Hikumeta Kurdistana Cinûbê

Sidîq Salih

  1. Pêşîne û Mêjûyê Sêyem Hikumeta Kurdistana Cinûb:

 1/1- Duwem Dewranê Hukmê Rastewxo yê Îngiliz Li Silêmanî:

 Piştî peywendîya di navbera Şêx Mehmud û Îngilizan da bi temamî piçraw, roja 3/3/1923 Silêmanî bi firokeyên Îngilizan hate bombarduman kirin, Şêx neçar beyanîya roja dî(3/4) zû bi Hêzên xwe ve bajar terk kir û çû navçeya Sûrdaş.[1] Belam Şêx Heme Xerîb ligel Riza Beg û Evremanxanê Ehmed paşa da, bi piştgirîya Kerîm Begê Fetah Begê Hemewend, mayewew, maweyekî dî bi navê Şêx hikmê Silêmanî kir.[2]

Ew wefdey Şêx ku (3/3) bi serokatîya Şêx Qadirê birayê wî û endametiya Mistefa Paşayê Yamulkî û Ehmed Begê Fetah Beg û Kerîmê Eleke û Heme Axayê Evreman Axa çûbûwe Kerkûk bo çareserîya kêşeyek ligel Îngiliz da, 3/21 geyîşte Bexda û Ş3ex Ebdulkerîmê Qadirkeremî jî çûwe paliyan. “Hênrî Dobs” yan dî. Eger çi cextiyan li ser şandina rawêjkarekê Îngiliz kirdiwe bo Silêmanî, hîç tiştêk li derbarê paşerojê ve gelale nekira. Roja 3/23ê jî bi “Melîk Feysel” ra çavpêkevtinê kirin.[3]

Herdu stûnê “Koy Kûl” û “Frontîer Kûl” li 3/8 bedwawe, yekem ji Mûsil ve bo Hewlêr û paşan Kerkûk û duyem ji Hewlêr ve bo Rewandiz, sazkiran. “Koye” roja 5/4/1923 gîrayewe. H3ezên cûlanewey Rewandiz şeva 19/20/4 “Spîlk”yan bicîhişt û Rewandiz jî 22/4 bibê berengirî dagîrkirayeve û Seyîd Tehayê Nehrî kiriye qaymeqam.[4]

Baregayê Şêx sereta li Qemçûxê hate danîn, emca biraye şikefta Casene.[5] Ew cantayê posteyê navbera Rewandiz û navçeya Cizîra Kurdistana bakur ku kevte destê îngilizan, perdeyê li ser namegorîna Şêx ligel Ozdemîr da labirdu, derêxist Şêx bitemaye,bihevkarîya Hêzên Rewandiz û Seyd Ehmedê Xaneqa û Nazim Begê Neftçîzadeyê turkxway mebhûsê pêşî yê Kerkûk li Encumenê Mebhusanê Osmanî da, hêriş birîte ser Kifrî û Kerkûk û Koyê ta bîangirê. Êdî Seyd Ehmed 6/3/1923 destgîr bû û hate dûrxistin bo Bexdayê. Nazim Beg jî li Kerkûk hellat[6] û bi mezbetewe hate Cansene. “Reşîd Şewqî” efserekî şoreş bi rraspêrîy Şêx nêrdiraye(şandiye) layê Şêx Ebdulayê Eskeru, bo wî nûrsa bi siwarî û pîyadeyê yarîdeyan bidat bo pelamardanî Kerkûk we, neykird[7].

Ozdemîr fermandayê hêzekî turk li Rewandiz, geyîşte şikevta Casene û Şêx dît, da biçête ser Hewlêr û Koyê û Kerkûk û Kifrî û Xaneqîn. Diwatir gerayewe. Hebas Axayê Pişder û Xefurxan, bi qiseyê Şêx, agadar kirine ku yarmetiyê Ozdemîr bikin bo kişanewe û çûna dîwy Îran ta bigeyeve Turkîya[8].

10 eskerê leşkerê kurd: Îzzedîn Topçî Emîn Rewandizî, Elî û Ezîz Kurdî û Reşîd Şewqî û Ezîz Hîkmet Qezaz û Mecîd Tuarşî û Nurî Beg û Fayiq Kakemîn û Xalid Seîd, hev girtin û hewl dan ku Şêx li turk biteqîne, serî negirt. Turkxwakanî dewrê Şêx bo wan têçandin. Duacar wazyan lê hêzra[9].

Ew makine çapê ku pêştir Mêcer Son anîbû Silêmanî û giwêrabuewe bo Casene, du jimarên rojnameyê Bangî Heq bi wê hate çapkirin. Şêx ku çûye çûye Sûrdaş, serî li pişder da bo bidesthênana komek û layengirî.

Her weha li Martâ 1923yê jî Babekir Axa bi nameyekî ve şan cem berpirsyarên Îngiliz û dawayê ji wan kirin kum ercê xwe berqerarkirina aştî bo ron bikine. Belam ewan pêdagîriyan li ser çûne Bexday kirdewe[10]. Heman mang(23/3) Mîr Zeydî birayê Melîk Feysel serî li Hewlêr û kerkûk da. Navçeyên dorberê Kerkûk, wek derkewt, bi germî ji Hewlêr zêdetir piştevanîya serbixoyîya temamê kurdan kir[11].

Firokeyên Îngiliz  8/5/1923 beyannameyan bi ser Silêmanî û navenada qazayên wî da bi firoke dareşandin bo ku hikumet nîazîyetî Silêmanî bigirêteve û ewî li rûyda rabiwestê sizayî qurs dedirê. Nûnerê bala yê Îngiliz û hikumetê Iraq boçûneyan li ser wezeke pirr cîyawaz bû: Hênrî Dobs pêy wa bû ta Şêx azad bê, hîç îdareyekî Silêmanî manewey li çare nanûsrê. Bo vê eger nekujrê ya dîl negirê, baştir waye li gelî da rêk bikevin. Heçî hikumetê Iraqê ye jî, rageyandinekê 25/12/1922 yê xoyn bîrçûbûewe kedanî têda nebû bi mafê kurd da bo pêkhênana hikumetêkî kurdî li çarçovey Iraq da û sûr bû li ser tund bestinewey Silêmanî bi Bexda ve[12].

Şêx Roja 10/5/1923 Salih Zekî Sahêbqiranî bi name ve şande Koyê û ji wê ve jî biraye Bexda. Nûnerê bala “Elmindub Elsamî” bi name welamî dayewe ku yan bête Bexda bo qisekirina li ser dahatûya kurd, yan biçête cem efserê sîyasî nek ew ew hêza Îngiliz ku pelamarî Silêmanî  deda(eda), Şêx milî neda[13].

Hêza taze ya Îngiliz 14/5/1923 geyîşte Çemçemal. Şêx her wê rojê nameyekî bo fermandeyê Stunekey Îngiliz li Kerkûk nûsî kul i Çemçemal neyête pêşve. Roja 15/5ê jî Caseney terk kir û bi rêya “Şêx Bax” da çûye mawet û şarbajêr, û diwacar li dêy “birince” î Hewrawan gîrsayewe[14]. Ew dem biruskeyekî bo hemû balwozanê bîyanî şande Tehran û nerezayîya xwe têda derbirî dijî çewsandinewe û serkutkariya Îngiliz û ji wan dawa kir ku yarmetî bidin[15].

Hêzên Îngiliz ketin Cûlan û berve Silêmanî birêketin, 16/5 geyîştin Serçinar(ciyekî havînge yê Silêmanî ye). Roja pêştir (15/5) bi firoke name bo gewre peyayên bajêr belavkirin. Ew jî 16/5 çûne Serçinar. Edmonds heman rojê ligel ew sergewreyan hate nav bajar. Ehmed Begê Tofîq Beg kire serpereştê giştî yê dayereyan û Şêx Qadir bû berpirsê asayişa giştî û Mecîd Efendî jî bû rêvebirê pêşî û teşkîlatê polîs birêxiste. Ew hêzane destîyan bi komalî navçeyên dewrûberê Silêmanî û bi taybetî Sûrdaş û Merge kir. Paş dilnîyabûnevcar li 28/5 da çûne nav bajar[16]. Li vê demê jî duwem dewranê hukmê rastewxoy Îngiliz li bajar da  dest pêkir.

Her ew mang nûnerê bala yê ev beyannameya resmî di rojnameyên Bexda da belavbûyeve: “zanîwmane Şêx Mehmud gelek name şandiye û derîxistûwe ku layengîrê hikumetew hej bi xizmetî dikat. Li welamîyan da pêy witrawe: eger bête Bexda, li ser berengarî hikumet tûşî siza nabê. Rê jî dederê ligel xêzana xwe da li Bexda dabinişê. Ewsa bi vê perî rêzewe mamelay letek da degerê û azadî dederêtê, madamêkî hewll nedat bi bê molet Bexda bicêbihêlê”[17]

Roja 2/6/1923 Abid Elmihsîn Elsehdunê serwezîr û Sebîh Neşetê emîndarê pêtext û Korniwalîsê rawêjkarê wezareta navxo bi firoke hatine Silêmanî ta wekû lîwayek ji rûyê îdarî ve bixine ser Iraq. 2/6 Hênrî Dobs jî geyîşt. Ligel gewre pîyawan û serokên kurd kombûne. Boyan derkewt kurdî Silêmanî nayanewê hikumetê Iraq hîç deshelatêk bi serî wan da hebê. Bo vê biryar dan bimênête ta çareserîkî bidoznewe khemû layekî pê razî bê. Edmonds 2/6/1923 pêşnîyarî kir encûmenêkî îdarî kurdî bi serokayetîya gewreyekî bajar ku nûnerê bala yê Îngiliz û Melîk Feysel bedlîan bê, dabimezrênrê. Kurdî zimanê resmî yê lîwa Silêmanî jî lîwayekî Iraq bê û parey dahatî kokirawey bacî bo rayîkirdina karûbarê birêvebirina lîwa bo terxan û xerc bikirê. Nûnerên lîwayê jî binêrdine encumenê nûneranê Iraq û boyan hebê siwêndî layengirî û dilsozî bo melîk Feysel nexon[18].

Ew pêşniyara roja 3/6 li kombûna wefdeke û gewreyên bajêr da berçav xira. Layenê kurdî biryara pesendkirinê da, eger nûnerê bala pêy qayîl bê, bimercêk hêzên wê demê ya hêzêkî hêndey ewan li bajarda bimêneteve ta asayiş û nîzam berqerar dibin. Nûnerê bala bi manyina ew hêzan razî nebû[19], çinku hikumetê Birîtanya dupat kiribû ku dibê hêzên nav Iraq kêm bikin bo şeş fewc. Bewpêye stunî “koy” biryarî lêdira ku navenda Huzîranê da bikêşrêtewe. Wefdeke rêgeçareyekî bo nedozrayewew, 4/6 çûne bo Bexda[20]. Her ew serubende Mistefa Paşa Yamulkî firîkewt yek jimare (14) yê rojnameyê Bangî Kurdistan bi tenya derbikateve. Ji nûserên pêşî hevkarîya kesî nebû.

Hêşta hîç îdareyekî rêkûpêk dabîn nekirabû û kesanêkî wayş bo hêza lîvî danenrabûn ku bi encumenê katî yê birêvebira bajêr witra: Îngiliz sêr ojên din diçine bo Kerkûk[21]. Ew jî liber ev mesele ye, çinku hikumeta Iraqê jî qeza û nehiyeyên Ranye û Çemçemal û zabî ji Silêmanî cûda kir û bi Hewlêr û Kerkûkê ve girêdan ta tundtir kontrola Silêmanî û navçeyên li jêr îdareya wî bikit, destiyan kêşayewe, bajar bi bê îdare deshelat mayewe[22].

