Qasê dused (200) sal beriya îroyînî, vê dema hanê bîyê. Merûyek hebûye. Kurrê Mehmedê Gurrî bîye. Navê wî mirovî Hesen bûye û Hesen ne bi tenê bûye. Hesen koçerek bûye. Ew meriva endamê komekê, eşîretekê bûye. Navê eşîreta wî Bêrtî bûye.

Navê bêrtî, bêjeya jorîn e, bilind e, makîn e, ji şaxên xwe ra dê ye, dayîk e û zayîne ye. Di binî vî navî da sê heb beşên wana hene. Di serî da, di destpêkê da ewha şax davêje û gulî dide. Navên van her sê şaxana, beşana Qerqulaxan(Qerequlaxan), Milemeran(Mellemeran) û Qosan in.

Van beşanan jî, di nava heyîya xwe da paran didine. Di nava vanan da pirr qebîle û barix hene, hebûne û çê bûne. Çiqas ku zeman, kat û dem derbaz bûye, ewana tim zêde bûne, şax avêtine. Ji vegez(s)a wana û wêde, gelek “pêgirtî” jî pêve bûne. Ji bona vê yekê, di nava demdûrê da, di pêvajoya demê da, zêde bûne. Pirr bûna wanan pêk hatine.

Hesen ji beşa Qerequlaxan bûye. Di nava şaxên vî beşî da jî, ji Qantozan bûye. Navê malbat û nêziman werre bûye. Lêbelê va navê hanê jî, ji Hesen da maye, bi hinek rewş û kiryarên wî hatiye danînê.

Jîyana Hesen jî, mîna ya eşîreta-eşîra wî bi koçerî û bi wî awayî derbaz dibûna. Hesen meriyekî ji xwe heskirî bûye. Goranî fesal, ûsil, keys, hoy, şert û mercên wê çaxê, ji aliyê bavê xweda hatiye zewicandinê. Jina wî jî ji gundê Qûmikê bûye. Navê wê jî Meyrem(meryem nîne) bûye.

Di nav pêvajo, kudandin û domandina demê da zarokên Hesen û Meyramê bûn. Van zayana, zarokan, yê ji serî da bûyî, yê mezin, navê wî zilfî bîye. Werganî navandine. Ew nava lê danîne. Bi du vî kurrî lawekî dinê bûye. Navê wî jî Mehmed lêkirine. Qasî ku hatiye zanînê va Mehmed bi xwe gurrî nebûye. Lê ji bona ku navê bapîrê wîg lê danîne, kalê wî jî gîrrî bûye, loma jêra ggotine Mehmedê Gurrî. Dûra bi kurtayî gotine “Meho Gurrî”. Pêyî vî qîsî, lawî da yekî dinê bûye. Navê wî Edîp bîye, Ji wî ra jî bi kurtayî gotine “Edo”. Piştî evana doteke, qîzeke, keçeke wana bûye. Navê wê Rehan danîne, lêkirine.

Hesen merivekî pirr çeleng, zîrek, jêhatî, şuxulkar, kedkar, kedhelal, camêr, ciwanmêr, xêrxwaz, bi hiş û bi raman bûye. Mebestên wî bi wateyê erênî bûne. Di resanetiya xwe da bi derewan, şotikî, rûnkerî, çaplûs û lêbatiyê emel nekiriye. Ji mirovên bi vî awayî jî qet hez nekiriye. Di aliyê jiyanê de, di nava qada pêvendiyên kesan da bi rêzik û pêşnûma bûye. Pirr fikiriye, kêm qezî kiriye. Mirovekî bi himd biye. Bi hêrs biye, lê xwe ragirtiye. Meriyekî hişyar, şiyar biye. Di jiyana wî û bîryar dayina wî da bandor û bandura hiş, li pêşiya hest û dilîna wî bîye. Peyayekî tim û tim bi hesab û mêzîn bûye. Pîv, pîvan û berhevda berdan karê wî biye. Goranî derfetên wî yên şexsî û civakî ponijandin û nirxandin pîşeya wî biye. Tiştên bê encam û bê dawiya erînî, nepejirandiye. Hunerweriya darezandinê di rikinê ruhê wî da hebûye. Tiştên ku encamên, dawiyên erênî têda xwiya nekiriye, neecibandiye. Hişê wî ji domandina jiyana wî ra qîm kiriye. Mirovekî bi berhevda berdom û encamgirt bûye. Wexta ku ji bona tiştekî biryar daye, li ser wê biryarê sekiniye. Zû bi zû tewr û timşêta biryara xwe neguhartiye. Pisporê jiyanê û însanan bûye. Ji heqê xwe derketiye. Dema ku qewimiye çavên xwe ji xeter û mirinê nekutaye.

