Dewleta Tirk demeke ku li hemberî Efrînê operasyona leşkerî dimeşîne. Li ser gelê Efrînê û tevayî kurdan xeteriyeke mezin heye ku qetlîamek çê bibe.

Dinya û bi taybetî jî Emerîka û Rûsya deng ji vê operasyonê re dernaxin. Ev cara yekemîn nîne ku Rûsya û Emerîka li hemberî kurdan xiyanetê dikin. Wan li Komara Mehabadê ya Kurdistanê,  di şerê 1974an a navbeyna desthilatdariya Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ta Iraqê de û di hilweşandina Otonomiya Kurdistanê de û 16yê Oktobira 2017an de di îşgala Kerkûkê de jî heman xiyanet kirin, pêşiya dewleta Kurdistanê girtin.

Divê kurd ji ev ceraibandina pêwendiyên navneteweyî baş ders derxin, ji bona xwe rê û rêbazeke nû bibînin. Hêza xwe baş hesap bikin. Ji derveyî hêza xwe hesaba li ser hêzên derve nekin.

Armanca operasyona Efrînê: Pêşiya parçebûna dewleta tirk girtine

Dewleta Tirk dema dest bi operasyonê kir got ku “PKK/PYD ji bona ewlekariya me û yekîtiya Sûriyeyê xeter e. PKK/PYD dixwaze dewleteke terorê bi piştgiriya Emerîkayê ava bike.”

Lê di hamendem de digot ku “ji bona me pirsgirêka pêşerojêyê/bekaayê heye”

Ev yeka jî derdixe holê ku pirsgirêk ji bona Dewleta Tirk PKK/PYD nîne. Ji bona dewleta Tirk, kurd xeter in.

Loma jî armanca operasyona Dewleta Tirk ew e ku dixwaze pêşiya parçebûna dewleta xwe bigre. Lewra dema ku li Rojavayê Kurdistanê kurd dewletê ava bikin, wê demê ji bona kurdên Bakurê Kurdistanê dê bibe model û mînak. Ew jî ji bona dewleta Tirk dibe xeter.

Dewleta Tirk, ji bona ku piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê diyar bû ku neteweya kurd û kurdistanî dê dewleta xwe ava bikin, dev ji tîfaqa xwe ya stratejîk ya Dewleta Federe ya Kurdistanê berda, bi Iraqê re tîfaq çêkir û alîkarî kir, ku beriya wê demeke kurt dijminê Iraqê bûn, encama êrişeke hevbeş Kerkuk û gelek bajarokên Kurdistanê îşgal kirin.

Li vir jî sedem li Başûrê Kurdistanê pêşiya dewletavakirinê girtin bû.

Piştî ku Kemalîstan desthilatdarî ji Xanedana Osmaniyan wergirtin, ji bona xwe, ji bona burokratên sivîl û leşker dewletek ava kirin, li dijî kurdan şer kirin û mafê kurdan xesip kirin, ji bona xwe wek stratejiyekê pejiramd. Loma jî li dijî serhildanê milî yên Kurdistanê helwestek hişk, nîjadperest, leşkerî/mîlîter û kurdtunekirin nîşan da. Hemû serhiladnên milî yên Kurdistanê bi qetlîaman şikandin. Serokên tevgerê kûştin û îdam kirin.

Hemû sedem jî ew bû kurd mafê çarenivîsiya xwe diyar nekin û dewleta xwe ava nekin.

Dema ew helwesta nîşan da, PKK/PYDê tune bû. Loma jî PKK/PYDê sedema esasî nîne ku sedema bingehî ya stratejîk binperde dike.

Operasyona Efrînê, operasyoneke stratejîk û ya çar dewletên kolonyalîst e, loma jî berdewamiya operasyona Kerkûkê ye

Li Rojhilata Navîn rewşeke taybet heye. Li hemû welat û dewletan tevlihevî, şer, teror, zûlum heye. Gelên Rojhilata Navîn di wê nerînên de ne ku dewletên emperyalîst bi taybetî jî Emerîka li welatên wan şer derdixe, ji kaos, teror, krîzê re rê vedike.

Li Kurdistanê çar dewletên kolonyalîst bi taybetî ev nerînan tînin ser zimên. Li hemberî vê stratejiya Emerîkayê dixwazin yekîtiyekê çêkin û pêşiya parçebûna welat û dewletên xwe bigrin.

