Wek tê zanîn li Iraqê di sala 2005an de encama referandûmê makezagonek hat pejirandin. Makezagona nû sîstema otoriter, nîjadperesta û faşîsta berê ya unîter-neteweyî ya ereb guhert û ji holê rakir; sîstema federal pejirand.

Gorî makezagonê, dewlet, ji dewletbûna ereban derket, bû dewleta du neteweyan (kurd û ereban) û kêmneteweyan.

Di deweleta federal de, ji aliyê mafan û statuya siyasî ve di navbeyna neteweyan de ferq tune ye. Netewe wek hevûdu ne. Lewma jî maf û statuya kurdan û ereban wek hevdû bû di dewleta federal de.

Di dewleta federal ya Iraqê de divê ku du herémên federe ava bibûna. Hezar mixabin ereban herêma xwe ya federe ava nekir. Ereban di nav demê de wek neteweya navend tevgeriya û demokratîze nebû.

Li Iraqê meclîsa giştî, ya kurdan û ereban û hemû kêmneteweyan e.

Hikûmet hevbeş, divê bibe ya kurd û ereb û hemû kêmneteweyan.

Dîsa gorî makezagonê serokkomar ereb be, kurd divê bibin serokkomar. Heta îro jî li Iraqê vê çandê û edetê dom kir.

Di destpêkê de heta mirina xwe Celal Telabanî û pişt re jî Fûad Mehsûm bû serokkomar.

Serokkomar bi giştî hemû miletan û kêm neteweyan temsîl dike. Lê bi taybetî jî ji bona kurd û ji nav kurdan tê hilbijartin, temsîlkarê kurdan û kurdistaniyan e.

Hezar mixabin Fûad mehsûm kurdan temsîl nake. Xizmetî siyaseta fermî ya hikûmeta nîjadperest.

Fûad Mehsûm bi daxûyaniya xwe ya dawî rastterast li dijî mafê çarenivîsiya kurdan derket. Diyar kir ku kurdan temsîl nake.

Fûad Mehsûm li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê derdikeve. Ji bona vê serokê Kurdistanê û hikûmeta Kurdistanê tewanbar dike.

Li dij derketina referandûma Kurdistanê û encama wê derketin, li dij çarenivîsiya miletê kurd û dewletbûna Kurdistanê derketine.

Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm di Bas News wûsa dibêje:

“Fuad Mehsûm: Biryara referandûma Kurdistanê ne di cîh de bû!

BasNews – Serokkomarê Iraqê Fuad Mehsûm diyar kir ku biryara referandûmê ya Herêma Kurdistanê ne di cih de bû û berpirsiyariya vê biryara di stûyê Hewlêr û Bexdayê de ye.

Serokkomarê Iraqê Fuad Mehsûm di axaftina xwe ya li gel kanaleke Iraqê de anî ziman ku biryara referandûma li Herêma Kurdistanê ne di cih de bû û got, “Referandûma Kurdistanê ji bo ragihandina serxwebûnê ya Kurdistanê ne şêwazek di cih bû. Ji ber ku serxwebûn bi daxwaza kesekî nabe. Ev pirsgirêkeke bi rêveberiya navendê û welatên herêmê re têkildar e.”

Mehsûm biryara referandûmê wekî biryareke ne guncaw bi nav kir û got, berpirsyariya vê biryarê di stûyê hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Federal ya Iraqê de ye, ji ber ku ew di salên borî de ji bo çareserkirina nakokiyên siyasî negihîştin lihevkirinekê. 

Fuad Mehsûm herwisa herdu aliyên Hewlêr û Bexdayê tewanbar kir ku ew ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî cidî beşdarî guftûgoyan nebûne.” 

Fûad Mehsûm kî ye? Çima bû serokkomar?

Fûad Mehsûm, damezrênêr û endamê serokatiya Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK)  ye. Di nav YNKê de jî endamê “Xeta Pahn” e û gelek nêzikî Celal Talebanî bû.

Loma bû serokkomarê Kurdistanê. Wekî din ji bona ku bibe serokkomar taybetiyeke wî tune ye. Ew  bi piştgiriya PDKê û hemû partiyên Kurdistanê bû seokkomar.

Gorî makezagona Dewleta Federal divê ew bi taybnetî kurdan û kurdistaniyan temsîl bike û berjewendiya Kurdistan û kurdan biparêze. Hezar mixabin Fûad Mehsûm bi helwesta xwe ji ê yekê dûr e.

Demekê berê jî seredaniya Kerkukê kir. Kerkuk bajarê Kurdistanê ye. Bi taybetî jî îşgalbûna wê ew kiriye bajarekî birîndar. Hezar mixabin wî li Kerkukê erebî qise kir.

Wê demê jî min nivîsand ku ew helwesta serokkomarê Iraqê diyar dike ku ew kurdan û kurdistaniyan temsîl nake.

Helwesta Fûad Mehsum li dijî sîstema eederal e

Iraq dewleteke federal e. Federalbûna Iraqê encama referandûmê, bi îrade û dengên kurdan, ereban, kêmneteweyan hat pejirandin.

