Hîç şik tune ye ku nexweşiya koronayê li serê hemû neteweyan û mirovatiyê belayeke mezin e. Li welatê Kurdistanê û li serê neteweya me felaketeke mezintir e. Loma jî em her roj dost û heval û miroveyên xwe yên nêzik, kudperweran, mirov û jinên doza Kurd û Kurdistanê wenda dikin.

Lê felakete welatê me û neteweya me naşibe welatê din û neteweyên din. Welat û neteweyên din xwediyê dewlet in, pirsgirêka wan ya dagirkerî, kolonînbûnê tune ye. Dewletên wan, bi  welat û  neteweya û gelên xwe re eleqeder dibin. Em kurd,  Başûrê Kurdistanê (Herêma Federe ya Kurdistanê) bi awayekî ne di nav de, em kurdên hemû beşên din bêserîûber in. Otoriteyeke tenduristî ya em pê bawer bikin, gorî pîvan û konsepta wê tevbigerin tune ye. Em girêdayî gelek dewlet û otoriteyan  e. Baweriya me jî bi wana dewletan û otoriteyê tenduristî nayê. Loma jî em kurd di nav sergêjiyekê de nî. Heta gelek deman encama reaksîyonên bê kontrol em zirarê didin xwe. Em dibêjin, “em neteweyekî wusa nî ku Korona bi me dê çi bike? An jî tiştekî bike ne girîng e. Emê rojek nêziktir bimirin, ji ew rewşa em têda xelas dibin.

Heta derdên me din yên milî û civakî dibin sedem ku em nexweşiya koronoyê nînin bîra xwe.

Di van rojan de ji aliyekî dv nexweşiya koronayê û ji aliyê din tehdîta li ser Dewleta Federe ya Kurdistanê ji bona me du pirsgirêkên girîng in. Lê di van du pirsan de ji bona hemû kurdên dinyayê û kurdên hemû beşên Kurdistanê pirsgirêke Dewleta Federe ya Kurdistanê girîngtir e. Her tiştek bi kurdan dayê bîra kirin. Lewra mal û hêlîna 50 mîlyon kurd li ber şewitandin û rûxandinê de ye. Ev yeka jî xewa hemû kurdan direvîne. Kurd bi vê tirsê radizên û bi vê tirsê radibin.

Pirsgirêke Dewleta Federe ya Kurdistanê, gelek hêz û bi taybetî jî PKKê  bi tîfaqkarên xwe û bi piştgiriya Dewletên kolonyalîst êrîşî Dewleta Federe ya Kurdistanê dikin. Dixwazin dewleta kurdan xirab bikin.

Her kurdek jî ji bona ev pirsa çarser bibe, di n av lêgerînekê de ne. Her kurdek, her kurdperwerek, her partî û rêxistineke Kurdistanê, siyasetvan, nivîskar û rewşenbîrên Kurdistanê bîrûreyên xwe, pêşniayarên xwe diyar dikin.

Nêrîn û pêşniyarên Dr. Îsmaîl Beşîkçî

 Her kurdek Dr. îsmamîl Beşıkçî ji nêzik ve nas dike û rola wî di pirsa kurd û Kurdistanê de, xebat û keda wî ya ji bona Kurd û Kurdistanê baş dizane. Dinya jî wî wek kurdolagekî bi nav dike û nas dike. Ew kesekî bi navûdeng e. Wî qasî û heta zêdetir kurdekî ji bona pirsa Kurd û Kurdistanê di zîndanê û hepisê de maye. Di dadgehan de jî her demê pirsa kurd û Kurdistanê û baweriyên xwe parastiye.

Ew wek kurdologekî ne, gelek deman wek aktifîstekî Kurd û Kurdistanê helwest nîşan dide.

Wı di pirsa Dewleta Federe ya Kurdistanê û xeterî û êrîşa PKKê li hemberî Dewleta Federe ya Kurdistanê nêrînên, xwe di van rojên dawî de jî diyar kir. Pêşniyarên xwe jî bi zelalî anîn ser zimên.