Bi vê mabest û armancê ji boma li Başûrê Kurdistanê pêşiya dewletavakirina kurdistaniyan bigrin, di nav xwe de yekîtı çêkirin û Kerkûk îşgal kirin.

Bi operasyona Efrînê jî, hemanarmancê dixwazin pêk bînin. Loma jî operasyona Efrînê ya dewleta Tirk encama aqlekî hevbeş e.

Ev operasyon li Sûriyeyê li hemberî kurdan destpêkek e. Ew dixwazin herêmên din yên kurdî jî, bigrin destê xwe. Dewleta Tirk ev armanc û plana xwe jî gelek aşikere tîne ser zimên.

Çar deweletên kolonyalîst jî, ji bona ku pêşiya parçebûna xwe an jî bi wateyeke din ji bona ku  li Kurdistanê dagirkeriya xwe û kolonyalîzma xwe bidomînin, her dem di nav tîfaqekê de bûn. Di vê merheleyê de jî tîfaqa wan didomîne.

Operasyona Efrînê, berdewamiya operasyona li dijî Kerkukê û êrişa li Başûrê Kurdistanê ye.

PKK/PYDê li rojavayê Kurdistanê him dagirker û him jî dîktator e

Rastiyeke din jî heye ku divê em kurd wê rastiyê jî bibînin. Wê demê helwesteke rastir diyar kirin, tê rojevê.

PKKê piştî ku çû li Sûriyeyê cîwar bû: Raste rast bi rejîma baasê û dewleta kolonyalîst re danûstandin kir. Ji bona ku pêwendiyên xwe pêşve bibe, li Rojavayê Kurdistanê jî, hemû rêxistinên Kurdistanê dijmin îlan kir. Got ku “Rojavayê Kurdistanê welatek nîne û miletek li vir najiye.”

PKKê garantî da rejîma baasê û dewleta kolonyalîst ku dê pêşiya tevgera milî li Rojavayê Kurdistanê bigre û cîwanên kurd kanalîzeke beredayî bike û bide kûştin.

PKKê ji bona plan û projeya dewleta kolonyalîst û desthilatdariya xwe, cîwanên Rojavayê Kurdistanê ji bona ku ji rejîma baasê re nebe xeter, ji tevgera milî ya Rojavayê Kurdistanê dûr xist.

Ev projeya piştî salên 2011an rengekî din qezenç kir. Rejîma Baasê desthilatdariya xwe bi PKK/PYDê re parve kir. Li Rojavayê Kurdistanê dîktatoriyek mişterek ava bû.

Her çiqas hewcedarî nebû jî, rejîmê PKK/PYDê çekdar kir. Bi PKK/PYDê pêşiya mixalefeta kurd ya li dijî rejîma baasê girt. Nehişt ku mixalefeta milî û demokrat ya Kurdistanê bi mixalefeta ereb re bibe yek.

Li ser miletê me yê kurd û kurdperweran zûlmeke mezin tê meşandin.
Navê Rojavayê Kurdistanê pêşî kirin “Rojava” û nûha jî kirine “Bakûrê Sûriyeyê”.

Ev jî biryareke giştî ye û bi ereban ve wergirtin. Gorî vê biryarê weletekî miletê kurd tune ye, herêmek ya Sûriyeyê heye.

PKK/PYDê, piştî ku ji aliyê Rejîma Baasê de hat çekdar kirin, li paşî û pêşiya xwe nenêrî kete dû macereyên din. Dema ku Îran û Rûsya, bi daxwaza Rejîma Baasê hat Sûriyeyê wê demê PKK/PYD ji bona her sê hêzan bû leşker. Li hemberî mixalefetê şer kir. Ew ciyê ji destê mixalefetê derxist, teslîmî rejîme kir.

PKKê dema ku bi van sê hêzan re danûstandin didomand, Emerîka bi wan re ket nav pêwendiyan. Roj bi roj jî ew pêwendiya xûrttir bû. PKK/PYD xwest ku hemûyan bi hev re îdare bike. Lê îmkana vê yekê tuıne bû. Diyar bû ku ew dê ji bona kurdan xeteriyekê çêke. Di encamê de dema ku Dewleta Tirk xwest dest bi operasyonê bike, Rusyayê, Rejîmê îzin da ku Dewleta Tirk operasyonê çê bike, belafiran bi kar bîne.

