Tosinê Reşîd/ Hemberîhevkirina ola Êzdîya û yan hindaye Vedic 

0
3079

Îro li ser axa Kurdistanê, li wê landika şaristanîyê, bi ola îslamê re tevayî, ku ola serdest e, olên mesîhî, elewî, êzdîyatî, şebak, yarsanî (ji wê olê re usan jî Ehl î Heq û kakeyî tê gotin); bi seda hezaran parêstvanên xwe hene.

Eger ji bo dîrok û bawarîyên olên cihanî; îslamê û mesîhî, hema bêjî her tişt zelal e, vê yekê ji bo olên Kurdistanê ye mayî nikarî bêjî. Parêstvanên olên mayî bi sedsalan bindest bûne, gelek caran neçar bûne bawerîyên xwe olî ji xelkên dor xwe veşêrin. Ji alîyekî mayîn ve, niviştên wane nivîskî hatine tune kirin, pir caran ew ji bo bawarîyên xwe olî rû bi rûyî komkujîyan bûne. Gor lêkolînên zanîyarê hindî, SUBHASH KAK, tenê di nav 800 salên dawî de dor 25 mîlîyon êzdî hatine kuştin. (https://www.quora.com/Are-Yazidi-tradition-and-culture-similar-to-those-of-Hindus. 20 VIII 2014).

Ji ber vê jî di dîrokên wan olan de hê jî xalên tarî hene. Ronîkirina wan xalan, ne tenê nirxê xwe, yê zanyarî heye, lê usan jî wê naskirina wan olan hêsan bike. Ev yek dikare ji bo parastina wan olan û firekirina tolêransa olî li Kurdistanê, roleke erênî bilîze.

*

Di nav êzdîyan de herdem tê gotin, wekî ew ji Hindistanê hatine. Nêzîkî Lalişa Nûranî şikevtek heye, ku jê re ‘şikevta hindîya’ dibêjin. Gor bawarîya xelkê cîh, hindî hatine ber Lalişê, li wir mane û dûarojê di nav êzdîyan de bişkivtîne, asîmîle bûne.

Bûyarên komkujîya Şengalê, di çapemenîya Hindistanê de cîhekî fire girtin, li gelek deverên Hindistanê xwepêşandanên mezin çê bûn, hindîya digot: “Êzdî birê me ne”. Wan rojan nonerê hukumata HIndistanê Şengal zîyaret kirn.

Di vê gotarê de em ê çênd pirsên dîroka ola êzdîya û pêwendîyên bi ola hindîya ye Vedic re, bînin ziman.

Seva hatina Hindo-Aryan li devera bakûra Mêsopotamîya, bawarîke balkêş heye; gor zanyarê hindî Subhash Kak dor sala 1900 BZ li Hindistanê rûbarê Sarasavati ji erdhejekê ziha dibe, aborîya gelên cih têk diçe. Ew bi neçarî koçber dibin û piranîya wan berê xwe didin rojava (S. Kak, 2000, The Astronomical Code of the Rgveda, Munshiram Manoharlal, New Dehli).

Mîtannîyên ku ser axa Kurdistanê dewleta xwe ava kirin, ji wan bûn.

Piştî hatina wê deverê mîtannî di nav hûrîyan de hatin bişkavtin, asîmîle bûn, zimanê hûrîyan hildan, lê bawarîyên xwe, yên olî, ku bingehê wan ola hindaye Vedic bû, parastin. Di wê olê de parastina xwedayê S’ura, ku li esmana bû û sêla rojê nîşana wî bû, bawerîke bingehîn bû.

Mîtanîya, çawa çîna serbaz, hûrî kirine bin desthilata xwe.

Gor Şeref xan Bîtlîsî êzdî hema ji wê deverê belav bûne, ku beşekî împêratorîya Mîtannî bûye (Şaref-xan îbn Şamsadîn Bîdlîsî, ‘Şaraf-namê’, Moskva, Naûka, 1967, c. I, rû. 83. (bi zimanê rûsî).

