Hesenîko! Li welatê Serhedê bi koçerî çiya nema me lê danenîn.

Kanî nema, me jê av neanîn,

Ji berê ve û heyanê îro, ji hezkirina qîz û xortan re zêde qedexekirin tune bû.

Ji siûda me re, ji evîna ciwana re sucdarî zêde bûye ji wê yekê, bila qeda bê li bengîtiya jiyanokên vî zemanî.

Ax were, were lê melûlê Asê!

Hesenîko dilê mino, kel û kela vê gêrmiyê tu yê bibe bide ber kaniyê,

Wexta ku sar bû, bila sar bibe

Lê ku sar nebû, tu yê bigire bide ber Muradê li vê Palîyê.

Ax were, were lê jarê Asê.

Hesenîko bihar e, vê Muradê wîle, wîle

Îro xilas nake deve û fîl e

Ezê nizanim halê dilê te çawane,

Dilê min ji te ra mîna sêniya qelekirî, to liser e.

Ax were, were lê bêhevalê Asê.

Hesenîko bihar e, qanz û qulingan hatin li mêrgan danîn.

Welatê Serhedê heft mehan di bin berfê de dimîne.

Ji bona domandina jiyana xwe û malbata xwe, Hesenîkê min, sibeda rabû tifinga xwe girt û rê hilanî,

Hesen lawo tu bizivire(vegere), ez xezal û tu nêçîrvan î,

Ax were, were lê bêhogirê Asê.

Hesenîko dilê min mîna vê Muradê lem û lem e.

Îsal heft salê min qediyane, ez pawoka bejna te me.

Kelekvano belkê Hesenîkê min ji bona min hate ber Muradê ku derbaz be,

 Ku diravên xwe tune bûn, tu yê Hesenîkê min derbaz ke(bike) ez kefîlê mafê te me.

Ax were, were lê rebenê Asê.

Hesenîko dilê mino ji te maye,

Tu yê were malê bar ke, min jî bi xwe re bibe zozanên jorîn ba Riza ye,

Wexta ku gelê wê deverê heyirî ma, gotin va çiye, çi tewa ye?

Tu yê bêje min rebena Asê, parda(parva) xwest û qelend daye.

Ax were, were lê bêdilê Asê.

Hesenîkê min çûbû Erzeromê kavir kirrî,

Devê min nagere ku ez bêjim te tilî firrî,

Heyanî ku Hesen ji kavila Erzeromê vegeryaye hatiye malê

Rebena Asê bizor dane, qelen birrîn.

Ax were, were lê tengezarê Asê.

Hesenîkê min çûbû Erzeroma şewitî ji bona pez e,

Ez nikanim bibêm; Hesanîko pez li canê te bibe merez e.

Heyanî Hesen ji Erzeromê ziviriye hatiye malê,

Bêkesa Asê bizor dane, kirine bûka teza,

Ax were, were lê bêgengazê Asê.

Hesenîko dilê min mîna kara gîskan,

Ezê heyanî sala çûnê vê çaxê di mala bavê xwe da bi sultana serê xwe û hezkiriya Hesenîkê xwe bûm,

Îsalî di mala lawê Hesê Xello Xirnikê pîsê heram da,

Tilî û pêçiyê min qerimîn ji ber hingilîskan

Ax were, were lê ronediyê Asê.

Hesenîko min ê li vê Muradê ava sar e,

Gulleyên ku Xirnoyê(kê) pîsê heram ji bêxewîr da li Xamêlê berra Asê dane.

Tengezara Asê birîndar e.

Ji ber êşa birîna xwe dike hawar û zare zare.

Ax were, were lê xêrnediyê Asê.

Hesenîko ji vê Muradê heya vira,

Xwîna heyî û jiyana Asê rijiya li ser ax û keviran.

Hesenîkê min bila dunyayê dilokî tune bûya.

Te ji min ra bigota Asê xwengê, min ji te ra bigota Hesen bira

Ax were, were lê bêdawiyê Asê.

DÎROKA EVÎNA HESEN Û ASÊ

Çaxa ku em zarok bûn, di nava gel da ji pirr bûyeran dihate bahskirin.  Mijara van bûyer û gotinan cûre cûre bûn.  Ji vana hinekê wan mîna çîrokan dihate peyivandin. Dihate zanîn ku vana bûyerên civakî yê pirr kevn bûn. Bi van gotinan re tewr û timşêtên însanan digewirîn.  Kelij li ser ruhê însanan rûdinişt. Çavên gotar û gohdaran ji aliyê der û hundir ve rê dikirin. Însan diketin bandora keserkûriyê. Yên cixarekêş qutiyên xwe ji berîka(cêba) xwe derdixistin, cixareyên xwe dipêçan û bi hesteyên xwe vêdixistin û kûr kûr nefes lê dixistin. Em zarok bûn jî, di wan tewran da, di zikê me da jî likimandin çê dibûn.  Dilê me jî jan dida, mîna yê mezinan.