Hesen ji kesan û kesayetiyê û biryaran û jiyanê, bi erênî nihêriye, bi neyênî mêze nekiriye. Lê ji tişt û meriyên xerab jî hez nekiriye. Hesen ji meriyên bêmêjî, ji mafê xwe xwedî derneket, mafên xwe parastinê da tirsonek, ji ponijandin û fikirandinê tirsok, ji biryar dayinê ra xw veşşartok, yên serî berjêr û telandek, yên ku serî û mêjiyên xwe bikar neanîne, yên ku di nava civakê da ne xuyakirî, yên bêrûmet, yên ku serî, çav, dest, rû, nig(ling), beden û ruhê xwe genî, yên bêzewq, yên lihember jiyanê nermok û bêafirandin bûn  xwîkiriye.

Hesen nexwestiye bibe merivê-xizmê merivên werganî. Ji regeza wî merivên bi vî awayî hebûne jî, qet ji wan xweş nebûye û bi wan ra têkilî dananiye. Qet nexwestiye zarokên wî yên weha netu çê bibin. Bûyina gedeyên. Sakûlên serevde/serhevde nexwestiye.

Hesen zêde bi xwe bawer biye. Ewletiya wî bi ruhê wî, bi destên wî û bi karê wî hebiye. Ji xwe rewş û ruhê xwe ra pir bi bal bûye. Xwe paqiş/paqij girtiye.

Konê wî di nava konê êla wan da berçav bûye. Çêkirina kon, risina wî, dirûna wî, stûn/histûn, sing, sîwan, kûrik, rist, hebin, gulî, gulîçik, hêşî, çît, war, pargun, hewde, pîj, pîjkirina bi tevayî ji yên der û dorê cûda biyê. Hesen bi her awayî nemazetî nîşan daye. Kon û mala wî pirr bi rêk û pêk biye. Bi her awayî jiyana wî da zagon hebûye. Konê wî bi tevayî di rewşekî xweşik da biye. Tejên konê wî, bi tevayî, bi giştî di qeysek da bûne; yek ji yekî dirêjtir, an jî kintir/kurttir nebûye. Her tiştê wî da, di navgînên wî da keys û fesal û pîv hebûye. Konekî pehet bûye, bi her allî û awa û teşeyî da bêkêmasî bûye. Jê bêtir, her tişt. Bi hêlekê da lihevhatî bûye. Bi kurtayî timşêta konê wî di nava konên elê da berçav bûye, balkêş bûye.

Bergên, çekên, potên, lîbasên, pêlavên, solên, midasên, goreyên, bincilên, îşligên Hesen jî, tev paqij bûne û ji yên dorê baştir bûne.

Hespên wî jî, yên bijarte bûn. Carna bi her awayî da, bi her tiştî da(va), bi yê neçê û kêmêtî nedewiriye.

Hespê wî yê kehêl/kihêl jî hebîya. Ligor gotinan hespê wî hespekî zêde bi diyarî bûye. Berçav bûye. Zexm bûye, pêt bûye, bi pergal bûye. Zêdetir jî rewş baş bûye. Hespekî tîtaz bûye. Weseleyên wî, livok û libat û lebatên wî lihevhatî bûne. Gewzîneke zêde di heyîya wî da pêk hatiye. Navê wî jî Kaşo bûye.

