Memduh Selîm, di dawîya sala 1887an de li Wanê ji dayik bûye. Kurê Cemîl Beg e, wî, li Wanê dest bi xwendina xwe ya seretayî kirîye û paşê “li Îstenbulê Mekteb-î Mulkîye xwendîye. Memduh Selîm Begî, kadroyekî herî çalak û navdarê tevgera rewşenbîrî û sîyasî ya Kurdistanê ye ji destpêkê ta nîvê sedsala 20an.

Xebata wî ya di nav rêxistinên kurdan de, li Îstenbulê di nav rêzên Cemîyeta Hêvî (Komela Hêvî) de dest pê kirîye. Komela Hêvî ya Xwendekarên Kurd, di 27ê Temûza 1328an (9ê Tebaxa 1912an) de li Îstenbulê hatîye damezrandin û Emer Cemîl Paşa heta kongreyê muweqeten ji bo sekreterîya Komela Hêvî hatîye wezîfedarkirin.

Cemîyeta Hêvî, piştî damezrandinê, di çarçoveya armanca komelê de dest bi weşandina kovara Rojî Kurd dike. Rojî Kurd, ji mehê carekî bi zimanê kurdî-turkî hatîye weşandin û li ser hev çar jimar hatine çapkirin û belavkirin. Piştî çapkirina çar jimaran, weşana Rojî Kurd ji alîyê desthilatdarîya sîaysî ya wê demê ve hatîye rawestandin. Piştî rawestandina weşana Rojî Kurd, li şûna wê, bi navê Hetawî Kurd, kovareke nû hatîye weşandin. Di vê demê de, katibê umûmî yê “Cemîyeta Hêvî ya Feqehên Kurd” Memduh Selîm Beg e û herweha ew di nav lijneya nivîskaran de ye. Di berîya destpêka Şerê Giştî yê Cîhanê de, Memduh Selîm li ser rewş û zixtên wê demê weha dibêje: “Hemû ciwanên di nav Cemîyeta Hêvî de, ji ber lihevanîna sebebekî mehkeme kirine. … mesûlê cemîyetê dane mehkema Dîwana Herbê, bi mehan di hepisxaneyê de perîşan kirine.”

Piştî xelasbûna Şerê Giştî yê Cîhanê, bi serokatîya Seyîd Abdulqadirê Nehrî, Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK) hatîye damezrandin. Memdûh Selîm Begî, yek ji endamê çalak û rêvebirê cemîyetê bû. Bi girêdayî CTKê kovara Jîn hatîye çapkirin, mesûlê kovarê Hemzeyê Muksî bû û ew jî yek ji rêvebir û nivîskarê kovarê bû. 20 jimarên kovara Jîn (Jimara 20an: 4ê Hezîrana 1335an/4ê Hezîrana 1919an), di bin berpirsyarîya Hemzeyê Muksî de hatine çapkirin û jimara 21 û ji wê pê ve jî (jimara 21an: 18 Hezîrana 1335an/18ê Hezîrana 1919) Memduh Selîm Beg bûye berpirsyarê kovarê. Li gor agahîya me ya îro, 36 jimarên kovara Jîn hatine çapkirin. Dema ku CTKê parçe bûye, wî, ligel koma serxwebûnxwaz kar kirîye û tevlî Cemîyeta Teşkîlatê Îctimaîye ya Kurd bûye. Herweha ew bi tevî Necmeddîn Huseynî, Kemal Fewzî û Babanzade Ezîz Beg û yên din damezrêner û rêvebirê Partîya Demokrata Kurd û Partîya Milleta Kurd bû. Wekî gelek rewşenbîr û sîyasetmedarên kurd ew jî mecbûr ma ku sala 1922yê terka Îstenbolê bike û biçe Qahîreya paytexta Misrê û ji wir ve jî derbasê Libnan û Sûriyeyê dibe.