Dihate fêmkirin ku ev meselana hê jî parçeyekî jiyana gel bû, ya me hemûyan bû. Dihate zanîn ku ruh û dilê însanên me, mirovên me û gelê me, bi van gotinên bi vî awayî, jîr û qewîn dima. Van gotinan dibûn pêgirtiyên mirov û jiyana mirovan.  Dibûn hîmê pêwendiyên kesan. Van galgalan, domandina jiyana însanan ya şexsî û civakî diedilandin.

Ji van qalekana yek jî, mesela evîna Hesen û Asê-Asyayê bû. Ji bona wana tiştên ku qise dikirin, devkî bûn. Însanan bi tevayî xwendin û nivîsandin nizanîbûn. Welatê me, welatê Serhedê bi tevayî hemû wisa bû. Kêm merivan xwendin û nivîsandina wan hebûn.

Ji bona vî awayê, neqilkirina bûyera wan û kilama ji bona wan,  li her derê wekî hev nedihate gotinê. Her meriyekî goranî zanîn û rûh û hîs û qabilyet û ziman û îfadekirina xwe şor dikirin û distiran.

Qasî ku tê bîra min, di wan çax û deman da xemgînî bi tevayîtî bû.  Kesertijî bûn, dilhelûk bûn, dilra bûn, rûh lemî lemî bûn, taybetî û nemazetiya însanan bû. Ewaha bûn, bingehîna kûrayiya hundirê hemû merivan bû. Wexta ku van mijaran beşdarî dihatin peyivandin,  gotar û gohdar hemû bi hev ra diketine rewş û tevgereke dinê.

Wê tawê ez zaro bûm jî, lê zik û dil û mêjiyê min jî tijî dibû.  Hejandin li can û cededê min çê dibû. Di heyîya min da birûsk lê diketin. Dibû şîrqe şîrqa wan. Ez bi tevayî dihatime hejandin, lerizandin û dihatime vejendin. Sorbûn, sotbûn û germbûn û geşbûn di min da xwe nîşan dida. Qasê ku ez diketim binî, daha zêdetir hêz û armanc û pêşketin bûnê xwe di rûhê min da didomand. Coşeke tîr di canê min da xwe dîyar dikir. Wê geşcoşiyê ez dorpêç dikirim.

Ew çi halê me bû? Ew çiqas zor û zerb û tenganî-tengasî û bêkesî bû li ser jiyana me hemûyan bandor kikir. Di vî awayî da zordariya biyaniyan û nezanî û xizaniya me, ku li serê me bûbû teyrê ecelê-qasidê mirinê çawa dihate rakirinê. Van tiştên neçê, bi her awayî em şûnda xistin-xistibûn. Em bi hemû awayî wezalok ketin-ketibûn.  Hevgirtin û peywendiyên pehet jî, di nava me da nedihate dîtin. Malxirabî û ocaxkoriyê di naveroka navenda jiyana me da hêlîn çêkiribû. Tê da, di nav da qurt bûbû. Tê da li ser pûnikê sekinî bû, rûniştî bû. Jiyana me ji xelîtiyê, ji neponijandina baş, ji tarîtiyê, ji bêraman û bêarmanciyê, ji serhişkiyê, ji hûndirê xwe da dîl hatiyê, … avis bûbû. Gelo awakîno dibû?

Ez kurekî koçer bûm. Jiyana me di navbera gund û berrî û zozanan da derbaz dibû.  Rêwîtî û koçeriya me jî, perr û baskê wê jiyana me bû.  Bi deh rojan koçerî rê û dirb dihate kudandin. Xêncî kêmasiyên me yên dinan, pirr caran nigên-lingên min xwasî bûn. Di nava heyiyê de me tuneyî dikişand.

Diya min her timî ji jiyana xwe ya qewimî û serpêhatiyan qise dikir.  Vana yên şexsî û malbatî û eşîrtî û civakî û gelêrî bûn. Wexta ku ji van serderbazbûyiyan/sebihuran dipeyivî pirr helûk dibû. Pirr caran xwe nedigirt digirya. Lemî lem lê diket, mîna ava Muradê diwêliya û diwêland û dilorand. Agir bi dil û kezeba min diket, ez jî bi wê ronedî û belengazê ra digiryam. Wê dema hanê can û cesed û rûhê min dikete nava agir, dişewitî. Mîna sewafa êzingan xirtinî û qirçinî jê dihat.