Ewe bû roja 17/6 dewrê du hezar kesêkî şar teke teke  ya pêbipê hêzekey Îngiliz li “rûniştinek umumîyê”[23] da kişanewe, piraniya wan bi penî birin ber gundan. Çend boseyekayan li rê da bo nirayewew(bo wan şande), lêyan rûtkirayewe[24]. Bi vê şêweyê hukmê rastewxoy Îngiliz, ev car kem û zor mangêkî nexayand.

1/2- Serûbendê Sêyem Hikumetê Kurdistana Cenûb:

Şêx ku ew dem li dêy “Xemze”î jûrûy şar bû, her zû Kerîmê Feteh Begê Hemewendî bihêzekê ve şande Silêmanî, xo kir hakimê şar û dawayê li xelk kir rêzî asayiş û nîzam bigrin û belav kir ku layengir û hevkarên Îngiliz siza dedirên û tucaranî tutnîşî raspard her birre tûtnêkayan bi devreyê şar firoştîye û şandine bacekey biden[25].

Şêx bi xwe jî 26/6/1923 geyîşte nav şar[26]. Ku nûnerê bala bewey zanî, ev biryaraney da:

  • liber ewê serî negirt Silêmanî bixirête ser Iraq û xelkê şar bi vê razî nebûn, pêwîste Silêmanî biçêteve doxî caranî pêş hêrişî Îngiliz bo ser Şêx Mehmud. Boye hîç xore pêwendîyek li navbera Şêx û hikumetê Iraq da nabê û nûnerê bala li vê derbarê ferman der dekat û wekîlekî bo karûbarê Silêmanî wek mûfetîşê îdarî yê Kerkûk dirêje bi karekanî dedat.
  • Bêşê serûy lîwa ku nexirawete pal îdare û kontrola hikumeta Iraq, heman tişt degirêteve. Ew nahiyeyên ku ji Silêmanî hatibûn ciyakirin, kêşeyên girîng ji alîyê mûfetîşê îdarî ve dedirêne wezareê navxo û wêneyan dexirête berçavê nûnerê bala û wezîrê navxo bi rawêjî nûnerê bala kare girîng û gewrekaniyan cîbicî dikat.
  • Debê bi Şêx Mehmud biwutrê êsat wazî lê dehênrê bi mercêk li sinûrê nawçe navendiyeke wawetir neçê[27].

Nûnerê bala ewaney be namey şexsî geyande Şêx. Her Temûza 1923 ê jî bi wî rageyand: Rê û şiwên danrawe bo ciyakirina qezayên Ranye û Qeladizê û Çemçemal û Helebce û Qeredax û Sengaw û nahyey mawet, û nabê Şêx destê xwe jî werbidate karûbarê dêhatî sadatî sergellû. Eger pêmil nebû, tundtirîn kirinên beranber enwênrê(denwênrê)[28].

Şêx pirr pêeçê(pêdeçê) dawîyê dawîya Huzeyran-seretayê Temuza 1923 sêyem teşkîlaTê hikumetê bi navê Meclîsê Mîllî(umumî)yewe li “ruesay dewaîr” û “eşrafê memleket” pêkhênabê, bi vê şêweyê:

Endamê Asayîyekan(Azay tabîhî):

Naybî hikumet û reîsê meclîsê Mîllî û reîsê daxilîye:

Şêx Mehmud Xerîbê Şêx Marifê Qazanqaye.

Reîsê mîllîye û gûmrig: Seyid Ehmedê Berzencî(merexes).

Reîsê mehkeme: Mela Marûfê Mela Resûlê Sîrê.

Reîsê ticaret û mearîf û nafîhe: Hacî Mela Seîd efendîyê Kerkûklîzade.

Qumandanê ekserê Kurdistan: Reza Beg.

Eşraf û muntexebî ehalî:

Mihemed Axayê Ebdulrehman Axa.

Mihemed Begê Qadir Paşa

Hacî Ehmedê Hacî Kerîm

Hacî Emînê Hacî Ezîz

Hacî Rehîm

Hesen Bineşê[29].

Qele mirovî deshelatî ev hikumeta sêyem, li çav duanekey pêşû da, bi giştî bertesk û qeware piçûk bû, taser û bekirdewe her navendî şar û qazay çiwarta û navçeyên Bazîyan û Pênciwînê girtewe[30]. Şêx li kotayîya Temuza 1923 da destî bisser qeza û nahiyên cîyakirewekan da girte û rageyand hêze mezinekan dayannawe bi Melîkê Kurdistan. Belan nûnerê bala bi firoke beyannamey bo firêdaye xwarê ku eve red dikateve û Şêx hîç deshelatêkî beserîyanewe nîye û naybê. Şêx welamî ewey dayewew, liser kontrolkirna ev şiwênane berdewam bû û deshelatî perey send[31].

Peymana Lozanê roja 23/7/1923 li navbera hevpeymanan û Turkîyeyê da hate morkirin. Êdî debû Brîtanya û Turkîya, bepêy duwem birrgey sêyem madde, hêla sinorê Turkîya î Iraq dîyar bikin. Eger neyşkira, kêşe bixirête berdem encumenê Komeleya Netewan. Ta biryara yekcarekî jî dedira, herdu hikumet belên bidin hîç cimûcûlêkî ekserî yan neeskerî nekin barodoxa ewdemey herêmeke “Wîlatyetê Musil” bigorê[32]. Wata halubarê Kurdistana Başûr wek xwe hêlrayewew, hikumetê Brîtanyayê jî erkêkî weha beranber bi kurdên vê parçeyê li estuda nema ta bikarin mafê xwe bo damezirandina dewletêkî kurdî bikarbihênin[33].

Destpêka vê dewrê, Ehmed Beg û Îzzet Begê Umsan paşay biray û Hamîd Beg seriyan le Silêmanî daw, deryanxist layengirî Melîkê Kurdistan[34]. Şêx 15/8/1923 karbidestên Îngiliz agadar kirin ku Tofîq Celal bi berveyê nahiyeyê Urmawa û Hesen Begê begzadey Cafî jî bi yarîdederê serokê hoza Caf danawe[35]. Şar û bi taybet baregayekî şêx roja 16/8/1923, li verveyêguaye şêx destî werdawete navçe qedexe kirawekan û bi taybet mawet, li frokewe be Bombay 220 pawendî ku bo yekemîn car li mêjû da bikarhênra bobarduman kir. Şêx yad da tiştêkî narezayî liser ewe daye nûnerê bala[36].

Her wê rojê jî Şêx Heme Xerîb bi hêzekê ve çûye nav Helebce, begzadeyê Caf hîç xogirîyekîyan leberdemî da pênakira. Deshelata Îngiliz tenya li beşêkî warmawayî xwarûy zincîre çiyayên beranber navçeyê Helebce da mayewe ku bekfrîyewe bestira[37].

Şêx çendîn nameyên din ji Şêx Evdilkerîm û Şêx Evdilqadirî Sengaw û Seyid Ehmedê Berzencî û Şêx Heme Xerîb da bo nûnerê bala li Bexda şand, dawayê lêkirdinewe nûnerekey xoyan binêrnewe bo Silêmanî. Tişrîna Yekem a sala 1923 du nêrdirawe bi namey 1/10 ê xoyewe rewaney Bexda kir. Hênrî Dobs 12/11/1923 wa welamî dayewe ku debê bête Bexda ta çarenûsa Silêmanî ligel da bas bikirê[38].

Roja 20/9/1923 yekem jimara rojnameyê Umîdî Îstîqlal li Silêmanî hate derxistin û heta 15/5/1924 ku bîst û pênc hejmarên wî hatin belavkirin, bû be zimanê halî sêyem hikumetê Kurdistana cinûbê. Îngiliz dawîya Eylûla 1923 hêzekî taybetî ya siwarîya gerokî ku ji 120 polîsan pêkhatîbû heta likatî p^wîstî da li her beşêkî lîwayên Kerkûk û Silêmanî da bikarbihênrên[39].

Brûskeyekî nûnerê bala li 7/12/1923 diraye Edmonds, têda pêşnîyar kiribû ku hêza asmanî ya Brîtanya duwayî agadarîkirina bombardumana Silêmanî bikat, çinku Şêx çend carêk merce sepênrawekanî şikanduwew, guaye belge jî gelek in ku nîyarî dujminaney jî hene[40]. Ehmed Beg û Îzzet Beg ku bi pele vegeryane bo Helebce, roja 16/12/1923 ligel Adîle Xanê daykîyanda Edmondsyan li dêy “pisarkan”î xwar “bitxane” dî[41]. Bi vê, peywendiyan ligel Îngiliz da damezirandewe.

Silêmanî û bi taybetî milê Şêx roja 25/12/1923 bi firoke hate bombarduman kirin. Mereşal Sîr Con Salmondî serkirdeyê hêza asmanî ya Brîtanyayê li Iraq bi xwe bi froke mala Şêx bombe kir û  her dergay derewey berkevt. Du firokeyên wan nizîkê Serçinar û li derbendê Taslûce pekiyan kewt û nişteve. Şêx yê yekemîn parast û duyemîn bidestê Kerîm Begê Hemewend têkşikênra. Her ew firokeyên Îngiliz û efserê sîyasî şevekê bi boney cejnê ji dayikbûna Mesîhiyan ahenga xoyan gîra. Firokeyan lewebedawaw ta adara 1924 çendan carên din bo hêrîş û çavtirsandinê bi asman îşarda sûranewew manorîyan kir[42].

Desthelatdaranê Îngiliz Marta 1924 fermanberê medenî û polîsiyan bo damezirandina îdare şande Helebce.Hêzekî Şêx pelamarî şarekey daw, siwarên Cafî Ehmed Begê şikand. Dîsan desthelata Îngiliz bidawî hênan heta dêy warmawa. Belam leşkerê Ş3ex xurmala û  warmaway bakûrê berananîşî girt. Êdî Helebce li 1/10/1922 şûnda hîç efserêkî sîyasî yê îngilizî têda nebû, heta Edmonds 21/4/1924 bi firoke geyîşte  wê derê[43].

Şêx Qadirê Hefîd ev dewre li Şêx Mehmud, lêy durkevteve; Tişrîna yekem ya 1923 li dêy Sêwsênan giftî bi Edmonds dabû xoy bo endametîya encumenê damezirandin “Almeclîs Altasîsî” bipalêwê[44], rast ligel Îzzet Beg û Mîrza Ferec û Ehmed Begê Tofîq Beg û Mihemed Begê Fetah Begê Caf da bi endamê ew encumenê helbijêrdiran ku roja 27/3/1924 kirayewew, 26/7/ 1924 ê jî dawîya temambûna erkan helweşênrayewe[45].

Rîyasetê malîyeyê hikumetê Şêx destpêka 1924 pûlê xwe çap û derkir bo rayîkirina karûbarê resmî yê daîreyan: yek û heşt aneyî, bo tapoyê jî pênc rûpîye ye. Paşan pûlê çar rûpîyeyî û rûpîye û nîvî û yek rûpîyeyî jî derxist[46]. Bîra pûl derxistin yê Ehmed Xoce bû, û xo bi encamî geyand. Şêx Letîfî dansazîş gelek yarmetî da bewey nêwan pûlên bo kun kir û qeraxî bo dirust kirdin[47].

Rîyasetê malîye her ew maweye xerîkî amadekirina birrêkî zor altûnî sikedar û bêsike bû ta li sinuq da bi barimte daybinê û banqa not(emlet wirqît) beranber bi vê altûnê çap bike û bixête bazarêve[48]. Balam dîyare rûdanên lewebedwa û bitaybet topbaran û dagîrkirina şar ev projeyan heweşandûwetewe.