Heger Dewleta Tirk operasyon nekiribiya jî, Rejîma îro û an jî rejîma di pêşerojê de bê ava kirin, dê li Efrînê operasyponê çê bike û îzin nade ku PKK/PYD çekdarî li Efrînê bimîne.

PKK/PYDê dema ku bi Emerîkayê re danûstandin pêş xist, ev car çûn Rakkayê û Derêzorê dagir kirin.. Ev jî pêşerojê pirsgirêkeke mezin e. Lewra ereb bajarên xwe nadin PKK/PYDê. Loma jî li wir jî şerek di rojevê de ye.

Ev tevayî derdixin holê ku çekdarbûna PKK/PYDê ji bona miletê kurd xeteriyek mezin çêkiriye. Hewcedariya kurdan çek tune bû. Lewra dema ku di guhertina Sûriyeyê de kurd dê bibûyan mxwediyê mafên xwe yên milî û dê li welatê xwe desthilatdar bûna.

Divê çi bê kirin?

Ez dixwazin kar û xebatên bê kirin bi çend xalan zelal bikim.

1- Divê hemû kurd û kurdistanî, hemû rêxistin û partiyên Kurdistanê, dezgehên kurdistanî li hemû beşên Kurdistanê li dijî êriş, dagirkerî, qetlîam, operasyonên dewletên kolonyalîst derkevin. Wan rûreş bikin. Wek çewa em li dijî îşgala Kerkukê derketin, divê li dijî Opareasyona Dewleta Tirk ya li dijî Efrînê jî bê derketin. Li derveyî welêt bi dîplomasiyeke xûrt û bi xwepêşandanên girseyî di derbarê xerabiyên li kurdan û Kurdistanê tên kirin dinyayê agahdar bikin.

2- Divê em ji rewşa Kerkukê û ji Efrînê ders bigrin, rê rêbazeke nû tespît bikin, gorî van rê û rêbazên nû, xwe û tevgera milî ya Kurdistanê realîze bikin. Rêxitinên Kurdistanê bi deweletên herêmî û dewletên dinyayê yên emperyalîst re dikevin nav pêwendiyan, ji dervbeyî şertên me gav davêjin, plan û projeyan çê dikin. Bi taybet3ı jî çek digrin. Di dawî de ev pêwendî ji miletê me re dibe feqeke mezin. Divê em dest ji vê şaiyê berdin.

3- Ji bona ku li Efrînê qetlîam çê nebe, divê PKK/PYDê gûh bidin pêşniyarên kurdan û rêxistinên Kurdistanê. Bi taybetî jî divê PKK/PYD, pêşniyar û nerînên ENKSê bide ber çav. Gorî wê tedbîrên nû bigre û nekeve nav maceraperestiyekê..

Divê PKK/PYD, hêzên dewleta Sûriyeyê û hêzên Haşdî Şabî gaziyê Efrînê nekin û xwe ji Efrînê vekişînin. Efrînê ji rûniştanvanên kurd yên Êfrînê re bihêlin.

Divê PKK/PYDê, ceribandaina Komara Kurdistanê ya Mehabadê û serokkomar Qazî Mihemed, Desthilatdariya Otonomiya Kurdistanê û Serok Mistefa Berzanî, bûyera Kerkukê ya 16ê Oktobira 2017an bidin ber çav.

PKK/PYD divê di hemandem de dest ji zûlma kurdan û dîktatoriya xwe berde.

 Amed, 23. 02. 2018

***

YNKê û hewildanên grûba xiyanetê

Li dinyayê guhertinên gelek mezin hene. Bi gotina gel, “dinya, dinya ya berê nîne.” Mirov dikare bibêje ku “bizmara dinyayê derketiye” û an jî “zemberege dinyayê ber bi jêr ve diçe”.

Li Dinyayê qiymeta demokrasiyê, maf û azadiyan, mafê çarenivîsiya neteweyan, hiqûqê, peymanên ku mafên însanan û neteweyan, kêmneteweyan diparêzin, nemaye. Demokrasî, maf û azadiyên însanan, mafên neteweyan û kêmneteweyan binpê dibin.

Bi taybetî jî li Rojhilata

Navîn rewş xirabtir e. Li her welatekî û li her dewletekê tevlihevî, şer, perçiqandina maf û azadiyan û hiqûqê didomîne. Otorîterîzm, nîjadperestî, faşîzm, totalîterîzm, teokratîzm li ser însanên Rojhilata Navîn bûye belayeke mezin û xeteriyekê.

