Keçeke dêre sor li Kurdistana Başûr (National Geographic, nr 3/1975)

 Min di twîteke xwe ya roja 14/8 2020 an de bala xwendevan û şopînerên xwe kişande ser mijara peyva dêre û kilama Dêre Sorê Piçûkê ku cara yekem ji aliyê hunermenda kurd Zadîna Şekir de hatiye gotin. Kilam di nav kurdan de bûye yek ji wan kilamên here hezkirî. Peyva dêre li Serhedê bo kincên jina (fîstan, kiras, entarî) tê bi kar anîn. Lê belê qezayeke mezin hatiye serê peyva dêre û navê kilama Dêre Sorê Piçûkê. Kesên wateya peyva dêre nizanbûne, peyva dêre bi peyva dêr (kilîse) tevlihev kirine. Bi şaşî “Dêra sorê…” (Kilîsa sor) gotine û nivîsîne. Gelek kesan jî navê kilama Dêre Sorê Piçûkê bi navê bajarê Deyrisor re tevlihev kirine. Vê yekê bi salan ajotiye. Dema mirov bi rêya înternetê îfadeya “Dêra Sorê” gogla dike, wek nimûne mirov wergerên tirkî yên komîk dibîne: “…Dêra sorê piçûkê/dest bi hinne û neynûkê (Kırmızı kilise küçüktür/ el tırnaklar kınalıdır). Mirov tavilê fam dike ku li vir anormalîk heye. Çi têkiliyên kilîsê bi dest û hinê re heye! Ev peyva dêre bi gotinên din yên kilamê jî nayên, bi hev nakin. Hinekan wek navê bajarê Deyrisor, hinekan jî peyva dêre wek dêr (kilîse) fam kirine. Beşeke xeletî û şaşiyan bi rêya înternetê berdewam dikin.[1] Fexriye Adsayê ev yeka wek “bêmenebûnek” hesibandiye.[2] Nivîskar Jan Dost jî hatiye ser wê baweriyê ku tu têkiliya peyva dêre bi van mijaran tune ye: “…Bi gumana min encama ku mamoste gihayê rast e. Dêre ne ji dêra fillan e, lê wek ku xuyabû, cûreyek cil e”. [3] Lê belê bi hezaran kesan jî qet tiştek ji wateyên kilamê fam nekirine, tenê bûne heyranê dengê Zadîna Şekir û mûzîka kilama wê, her guhdar kirine, jê têr nebûne.

Zadîna Şekir, hunermenda ku kilama Dêre Sorê Piçûkê gotiye

Min ev mijara hê di sala 2009an de di xebateke xwe de anîbû rojevê. Dema min di pirtûka xwe ya Kurdên Qersê de lîsteke peyvên zêde nenas weşandibû, vê peyva dêre jî di lîstê de cîh girtibû.[4] Kilama “Dêre sorê piçûkê/Par qîz bû îsal bûkê…“ ku peyva dêre tê de derbas dibe bi salan e li her derê Kurdistanê tê guhdar kirin. Cara pêşîn hunermenda kurdên Yekitiya Sovyetê, Zadîna Şekir bi dengê xwe yê xweş ev kilama govendê gotiye. Spîkerê Radyoya Rewanê Keremê Seyad, di sala 1971an li ser hunermendiya Zadîna Şekir nivîseke gelek hewaskar weşandiye. Li wir ew dîyar dike ku kilama wê ya bi navê Dêre Sorê Piçûkê yek ji wan kilamên wê bûne ku li gelek komarên Sovyetê û welatên biyanî hatiye guhdarkirin.[5] Navê kilamê Dêre Sorê Piçûkê hin caran bi forma Dêresorê Piçûkê tê nivîsîn. Ji ber di çavkaniyên pêşîn de forma Dêre Sorê Piçûkê cîh girtiye, me jî hema wisa hîşt, di vê nivîsê de neguhart.

