Di vê xebatê de em dê li ser ergatîviya ku di her du mesnewiyên Xanî ên bi navê Mem û Zîn û Nûbihara Biçûkan bisekinin bi awayekî akademîk û li gorî gramer û hevoksaziya di Kurdî ya Kurmancî de wan îzah bikin û aliyên wan ên ergatîvî derxin holê. Ergatîvî xusûsiyeteke zimanan e ku di hinek zimanan de heye. Ev xusûsiyet di Kurdî de tenê di demên borî (dema boriya diyar, dema boriya nediyar, çîrokiya dema borî, çîrokiya dema niha û çîrokiya dema bê) de di hevokên gerguhêz de derdikeve pêşberî me. Ji ber vê yekê zimanzanên Kurdî, Kurdî wekî zimanekî nîv-ergatîvî tesnîf dikin. Wekî ku tê zanîn Mem û Zîn’a Ehmedê Xanî yekem mesnewiya edebiyata Kurdî ye. Vê mesnewiyê bi qedrê xwe ve pêşî ji muellifê xwe standiye û ji bo Kurdan û edebiyata Kurdî berhemek giranbuha ye. Em bi vê xebatê li ser vê mesnewiyê bisekinin û aliyê wê ê ergatîvî îzah û şîrove bikin. Digel vê em dê mesnewiya Xanî a duyem Nûbihara Biçûkan jî ji aliyê heman rewşê ve binirxînin.

Peyvên Sereke: Mem û Zîn, Nûbihara Biçûkan, Ergatîvî

  1. Ergatîvî û Pênaseya Ergatîvîyê

Zimanzan di serî de heta niha di tesnîfkirina zimanan de li gorî hin taybetmendiyên zimanan, zimanan tesnîf dikin. Di tesnîfkirinê de taybetiya zimanan a akuzatîf (nomînafîf) ergatîf (absolutîf) ji bo zimanzanan hêmanên girîng in. Lewra gelek caran li gorî van taybetiyan ziman ji hev tên cuda kirin.

Ev her du hêman ango akuzatîfî û ergatîvî di hevoksaziya (sentax) Kurdî de hene. Taybetiyek zimanê Kurdî a girîng jî ergatîvbûna wî ye. Hevokên bi lêkerên gerguhêz hatîn saz kirin, ji hevokên bi lêkerên negerguhêz hatîn saz kirin cuda ne (Enstîtuya Kurdî, 1992: 10). Pêveber di dema fireh, dema bê, dema niha û di demên boriyên negerguhêz de dimîne di bin bandora kirdeyê de lê di demên borî (dema boriya diyar, dema boriya nediyar, çîrokiya dema niha û çîrokiya dema bê) yên hevokên gerguhêz de pêveber dimîne di bin bandora bireserê de. Di zimanên akuzatîfî de, kirdeya lêkera negerguhêz û kirdeya lêkera gerguhêz her wextî di rewşa xwerû de ne, lê di zimanên ergatîvî de, kirdeya lêkera negerguhêz xwerû, kirdeya lêkera gerguhêz di rewşa tewandî de ne (Lezgin 84 (nql: Polinsky). Mînakên hevokên akuzatîf û ergatîf:

Ez te dibînim.

Min tu dîtî.

Hevoka ewilîn hevokek akuzatîf e pêvebera/lêker hevoka akuzatîf maye di bin bandora kirdeyê de. Herçendî di hevokê de bireser hebe jî ji ber ku dema hevokê ne dema boriye bireserê tu bandor li ser hevokê çênekiriye. Lê di hevoka duyemîn de pêveber ango lêker maye di bin bandora bireserê de lewra dem dema boriya gerguhêz e. Yekjimarî û pirjimariya biresera hevoka gerguhêz ango hevoka ergatîvî li gorî pêveberê diyar dibe, pêveber qertafên yekjimarî û pirjimariyê digire. Çend mînak:

Min ew kuşt.

Min ew kuştin.

Di hevoka yekemîn de kesek tenê ji aliyê kirdeyê ve hatiye kuştin û pêveberê ji ber yekjimariya bireserê tu qertaf ne standine lê di hevoka duyemîn de ji aliyê kirdeyê ve çend kes hatine kuştin û ji ber pirjimariya bireserê pêveberê qertafên pirjimariyê standine. Di dema niha, dema fireh û dema bê de pêveber qertafan nastîne ji dêvla wê bireser qertafên yekjimarî û pirjimariyê distîne.