Dayika min, heyanî roja mirina xwe jî ev rûhê kelijî bi xwe ra domand. Nod salî zêdetir payan kir, qet tişt jibîr nekiribû. Tiştên ku bihîstibûn, tiştên ku jiyabû pirr xweş, fireh û rast-birastî dahanî-dihanî ziman. Ji “TertelaFillan”, “Tevkûjiya Fillan” “Seferbêrlik”ê “Hatina Ûris” “Hedîsa Efendî” “Mesela Dêrsim”“Mesela Gûrûbê” “Birçîtî” û “Xela”yê, û ji pirr tiştên cûr be cûr(cûre cûre) xeber dida. Qezîkirina wê tev bi axîn û waxîn û kesr û heyifandin û hesretên kûr derbaz dibûn. Jiyana “ronedî”yan bi hev re pêgirtî û girêdayî ye.  Lewra ku tev bi hev ra ji kaniya rojnedîtiyan avê vedixwun. Bi hezaran sale li welatê hanê,  bi her awayî, kesayetî di binê kotekiyê da tê kudandinê.

Bi van gotinan û di jiyana me da ez, zêdetir bi bûyera Hesen û Asê û yên mîna wana yên dinê pêgirtî dibûm. Evê weha diketine nava rûh û canê min û tê da şax davêt, reh didan. Dibûne hîmê rûh û jiyana min û yên mîna min. Ji van sedeman peywendîke zexm di nava min û bûyer û kilama Hesen û Asê da çê bûbû.  Bi vê yeka jî nemabû. Pevgirêdana navbera min û welatê me yê Serhedê, Murad û Ferat û koçeriyê û jiyana însanî û jiyana serhedîtî da jî pêk hatibû. Vê pêvebûna hanê, xwe avêtibû dîrok, tevgerî û civakiya welatê çiya, welatê rojê-Serhedê. Çiyayîtî,  zozanîtî û Serhedîtî bû rewşa min, bû hêsinên min.  Vê yeka, van timtêlana di rûhê min da zîl didan.  Mîna giyayê Serhedê  di bihara nû da, di bingeha rûhê min da serî dan, pişkûvîn,  şax avêtin, pel dan, pêl dan, lem dan, perçav bûn, berdarî dan. Bûne heyiya xweser, bi serê xwe. Ez bûme meriyê, (merivê,mirovê) peyayê Serhedê.  Bi rûh û can, dil û mêjî û dilêriya peyayekî serhedî, bi doza bûyera serhediyê xwe ketim. Bingeha jiyana wan û min û me yek bû.  Qurmê heyiya me yek bû.

Min bi deh salan binaxa bûyera wana ji pirr kesan pirsî. Di nava derfetên xwe yên kêmî pê ketim. Li ser wana fikirîm. Gengazên min yên zêde, fireh tunebûn ku di demeke kurt da, ji bona bûyerê bizêdeyî agahdar bibim. Kilama wana dihate gotinê. Ez jî bi gotinan wê hîn bûm. Min gewşînek dabû kilamê. Di deng û dîlana min da awartî hebû. Min ji vê kilamê ra meqamekî nû afirandibû. Wexta ku min ev kilam digot, ew mercên ku bûyer afirandibûn dibûn hêsinê min. Her ku zeman diherikî, derbaz dibû, ez û bûyer û kilamê lihevdihatine şidandinê. Hîn zêdetir alîgiriya Asê ketibû hundirê min. Ez jî bi evîna wana ve têkildar bûbûm. Ez bi dil û rûhê Asa ronedî ra her demê heval bûm. Ji rûhê wê yê ku di bedena wê da di girtîgehê da bû, alîgir û parastvan bûm. Astengiyên ku li rûhê wê, evîna wê hûrmetê neyînî çêdikirin, bi wê ra li min jî kar dikirin. Ji bona vê yekê jî bi min hînbûyina bûyera wana pêwîst bû. Ku mesela wana bi bingehîn neyê zanînê, kilama wan jî bi erênî nayê fêmkirin û hilçinînê.

Gotar, guhdar, dengbêj û sitranbêj ku bûyera kilamê zanibin, hîn kilam tê famkirinê. Cewher, armanc û bingeha wê gora eslê wê tê hişyarbûnê. Wexta wan tiştana, rayiş û tevgera serhediyan bi tengasî û maciriyê ve, bi hev ra neyin fikirandin û darezandinê, kilam jî ruhê xwe yê êşlî, resenî, ji wateya xwe ya bingehîn tê xericandinê.