Di dewleteke federal de dema ku miletek bixwaze ku dewleta xwe ya serbixwe ava bike, ew xwediyê maf e. Kurd û Kurdisyaniyan jî di 25ê îlona 2017an de encama referandûmê biryar da, an jî qanûîn çêkir ku dewleta xwe ava bikin.

Mijara din ya girîng jî ew e ku her miletek xwediyê mafê çarenivîsiya xwe ye. Qedera xwe bi îradeya xwe tespît dike. Dewleta xwe ava dike. Li welatê xwe desthilatdar û sewrwer dibe.

Miletê kurd û kurdistaniyan jî, wek her miletekî ev mafê xwe bi kar anîne û îradeyas xwe ji bona dewleta Kurdistanê diyar kirine.

Serokkomarê Iraqê dema kul ki dij referandûma serxwebûna Kurdistanê derdikevê, li dijî mafê çarenivîsiya milketê kurd û Kurdistaniyan derdikeve.

Ev yêka mafê wî nîne.

Ev helwesta wî binpêkirina makezagona dewleta federal e.

Helwesta Fûad Mehsûm dijî kurdbûnê ye

Piştî Peymana Lozanê yanî sed sal e ku dewletên kolonyalîst ji bona tunekirina neteweya kurd û Kurdistanê xebat dikin. Ev ji bona neteweya kurd û Kurdistanê xeteriyeke mezin e.

Ev xeteriya di vê qonaxê de jî dom dike.

Piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê îşgalkirina Kerkukê û gelek bajerokên din, siyaseta tune kirina kurdan e. Loma jî, Ji bona ku kurd li Kerkukê nemînin jenosîdek didomîne.

Helwesta serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm ya ku li dijî referandûmê; erêkirina tunekirina kurdan û îşgala Kerkukê ye.

Helwesta Fûad Mehsûm dijî demokrasiyê û hiqûqa federal û mafên mirovî û miletan e

Ji bona sîstema federal pêk bê û sîstema federal bijî, demokrasî pêwîst e. Li Iraqê ji bona ku ereb ji demokrasiyê dûr in, sîstema federal di nav qrîzekê de ye. Ereb jî loma  dixwazin ku sîstema federal ji holê rakin.

Ji aliyê din de demokrasî, desthilatdariya gel e. Gel di demokrasiyê de bi îradeya xwe û bi dengdana xwe li ser jiyana xwe biryar dide. Desthilatdarî û serweriya xwe tespît dike û dimeşîne.

Referandum, dezgeha demokrasiyê ya pêştir e. Temsîla demokrasiya rasterast dike.

Loma jî kurdan bi referandûmê xwest ku qedera xwe jinûve tespît bikin. Di encama referandûmê de jî biryar hat dayin ku dewleta serbixwe ava bike.

Li dijî referandûmê derketin, li dijî demokrasiyê, li dijî hiqûqa federal, li dijî mafên mirovî û miletan e.

Lewma serokkomarê Iraqê bi helwesta xwe ya li dijî referandûmê diyar dike ku ew di hemandem de li dijî demokrasiya federal, hiqûqa federal, mafên mirovî û mafên miletann e. Dijî mafê miletê kurd e.

Fûad Mehsûmê piştgirê siyaseta nijadperest a dewleta Îraqê

Gelek aşkere ye ku Dewleta Iraqê û hevalbendên wê Dewleta Tirk û Îranê li dijî dewletbûna kurdan e. Loma jî li dijî referanbdûma serxwebûna Kurdistanê bûn. Piştî ku kurdistaniyan biryar dan ku dewleta Kurdistanê û dewleta xwe ava bikin; bi hev re êrişî Kurdistanê kirin. Kerkûk û gelek bajarokên din îşgal kirin.

Helwesta serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm, meşrûiyetê dide ev biryara dewletên kolonyalîst û îşgala Kerkukê.

Ji vê yekê xirabtir tiştek nabe.

Divê ku Fûad Mehsûm wek kurdekî û berpirsiyarekî kurdan û Kurdistaniyan helwesta xwe bi giştî ji çav derbas bike.

Helwesta Fûad ji grûba xiyanetê re jî piştgirî ye

Grûba Xiyanetê ya di nav YNKê de jî ji bona ku hevalbendên dewleta Iraq û Îranê bûn, li dij referandûma serxwebûna Kurdistanbê bûn; li dij dewleta Kurdistanê bûn, ji dewletên kolonyalîst re alîkarî kirin ku Kerkuk bi hêsanî bê îşgal kirin.

Helwesta Fûad Mehsûm ya dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê, ji Grûba Xiyanetê re jî piştgirî ye.

Lewma divê Fûad Mehsûm dev ji posta xwe berde

Kesekî xwediyê vê helwestê nikare ji dewleteke federal re serokkomarî bike. Nikare kurdan jî temsîl bike.

Lewma divê jî Fûad Mehsûm dev ji posta xwe bedre û li mala xwe rûne.

Amed, 23. 03. 2018

(ibrahı[email protected])