Peyva dêre tenê di vê kilamê de derbas nabe, di perçeyên din yên zargotina kurdî de jî em rastî peyva dêre tên: “Min Qersê dikan vekir/bazara dêrê te kir/ Min ji bîr kir pirtik nekir…” Şaxeke heman kilamê jî wiha ye: “Min bazara dêrê te kir/Min şabûna namil ne kir”. Mûzîka vê kilama govendê gelek rîtmîk e. Di kilamên kurdî yên din de jî besnê kincên jinan tê kirin. Di kilama Wer Helîmê de, wek mînak em rastî îfadeya “Kiras sorê li şaneşînê” tên, li şuna dêre vê carê peyva kiras hatiye bikaranîn. Hin deverên Kurdistanê li şuna dêre peyva kiras tê bi kar anîn. Ev kilama jî li Kurdistanê wek kilameke gelek hezkirî û populer hatiye nasîn: “Zozanên Mala Mihemed Elî Begê hêşîn bûne, Helîmê ji min û te re…” (Bi dengê hunermend Sefqan Orkêş ji Kurdistana Rojava).

Yek ji wan folklornasên kurd Cemîla Celîl di pirtûkeke xwe ya kilamên kurdî de ligel notayan cîh daye tekstê şaxeke kilama Dêre Sorê Piçûkê. Li jora notayan xuya dibe ku orjînala navê kilamê bi salan e çawa tê nivîsîn: “Dêre Sorê Piçûkê” ye. Di bin navê kurdî de jî wergera rûsî ya navê kilamê cîh girtiye: “Keça piçûk bi kincê sor”.[6] Ev yeka jî nîşan dide ku peyva dêre hê ji salên 1960an de bi wateya kincê jinan hatiye bikaranîn:

 

Dêre sorê piçûkê

Hine li dest û neynûkê

Par qîz bû îsal bûkê

 

Dêre sorê mezine

Hinê li deste bi bazine

Par bûk bû, îsal jine

Tekstê vê şaxa kilamê dirêj e. Li vir mirov dibîne ku kilam li ser keçeke bi navê Nofê hatiye gotin û ew ji Qamoşlikê ye:

Qamoşlikê bi bîye

Kirasê Nofê nivîsîye

Heçî Nofê nas neke

Dosta lawkê terzî ye.

Kilama Dêre Sorê Piçûkê bi notan (Cemîla Celîl, 1964)

Nivîskar Jan Dost dema di derbarê peyva dêre de dîtinên xwe pêşkêş kiriye, li wir dibêje ku:  “…Dêre ne ji dêra fillan e, lê wek ku xuya bû, cûreyek cil e. Dikare êdî derbasî ferhengan bibe”.[7] Piştî van rêzên Jan Dost bi rastî min jî meraq kir û çend ferhengan mêze kir bona ka bizanibim ev peyva di ferhengên kurdî de çiqas û çawa cîh girtiye. Peyva dêre di hemû ferhengên kurdî cîh negre jî, lê bala çend zimanzanan wek Çerkez Bakaev[8], Qanadê Kurdo[9] û Zana Farqînî[10] kişandiye. Mirov dikare bêje ku ev nîv-sedsal e ku peyv dêre ketiye tûrikê zimanê kurdî. Baş tê bîra min, berî pêncî salan li Qaxizmanê dikaneke me ya manîfaturayê hebû. Gelek cure pirtu û qumaş li wir dihatin firotan. Yek ji wan jî çît bû, pirtukî gulgulî û rengîn bû. Bi mêtro dihate firotan. Ji ber zêde biha nîn bû, gundiyan gelek caran çît û basme distendin bona jin ji xwe re pê dêran bidirûn.

Ne tenê di nav kurdên Sovyetê de, peyva dêre li piraniya Serhedê heta bajarê Makûyê li ser axa Îranê jî tê bi kar anîn.[11] Dêre di nav kurdên Azerbeycanê de jî peyveke nas e: “Dere-dêre: Kürd qadınına mexsus paldır” (Kincê taybetmendî jina kurd).[12] Dema peyva dêre di nav hevokekê de tê tewandin, bêgûman forma wê diguhire. Wek mînak “dêrî gelek bala min kişand”, “Dêrê herî xweşik ew dêrê zerîn e”. Ev guhartinan ji beşek xwendevan û kesên din re dikare ecêb bê, ji ber vê jî ew hin caran van formên gramatîkî wek peyveke nû dihesibînin û dikevin şikê!

