WÊJEYA KURDÎ LI YEKÎTÎYA SOVYÊT[1]

 

Pêşgotin

Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya Teze” li

Ermenistanê (Yêrêvan) sala 1930î dest pê dibe û heta ji hev berdana Yekîtîya Sovyêt, sala 1991 ê, dom dike.

Wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt beşekî wêjeya kurdî yê giring e. Ji bo wê wêjeyê şayîr û lêkolînvan Ferhad Şakelî dinvîse: “Edebyetî kurdî sovyêtî caran beşekî xoşêwîst u giringî edebyetî kurdîye u debê bînasînu le çwarçêwey samanî natewayetîmanda cêgey bdirêtî u twêjînewey leser bikêt[2].”

Pêvîstîya vê gotarê ew e, wekî lêkolînên li Yekîtîya Sovyêta berê bi vê mijarê çap bûne, bi giştî ser dîroka wê wêjeyê rawestîyane, bi çavekî rexneyî li wê wêjeyê ne nihêrine. Eger hinek destkevtin destnîşan kiribin jî, kêm û kurtîyên wê bi giştî ne anîne ziman. Ji alîkî mayîn ve lêkolîna dawîye bi vê mijarê sala 1970 î çap bûye[3]. Lêkolînên ji Yekîtîya Sovyêt der çap bûne jî, bêtirî wan tenê wêjeya salên 1930-40 hildigrin nav xwe, dêmê wê wêjeyê bi tam naynin ber çavan[4].

Çend gotarên li beşên Kurdistanê çap bûne, ku gihîştine destên me, li wê pirsê hûr ne bûne, bes nirxandinên tomerî dane[5]. Ser vê pirsê Ferhad Şakelî dinvîse: “Egerçî ta êsta gelê lêkolînewe le barey mêjûyî sîyasî ew beşey neteweyî kurdewe nûsrawe, belam ew edebey kurdîyey lew beşey niştimanekemanda nûsrawe, bi tewawî le tarîkîda mawetewe u kurdî beşekanî dîkey Kurdistan agahdarîyekî yekcar kemyan lem bareyawe heye[6].”

Me di vê gotarê de dîroka pêşveçûna wêjeya kurdan li Yekîtîya Sovyêt ser sê qonaxan par kirîye. Qonaxa yekemîn; gava di gundên kurdan de dibistanên kurdî tên vekirin, dest bi çap kirina rojnama kurdî “Rîya Teze” dibe û hukumatên komarên kurd lê hebûn piştgirtina ziman, çand û wêjeya kurdî dikirin. Vê qonaxê heta sala 1938 domand.  Qonaxa duyemîn ji sala 1938 an heta mirina I. Stalin, hê rast heta sala 1955 an domand, gava jîyana kurdaye çandeyî û wêjeyî li seranser Yekîtîya Sovyêt hema bêjî temirî bû. Ji sala 1955 an wêjeya kurdî dikeve qonaxa vejînê, ku bi xwe re navên nû û teherên nivîsarêye nû tîne, xwe ji siloganên sîyasî û tesîra wêjeyên cîran rizgar dike, berbi wêjeya kurdîye giştî diçe.

Kurdên Yekîtîya Sovyêt çiqwas jî bi jimara xwe ve kêm bûn, lê dîsan jî ji wan re li hev hat ji bo pêşveçûna ziman, wêje û çanda kurdî îmkanên heyî bi kar bînin. Bi taybetî di werê wêjeyê de gavne hêja hatin avêtin.

Gava gilî tê ser wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt, gerek em berî gişkî wêjeya kurdên komara Ermenistanê bi bîr bînin, ji ber ku 80-90% rewşenbîrên kudên Yekîtîya Sovyêt, bi taybetî kesên bi çand û wêjeya kurdî ve bibûn gîro, ji vê komarê bûn[7]. Du sebebên vê fênomênê ye sereke hene; sebebê yekemîn ew e, wekî li Ermenistanê tevgera kurdaye netewî timê jî xurt bûye, paşê jî hukumata komara Ermenistanê bêtir piştgirîya pêşveçûna ziman, çand û wêjeya kurdan kirîye.

Berî derbasî lêkolîna wêjeyê bi xwe bibim, ez ê ser wan guhastinên di jîyana kurdan  de rawestim, ku ji bo peyda bûna wêjeya kurdî li Yekîtîya Sovyêt bûne bingeh.

Piştî 29.11.1920 î Artêşa Sor Ermenistan hilda û hukumata sovyêtê li wir hat damezirandin, ji alîyê hukumata nû ve biryar hat girtin, wekî bi zimanên kêmenetewan dibistan bên vekirin. Bi vê armancê ser bingeha tîpên ermenî alfabeya kurdî hat amade kirin û havîna sala 1921 ê pirtûka fêr kirina zimanê kurdî, ya  bi navê “Şems” li Ermenistanê (bajarê Êçmîadzîn) hat çap kirin. Danerê alfabeya nû û pirtûka “Şems” dostekî gelê kurdî dilsoz Lazo (Hakob Xazaryan) bû, ermenîkî peneber, ku kurdî baş zanibû.

Yekemîn dibistana kurdî hema wê salê li sêwîxana Eşterekê (Ermenistan) hate vekirin. Mamostayên zimanê kurdî Nûra Egît axa Polatova û Elîxanê Serdar Şagînov bûn.

Sala 1922 an li serbajarê komara Gurcistanê, Tbîlîsîyê nivîskar, hunermend û çalakvanê civakî Ahmedê Mîrazî û Lazo rex klûba Karkerên Kurd dibistana kurdî, ya bi êvaran vedike. Gelek ronakbîr û sîyasetmedarên kurd; Qanatê Kurdo, Çerkezê Beko, Qaçaxê Mirad, Semend Sîyabendov, Tîtal Mûradov li wê dibistanê dest bi xwendina xwe kirine.

Di nav çend salan de di gundên kurdan, yên Ermenistanê gişkan de dibistanên kurdî tên vekirin, pê re jî ji bo kesên temen mezin navendên hildana nexwendîtîyê tên danîn. Gerek bê gotin, ji ber ku di nav kudan de jimara kesên xwendî wan salan lap kêm bû, mamostayên dibistanên kurdî bi piranîya xwe ve ermenîyên penebere ji bakûra Kurdistanê bûn, ku zimanê kurdî baş zanibûn.