Qasê ku hatiye zanîn, evîna Hesen û Asê awha bişkûviye û şax avêtiye:

Hatiye gotin ku Hesen xortekî cindî, çeleng û zîrek bûye. Ji malbateke Hesenî bûye. Endamekî eşîreta Hesenan bûye.

Asê jî keçeke, qîzeke li ser xwe bîye. Xweşik û sipehî bîye. Rind, rengînî bîye. Bejinxweş û navkêl-navend zirav bîye. Rû û sûret û hinarê wê narinc û gozelî bîye. Çavên wê mîna zok kanîyê di ber hev da ji bin zinarekî zozanê Şerevdînê derket û herikin bîye. Çavên wê belek, zelal û şewledayî bûne. Dev, poz, lêv û didanê wê hûrmetê lihevhatî bûne. Qirika wê gewr û dirêj bûye. Taxima sing û berê wê mîna gelî û bilindiya çiyayên serhedê pirr saxî û xalî bûne, rind bûne, hêvî mayîn bûne. Eslê wê ji maleke Zirrkî bîye.

Herdu jî gundî-koçer bûn. Ji der û dora Melazgirê bûne. Di serê sedsala bîstemîn de herdu jî xort û xama bûne.  Berzewac,  bermiraz bûne. Dilê wana lihev hebûne. Ji hevûdu hezkirine.  Malbata Hesen çend caran hatine, ji malbata Asê wê xwestine.  Lê aliyê Asê qîza xwe nedane. Gotine em keça xwe ji nava eşîreta xwe dernaxînin. Lêbelê bi nedayinê, hezkirina wan nehatiye birrînê. Evîna wana timî lê zêde bûye. Eşqa wana xurt bûye. Bi deng ketiye. Li ser hevûdu kilam gotine. Evîn û evîndarîya wan, bengîtiya wana belav bûye. Kilama wan bihêz pêl daye. Roj bi roj qewîn bûye. Mesela evîna wana bi deng ketiye. Li her derê hatiye xeberdanê. Kilama ji bona wana her derê hatiye sitranê. Kilam û dengê eşqa wana bûye mijara qisedana însanên herêmê. Dengê kilama wan li welatê serhedê li her derê şax avêtiye. Di civatan da mesela wan hatiye nirixandinê. Bi mijara mijûlayiyê.

Vê weziyet û tewra wana heft salan kudandiye. Malbata Asê li goranî tore û adetên welat êşyane. Xwe di tengasiyê da dîtine. Di aliyê namusê da ketine binê giraniya kelem û tore û astengiyên civakî. Ji bona vê yekê ji xwe ra çareserkirina vê bûyerê fikirîne. Biryar dane ku Asê bizewicînin.  Bi vî awayê,  Asa reben bi darê zorê dane lawê Hesê Xello, Xirno yê pîsê heram, ji eşîreta xwe.

Asa reben bi zewaca bêxêr, bi xwesî ketiye gornê(gor nîne, gorn e).  Halê wê ne tû hale. Va weziyeta wan 6-7 salan dikudîne. Sê heb zaroyê wan çê dibin. Kilama wan, kilama Hesen û Asê li her derê belav dibe, tê gotinê. Ku eslê xwe da vê kilama, Asê li ser Hesen gotiye. Gotinên vê kilamê li Xirno tû bandor nake û nekirine.

Herba, Şerê Cîhanê yê Yekemin dest pê dike. Ûris di sala 1914an da ji aliyê Qersê ra dikeve welat. Ro bi ro berve navîna serhedê tê. Di sala 1916an da xwe digihîne derûdora Bîngol û Şerevdînê. Li wan zozanan bi çend demî sekan dibin artêşa wana.

Di vê pêvajoyê da gelê Serhedê ji ber hatina Ûris macir dibe. Ji van însanana hinekê wan welatê xwe, erd û gund û avayiyên xwe terk nakin. Evana dibêjin; em çi bikin, çi tê serê me bila bê; em dimirin û têne kuştin jî bila li welatê me biqewme. Hinek jî ji ber bêkeysiyê ji şûna xwe naleqin. Bêşek ji wana berve hêla sihêl, aliyê germ,  germê rêwî dibin. Koçberî berve hêla başûr diherike.

