lady_adela-adile-xanim     Civata kurd wek civatên din yê rojhilata navîn di bin bandûra mêran de ye. Helbet sedemên vê yekê pirr in. Ez naxwazim li vir van sedeman şîrove bikim. Bes eynî demê de civata kurd li gor kêmasiyên xwe xwedî xisûsiyetên taybetî ye jî. Wek nimûne, pozîsyona jinên kurd li hinek ciha ji jinê Ereba cûda ye. Heta dema bihurî de ji Tirkan jî pêşve bû.

      Wek min li jor qal kir, mêrên kurd di jiyana rojane de xwedî rolekî mezin in. Lê di nav kurdan de jinên bi nav û deng; wek Hafsa Xanim, Adîle Xanim, Fatmaya Reş, Rewşen Bedirxan jî derketine. Babeta ev nivîsê Adîle Xanim e, ez dixwazim gora zanabûna xwe li ser jiyana wê rawestim û pêşkeşî xwendevana bikim.

      Di derheqa jiyana Adîle Xanim de berê jî li kovara Berhem, li rojnameya Özgür Ülke nivîs derçûbû. Martin van Bruniessen jî meqaleyek nivîsandibû. Çavkaniyên ev nivîsana pirtûka Soane, The Mesopotamia and Kurdistan In Disguise, 1912; û pirtûka Cecil John Edmunds, Kurds, Turks and Arabs (1919-1925) bûn.

      Martin van Bruniessen di “The International Journal Of Kurdish Studies”de di bin sernama “Kurdish First Ladies” wisa dibêje: “Civata kurd ji destpêka dîroka xwe civatek patriarch (ataerkil) e. Bes qasê ku me lêkolî, di encamê de me dît ku di dîroka kurdan de jinên ku gihîştine qata bilind û heta jinên ku serleşkerî kirine hene. Ev taybetî di nav cîranên kurdan de ; Tirk, Ereb û Eceman de nîn e. Lê dîroknas ji ber ku dijî jinan in ev yeka neanîn berçavan û nenivîsandin. Ev jinên xwedî desthilat û pozîsyona wan gelek balkêş e, balam derheqa civata kurd û cihê jinan di nav kurdan de gelek pirs tîne holê.”

Li gor Soane, Adîle Xanim

      Soane, zilamek Îngilîz bû û destpêka sadsala 20an de ji Stenbolê heta Kurdistanê derketibû seferek dirêj. Wî ji bo berhevkirina înformasyon wek zilamekî Acem û misilman qederek li Kurdistana Başûr jiyabû, bi karanîna zimanê Farisî ya xwe ya rêkûpêk şika kesî nekişandibû ser xwe. Li nik Adîle Xanim xebitiye. Qasê ku li pirtûka xwe diyar dike, Soane nêzîkê 6-7 meh li başûrê Kurdistanê jiyaye. Bi taybetî jî li Helebçê. Soane gava ku diçe Helepçe, kesên ku jê nasnama wî dipirsin wisa bersiva wan dide: “Ez Ecemê Şîrazê me!” Dixuye ku berî sefer kirina xwe Soane li derheqa eşîra Caf û Adîle Xanim xwedî hinek agahdarî ye.

      Roja yekem di qonaxa Tahir Beg li qata jorîn bo Soane odeyek amade dikin û wî didin naskirin. Adîle Xanim bi hatina Soane kêfxweş dibe û soz dide ku wî bibîne, lê roja duyemîn dibîne. Soane, Adîle Xanim wisa dide naskirin: “Gava ku ez çûm, ji xewa nîvro teze rabûbû. Mesaja wê ya yekem ev bû: ‘bi hatina bazirganek Ecem ez gelek kêfxweşim.’ Nêzîkê 12 kes li xizmeta Adîle Xanim mijûl bûn. Li odê xaliçeyên Sîna hatibûn raxistin. 8 deriyên odê hebû. Li ser qarolê hewrîşim (îpek) hebû. Adîle Xanim li ser rûniştîbû û cixare dikişiya. Nêrînên yekem de, bi çav, merov orîjîna wê yê kurd û xasîtiya kurdbûna wê fêm dikir. Rûyek biçûk û gilover… devekî piçek mezin, çavekî biçûk û reş. Çavên wê dibiriqiya. Jinekî rewnaq (zarîf) bû. Mixabin Adîle Xanim bi boyan (makyaj) xwe dixemiland. Lê makyaja wê gelek xirab bû. Serê xwe li gor edetên kurdên Îranê radipêçand. Li dora serê wê zêr û temezî hebû, ji paş ve desmalên hewrîşim xwe nîşan didan. Kincên wê hemû hewrîşim bû. Nigên wê tazî û bi hene bû. Li destên wê 17 heb bazin hebûn, li histû jî rustikek (kolye)… Xizmikarek dest de şerbet, yekê din jî ava gulan amade bûn. Gava ku ez ketim hundir, min dawetê cem xwe kir. Ez çûm  li nik wê rûniştim. Xêrhatin li min kir û got: ‘Xizmetê te ser seran ser çavan e. Ez ji xwedê tika dikim ku siheta we baş e.’