Mirov îro tam nizane koka peyva dêre ji kîderê tê. Nivîskar û rojnamevanê kurd Arif Zêrevan di tvîteke xwe de di derbarê vê yekê de wiha dibêje: ”Di kurdî bêjeya dirêl heye ko navê qumaşekî ye ko berê bi destan dihate çêkirin û ji bo cilûbergên, nemaze ji bo ko kirasê (gomlek) zeleman dihat bi kar anîn. Gelo ev dêre-ya ko Rohat Alakom behsê dike her ne ew qumaş be”.[13] Mirov nikare bêje ev dîtin bi tevahî ji dûrî aqilan e. Lê belê du peyvên ku di zimanê swêdî de hene bala min bêtir kişande ser xwe, herdu jî tên wateya kinc: “dress, drägt”. Wek tê zanîn ev zimana jî wek kurdî zimanekî îndo-ewrûpî ye. Ne tenê ev peyv, gelek peyvên hevbeş yên din jî di van herdu zimanan de hene.

Kincên (cil, çek, libas…) jinan û mêran angorî herêmên Kurdistanê gelek cudatiyan nîşan didin. Ne tenê cudatî, carina dibin sedemê şaşfamkirinê jî. Wek mînak peyva kiras li hin deverên din yên Kurdistanê him li şuna dêre (fîstan) û him jî şuna mîntan (gomlek) tê bi kar anîn. Li Serhedê kiras, ew cila ku mirov di bina kincan de li xwe dike re dibêjin. Mirov dema raketinê bi kiras û derpê radizê. Li dêvla gomlekê tirkî li Serhedê peyva mîntan tê bi kar anîn. Ev peyva bi wateya nîv-beden (nim+ten) ji farisî hatiye ketiye zimanê kurdên Serhedê. Di zimanê devkî de guhiriye, paşê bûye mîntan. Lê belê li hin deveran, kurd li şuna mîntan peyva kiras jî bi kar tînin. Wisa xuya dibe peyva kiras li van deverên cihê dikare bê gelek wateyan. Bi kurtî kincologiya kurd hewcedarî lêkolînê berfireh e.

Niqaşên li ser peyva dêre:

https://twitter.com/RAlakom/status/1294349838251958273

Bona guhdarkirina kilama Dêre Sorê Piçûkê:

https://videomuzik.biz/video/zad%C3%AEna-%C5%9Fakir-d%C3%AAre-sor%C3%AA-bi%C3%A7uk%C3%AA-hd-t425d4e354p47575n426b3.html

Jêrenot

[1] Ji aliyê Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê de du kilam hatine qeydkirin. Di kilama yekem de ku Zadîna Şekir distrê, mixabin mûzîka du kilaman li vir tevlihev bûye. Tekstê dîjîtal yê şaxa duwem ku ji aliyê Karapêtê Xaço tê gotin jî bi navê şaş wek “Dêra Sorê” hatiye nivîsîn. Binêre: Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê.

[2] @FexriyaA (15/8 2020)

[3] @JanDost99 (15/8 2020)

[4] Rohat Alakom, Kars Kürtleri, 2009, rûp.154.

[5] Keremê Seyad, Xweya Dengê Nazik, Rêya Teze, 6/3 1971.

[6] Cemîla Celîl, Klamêd Cmaeta Kurda, 1964, rûp.71.

[7] @JanDost99 (15/8 2020)

[8] Çerkez Bakaev, Xebernameya kurmancî-rûsî, 1957, rûp.115.

[9] Qanadê Kurdo, Ferhenga kurdî-rûsî, 1960, rûp.211.

[10] Zana Farqînî, Ferhenga kurdî-rûsî, 1992, rûp.513.

[11] Angorî Ehmed Mîlan ku ji Makûyê ye û niha li Stockholmê dijî peyva dêre ji berê de li bal wan tê bi kar anîn.

[12] Şamîl Esgerov, Ferheng. Kurdî-Azerbeycanî, Azerbeycanî-Kurdî û Mişarên Zimanê Kurdî, 2000, Bakû, rûp.94.

[13] @ArifZerevan (16/8 2020)