bajareke Osmanîyan bû. Ji ber vê diranên Reşîd Paşa û hafiz Paşa di Sêrtîyên bê xweyî da diçû.

Moltke dibêjê: “- Sala ewil (1836–37) me 400 kes bi kotek û zor ji Sêrtê girtin û şandin eskerîyê, sala dî em çûne Sêrtê ku navê mêran li Sêrtê neman e. Ya fira in û li çîyê ne, ya welat terk kirine.”  Sala ewil Moltke behsa sanayîya Sêrtê, bajarvanî û dewlemendîya bajarê Sêrtê dike, lê sala din ji sefaleta Sêrtê diştexile.

Birakûjîya Zemanê Mîran

Salih Beg dibêje: “- Min piştî babê xwe bi Mîrê Botan, Mîrê Miksê, Mîrê Hekarya, Mîrê Hîzan, Paşayê Mûşê, Mîrê Zirkan, Mîrê Hezzo, Mîrê Xerzan û Gurdilan ra şer kirîye. Me bi gelek eşîran ra jî Şer kirîye: Weke Eşîrên Şovan, Gohişkan, Alikan, Dûderyan, Şilîdan, Mîran, Ertûşan, Helacan, Siloqan, Dinbilan, Pencenaran, Apikan, Qizilan, Bamerdî û digel Şêrwan û hersê Qolbegîyan şerê me dem bi dem dom kir.” Divê vê yekê bizanin ku ev eşîrên nav bihûrî koçer in. Ne dêmanîyên qedîm in. Eşîrên qedîm nemane, ew ji menzîla eşîrtîyê derbaz bûne.

Salih Beg 34 salan hukim kirîye, ji xeyrî şer û qirênên bi malbatê ra şerê 8 Paşa û Mîran, 16 Eşîran lidarxistîye. (Pera 133) Ji meriv tê ku kilama Hunermendê hêja Şemdînê dengbêj qîr bike û bêje ‘hey şer e, şer e, şer e! Îro li meydanê şer e! Û rabe lotikan. Ma we dîye ku miletek din ji şer ra bireqisê?

Mîr dibêje: “- Me ji Botan dikûşt, wan jî ji me dikûşt. Tev ji bo Esad Beg bû. Sebebê vê yekê ew bû ku mîrektîya Botan piştî Mihemed Beg bin negirtibû.” (per: 91)

Mîr, dûr û dirêj behsa şerê ku çûne ser qesra axayê Siloqan, Dawas Axa (ew jî koçer in) dike. Qesir dişawitînin, Dawas Axa û kurê wî dikûjin, 12 kuştî û gelek birîndaran li pey xwe dihêlin, ew bi xwe telefat nadin, kon û çadirên Siloqîyan ketine binê dapêça (mihasera) wan, Mîrê Hezzo cewabek ji Mîrê Şêrwan ra dişeyîne dibêje: “- Ev namûseke mezin e ji te ra. Ricaya min ji cenabê we ev e ku miqdarek ji çadirên kurdên me yên Siloqî di mihesera leşkerê we de ma ne. Divê ji bo xatirê me hun wan berdin. Ew li gel Mîrê Şêrwan nikarin şer bikin çimkî em biçûk in.”

Çadir û xêfetên Eşîra Siloqîyan dişewitînin, Mîrê Hezzo bi Mîrê Xerzan va tên didine ser wan, Mîrê me Salih Beg behsa reva xwe dike. Ku we bivê çi hatîye serê Salih Beg, pirtûka Birêz Kerem Soylu ya bi navê DİROKA NİJADA ŞÊRWAN*** peyda bikin û pera 79yê bixwînin. Eger mezin û pêşkêşên kurdan demareke xweşîyê ji me ra hiştibin, dibêjim bimînine di nava xweşîyê da.

21/04/2010 – Anqere

                                                                                 

* Di qanunnameyên Osmaniyan da 6 cure Sancaxên Kurdan henin. 1- Ekrad Hukumet Sancağı,(Weke, Amed, Cizîr û Amedî yê.), 2- Yurtluk ve Ocaklık Sancağı, (Weke Sasun, Şêrwan û Bazîd ê) 3- Yurtluk ango Ocaqlık Sancaxî, ( wek: Diyadîn, Eleşgirt, Çemişgezek û Pertek ê) Ev 3 cure Sancaxên Kurdan yên xweserin. 4 – Paşa Sancaxî (weke bajarên Wan û Amed û Erziromê) 5- Osmanlı Klasik Sancağı (Ev jî weke Sêrt, Kêsan, Erxenê, Elcewazê ne) 6- Lîwa Sancağı ( Nisêbîn, Sincar, Xabûr û Gurgil di vê rêzê da nin.) Ev Lîwa jî ji terefê Kurdan va têne îdare kirin û weke baregehên leşkerî nin. Bi tenê karbidestên dewleta osmaniyan li Paşa Sancaxîyan hikim dikin, wekî din rêvabirina van dezgeyan bi prens û xanedanên Kurdan dimeşê.
**Mêzeke: 1-Kemal Burkay – Geçmişten Bugüne KÜRTLER ve KÜRDİSTAN – Coğrafya – Tarih – Edebiyat Weşanên DENG cilda 1ê, pera 184 – 1992 – Stenbol – 2- Elişêr -Tabloên Şerefnameyê perên 37-38 ê.
*** Salihê Kurê Xan Budaq, Dîroka Nijada Şêrwan,  Kerem Soylu – Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê – 2005