Ez sêvê dixwim

Ez her roj sêvan dixwim.

Ez dê gulan bêhn bikim.

Di kêşana deman a di lêkerên gerguhêz de pêveber, bi berevajiyê Tirkî ne li gorî kirdeyê li gorî bireserê qertafan distîne; ji ber vê Kurdî zimanekî bi ergatîv e (Bulbul 13).

  1. Di Mem û Zîn û Nûbihara Biçûkan a Ehmedê Xanî de Ergatîvî

 Di mijara ergatîvê de bikaranîna derveyê standardizasyonê bi gelemperî li hêrema Serhed’ê tê dîtin lê ev yek ne tenê bi Serhedê ve girêdayî ye lewra ev bikarînan li Elih, Sêrt, Amed, Mêrdîn û hwd. tê bikar anîn. Herêma Şirnex û Colemêrgê ergatîva di Kurdî de li gorî standardîzasyona Kurdî bikar tînin. Herwiha ev mijar ketiye nava klasîkên Kurdî jî loma şairên ji van herêman ergatîva derveyî standardîzasyonê bikar tînin. Gava em li helbestên şairên wekî Melayê Cizîrî, Seyid Qedriyê Cizîrî, Eliyê Findikî û kesên wekî Perto Begê Hekarî ên ji herêma Şirnex û Colemêrgê dinêrin em bikaranînek dervyî standardîzasyonê nabînin. Lê di helbestên şairên herêmên din ên me li jorî dayîn de em bikaranînek derveyî vê yekê dibînin. Mesela ev yek ji mesnewiyên şairên din jî eyan e. Selîmiyê Hîzanî yê ku xwediyê mesnewiya Yûsuf û Zuleyxa’yê ji herêma Bidlîsê ye û ji navçeya wê ya bi navê Hîzanê ye. Em dikarin ji bo mînak ji Hîzanî beytek wiha bidin ku biergatîvî:

Paşî wehereng bi vê mealê

Mehbûs kir û min ewî di çalê. (Geverî 414)

Di vir de di risteya duyemîn de ergatîvî heye. Di vê risteyê de mehbûs kir pêveber, min kirde, di çalê cihnîşan û ewî jî bireser e. Lêker ango pêveber gerguhêz e loma bireser standiye. Kirde tewandî ye bireser jî tewandî ye lewra ji “ewî” qesd “wî” ye û cînavka wî jî jixwe cînavkek tewandî ye. Lê ya pêwist ew bû ku bireser xwerû ba lewra li gorî mijara ergatîvê lazim e kirde tewandî, bireser xwerû be. Wehereng di heman mesnewiyê de beytên 1160. û 2221. jî biergatîv in (Geverî 350-489). Bi heman awayî ergatîvî di medhiyeya Şêx Mihemed Can de jî dibore ku ev mehdiye Can ji bo birayê xwe Şêx  Evdirrehmanê Axtepî nivîsiye. Şêx Evdirrehmanê Axtepî ji gundê Axtepe’ya (Aktepe) Çinarê ya navçeya Diyarbekir’ê ye (Tenik 127) û piştî Şêx Mihemed Can li Şam’ê destûrnameya xwendinê stendî hatiye  Axtepê û di şûna kekê xwe ders daye feqiyan (Zinar 166). Di medhiyeyê de ergatîvî wiha derbas dibe:

Zenbê alem deynî alîkî şehîn

Vê jî, deynî alîyê dî în çunîn. (Zinar 168)

Beyt li ser kesê sêyemîn hatiye nivîsîn û dem dema borî ye. Di vê beytê de jî kirde veşartî ye jixwe kirde veşartî be jî ya lazim ji bom e bireser û pêveber e. Lewra çi qas kirde veşartî jî be em dizanin li gorî demê kîjan cînavk (tewandî, xwerû) dibe kirdeya veşartî. Di vê beytê deynî (lêkera danîn) pêveber, bireser jî vê ye. Lêker ango pêveber gerguhêz e bireser stendiye lê bireser tewandî ye lazim bû bireser xwerû ba lewra ji qesdê diyar e ku kirdeya veşartî tewandî ye. Bikaranînek wiha di navbera kirde (veşartî, diyar ne muhîm e lewra ji qesdê diyar dibe) bireser û pêveberê de lihevnekirinek derdikeve holê.