Rewşa kurdan xirabtir e.

* Li Rojhelata Kurdistanê her roj xort û ciwanekî kurd tê îdamkirin. Zûlmeke gelek mezin heye. Xebata kurdan ya siwîl û pêşmergetî didomîne. Neteweya kurd ji hemû mafên xwe pê par e.

* Li Bakûrê Kurdistanê kurd ji hemû mafên xwe bê par in. Dewleta Tirk dixwaze bi awayekî nû kurdan ji holê rake. Li hemberî kurdan tîfaqe nîjadperest ya xûrt û xeter hatiye avakirin. Dewleta Tirk li hemberî kurdan ji her demê zêdetir hatiye xezebê. Li Iraqê bi dewleta Iraqê re, li Îranê bi dewleta Îranê re, li Suriyeyê bi dewleta Sûriyeyê re li hemberî kurdan şer dike. Li Başûrê Kurdistanê di îşgala Kerkûkê de rolekî girîng ya neyênî lêhîst. Li Sûriyeyê dixwaze bajarê kurd, Çiyayê Kurd dagir bike. Loma jî 27 roj in ku operasyoneke mezin ya leşkerî didomîne.

* Li Sûriyeyê rewşa kurdan di bin xeteriyeke mezin de ye. Bi taybetî jî siyaseta PKK/PYD kurd xistine bin tehlûkeke mezin. Kurd di nav şerekî tevlihev de dişewitin. Gelek dewlet dixwazin ku li ser kurdan hesap û berjewendiyên xwe xûrttir bikin û pêk bînin.

* Li Iraqê di 25ê îlonê de Kurdistaniyan bi referandûmê biryar dan ku dewleta xwe ava bikin. Hezar mixabin çar dewletên ji bona ku pêşiya dewletbûna Kurdistanê bigrin dest bi êrişeke mezin kirin. Kerkûk û gelek bajerokên Kurdistanbê hatin dagirkirin. Ji bona ku sîstema federalî ji holê rabe Hikûmeta Erebên Şîî xebate xwe ya li dijî Makezagonê didomîne. Kurdistan di bin ambargoya leşkerî, aborî, siyasî de ye.

Di îşgalkirina Kerkukê de dewletên dinyayê yên ku ji Kurdişstanê alîkar xûya dikirin jî, xiyanetî li kuırdan kirin. Li hemberî xerabiya çar dewletan li hemberî kurd û Kurdistanê bêdeng man.

Li Başûrê Kurdisranê, di îşgala Kerkukê de xerabiya mezin ew ku Grubeke Xiyanetkar ji nav YNKê derket, ji dewletên kolonyalîst re bû alîkar ku Kerkuk û gelek bajerokên Kurdistanê bên îşgal kirin. Piştî îşgalê jî xebat û xerabiyên Grûba Xiyanetê domand. Ji bona ku Kerkuk û Sileymaniyeyê ji Kurdistanê veqetînin û teslîmî ereban bikin hewil didin.

Di hamendem de ji bona ku di YNKê de desthilatdar bin, dest bi xebatê kirin. Nûha jî xebata wan didomîne. Ew xebeta gelek xeter û bi tevayî li dijî berjewendiya Tevgera milî ya Kurdistanê û neteweya kurd e. Loma jî hemû kurdan eleqeder dike. Divê ku hemû kurd li hemû beşên Kurdistanê û bi taybetî jî li Başûrê Kurdistanê îzin nedin ku YNKê bikene bin desthilatdariya Guba Xiyanetê.

Ji bona ku girîngiya ev hewildana xeter bê diyar kirin, divê biçek YNKê ji nêzik de nas bikin, şirove bikin, tola YNKê diyar bikin.

YNKê kîngê û çima ava bû?

YNKê, di sala 1976an de piştî şerê sala 1974an ku Otonomiya Kurdistanê encama tîfaqa çar dewletên kolonyalîst (Tirk, İran, Iraq, Sûriye) û helwesta Emerîkayê ku piştgiriya xwe ji Kurdistanê birî, hat ava kirin.

Wek tê zanîn di sala 1966an de di PDKê de cûdabûneke gelek nexweş çêbû. Grûba îbrahîm Ehmed ji PDKê veqetiya. Hezar mixabin piştî ku veqetiya li hemberî Rejîma Baasê şer nekirin. Bi Rejîma Baasê re bûn yek, li dijî Tevgera Milî ya Kurdistanê, PDKê, Serok Berzanî şer kirin.