Ev koçerî, koçberî û rêwîtî ne bi kêfî ye, ne jî bona îdareya jiyan û dinyayê ye. Rêwîtî û rêbûhurtîyekî pêwistî ye. Armanca vê yekê, bi destên leşkerên Ûris neketine. Di war û ûrt û gund û welatê xwe yê sêrîn da dîl neketine, nekuştine, zar û zêç, erz û eyal ji talan û tecawûz û binpêkirina biyaniyan parastin e. Ji bona vê yekê bar dikine, rêwî dibine.

Mirovên wî welatî di jiyana xwe ya civakî û dîrokî de pirr bûyer û bêtorê ewha bi çavên xwe dîtine û bihîstine. Bi sed sal û hezar salan best û tevger û domandina jiyana wana werre qelibîne.

Bê dilxweşî ro derbas dibin, koçeriyê ji hêla rojhelat da dest pêkiriye.  Berê wana berve hêla rojava ye. Ji bona wê yekê yên ku koçer dibin, tên di ber yên ku goranî wan rojava nin ra derbaz dibine. Wana jî ji tiştên nebaş xeber didine. Tirs, êş, elem, tevdanî, tengasî, tenganî, gef, tehdît, xeter, tewatilî û her neqencî bi nava hev ketine, lihev dikevine.  Van bûyer, tewr, timşêt û tevgerana li ser rûh û can û bedena merivan bandor kirine. Tirs û jê xilasbûn, bi dijwariyeke mezin xwelî ser heyîya kesan nîşan dide.  Însan ji xwe revok bûbûn. Tirs bûbû her tişt û ketibû nava her tiştî. Tirsê û bêewleyiyê mêzîn û wezin ji navendê rakiribû, qewitandibû, ratorandibû, heyîwandibû. Tirs û bêbawerî bûbûn mîna wêneya hawirdorê.

Bêkêrî, bêkesî, bêhêvîtî û girêdandina, dorpêçkirina rûhê kesan weqas hatibû navendê, vê weqas pençe dabû, hej û pej dabû nedihate navandinê.

“Terq” li însanan ketibû. Mîna terqa ku birr û keriyên deveyan diketin, terq li însanan jî ketibû. Terq li jiyanê ketibû. Rev, qet û qetbûn û qutbûn bûbû rêk û pêkê nû. Qut û qutbûn ne disekinî, ne ditewitî, hûr dibû.  Dibû mîna aringê,  mîna ard. Mîna teyrên kombûyî ne, bêxewîr ku di carek de xeter lê çêdibe, çawa pirrêbûn lê dikeve, însan jî wisa bûbûn.

Yên derfetên xwe hebûn û ji çûyinê ra daxwaz bûn bi xemgînî bar dikirin. Di dinyayê de ji tiştên pirr zor yek jî ew e/ev e ku, însan bi bêhemdî ji erd, war, ûrt, cîh, cangî û welatê xwe koçber be û biqete, qut be. Di dîroka însanan da hatiye dîtinê ku di wan tewr û timşêtan da birçîtî, xela û nexweşîn jî xwe nîşan didine. Hatiye zanîn û çavkirin ku di van demên weha û awakîno da dê/dayik weledên xwe davêjin. Heta dibêjin hinekan ji birçiyan goştê zarokên xwe jêkirine, birijandine û xwarine. Di van tewrên han da dêya/dayika însan û însanetiyê, mirovahî û kesayetiyê tê gîrandinê. Van rojên bêhed, bi zor û zerb li dinyayê neyin serê tû însanan. Lê însanên vî welatî pirr caran bi hûr û kûr û dûr van tiştana, bûyerana, qewimandinana di jiyana xwe da dîtine. Ji bona vê yekê bi xwe dîtine, lê naxwazin neyarê wan jî bin, kesek li rûyê erdê nebînin.  Bi wî awayî dilxwaziyê diyar dikine.

Bagêr û bahoz û balîstok ji jiyanê rabûye, lê daketiya reh û rîçikê jiyanê rakirin, armanc bûye.  Feleka xayîn û malxirab li van însanan neyartiyeke girîng xwiya kiriye. Însan bi heyî û jiyana xwe ve li serê xwe bûne ezab û bela. Siûda gelê welatê Serhedê dîsa çep filitiye.  Her tişt tevlihev bûye.  Kêm tişt û însan weke xwe yê berê di dewsa xwe da mane. Hinek însan û tiştan qîmet û rûmet wenda kiriye,  hinekan jî zêdetir rexbet girtiye. Hinekê wan bi şewle tarî bûne, hinekên tarî diçirûsine. Hinek mîna şêran dihatine zanîn, xwe xeripandine, hinek bûne mîna roviyan. Hinekên ku berî vê wextê mîna roviyan dihatine dîtin û zanînê şewq dane, hêz û berradan ketine, weke şêran xuya dibine. Hewar û fîgan e. Evana bûne mîna birûsk ji navenda ewr,  asîman û ezmanan vedane. Li navenda wê herêmê, wê hêlê, wê der û dorê xistine. Pergal û raîş hejiyaye. Însan hatine badandinê. Li binê çeng û guhayê hevûdu ketine.