Sala 1925 an kongra kurdên Kavkaza Başûr ji hukumata Ermenistanê dixweze, wekî alfabeya kurdî, ya ser bingeha tîpên latînî bê amade kirin, ji ber ku alfabeya bi tîpên ermenî gelek cîhan nehat pejirandin[8]. Pirsa alfabeya kurdîye nû li Gurcistanê û Azerbacanê jî dihat gotûbêj kirin[9].

Ew kar sala 1928 an Îsahak Marogûlov û Erebê Şemo pêk anîn û ji destpêka sala 1930 î alfabeya kurdîye nû, ku ser bingeha tîpên latînî bû, li Ermenistanê û Gurcistanê bû fermî û dibistanên kurdî gişk derbasî wê alfabeyê bûn. Ew alfabe usan jî li Azerbacanê û Tûrkmênistanê hate pejirandin û heta sala 1938 an dihat bi kar anîn.

Ji bo amade kirina mamostayên ziman û wêjeya kurdî sala 1931 ê li Yêrêvanê Peymangeha Perwerdeyê, ya Pişkavkazê hat vekirin[10]. Yekemîn midûrê Peymangehê nivîskarê kurdî mezin, Erebê Şemo bû.

Adara sala 1930 î dest bi çap kirina rojnama kurdî “Rîya Teze” bû.

Ev guhastinên di jîyana kurdan de bûne bingeh ji bo peyda bûna wêjeya kurdî li Yekîtîya Sovyêt bi giştî û li komara Ermenistana bi taybetî.

Çiqwas jî di pirtûka “Şems” de çend berhemên wêjeyî jî hebûn, lê wêjeya kurdî li Yekîtîya Sovyêt bi çap kirina rojnama “Rîya Teze” dest pê bû. Nivîskarên kurd yekemîn berhemên xwe di wê rojnamê de çap kirin, bi rêya wê rojnamê ji xwe re xwendevan peyda kirin.

Rast e yekemîn berhema wêjeyîye bi zimanê kurdî, pîyêsa Erebê Şemo “Koçekê derewîn”, sala 1931 ê çap dibe, lê mirov dikare bêje, wekî bingehê wêjeya kurdî li Yekîtîya Sovyêt bi wergerê hat danîn. Wan salan gelek berhemên nivîskarên ermenî ku mijara piranîya ji wan jîyana kurdan bû, hatin wergerandin kurdî û çap kirin. Ji sala 1931 ê heta 1937 an dor 15 pirtûkên ji zimanên ermenî û rûsî wergerandî çap dibin. Wergêrên pirtûkan Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Casmê Celîl, Rûbên Drampyan û Qaçaxê Mirad bûn.

Ev werger ji bo hostatîya nivîskarîyê û pêşxistina zimanê nivîskî bûne ezmûneke baş.

Sala 1932 an Emînê Evdal bi navê “Efrandina ewlin” antologîya nivîskarên kurd çap dike. Berhemên yekemîn şayîrên kurdên Yekîtîya Sovyêt Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Etarê Şero û çendekên mayin di wir de cîh digrin. Di wê antologîyê de usan jî wergerên ji zimanê ermenî hebûn.

Şiîrên di wê berevokê de cih girtî bi piranîya xwe ve pesnê dewleta Sovyêtê, Artêşa Sor, sîstêma sosîyalîzmê bûn. Di almanaxê de şiîrên dijî erf û edetên kevn jî hebûn.

Antologîya duyemîn sala 1934 an çap dibe. Jimara nivîskaran di vê berevokê de zêde bibû. Bi şayîran re tevayî, çîroknûs jî hebûn.

Antologîya sêyemîn sala 1936 an çap dibe, ku bi naverok û hostatîya nivîskarîyê ji herdu antologîyên berî xwe cihê dibû.  Li vê antologîyê pêşkevtineke berbiçav dihat texmîn kirin.

Bi giştî ji nîveka salên 30-emîn jîyana wêjeyî geş bû, jimara nivîskaran û pirtûkên bi kurdî çap bûyî zêde bû.

Sala 1935 an Erebê Şemo pirtûkên “Şivanê kurmanca” û “Kurdê Elegezê” çap dike. Romana “Şivanê kurmanca”, ku ser bûyarên jîyana xudanê wê hatîye sêwirandin, çawan yekemîn romana kurdî tê dîtin. Ew roman bi wergera gelek zimanan çap bûye.

Dîsan sala 1935 an Ahmedê Mîrazî pîyêsa “Zemanê çûyî”, Wezîrê Nadirî jî pîyêsa “Reva jinê” çap dikin.

Cara yekemîn di wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt de, di pîyêsa Ahmedê Mîrazî de besa bizava rizgarîxweze gelê kurd li Kurdistanê hate kirin.

Dîsan sala 1935 an Emînê Evdal pirtûka şiîrên ji bo zarokan; “Bihar” çap dike

Di navbera salên 1935-37 an de Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Cerdoyê Gênco, Casmê Celîl, Wezîrê Nadirî, Ahmedê Mîrazî, Etarê Şero berhemên xwe, yên wêjeyî çap dikin.

Sala 1932 an Sêksîya nivîskarên Kurd li Yekîtîya nivîskarên Ermenistanê tê damezirandin û ji roja damezirandinê heta sala 1966 an Hecîyê Cindî serokê wê bû. Piştî Hecîyê Cindî, Karlênê Çaçanî dibe serokê wê sêksîyayê.

Gerek bê gotin, wekî salên 30-emîn bi kurdan re tevayî Rûbên Drampyan û Hovakîm Margaryan ê ermenî û Îsahak Marogûlov ê asorî ji berhemên xwe, yên wêjeyî, bi zimanê kurdî dinvîsîn[11].

Ji sala 1929 an heta 1937 an li Ermenistanê bêtirî 70 pirtûkî bi zimanê kurdî çap dibin. Ji wan pirtûkan 20 ji bo dibistanan bûn.

Ji  wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e salên 1930-emîn re bi caran wêjeya sêwîyan tê gotin. Piranîya nivîskarên wê demê (Hecîyê  Cindî, Emînê Evdal, Cerdoyê Gênco, Casmê Cêlîl, Ûsivê Beko û çendekên mayîn) li sêwîxanan mezin bibûn û li wir fêrî xwendin û nivîsarê bibûn.