Roja 20/5/1924 beyannameyêk zor biser gelek navçeyên jêr deshelata Şêx da hate berdan, hêrîşa bombardumankirina hemûyanî têda kirabû. 22/5 Şêxî jî bi name agadar kir ku bi xwe û çekdarên wî şar terk bikin. Êdî bo bîanûbirrînîyan rû bi qeredax û sengaw bicî hişt û dawîya bombardumanê hateve[49].

Silêmanî 25/5/1924 carekî dî hate bombarduman kirin.Ev car ji vê bîst hezar kesên daniştvanên şar, tenê 700 kes lê mane. Ewên din derbederê dêhat bûn û bi çar mangî din emca kiştiyan geranewe cîyê xwe[50]. Ehmed Xoce ku ew rojane hatibû nav şar, dîwye(dîtîbû): “li hebû serban û malê billêsey agir helestê, xanî wêran û kavil bi seyrek da rûxabûn, şarê çol û bêxwedî. Li jêr bomba û mîtralyoz da jin û mindal û pîr kevtibûn deşt bi bê xorek û aw bepêy pêxwasî”[51].

Şêx her li hewlî destgirtin da bû bi ser ew navçane da kul ê qedexe kirabûn. Piştî bombarduman şarî jî, karûbarê kem û zor li girêjene bir. Duwecar nûnerê bala biryar da ku bi hêza pîyade Silêmanî dagîr biket. Ewe bû retlêkî supay erebî yê Iraq bi piştevanîya hêza polîs û hêzekî lîvîy Asûrî û hêza asmanîya Brîtanya, roja 19/7/1924 Silêmanî girteve, û “çapman” kiraye serpereştî îdarî yê şar[52], li demekê da Şêx li pêş çend rojêk Silêmanî terk kiribû[53]. Li wê demê jî tomara jîyanî ev sêyem hikumetê Şêx bi temamî pêçrayewe.

2. Cîyê “Umîdî Îstîqlal” di Rojnamevaniya Kurd da

 2/1- “Umîd Îstiqlal” rojname(xezete)yekî kurdî ye, wek lêh atiye nûsîn, sîyasî û edebî û komelayetî resmîy heftane bûye, li Silêmanî derçûye. Eger çi newtrawe, belam bi qisey Ehmed Xoce û wek xwe jî niwandûye, zimanê halê sêyem hikumetê Kurdistana cinûb bûye bi serkirdeyîya Şêx Mehmudê gewre[54].

Lijneyekî pêkhatibû ji Ehmed Xoce û Macîd Mistefa û Adîlê Şêx Qadirê Qazî û Seyid Ehmedê Berzencî û Sebrî Kakereş li mala Îzzet Begê Osman Paşa kombûne, çend navêkî wek (Kurdistan, Umêdî Îstiqlal, Weten, Serkevtin, Yekîtî …)yan bo pêşnîyar kirîye. Yekêkî Qadir Axayê Pişderî naw sêcar raykêşawe, her “Umîd Îstiqlal” derçûye. Boye ew navê lê danîne[55].

Bi vê şêweyê piştî rojnameyên Pêşkevtin, Bangî Kurdistan, Rojî Kurdistan û Bangî Heq dibite pêncem rojnameyê navçeyê Silêmanî û piştî her sê xulî rojnamey “Kurdistan”a dayik û rojnameyên navçeya Silêmanî  û “Rojî Kurd Şewî Ecem” û “Jîn” û “Têgeytiştina Rastî” jî dibite yazdemîn rojnameyê kurdî li mêjûyê rojnamevaniya kurdî da.

Naveke nezanrawe kê bi vê terzê xetê farisiyê “tehayiq” nûsîyewe. Ev du dêrre(rêz yan mirse) şihrê Şêx Nûrî Şêx Salihê şaîrê ta (j.9) li jêr da hatiye nûsîn, bi vê  awayê dawî lê anîye:

 

“Xudaya beyse îtir laberî deycûrî îzmîhlal

Talûey pê bike xurşîdî rojî pakî îstiqlal

Legel xulyayî hîcretda beserçû umrî şîrînim

Desa nobey wîsale ah! Ey umêdî îstiqlal”.

 

Mêjûyê koçî û romîy salî darayîyê Osmanî jî, wek pêrewî rojgareke, ji derçûn da lêdirawe, yekem jimarey yê sala 1339 ê romî(1923), jimara dawî(25) yê 1340 ê romî(1924) e.

Xoce efendîzade Ehmed Sebrî birêveberê berpirs û sernûserê jimarên(1-3) û Refîq Hîlmî yê (4-13-) û Hisên Nazim yê (14-16) bûye. Jimarên(17-25) navê kesekî bi vê wezîfeyê bi ser da nîye.

Qewareyê rojnameyek(21x33cm.) û (têkst bi giştî 17×27,5cm) ye. Hemû jimarên wî çar rûpel in û bi d ustun hatine çapkirin ku her yak ji wan ji 29 dêr(rêz) kemtir nîye, jimara (17) nebê ku p^nc rûpel e. Wate sercem(tevayî) (101) rûpel in.

Tîraja rast ya her jimareyêk nayête zanîn ku çende. Ehmed Xoce li du cî û katî ciya ciya da gotîye: “yekem jimare ji çar hezar liban (daneyan) pirrtir hatiye firotin”, yan “yan “hezar dane jê çapkira”[56]. Li demek da ew du jimare bo Silêmanî ew rojane daniştûyan dewrî 20 hezar kes û barodox danemezraw, û nek her roşinbîrê peroş xwêndinewe, bekle xwendewarê wî jî têde bi jimare yekcar kem, bi zor dezanrê. Tenanet zehmata jimarekê xoy ji pêncsedî jî dabê.

Rojnameyeke bi pileyê yekem li navçeyê Silêmanî hatiye belavkirin û daneyên wî geyîştûye devre wek Kerkûk û Kifrî û Bexda[57] û Helebce. Nirxê her daneyekê wî yek “ane” bûye. Abonetiya beşdarîya bo 3 mang du û 2 mang çar û Silêmanî jî heşt “rûpê” bûye.

2/2- Ev rojname li çapxaneya şarevanîyê(hikumet) da dihate çapkirin ku pêştir Mêcer Son anîye Silêmanî û li mala Faris Efendîyê Ewreman Axa dayna û rojnameyê “Pêşkewtin” pê derkird; piştra jî “Bangî Kurdistan” û “Rojî Kurdistan” her  li Silêmanî û “Bangî Heq” li Şikevta Casene bi wê dihate çapkirin.

Ew şarezayiya çapxane ku Mêcer Son yekem car serdema hukmê rastexoy Îngiliz li Silêmanî(19/6/1919-5/9/1922) fêrî çapê kiribûn û pêgeyenrabûn, dewranê duyem hikumetê Kurdistana cinub(10/10/1922-3/3/1923) çapxaneyê wan birêve dibir, bi vê şêweyê: Şêx Ebdulmecîdê Şêx Arif- birêverbirê çapxane, Mihemed Edîb Ezîz- sermuretîb, Mihemed Tofîq- muretîb, Mihemed Teyîb- makîneçî[58]. Evana, wek li qisey Ehmed Xoce da derdikevê, li “rûniştina umîmîyek”ê roja 17/6/1923 da ligel îngilizan û du hezar kesêk da şariyan rû bi Kerkûk bicî hiştibû.

Çapxaneke meylêk lê derhênra bû, westa Salih Silêman cejnê çexmaxsaz bi du roj dirustî kirdewe. Şêx Mihemed lebirîy 60 rûpê, 200î dayê. Mihemed Zuhtî Taqe kesêkî şarezayê çap û îş pêkerê makine çapê bû[59], bi xwe tenê tîprêzî û rêxistin û ji çapkirina rojnameyêk bi çend rojêk cîbicî dikird û, û bi yek rojê jî raydekêşa. Ku yekem jimare derçû, Şêx 150 rûpê xelat kir û mûçeyê wî ji 45 kire 100 rûpê. Şêx bi dengdanewey rojnameke, biryar da çapxaneyekî gewretir ji Elmanyayê bihêne[60]. Belam bi hoyê gorîna barudoxekewe, boy serneçû.

Çapa rojnameyek, bi miqayesekirina du komelên cîyay hemû jimarekan, rûn û ciwan nîye. Çapxaneke mandû û fireerk bê xizmet bûye, cêgorkê pêkirdin û barkirina ji Silêmanyayê ve bo sûrdeşt û anîne li layen îngilizan ve, zîyetir mandûy kirîye.  Bo w êli vira û li wê çapekey kall ya dabirr dabirr bûye û derneçûye. Renge merekebê wan jî dewrî lewe da hebûbê. Ehmed Xoce di yekem jimarê da nîşan bo ewê kirîye: “Li vê înqilabê dawî da liber evê beazî eqsamî makîeya çap seqat kirabû, meddetêkî xezete întişarî teatîl bûbû, ev carê bi wasîteyê seay û hîmmetê çend westayan hate çêkirin”. “Atzar”êkî (j. 16) yê j îronî kirîye ku: “Li vê navbeynê pêşûyê da makîneya metbea çepell bûbû, ji ber vê teexîrî întişarî xezete kira û pakkirayeve”.

Cîyê base, ewî zanrawe çapxaneke ta 8/11/1923ê jî her Ehmed Xoce birêvebirê wê bûye[61]. Pênaçê taser ew wezîfeyey hebûbê, çunke wek xo nûsibûye ku rojnamekey teslîm bi Refîq Hîlmî kirîye, çûye navçeyê Baziyan û dawîyê bombardamanekê Mayîsa 1924 emca hatûwetewe[62].

2/3- Rojnameke(heftane) bûye. Bi giştî her heft roj carêk derçûye. Belam çend jimarên wî derengtir derçûn: (J. 15) dawîya 35 roj, (j. 17) dawÎya 21 roj, (j. 18) dawîya 16 roj, (j. 19) dawÎya 11 roj, (j. 23) û (25) dawÎya 14 roj. Mêjûyê derçûna wan bi vê awa ye:

 

Jimare:               Mêjûyê derçûn:

 

1                         20/9/339

2                         27/9/339

3                         4/10/339

4                         11/10/339

5                         18/10/339

6                         25/10/339

7                         1/11/339

8                         8/11/339

9                         15/11/339

10                       22/11/339

11                       29/11/339

12                       6/12/339

13                       13/12/339

14                       20/12/339

15                       24/1/339

16                       31/1/339

17                       21/2/339

18                       9/3/340

19                       20/3/340

20                       27/3/340

21                       3/4/340

22                       10/4/340

23                       24/4/340

24                       1/5/340

25                       15/5/340

 

Dereng ketina (j.15) ji hoyê şilejanî wezhê şarê bûye, dawî bi bombardumankirina firokeyên Îngiliz li 25/12/1923 da hat. Êdî ji gavê ve barudoxekê zêdetir rûy li nearamî û têkçûn kirdûwe. Ne ku ev rojname, belku daîreyên şar jî heta maweyek îş û karîyan pekî kewtûwe[63]. Cige lewe, pakkirdinewey çapxaneke jî hoyek bûye[64].

Dereng ketina herdu hejmaran(17,18), zor rêk têdeçê jiber dest kêşandina Hisên Nazim birêvebirê berpirs û sernûser bûbê li 20/1/339(1943) da[65], ku rojnameyek bê xwedî hêştûwetewe, heta karhelsûrênêkî dî bo wî hate dabîn(terxan) kirin, pê çûye. Dereng derçûna jimarên (23,25) ê jî, dîyare jiber bi temamî alozbûn û danemezrawîy doxî sîyasî navçeke bûbê ku asoy paşeroja neroşintir û guşar û êrîşa Îngiliz jî liser tundtir bûn.