Asa reben çi bike,  çawa bike. Tû tiştek ji destê wê naye ku ji çarenûsa xwe ra rêyek bixetine. Pê keve, hewl bide xwe û wê rê bidomîne. Jiyana wê weke hebê genim di binê kevirê aşê da tê hûrkirinê. Çarenûsa wê qewinîne, qewimandin e. Bîr, hiş û biryar nîne. Destên wê da ji bona wê û berjewendiyên wê tiştek tu nîne. Siûd û çarenûsa wê hûrmetê ji berê de çewt û tewş lêketiye. Roja ku heskiriye,  evîndarê wê Hesenîkê delalî bêhêvî kiribûn û bi destê zorê kiribûne ber Xirno. Wê demê xiştik û birûsk lê ketibû. Hatibû hejandin. Bêhiş bûbû. Vê bûyera hanê jî jê ra bûbû derdê li ser derdan, kûl û keder û mereza giran. Bûbû barê li ser baran. Di binê bîreke kûr de careke dinê binbîr bûbû. Tewr di erdê de çûbû xwarê. Mêjiyê wê tinginî jê dihat.  Îstiqameta wê, xêza wê wenda/winda kiribû. Rûhê wê diêşiya. Dilê wê hatibû guvişandinê.

Xirno jî lihev ketibû. Ji merivekî neçar bû jî, ne dewlemend bû. Tiştên wê yê pêgirtî tune bû. Di gund û wargeh de merg û zevî, erdê xwe yê dinê tune bû. Ajalên xwe jî zêde nebûn. Wî jî biryara barkirinê daye.  Hinek tiştên ku heyanî wê demê di kesên dinê û wî da nexuyayî bûn,  di xwe da nedîtîbûn, pêda berçav dibûn. Di binê postê/çermê erdonekî, ne tiştekî de jî têl û bijûyê şêr, piling, şepal, keftar, gur û hinek dirindeyên dinan bişkûvîn û serî dan, serî rakirin. Xirno jî ji barkirinê ra xwe heleste kir. Rojeke navenda payîzê bû. Lawê Hesê Xello “Xirno” jî barkir. Koç bi rêxist. Lê rêwitiya wana ne bi êlayetî bû.  Mala “Xirno” tenê bû. Sê heb barbirên wan hebûn, mal li sê bargiran/bergîran bar kiribûn. Barek firaq, fol, ard, arvan, hûr û mûrê lazimî bû. Barek jî têr, tûr, şo, berşo, berr, gelt, carcim û xaşî bû.  Barê sêyemîn jî nivînên wan bû.

Nivîn li bergîrekî sernerm û herdu zarokên mezin li ser wî barê nerm, di nava lehîfa duqatî da bînteng kiribûn. Wê demê wan zaroyana yek pênc salî, yek jî sê salî bûye. Zarokê sêyemîn jî yek salî bûye. Asê ji roja ewilî da vayê piçûk/qicik bi çarşefekê li pişta xwe girêdaye û serê hespa ku herdu zarokên din lê siwar bû, dikişand.

Vana bi vî awayî rêwî bûne. Berê xwe dane hêla welatê xwe yê dinê. Berve başûr, germistanê, deştê, berriyê Herranê, Amedê, Rûhayê, Sirûcê, Mêrdînê, Serêkaniyê, … ciyê ku ji bandora herbê, ya leşkerê Ûris dûr û zivistana xwe bi nermayî derbaz dibin, diçin.

Zarok qicik in, haya wan ji pirrê tiştan û bûyeran tû nîne. Dizanin di jiyanê da awarteyî çê bûye, lê pirr pê nehesyane. Xirno û Asê jî ciyê ku berê xwe danê navên wana, wan derana bihîstine, lê bi çavên xwe nedîtine.

