Gelo eyalet dê serxwebûnê daxwaz bikin, an nekin? Sîyaset dê derkeve derveyî senatoyê û meclîsê, an na?

Wek tê zanîn Amerîkayê, li hemberî sîstema sosyalîst pêşengiya sîstema kapîtalîst û rojavayê dikir. Yekîtiya Sovyetan jî, ji sîstema sosyalîst re pêşengî dikir.  Piştî şerê Cîhanî yê IIemîn di navbeyna herdu sîsteman de Şerekî Sar dest pê kir. Mirov dikare bibêje ku ev şer di navbeyna Amerîka û Rûsyayê de bû.

Ev şerê di navbeyna herdu sîstem û împaratoriyên emperyalîst de bi gelek awayiyan meşiya. Di encama wî şerî de Rûsya û sîstema sosyalîst têk çû. Amerîka û sîstema kapîtalîst serkeftî bû.

Li dinyayê lihevkirinek pêk hat ku sîstema sosyalîst ji bona demokrat nebû û ji azadiyên kesayetî û grubî re rêz nedigirt û xwediyê pazara azad nebû têk çû. Lê ji aliyê din de kêmasiyên sîstema kapîtalîst û bi taybetî jî sîstema Amerîkayê nehat dîtin. Heta dikarim bibêjim ku sîstema kapîtalîst û Sîstama Amerîkayê hat îdealîze kirin. Nehat rexne kirin. Ew sîstema ji bona pêşeroja mirovatiyê wek sîstema îdeal û herî baş hat diyar kirin.

Loma jî Amerîkayê kêmasiyê xwe nedît. Bi taybetî jî siyaseta xwe ya derve ji çav derbas nekir. Piştgiriya xwe ya derbayên leşkerî yên faşîst, rejîmên otorîter û totalîter qet ji çev derbas nekir.

Piştî Şerê Sar jî bi awayekî ew şaşiyên xwe yên emperyal domand. Li hûndirê mala xwe mêze nekir.

Gor baweriya min pirsgirêk kêmasiya sîstemê ya Amerîkayê di bin serokatiya Obama de bi gelek aliyan derket holê. Bi taybetî jî dema ku Trump û Clînton Xanim hatin hemberî hevûdu gelek aşkere pirsgirêke sîstema Amerîkayê derket holê.

Ev kêmasî bi taybetî di berendametiya Trump de derket holê. Wê demê diyar bû ku li Amerîkayê sîstemeke statuparêz û dewletçitî û kur heye. Loma jî serokdewletbûna Trump wek qewimandineke ji derveyî nîzamaheyî ya kur hat bi nav kirin.

Trump jî ew rastiya gelek aşkere diyar kir û anî ser zimên. Got ku “li Amerîkayê sîstemeke statuparêz û dewleta kur heye. Ew sîstema li ber mezinbûna Amerîkayê astengeyeke mezin e. Vê statuyê Amerîka paşve xistiye. Ev dewleta kur jî dixwaze li hemberî min kutete/darbe çê bike.”

Wek ceribandina Trump diyar kir, jî piştî ku Trump bû serokdewletê Amerîkayê ji derveyı statuyê tevgeriya. Gor xwe gelek biryar û qerarname derxistin. Li hûndir û li derve siyasete xweser meşand. Ji derveyî edete siyasî ya Amerîkayê li dijî partiya demokrat û demokratan şerekî dijwar birêve bir.  Aboriya Amerîkayê pêşxist. Jinûve avayiyên kevnere “reorganîze” kir.

Heta pandemiyê jî Trump wek serokdewlet gelek serkeftî dihat nîşan dan. Lê dema ku li hemberî pandemiyê siyaseteke şaş meşand, diyar dibû ku ew ber bi wendakirinê diçe. Trump beriya hilbijartinê 10-12 puan li pişt Biden dihat, lê dîsa jî roja hilbijartinê di navbeyna wan de kêm puan mabûn. Dîsa Trump bû favorî di hilbijatrtinê de.