Rawestina rojname bi xwe jî li (j.25)ê di15/5/1924 da bidawî tête.bêçend û çon jiber bombardumana qurs ya roja 25/5/1924 ê şar bûye ku hemû cimûcûl û çalekîyên şarî bi rojnameyek ve bo mawey çend mangêk kem û zor ragirtîye, li pal çend hoyekî dî da, karêkî kirîye wezekî asayî bebêteve û zemînê xweş biket bo dagîrkirina  şar di Temûza wê salê da, dawîyê jî her wê rûdaye.

 

2/3- Navê aşkere yê nûsera evana bûn:   

 

  • Ehmed Xoce
  • Refîq Hîlmî
  • Hisên Nazim
  • Ehmed Fewzî
  • Ehmed Faîz
  • Zêwer
  • Arif Urfî
  • Fayiq Zêwer
  • Adîl Efendî
  • Bêxud
  • Reşîd Kaban
  • M: Z jî renge Mihemed Zuhdî bûbê.

Zortirîn pantayîy nûsîna rojnameyek, birêvebirê berpirs û sernûser bi xwe pirr kirine. Beşdarî nûserên dî kem bûye: Ehmed Fewzî 3 şihir, Ehmed Faîz 1 nûsîn, Zêwer 2 nûsîn û 1 şihir, Arif Urfî 2 şihir, Fayiq Zêwer 1 şihir, Adîl Efendî 1 nûsîna 2 elqeyîy temam nikirye, û Bêxud 1 şihir, Reşîd Kaban 1 nûsîna 2 elqeyî, M: Z 1 nûsîn.

Sernicrakêş eweye gelek ji nûserên pêşî yê herdu rojname yê “Bangî Kurdistan” û “Rojî Kurdistan” li vira da navê wan nîye, bi taybet Şêx Nûrî Şêx Salih û Elî Kemal Bapîr ku destpêkê pêkve nûserê beşên kurdî û firisî ya “Bangî Kurdistan” bûn û dawîyê Şêx Nûrî bûye xwedî îmtiyaz û birêvebirê berpirs û Elî Kemal jî be nûserî “Rojî Kurdistan”.

Refîq Hîlmî, wek agadarêkî serdemek, li perawêz^^ekî bîreweryekanî da bideq nûsîye: “Piştî hatina Şêx Mehmud bo Silêmanî Bangî Kurdistan beyanêkî dî belav krîye. Ev car li cîyê ew rojnameyê “Umîdî Îstiqlal” hate belavkirinê. Hin nûserê ev yaddaşte ligel biwêjê navdar Şêx Nûrî Şêx Salih ku ligel Elî Bapîr Axa(Elî Kemal) li nûsrekanî Bangî Kurdistan bûyin sazkirina karûbarê nûsîna “Umîdî Îstiqlal” min girte estûyê xo. Li dawîya navbeynêkî jî bi xo bûm mudir û sernûserê rojname”[66]. Ke çî navî ew diwane bi hîç nûsînêkî rojnamekewe nabînrê.Ronî jî nîye hoy ew çîye û bo çi beşdaryekeyan, eger hebûbê, aşkira nebue.

2/5– Eger çi rojnameke kurdî bûye, belam jimarên(9,14,17,18,25) beşê turkî(Turkçe kısmı) û jimarên (13,14,15,16,20) ê jî beşê Farisî(Qismet Farsî)yê hebû. Bi taybetî Hisên Nazim wîstûye beşê erebî jî bikatewe, hîç erebînûsêk hevkarî nekirîye.

Rojname demek Ehmed Xoce lê berpirs bûye(j. 1-3), li vê (5,10) rûpel e(5,3 r)ê bo hewalekanê devre û bitaybet Turkîya û Brîtanya û Iraq, û (2 r.)ê bo hewalekanê navçe, û (75,2 r.)ê bo agadarî(îlan) û Iraq û(25 r.) bo şihir terxan bûye.

Li serdema berpirsyariya Refîq Hîlmî(j. 4-13), lew (4,35) rûpel e: kêm û pirr (19 r.) bo gotar û (3 r.) bo gotarî wergêrdiraw û (3 r.) bo şihir û (5 r.) bo hewalê devre û (5,1 r.) bo hewalên navxwe, û (1 r.) bo beşê turkî(gotar) û ewên din jî(2 r.) bo agadariya daîreyên hikumet bûye.

Ku Hisên Nazimî jî serkarî kirîye ((j. 14-16), li vê (7,10) rûpel e: kêm û pirr (3 r.) zêdetir bo gotar û(5 r.) bo heewalên navxo û (3 r. Bo hewalên devre û (25, 1 r.) bo beşê  turkî û (1 r. ) bo beşê farisî û (25, 1r.) wî jî bo agadarî danrawe.

Jimarên din jî(17-25), li vê (4,33) rûpel e: Bigiştî (17 r.) zêdetir bo hewalên devre, û (5 r. )bo beşê Farisî, û (7 r.) bo gotarên sîyasî (3 r.) bo gotarên dînî û komelayetî û (1 r.) bo beşê Farisî û (5 r.) bo beşê turkî û ewên din jî (5 r.) bo agadariyan hatiya cîyakirin.

Serçavîya ev wûrde hewalên derve ku berdewamî dihat belavkirin, rojnameyên Îran (heyat, şifq sirx) û Mûsil (alamil) Û Kerkûk(nemce) û Bexda(Bexdad Tayms, Alıraq) bûye.

2/6- Ehmed Xoce ku li vê sêyem hikumetê Şêx da bi katibê daîreyê tehrîratê milûkan bûbû, nexşê berçav ê li çakkirin û begerxistinewey çapxanekew, paşan derkirdinî hewalên jimarên Umîdî Îstiqlal da hebûye. Bo vê, wek birêvebirê berpirs û sernûser, ev kar û xebata li vê rojgarê şêwawe da giranbiha û gewre bûye, heybet û şan şikoyekî berzî bo hikumeta Şêx  peyda kirîye.

Ev çend nûsînê kêm yê nawbiraw, têkra sîyasî û bi taybet meseleya kurd bûn. Li gotara “Metbûat û Zibanî Kurd”[67] da, xwestiye bersîva ev pirsyarê bidate: Kurd bo çi heta nûha musteqîl nebûye, lemewla(ji vê layî ve) qabîle yan na?

Nûsîye: “mealsef ne eslafman sermayeyekî mîllî bo bicê hiştûyne û ne neslê hazîrê kurd muqtedîr bûye ku bikare bi lîsanê xwe hetta alûmî dînîye îbtîdaîye tedwîn bike. Hall eve ye li alemê medenîyet û mîllîye da wasiteyê nasîn û tefrîqê enasir ziman e,Ziman elbete bi sayeyê qewaîd terefî û bi sayeyê betbûatê ve tedwîn dekirê. Ji ber vê mesela ziman û metbûat ji hemû mîlletê zêdetir bo unsurê kurd lazime”.

Pêbipê çend hoyekî waqihî û dirustî bo bikarnehênana kurdî û nebûna hikumetê kurd hênayeve ku nîşanê agadarî pêşwext û wirdî bîr û sengînî û guncawî bîrurakaniyetî: eyllet li nebûnî zimanê kurdî edem mewcudiyetê hikumetê kurd bûye. Ev sebeb jî etif nakirête bêqabilyetîya qewmê kurd, manîh bo hikumetê kurd, muhîtê îqlim û mewqiyê cografî yê Kurdistan e. Ewelen tebîet bexşayşêkî way nedawe bi eraziyê Kurdistan ku sebebê yeketî û îstiqlalîyetê Kurdistan bêt, eku Nîlê Misir, Dîcle û Firatê Irqa. Janiyen Kurdistan herçend zeman zeman hatibe îstila kirin û mearûzê teruzatê xarîce bûye, feqet hîç wextê mearûzê îstilayekî umûmî û berdewam nebûye ta ku kurd mecbûr bibê îtihadêkî umûmî tesîs bike wekî îstilaya Rusya li teref Tatarekaneve. Jalîjen Kurdistan wekî mealûme kîjan şax û dax û mîlletê kurd bi ekseriyet zurrrrany mazû û dar firoş û ya şiwanin. Ji ber v^li navbeyna Kurdistan û eqwamî mutecawîre da tîcaretêkî wasîh û munasebetêkî daîmî nebûye. Rabîhen ewarîzî  erzîy Kurdistan wekî erzî kira daîmen musleîdî tefreqe û bicîya jîyîna kurd bûye”.

Ev hal û bar, biraya wî, zemîna xoşker nebûye bo dirustbûna dewleta kurd: “Mîlletê kurd di nav ev hemû şertên nemusaît da her ewendey pê kirawe ku lîsan û adetên xwe muhafeza bike. Feqwt hikumetêk pê teşkîl nekirye”.  Li vê jî da pelarî tundî girtuwete pêşînan ku kelepûr û deskevtêkî meziniyan bo newey niwê bicînehiştîye ta bitiwanê liser pîyê xwe rabiwestê  û paşeroj biniyan binê. Bi min weha bû eger piştûpiştî newekane ky her yekê wan karêk biket erkek bo yên pişt xwe qurstir û li odenehatû nebê: “muheqeq eger pîyawe qedîmekan man fikrê evroyîn bibûwaye ev jî tûşê ev pelepirrûkê û hawarê nebûyin wekî kurrê bawk man  liser beşê xoman dadeniştîn û evro hikumetêkî me yê mustekîl dibû li heyatêkî serbestî da ramanebiward li vê haLê etalet û û paşkevtiî da beşê me yê zîndî nexward”[68].

Ev xetabarkirdiney( pîyawe qedîmekan man) bo ev rojê kurdewarî, cûre helwêwtêkî azayane û hişyarane û hewlêk bûye bo helsengandina rabirdû û têgeyîştin li wê serdemê bi mebesta dîyarîkirina  pêwîstî û erkên qonaxeke.

Refîq Hîlmî, ev dewre li Eylûla 1923 ve, û berêveberê (Edadîy Mehmudî) danrayewe. Sereray ev wezîfeyê, li 1/10/1923 da bi vê îrade şahaneye cî Ehmed Xoce girtîyê:

“Bo cenabê Refîq Hîlmî Efendî,

Ehmed Efendî kirawe liber ewey kul ay xom îşê kitabetim pêye Umêdî Îstiqlal tewdîh bi cenabêt e kirawe lazime îdarey biken û hemû hefteyek xezeteke îtîşar bike êdî husnî xizmettan metlûbe.

 

1-ê Teşrîna Ewel 39

Mehmud”[69]

 

Refîq Hîlmî ceribandinek wî ya pêştirîn di rojnamevanî da hebû: Dema ku qutabî bûye ku bi şihr û nûsîn hevkarî rojnameyê “Huaded” û kovarên “Kukib miharif” û “Tecded”ê Kerkûkê kiriye. Piştra di sala 1921ê da nûserekî bikêr yê rojnameyê “necime” bûye ku li alîyê deshelatdarên Îngiliz ve bi tirkî li Kerkûkê dihate derhênan. Heta sergotarnûsînî têda dahênawe û sebaret bi rûdanên gewre yên wê demê yên navçeyê bi taybet Turkiya nûsîye.[70] Emca bûwete Nûser “mehrr”ê beşê Turkî yê rojnameyê “Bangî Kurdistan” ta (ji 6).

Hemû hejmarên dema wê, bigiştî sergotarê wî hebûye, naveroka basa wan terxan bûn bo meseleyên girîn ên wê demê: wek barodoxî navxo yê kurd û şîkirdinewe û nirxandinî le layekewe arastekanî bîrkirdinewey xelk û roşinbîran û seranî kurd û le layekanî tirewe sîyasetî Îngilîz û Turk û dahatûya Kurdistana Başûr “wîlayetê Mûsil”.