Çendekan ji wan li sêwîxanê zimanê kurdî jî ji bîra kiribûn. Piştî vegerin nav gelê xwe, ew ji nû ve fêrî zimanê kurdî dibin. Ji ber ku wê demê di nav kurdên Ermenistanê de bilî wan kesên xwendî hema bêjî tune bûn, ew neçar man barê pêşvebirina ziman û çanda kurdî hildin ser milên xwe.

Hinek ji wan bi daxweza demê bûne nivîskar, bi gilîkî mayîn, wekî li meydanê nivîskarên kurd hebûna, wan ê dest navêta pênûsa nivîskarîyê.

Ji bo yekemîn nivşa nivîskarên kurd li Ermenistanê Thomas Bois di Ensîklopêdîya Îslamê de dinvîse:

“Ew kesên di vî werî de pîyonêr bûn, ku piranîya wan êzdîyên peneberên ji Tirkîyê ye nexwendî bûn, ji rewşa civakîye nû sûd girtin. Bêyî kêmtirîn zanebûnên çanda îslamî, bêyî tu pêwendîyên bi êlîta rewşenbîrên kurde mayîn re, berhemên wan pir caran yên îdîyologî bûn, lê bi hunerê xwezayî”[12].

Sala 1934 an li Yêrêvanê konfêransa kurdnasîyê hat bi darxistin. Xên ji kurdnasên ji komarên Kavkaza Başûr û Tûrkmenîstanê, kurdnasên ji Moskva û Lênîngradê jî beşdarî konfêransê dibûn. Di rojava konfêransê de pirsên pêşveçûna wêjeya kurdî û damezirandina zimanê standart jî hebûn.

Konfêransê pêşnîyar kir, wekî bêtir guh bidin pêşveçûna wêjeya kurdî û zaravê kurdên Ermenistanê çawan bingeh ji bo zimanê kurdî, yê standart bipejirînin.

Wan salan usan jî ji bo berev kirin û çap kirina folklora kurdî karekî mezin hat kirin. Bes e em li vir pirtûka “Folklora kurmanca” bîr bînin, ku ji alîyê Hecîyê Cindî û Emînê Evdal de sala 1936 an hatîye çap kirin. Ew ji 663 rûpelan e û gelek destan, çîrok û stranên kurdî hildigre nav xwe[13].

Berhemên nivîskarên kurde nivşa yekemîn bi giranîya xwe ve gor daxweza sîyaseta rojê bûn; hema bêjî gişkan ser sosîyalîzmê, azadî û wekhevya jinan, zordarîya çînên serdest û ji meydanê rakirina erf û edetên kevn dinivîsîn[14].

Thomas Bois seva wêjeya kurdîye wan salan dinvîse, wekî rast e berhemên kurdên Yekîtîya Sovyêt bi zimanê kurdî ne, lê di wan de hesînên netewî tunene[15]. Eger ji bo nivîskarên kurde ji Yekîtîya Sovyêt der welat, niştiman Kurdistan bû, ji bo nivîskarên kurde Yekîtîya Sovyêt niştiman gundê wan bû, Ermenistan bû, Yekîtîya Sovyêt bû[16].

Heta radekê dikarî van gotinên Thomas Bois bipejirînî.

Bi kêm û kurtîyên ziman û naverokê re tevayî, ji nivşa nivîskarên kurdaye yekemîn re li hev hat li cîhekî vala bingehê wêjeya kurdî li Yekîtîya Sovyêt daynin, çend berhemên hêja çap bikin. Ji alîyê ziman de jî gavne hêja hatin avêtin.

Çawan em dibînin, wêjeya kurdî li Yekîtîya Sovyêt li cîhekî vala, bêyî tu ezmûna wejeya kurdîye klasîk û hemdem, bi wergerê dest pê bû û bê guman tesîra wêjeyên ku werger jê dihatin kirin: wêjeyên ermenî û rûsî ser wê hebû. Ew tesîr berî gişkî bi naverokê dîyar dibe. Ji bo wêjeya kurdî, wek wêjeyên jorgotî, têmayên sereke pesnê sosîyalîzmê, biratîya gelan û jîyana bextewar bûn. Ji ber ku wêjeya kurdî wan salan gelek lawez bû, ew pirrengî û pirdengîya di wêjeyên ermenîya û rûsan de hebû, em di wêjeya kurdî de nabînin. Ew fênomên wê di wêjeya kurdî de dawîya salên 50-emîn û destpêka salên 60-emîn, yên sedsalîya borî de dîyar bibin.

Me berê jî gotibû, wekî gelek nivîskarê kurde nivşâ yekemîn li sêwîxana mezin bibûn û kurdîya wan şikestî bû. Em dikarin bêjin, wekî zimanê wanî yekemîn bibû ermenî. Û ev yek bal çendekan wê dirêj dom bike. Ji ber vê jî tesîra zimanê ermenî jî ser wêjeya kurdîye wan salan hebû, di hinek hevokan de tu hê zû sazîya zimanê ermenî texmîn dikî, ne ku ya zimanê kurdî.

Ji alîyê ziman de berhemên Erebê Şemo û Ahmedê Mîrazî serkevtî bûn.

Tesîra wêjeya ermenîya û rûsa usan jî ser şêweyê sêwirandina şiîran tê texmîn kirin.

Çawan Thomas Bois ji texmîn kirîye[17], nivîskarên nivşa yekemîn destê xwe avêtine destanên folklora kurdî jî (pirî caran ji bo pirtûkên dersan). Wan destanên folklorî hildidan û naveroka wan bi hinek guhastin ve (pirsgirêkên çînayetîyê dikirin nav) ji nû ve bi gotinên xwe dinvîsîn. Lê gerek bê gotin, wekî ew di vî karî de bi ser neketin. Ew ‘vegotinên’ wan hatin ji bîra kirin, lê folkilor dîsan wek xwe paqij û zelal ma.

Nimûnên vegotina folklorêye serkevtî wê piştî salên 60-emîn dîyar bibin, bi taybetî bal Fêrîkê Ûsiv (“Usivê Nevîya’, “Xewna Mîrmih”).