 Herwiha di mesnewiya Xanî de jî ergatîvî di çend deveran de derbas dibe. lazim e em bînin ziman ku ergatîvî di nav klasîkên Kurdî de di nava mesnewiyan de derdikeve pêşberî me. Lewra di mesnewiyan de dema borî heye û ji bo dîtina ergatîvê mesnewiyên tahkiyeyî/bûyerî muhîm in. Di mesnewiyên Xanî Mem û Zîn û Nûbihara Biçûkan de ergatîvî di çend de deveran heye. Jixwe Mem û Zîn mesnewiyek tahkiyeyî ye loma gelek asayî ye ku di nav de hebin. Di Nûbihara Biçûkan de jî Xanî şîret kirine di bin beşên şîretan de dest bi dersê kiriye. Di nav wan şîretan de cihek biergatîvî heye. Niha em dê van beytên ku biergatîvî nîşan bidin

Enguşteriyê di wan evan e

Înane me wê ji bo nîşan e. (Zêrevan 99)

Di vê beytê de risteya duyemîn de ergatîvî heye lewra ji koma cînavkên tewandî du heb hatine bikarînan. Lazim e kirde tewandî û bireser xwerû bibûya. Di vê hevokê de înane pêveber, me kirde, wê bireser e lê bireser jî wekî kirdeyê tewandî ye lazim e bireser li gorî standardîzasyonê xwerû bibûya. Dema hevokê dema borî ye lêker gerguhêz e û di hevokê de bireser jî hatiye dayîn. Li gorî mijara ergatîvê lazim e bireser ji koma cînavkên xwerû ba.

Çawa ji nubuwetê bi qal e

Metleb ji welayetê wî ‘hal e. (Cîhanî 758)

Çawa ji nubuwetê bi qal e [wî] ji welayetê metleb ew hal e.  Di vê beytê de kirdeya veşartî heye lê gava em kirdeyê lê zêde bikin bi awayê hevokî wiha dibe. di vê beytê de metleb (tişta tê daxwaz/teleb kirin) pêveber e, kirde veşartî ye û bireser jî wî ‘hal e ye. Herçendî kirde nehatibe bikarînan jî em dizanin ku kirde ji koma cînavkê xwerû ye lewra gava em kirdeyê dixin nava beytê em dibînin kirde naçarî dibe cînavka ji cînavkên tewandî. Jixwe em kirdeyê lê zêde nekin jî cînavka wek bireser hatî bikarînan ne li gorî standarta ergatîvê ye. Lewra lazim e cînavka ku di cihê bireserê de tê bikarînan xwerû be. Ji ber ku gava di hevokek bigerguhêz de bireser tewandî be ergatîf derdikeve holê. Em bi vê dibînin ku di vê beytê de ergatîva ne li gorî standartê heye. Hinek beytên Xanî hene ku gava meriv dixwîne eger bi baldarî lê nenihêre dibêje qey ergatîvî tê de heye lê ne wisa ye loma lazim e mirov Xanî pir bi baldarî bixwîne. Mînak ev beyt mirov dibe ser wê fikrê:

  Em çûne ‘huzûrê mîrê mîran

  Wî ‘hakimê ‘hakim û feqîran. (Cîhanî 730)

Di vir de risteya duyemîn de “Wî ‘hakimê ‘hakim û feqîran” dibe ku ew cînavka “wî” serê mirov tevlîhev bike lê gava insan bala xwe bidiyê ya yekem lêkera çûn negerguhêz e ya duyem ji ber vê yekê bireser tune ye û ya sêyem lazim e beyt wek hevokekê bête xwendin da ku qesd diyar bibe. Eger rast bê xwendin pêwist e “ Em çûn huzûra/ê wî mîrê mîran û hakimê hakim û feqîran” wiha bê xwendin. Ji bo ku xelet neyêt xwendin pêwist e bi baldarî bête xwendin.