Hesen ji hespê xwe ra metrehekî(cûreyekî zînan e) pirr rind û baş, bi bihayekî zêde daye çêkirinê. Bi tayê heriya-hiriya rengînî, pirr gulik gulbend dane hûnandin(ûnandin) û çêkirinê. Van gulbend û gulîkên rengînî, bi pergaleke, bi awa û zagoneke niqirandî, bi pêşên metreh va dirûtiye û pêva daşingilandiye. Her du hêlên hesp, heya, heta taxa rikêbê /zenguyê bûne gulîkên rengînî yê darxistî. Heya wê wextê, wê tawê, kesekî ew rewşa hanê neafirandiye û bi cîh neaniye. Ji bona wê yekê di nava şêniyan da pirr balkêş bûye. Navekî van gulîlkan jî qantoz e. Yanî ji wan ra qantoz jî gotine. Werre jî navandine. Eva peyiva, bêjeya biyyyanî nîne, ya zimanê kesên vî welatî ye. Ji bona wê sedemê, mebestê ji Hesen ra gotine “Qantoz”. Demekê weha gotine. Ji wê şûnde dev ji Hesen berdane. Bi tenê gotine QANTOZ. Ji viya û şunda, ji wî baxirî ra(barixî ra (N W)), qebîlê ra, malbatê ra, lêzimê ra, qomîra, êlê ra gotine Qantozan. Va nav û navandina hê jî tê domandin.

Qantoz ji aliyê cihê bûn, cûdatî, afirandîtî û tewirandîtiya xwe da, bi van rewş û tewşana jî nemaye. Hêsinê ruhê wî, hundirê wî, heyîya wî, ji herikandin û cudatî bûyinê hatiye pêk hatinê, avakirinê.

Qantoz zengûya zînê metreh, avzûng, qayîşa rikêhê jî bi taybetî daye çêkirinê. Reşme, doxhevsar û serkelleya hevsarê hesp jî bi pirr rengînî daye amade kirinê. Lîwana hesp jî, pirr cûda û xweşik bûye, balkêş biye. Dêhna wî tim û tim li ser hilberîna cihêbûniyê biye.

Li jorê jî hate lêvkirin, navê vana, wê azbetê goranî rewşa, timtêla Qantoz hatiye afirandinê. Nav bi navandina sereketiya tewrindeyiya Hesen hatiye afirandinê û zaravdinê. Ji katê û virda, virva ev nava liser malbatê hatiye qewinbûn û şidandinê. Navê Qantoz liser koma rêgeza me dêman bûye, Hînê jî tê gotin, kudandin û domandinê.