Ji sala 1930 î li Azerbacanê jî îmkan ji bo pêşvaçûna ziman û canda kurdî hebûn. Ji wê salê heta sala 1938 an li wê komara sovyêtê dor 30 pirtûkên kurdî çap dibin, piranîya wan pirtûkan ji bo dibistanan bûn[18].

Ji nivîskarên kurde Azerbacanêye wan salan mirov dikare Mûseyîb Axûndov bîr bîne[19].

Li Tûrkmênistanê ji sala 1930-î heta 1938 an tenê şeş pirtûkên ji bo dersan çap bûne[20].

Li Azerbacanê û Tûrkmênistanê piştî sala 1938 an û heta hilweşîna Yekîtîya Sovyêt tu pirtûkên kurdî çap nebûn.

Li Ermenistanê jî, çawan li komarên Yekîtîya Sovêtêye mayîn, salên zilm û zora rêjîma Î. Stalîn (1937-38) pêşvaçûna ziman û çanda kurdî hat rawestandin. Dibistanên kurdî, Peymangeha Perwerdeyê, rojnama ‘Rîya Teze’, programên kurdî bi radîyoyê, hema bêjî her tiştê kurdî, bilî şanoya Kurdî ya Elegezê, hatin girtin. Şanoya Kurdî jî sala 1947 an hat girtin. Çap kirina pirtûkên bi zimanê kurdî jî, hema bêjî, hat rawestandin.

Alfabeya kurdî, ya ser bingeha tîpên latînî, wek ‘alfabeya împêralistan’ hat bi nav kirin û hew rê dan bi kar anîna wê alfabeyê. Gelek ronakbir û navdarên kurd bi tawanên bê bingeh avêtin girtîgehan û nefa kirin; Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Cerdoyê Gênco, Ahmedê Mîrazî, Cangîr axa, Şamil Têmûrov…

Beşekî kurdên Ermenistanê û Azerbacanê sala 1937 an, yên Gurcistanê jî sala 1944 an hatin nefa kirin Qazaxistan û Asîya Navîn. Dûarojê usan jî îmkana vegerandinê dest wan neket.

Piştî sala 1938 an, gava rê  li pêşîya wêjeya kurdî hat girtîn, çend nivîskarên kurd (Emînê Evdal, Casmê Celîl) berhemên xwe bi wergera zimanê ermenî çap kirin.

Ji ber ku alfabeya kurdî, ya ser bingeha tîpên latînî hew dihat bi kar anîn, sala 1941 ê hukumata komara Ermenistanê birîyar da alfabeya kurdî ser bingeha tîpên kîrîlî damezirînin. Dûarojê ew kar spartine Hecîyê Cindî û sala 1944 an alfabe ya nû amade bû.

Çiqwas jî zilm û zora salên 1937-38 an rêyên pêşîya wêjeya kurdî li Yekîtîya Sovyêt  girtin, çend nivîskar û ronakbirên kurd avêtne girtîgeha, nefa kirin, lê dîsan jî ji nivîskarên kurde komara Ermenistanê re li hev hat bi çap kirina du antologîya (1948, 1954) çira wêjeya kurdî li Ermenistanê vêxistî bihêlin. Wan salan Hecîyê Cindî usan jî berevoka kurteçîrokên xwe “Siba teze” (1947) û çend berhemên zanîyarî, yên ser folklorê, bi zimanê kurdî çap dike[21].

Sala 1955 an gelek dezgehên kurdaya ku salên dîktatorya Î. Stalin hatibûn girtin, dîsan vebûn; ji nû ve dest bi çap kirina rojnama “Rîya Teze” û programên radîyoyê bi zimanê kurdî bû, Sêksîya nivîskarên Kurd, ku bi nav hê jî mabû, karê xwe geş kir, jimara pirtûkên bi zimanê kurdî çap dibûn, zêde bû.

Çiqwas jî dibistanên kurdî hew hatin vekirin, lê di dibistanên gundên kurdan de, ji pola II heta VIII, hevtê du sihetan ziman û wêjeya kurdî dihat xwendin.

Ji bo amade kirina mamostayên ziman û wêjeya kurdî li Peymangeha Perwerdeyê, ya ermenîya, beşa kurdî vebû.

Sala 1959 an li Sêktora Rojhilatnasîyê, ya Akadêmîya Komara Ermenistanêye Zanîyarîyê, beşa kurdnasîyê vebû. Di wê beşê de dest bi lêkolînên ziman, dîrok, wêje û folklora kurdî bû. Sala 1968 an ji bo amade kirina kadroyên kurdnasîyê li fakûltêta Rojhilatnasîyê, ya Zanîngeha Yêrêvanê, beşa kurdnasîyê vebû.

Dawîya salên 50-emîn û destpêka salên 60-emîn di jîyana kurdên komara Ermenistanê ye aborî û ramyarî de jî guhastinên mezin bûn, azadîya fikrê fire bû. Wan salan jimara xwendkarên kurd li zanîngehan gelek zêde bû.

Ev guhastinên mezin bûn di jîyana kurdên komara Ermenistanê de û nivîskar Wezîrê Eşo van guhastinan ‘ronosans’ nav dike[22].

Van guhastinan hisên netewî jî xurttir kirin, mijara welatê kal û bavan di wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt de bi merdane cîhê xwe girt, valaya di wî werî de hebû, tijî kir.  Eger berî hingê şiîra kurdî pesnê jîyana ‘şa û bextewar’ bû, pesnê Yekîtîya Sovyêt û serokên wê, yên biçûk û mezin bû, vê carê berhemên xerîbîyê jî derketin holê, hesînên mirovaye zêndî cîhê xwe di wêjeya kurdan de girtin[23].

Di pirsa xurt kirina hisên netewî de Şorişa Îlonê li Başûra Kurdistanê bi seroketîya Mistefa Barzanîyê nemir rola xwe mezin hebû. Ew di bîr û bawerîyên kurdên Yekîtîya Sovyêt de bû şorişeke nû.

Çiqwas jî agahên çendek ronakbîrên kurd ji şorişa Îlonê hebû, lê ew şoriş bi giştî ji bo kurdên sovyêt ji havîna sala 1963 an destpê bû, gava Yekîtîya Sovyêt, cara yekemîn, bi teherekî vekirî piştgirtina gelê kurd û şorişa Başûra Kurdistanê kir.