Lê dema ku neteweya kurd di pêşengiya PDKê û Serok Mele Mistefa Barzanî de zora Rejîma Baasê bir, Hikûmeta Navendî ya Baaasê mecbûr bû ku bi PDKê û Serok Berzanî re peyman çêke, Grûba Ibrahîm Ehmed û Celal Talebanî têk çû. Pişt re mecbûr bûn ku bir PDKê û bi Serok Berzanî re yekîtiyê çê bikin.

Dema ku şerê 1974an dest pê kir Celal Telabanî li Lubnanê bû. Piştî ku kurd dest ji şer berdan, ji bona Başûrê Kurdistanê rewşeke nû ya siyasî hat rojevê; wê demê Celal Telabanî û hevalên wî biryar dan ku YNKê ava bikin.

Du xalên girîng bûn sedem ku YNKê ava bibe.

Sedema yekemîn a avakirina YNKê ew bû ku  li hemberî Rejîma Faşîst ya Baasê “Şoreşa Milî û Demokratîk” bimeşînin.

Sedema duyemîn a avakirina YNKê jî ew bû: Di sala 1975an de li Kurdistanê şer hatibû reawestandin. Otonomiya Kurdistanê û desthilatdariya Kurdistanê hatibû hilweşandin. Celal Talebanî û hevalên wî ji vê rewşê dixwastin ku îstifade bikin, li hemberî PDKê û Berzaniyan tevgereke alternatîf ava bikin. Derfet hebe PDKê tasfiye bikin.

YNKê li kû ava bû? Çima li Sûrıyeyê ava bû?

YNKê li payitexta Sûriyeyê li Şamê (Damascusê) ava bû. Lewra Celal Telabanî dizanî ku dema şerê pêşmergetî bike, hewcedarî bi piştgiriya dewletên cîran heye. Loma jî bi Suriyeyê re pêwendî çêkir û Suriyeyê jî, jê re soza alîkarî da. Wî û hevalên xwe li Suriyeyê YNKê ava kirin.

Pêwendiyên Suriyeyê heta demên dawî bi YNKê re, pêwendiyeke stratejîk bû. Bes di sala 1983an de dema ku YNKê xwest bi Iraqê ve li hev bikin, wê demê pêwendiyên wan xirab bûn. Lê piştî demekê pêwendiyên wan jinûve baş bûn. Heta di dema şerê hûndir yê Sûriyeyê de jî, pêwendiyên Celal Talebanî û Sûriyeyê gelek baş bûn.

Baş tê zanîn ku partiyên baasê esera teoriya nîjadperest û nasyonalîzma teng ya Mîşel Eflak e. Lê piştî ku li Suriyeyê û Iraqê partiyên bassê ava bûn û bûn desthilatdar, ew bûn dijminên hevûdu yên dijwar. Herdu baasan dixwest ku hevdu ji holê rakin. An jî li ser hev desthilatdar bin.

Suriyeyê loma avakirina YNKê  erê kir  û piştgirî kir ku YNKê li dijî Partiya Baasê ya Iraqê ya Hesen El Bekr/Seddam Huseyîn şer bike. Lewra mûxalifên baasê hêza wan tune bû ku bi serê xwe li hemberî Baasê şer bikin.

Piştî ku YNKê ava bû, navbeyna wan mixalîfên Baasê Iraqê her dem baş bû. Heta di navbeyna wan de eniyeke/cepheyeke şiklî jî hebû. Mixalîfên baasê li hemberî YNKê xwediyê gelek maf û îmtiyazan bûn.

YNKê kê û kîjan grûban damezrand û xwe çewa bi nav kır?

YNKê, di bin serokatiya Celal Telabanî de ji aliyê Elî Eskerî, Dr. Xalid, Şêx Huseynî, Omer Şêxmûs, Kemal Xoşnav, Kemal Fûad, Omer Debabê, Cemal Axa, Resûl Mamed, Şêx Şahab, Rojnamevan Aram ve hat damezrandin.

YNKê, bes li se hiqûqa şaxsan ne, li ser nasnameya sê grûbên siyasî ava bû.

YNKê, ji aliyê Grûba Xeta Pan, Komaleya Marksîst Lenînîst ya Kurdistanê, Bizava Sosyalîst a Kurdistanê de hat damezrandin.

