xoceye-xasiDi nava her gelî da însanên zana û hêja hene. Ewan însanan li gora der û dor, mercên wan yên jiyanê têne naskirin. Yek ji wan însanên hêja ku di herêma me da gihaye, Seydayê XASÎ (Mele Ehmedê XASÎ) ye. Di nava gel da, bi navê Xoceyê XASÎ tête naskirin.

Xoceyê XASÎ, di sala 1867-68an de li gundê Hezanê ji dayik bûye. Hezan evro bûye nehiye û bi girêdayê Licî ye. Navê bavê wî Mele Hesen e. Xoceyê XASÎ li cem bavê xwe dest bi xwendinê kiriye. Piştî wî ra hem feqîtî kirîye û hem jî xwendina xwe ya medresê berdewam kirîye. Xwendina xwe ya dawî jî, di Diyarbekirê da temam kir û îcazeta xwe ji miftiye Diyarbekirê, Hecî Îbrahîm Efendî girtiye. Demekî di Licî da miftîtî kiriye.

Xoceyê XASÎ di sala 1909ê da ji Diyarbekirê hatiye nefîkirin; wî şandine Rodosê. Dibêjin dema ku li Rodosê di bin çavan da bûye, namekî ji sermiyanên Dewleta Osmaniyan ra şandiye û tê de jî weha gotiye: “Eger meriv kevokekî pê bigre, divê yan serjê bike yan xweyî bike yan jî wî serbest berde.” Piştî vê name û têlgirafê, serbest tête berdan. Li pey serbestbûnê tê Diyarbekirê.

Xoceyê XASÎ di 18/02/1951ê da çûye rehmeta xwedê.

Xoceyê XASÎ merivekî şair, edîb û nûktezan e. Bi kurmancî, dimilî, arabî û tirki şiîrên wî hene. Eger pêşta bi dest me kevin, emê wan biweşînin.

Xoceyê XASÎ her cara ku bihata bajarê Diyarbekirê, wî û Ziya GÖKALP hev didîtin û bi hev ra gengeşî dikirin. Gengeşiyên wan, pirr bi tund derbas dibûn.

Ji bo ku di nava malê da zarokê lawîn yê mezin ez bûm, bavê min ji min ra her gav vê şîretê dikir: Dema ku keysa te hebe, tu van merivan ziyaret bike, li gotinên wan gohdar be, temaşa tevgerên wan bike. Ji wan merivan hinekî ew in: Mele Seîdê KURDÎ (Nursi-Bediuzzeman), Seydayê Mele Hûseynê KÛÇÛK (Farqîn), Seydayê Hecî FETEH(Hezro) Seydayê Mele Seîdê CİMZERQÎ (Sêrt), Xoceyê XASÎ (Mele Ehmede XASÎ) û hinekên dî.

Ji van Seydayan Seydayê Hecî FETEH û Seydayê Mele Seîdê CİMZERQÎ, min di medresê wan da ji wan ders girtiye. Di vê nivîsarê da, em dê ji qabilyet û zekaya Xoceyê XASÎ çend nûktete (misal) bidin. Dema ku min Xoceyê XASÎ dît, ew li dora nod salî bû.

Ji wan nûkteyan yekemîn; Xoceyê XASÎ, hinkî Mele û zadeganê Şêx û began di nava bexçê da bi setrancê dileyzin. Dema ku ezana nîvroyê dixweyne bi hev ra radibin diçin mizgeftê, setranca xwe di cî da dihêlin. Piştî ku nimêj dikin, têne ku leyztika xwe bidomînin; dinêrin ku berikên wan yên setrencê tev belav bûne, herhev dikin, dinêrin ku berikekî kêm e. Li wî der û dorê digerin wê berika kêm nabînin. Xoceyê XASÎ li piştî wan çend deqe dereng tê ji wî ra dibêjin: Xoce berikekî me nexûya ye. Xoceyê XASÎ hinek difikre û berê xwe dide nava zeviyê, diçe ber deviya nêzîkê wan, radihêle kevirê tîne. Wan însanên li wê derê li hev dinêrin. dibêjin: Xoce ev çi bû? Xoceyê XASÎ dibêje: “Beriya nimêjê ku em li vir dileyiztin, karikekî li vir bû. Piştî ku em çûn karik hatiye binê darê, ji ber ku xweydan şor e, me wan keviran bi destê xwe yê xweydan girtibûn, ji ber vê yekê kevir şor bûne, karikê yek ji wan keviran girtiye devê xwe û ber bi deviyê çûye. Piştê ku gihaye ber deviyê, li wê derê hêşinayî hebûye û wê jî dev avêtiye hêşinayîyê, kevir ji devê wê ketiye nava deviyê.”