Zîrekane rexne jî li eqlîyatî mirovî kurd girtîye, nûsîye: “Kurd ji ber eve ye ku teesubî îslamîyeyan ji turk jî û ji ereb jî zêdetire daîmen mexlubî esebîyetî dînîye debin”[71] “Kurd pirr bedbexte, pirr ser befelakete, yekane sebebê felaketê wê jî, ji dijminên xarîcî zêdetir xoyetî(navxoyî)”[72].

Wek azadîxwazekî jî, li vê bare nahemwareda, layengirî azadîy bîûra derbirîn bûwe û bangewazî bo kirduwe: “Lazime evro li Silêmanî da metbûat û efkar fuqelade serbest bê û hemû têgeyîştwanî mîllet bîlla qeyd û şert serbestîyan temîn bikirê heta li tehtî rîyasetî cenabî Melîk da bi programêkî qethî û faîdebexş cemhîyetêkî ehrar teşekul bike bo xatirî emey ku hem bo anî sîlah mudafeeman bibêt û hem îdarey mutlaqe û mustebîddane li memleketmana xeyre qabîlî teşekul bê.”[73]

Refîq Hîlmî rastî bo çûwe çareser û yeklayîbûnewey sîyasî kêşey kurdî be be herî girîngtirÎn meseley xo û rojnameke zaniyewe. Bo vê li her berêweberêkî tir zêdetir girîngî bi vê layî daye û xebat li ser kirîye. Rupelên ew 10 jimaran 23yan, wate %65 zêdetir, bo gotarî sîyasî terxan bûn.

Hisên Nazim, mawey kurdtî wezîfedariyekey li vê rojnameyê da, têruanîn û arasteyekî ciyawazî hênawne rû. Li yekem rûnkirdinewey da “îfadey xisûse”[74] dirust wa têgeyîştûwe ku “meanayî xezete, meselekî xeseteçî newazişkirdinî mîzacî qewmî û rrehnumay menfîhî wetenîyete! Mealume ku xezete wekîlê qesd, tercumanê fikir, awazê lîsanê umûmî ye! Ev wekalet, ev tercumanî û awaze li mecrayêkî bêterefî û sefwetî rûhîye da cereyan îpê dekirê! Eve jî emrêkî tebîhîye! Madam ku wekalet wekaletê umûmî ye, awaz awazêkî qewmî ye bi giwêreyî mîzac û menafihî umûmîye întişar pêkirin lazime!”

Hawkat bo sernicrrakêşan û bedesthênanî piştîwanî gelanî dirawsê(derdor, cîran), kirdinewey beşekanî erebî û tirkî û Farisî li rojnameke da bi pêwîst reçaw kirduwe: “ji ber wê lazime ku muafiqî lîsanî hemcîwar bi kurdî, erebî, turkî û farisî binûsrê bi vê wesîleyê jî mehebibet û semîmiyeta dorberê(cîranên) me zêdetir celb û teîd bikeyn”.

Belam xalê cîyê lê hûrbûnê ewe ye xo li qerey sîyaset nedawe, nûsbûye: “tearuzê sîyasîyat nakim, mebahîs û meqalatêk ku muzîr bê bo sîyaset û selametîy memleket qebûl û dercî nakem be xeyrej  hewadîsatî mehalîye û muqtebese. Esasê programê teeqîbê tereqîyê mearîf teedî menafîhî edebî, îqtîsadî û îctîmaîyî(civakî) memlekete”. Li katêk da rojnameke zimanê hallî hikumetêkî piçûkî ser navçeyêkî beşêkî welatê xo bûwe ku hêşta çarenûsê sîyasî beladanexirabû û ji vê rûyî ve nakokîyekî qursî ligel bitaybet karbidestên Îngiliz da hebû.

Ev, ji vê bernameyê exlaqîyê dîyare, peyamêkî komelayetî hebûwe, çakkirin û binyatnanewey komelgayî li binçînewe li her karêkî tir p êli pêştir û girîngtir bûwew, parastina “şerefê qewmî”yê bestûwetewe be “îtîhadî û mehebetêkî muteqabîle, yanî muhasede û munafese terk bikeyn û bi mehebetêkî yekwicudane meşful/meşequl bi muaşeret û wesaîtî meaîşetî xoman bîn”[75] kemûkurîy ev layenê jî wa nîşan dawe: “bo terbiye û nişûnî qabilîyetî fîtarîyeman ne dar eltehalîm ne dar elsinaayêkman heye! Li ber wê exlaqî qewmîyeman her bi xamêtî li xalî fîtarî da mawetewe! Ev ejî bê îş û karî hêştuynewe! We biwasîtayî bêîşûkarîşewe be muzayeqey meîşet girîftarîn. Her bi wasîyatê ev bê îşûkarîyeweye, ku hemû çawman birîwete xizmet û meaşî hikumet”.[76]

Hisên Nazim bi hoşêkî jîranewe bangewazî bo yekgirtin û xoşewîstî û îşkirdin kirduwee, peyamekey pîroz û şaristanane bûwe. Belam pêşxistina xwendewarî û abûrî û komelayetî, li helûmercî sîyasî alozî ew roje da ku kurdewarî bigiştî xêlekî û nexwêndewar û barê abûrîyê şer hî komelayetî jî  darizaw û yeknegirtû û  parçeparçe bû û pêbepê beşê herî zorî amraz û pêwîstiyên cîbicîkirina ew gorankarîyê jî, her li zemîney lebar û darayîyewe bigre ta kesên şareza û hî tir, ferahem nebûn, karêkî giran û etsem bûwe. Her ev têriwaniye cîwazeye jî, wek kak Kemal Reuf Mihemed rastî pêkawe, karêkî kirîye ji sê jimare zêdetir li rojname da nemênêtewe[77].

Adil Efendî  li vê nûsere roşinbîrî berze kemaney rojnamekeye ku gotarêkî du elfeyîyî tewaw nekirawî bi navê “bûn û jîyan bi serweteweye”[78] yî têkda heye, helegirê basî bikirê. Pêm şik naye kesî tir li rojnamevanîyî kurdî da ta ew kate layî li meseleyekî wa girîng kirdbêtewe. Boye li biwarî xoy da danisqeye.

Mebesta wî ew bûye bibêje hoyekî bihîç nebûnî kurd bêsamanî û bêdarûbaRî abûrîyetî ku neyhêştûwe bikevête serpê û xo rabigrê û qewareyekî serbixo bo xo pêk bihênê: “milletêkî jî her bi serwet, mewcudiyet, ahengî civakî, û beqa û temînî  lewazimî mukîn ebê”. “Milletêk çende serwetdar bê ew hende qîmetê civakîyetî(îctîmaîyetî) muhîmme. Ew hende qabîlîyetî îctîmaîyeyî înkar nakirê. Mîlleta bêserwet taqet û qudretê civakî nabê. Ku wa bû li pêş hemû tiştêk da bo tezyîd û îstîhsalî serwet seay îcab deka. Serwet binaxeye mîllet înşayetî. Serwet heta mutezaîd bê înşa ewende mehkem û metîntire”.

“Mearîf û tîcaret û senayîh û ziraet” yşî bi mayey peydakirdinî  saman danawew, ewaney belawe hokarî gorînî komelga bûwe. Temaşa nûsîwye: “eqwamî îctîmaîye heta le nûrî mearîf negeyiştin, heta tekamulîyan li mearîf da peyda nekir her li nav hesarî wehşet da esîr bûn. Ev tereqîyatî sîyasî, tîcarî, senayî welhasil îqtîsadî zemanî hazîre hemûy destkirdî mearif nebê çîye?”. Tîcaret menbeayî serwet e. mîlletêk heta hiquqê wî yê ticarî yê gewre û wasîh bî ew hende qabilyetê wî yê îctîmayî muselleme. Çunke ticaret yekêk ji erkanî heyatîyetî mîllet e”. Mixabin baseke ji natewawî hêlrawetewe, elaqekanî tirî bilaw(bibaş?) nebûnetewe.

Jimareyên (18-25)î rojnameke, nazanrê kê serpereştî kirîye û karûbarê nûsînî raperandûn, leçaw ewaney pêş xoyan da bigiştî corêk li bêserewbereyî û bernameyî û kem pêzîy naverokîyan pêwe dîyare, ev şêweye:

Witar ku nîwey rastî zorbey jimarên pêştirî girtûwetewe, lewebedwa kem bûtewew araste û hêllêkî roşin û dîyarîkirawî têda bedî nakirê. Heta carî wa hebiwe dabezîwete astêkî sadey gêranewe. Hewlekanî dereve zêdetir ji nîwey laperekaniyan dagîr kirdûwe. Agadariyekan bi qeware bûnete dû ewende zêdetir, 16 jimarên pêşî têkra 6 rûpel bo terxan kirdûwe, lêbelê ev 9 jimarên dawî 5 rûpel e. Dûr nîye, ji ber bêbabetî, mebest pêy pirkirdinewey beşêkî zortirî rûpelan bûbê.

Nûsînên wî bi piranî babetê wan kurt in, bewirdî rêknexirawin û cê nekirawnetewei. Carûbar wirde hewalekan tenanet li jimarekî jî da bi darrşitnêkî tirewe hatiye dubare kirin.ya bi du beş nûsrawin, bo nimune: “nexoşîy Wînzelos” û “îstifaya mîsyo Wînzelos” li (j. 18, r. 3) daw, “siqutî qabîney Belçîqa” û “îstifayê qabîney Belçîqa” li (j. 19, r. 3) daw, “hereketê Şahê Îran” û “Cemhurîyetê Îran” li (j. 20, r. 2) daw, “ehwalê Îran” û “li meclîsê mebhusanê Îran” li (j. 21, r. 3) da.

Jimara nûser û şaîrên beşdarbûyî jî kem bûye, Ev her çar nav têda nûsîne: Arif û Zêwer her yekî 1 şihîr, Reşîd Kaban nûsînêkî du elaqeyî, M. J wirde babetêk. Xwedîyê nûsînên din zanraw nîye. Pêeçê ev cîyawazane nîşanê ewe bin ku rojnameke li vê maweyê da yekêkî şareza lêbiraw nebuwe berdewam birêwey bibat, boye tenanet rûpelên jimareyekî pêş û paşî jî kewtûn û pêçewane le çapdirawin. “Etzar”î li (j. 17, r. 3) da dîyar kirîye ku “ji ber kîşretî meşxulîyet ev car xeseteyê me pêçewane tebih kirawe, îstirham dekeyn li qaryînî kîram ku qusûrê me efû bifermûn”.

2/7- zimanê nûsîna ta jimara (16), bi taybet yê Ehmed Xoce û Refîq Hîlmî û Hisên Nazim, bigiştî tokme û rewan û darêjraw bûwew, li rûyê helbijardina babet û honînewe û berçav xistinewe, selîqe û behrey rojnamewanîyan têda reng dedatewe, taybetî jî layê Refîq Hîlmî xawen taqîkirdineweyekî pêştirî pîşek û Hisên Nazmî xwedî roşinbîrîyekî Osmanî têkel bi giyanî neteweyî.

Refîq Hîlmî li demekê da carubar cilewî xeyalî bo zimanî şil kirîye û dirêjey bi mebestekanî xoy dawe. Hisên Nazim bi pêçewanewe, eger çî zimanekey (zemanekey?) ciyawazew, ji ber zor bikarhênanîgotin û zarawayê erebî, osmanî amêze û req û qurs e, hawkat çirrupirr û sengîn û binaverok û pirr manaye dirêjdadirîy têkda xirawete lawe. Zimanê jemarên (17-25), ji ber nebûnî qelem bidestî tiwana, zor sildetir û kem darubare, kalukirçî û bêpêzsîyî têkda debînrênew, selîqey rojnamevanî jî pêwe kizew, lewe naçî yê rojnameyekî zemanî halî hikumet bê.