Temsîlkarên Grûba Xeta Pan:  Celal Telabanî, Omer Şêxmûs, Kemal Fûad, Omer Debabê, Cemal Axa bû.

Temsîlkarên Bizava Sosyalîst ya Kurdistanê: Elî Eskerî, Dr. Xalid, Şêx Huseynî, Resûl Mamed bû. Elî Eskerî, Dr. Xalid, Şêx Huseyîn di kereseta Şemzînanê de di şerê YNKê û PDK-Giyade Mûwaqqet de hat kûştin.

Pişt re Bizava Sosyalîst a Kurdistanê ji YNNê veqetiya. Hezar mixabin di navbeyna YNKê û Bizava Sosyalîst a Kurdistanê şerekî nexweş pêk hat. Gelek berpirsiyarên Bizava Sosyalîst a Kurdistanê ji aliyê YNKê ve hatin kûştin.

Temsîlkarên Komaleyê: Şêx Şahab, Rojnamevan Aram, Salar, Noşîrvan Mistefa, Mamoste Cafer, Ardalan, Mele Beztiyar bûn. Komaleya Marksîst Lenînst ya Kurdistanê, di nav YNKê de rêxistina xûrttir ya damezrênêr bû. Komale di salê 1968an de veşartî/sirrî tê ava kirin. Dema ku Otonomiya Kurdistanê ava dibe jî, wek rêxistin rewşa xwe ya sirrî didomîne.

Komaleya Marksîst Lenîst pişt re navê xwe guhart, kir “Komaleya Rencdeeanên Kurdistanê”.

Tevgera Goran bi piranî ji endam û berpirsiyarên Komaleyê pêk tên.

YNKê partiyek nebû. Wek partiyekê tevdigeriya. Eniyek jî nebû. YNKê, eniyekê zêdetire xwediyê disîplîneke xûrt û hevbeş bû.

Loma dema berpirsiyarên  YNKê xwe terîf dikir, digotin ku “em nîv enî/cephe nî”.

Qerekrtera damezranerên YNKê çi bûn?

Di Grûba Xeta Pan de Celal Talebanî kevne Sosyalîstê Maoîst bû. Lê xwe di YNKê de wek sosyalîst terîf nedikir. Wek kurdekî milî û nasyonalîst bû. Hevalên wî jî, sosyal demokrat, lîberal, nasyoınalîst bûn.

Komala, rêxistineke sosyalîst a maoîst bû. Lê di nav gel de ev qerektera xwe zêde dernedixist pêş.

Bizava Sosyalîst a Kurdistanê û berpirsiyarên wê, sosyalîstên milî bûn.

Rola Celal Talebanî di YNKê de çi bû?

Rola Celal Talebanî di YNKê de gelek girîng bû û di derece yekemîn de bû. Bi taybetî di qonaxekê de ji derveyî gotinên Celal Talebanî, gotin di nav YNKê de derbas nedibû. Wek mînak Noşîrvan Mistefa wek xebatkarekî wî bû. Bi giraniya Celal Talebanî, Noşîrvan Mistefa di kongreya Komaleyê de li hemberî Mamoste Cafer, Mele Bextiyar, Erdalan, Salar bi serê xwe serkeftî bû û bû sekreterê Komalayê. Heger Celal Talebanî nebûya Noşîrvan nedikarî ji destên otorîteyên Komaleyê sekreterî qezenç bike.

Noşîrvan Mistefa piştî ku bû sekreterê giştî hemû qadirên kevn yên Komaleyê tasfiye kir.

Mam Celal loma di nav Komaleyê de jî xwediyê giraniyekê bû. Heta nerînek xûrt heye ku Celal Talenanî serokê sirî/veşartî yê Komaleyê.

Ew rola Celal Talebanî, di hemandem de rolekî dîrokî bû. Ew di ciwantiya heta zaroktiya xwe de di nav tevgera milî ya Başûrê Kurdistanê de cî digre. Di ciwantiya xwe de dibe endamê PDKê. Gelek wext derbas nabe di navendiya PDKê de cî digre.

Di kogreya navneteweyî ya ciwanên dinyayê de li ser navê ciwanên Kurdistanê cî digre.

Xebatkarekî doza miletê kurd yê domdar û bi îstîkrar e.

Nivîskarekî baş. Hiqûqzanekî kevn e.