Bi barkirin û danîn, koç bi hefteyan rêgir dibin. Di geverê/gedûkê Solxan da diqelibin. Ji Çawaxçurê re dibûhurin. Kaniya Yado, Sargehê û Mendo şûn ve dihêlin.  Di qeverê xezikê ra xwarî/xarî aliyê depê dibin. Bi derbazbûna darabestê ve berve Palliyê derin. Li ber Palliyê(Palu/Palo) pirek heye, bi nav pira Palliyê ye, li ser wê re, Murda renginî derbaz dibin. Çemê Behroyê û Madenê li pêşiya xwe zirav dikin. Hinekî rê dikudînin, têne gundekî. Navê wî gundê Xamel e. Li wirê xaneke bazirganiyê kevnareyê kevirî jî heye.

Dikevine evrazekî,  berwarekî,  berpiştekî, berpalekî birrekê dimeşin. Herdu bargirê dinê wekî her demê li pêşiya wana ne. Asê jî mîna her rêwîtiyê zaroka biçuk li piştê ye. Ev zarok li piştê bi çarşevê girêdayî ye. Asê mîna her demê serê hespa zarokên dinê dikşîne. “Xirno” jî li dawiya wana ye. Wê tawê nixêl bûne û biponijandin, dimeşin. Di jorê wan de, dengê dengbêjekî tê. Guhê xwe didinê destana ku Asê li ser Hesen gotiye ev e. Ku şivanek dibêje. Li bilindê rê kerîk, birrek pez e. Belav bûye, rev avêtiye, hêl daye, çeng daye diçêre. Şivan jî kêfa wî xweş e. Li hêla pez kilama Hesenîko bi dengekî bilind dibêje.

Wê demê rûhê Asê diheje, dilerize, serûbinî dibe, lihev dikeve û dihêrife. Bi birûskan, xişkan, xiştikan û çekên giran tê agirkirin. Dikeve binê xişim û barana vana. Lê di nava vê dilsotî, diljana bêsînor da kêfxweşî jî heye. Vê gavê hezkirin, keser û evîna wê ya ji bona Hesen dîsa serî hil dide û ji nû ve tîr dibe.

Lê Xirno jî wê çaxê hejandineke mezin di rûh, dil,  mêjî û canê xwe da hest dike û dibîne. Ev Xirnoyê ku heyanî wê kêlê, wê seetê,  wê tawê, weqas bi salan ew sitrana jina wî li ser merivekî, li ser evîndarê xwe Hesen gotiye, guhdarî kiriye bêdeng maye. Wê demê di wê taxê ra, ji bona wê yekê, wê bûyerê teng dibe, bêxulq dibe. Pirr û pirr li hal dikeve. Ji der ve û hûndir de heyîya wî, rûhê wî tê gullebarankirin. Rûhê wî di bedena wî hilnaye. Bêhesab zora wî diçe. Di dilê xwe da dibêje “Hela li min û vê ecêba giran, derdê min ji min ra bes nîne, di vî halî de, ez bi weqas rojane ji cih û cangiyê xwe ewqas dûr ketime,  ewqas diltengiya min heye, lê wirê jî ev kilama tê gotinê. Min digote ka ev kilam li cihê me hebû. Li wê derê dihate gotin. Li wir ma?  Ez dibînim û dibihîsim ku heyanî vira jî hatiye. Ma qey li her derê jî ez ji vê kilamê xilas nabim?

Wê demê Xirno dibe asêyekî mezin. Dibe serî rakirê birra û tûj. Dibe mêrîkuj. Dibe rûhistîn. Rûh û dilê wî tê gewirandin. Dibe tolhildêrê jiyana xirab. Ewê ji kê tolê hilde? Xencî Asê kesek heye? Lê dîsa jî bê pirsîn û bê bersiv, bê merc nabe. Merca tolhildanê di bersiva helwesta Asê da ye. Gulle ketiye xizna çekê, linga wî kişandin maye. Ev jî di pirsîn û bersivan da ye.

Xirno mîna mêrkuj û ajalên dirinde diqelibe ser Asê. Bi helwest û dengekî jê nedîtî ji Asê dipirse. Dibê: “Asê! Ewê va sitrana heyanî çi wextê û kê derê bê gotin?” Asê di kêlekê da bersiva wî dide, dibêje: “Heyanî dinya û însan hebin, ew li her derê û her wextê dê were gotin.”

Ji Xirno ra, ji aliyê Asê va bersiv hate dayin û helwest hate diyarkirin. Va yeka ji aliyê Xirno ve neyînî ye.  Pêwist e, kuştin çê bibe.  Xirno biryardar e, kiryar e.

Xirno ji xirotiyê der dikeve. Her tiştî li cîh dihêle. Bi tenê kuştina Asê biryar dike. Biryara bêhed, bêsînor tîr dibe. Weqas tîr dibe, tê de şik namîne.