Dîsa min li jorê navên zarokên Qantozê bûyînî nivîsî bûn. Ji vana şûnda cara dawînê, jina wî Meyrema ku bi resenê xwe Elewî biye, du ganî, du canî û gîyanî/gîhanî dimîne. Ji hemîle mayina Meyremê (Dapîra Meyrem) şûnda, Qantoz ji bona kar û qezencê, kirrîn û firotinê, ji malê diçe, dûr dikeve. Di nava ji malê çûyin û hatina wî, zemanek gelek dirêj derbaz dibe. Di vê navendê de Meyrem diwelide. Xwedê dide. Bi xêr û xweşî jihev xilas dibe. Zikê wê hurmetê bi saxî û tenduristî ber dide. Tevî zikê xwe bi rûkî sipî jihev diqete. Bûyina zarokî tê holê. Li malbatê, di malbatê de gewriyek zêde dibe. Gewriya nû bi zayenda xwe(awe, kurre, pisse) kurrek ji qantozan ra bûye. Dêya, diya vî dergûş tifalê hanê, xizm û cinarên-cîranên dorê dixwazin ku bavê wî, bi bûyina wî bixeber be. Ku derfet û gengaz hebe, zû mizgînê, mizgîniyê bidine wî. Xwedê lawekê çaran, yê çaremîn daye wanan, Kurrek, lawek, mêrekî piçûk hatiye dinê. Li rûyê erdê, liser erdê, liser liser cîhanê li kesan û kesayetiyê helilekî zêde bûye. Di nava qada jiyana mirovan da, gewriyek beşdarê jiyanê bûye. Va bûyîna, va zayîna, va bûyera sedema, mebesta xweşiyê, kêfxweşiye şabûn û geşbûnê tê hesibandinê. Ji bona vê yeka, lihêviya-hîviya hatina qantoz in. Lêbelê ew dê çi bikin. Xencî sekanê defet û gengaz tûneye. Di vî alî de, di vê hêlê da ray lê nabin. Bêkeys û firsendin. Mîna îro derfet û gengazê bi ber/berdar tune ne, ku xebera xêrê bigihînine Qantoz. Daxwaziya wan ew e,  ku mêrê malê, bavê zarokan, piçûkûn, çûkan qicikan, tifalan, sakûlan, zêrçan, zavan û dergûşê şîrmij were. Bi saxî û xweşî bigihîje mala xwe, dergûşê xwe yê nû, bi çavên xwe bibîne û kêfxweş bibe. Ji xeynî van xwestin û yekên hanê, bîra/bîriya wî jî kirine. Kêmiya wî li jiyana wan-wana xuya dike. Tunebûna merivekî nola qontaz, di heyî û jiyana wan da kêmî şanî daye. Him jî dixwazin mizgîniya, xebera xêrê pêdinê. Wê geşcoşiyê jiyandin jî wana ra biye pêwîstî û pêdivî. Ewên ji wî ra bêjin çavên te ronî/ronahî be. Kurrê te yî nû bûyî bi xêr û xweşî be. Xwedê û xwerist mirazê te pê bike. Di nava wan armanc, mebest, tewr û timşêtan de li hîvî û hember sekinîne. Lêzimên wî bi tevayî raçavî Qantoz in, rêçavî wî mayîne.

Dema koçeriyê ye. Rêwî ne, rewîng in. Malan li warekî yek royînî danîne. Jî bona rojekê rawestiyane. Ewê sibê dîsa barkine. Berve warekî dinê, aveke dinê, qonaxeke dinê biçine. Roj gihîştiye danê êvarê. Ber êvar e.

Qantoz tê malê. Bi hatina wî ra şahî çê dibe. Şênî bi coşeke mezin û tîr, diçe pêşwaziya wî. Li malê rûdinin. Hal û hewalê hev û din dipirsin. Saxî û silametiya xwe, ji hev ra dibêjin. Bûyerên bûyî tînine ziman û lêvkirin. Di navê de yeke navsal, sere, salmezin, serwext û mêrkanî, bi navê giştiyan ji Qantoz ra dibêje; “çavên te û me tevan/tevhevan ronahî be. Meyrem bi xêr û xweşî welidî. Xwedê da. Zêdeyî lê çê bû. Jêra zêdeyî bû û pêk hat. Xwedê xwerû lawek daye me. Bi xêr be. Bi hiş, bi aqil, bi tendurûstî û bi siûd be. Bi temen dirêj be.”