      Jinekî xwedî taybetî bû. Dengê wê qetî û esabî bû. Her çiqas gava xeber dida piçek şermok bû, ji Farisî gelek baş fêm dikir. Ji min rewşa civata Şîrazê pirsiyar kir û dûre nameyek ku ji Tehranê hatibû nîşanê min da û min name jê re xwend. Piştî hevdudîtina me, emr kir ku bila nivînê ku radizam û xalîçe bê guhertin. Û ji min re got ku ez biçim li ser dîwanê rûnim..”

Eşîra caf û Osman Paşa

      Mêrê Adîle Xanim, ji eşîra Caf Osman Paşa, kurê Mihemed Beg bû. Osman Paşa cara yekemîn bi destûra Osmaniya dizewice. Ji wê zewacê du kurên wî çêdibin: Mecîd û Hama (Hemê). Gava ku jina wî ya yekem diçe heqiya xwe, Osman Paşa dixwazê ji Erdelanê bizewice. Ji ber ku ew ji aliyê dewleta Osmanî wek qeymeqam hatibû tayîn kirin, Osmanî bi biryara Osman Paşa nerazîbûna xwe nîşan dikin. Osmanî ditirsin ku bi wê zewacê tesîra Îranê li ser kurdan nemaze li ser Caf’an zêde bibe, prestîja Osmaniyan zirar bibîne. Bes Osman Paşa guhdariya wan nake. Rojek diçe Sinayê û Adîle Xanim tîne Helepçê. Mirov gava ku li dara eşîratiya Cafan dinêre dibîne ku Osman Paşa ji nifşên heşta ye. Bapîrê wî Keyxusrev Beg e.

      Eşîra Caf eşîrek kevin, mezin û xurt e. Piştî şerê navbera Osmanî û Eceman, 1639an de Caf li nav sînorên Osmaniyan dimînin. Gava ku destpêka sedsala 17an de Bexda dikeve destê Osmaniyan, di mabêyna Caf û Osmaniyan de jî danûstendin destpê dike. Eşîra Caf heta nîvê salên 1900an wek eşîrek otonom dijî.

      Mehmût Paşa (birayê Osman Paşa û serokeşîr bû) her sal ji bo Osmaniyan bac (nerx) dide. Di despêka sedsala 18an de Caf dev ji axa xwe berdidin, erdê xwe difroşin eşîra Jehrû. Bes du eşîrê biçûk, Qadir Mîr Vaisî û Taisî ew biryara nehecibandine û bi eşîra Goran re lihev dikin û axa xwe bi wan re parve dikin. Lê piştî ev belavbûn û nakokiyan hêza Cafan dîsa jî xurttir dibe. Eşîr, an kesên ku ji edet û qeîda herêmê derdikevin, Caf wan dide ceza kirin.

      Wek tê zanîn, mîrên Erdelan nêzîkê 500 sal li herêma xwe hikum ajotibûn. Paytextê Erdelan bajarê Sina bû. Mîrên Erdelan li Sinayê dadgehek damezrandibûn û ev dadgeh xwedî lîteratûrek taybetî bû. Li Sinayê huner û çand gelek pêşketî bû. Piştî têkçûyîna hukumdariya Erdelanan, ew li gelê Qejara İttifeq çêdikin. Erdelan gava ku îttifeq an yekîtî çêdikin, qeîdê hêzbûyîn û giranî pîvanekî bingehîn bû ji bo wan. Qejar jî xwedî  hikum in û ji wan yek bi keça Fettah Şah re zewiciye. Piştî mirina Fettah Şah jina wî dewsa wî digre û li dijî Cafan siyasetek nebaş dimeşîne. Ji bo şert û mercên wê demê Caf bal didin ku têkiliyên li gel Eceman xirab nekin û ji wan keç digrin û keç didin. Helbet ev têkilî Osmaniyan aciz dike. Min li jor jî diyar kir, ew ditirsin ku tesîra Eceman li Kurdistana Başûr belav bibe.

      Adîle Xanim ji eşîra Vaziran e, bavê wê li Tehranê berpirsiyarek girîng bû. 1864an de hatiye dinê, 1895an de (29 salî bû) bi Osman Paşa re zewiciye û 1924an de çûye heqiya xwe. Mirov dikare bibêje ku li gor adet û usûla kurdan Adîle Xanim gelek dereng zewiciye.

      Adîle Xanim gava ku li Helepçê bi cih dibe, prestîja malbata xwe derdixe pêş, du heb xaniyên mezin dide çêkirin. Xanî li gor mîmariyên Sinayê tên avakirin, hoste ji Sinayê tên. Xizmikarên xwe jî ji Kurdistana Îranê tîne. Adîle Xanim ji serî ve hewl dide ku deriyê xaniyên wan ji bo mêvan û biyaniyan vekirî be. Ji ber ku Osman Paşa pirr karê wî heye, divê her tim sefer bike, Adîle Xanim cihê wî digre û tije dike. Piştî çendekî Adîle Xanim îdareya Helepçê digre destê xwe. Gava ku Osman Paşa tê Helepçê, wextê wî bi nargîle kişandin, avakirina hemam û karên civakî re derbas dibe.