Rênûsa rojnameyê jî, her lewebetir, sereteyî û sade ye, pîtê erebiyê taybetekanî wek (s, t, z, ş, ……) bê perwa bekarhênrawin. Ser û bor û jêr û zend li zorbey kat da nebûwew, debê biz anînî pêşwext dîyarî kirabin. Pîtên dengdarên wek(ê, o) û yê qursî wek (rr, ll) nîşanê ciyakirdineweyan nebûwe.

Cige li vê, zimanî bikarhênrawî rojnameke beranber bikarbidestanî Îngiliz û hikumetî Îraq ku dijminê sersextê ew hikumeta kurdî bûn. Bigiştî nerm û niyan û damezirawew li wuşe û risteyê zor tund û dijêw û cergîr bedere. Nûsînên wî jî, wek peyamêkî rojnamevanî, zêdetir rûyê qiseyan li xelkê kurd bûye, nek derewe, layenewe hander û amojgarîker û rê pêşander bûye.

2/8- Rojnameke li helûmercêkî yekcar aloz û naroşnî mêjûyê kurd da derçûye. Ku çî hêndê hewal û rûdanên ji layekewe grîngî nawxo ku şîrazey wezekayan têkdawew, ji layekî dî ve çarenusaz û pêywendîdar bi pirsgirêka giştî ya kurd, ya her amajeyşîyan têda bo nekirawe, yan wekû pêwîst nexirawnete ber bas û lêkdanewe(lêhûrbûnê). Bi du nimuneyan berçavkirina wî bi pêwîst dizanim:

  • Ew çend birrge û madeyên peymana Lozan ku pêwendiya wî bi çarenûsa Kurdistana başûr “Wîlayetê Mûsil” ve heye û li (j. 1.) da hatiye belavkirnê, hîç qiseyekî li ser nehatiye kirin. Li demêk da ev peymana bekirdewe projey damezirandina dewlata kurdî legornawe, rêya bo pêvegirêdana parçeyê başûr bi Îraq ve xoş kir.
  • Dûr û nizîk hîç hewalêkî taybet bi beyanname berdanewe û herdu bobardumanê rojên 16.08.1923 û 25.12.1923 yê nav bajarê Silêmanî bi forokeyên Îngiliz têkda nebuwetewe, li katêk da nearamîyan xistîye şarekewew, eve dawîyê bûye hoyê 35 roj derengketina rojnameyê.

2/9- Rojnamevanên wê demê yê Îraqê jî, ji alîyê teknîkî û hunerîyê ve, gelek ji yê Kurdistanê bilindtir û pêşkevtîtir nebûye. Çunke kesên gelek jêhat û şarezabiwareke û çapxane û keresteyê baş û guncawî çak li herdu alî da nebûn[79]. Bo vê “Umêdî Îstiqlal” ji alîyê teknîka rojnamevanî ve ji yê serdemê xo paşkevtîtir nebûye. Hinde(ewqas) heye, ji ber wê li barodoxêkî neasayî û pirr kêşe û milmilanê(dijberî, hevrikî) da derçûwew, ne makîneyekî baş ê çap û ne taqimêkî tewaw serderkirdûyê li hunerekanî çapkirinê hebûye, bê kemukurrî nebûye, derhênanê hunerîyekey sade bûye. Tenanet bi berawird ligel rojnameyên kurdî yên wek “Pêşkewtin” û “Bangî Kurdistan” û “Rojî Kurdistan” ê pêş xo da ku her li Silêmanî û bi heman çapxane çapkirawin, ev çapekey natewaw û naşîrîn bûwew deqî stunî rûpelên hêndey yektir û heman jimarey dêrîn(kevin) têkda nebiwe(nebûye).

Renge matî(kizî) û kemûkurtî ya ev rûkare bo rojnameke, ji ber ew hoyane û giranî peydakirina merekeb û pîtên çapê û kaxizê jî, bi hukmî ewey kul i nav Silêmanî da nebûn û ji devreyê dianînî, gelek bi hend negîrê.

 

2/10- Encam:

  • Rojnameyek yek hêlî fikrî yê aşkira û dîyarî nebûwew. Bîr û boçûnên birêvebirên berpirs bironî pêwe bedî dekirê. Ligel vê jî da, morkêkî giştî yê neteweyî û niştîmanî hebûwe. Di jimare (17) da bediwayiewe, bi vê naverokê ve, wa dernakevê organî hikumetêk bûbê. Seqamgîrnebûna deshelata hikumetekê li ber bêdarûberî hokarî nawekî û karîgerî zorî hokarî derekî û neroşniya asoyê paşeroj li wê demê da, nexşê berçawyan ji vê rûyê ve hebûye.
  • Derxistina ev rojnameyê jî bi kurdî, tekoşîn ew rastî ye kuz iman li vê qonaxê da hoyekî girîng ê xonasîn û xo nasandina kurd jî bûye bo bîyanîyan.
  • Gotarên bi taybet sîyasî û kemtir komelayetî pirrmana, pantayîyekî zorî ew jimareyên girtûwetewe ku birêveberêkî berpirsî nasrawîyan hebûwe. Ewe jî dirêjepêdanî hewlekanî pêştirî lay xoman û bitaybetî yê “Bangî Kurdistan” û “Rojî Kurdistan” bûwew, binaxey gotara nûsinê pitir kirîye.
  • Derxistina rojnameyekî weha li vê rojgarê naske da û bi zimanê kurdî, her çawan bê û biçavûpoşîn li natewawîyekanî, hengavêkî xo li xo da jîrane ye, belgeyekî dî yê zîndiwêtî hişyarî neteweyîyê roşinbîran û seranî kurd ê serdema xo ye.

 

 

3-     Jîyanname[80]

3/1-  Bangî Heq:

3/1/1- Şêx Mehmudê Hefîd:

 

Kurrê şêx Seîdê şêx Mehmude piçkê kak Ehmedê şêxî kurrê şêx Marifê Nodê ye. Sala 1886 li Silêmanî ji dayik bûye. Ji mamostayê taybet wek xoce efendî dersê dîn û zimanê erebî û turkî û farisî pê xwêndewe. Sala 1901 ligel bawk û mam û xizman û çend navdarêkî şar da çûwete Estembolewe, dawîya sê mangêk hatûnetewe. 1906-1907 ducar ji navçeyê Silêmanî da çûye begij Osmanîyekan da. 1909 walîy Mûsil bawk û mam û xizmên wî biriduwete Mûsil, bi pîlanêkî da bavê wî kuştine û bi xo jî birîndar dibe û cardin digîje Silêmanî.

Şêx wek serkirdeyê hêzekî beşdarê şerê roja 14. 4. 1915-yê Şueybe bûy eli dijî Îngiliz. Li yekem Cengê Cîhanî da, serkirdayetîya şerê dijî Rûsî jî kirîye li bereyê Pêncewîn. Ber li dagîrkirina Kerkûk peywendî bi îngilizan ve kirîye. Piştî hilkişîna wan a ji Kerkûkê, ji alîyê desthelatdarên turk ve tête girtin, ji ber hindê sedeman wî berdane. Bi kutabûna yekem Cengê Cîhanî, turk karûbarê Silêmanî bi wî disipêrin. Carekî din peywendî bi îngilizan ra datîne. Êdî Wîlsin birîkarî hakimî giştî şahane li Bexda, Mêcer Noêlî şandiye cem wî bo Silêmanî û 17. 11 1919 Şêx Mehmud li kombûnekî giştî yê berderkî sera da bi hikumdarê navçey nêvbera Zêyê gewre û robarê Sîrwan nasanduwew, xoyîşî bûye be rawêjkarî.

Ku Mêcirson cîyê Noêl girt, şêx nêwanî ligel Îngiliz da têkçûwe, 21. 05. 1919 hemû îngilizan şarî bi hevkarîya hêzên Mehmud Xanî dizlî destgîr û dîl kirdûwe. Roja 18.06.1919 li şarê derbendî Bazîyan da bi birîndarî tête girtin û dibin Bexdayê. Dadga roja 25.07.1919 hukmê îdamê dide wî, dawîyê boy kirawete 10 sal bendî û dûrxistine bo Hindîstan.

Gorankarîyên serdema hukmê rastewxoy Îngiliz, karêkîyan kir Şêx Mehmud bihênrêtewe. Ewebû 30.09.1922 geyiştewe Silêmanî û 10/10 kabîneyekî taze yê hikumetê damezirand û rojnameyê “Rojî Kurdistan” bû zimanê halîw, bi xo jî bû melîkê Kurdistan.

Ewendey nexayand şêx ligel Îngiliz da têkçûwew, peywendî bi turk ve best. Roja 21. 02. 1922 wefdêkî  bi wan ra danîn bo “muxtarîyeta kurd” û şande Enqere. Diwacar 04.03.1922 şewekî Silêmanî çoll kirdu, rûykirde nawçey Sûrdaş. Lewê dû jimarew paşkoyekî li rojnamey “Bangî Heq” derkird ku sercemî babetên wî beyanname û rêniwênîn û xoy nûsîwnî.

Dema ku Îngiliz li 17.06.1923 da bi neçarî Silêmanî bicî hîştin, Şêx axiruoxirî ew mange hatewe hate nav şehar(şar bike şehar…) û teşkîlatêkî nû bo hikumetekî danayewe, rojnameyê “Umîd Îstiqlal”î kirde zimanê halî. Sê car bombardumanê tund ê şehar û guşarî zorî ser ev sêyem hikumetî  bewe diwayîyê hat ku hêzîn Îraq û Îngiliz  li 19.07. 1924 da şeharê wan girteve. Şêx û hêzên wî jî perîwey navçeyên ser sînor bûn ta li 19.01.1927 da be pê çend mercêk ligel hikumetê Îraq û Îngiliz da pêkhat li dêy(pîran) dabinîşê.

Bi qewimîna şerê berderkê seray Silêmanî li 06.09.1930 da û peywendîkirina sê efser û çend kurdperwerêk pêyewe, rêkewtinî nawbirawî şikand û hatewe emdîw û çûwe Germîyan. Dawîya şerê awbarîk li 05.04.1931 da, dîsan kişayewe bo ser sînor ta li 14.05.1931 da teslîm bi hikumetê Îraq bûwe. Serete biraye şarî Hile û diwayî Nasirîye û an eli Rumadî û ji vir jî dibin Bexda. Li heraketî Reşîd Elî Geylanî da (1941), ji Bexda helat û geyîşteve dê sîdeq û kevteve rêkxistina culaneweyek. Belam meramî nehate dî û xo bidesteve da. Paşmawey jîyaNî ledêy “darîkel” beser bird. Roja 09.10.1906 li nxweşxaneyê Heyderîyê Bexda koçî dawî kir û termeke li mizgevtî gewre yê Silêmanî nêjra[81].

PÊRRST:

Umêdî Îstîqlal:

Jim.         

 1. Sultanî Sabîqî Turkîya Efû Dekirê..

           Lozan û Lahîqekanî îtîfaqnamey

            Texlîyey Erazîy

            Turkîya: Hidudî îraq..

            Xeraîb ..

            Royiştinewey Eskerî Îtîlafî Turkîya ..            Umîdî Îstîqlal

            Teşkîlatê Meclîsê Umûmî ..

            Zîyaret..

            Îrade    Melîkê Kurdistan Mehmud

            (             )              Ehmed Sebrî

            Îhlan ..

            Îhlan ..               Umîdî Îstîqlal

            Tertîbat û Teşkîlatê Hazîre bo

                        Muhafezeyê Hiqûqî Millî ye     Kurd

 

2.                      Bo Hizûrî Hezretî Melîkê Muezam..             Reîsê Meclîsê Mîllî û Reîsê

Daxîleyê Xerîb

                        Bo Cenabê Reîsê Meclîsî Mîllî û                   Melîkê Kurdistan Mehmud

Reîsê Daxaliye …

                        (            )                                                       Kurd

Teîn

Giftugoyîkî(xelwetî)?: Heqîqî..                     Umîdî Îstîqlal

Li Xezateyê Estanbûkewe..