Ew jî bersîva wan didiyê. Dibêje: “Xwedê ji we tevhevan razî be. Kîjan tişt, bûyîn, bûyer bî xêr be, xwedê û xweza wê bike. Her tişt li xêrê bigere. Ewlad bixêr e, xwedê bide. Ku bêxêr be, Homa nede. Zaroyên hene, bûyina heke bêkêr û bêxêr in, xwedê wan/wana nesulumîn e. Xwedê di kêliyekê da ruh û canê wan bistîne. Berdarî, adanî, hilberînî di xêr dîtinê da ye. Ez ji we tevan ra sipas dikim. Xwedê merivan ji merivatiyê, ji başiyê, ji xizmên bihiş, baş û bixêr marûm neke. Ji kes û kesan ra , ji merûyaan ra, bi hişî û bi rûmetî notila av, hewa û tiştên dinê, pêdiviyên jiyanê pêwîstin. Daxwaziya min ev e, ku xwedê meriyan li rûyê erdê-dinê-cîhanê tu carê bêrûmet neke.”

Berxek serjê biye. Xwarina rikîna wî goştê berxê ye hatiye birijandinê, pijandinê û patinê. Peyiv û keser danîn tên domandinê. Teraq bi dil bi geşî derbaz dibe. Wexta şîvê dibe. Xwarina, xûreka êvarê tê amade kirinê. Yên kom bûyî, yên civandî bihevra/hevre xwarinê dixwine. Karê pêwîstiya xwarinê diqedînin. Ji jinan yekê serê pêçeka lawikê nûbûyî tîne, di hembêza/hemêza xwe da, rûyê wî nîşanê Qantoz didin. Bavê lawik Qantoz demeke kurt, çend demhûran lê dinihêre û dibine. Jêra dibêjin “sedema ku hatina te bi derengiyê ket me nav li lawik kiriye. Tu me ji vî awayî de bibexşîne. Me got bira kurrik bênav neyê navandinê. Dî jî di vê mijarê da nirx û ezimandin ya te ye. Me navê wî Mehmud daniye.”

Kesên wê derê belav dibine. Dibe dema razanê. Kat dereng bûye. Sibê ewana malan bar dikin. Ewên koç bikin. Ji bona wê yekê pêdiviya wan bi veyêsandinê û razanê heye. Dikevin nav nivînên xewna. Pal didin. Di nava cilan da dikevine xevê. Xeveke /xeweke xweşe bi aramî, kamiranî û bi hîvîya mal barkirina sibe ye.

Sibe dibe, zû radibin. Di tariyê da beriya berbanga sibê da, di şeveqê da radibin. Zû bi zû, mîna guran û şêran pehlewanan, bi lez û bez dest bi barkirinê dikine. Pez û terşên xewra bi rê dixin. Baran li ajalan, heywana û barbiran bar dikin. Ku hînê sibeye, di honikayiyê da rê bigrin. Koçerî jî cûreyeke jiyana civakî ye. Goranî heyîya xwe, ew jî, ji hêsin û teşan pêk tê. Zagonên xwe hene. Rêzikên nemazetî hene. Ji vana yek jî ev e, ku di vê rewşê da, zarokên ku nikanin bi hêza xwe, bi ningên xwe, xwe bavêne waran û qonaxa nû, vana têne bar kirinê. Vana zarokên 2-7 salî ne. Vana bi cûreyekî taybetî liser bargiran, bergîran, hespan têne şûn/şun kirinê. Van zarokana li hespeke sinc nerm têne barkirin. Barên nerm, an jî nivîn li hespên weha têne bar kirinê. Lehîfekê ji aliyê, hêla para da du qat dikin. Herdu hêlên lehîfê balîfan didine ber. Ji zaroyan ra cî, li kêlekê da ber palan çê dikin. Zarokan lingên wana li hêla paş in, serên wana berve pêşiya hespê, bi ser zik didine bicî kirin(şunkirin). Qatê lihêfê yê duyemîn ji para davêne ser pişta vana û tenga duyemîn di ser vanan ra dikişînine. l-4 zarok bihevra, di ber hev da bi ser zik dirêjkirî têne barkirinê. Diya/dêya zarokan, an jî merivekê dinê serê hevsarê wê/wî  hespî dikişîne. Lê zarokên 2(du) salî piçuktir, çuciktir, qiciktir dêyên wana an jî jinekê dinê, li-ji waran wexta ku bi rê bikevin, bi çarşevekê li pişta xwe dişidînin û rêve derin û diçin.