Sed cariye û Sitî û dayîn

Hilgirtin ewê bi resm û ayîn. (Zêrevan 253)

Di vê beytê de kirdeya me sed cariye û Sitî û dayîn e, hilgirtin pêveber e û ewê jî bireser e. Kirde tewandî ye lewra eger em kirdeyê bikin cînavka tewandî “wan” jî, dîsa wate xira nabe û heman wate derdikeve holê. Yanî kirde di her rewşê de tewandî ye. Biresera “ewê” jî di eslê xwe de “wê” ye. “E” ya pêşiya cînavkê jî devokî ye û ji bo bilêvkirinê li hinek herêman têt bikarînan lê di Kurdî ya nivîskî de ew nayêt şixulandin. Yanî bireser di eslê xwe de dibe “wê” û  bireser jî wek kirdeyê tewandî ye lê ya lazim ew e ku di mijara ergatîvê de kirde tewandî û bireser xwerû be. Yanî eger em hevokê rast bikin dibe “Sed cariye û Sitî û dayîn[an] ew bi resm û ayîn hilgirtin”. Yanî wan ew bi resm û ayîn hilgirtin. Wekî em dibînin kirde û biresera vê beytê tewandî ne.

Mîrê ko mirin hebit ne mîr e

Me’zûlî hebit ewî esîr e. (Zêrevan 260)

Ev beyt ji du hevokan pêk tê herdu riste bi serê xwe hevokek in. Herdu jî hevokên navdêrî ne. Di vê beytê de ya girîng risteya duyem e lewra ew hişê mirov tevlîhev dike. Herçendî ev herdu riste wekî du hevokan bin jî di eslê xwe de bi hev ve girêdayî ne lewra di herduyan de qest mîr e. Em dikarin vê beytê wiha bixwînin “Mîrê ko mirin hebit ne mîr e mîrê ko me’zûlî hebit ewî esîr e”. Loma divê em jibîr nekin ku peyva mîr ji bo herdu risteyan/hevokan kirde ye ango qesd mîr e. Di risteya duyem de kirde veşartî ye lê gava em kirdeyê lê zêde bikin an jî kirdeya veşartî diyar bikin em dibînin ku kirde dibe cînavka “wî”. Di risteya duyem de peyva “esîr e” pêveber, kirde veşartî ye û “ewî” bireser e. “Me’zûlî hebit” jî di hevokê de erga şert û mercê digire. Her çi qas kirde nehatibe bikaranîn jî lazim e bireser xwerû be lê bireser tewandî ye. Jixwe gava em hevokê dixwînin hişê me kirdeya veşartî wekî cînavkek tewandî qebûl dike.

Di fesla nûbiharê digel yarê biçin geştê

Ji ew xweştir umur nabit li min ew hal qewî xweş tê. (Yıldırım 21)

Di vê beytê de di risteya yekem de ergatîvî tune ye lê di risteya duyem de ergatîvî heye. Di pirtûkên gramera Kurmancî de gava daçek pêşiya cînavkan tên wan ditewînin û bi vi awayî di hevoksaziya Kurmancî de daçek bandorê li ser cînavkan dikin. Mînak Celadet Elî Bedirxan di pirtûka xwe a gramerê de mînakek wiha daye:

Min ji te re got […] (Bedirxan-Lescot 314)

Herwiha gava lêkerek gerguhêz jî tê pêşiya cînavkan wan ditewînin di hevokên bi vî awayî de bandora li ser cînavkan bandora lêkera gerguhêz e. Bo ninûne:

Min got wî […] (Bedirxan-Lescot 109)

Lêkerên negerguhêz jî gava tên pêşiya cînavkan paşgira “e”yê distinîn û cînavkê ditewînin. Carînan “e” ya paşgir nayêt xwendin lê gava nayê cwendin di bilêvkirinê de astengî derdikeve. Bo nimûne:

Min gote te.

Wekî ji van mînakan jî em dibînin ku hem lêkera gerguhêz hem daçek hem lêkera negerguhêz gava paşgira “e” yê distînin û gava tên pêşiya cînavkan wan ditewînin bandorê bi vî awayî di hevoksaziya Kurmancî de dikin.