Dîroknûs ji împêratorîya Mîtannî re dibêjin ‘împêratorîya ji bîra kirî’. Ew împêratorî sedsalîyên XV-XVI BZ hatîye damezirandin û dor 300 salî jîyana xwe domandîye. (Gor hinek zanîyaran (K. E. Edduljee), împêratorîya Mittannî navbera salên1475-1275 jîyana xwe domandîye.) (http://www.heritageinstitute.com/zoroastrianism/ranghaya/mitanni.htm.) Lê ev ne mijara lêkolîna me ye.

Tixûbên împêratorîya Mîtannî ji çîyayên Zagrosê, Kirkûkê (Arrabxa hingê) li rojhilat, digihîştin çiyayê Kurmanc û derya Sipî li rojava. Li bakûr tixûbê wan digihîste rojava pingava Wanê. Serbajarê wê, Wassukkane, devê çemê Xabûr bû. (Subhash Kak, Akhenaten, S’urya and Regveda, www.ece/su.edu/kak/akhena.pdf, July 17, 2003).

Yekemîn şahê Mîtannî Sutara I bû (Roja baş), yê dû wî re Baratarna bû (Roja mezin). Parastina rojê di ola mîtannîyan de cîhê xwe, yê giring hebû. Wan bawarîya xwe bi hêka esmanî jî dianîn, ku gor bawerîya wan gerdûn ji wê derketîye.

Mîtannî di dema xwe de yek ji bihêztirîn împêratorîyên cihanê bû, lingê xwe bi Misir û Roma re davît, şerê Asorîstanê dikir.

Şahên Mîtannî û fereonên Misrêye dînastîya 18 emîn jin ji hev dibirin. Kiye, şahbanîya fareon Axênatên (1352-1336 BZ), keça şahê Mîtannî, Tuşratta bû (E. Hornung, 2001, Akhenaten and the Religion of Light. Cornell University Press). Dê û dapîra Axênatên jî ji malbeta şahên Mîtannî bûn. Ev malûmatî di nameyên navbera fereonê Misrê Axênatên û şahê Mîtannî Tuşratta de hatine parastin, ku li Amarna Misrê hatine dîtin (W. A. Moren. (ed.) 2002. The Amarna Letters. John Hopkins University Press. Baltimore).

Axênatên (Roj şah), ku ew nav sala şeşemîn, ya hukumdarîyê da ser xwe, wê şorişa olî li Misrê pêk bîne. Wî ji dor 2000 xwedayên misrîya, tenê yek hîşt, Atên. Atên li esmana bû û nîşana wî Roj bû. Gor qewlên Axênatên, Atên usan jî di dilê mirovan de bû. Tê gotin, wekî bawarîya monotêîzme bi rîya jinên mîttanî gihîştîye Axênatên.

Gor bawerîya piranîya zanîyarên pisporên dîroka olan, Axênatên bavê wan pêxemberan gişkan e, ku monotêyîzm pejirandin (Subhash Kak, Akhenaten, S’urya and Regveda, www.ece/su.edu/kak/akhena.pdf, July 17, 2003). Ew bawerî jî heye, wekî Mûsa pêxember karmendekî dîwana Axênatên bûye û bawarîya monotêyîzmê ji wir hildaye (S. Freud, 1987. Moses and Monotheism. Random House, New York).

Em dîsan bêne ser mîtannîyan. Hinek cîyan tê gotin, wekî mîtannî gelê îranî bûne, lê îzbatîyên dîrokî ne gor vê bawarîyê ne.