Malan bar dikin. Pê da bi rê dikevin. Qantoz jî mala xwe tev bar dike. Heywanên, barbirên barkirî bi rê dixin. Dor hatiye barkirna zaroyan/zariyan. Zarokên ku heta warên nû, qonaxa armanckirî, nikarin bi peyatî rê biçin, yên ku pêdiviya wana, bi barkirnê hene, ewana jî hatine barkirnê. Li dawiya her tiştê barkirinê, dergûşa ku bi pêçeka xwe va, di leheyfa xwe ya piçukê da, li cîhekê hatiye parastinê, tê hilanînê. Xwediyê vê çalekiyê dêya dergûşê ye. Ewê biçe dergûş, bi lehêfa wî va, bi çarşeveke taybetî pişt bikeb li pişta xwe bi taybetî, bi fesal girêde û bişidîne. Rewî bibe.

Meyrem berve lawikê piçûk, Mehmudê qicik, dergûşê pêçekê diçe, ku bi çarşevê pito yê çûk pişt bike. Bi rê keve. Meyrem digihîşe cem qundaxa pito. Xwar dibe. Dest davêje pêçekê. Lê lawik hînê ranekiriye. Qantoz dibêje “Meyrê wî(lawik, pito, Mehmud) negre. Li erdê bihêlîne. Em herin. Koç bin. Ji mera rê girtin pewîst e. Divê em jî mîna yên dinan biçin. Rêya me dûr e. Pewîste ku em bi lez rê bikudînin.” Meyrem dibêje: “Çawa dibe. Wakîno dibe. Gelo tiştê weha dibe!” Qantoz bersîv dide jina xwe, dibêje: “Meyrê min êvarê ew lawik dît. Çaxa ku Kewê ew ravayê min kir, min lê nihêrî. Bal û dêhna xwe dayê. Nişêtê ku di rûyê wî da, di diyariya wî da xweya kirin qet nebaş bûn. Lawik yek mehênî ye jî hêsinê wî bi min va diyar bû. Ji aliyê min da ew hate dîtin û famkirinê. Di bingeha rikina heyîya wî da erênî nehate dîtinê. Hêsinê wî liser nava bûye. Ew merivekî bêhişê serhevde ye. Ew serhevdeya mezin bûbe jî, ji me ra rûreşî ye. Xwezîla, xezîka xweda evê hanê nedana me. Wî li cîh bihêle, em herin. Dereng e. Hewce tuneye ku meriv keda helal bide meriyê ne tawa, ne tişt û ne tu. Tu jî keça mêran e, qîza maqulan e. Ew lawik ji te ra jî, ji resenatiya we ra jî kêmaniye. Xwe ragire. Di şuna wî da kevirekî bavê dilê xwe. Xwe zexm bigre. Bi rê keve, em biçin.”

Şênî, êl û koç bi rê ketine, bi rê dikevine. Meyrem tiştekî nabê. Zagona jiyana eşîretî ye. Nirxên wê teşeya jiyanê werre ne. Rêzikên wê tên bicîh anînê. Gotina sermiyanê malê, mêrê malê û malbatê, gotina zilam, mrê ji jinê ra emir e, ferman e. ji fermanê ra serî danîn, goranî wê tevgerandin ji yên dinan ra erk e, peywir e. Weha bûn, ne kêfî ye. Ji bona vê yeka wîc tûneye. Ewha tevgerandin û bicîh anîn bêvîn e, pêwîst e.