Şeşagira wî gulle tê de ne, li piştê ye. Dibe: “Asê cihê van zarokan li ser hespê xirabin, evê ku li pişta te ye, wî dayne, emê bi hev ra ciyê zarokan biedilînin.” Asê mîna gotina wî dike. Zarokî ji pişta xwe vedike, datîne. Asê wê kêlê amaca Xirno hest dike nake naye zanînê. Tête gotin Asê bêxewîr e. Xirno li ser hev sê gullan berra Asê dide.  Sê caran şeşagirê li ser Asê diteqîne. Asa bêdil dayî, Asa ronedî ji pêda ket. Bi timşêteke civakî û dîrokî dêla bi hezarên yên mîna xwe va jî, bi hawar û zarîn li erdê ramediya, dirêj bû û vezelya. Xwîna wê wanan/ewên mînanî wê li ser erdê şeridî, nuqûtî, çizirî, …  Hê! Hey!  Te dinyayê! Te felekê!  Te xayînê!  Te wêranê!

Nezanîn, jarîn, bêhêzî yeknebûn jehra/axûya jiyanê ye. Xirno  cenazeyê, cesedê, meytê laşê Asê di xwînê da daçikandî li erdê dihêle û rêya xwe didomîne.

Asa reben, xêrnedî ji aliyê toreyan û jiyana eşaîriyê û çanda wakînoyê de bêkes, bêxwedî, li ser erdê, li ser xwezayê ma. Birînên wê hurmetê sar bûn. Ji qol û refên jîndaran, jîyanokan qetiya, derket. Ji jîyanê, ji Hesenîko, ji zarokên xwe, ji hevalên xwe, ji merivên xwe, ji gelê xwe, ji jîndaran, ji kesayetiyê, ji mirovahiyê, … ferikî ma. Kete xewa bêdawî. Erd bû doşeg û palifa/balgiya wê, ezman bû lehîfa wê. Mirî bû. Navbera erd û ezman bûbû gorna wê. Bi her awayî gorneke fireh, kûr û bilind. Gorna civakî,  dîrokî û kesayetiyê. An jî gorna bêkesîtî û bêkesayetiyê.

Meta/metika Seyrê digot: “Rojek ji nava demsala payîzê bû, hewa hênikayî bû. Kişwer baş derbaz dibû. Jixwe em koçer bûn. Goranî raîşa koçeriyê di dawiya payîzê de em diçûne berriyê. Wexta me hatibû. Demsalê pêwistî xistibû holê. Em berve berriyê koçber bûbûn. Êla me, şêniyê me 8-10 mal bûn. Me heywanên xwe barkiribûn. Em dimeşyan. Me barbirên xwe dajotin. Em ketine nava erdê Xamelê.  Di nava erdê wî gundî de, di evrazekê de, di berwarekê de em bi koçayî diçûn. Em pê hesiyan, bîhneke piir giran, tûj û nebaş hate pozê me, bîvila me. Em bi tevayî veciniqîn. Me bi destmal, pêş û pêşmalên xwe pozên xwe girtin. Me ji hev ra got va çi ye, çi awa ye? Barbirên, hespên me yên pêşiyê serê xwe rakirin. Fûrriyan. Ji rê xericîn. Me nihêrî ku jineka bi timşêta welatî, serhedî qasî 80-100 mîtroyî li pêşiya me, li ber rê ye. Li erdê razandiye. Perçifiye. Va bîhna xirab a hanê ji wê, ji termê wê tê. Me got ev çi kar e? Çawa dibe? Çima, ji bona çi nekirine gornê. Eliyê birayê min got ku, xebera min jê heye. Ev pîreka hanê mirî, li erdê, ew Asa ku kilam li ser Hesen gotiye, ew e.  Du roj berê, mêrê wê “Xirno” bi sê gullan ew li vira kuştiye û çûye. Ji bo ku em hîn zêdetir bîhnê negrin, ji rê fireh ketin, veqetyan. Em careke dinê li pêşiyê ketine ser rê û me koça xwe domand. Em çûn. Meyt li wê derê ma.”

Me li jorê jî got, qasê ku hatiye dîtinê termê Asê neketiye gorna taybetî. Mîna gornên dinan.  Jixwe qasê ku ji bûyerê tê famkirinê, Asê di van gornan da mîna gornên dinê yê taybetî da nedihate hemilandin û hewilandinê jî. Gorna Asê pirr fireh bû. Ji xwe wexta ku însanên me ji meriyekî, kesekî xweş bin, di mirina wî da dibêjin:  “gorna wî fireh be”. Asê jî bi xwestinê nema, bi rastî werre bûbû.