Dor sala 1375 BZ di navbera dewleta Hîtîtan û cîranê wane başûr, împêratorîya Mîtannî de peyman tê girêdan. Peyman ji alîyê arkêologan ve li serbajarê dewleta Hîtîtan, Boghazkoy ê, dema vekolînên salên 1906-7, hatîye dîtin. Di peymanê de şahê mîtannîya Wasukhani (Vasûxanî) tevî sond xwarina bi navên çend xwedayên hûrîyan, usan jî bi navê Mithra, Varuna, Îndra û Nasatiya sond dixwe. Navê Varuna ji îranîyan re ne nas e, lê Îndra û Nasatiya di mîtalogîya îranyan de ne çawan xweda, lê çawan dêw derbas dibin. Navê şahên mîtannîya (Artatama, Şûtama, Artasûmara, Dûşratta) hê zû bi sanskritê tên şirovekirin, ne ku bi îranî. Usan jî di peymanê de seva peyva hevt ne ku peyva îranîye hapta, lê ya sanskrîte sapta hatîye bi kar anîn (Subhash Kak, Akhenaten, S’urya and Regveda, www.ece/su.edu/kak/akhena.pdf, July 17, 2003).

Hozên Hindo-Avropî berî ku koçî başûr, başûr-rojava û rojhilat bikin, bûne du beşan; Hindo-Aryan û Iranîyan. Sebebê vê perçe bûnê hinek zanyar di şerê navbera hozan de, hinek jî di bawerîyên olî de dibînin. Çawan tê xuyayê nêrîna duyemîn hê nêzîkî aqilan e; dijîtîya olî di navbera îranîya û hindo-aryan de demeke gelekî dirêj dom dike. Awa di Reg Veda Hindo-Aryan de daeva ji xwedayan re dibêjin, lê di Avesta îranîyan de daeva ji dêwan re dibêjin. Usan jî bal hindo-aryan dûarojê wê ji dêwan re bêjin asura, ku ji navê xwedayê îranîya Ahura tê, Ahura bi Sanskrit Asura ye (Subhash Kak, Akhenaten, S’urya and Reveda, www.ece/su.edu/kak/akhena.pdf, July 17, 2003).

Û ev herdu ol berî gişkî li Rojava Îranê û Mesopotamîya rû bi rûyî hev bûn.

Gor zanyarên kurd Mehrdat R. Îzady, Tewfîq Wehbî û Reşad Mîran çiqwas jî ola zerdeştîyê gihîşte Medîya (rojava Îrane), lê nebû ola serdest. Xelkê Medîya Daeva diparastin, xwedayên bi xwe re ronahîyê tînin.

Gor T. Burrow gelê proto-Hindoarî, ku ji rojava Asîya digihîstin heta Hindistanê, êdî parêstvanên Daeva bûn (Burrow, T., The proto-Indoaryans, J. of the Asiatic Society, 2, 1973, rû. 123-140). Bi gilîkî mayîn, berî hatina hozên Hindo-Arîya û Îranîya, ew ol êdî li deverê hebû.

Navbera sedsalîyên IX û VII BZ eşîrên îranî ser axa Kurdistana îroyîn bi cîh bûn.  Ew hê jî peyçûyên bawarîyên arîyan û hinda bûn.  Gor bawarîya zanîyarê kurd T. Wehbî, xwedayê wan, yê sereke, ku nîşana başî û qencîyê bû, Baba Esman bû, ku jê ra usan jî Baba Dîyaûs digotin. Ew anegor xwedayê hindîya, Dîyaûs Pîtar bû. (Tawfîk Wehbî, Dînî caranay kurd. – Kov. Gêlawêj, 1940, N 11-12, rûp 51-52, Bexda).

Ji xwedayên rada duyemî re (roj, heyv, stêr) digotin ‘dîva’, yan jî ‘dîvas’, bi xwebêja yên ronahîyê tînin.

  1. Reşîd dinvîse, wekî ola zerdeştîyê li Medîya yê jî belav bû, lê nebû ola serdest, ji ber ku ola cîh, ku berî zerdeştîyê hebû, bi hêz bû (Reşad Sebrî Reşîd (Reşad Mîran) Êtnokonfessionalnaya sîtûasîya v sovremennom Kûrdîstanê, ‘Naûka’ Moskva-Sankt-Pêtêrbûrg, 2004, rû. 16).