Dido; Seydayê min Mele ZAHIT (Birayê seydayê min Hecî FETEH), digot: li Hezanê ez rojekî çûm “Gola Fatê’ desmêj girt, ez zivirîm. Piştî ku ez hatim gund min nihêrî, kilîta min ne di pişt min da ye. Ez li ser şopa xwe çûm geryam, min kilîta xwe nedît, moralê min nexweş bû, … Di wê navê da Xoceyê XASÎ hat, qey dît ku moralê min ne lihev e, ji min pirs kir got: “Xêr e?” Min gote wî: “Kilîta min wenda bûye, ez li ser şopa xwe çûm dîsa jî min nedît, Xoceyê XASÎ dibêje kilîta te li kû bû? Min got: “Di ber pişta min da bû.” Xoceyê XASÎ qet deng nekir û çû. Demekî (qesê seetekî) derbas bû, min dît Xoce hat destê xwe dirêjê min kir û got: “Ha ji te ra kilîta te”. Min got wî: “Xoce te kilîtê ji kû anî? Ez hingî lê geryam min nedît. Xoce got: “Ez çûm Gola Fatê (ew ciyê ku Mele Zahit tê da desmêj girtiye) û min got; eger ez Mele Zahit bim, ez dê li vir weha, weha, … desmêj bigrim, nimêj bikim û bikevim rê werime gund. Ez hatim, bi rê da min got; eger ez Mele Zahit bim, ez dê li ser vî kevirê bîna xwe bidim û çixarekî bikşînim. Kilîta min di ber pişta min da ye, dema ku ez rûniştim girêdana piştê sist bû, kilît ji ber pişta min şiqitî xwarê û ez lê hayî nebûm . … Bi vî hawayê min kilîta te li ber filan zinarî dît. De bêje, tu li ser wî zinarî rûniştî? Te cixare nekişand? Belê Xoce rast e.

Yê seyemîn; Xoceyê XASÎ, vî yekî îdraq dikir ku hîmê jiyana civakî (sosyal) malbat e. Ji ber vê hawayê, Xoce tu car nedihişt ku malbatekî jihev bikeve. Di herêmên Zirk û Silîvan de heta Têrkan û Pasûrê jî meseleyên jinberdanê bi ser Xoceyê XASÎ de dihatin şiyandin. Xoceyê XASÎ jî wekî me got; ji ber ku ne dixwest malbatekî jihev bikeve, fetwayê wan dinivisand û digot: “Herin mala xwe, lewra hun ji hev nehatine berdan.” Hinkî meleyan, ji bo ku ew jî ji xwe ra payekî bigrin, rexne li Xoceyê XASÎ digirtin. Lêbelê rexneyên wan û xirabiyên wan bi wan diman ..

Ye çaremîn; demekî li Licê miftî bûye, ji nişka ve îstifa dike. Der û dorên wî jê dipirsin dibêjin: Xoce, ev miftîtî bi destê her kesî nakeve, ji bo çi te berda?” Xoce di bersiva wan de dibêje: “Qasê ku ez ker û werîsekî bistînim pereyê min çêbûne, min divê ez keda destê xwe bixûm ne keda xwendina xwe.”

Xoceyê XASÎ wek hinkiyan karê xwe bi xelkê nedida kirin. Karê rez, bexçe û hwd. Wî bi destê xwe dikir. Diçû çiya êzingan dianiyan, barê xwe ji qotîla dadigirt û tu keskî nedîtîye ku Xoceyê XASÎ gulîkî dara tern jêkirî ye.