Erê wakîno/werrkîno ye. Pirs û gotina mêrê mêr ferman e. mîna wê gotinê tê kirinê. Ji dijê wî ra ray tuneye. Dijê van fermanana tevgerandin çalekî kirin bêderfet e. Mîna wê gotina te kirine. Sedema wê nayê pirsîne. Li ser pirsên wilo, nirxên hinan nayên gengeşî û nîqaşe kirin. Meyrema reben, bêçare li hember fermana Qantozê peyayê xwe nikane pel li xwe bixe. Bêdeng emra wî bicîh tîne. Lê xwîn ji dil û ruhê wî diçe, diherike. Lê va xwîn herikandina derva nîne. Bi çavan ji derva nayê xuyakirinê. Herikîn di hundir da ye. Di nava hinavan da ye. Ewe ku derva nişêtên wakînoyî tên famkirinê, têne hestkirin û têne hînbûyinê. Xwîn û xemgînî bi hev ra, di dil û ruhê wê da lûf(lêf) didine mîna marekî ku heyîya wî di nav xeterê da baçol dide. Di ser hev ra diqelibe. Bi lûfdan(lêfdan) û qelibandinê baçol dide û rê digre. Dişimite. Di vê şimitandinê da deng dide. Mîna bayê bilindan, çiyan û zozanan dilovîne. Jê gurrînî, gujînî, gurmînî, xirmînî, kalinî, nalinî, qarinî, warinî, behinî tê. Di hundirê wê da hewar û gazî ye. Di navenda hest û dilîna wê da, di çaviya ganê wê da bahoz rabiye. Lehî pêkhatiye. Xuşîn û gumun û lem û lem e. di nava vê tewrê da, vî awayî da, xwe ragirtin, lihev mayîn, li pêyan bûyîn egîtî ye.

Xwîn di nava kurahiya/kurayîya dilê wê da, di navenda heyîya nedîtî da, di navenda mêjî û dilê wê da diherike. Dikele. Di ser hev û nav hev da nola gêjik doş dibe û diqelibe. Hêrifandin di nava xala ganê wê da çê bûye….  Roja oxirma giran e. Ji vê azmûnê bi rûmetî û serfirazî derketin pêwîst e. Ji bona viyan jî xwînsarî, vac û vên û vîn lazim e. Pêk kirin û karanîn û xwedî derketina vana pêwîst e. Hoy û mercên giran, dijwar rava bûne. Ji vî awayê dijwar û asê ra liberxwedan wîca erênî ye. Xwe ragirtin, xwe wenda nekirin ya baştirîn e. Deng nekirin, li xwe dananîn, zagonî ye û rûmetiye. Weha helwest girtin û tevger nîşan dayîn, maquliya herî mezin e, giraniya tîr e.

Meyrem di nava van mercên giran da jî deng nake. Bi rê dikevine. Koça êlê bihevra gelek rê diçe, rê digre. Kesên êlê-şênî bi bûyerê dihesine. Lê kesek bi dengê bilind navandin û nirixandinê naynîne zimanê. Nîqaş û gengeşî çê nabe. Pirs nayê kirinê. Kes bi xweser û xweber napeyive. Kesek xwe berve qise û qezî nake.

Pismamê, kurmamê Qantoz Resul(bavê Hecî Hûsên) bi xweber, bi balkêşiya sunixbûna Meyremê dihese. Ji pîreka xwe ra dibêje “gelo çima pîreka Qantoz Meyrem rûsar e. di tevgera wê da tenganî û tengasî xwiya dike. Ji bona çî ye! Xencî viya jî dergûşa wê çima pêra/vêra tuneye! Gereka niha pêçeka, qundaxa Mehmûd li pişta wê girêdayî bibûna. Sedema weha bûnê çiye!” Pîreka wî, jina wîbersîva wî dide. Ji bona bûyerê ewha dibêje: “Baş e ku te ji min pirsî. Bûyerekî nedîtî pêkhatiye. Di bûyerê da canêşî heye. Tu bi Qantoz dizanî, zinar e, lat e, kevir e, hîm e, erd û ezman e. Ruhê wî bi biryarên hûr, kûr û dûr tijî ye. Merivekî bêhempa ye. Merivê ji rêzê nîne. Meriyekî awarte ye. Kirî, kiryar û kiryariyên wî jî ne yên mînanî kesanî ne. Qantozê pismamê te, kurmamê me bi wî awa û sedemê lawik li waran hiştiye. Dergûş avêtiye.”