Dûarojê, gava zerdeştî bi hêz bûn, wan xelkê ku pey ola kevn diçûn “daeva yasna” nav kirin.  Gor bawarîya hinek lêkolînvanên kurd “daeva yasna” bi hinek guhastinan îro bal kurda maye.  Peyva dasnî ku hozeke êzdîyan bi wî navî heye û demên berê mîrgeheke êzdîyan bi wî navî hebûye, hema ji guhastina peyvên daeva yasna çê bûye (Mehmed Mesûd, Rîşalek li rîşalî zimanekeman. Kovarî “Nûsarî Kurd”, Bexda, 1986, jim. 6). Pir caran di dîrokê de ji êzdîya gişkan re gotine dasinî.

Çawa tê xuyayê demên berê dasinî devereke hê fire belavbûyî bûne. A.H. Layard, nîveka sedsalîya XIX yekemîn dinvîse, wekî hozeke bi navê dasinî li çîyayên nêzîkî Silêmanîyê heye ( Layard, A.H.,”A Popular Account of Doscoveries at Ninevehs”, New York, J.C. Derby, 1854, rû. 206).

Zerdeştîya ji xwe re Mazdayasna, ji parêstvanê Daeva re jî Daevayasna digotin. Û Zerdeşt ola xwe çawan altêrnatîva ola Daevayasna raber kir.

Gor bawarîya T. Wehbî heta sedsalîyên IV-V PZ jî, piranîya kurdên rojava Zagros; Cizîr, Botan, Kirkûk, başûr-rojhilata Kurdistana çîyayî, ne zerdeştî bûn (Wehbî, Tawfîq, Dînî caranî kurd, Kovara Gêlawêj, 1941, jim. 11-12, rû. 67).

Çawan me êdî gotîye, Hindo-Aryan bi xwe re bawerîyen ola Vedic anîn, ku wê olê de rola Mithra gelek mezin e, ew hevkarê xweda Varuna ye. Bawarîya Mithra cîhê xwe di olên cîh de girt. Usane êdî berî hatina hozên îranî (çawan peymana Bagozka yê jî mak dike) li deverê parastina Mithra hebû. Di ola Vedic de Mithra usan jî navekî Rojê bû.

Xelkê Medîya peyçûyên ola Daevayasna bûn. Di wê olê de rola Mithra mezin bû. Kujtina ga ji alîyê Mithra de cejneke wane giring bû. Ev merasîm heta îro jî di ola êzdîyan de, bi navê Cejna Cama mêra, maye.

Gelek caran musulman êzdîya bi wê tawanbar dikin, guve êzdî ji Xwedê re şirîka çê dikin. Di ola Mîthraîzmê de Mîhtra hogirê Xwedê bû.

Di navbera rola Mîthra di ola Vedic de û ya Melekî Tawis û Şems di ola êzdîyan de, mînakîyên berbiçav hene. Lê ev mijara lêkolîneke mayîn e.

Gor nêrîna zanîyara, Mithraizm bi teherê ezdîyatîyê li çîyayên Kurdistanê maye (Ardalan, Magians, Mithraists and Zorastrians http://newsgroups.derkeiler.com/Archive/Soc/soc.culture.iranian/2006−02/msg01563.html).

Ew ku rehên ola êzdîya diçin kûraya dîrokê, îro êdî tu guman tune. Gor pisporê ola êzdîya Ph.G. Kreyenbroek nîşan û nexşên ku li Mêsopotamîya hatine dîtin (yên salên 1098-1044 BZ) heta nîveka yekemîn, ya sedsalîya XIX, ser dîwarên Lalişa Nûranî hebûn (Ph. G. Kreyenbroek, The tradition of the Yezidies and Ahl-e Haqq as Evidance for Kurdish Cultural History. World Kongress of Kurdish Studies, Erbil, 2006). Ew ser fotoyên A. Layard kişandî jî hene. Ev jî mak kirineke wê bawerîyê ye, wekî rehên ola êzdîya, lap kêm, diçin heta hezarsalîya duyemîn BBÎ. Ev malûmatî usan jî bê bingehîya wê bawerîyê tînin ber çavan, gor kîjanê, guve Lalişa Nûranî, berê dêra xaçparêzan bûye.