Roja hilbijartinê jî, di despêkê de dengên Trump li pêş bûn. Dîsa gelek stratejîsyanên siyasî di wê baweriyê de bûn ku Trump dê serokî qezenç bike. Bi dengên posteyê rewş hat guhertin. Berê jî Trump li dijî bi posteyê dengdanê bû.

Beriya ku deng bên hilbijartin di derbarê hilbijartinê de minaqeşeyên mezin hatin rojevê. Trump îdia kir ku Demokratan dengên wî dizî ne.

Ev qewimandinan bi xwe re kêmasî û nexweşiya demokrasiya Amerîkayê û sîstema hilbijartinê derxist holê.

Derket holê ku gel rasterast serokdewlet hilnabijêre. “Koma Bijarte” serokkomar hildibijêrê. Eyalet bi awayekî demokratîk di hilbijartinê de nayên temsîl kirin. Gor sîstema hilbijartina Amerîkayê bi mîlyonan deng berhewa dibin. Beşek Emerîkî xwediyê maf nînin ku deng bi kar bînin..

Piştî roja hilbijartinê nekokî mezintir bû. Trump li hewmberî demokratan dest bi dijiyatiyeke xurt kir. Derket holê ku civata Amerîkayî, di nav xwe de dijmin û perçebûyî ye.

Vê rewşê her ku çû di nav civata Emerîkî de cûdayetî anî holê. Bi taybetî jî bi helwesta Trump li Emerıkayê ji derveyî siyaseta edetî ya rûniştî û statuparêz têkoşîneke siyasî derket holê. Trump bi her awayî ew şerê siyasî germ kir. Mezinên Komarî jî li hemberî Trump şaş û mat man.

Trump ew têkoşîna xwe duho (06.01.2021) bi xwepêşendanekê anî qonaxeke nû. Piştî xwepêşandanê, dema ku Serokdewletbûna Biden ji aliyê Senato û Meclîsê de bê erê kirin, hevalbendên Trump Senato dagir kirin.

Ew bûyera li Amerîkayê û li dinyayê înfîlake mezin derxist holê. Kesî nedipa ku li Amerîkayê ev yeka dê bibe.

Lê ez bi xwe ne di wê nêrînê de bûm. Her çiqas min tehmîn ne dikir ku senatoya bê dagirkirin, lê min digot ku Amerîka dê wek berê nebe. Li Amerîkayê terzeke/cûrek nû dê bê siyasetê. Rekabeta Komariyan û Demokratan dê gelek xûrt bibe.

Siyaset dê li Amerîkayê derkeve derveyî senatoyê û meclîsê. Dê di kolanan de jî bimeşe.

Ew dagirkirina senatoyê beşek siyasetvan û stratejîsyênan wek li dijî demokraiyê helwestek nîşan dan. Beşek kes jî gotin ku ev darbeyeke gel e.

Gor baweriya min vê bûyera kêmasiya demokrasiya Amerîkayê û bi taybetî jî krîza sîstemê derxist holê. Ev bûyera ji bona demokrasiyê dikare bibe derfeteke xêrê.

Ez di wê baweriyê de me ku ev nekokî û dijiyatiya siyasî û bûyer dê di pêşeroj de jî biqewiminin.

Dur nîne ku ev qewimandinan Komariyan jî parçe bike. Tevger û partiyeke seyemîn di bin serokatiya Trump de derkeve holê.

Ev tevger û diyasetê de terza nû bi xwe re ji bona Amerîkayê xeteriya parçebûnê jî dikare bîne holê.

Tê zanîn ku çend eyalet dixwazin ku ji Amerîkayê veqetin û dewletên xwe ava bikin.

Ez di wê baweriyê de me ku ew eyalatan piştî ku derket holê ku Sîstema Amerîkayê kêm demokrat û her kesî temsîl nake, wê demê daxwaz eyaletan ya dewletbûnê dikare xûrt bibe. Tereftar qezenç bike.

Divê dinya xwe ji vê yekê re jî amade bike.

Diyabekîr, 08. 01. 2021

(ibrahimguclu21@gmail.)