Dr. Îsmaîl Beşîkçî bi navê   “Hevkarîya PKK û Heşda Şe’bî li Herêma Kurdistanê” nivîsandd got ku:  “Şingal herêma kurdan e. Heta nîva salên 1970yan li Şingalê yek malbatek ereb tune ye. Sedam Huseyin, bo Şingalê bi ereb ke, sala 1975 û piştî wê dest bicihkirina malbatên ereb li virê kiriye. Îro jî PKK/KCK hewl dide bo Şingalê ji Kurdistanê dûr bixe, bo vê jî bi Heşda Şe’bî ra di nava ortaxî, hevkarî da ye, li Şingalê. Îro li Şingalê PKK/KCK bûye parêzvanê berjewendiyên Îranê.

“Rêveberîya Herêma Kürdistanê qadeke ku li cadeyan, li kolanan, li aşxaneyan, li kafeyan, li otêlan, li dibistan-universiteyê, li sûk- bazarê, li mizgeftê, li mescîdê, li parlamentoyê-li wezaretê, li beledîyê, li artêşê, li cem polîsan… li her derê dengê kurdan olan dide. Qadek e ku hatîye rizgarkirin. Li her cihî hewaya kurd/Kurdistanê tê sendin. Ji nêzîk ve tê zanîn ku bo bidestxistina van destkeftan jî bedelên pir giran hatine dayîn. Divê bi baldarî statuya Herêma Kurdistanê bê parastin. Hewldana hilweşandina vê statuyê, ancax karê hêzên dijî kurd, dijî Kurdistanê ye.”

Beşek  nivîsa Beşîkçî bê analîz kirin, diyar dibe ku  bes nêrîn û analîzên xwe pêşkêş nekiriye. Pêşniyarên xwe jî rêz kirine. Gotiye  ku:

  • Divê PKK/KCK ji bo nasîna serwerîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê dawet kirin.
  • Ger nas neke divê herêmê terk bike.
  • Ger terk neke divê bi sepandina mueyîdeyên îdarî û cezayî ra rû bi rû bimîne.”

Helwesta min li hemberî pêşniyarên Dr. Îsmaîl Beşîkçî…

Ev helwesta Dr. îsmaîl BeşÎkçî gorî baweriya min xwediyê kêmasî be jî, helwesta rêzdariyê ye û zelal e.

Kêmasiya Dr îsmaîl Belşîkçı ew e ku ew dibêja em carek din, serwerî û desthilatdariya Dewleta Federe ya Kurdistanê bînin bîra PKKê, pişt re ji bona terkirina PKKê bila biryar bê dayin.

Ez û gelek kurdpewer, 400 kurdên nivîskar, ronakbîr, rojnamevan, hiqûqzane, jin û merên karmend, siyasetvan dibêjin ku êdî mesele ji merhela balkişandinê derbas bûye. Lewra 30 sale ku bala PKKê tê kişandin. Lê PKKê her demê êrîşên xwe zêde dike. Encama van êrîşan  bûye sedem ku bi hezaran pêşmerge şehîd bibin.

Ew pêşniyara balkişandinê, niyeta însanî ya baş û kurdewarî ye. Lê PKKê her dem vê niyeta baş îstîsmar dike. Zirarê dide Dewleta Federe ya Kurdistanê. Nûha jî mijar hatiye wê qonaxeyê ku PKKê dixwaze Dewleta Federe ya Kurdistanê jiholê rake.

Loma ez dibêjim ku pirsgirêk di xala duyemîn û seyemîn de ye. Ez di wê  baweriyê de me ku PKKê xala duyemîn jî cîbicî nake.  Dewleta Federe ya Kurdistanê jî terk nake.

PKKê xwe ji şer re amade dike.

Divê Dewleta Ffedere ya Kurdistanê jî xwe bi her awayî ji şerê PKKê û tîfaqkarên wê û palpiştê wan dewletên kolonyalîst re xwe amade bikin.

Beşîkçî dema ji Pkkê re alîkarî kir xwe kuştibû, nûha ji nû ve rabû ser piyan 

PKKê bi riya Yeko Adil di “Ozgur Polîtîka”yê de êrîşî civaknas û kurdolog Îsmaîl Beşîkçî kir. Beşîkçî tewanbar kir. Lê di nasnameya Dr. Îsmaîl Beşîkçî de êrîşî hemû rewşenbîr û siyasetvanên li dij PKKê kir. Got ku: “Beşikçî xwe kuşt!

Pişt re jî derew û bê hirmetiya xwe rêz dike. Rastiyanberevajî dike.

Ew jî baş dizane ku PKKê projeya Dewleta Kenmalîst ya Tirk e. Lê ew dixwaze ku Dewleta Federe ya Kurdistanê hevalbendê Dewleta Tirk nîşan bide.