Ew ku rehên ola êzdîya diçin kûraya dîrokê, hela destpêka sedsalîya XX, rojhilatnasê bi nav û deng, N. Marr daye xuyaye. Ev seva ola êzdîya dinivîse: “Em li vir bermayên ola kevnar, ya cîh dibînin”. (N. Marr, Yeşço o slovê çêlebi, ZBORAO, XX, St. Peterburg, 1912, rû. 189. (bi zimanê rûsî).

Bê guman piştî hatina Şêx Adî Lalişa Nûranî, di ola êzdîyan de guhastinên mezin pêk hatin. Lê dîsan jî di nav êzdîyan de bermayên ola kevn, ya ku ola hindîya ye Vêdîc re girêdayî bû, heta niha jî dikarî bibînî.

Bi himberî hev kirina ola êzdîya û ya hindîya ye Vedic, em gelek mînakîyên berbiçav dibînin. Em ê li vir çendekan ji wan bînin;

  1. Êzdî ji wek hindîya bawer dikin, wekî Xwedê li esmana ye û Roj nîşaneke wî ye.
  2. Êzdî jî, wek hindîya bawerîya xwe bi kirasguhêrînê tînin. (Di olên sêmîtî de ev bawerî tune).
  3. Hindî bawerîya xwe bi hêka esmanî tînin, ku gerdûn gişk ji wê derketîye. Gor bawerîya êzdîya gerdûn gişk ji durrê sêwirîye.
  4. Êzdî çiradanka mîna teyrê Tawis paç dikin, hindî ber çirayên mîna teyrê Tawis dua dikin;
  5. Parêstgehên êzdîya jî wek yê hindîya mîna pîramîda ne;
  6. Teyrê Tawis nîşaneke ola êzdîya ye giring e. Teyrê Tawis baldarê Hindistanê, yê netewî ye, ew li Rojhilata Navîn peyda nabe.
  7. Rex derê Lalişa Nûranî nîşana merê reş heye. Hûn wê nîşanê nikarin bal ol û gelên Mêsopotamîya bibînin. Ji bo hindîya marê reş pîroz e.
  8. Ser ala êzdîyan, roja bi 21 tîran heye. Jimara 21 ji bo hindîya pîroz e.
  9. Êzdî ser kasta pare vedibin û endemê her kastayê, di nav hev de dizewicin. Bal hindîya jî usane.
  10. Êzdî dema dua dikin, destên xwe tev wer dikin. Hindî jî usa dua dikin. Êzdî jî, hindî jî mirîyê xwe destên wan tevwer kirî çel dikin.
  11. Dema dua kirinê, ezdî berê xwe didine cîhê Roj lê; sibê Rojhilat, nîvro Başûr, êvarê Roava. Hindî jî usan dua dikin.
  12. Êzdî jî wek hindîya dema cejnên olî di parêstgehên xwe de çira vêdixin.

13.Jinên êzdîya jî mîna jinên hindîya ser enîya xwe xala çê dikin.

  1. Êzdî di jîyana xwe de qet na carekê gerek Lalişa Nûranî zîyaret bikin û xwe bi ava Kanîya Sipî mor bikin. Hindî jî di jîyana xwe de, gerek qet na carekê parêstgeha Kasi (jê re usan jî dibêjin Varanasi û Benaras) ziyaret bikin û xwe bi ava rûbarê Ganga mor bikin.

Ez bawerim nêrînên jorgotî û mînakîyên di navbera ola êzdîya û ya hindîya ye Vedic de, dikarin bibin mak kirina pêwendîyên di navbera wan herdu olan de. Bê guman, ji bo zelal kirina van pêwendîyan, pêvîstî bi lêkolînen hê kûr heye.