Ji têkçûna tevgera neteweyî ya sala 1925an şûn ve, gelek Kurdên rewşenbîr û kadroyên sîyasî yên ku derbasê dewletên Awrûpî, Misir, Iraq, Surîye û Beyrûdê bûn, xebata xwe ya rewşenbîrî û sîyasî li wê derê dewam kirin. Ji vana yek jî Memduh Selîm Beg bû. Bi hewldan û serkêşîya Memduh Selîm Begî, ji bo piştgirîya berdewamî ya grubên şoreşger ên tevgera rizgarîya Kurdistanê, pêdivîya ji nû ve rêxistinbûnê hatîye rojevê. Di encama vê nêrîn û lêgerînê de, bi gelek grubên sîyasî yên kurd û şexsîyetên sîyasî yên hundir û dervayê Kurdistanê re têkilî û hevdîtin çêbûne. Herweha bi hin gurubên mixalif ên Ermen re jî têkilî û hevdîtinên piştevanîyê hatine kirin.

Di dawîya vê xebatê de, di roja 5ê Cotmeha (Çirîya Pêşîn) 1927an da li Beyrûdê bi beşdarbûna panzdeh kesan, bi navê Xoybûnê rêxistineke nû hatîye damezrandin û Celadet Bedirxan jî wek serokê pêşî yê vê rêxistinê hatîye hilbijartin. Rêxistina Xoybûnê, bi yekgirtina çend grubên sîyasî yên wê demê pêk hatibû. Hereketa Agirî bi rêvebirîya sîyasî ya Xoybûnê hatîye pêkanîn û Memduh Selîm Beg bi nasnava “Îskender” di vê pêvajoyê de wezîfeyên girîng hildaye ser milê xwe. Di vê hengameyê de Xoybûnê, di derbarê rewşa miletê Kurd de ji bo raya giştî ya hundir û derva gelek beyanname çapkirine û belavkirine. Piştî ku hereketa Agirî bi ser neket, Memduh Selîm bi giranî xebatên rewşenbîrî re mijûl bûye û demeke dirêj di Lîseya Antaqyayê de mamosteyî kirîye.

Memduh Selîm Begî; bi zimanê kurdî, erebî, fransizî û ermenî zanîbû. Di kovarên Jîn, Kurdistan û Dîyarîyî Kurdistan de bi navê Memduh Selîm, Memduh Selîm Begî, Kurd Wanî 14 meqaleyên wî hatine belavkirin. Ew ne tenê nivîskar bû, jîyana xwe jî bexşê têkoşîna rêxistinbûn û serxwebûna Kurdistanê kiribû. Lewma dibêje: “Hîç neteweyek nekare hêvî û daxwazên xwe yên pêşkevtinê bi bê rêxistinê û hîç rêxistinek nekare bi bê netewe bernameya xwe pêk bîne.”

Piştî têkoşîneke nîv esrî, salên dawî yên jîyana wî di nav problemên nexweşî û tengasî de derbas bûne. Wî di roja 27ê Tîrmeha 1976an de li Şamê koça dawî kirîye.

Memduh Selîm dema ku di Lîseya Antaqyayê de mamoste bû, ji şagirtên wî yek jî Cemîl Merîç bû, ew di nivîseke xwe de li ser wî weha dibêje: Memdûh Selîm; Ji Mekteba Mulkîyeyê mezûn bûbû, ew mekteblîyekî Awrupayî yê Meşrutîyeta Duyem bû, ji rahleyê tedrîsata Abdullah Cevdet derbas bûbû. Ew merivekî metîn, çetîn û ji pêdivîyê zêdetir ciddî bû.[1]

Ev xebata ber destê we; çîroka têkoşîn û jîyana rewşenbîr û sîyasetmedarekî Kurdê sedsala 20an e, helqeyek nû ye ji rêzepirtûkên bîyografya navdarên Kurd ku nêzîkê diwazdeh sal in li ser dixebitim.


[1] Memduh Selim Antakya’da öğretmenlik yaparken, öğrencilerinden bir olan Cemil Meriç onun hakkında şu satırları yazmıştır: Memduh Selim; Mülkiyeden Mezun, İkinci Meşrutiyet’in Avrupalılaşmış bir mekteplisiydi, Abdullah Cevdet’in rahle-yi tedrisinden geçmişti.  Metin, çetin ve lüzumundan fazla ciddi bir adam.