Têlêvîzîyon, radîyo, kovar û rojnaman li seranser Yekîtîya Sovyêt ser kurdan digotin û dinvîsîn, têkoşîna wan rast didîtin û piştgirtina şorişa wan dikirin. Çend pirtûk ser dîrok û serhildanên kurdan çap bûn.

Bi navtêdana Yekîtîya Sovyêt Monxolyayê pirsa kurdan bir NY.

Naskirina mafên kurdayî netewî û piştigirtina şorişa wan ji bo hişîyar bûn û xwe naskirina netewî, ya kurdên Yekîtîya Sovyêt bû helanekî mezin, hisên kurdperwerîyê bal wan bi hêz kirin. Dikarî bêjî, bi serî wê şorişê cara yekemîn kurdên sovyêt xwe wek beşekî gelê kurdî giştî dîtin.

Vê hişîyar bûna netewî di demeke kurt de berên xwe dan. Xwendkarên kurd hema payîza wê salê li Yêrêvanê komela xwe bi navê “Şêwra xwendkarên kurd” ava kirin. Ev li seranser Yekîtîya Sovyêt yekemîn rêxistina civakî bû, ku ser bingehên netewî hatibû ava kirin.

Armanca ‘şêwrê’ belav kirina bîr û bawerîyên kurdperwerîyê bû di nav kurdên Yekîtîya Sovyêt de. Piştî demekê li Tibîlîsî jî (serbajarê komara Gurcistanê) komeleke bi wî rengî hat damezirandin.

Gelek stranên niştimanperwarîyê hatin sêwirandin û bi beşa kurdî, ya radîyoya Yêrêvanê dihatin belav kirin.

Ji dawîya salên 50-emîn û destpêka salên 60-emîn, yên sedsalîya borî, jimara xwendevanên wêjeya kurdî jî zêde dibe.

Hişîyar bûn û xwe naskirina netewî tesîreke mezin ser çand û wêjeya kurdên sovyêt hîşt. Vê carê mijara Kurdistanê, têkoşîna rizgarîxweze gelê kurd, ji bo wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt bû mijareke sereke. Û ew mijar berî gişkî di poêzîya kurdî de dîyar bû.

Van guhastnên mijar û naverokê, hunermendî û teherên nivîsarêye nû dixwestin.

Nivîskarên kurd xwestin ji tesîra wêjeyên ermenî û rûsî bi tam rizgar bibin Û ev yek ji wan re li hev hat. Qaçaxê Mirad[24] Fêrîkê Ûsiv[25]  û Şikoyê Hesen[26]   berbi şiîra klasîk çûn, bi rêya nûjen kirina şiîra klasîk xwestin ji xwe re rêyeke nû vekin. Mikaêlê Reşîd[27] form û teherên şiîra Avropî anîn nav wêjeya kurdî, çawan dibêjin ‘ew di kirasê kurdî de bi cîh kirin’

Ev guhastin êdî dawîya salên 50-emîn, di berhemên çendek nivîskaran de êdî dîyar bûn, lê ji destpêka salên 60-emîn, bi berhemên Fêrîkê Ûsiv (‘Çevkanî, 1961) û Şikoyê Hesen (‘Qalçîçek’ 1961) di wêjeya kurdên Ermenistanê de bûne serdest.

Wan salan şayîrên nivşa yekemîn[28]  jî gelek berhemên hêja gîhandine destê xwendevanê kurd.

Salên 60 û 70-emîn, yên sedsalîya borî bi şayîrên jorgotî re tevayî usan jî Ûsivê Beko[29], Simoê Şemo[30], Sihîdê Îbo[31],  Karlênê Çaçanî[32], Egîtê Şemsî [33], Rizalîyê Reşîd[34],  Eskerê Boyîk[35]  û Tosinê Reşîd[36]  pirtûkên xwe yên şiîra çap dikin. Sala 1987 an Çerkezê Reş[37] Pirtûka bi navê “Şorişa xebera” çap dike.

Taybetîke wêjeya kurdîye wan salan jî hebû. Çawan em zanin yekemîn nivşa nivîskarên kurde Yekîyîya Sovyêt li sêwîxana, ji civakên kurdan dûr mezin bibûn. Lê dawîya salên 50-emîn û destpêka salên 60-emîn gelek nivîskar peyayî meydana wêjeya kurdî bûn, ku di gundên kurdan de, di civakên kurdan de mezin bibûn, teherê hizirandina wan xwerû kurdî bû. Çiqwas jî di zimanê wan de peyvên erebî jî hebûn[38], lê sazîya ziman bi kurdî bû, bîhn û boxsa kurdî ji berhemên wan dihat.

Wan salan Mîroyê Esed, Semend Sîyabendov, Xelîl Mûradov û Ordîxanê Celîl jî pirtûkên şiîr û poêman çap kirin.

Di pirtûkên nivîskarên kurd de gelek berhemên ji bo zarokan jî hebûn, lê pirtûkên Kerlênê Çaçanî (“Şêr û kew”1961) û Mîkaêlê Reşîd (“Pişîka min” 1965) û Simoê Şemo (“Hikyat derheqa balçêmkêda” 1971), bi taybetî ji bo zarokan bûn.

Şerefê Eşir pirtûkeke şiîrên satîrî, yên balkêş, bi navê “Gezgezk” (1979) çap dike.

Di werê pexşanê de jî gavne hêja hatin avêtin. Erebê Şemo romanên (“Berbang” 1958), (“Jîyana bextewar” 1959), (“Hopo” 1961) û (“Dimdim” 1965) çap dike.

 “Berbang” fire kirina romana “Şivanê kurmanca” bû, “Dimdim” romaneke dîrokî ye, ku bi serhildana kurdaye salên 1608-10 re girêdaye. Hecîyê Cindî romana “Hewarî”, Elîyê Evdirehman çîroka “Xatê xanim” û romanên “Gundê mêrxasa” û “Şerê li çîya”, Sihîdê Îbo romana “Kurdê rêwî”, Egîtê Xudo romana “Dê û dêmarî”, Ezîzê Gerdenzerî romanoka “Fîncana Feyfûrî” çap kirin. Ahmedê Mîrazî pirtûka “Bîranînên min” çap dike, ku yekemîn nimûna wêjeya mêmûarîyê bû di wêja kurdên sovyêt de. Ji talebextan re ew pirtûka gelekî hêja bi kurt kirinê mezin gihîşt destê xwendevanan.