Ev bûyarên dîrokî û mînakîyên di navbera olên êzdîya û Vedic de dikarin bibin bingeh ji bo zelal kirina çavkanîyên ola êzdîya. Wekî bingehê ola êzdîya ola Daeva ye bi tesîra olên Vedic û Mîthraîzme.

Not: Axaftina di 15 ê vê mehê de li konfêransa Moskva, li Înstîtûta Rojhilatnasîyê.

Bîblîografîya

  1. Subhash Kak, Akhenaten, S’urya and Regveda, www.ece/su.edu/kak/akhena.pdf,    July 17, 2003.
  2. E. Hornung, 2001, Akhenaten and the Religion of Light. Cornell University Press.
  3. E. Hornung, 2001, Akhenaten and the Religion of Light. Cornell University Press.
  4. W. A. Moren. (ed) 2002. The Amarna Letters. John Hopkins University Press. Baltimore.
  5. S. Freud, 1987. Moses and Monotheism. Random House, New York.
  6. Ph. G. Kreyenbroek, The tradition of the Yezidies and Ahl-e Haqq as Evidance for Kurdish Cultural History. World Kongress of Kurdish Studies, Erbil, 2006.
  7. Şaref-xan îbn Şamsadîn Bîdlîsî, ‘Şaraf-namê’, Moskva, Naûka, 1967, c. I, rû. 83. (bi zimanê rûsî).
  8. S. Kak, 2000, The Astronomical Code of the Rgveda, Munshiram Manoharlal, New Dehli.
  9. Burrow, T., The proto-Indoaryans, J. of the Asiatic Society, 2, 1973, rû. 123-140)
  10. Tawfîk Wehbî, Dînî caranay kurd.- Kov. Gêlawêj, 1940, N 11-12, rûp 51-52, Bexda.
  11. Reşad Sebrî Reşîd (Reşad Mîran) Êtnokonfessionalnaya sîtûasîya v sovremennom Kûrdîstanê, ‘Naûka’ Moskva-Sankt-Pêtêrbûrg, 2004, rû. 16.
  12. Mehmed Mesûd, Rîşalek li rîşalî zimanekeman. Kovarî “Nûsarî Kurd”, Bexda, 1986, jim. 6.
  13. Layard, A.H., ”A Popular Account of Doscoveries at Ninevehs”, New York, J.C. Derby, 1854, rû. 206.
  14. Ardalan, Magians, Mithraists and Zorastrians http://newsgroups. derkeiler.com/Archive/Soc/soc.culture.iranian/2006−02/msg01563.html.
  15. Vesta Sarkhosh Curtie, Persian mythe, British museum press, 1997, London, rû. 12.
  16. Yahîya ‘Ebdulxanî’ Elî, al-Imlak zû al-rûûs al-sab’a,(dêwê hevt serî), kov. Karwan, 1983, N13, Hewlêr, 121-130. (Me ev jêderk ji pirtûka R. S. Reşîd, Êtnokonfessionalnaya sîtûasîya v sovremennom Kûrdîstanê, ‘Naûka’ Moskva-Sankt-Pêtêrbûrg, 2004, rû. 66, hildaye.
  17. Yahîya ‘Ebdulxanî’ Elî, al-Imlak zû al-rûûs al-sab’a,(dêwê hevt serî), kov. Karwan, 1983, N13, Hewlêr, 121-130. (Me ev jêderk ji pirtûka R. S. Reşîd, Êtnokonfessionalnaya sîtûasîya v sovremennom Kûrdîstanê, ‘Naûka’ Moskva-Sankt-Pêtêrbûrg, 2004, rû. 66, hildaye.
  18. N. Marr, Yeşço o slovê çêlebi, ZBORAO, XX, St. Peterburg, 1912, rû. 189. (bi zimanê rûsî).