Seydayê giranbiha Seyda Gurdilî (Mele Amaddettin Yetîz) di 02.12.2020 an de çû ser dilovanîya xwe.

Seydayê Gurdilî bi xwe ji xelkê gundê Kirîva li navçeya Misircê (Kurtalan) ya Sertê bû û di sala 1936an de hatîye dinyayê.

Li medreseyên Kurdistanê ji alimên Kurd ders wergirtîye. Yek j iwan Melle Evdilayê Sergewra ye.  Li Bismilê, li gundê Aquba nezîkê 20 sal meletî kirîye

Seyda Amadettin yek ji kadirên PDKT ye bû. Her wisa wî di damezrandina Hevgirtin-PDK de jî cîh girtî bû.

Seyda her wisa helbestan jî dinivîsand û helbestên wî ji alîyê weşanxaneya Nûbiharê ve di sala 2012an de bi navê ‘Dîwan, Banga Yekîtî Bo Azadî’ hatîye weşandin. Ev pirtûka wî ji alîyê Abdulhakim Günaydın ve hatibû amadekirin û Süleyman Çevik jî alikarîya wî kirîbû.

Helbestên Seyda Gurdilî li ser evîn û şînê, xwezayê, li ser Kurd û Kurdistanê, li ser Barzaniyê nemir û gelek kesên sîyasî hene.

Ji bo wefata Seydayê Gurdilî, birêz serok Mesud Barzanî peyamekî sersaxî weşand û pesna wî da û li wî rêz girt.

Helbesta wî ya li ser Mela Mistefa Barzanî pir bi nav û deng e:

Doh min dostê me yê hevbeş birêz Mela Arif re behsa Seydayê Gurdilî kir. Mela Arif pirr xemgîn bû û digot: ‘Min hevalekî xwe yê zêdeyî 60 salî wenda kir. Seyda çirûska me bû.’

Lêkolîner Seîd Veroj ji bo Seyda wisa nivîsandîye:

“Ew dibêje; “Bi helbestên Cîgerxwîn, evîna Kurdistanê kete dilê min û ez bûm aşiqê Kurdistanê.” Ew di wan salan de helbesta Cîgerxwîn a bi navê “Şehnama Şehîdan” ji ber dike û dibêje; “rojê carekî min ev helbesta Cîgerxwîn nexwenda, sebra min nedihat. Paşê ji aliyê fikra netewî ve tesîra Bînbaşî Şewket Begê Zirkî (Turan) li ser wî çêdibe.

Di nîva salên 1950an de ew Derwêşê Sado nas dike. Di sala 1965an de dema ku PDKT çê bûye; ew jî çend roj piştî avakirina partiyê, li ser teklîfa Derwêşê Sado bûye endamê PDKT û avakarê teşkîlata partî li bajarê Batmanê. Ew bi tevî çar hevalên xwe; Îbrahîm Ramanlî, Mihemed Sidîqê Camcî, Şerîf (kerdekî Binxetê) û Ahmed Eren lijneya herêma Batmanê pêk anîne. Herweha têkilîya wî bi Seîd Elçî re jî hebû. Nasîna wî û Seîd Elçî, digîje salên dema doza 49an yanî 1958an. Ew bi minasebeta bûyera kuştina Seîd Elçî yê serokê PDKT, bi tevî hevalên xwe di roja 05/11/1972an de çûye başûrê Kurdistanê.  Serdana Serok Mistefa Barzanî kirine. Herweha ew damezrênerê PDK-Hevgirtinê bû di sala 1992an de.

Ew hem sîyasetmedar û hem jî helbestvan bû. Wî di sala 1958an de dest bi nivîsîna helbestan kirîye. Helbesta wî ya bi navê “Qehremanê Esra Bîstan Mistefa Barzanî Tu” meşhûr e. Ew dibêje: Ez di helbestê de şopgerê Ehmedê Xanî û Seydayê Tîrêj im lêbelê tesîra Cîgerxwîn jî li ser min çêbûye. Helbestên wî bi navê Dîwan di nav weşanên Nûbiharê de hatine çapkirin. Ez dizanim ku ew li ser berhemeka nû dixebitî. “

Parêzer û mamoste Fahrî Karakoyunlu jî behsa naskirina xwe û Seyda dike û dibêje:

“Ji ser hevnaskirina me 42 sal derbas bû. Hîngî min tu nas nekiri bû, xiyaben naskirina me çêbibû. Gava ku min li Batmanê di sala 1977an da dest bi mamostetîyê kir, min ji derûdora xwe navê te bihîsti bû. Gava min şexsê te li kolanê bi şaşika sor ya Barzanîyan dîtibû, hevalekî gote min” ev zilamê ha serê pêşmerge ye li vê deverê. Di bin emrê wî da bi sedan pêşmerge hene.”

Dûra hatina min û Mele Pîroz ji Batmanê heta Aqûba bi meş.

Te Feqî Nezîr dizewicand û hevnasîna me ya wê rojê.

Belê seydayê hêja, evîndarê Kurd û Kurdistanê ya li ser felsefe û dibistana Barzanîyê nemir. Te jîyanek têr û tije bi dilsozî û xwedî armancek pîroz derbas kir. “

Seydayê Gurdilî  li ser Şewket Turan jî helbest nivîsandîye. Wek tê zanîn Şewket Turan, sala 1959an di doza 50 kesan de hatibû girtin û dûre ji bo Îspartayê hatibû sirgûnkirin û di salên 70yî de li Sêrtê namzedîya xwe ji bo mebûstîyê nîşan dabû.

Ez Seydayê Gurdilî yê Hêja bi rêz bibîrtînim. Oxir be Seyda û helbestvanê Kurd! Oxir be evîndarê Kurdistanê!

06.12.2020