Gerek bê gotin, wekî salên Cenga Cihanîyêye Yekemîn piranîya êzdîyên Serhedê hatin kujtin, dema rev û bezê ji birçîbûna mirin û dûarojê Ermenistan, Yekîtîya Sovyêt ji yên mayî re bûn mefer. Van bûyaran tesîreke mezin ser civakên kurdên êzdî hiştibûn û pir caran ser wan dihat gotin. Ji ber vê jî em di gelek berhemên nivîskarên kurdên êzdî de rastî vê mijarê tên. Awa di romanên “Berbang”, “Hewarî” û “Kurdê rêwî” em rastî vê mijarê tên. Di romana Erebê Şemo “Jîyana bextewar” de jî ew mijar cîhekî giring digre. Mirov dikare berhema Ahmedê Mîrazî “Bîranînên min” jî dayne rex van romanan.

Çiqwas jî di warê romana kurdî de gavne hêja hatin avîtîn, lê destkevtina pexşanêye mezin di were kurteçîrokê de pêk hat. Wan salan Sîma Semend (“Xezal” 1961, “Du şayî” 1967, “Guman” 1982), Sihîdê Îbo (“Durîyan”, 1964), Emerîkê Serdar (‘Destê dê’ 1974, ‘Îdî dereng bû’ 1979 û ‘Dengê dil’ 1984), Wezîrê Eşo (‘Mizgînî’ 1976, ‘Dengbêj kal bibû 1982, ‘Pamp-Sîpan’ 1986), Xelîl Mûradov (“Morîyê Nenê” 1969), Ahmedê Hepo (‘Adar’ 1965, ‘Emir gul vedide’ 1975) , Babayê Keleş (Nîşanî 1988), Eskerê Boyîk (Li çîya’ 1991) pirtûkên kurteçîrokan çap kirin, ku pirdengî û pirrengîya mijar û celebê nivîsarê bi xwe re dianîn.

Piştî ji nû ve vebûna programên kurdî yên radîyoya Yêrêvanê, çend radîyo-pîyês hatin nivîsar û bi radîyoyê belav kirin.

Dawîya salên 60-emîn li bajarê Tbîlîsîyê (Gurcistan) û li gundê Elegezê (Ermenistan) şanoyên kurdî, yên gelerî, hatin vekirin, ji bo wan şanoyan pîyês hatin nivîsar. Ji wan pîyêsan; “Zewaca bê dil”, ya Îsmayîlê Dûko “Sinco qîza xwe dide mêr” û “Mem û Zîn”, yên Eskerê Boîk  û “Sîyabend û Xecê” ya Tosinê Reşîd wek pirtûk jî çap bûn.[39].  Rast e ew pîyês ji alîyê bînaran ve gelekî baş dihatin pejirandin, lê dîsan jî dramatûrgîya usan jî ma beşa wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyête lawaz.

Ji sala 1982 an antologîyayên nivîskarên kurde salane berê bi navê “Bahara Teze” dûra jî “Bahar” heta ji hev berdana Yekîtîya Sovyêt çap dibûn. Ji ber ku çap kirina pirtûkên kurdî sînorkirî bû û pir caran nivîskar bi salan benda çap kirina berhemên xwe diman, van antologîya îmkan dida nivîskaran berhemên xwe yên nû bigihînin xwendevanan. Berhemên nivîskarên kurde komara Ermenistanê gişkan di wan antologîyan de cîh digirtin û di nav wan de yên hêja jî pir bûn.

Kevneşopîya wergerê bal nivîskarên kurd wê heta hevberdana Yekîtîya Sovyêt jî berdewam be.  Hecîyê Cindî, ku destpêka salên 30-emîn dest bi karê wergerê kiribû, wê wî karî salên 50-60- emîn jî bidomîne. Ji salên 60-emîn Emerîkê Serdar, Wezîrê Eşo, Egîtê Xudo, Fêrîkê Ûsiv û çend nivîskarên mayîn jî wê bi wergerên xwe wêjeya kurdî dewlemend bikin.

Gerek bê gotin, wekî wan salan gelek berhemên nivîskarên kurd jî bi zimanên ermenî û rûsî çap dibin.

Rexnegirî timê jî beşekî wêjeya kurdên sovyêt, ya sist bûye. Pir caran cîhê rexnegirîyê lêkolîna dîroka wêjeyê girtîye.

Hecîyê Cindî salên 1954 û 1970 î du pirtûkan  ser wêjeya kurdên Ermenistanê bi zimanê ermenî çap dike[40].  Lê di van berheman de rexne tune bûn. Çawan Thomas Bois ji dinvîse, gava gilî tê ser rexneya wêjeya kurdên Ermenistanê, gerek berî gişkî Emerîkê Serdar bîr bînîn, ku li Ermenistanê di vî werî de karekî hêja kirîye. Piranîya gotarên wî, yên rexneyê li rûpêlên rojnama “Rîya Teze” çap dibûn[41]. Gotarên wî usan ji di kovar û rojnameyên ermenî de çap bûne.

Van salên dawî Çerkezê Reş jî di “Rîya Teze” de çend gotarên rexneyî çap kirin.

Salên 1970-80 li Gurcistanê jî jîyanaye kurdaye çandeyî geş bû. Şanoya kurdî, komên stran û govendan derketin meydanê, ji alîyê şêwekarîyê de gavên baş hatin avêtin. Nivîskarên kurd Ezîzê Îsko, Cerdoyê Esed, Baxçoyê Îsko, Tiharê Biro bi çend kesên mayîn ve Sêksîya nivîskarên kurd rex Yekîtîya nivîskarên Gurcistanê damezirandin. Lê dîsan jî wan berhemên xwe li Ermenistanê çap dikirin.

Piştî sala 1955 an, bi taybetî ji dawîya salên 50-emîn û destpêka salên 60-emîn yên sedsalîya XX, di dîroka wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt de rûpêlekî nû vebû. Ji nû ve geş bûna jîyana kurdaye çandeyî teqleke nû da wêjeya kurdî, navên nû hatin nav wê wêjeyê. Bi hatina wan navan, wê wêjeyê karibû xwe ji kêm û kurtîyên salên 30-40 emîn rizgar bike, bû xwedîya naveroka pircûre, xeml û xêzeke kurdîtîyê wergirt, xwe ji sloganên sîyasî, pesnên vala û tesîra wêjeyên cîran rizgar kir. Bi guhastina naverokê re şêweyên nivîsarêye nû dîyar bûn.

