Solîn Hacador/ Di dîroka Zerduştî de Sarbarz Zrena

3
3042

Birêzan, wek em tev zanin her netew bi dîroka xwe tê nasîn. Bi çand û jiyana xwe, bi berxwedan û serhildanên xwe, bi serkeftin û qehremanên xwe, bi ziman û ala xwe, bi zanyarî û bezîrganîya xwe û di tevî şaxên siyaset û artêşê de dîrok neynika hebûna mirov e.

Ez jî îro bi cenabê we re dixwazim behsa jinêk dîrokî, jinêk Kurd, Sarbarz Zrena bikim. Dilê min gelek şa dibe, rûmetêk bilind digrim dema behsa jina Kurd dikim. Ji bo min herdem xemgînîyêk qur e ku kedên jina Kurd demên dîrokî de tên binerdkirin. Lê em zanin ku di dîroka me Kurdan de wêneya jina Kurd bilind e û ev gelek jî dîroka me dewlemend dike. Ev ger wek berpirsiyariya dîrokî bê dîtin ku herdem em kedên mirovatîyê bi bîrbînin. Her wisa, ev dikare berxwedana wan zindî bigre. Em zanin ku bîranîna mirovên nemir û qehreman rûmetêk bilind e.

Zrena (mehna Zrena, barana yekema payîzê ye. Di wan deman de mirovan ji bo axa xwe duayên baranê dikirin ku bikaribana berhemên xwe av bidana. Barana yekem gelek pîroz e û behsa wî di Avestayê de jî tê kirin), jina yekem e ku kirdarîya Artêşa Şahînşahî ya Meda kiriye. Ew keça Pîr Şalyar e. Pîr Şalyar wisa tê bawer kirin ku di sedsala 8an de Pîrê Zerdeşta bû, bi şîfa belavkirinê tê nasîn. Keça Şahê Bukra jî lal û ker bû, babê wê, wê dişîne cem Pîr Şalyar û çewa dighîje mala Pîr Şalyar, şîfa dibîne.

Şahê Bukra li ser şîfadîtina keça xwe biryar dide ger keçik bizewce. Dehweta 1000 salî ya Pîr Şalyar jî ku her sal bi def tê pîrozbahîkirin, ji dehweta qîza Şah tê. Ew niha li Howraman, Kurdistana Rojhelat wek şanoyêk kevne Zerdeştî tê pîrozdahîn.

Zrena, felsefe û geometrî xwendiye. Ew di şer û fikrên xwe de wek babê xwe bû. Wê, riya babê xwe berdewam kir û bû sarbarz. Ji bo wê her şervanêk gelek girîng bû û herdem bi gotinên xwe yên hingivîn gelek moral dida tev şervana (Sarbaz). Yek ji wan gotina ew e: “Eger ku ronahî li pişt min bibiriqe, ew ronahî ji şemalêk  biçûk jî bihatan ezê bi tariyê bikaribam.” Em di ev gotina de jî dibînin ku gelek wêrek, canfida û dilsoz bû ye Zrena. Ku bizanban di şer de tenê jî bimîne, tucar ji şer ne ditirsî û venedigerîya. Ger mirov wisa bipejirîne ku şer û berxwedan di rihê wê jina şêr de mora rûmetê ye.

Dema şervanên jin tîrê davêtin hedefa xwe, singê wan ê çepê astengî derdixistin. Zrena, ji Kongreya Pîran da pirsîn kir ku singê çepê yê keçan di salên biçûk de were jêkirin. Lê ev daxwaz ji cem Kongreya Pîran dijê mafê mirovatî hat dîtin û hat redkirin.

Wek tê zanîn em Kurd, ‘Medan bapîrên xwe û Zerdeştî (ola Kurda bi fermî berî Îslamîyet, Mesîhî û Cihûdîyan BZ 660-583’de Zerdeştî bû. Di dema Medan de olêk herêmî bû, lê bi Şahînşahî ya Pers re wek olêk netewî hat pejirandin û bi fermî heta xirabûna Sasanîyan hat berdewamkirin. Hezretî Zerdeşt ji dema Medan, ji eşîreta Magîyan bû û li nêzîkê Urmîyê di bajarê Rey de ji dayik bûye) jî ola xwe dipejirînin. Di ola Zerdeştî de jin û mêr/peya wekhev bûn. Ew ola pîroz mafê jinê herdem diparastin. Di dîroka Şahînşahê Medan de em dibînin ku jinan jî li kêleka mêran di nav şer de ciyê xwe girtîye. Lê belê, di nav wan jinan de çend jinên qehreman tenê hatine ziman. Em hezar caran spasdarê cenabê Şaraf ad-Dîn Bîtlîsî ne ku di pirtûka Şerefnamê (1597), de behsa çend jinên kirdar dike.

Wek pêken Elayne Boos got; “jin di leşkerîyê de hene, lê ew xwe didin pêş  û nizanin gelo dê bikaribin bikûjin an jî na. Wisa fikir dikin dê bikaribin şer bikin. Ew tiştêke ku serleşker ji jinan re bibêje wa hê dijmin li wra ye û dibê ku hûn di nav unîformên xwe de gelek qelew in. ”

Bi salên dirêj îzna jinan nebû ku di hêzên leşkerîyê de ciyê xwe bigirta. Ji jinan kevanetîya malê dihate xwestin. Dem çû, dewran hat gohartin. Di rojeva me de jin bi pisporî di hemû şaxên leşkerîyê de ciyê xwe digre. Îro di nav hêzên artêşa Amerîkî de %20 jin ciyê xwe digrin.

Em şanazîyê dikin ku dîroka me de jina kurd herdem di berxwedan û parastina ax, al, ziman, ol, çand û xelkê xwe de ciyê xwe girtîye. Her wisa, şanazîyêk herî bilind e ku jina kurd di rojeva me de li dijê DAÎŞê  şer dike û gerdûn behsa şêrbûna jina kurd dike. Ev gelek girînge ku jina kurd serê netewa xwe bilind dike.

Birêzan, bi dil û rihêk kurdewarî dibêjim; em ger qehremanên xwe ger jî berxwedanvanên ku di parastina ax, ol, al, ziman û azadîya welatê me Kurdîstanê de ciyê xwe girtine bilind bikin. Ew qehremanên sarbaz şanazîya neteweyî ne. Gotina pêşîyan e ku “şêr şêre çi jin e çi mer e.” Bila rihê Zrena û tevî serbarzên kurd bihûşt be. Ez bejna xwe li ber wan bi rûmetêk bilind ditewînim.