Şaristanî, civak û welat li ser mêrên mezin û gernas ava dibin. Wan bi berxwedana xwe paşerojeke baştir ji milletên xwe re peyda kiriye. Gandî Hindistan serbixwe kir, Mandêla Başûrê Afrîka ji nû ve saz kir û bavê min Celadet Bedirxan nasnameya kurdan da wan ko zimanê me pêşkêşî me kir. Herdem digot; zimanê me nasnameya me ye û wê herûher me biparêze.

Dema bavê min çû ber dilovaniya Xwedê, ez 13 salî bûm. Lê tiştê min dît û ez li ser amade bûm, bi min re ma, bû handan û sirûştek ji hemû jiyana min re; welatperwerî, dilsozî, rastgoyî û dilpaqijiya wî hişt ko bibe ev dastan. Herûher baweriya wî bi doza kurdan hebû û tu carî dest ji mafê kurdan neberda û her daxwaza wî ko bi wekhevî û dadmendî bijîn weke her milletekî din. Baweriya wî ya mezin ji bo vê dozê, rê dayê ko alfebaya kurdî pêşkêş bike, ev alfebaya ko bû bingeha zimanê kurdî yê nû.

Dilovan bû ji malbata xwe re, bavekî dilbirehim bû, em li ser şanaziya kesêtiya kurdayetiya xwe hîn kirin û digot herdem şanaz bin. Ez gelek bextewer bûm ko ez di malbata xwe de bi du kesên gelek hêja re xwedî bûm; mamê min Kamiran Bedirxan herweha karekterek mezin bû di jiyana min de, wî çiraya doza kurdan piştî bavê min berdewam kir, ko ev doz gihande astên navnetewî, her bi wan baweriyên mezin û bi wê daxwaza xurt weke bavê min.

Berdewam bû bi parastina mafên me, bê ko sist bibe û jiyana xwe hemî ji bo kurd û Kurdistanê qurban kir. Li cîhanê geriya ji bo mafê kurdan bide xwiyakirin û piştrast be ji berdewamiya vê nameyê û paşerojek baştir ji kurdan re bi dest bixe.

Wê dîrok cihê du lûtikên bilind ji çiyayên Kurdistana me ya şêrîn bide van herdû dastanan.

Ez bi hêvî me ko ev nifşê nû doza wan berdewam bike û nameya wan bigihîne nifşên pey wan, ji bo xewna bavê min û mamê min Kurdistaneke bihêz û yekgirtî bi cî bikin. 31.10.2016