Ew eleqeya PKKê ya qirêj a Dewleta Îranê, Haşdî Şabî, Dewleta Federal ya Iraqê vedişêre. Ew şerfiroşiya xwe binperde dike, Dr. îsmaîl Beşîkçî wek şerfiroş îlan dike.

 Ev kesa ji derew û terorîzm û xirabiyên PKKê ji bona berevajî bike, dinyayê jî dike şahîdên derewîn. PKKê bi xwe dibêje kum in çekên Haşdî Şabî li xwe kiriye, ez bûme xûlamê wan.

Nivîskarê xûlam ev nerûnên ji aliyê Dr. îsmaîl Beşîkçî de hatiye ser zimên derewîn derdixe.

Em li derew û sextekariya nivîskarên derewîn binêrin:

“ Lê hind kes jî ku Îsmaîl Beşîkçî jî di nav wan de ye, bi daxuyanî û kirinên xwe rasterast xwe dikujin. Ew daxuyanî ji bo kesekî ku hinde êş kişandiye, di zindanan de maye û beşek girîng ji temenê xwe di riya têkoşîna zanistê de feda kiriye, şerm û xebînet e.

“Li pêş çavên cîhanê hemûyî diyar e ku li Başûr kî êrişê dibe ser kê û kê dewleta Tirk a dagirker li gel hêzên wê yên sîxurî, leşkerî û aborî biriye li ser axa Kurdan bi cih kiriye. Dîsa diyar û eşkere ye ku ew desthilata ku di hevkariya dijminan de xwe bi sînor nake ji salên notî ve çi bi serê Kurdan aniye û tîne. Her wisa di dîrokê de jî li dijî Kurdên Rojhilat, Bakur û Rojava çi sosretî û komkujî kirine, ew jî baş tê zanîn. Lê li gel van rastiyan hemûyan jî û li gel zelaliya êrişên dawî yên li ser qada şervanên azadiyê Beşîkçî dikare mîna hind noker û xwefiroşan êrişê Tevgera Azadiyê bike û bi wê jî nasekine. Beşîkçî di nivîsa xwe ya dawî de rasterast PKK´ê bi hevkariya hêzên weke Heşdî Şabî re tawanbar dike û dibêje, heger PKK desthilata Başûr nas nake û ji wê derê venekişe, divê desthelata Başûr li dijî PKK´ê şerî bide destpêkirin.

“Ev ji bo kesekî ku bi îdîaya zanist û zanyariyê radibe şermek e mezin e. Diviyabû Beşîkçî weke Tirkekî dostê Kurdan di vê babetê de bê alî û ji bo avakirina aştiyeke navxweyî bixebitiya. Diviyabû Beşîkçî berdevkiya KDP´ê û ti hêzên siyasî yên Kurdan jî nekira. Diviyabû Beşîkçî weke kesayetiyekî pêbawer ji bo hemû Kurdan li cihekî taybetî bisekiniya. Lê mixabin nivîsa wî ji cewherê ve li dijî şoreşê ye û weke belavoka PARASTIN û MÎT´ê encam dide.”

Nivîskarên xûlam di dawî de dibêje ku: “Mixabin Beşîkçî bi daxuyaniya dawî, ket xizmeta şerî û ji aliyê manewiyatê ve xwe kuşt. Ev şer jî tenê bi kêrî dijminan tê.“

Beşîkçî xwe nekuşt, wek kesekî bi wîjdan û kurdolog û kurd-Kurdistanhez li hemberî xirabiya PKKê helwest nîşan da.

Dema ku Dr. îsmaîl Beşîkçî ji PKKê re piştgir bû, ew li ser serên hevalbendên PKKê bû. Lewra wê demê bi hezaran ciwan ji PKKê re dabû qezenç kirin. Gor beweriya min wê demê Beşîkçî xwe kuştibû. Lê piştî demekê dema dît ku eleqeya PKKê Bİ Kurd û Kurdistanê tune ye, ji nûve  vegeriya rastiya xwe. Ji Kurd û Kurdistanê, ji rêxistinên Kurdistanê re xwedî derket.

Diyarbekîr, 25 Aralık 2020

([email protected])

Bersiv bide

Ji kerema xwe re şiroveya xwe binivsîne
Ji kerema xwe re navê xwe binivsîne

*