      Adîle Xanim li bajar bazarek (sûk) mezin ava dike, li bazarê 52 heb dikan hebûye û piraniya xwediyê dikanan ji Cuhî (yahûdî) û biyaniyan teşkîl bûye. Piştî vê yekê girîngiya Helepçe her diçe mezin dibe. Têkiliyê wê û bazirganên ku li bazar bi cih bûne gelek baş bûye û bazirgan ji bo Adîle Xanim qrediyek bê limît vekirine. Adîle Xanim her tim bi deyn tiştna, bi taybetî jî qumaşê kincan dikire, deynê xwe her tim, bi derengî be jî dide. Lê gava ku roja deyn dayinê tê bazirganên cuhî pereyek mezin dixwazin, Adîle Xanim jî îtiraz nake. Ev dibe sedem ku Osmanî hesûdiya xwe nîşan bidin. Ji bo ku kontrola bajar bikin dest xwe, xeta telgrafê ava dikin. Kurd jî xeta telgrafê jê dikin. Adîle Xanim jî ev tevgera Osmaniyan ji bo desthilatiya xwe xeterek qebûl dike û dibêje: “We kengî ev xeta danî, wê gelê me carekî din jêbike.” Her çiqas Osmanî li Helepçe daîra postaxanê ava kiriye û memûrek ji bo telgrafê tayîn kiriye, lê piştî berxwedana Adîle Xanim û gel, Osmanî mecbûr dimîne ku ev karina nemeşînin.

      Her wisa, Adîle Xanim li bajar dadgehek jî dadimezrîne û serokatiya mehkemê jî bixwe dike. Gava ku havîn tê û germ zêde dibe, dadgeh diçe gundên berz û cihên honik. Piştî Adîle Xanim tê bajêr, Helepçe dibe wek gulîstan. Adîle Xanim bexçeyan dide çêkirin, daristan dide danîn. Û encamê de Helepçe êdî ji sînora gundbûyînê derdikeve û dibe bajarek bi navûdeng.

      Me li rêzên jor jî behs kir ku Adîle Xanim li gel mirov û xizimkar, biyanî û bazirganan her wext têkiliyên xwe gelek baş dimeşîne. Gelek kes li mala wê belaş dimînin. Wek xizmikarê wê Mansûr. Ew bazirganek biçûk bûye. Li mala Adîle Xanim radize, karê xwe dimeşîne, xwarinên baş dixwe. Dewsa wê de carina tiştên ku Adîle Xanim xwestiye tîne, karûbarê postê dimeşîne.

      Dema ku Şêx Mehmud Berzencî li dijî Îngilîzan şer dike, Adîle Xanim alîkariya hêzên Brîtanya dike. Bo wê yeke Îngilîz ji bo Adîle Xanim nîşana Xan Bahadir didin. Dema ku serleşkerê Brîtanî Fraser diçe Silêmanî, kurên Adîle Xanim, Ahmed û Îzzet Beg jî digre cem xwe. Li Silêmanî begzadeyên Caf û kurd gelek eleqayek mezin li kurên Adîle Xanim nîşan didin, wek cejnek pîroz dikin, kincên xwe yên herî nû û giranbiha li xwe dikin, jin xwe dixemilînin. Li wir bûyerek balkêş rû dide; ji ber ku rê nîn e, seyareya Fraser li çamorê diqelibe û têde dimîne. Fraser bixwe hewl dide ku seyareya xwe ji nav çamorê derxe. Bes tu kurdek naçe bo alîkariya wî. Gora Cecil Edmunds, Fraser gelek aciz dibe û ji zilamek Îngilîz, Greenhouse re dibêje: “Ji wan re bêje heta ku li min temaşe dikin bila bên alîkariya min bikin. Ev çi bêedbî ye?” Li wir kalemêrek kurd xwe nîşan dide û wisa bersiv dide: “Serleşker gelek xweş xeber dide. Axavtina wî rast e. Lê carek li kincên me û carek li kincên xwe binêre!… Tenê kefiya me 300 rûpî ye, a wî 20 rûpî nake.”

      Edmunds rojek ji Adîle Xanim Soane dipirse, wek li gel wan bêbawerî yan şik çêbûye yan na. Adîle Xanim diyar dike ku ew nasnama Soane dizanin lê tedaxul nekirine: “Rojek kurê min, Tahir, hat û got: ‘Ev Gulam Huseyîn dibe ku xelkê Ewrûpî be.’ Min jê re got, ew mêvanê me ye û karûbarê wî yê vaşartî me eleqedar nîn e.”

1998, London