Hezar mixabin piştî ku Celal Talebanî nexweş ket û ji teqatê de ket, di nav YNKê de guhertinên gelek nexweş hatin rojevê. Jina wî li ser navê wî, kur û biraziyên wî li ser navê wî karên nexweş kirin. Ew xebata xwe gîhandin qonaxa xiyanetê.

Rola YNKê di tevgera Kurd de çi ye?

Piştî şerê 1974an, serokê milî Mele Mistefa Berzanî şer da rawestandin. Otonomiya Kurdistanê hate hilweşandin. Lê kurdperweran ji bona ku Tevgera Milî jinve rakin se piya û xûrt bikin, dest bi xebatê kirin. Encama vê xebatê PDK-Giyade Mûwaqqet û YNKê ava bû.

Her du hêzan li dijî Rejîma Baasê, dîsa ji bona Kurdistanê Otonomî ava bibe û Iraq bibe demokrasî dest bi xebata pêşmergetî kirin. Lê pêşketina wan di gelek şertên dijwar re derbas bû.

Hezar mixabin di navbeyna herdu hêzan de dem-dem bûyerên nexweş û şerê hûndir çêbûn.

YNKê  jî di merheleyekê de çend herêmên Kurdistanê rizgar kir. Li wan herêman desthilatdar bû.

YNKê piştî şerê yekemîn yê Kendavê bi PDKê re yekîtiyek çê kir. Dema ku herêma azad ava bû, bi hev re li wir bûn desthilatdar. Pêşî PDKê û pişt re jî wan biryar da ku Iraq bibe dewleteke federal. Demekê bi pîvan û zihniyeta dewleta federal Kurdistan birêvebirin û li Iraqê bi wî çavî mêze kirin.

YNKê bi PDKê re biryar da ku Meclîsa Kurdistanê ava bibe û hilbijartina giştî çê bibe, hikûmet ava bibe. Piştî hilbijartinê hikûmeteke mişterek ava bû. Bi dorê serokwezîrî hat diyar kirin.

YNKê di hemandem de bi PDKê ve biryar dan ku serokê Kurdistanê bê hilbijartin. Di encama hibijartinê de Serok Berzanî û Mam Celal hemandeng girtin.

YNKê jî damezrênêra dewleta Federal ya Iraqê û dewleta federe ya Kurdistanê ye.

YNKê demeke dirêkj e ku bi PDKê ve li ser berjewendiya milî ya neteweya kurd û Kurdistanê tîfaqeke stratejîk dimeşînin.

YNKê bi biryara referandûmê pişitgiriyeke xûrt da serokê Kurdistanê Mesûd Berzanî û PDKê.

Di serkeftina referandûma serxwebûna Kurdistanê de rolekî mezin lêhîst.

Hezar mixabin piştî referandûmê di merheleya îşgala Kerkukê de ji nav YNKê grûbeke xiyanet çê bû. Zirar da YNKê û tevayî Kurdistanê,

Divê YNKê di bin desthilatdariya kurdperweran de be, nekeve bin bandora grûba xiyanetê

Grûba Xiyanetê nûha jî hewil dide ku di YNKê de desthilatdar be. Ji bona vê yekê lîstikên siyasî dike û santajan bi kar tîne û gef dike. Bi piştgiriya Iraqê û Îranê mirovan dikire.

Loma jî dixwazin ku gor şertên wan kongreya YNKê bê li dar xistin. Ew jî bibin desthilatdar.

Divê ku kurdperwer îzin nedin Grûba Xiyanetê. Ji Grûba Kosret Resûl û Necmedddîn Kerîmî re yanî ji Grûba Kurdperwer re alîkari bikin.

Pirsa YNKê, pırsa hemû kurdperweran e, divê her kurdperwerek ji YNKê re xwedî derkeve

Rewşa YNKê raste rast qedere Kurdistanê eleqeder dike. Loma jî YNKê bes rêxistina endamên YNKê nîne. YNKê rêxistina hemû kurdan û kurdpereweran e.

Loma divê hemû kurd û kurdperwer ji YNKê re xwedî derkevin ku bila Grûba Xiyanetê nebe desthilatdar.

Dema ku Grûba Xiyanetê di YNKê de desthilatdar be. Li Başurê Kurdistanê gelek guhertin nexweş û xirab dibin û gelek qewimandinên nexweş û xeter tên holê.

Amed, 16ê Sibata 2018

([email protected])