Di navbera nivîskarên kurde Yekîtîya Sovyêt û yên dervayî Yekîtîya Sovyêt pêwendî çê bûn. Wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt berbi wêjeya kurdîye giştî çû.

Dawîya salên 80-emîn, em dikarin bêjin wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt, di çarçoveya wî welatî de bibû xwedîya zimanekî pir-hindikî standart.

Bi bawerîya me ji bo vê pêşveçunê çend faktorên giring hebûn;

  1. Piştî mirina Stalîn û eşkere kirina zilm û zora rêjîma wî, azaya axavtin û baweryan zêde bû;
  2. Eger ji bo nivşa nivîskarên kurde yekemîn tu dikarî bêjî çendek bi xwestina demê bûne nivîskar, ji dawîya salên 50-emîn û destpêka salên 60-emîn deste nivîskar hatin nav wêjeya kurdî, ku gerek bibûna nivîskar, çawan dibêjin ‘dayîna Xwedê bi wan re hebû’.
  3. Kurdnasên Lênîngradê bi seroketîya Qanatê Kurdo berhemên nivîskarên kurdaye klasîk Ehmedê Xanî, Feqîyê Teyran, Harîs Bîtlîsî, Silêman Selîm û dîroknûsên kurde wek Şerefxan Bîtlîsî, Xosro xan Benî Erdalan, Mestûre Erdelanî, Mele Mehmûd Bayazêd bi wergerên rûsî ve çap kirin.
  4. Şorişa Îlonê li Başûra Kurdistanê û piştgirîya wê şorişê ji alîyê Yekîtîya Sovyêt, ku hisên netewî bal kurdên Yekîtîya Sovyêt xurt kirin, têma Kurdistanê û têkoşîna rizgarîxweze gelê kurd di wêjeya kurdî de kire têmake sereke.
  5. Di navbera kurdên Yekîtîya Sovyêt û kurdên dervayî wî welatî pêwndî çê bûn, ‘perda hesinî’ hinekî hat bilind kirin. Berhemên nivîskarên kurdaye wê demê û berî gişkî yên Cegerxwîn gihîstine destê kurdên Yekîtîya Sovyêta berê. Kovar û rojnamên kurdîye li Avropa çap dibûn ji bo xurt kirina wan pêwendîyan rola xwe hebûn.

Ji bo nirxandina wêjeya Kurdên Yekîtîya Sovyêt, têbînîyên civaknas-kurdnas Martin Van Bruinessen balkêş in. Ew ji bo bi carekê ve gulvedana wêjeya kurdên bakûr li salên 1980-emîn dinvîse: “Li wir ji bo di dawîya salên 80-emîn de ji nişka ve gulvedana nivîsar û çapemenîya kurdî, faktorekî mayîn jî hebû; bandor, tesîra pêwendîyên berdewam bi kurdên Sovyêtê re. Yên dawî, bi taybetî yên li Ermenistanê, karibûn çap kirina wêjeyêye başe, cîhê xwe girtî damezirînin. Ji dawîya Stalînîzmê kurdên Ermenistanê (ku li wir netewekî biçûk in, jimara wan nêzîkî 50.000 e) xwedîyê mafên çandeyî yên hê mezin bûn ne ku li deverê cîhekî mayîn û ji bo weşana kurdî piştgirtin hebû[42].”

Ew berdewam dike: “wêjeya kurdî û jîyana kurdaye çandeyî bi giştî (gilî di derheqa wêjeyaa bi zaravê kurmancîya jorîn e-T.R.) li durîyanekê gul veda, ku di navbera sê teherên dîasporayê de bû; Tirkîya Rojava, Yekîtîya Sovyêta berê û Avropa Rojava[43].

Encam

Wêjeya kurdî li Yekîtîya Sovyêt rêyeke dûr û dirêj derbas bûye.

Destpêka salên 1930 emîn, çend xwendîyên ku di nav kurdên Ermenistanê de hebûn, li cîhekî vala, berê bi rêya wergerê, dû re jî bi berhemên serbixwe bingeha wêjeya kurdî li wê komarê û Yekîtîya Sovyêt danîn, zimanê nivîskî bi pêş xistin.

Salên 1938-55 an, gava rê li ber pêşveçûna çand û wêjeya kurdî girtî bû, nivîskarên kurd dîsan jî çend berhem li Ermenistanê çap kirin, çira wêjeya kurdî li Yekîtîya Sovyêt vêxistî hîştin.

Ji sala 1955 an li Ermenistanê dest bi vejîna jîyana kurdaye candeyî bi giştî û wêjeya kurdî bi taybetî dibe. Ew wêje ji gelek alîyan ve xwe ji kêm û kurtîyên naverokê û celebên nivîsarê, usan jî ji tesîra wêjeyên cîran rizgar dike. Navên nû têne nav wê wêjeyê, ku bi xwe re naverok û şêweyên nivîsarêye nû tînin.

Di pirsa damezirandina zimanê standart de jî gavne hêja hatin avêtin.

Wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt, ku beşekî wejeya kurdîye giştî ye, hê jî benda lêkolîn û nirxandinên kûr û piralî ye.

Zorabê Bûdî, The Kurds and the Caucasus. 2005.

http://victorian.fortunecity.com/hillcrest/603/Html_files/news25.htm

  1. Çatoêv, Kurdên Ermenistana Sovyêtê, Yêrêvan, 1965. (Bi zimanê rûsî).

The Encyclopedia of Islam, Leiden, E.S. Brill, 1986, c. V.

Folklora kurmanca, kitêba pêşin, berev kirin û hazir kirin H. Cindî û E. Evdal. 1936

Nizameddin Rzaev, www.kurdishmedia.com, 05.06.2006.

Arîstova, T. F., Kurdên Pişkavakazê, ‘Naûka’ Moskva 1966, (Bi zimanê rûsî).

Ferhad Pirbal, The Kurdish literature in the soviet republic Armeni, The Kurdish Glob, 07 August 2008.