Îran û Turk..

 

3.                      Îhtîzar                                                            Ehmed Sebrî

Besîe îtir ..

Metbuat û Zimanê Kurd /1                              Ehmed Sebrî

Navbeyna Îran û Turkîye

Li Meclîsê Lozan da Meseleyê Mûsil..

Cenabê Refîq Hîlmî Efendî..

Merheba Ey Umîdê Îstîqlal/şihir

 

4.                      Bo Biraderên Wetan                                        Refîq Hîlmî

Terbîhî Xezelî Edîbê Muhterem

Cenabê M. Nûrî Efendî                                   Refîq Hîlmî

Gerîna Sead Zexlûl Paşa

Hewadîsê Turkîya û Reayeyê Ecnebî

Ebas Hîlmî paşa Li Estenbul da

Şîrketê Cister û Teşebupata wî li Turkya da

Teşrîf ..

Hewadîsên Kerkûk

Lutfî Xuda Mewahîbî Rehman Mearîfe          Ehmed Fewzî

/Şihir

Kurdistan/2                                                      Ehmed Sebrî

Qerarê Meclîsê Mîllî û Efûya Alî Milûkane

B imin çi?                                                        Zêwer

Hewadîsê Daxilî

Teayîn ..

Îbqa ..

 

5.                      Bo Wetan Cudekan                                         Refîq Hîlmî

Ya Pîrî Terîqet/şihir                                         Refîq Hîlmî

(                 )                                                    Ehmed Sebrî

Hesbehal/şihir                                                 Ehmed Fewzî

Îcreatî Beledîye                                                Umêdî Îstîqlal

Ey Muneweran û Hemîyetmendan                  Ehmed Faîz

 

6.                      Bê Mewzûey                                                   Refîq Hîlmî

Biterz Qedma/ şihir                                         Refîq Hîlmî

Zîyareta Xelîfey Îslam

Neşrê Xezete

Qumandanên Îtîlaf Ji Estanbûl Diherin

General Harîngton Li Estanbûl Royişt

Ezîmetî Hezretî Melîkê Iraq bo Mûsil

Cimhurîyeta Turkîya

Mîadî Muzakere Derheq bi Mûsil

Taymsê Bexda

Hewadîsê Daxilî

Ezîmet

Muherrîr

Qisey Evro                                                      Ehmed Fewzî

 

7.                      Elxan Haf                                                        Refîq Hîlmî

Şihrî Zemane/şihir                                           Refîq Hîlmî

Xeberatê Ereb

Xeberatê Turkîya

Xeberatê Îran

Texmîsî “Bitarz Qedma”/ şihir                        Arif “Urfî”

8.                      Bûn Û Jîyan Be Jerweteweye/1                                 Adil Efendî

Texmîsî Rubaîyî Mewhwî Efendîyî Merhum          Ehmed Fewzî

Qewmiyet Le Fewqî Kullî Şitêkeweye        Erebî      Şîhr/ wergêrdirawe

Hikumetî Mîllîye Faydey Çîye                           Refîq Hîlmî

9.                          Melîk Feysel: Hikumetî Ereb Bo Turk Zerere Ya Nefea

Refîq Hîlmî

Miqalee Mexsuse: Kerkûk Û Hewalîsî Ahalî  Refîq Hîlmî

Mihtirmesnk Nezar Diqetlirîne

Hewadîs

Tercemey Kelamî “Seadî” Seadî Şîrazî/ wergêranî : A. Ş

10.           Turkîzim, Îngilîzçî, Wetenperwer Çîn Û Mîlletî Kurd Beçî Malwêran Bû?

 

Refîq Hîlmî            Mûsil Kilîlî Şerq Ewseta      (Wergêrdirawe)

Abîde Bo Îsmet Paşa

Qezay Otomobîl

            Medalîyey Kemalîye

            Hikumetî Elman Memuran Kem Dekatewe

Îxtilal Le Bulxariya Û Xelihkirdinî Kral Borîs

Mistefa Kemal Paşa Le Xwar Qanunewe

Şahî Îran Le Bexda

11                    Sîasîyat:Muşabehet                     Refîq Hîlmî

Muşkîley Musil                     (Wergêrdirawe)

Texmîs Leser Xezelî Wafî/Şîhr  Zêwerzade Faîq

Bûn Û Jîyan Be Şerweteweye   Adil Efendî

12.                   Sîasîyat: Heq û Heqîqet          Refîq Hîlmî

Îrtîhalî Muesîf

                        Bolşewîkêtî Le Estembûl

Haşimî Û Riyasetî Wezera

Heleb

Exbaratî Turkîya

Hewadîsî Turkîya

Serdî Eazemî Sabîqî Îngiliz

Hewadîsî Şerq: Exbaratî Turkîya

13.                    Heleb û Kurdistan       Refîq Hîlmî

Turkîya îtîhamî xiyanet

Ehwalî Turkîya

Qabîney tazey êraq

Kurdîş heqî jîyanî heye               Zêwer

14                    îfadey Mexsûsî             Hisên Nazim

                        Xeberatî turkîya

Roma: Feyzan

Suferay ecnebî merkezîyan neqil dekirê bo enqera

Hikumetî Enqere mehkemey îstîqlal bo estanbûl enêrê

umîd îstiqlal Tûrkçe qısmi:        Hisên nazim

Haware le dest exlaq bedgoyan û muzewîran          Hisên nazim

Qisim Farisî umîd îstiqlal:          Hisên nazim

Xeberêkî exîr

Li turkyada rojî cumhe teatîle

15.                    Bo Cenabî Mudîrî Umîdî Îstîqlal              Reîsê Daxilîye Iraq

Bedexlaqî Baeytî Bê Îşûkarîye   Hisên Nazim

Telsiz Telgirafî Turkya

                        Turkîya Ligel Polonya Îtîfaq Deka

Nîhayetî Texlîyey Estanbûl

Muzakerey Elman Û Ferense

Ferense Derheq Be Elman Şubhey Heye

Îcraatî Mehkemey Îstîqlal

Xesaratî Zelzeley Japon

Kolonêl Macan

Umîd Îstîqlal Turkçe Qismî: Hasbihal     Hisên Nazim

 

16.                    Zemanî Xeflet Royî Weqtî Întîbah Û Tebesurre     Hisên Nazim

Le Starey Îranewe:

Lem Zistaneda Bolşewîk Herekat Dest Pê Dekat

Qahîre

Meclîsî Tehaluf

Qisem Farisî Umîd Îstîqlal:        Hisên Nazim

(                      )                              Umîdî Îstîqlal

Yareb Çe Etş Ayn Kaftade Dircihan Şed/Şîhr   Bêxud

Aetzar

17.                    Ax Bo Bedbextî Kurd                 Kurdêk

Şerê Îngiliz Û Efxenîstan

Mûsil

Îxtîlafadtî Serhedî

                        Sûey Qesd Be Mistefa Kemal Paşa

Menhî Firoştinî Eslîhe

Muahedey Turk Û Macaristan

Muellîmînî Fransewî Bo Osmanî

Qabîney Emele                             Umîdî Îstıqlal

Nexoşîy Wenîzelos

Le Estenbûl Mumesîlî Brîtanya

                        Protestoy Elmanya Bo Ferense

Îstîhfay Musyo Wînzelos

Le Brîtanyada Emeley Bêîş

Emrîka Le Îranda

Mister Xandî Texlîye Kira

Çetey Le Felestîn

Teyare Le Îran

Wînzelos Detiwanî Îstîhfa Bikat

Hisên Nazim Efendî                    Umîdî Îstıqlal

                        Silêmanî Û Eraq/Turkî                               Umîdî Îstıqlal

18. Londre

Elmanya Î Ferensa

Êraq Û Qabîney Emele

Turkîya Û Awistrya

Le Meclîsî Lordekanda Muahedenamey Lozan

Bo Meseley Mûsil Murexesekanî Turk

Meclîsî Eskerîy Turkiya

Le Beynî Estanbûl Û Parîs Postey Hewayî

Muzakerey Mûsil

Le Îngiltere Teqînî Bomba

Mîsir

Hîndîstan

             Bo Dûr Welatîyekan                       Silêmanî

Duey Xalîsanew/Şihîr                    Zêwer

Bo Mekteblîyekan                          Midirîyetî Edadî

Îlhan                                                               Qumandanî Merkez

19. Neft Û Şemendofrî Îran

Le Meclîsî Awamda Wezhîyetî Qabîney Îngiliz

Le Turkîyada Mumesîlî Tazey Brîtanya

Ferense Û Îngiltere

Cemhurîyetî Îran

Reîsî Cemhurî Emrîka

Hikumetî Bolşewîk

Resmî Emtîhey Elman Le Îngiltere

Tax Û Mucewheratî Îran

Meseley Boxazekan

Cemhurîyetî Bulxar

Meclîsî Mebhûsanî Êraq

Nusqî Daxlîye Nazirîy Îngilîz

Îxtîlal Le Kîna

Sîyasetî Musteqbelî Mîsir

Londere

Estanbûl ..

Pûlî Taze Le Turkîya

Siqûtî Qabîney Belçîka

Mûzakerey Mûsil

Muahedey Lozan

Îstûhfayî Qabîney Belçîka

Belçîka Û Feranse

Nûtqî Mistefa Kemal Paşa

Xelafetî Îslamîye Û Ereb

Tebhîdî Xanedanî El Usman

Bombarduman

Lebeynî Qelasêwke Û Sûrdaşda Şerr

Pûlî Tazey Kurdistan

20.                           Qesîdey Medhîyan Û Duay Xalîsanem             Mihemed Arif “Urfî”

Le Xezetey Heyatî Îranewe..

Mektebî Teyare

Le Beynî Turkîya Û Elmanya

                               Hereketî Şahî Êran

Muahedey Lozan Le Meclîsî Lordekanda

Cemhurîyetî Êran

Ekserî Brtînya Çe Weqtî Le Êraq Derdeçê

Le Yonanda Çî Heye

Teşebusatî Malîye

Ciwab Midîr Şefeq Sirx/Farisî

Pûlî Kurdistan

Biço Axa Tê Bigeyêne

Îlhan

Îlhan                                      Polîsxane

21.Sîyasetî Brîtanya Derheq Êraq Û Felestîn

Meclîsî Mebhûsanî Brîtanya

Muzayeqey Malîye Le Feranseda

Texlîyey Mehbûsînî Estanbûl

Mûsil Le Enqereda

Bombarduman

Ta Wabê Hewa Debêt

Daîr Be Meseley Efxanistan

Le Ezmîrda Meclîsî Ekserî

Le Yonanistanda Çi Heye

Ehwalî Êran

Be Teyarey Herb Dewrkirdinî Erz

Le Meclîsî Mebhusanî Îran

Le Arnawudda Birsîyetî

Le Mabeynî Ferense Û Brîtanya

Îtalya Û Muahedenamey Lozan

Feranse Bo Tefreqey Îslam Seay Dekat

22. Muşahedanî Xerîbe

Brîtanya Le Feranse Emîn Nîye

Welîehdî Êan Seray Xoy Terk Dekatewe

Le Rusyeda Japonyekan

Emrîka Zemanî Herb Lêk Dedatewe

Le Beynî Dû Refîqa Muhawere                         M: J

Îlan                                                                       Daîrey Polîsxane

23.                          Heyat Çilon Serf Bikrê/1                                     Reşîd Zekî

                               Le Nezer (Mîster Fîşer)Da Muahedenamey Lozan:

Meseley Turkîya Û Mûsil..