Di beyta Xanî a ku di Nûbihara Biçûkan de di risteya duyem de daçeka ji pêşiya cînavka “ew”ê hatiye lê cînavk wekî xwe maye ne tewiyaye lê li gor ku van mînakên me dîtîn jî ya lazim ew bû ku cînavka “ew” tewiyaba û biba “wê”. Jixwe di heman risteyê de em dibînin ku daçeka “li” hatiye pêşiya cînavka “ez”ê û ew tewnadiye û kiriye “min”. Her çi qas ev teşeyên bikaranînan li gorî wezna nivîsandina beytan hatibin tercîh kirin jî ne li gorî standadîzasyona gramera Kurmancî ne. lê ji bo îzahkirina van xalan lazim e bi awayekî hûrgilî ji aliyê zimanzanên Kurdî ve xebat li ser wan bête kirin. lewra ev yek ji bo Kurdî gelek mhîm e û bikaranîna cînavkan di mesnewiya Xanî de piçek tevlîhev e.

Encam

Ergatîvî taybetmendiyek zimanan e ku ev taybetmendî zimanan ji hinek aliyan ve ji hev cuda dike. Bi vê ergatîvê ye ku em dizanin zimanê Kurdî herçendî bi zimanê Farisî ve di heman malbatê de be jî zimanê Kurdî ji vî aliyî ve ji zimanê Farisî cuda ye. Di Kurdî de ev yek wekî nîv-ergatîvî tê bin av kirin lewra di Kurdî de ergatîvî tenê di demên borî de derdikeve pêşberî me. Ziman taybetmendiyên xwe piştî wextekî nastînin û ev taybetmendî di nav zimanan de her hene ne tiştek pişt re ketî nav zimanan e. Kurdî jî wekî ku di van mînakên me dayîn de jî xuya dike ji mêj ve heye. Ev ergatîviya mesnewiyan me li gorî kitabên gramera Kurmancî tespît kirin û îzaha wan kir. Herdu mesnewiyên Ehmedê Xanî de ev yek derbas dibe û me ev bi şairên din jî mesned kir.

Lazim e xebatek bi hûrgilî li ser edebiyata Kurdî bête kirin ku ziman di edebiyatê de bi awayekî vekirî derdikeve pêşberî me. Edebiyat ji bo zimanekî arketîp in ku hemî taybetmendiyên zimanan ji edebiyatê diyar dibin. Me di vê xebatê de xwast dest bavêjin ser têkiliyek ziman û edebiyatê û li gor zimanê mesnewiyan meseleya ergatîvê îzah û şîrove bikin. Bi hin xebatên birêkûpêk bawer dikim ev mijar dê ronahîtir bibe.

           

Çavkanî:

Bedir Han, Emir Celadet & Lescot, Roger. (1971). Kürtçe Grameri (Kurmanci Lehçesi), Paris: Institut kurde de Paris

Bülbül, İsrafil & Bülbül, Mikail. (2009). Anamneza bi Kurmancî. Diyarbakır: Diyarbakır, Tabip Odası Yayınları

Cîhanî, Perwîz. (2013). Şîroveya Mem û Zîna Ehmedê Xanî. İstanbul: Nûbihar

Enstîtuya Kurdî. (1992). Kürt Dilini Tanıyalım. Stenbol: Enstîtuya Kurdî

Geverî, Ayhan. (2013). Yûsuf û Zuleyxaya Selîmiyê Hîzanî. İstanbul: Nûbihar

Lezgîn, Roşan. (2015). Kürtçe’de Akuzatif-Ergatif Özellik. Bingöl Üviversitesi Yaşayan                              

Diller Enstitüsü Dergisi. (neql ji: Maria Polinsky) Cilt1, Sayı: 2 ss. 82-95

Tenik, Ali. (2015). Tarihsel Süreçte Kürt Coğrafyasında Tasavvuf ve Tarikatlar. İstanbul:

Nûbihar

Yıldırım, Kadri. (2014). Ehmedê Xanî Külliyatı VI Dîvan. İstanbul: Avesta

Zêrevan, Arif. (2004). Memozîn. Stockholm: Nefel

Zinar (Kaya), Zeynelabidîn. (1991). Nimûne Ji Gencîneya Çanda Qedexekirî. Stockholm:

Yekîtiya Nivîskarên Kurd

[*]Zeydin GÜLLÜ ([email protected])