Ferhad Şakelî, Tosinê Reşî, Kovara “Raman” N89, @004, Hewlêr.

Thomas Bois, The Kurds, Khayats, Beirut, 1966.

Thomas Bois, Coup d’oeil sur la literature kurde” 1955.  “Al- Machriq”, Mars-Avri.

Wezîrê Eşo, “Nûdem” N32, 1999.

  1. Cindî, Edebyeta kurdî li Ermenistana Sovyêtê, 1954 (bi zimanê ermenî). Oçêrka edebyeta kurdaye Ermenistana Sovyêtê, 1970 (bi zimanê ermenî).

Ordîxanê Celîl, Poêzîya Cegerxwîne bajarvanîyê, 1966.

Îsmaîlê Dûko, “Zewaca bê dil”, 1966. Eskerê Boîk “Sinco qîza xwe dide mêr”, 1978, Eskerê Boîk “Mem û Zîn”, 1990. Tosin Reşîd, “Sîyabend û Xecê”, 1988.

Martin van Bruinessen, Transnational aspects of the Kurdish question. Working paper, Robert Schuman Centre for Advanced Studies, European University Institute, Florence, 2000.http://www.let.uu.nl/~Martin.vanBruinessen/person/publications/transnationalKurdish.htm#ftn20#ftn20.

[1]Ev lêkolîn sala 2010 an li ‘Yekemîn Konfêransa Navnetewî, ya ser wêjeya kurdî’ li zanîngeha “Kurdistan”, bajarê Sinê, Rojhilata Kurdistanê, hatîye xwendin.

[2] Ferhad Şakelî, Tosinê Reşîd, kovara ‘Raman’, jimar 89, 2004, Hewlêr.

[3] Hecîyê Cindî, Oçêrka edebyeta kurdaye Ermenistana Sovyêtê, 1970 (bi zimanê ermenî).

[4] Thomas Bois, 1955.

[5] Ferhad Pirbal, Kurdish literature in the former Soviet Union Republik of Armenia, 2008.

[6] Ferhad Şakelî, gotara li jor bîranîyî.

[7] Zorabê Bûdî, The Kurds and the Caucasus. 2005.

[8] X.Çatoêv, 1965, 116.

[9] Dîsan li wir. 117.

[10] Dîsan li wir, 123.

[11] X. Çetoêv, 1965. 139.

[12] The Encyclopedia of Islam, 1986, c. V, 483.

[13] Folklora kurmanca, 1936.

[14] Thomas Bois, The Kurds, 1966, 133.

[15] Thomas Bois, Coup d’oeil sur la literature kurd” 1955. 201-39.

[16] Dîsan li wir.

[17] Thomas Bois, The Kurds,1966, 134.

[18] N. Rzaev, 2006.

[19] Arîstova, T. F., 1966, 194..

[20] Ferhad Pirbal, 2008.

[21] Ker û Kulikê Silêmanî Silîvî  1941,  Şaxên êposa ‘Koroxlî’ yên kurd. 1953.

[22] Wezîrê Eşo, 1999.

[23] Tosinê Reşîd, 1996.

[24] “Şewq” 1959, “Gulperî” 1963, “Bahara teze” 1966 û “Gava çara” 1970, “Narê” 1977, “Hisretneme” 1984.

[25] “Cevkanî” 1961, “Gula Elegezê” 1964, “Lîrîka” 1967, “Ûsivê Nebîya” 1970,

[26] “Qalçîçek” 1961, “Tembûra kurd” 1965, “Meremê dilê kurd” 1971 û “Perwaza welat” 1977.

[27] “Dilê min” 1960, “Wede” 1966, “Şems” 1970, “Pencere” 1974,  “Mitale” 1978, “Îsaf” 1984, “Rêdame” 1985.  Mîkaêlê Reşîd di sêwîxana ermenîyan de mezin bibû û li wir zimanê kurdî ji bîra kiribû. Wî yekemîn pirtûkên xwe bi zimanên ermenî û rûsî çap kirine.

[28] “Gulîzer” 1956, “Mem û Zîn” 1959, “Şêran û poêman” 1963.

[29] “Keskesor” 1961, “Hisreta min” 1963, “Mêvanê rojê” 1966, “Efrandinê teze” 1969, Paîz” 1971.

[30] “Nûr” 1961, “Xetên hubê” 1967, “Ez û êl” 1974, “Gula gêlî” 1979, “Dilê bengî” 1989.

[31] “Qurna min” 1963, “Bîst salê din” 1970, “Sînem” 1975, “Azayî” 1988.

[32] “Gul’ 1960, “Dil û weten” 1962, “Berbanga wetenê min” 1967, “Baqe tev” 1972, “Zerê” 1981, Zînê  1984,  “Azê” 1088.

[33] “Şemdîn” 1964, “Hîveron” 1967, “Hêsrêd bihare” 1976, “Simil” 1989.

[34] “Berbi tevê” 1965, “Xem û xeyal” 1979, “Heyr û guman” 1989.

[35] “Şiverê” 1966, “Kulîlkê çîya” 1975,  “Tîrênc” 1987.

[36] “Kilamê rê” 1975, “Zozan” 1984, “Nîvro” 1987.

[37] “Şorişa xebera” 1987.

[38] Gelek peyvên erebî heta niha jî di wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêta berê de rastî me tên. Pirs ew e, wekî ew peyv di zimanê gel de hebûn, di folklora kurdî de hebûn û ji bo kesên erebî nizanibûn wek peyvên kurdî dihatin dîtin. Nivîskarên kurd berî gişkî xwe ji peyvên rûsî û ermenî dûr digirtin.

[39] Îsmaîlê Dûko, 1966. Eskerê Boyîk 1978, Eskerê Boyîk, 1990. Tosin Reşîd, 1988.

[40] H. Cindî, 1954, 1970.

[41] Thomas Bois, The Kurds, 1966, 136.

[42]Martin van Bruinessen,  2000.http://www.let.uu.nl/~Martin.vanBruinessen/person/publications/transnationalKurdish.htm#ftn20#ftn20

[43] Dîsan li wir.

Riataza.com

 

Bersiv bide

Ji kerema xwe re şiroveya xwe binivsîne
Ji kerema xwe re navê xwe binivsîne

*