Le Turkîyada Çî Heye

Ciwabî Xezetey Eleraq

Îrtîcal

24.                           Elmanya Teftîşatî Ekserîye Qebûl Nakat         Reşîd Zekî

Le Dewaîrî Resmîyey Ferenseda Reddî Ciwab

Reîs Nuzarî Êran Reza Xan

                               Le Turkistanda Îxtîlal

Îxtîraêkî Mudhîş

Muzakerey Mûsil Çe Weqt Dest Pê Dekat

Îltîhaqî Sûdan Be Mîsir

Beyanatî Sultan Ebdulmecîdxan

Xelîfe Ebdulmecîdxan Le Siwîd Dadenîşê

Emrîka Deh Mîlyon Dolar Qerz Be Êran Deda

Heyat Çilon Serf Bikirê/2

Le Beynî Japonya Û Emrîka

Daîr Be Meclîsî Rûs Û Brîtanya

25. Tesdîqî Muahedenamey Lozan

Feranse Û Yonan

Xeberatî Bexda

Sîyasetî Partîyekan Û Bolşewîk

Meseley Mûsil

Xeberatî Daxilî

Umîd Îstîqlal Turkçe Qismî: Tayarelerden  Sukre Tayarî

Îstîqlal:(Aşûrî-Faerşke)

 

 

[1] Sî. Cî. Edmund, Kurd û Turk û Ereb, Tercûmetu Circîs Fehullah, Bexdad, 1971, s ,275

[2] D. Welid Hemdî, Elkurd we Kurdistan Fîl Wesaîqil Birîtaniye, Lundun, Bela, s, 170

[3] Heman Serçawe, l, 169

[4] Kurd, Turk û Ereb, s, 287, 288, 289, 292

[5] Helo, Ruwun Kirdneweyek derbarey Hendîk Le Basekanî Çîm dî, Beyan, “kovar” Bexdad, j: 5, Kanûnî duwemî 1971

[6] Elkurd wel Kurdistan Fîl Wesaîqîil Birîtaniye, s, 168

[7] Beserhatiwê Kaka Reşîd Şewqî “Serguzeşte” l, 49, desetxet

[8] Heman serçawe laperew, Ehmed Xoce, Çîmdî, b, 2, Silêmanî, 1969, l, 19-17

[9] Beserhatueî Kaka Reşîd Şewqî, l , 49

[10] Kurd, Turk û Ereb, s, 296

[11] Elkurd wel Kurdistan Fîl Wesaiqîil Birîtaniye, s, 170

[12] Kurd, Turk û Ereb, s, 294

[13] Elkurd wel Kurdistan fîl wesaiqil Birîtaniye, s, 17 – 171

[14] Kurd, Turk û Ereb, s, 296, Çîm dî, b, 2, l, 31

[15] Elkurd û Kurdistan…, s, 170, Çîmdî, b, 2, l, 33 – 36

[16] Kurd û Turk û Ereb, s, 296, 297, 301, 304

[17] Elkurd û Kurdistan .. , s, 172

[18] Heman serçawe, l, 174

[19] Heman serçawe, l, 174

[20] Kurd û Turk û Ereb, s, 301

[21] Heman serçawe, l, 304

[22] Elkurd û Kurdistan… , s, 174

[23] Ew şarçolkirdiney ewane le naw xelkî ew kate û rojnamewanî serdemeke da be “ Riwîştine ûmûmiyeke” nasirewe. Bo ew birwane: Hacî Mustefa Paşa, “Jiyan” “Rojname” Silêmanî, j, 18, 27, Mayis, 1926, l , 1

[24] Kurd û Turk û Ereb

[25] Elkurd û Kurdistan

[26] Çîmdî, b, 2, l, 44, 45

Belam Edmûndiz, nûsiyewe, 11/ 7, geyiştinewe “ heman serçawe, l, 309” Şêx, be qisey Ehmed Xoce, kele, “Xemze”y nizîkî şar bûbî, hîç rê tê naçî, 24 roj diway çolkirdinî Silêmanî, le layen İngîlizekanewe çuwîbîte naw şar, le katêk da serkirdekanî wek Seyid Muhemed Efendî û Kerîm Beg û Şêx Heme Xerîb Zo Xoyan, giyandûwete şar nawiyan le tomarî xercî huzeyran be ewawey şarewanî Silêmanî da hênrawe. Hîç kosp û hoyekey gewreyiş bo em direng çûwîney Şêx le arada nabînim “birwane: dengî dehol le dewir xoşe, “jiyan “ j, 7, 4, mart 1926 û, elkekanîtirî

[27] Elkurd û Kurdistan.. , s, 175 – 176

[28] Heman serçawe , l, 176

[29] “Umîdê Istiqlal” “Rojname”, Silêmanî, ja, , 20 Eylul 339

[30] Çîmdî , b, 2, l, 47, 55, 57, Kurd, Turk, Ereb, s, 309

[31] Elkurd û Kurdistan, .. , s, 177

[32] Eddiktor, Fazil, Huseyn, Muşkulatul Musil, t, 2, Bexdad, 1967, s, 38 – 39

[33] Kurd, Turk û Ereb, s, 272

[34] Heman serçawe, l, 332

[35] Elkurd we Kurdistan .. , s, 178 – 179

[36] Kurd û Turk û Ereb, s, 313, Elkurd û Kurdistan, .. s, 177

[37] Kurd û Turk û Ereb , s, 313

[38] Heman serçawe, l, 326, Elkurd we Kurdistan.., s, 177 – 178 , Yaddaştekanî Şêx Letîf ê Hefîd le ser şorişekanî Şêx Mehmûdî Hefîd, Kemal Nûrî Me’rûf Saxî kirdiwetewe, ç, 1, Dihok, 1990, l11 – 112

[39] Kurd û Turk û Ereb, s, 316

[40] Heman serçawe, l, 332,

[41]Heman serçawe, l, 335

[42] Heman serçawe, l, 338, Kemal Mezher, Galtew Geltep û Gemakanî Nêwan Şêx Mehmûd û Firokewane İngîlizekan, “roşinbîrî nûwî” “govar”, Bexda, , j, 136, 1990

[43] Kurd û Turk û Ereb , s, 34, 341

[44] Heman Serçawe, l, 327

[45] Ebdurezaqul Husnî, Tarîxul Wezaretul Iraq, t, 5, 1,c, Beyrut, 1978, s, 205, 227

[46] Umîdê Istiqlal, j, 19, 20/3/ 1340, j, 20, 277 3/ 1340

[47] Çîmdî, b, 2, l, 52 – 53

[48] Umîdê Istiqlal , j, 20, 27, 3/ 1340

 

[49] Kemal Mezher, Geltew Gep we Gemekanî Nîwan Şêx Mehmûd, we Firokewane Ingîlizekan û, Çîmdî, b, 2, l, 58, 60

[50] Kemal Mezher, Geltew Gep we Gemekanî…

[51] Çîmdî, b, 2, l, 58, 59

[52] Kurd  ûTurk û Ereb, s, 348, Tarîxul Wezaretul Iraq, c, 1, s, 272, EbdulEzîz Yamulkî, Keşful En Bexdul Weqaiqîl Iraq, 1,c, Bexdad, 1907, s, 12, 20

[53] Çîmdî, B, 2, L, 64

[54] Çîmdî, B, 2, L, 50

[55] Kemal Mezher, çîmçîk, le Mêjûwî yekem Çapxaney Kurdî le Şarî Silêmanî, Rewşenbîrî nûeî j, 7, Teşrînî yekemî 1979

[56] Heman serçawew, çîmdî, b, 2, l, 52

[57] Çîmdî, b, 2, l, 52

[58] Cemal Xeznedar, Rojî Kurdistan 1922 – 1923 , Bexda, 1973, l, 62

[59] Cê bas e, Ehmed Xoce le heman Bergî, Çîmdî, l, 49, 50, 52, da nawî em taqe çapkirey rojnamekey be “Mihemed Zihnî” hênawetewe. Naşê be heley çapgoranê, çûnke çuwar car bew şêweye nûsrae. Keçî le lay berêz Diktor Kemal Mezher, wek lew tareyda nîşanî dawe, tuwîye ew nawe “ Mihemed Zuhdî “buwe. Min pişt bestewwû bem zaniyariyewey diway,  emyanim be durustir zanî û cêm kirdiwe. “ Mihemed Zihnî” nasirawiniye. Herçî “Mihemed Zuhdî ye kesîkî nasraw bûwew, dewranî duwem hukûmetî Şêx Mamostay Qutabxaney “E’dadî Mehmûdî” bûwe  birwane. Cemal Xeznedar, Bangî Kurdistan, Bexda, 1974, l, 110,

[60] D. Kemal Mezher, Çimçîk le mêjûwî yekem çapxaney Kurdî le şarî Silêmanî

[61] Umîdê Istiqlal  l, j, 8, l, 1

[62] Çîmdî , b, 2, 55 – 61

[63] Birwane em witare: Sidîq Salih, şarewanî Silêmanî we Xercî Kîştanî Sêyem Hukûmetî Kurdistanî Cinûbî, “Kurdistanî Nûwî” “Rojname” Silêmanî , j, 2305, 17/ 11 2000 we, j, 2307, 19/ 11/ 2000 we , j, 2308, 20/ 11 / 2000

[64] Umîdê Istiqlal, j, 16, l, 4

[65] Umîdê İstiqlal j, 17, l4

[66] Refîq Hilmî, Yaddaşt, beşî duwem / b, 5, Hewlêr, 1988, l, 10 – 107

[67] Umîdê İstiqlal j, 3, l, 2 –3 we, j , 4, l, 3

[68] Umîdê İstiqlal, j, 5, l, 3

[69] Nahîde Refîq Hilmî, Refîq Hilmî we Rojnmaenûsîn, Rewşenbîrî Nûwî, 130, 1994.

[70] Yadadşt, beşî duwem / b, 4, l, 143 – 149

[71] Heleb û Kurdistan, Umîdê İstiqlal, j, 13, l, 1 – 2

[72] Heq û Heqîqet , Umîdê İstiqlal, j, 12, l, 1

[73] Hukûmetî Milliye Faîdey , Umîdê İstiqlal j, 8, l, 4

[74] Umîdê İstiqlal, j, 14, l, 1

[75] Zemanê Xeflet Rûyî Weqt, İntîbah ê Tebsure , Umîdê İstiqlal “ j, 16, l, 1

[76] Bed exlaqî Baisî Bî îş û kariye, Umîdê İstiqlal, j, 15, l, 2

[77] Kemal Reûf Mehmûd, BE Bekgewe, Xwindinewîkî rastî rojnamewan Huseyn Nazim, “Nivar” govar Silêmanî, j. 2. Hawînî 1998

[78] Umîdê İstiqlal, j, 8, l, 1, 2

[79]Refîq Salih, govarî Diyarî Kurdistan “ 1925 – 1926” Lêkolînewey Newşîrewan Mustefa Emîn û Sidîq Salih, Silêmanî  , 2001, l, 57 – 58

[80] Eger çî ev Lêolîneweye taybet be Umîdê İstiqlal e belam le ber ewey ke j , 14, y “Bangî Kurdistan we jimarekanî Bangî Heqîş legel em rojnameye da çapkirawenetewe, be pêwist zanra jiyanemey nûseraniyan binûsrî û pêrist bo babatekanişman bikrê.

[81] Kemal Reûf Muhemed xwindeneweyîkî nûyî Hefîdzade Şêx Mehmûd, “raman” govar Hewlêr, j, 31, Knûnî Duwemî 1999, tarîxil Wezaretil Iraqiye, c, 1, s, 274, we, c, 3, s, 73, 134, we, c, 6, s, 32, we, c, 9, s, 69, m,  Hawar, Şêx Mehmûdê Qereman û dewletekey xuwariwî Kurdistan, b, 2, Linden, 1991, l, 782 – 783