Resûl(Resûl Axa), bi lez û bez xwe digihîne cem qantoz. Dibê: “Qantoz, pismamê min ewha, weha nabe. Va çi kare te kiriye. Te çawa bi wî awayî biryar daye. Va vên vîn te, semaxa te çawa zexm e. Gelo dil, kezeb û dilîna te çawa, bi çi fesilê, te gihande vê kiryarê. Dil, mêjî û kesayetiya te bi çi hêsinî hatiye çêkirinê û edilandinê. Nayê hînbûyinê. Meriv heyir, matmayî, mehtel û şaşmayî dimîne. Va yeka ku ji te berdar bûye, sadir bûye dînîtî ye, an jî awarteyiyek însanetiya te ye. Dibê taybetiyeke neyî û şexsiyeta te be. Tu hesin î, kewîr î, dimdim î an jî pola yî! Eger va biryar û kiryara te, çalekiya te afirandiyeke bêtewşî, bêhişî, nemerovî û xeletî û çewtiyeke nedîtî nebe, mêranî û pisporiyeke pirr girîng e. Kesan tiştekî bi vî awayî nebihîstiye. Vê biryara te ya bêdeng, bêhêrs, bêkesir û bi xwînsarî zik, dil, hiş û mêjiyê min hejandiye. Di heyiya min da birûskan vedaye. Ruhê min lihev ket, gullebaran bûye. Hejandin di can ûruhê min da pêk hatiye. Ez nizanim bibêjim çi. Lêbelê dîsa jî zarokê dijwar û giran hatiye ser ruhê min û millên min. Bûyera te ewê dûrra têkeve kêşê, mêzînê û pîv û pîvanê. Lê niha, vê demê, vê gavê ez ji te rica dikim, tika dikim, pêşniyaz dikim me neşikîne. Ez û em, şşênî, lêzim, qewm, azbet û malbat bi tevayî zêde zêde xemgîn bûne. Bila îzna te be hinek biçin dergûş bigrin û bînine. Bila werînîne. Xwedê li xêrê bigerîne. Hela dawiya vê yekê dube/dibe çi. Jiyan û kat, zeman, dem bi çi awayî, cûreyî nirixandinê tîne navendê. Emên tev di rokê da, rojekê da nemirin, girnebine. Yên ku bimirin ew jixwe dimirin. Ema yên ku bimînin, ewên bi çavên xwena encam û dawiya vê biryarê, nirixandinê, kiryarî û bûyerê bibînine. Yanê di nava pêvajokê da, demeke dirêj û dûr da ewê were çavandin û famandinê. Van tiştê hanê heye û heta niha, îro, îroyî di nava me da nehatiye dîtin û bihîstinê. Eger weka te pêk were, tu yê bibî lehengê, egîtê, mêrxasê, gernasê, merivnasê, pisporê giranê nedîtiyê me, regeza me û eşîreta me. Heta evana di nava qada me bitenê jî namîne. Ewê li welatê me bi balkêşiyeke fireh deng bide. Bibe nirixandineke dîrokî. Bibe embazeke sereke. Bibe pîvana pisporiya vîc û vên û erêniya semaxê. Ewê bibe mijara nirx û nîqaşên serek û zana û zanyariyên civakê. Hetta ewê zanyariya dîrokî da bibe bûyereke balkêşa bingehîne. Ewê navê te bibe, navekî dîrokî yê bêemsal û bêpîvan. Wê tawê. Tu yê bibî sedem û çaviya rûsipîtî û şanazîkirina me.

Lê dîsa jî ez, em dixwazin bila lawik bînin û werînîne. Dergûş hîne şûtiye, ne berriye, berxê şîrmij e, di kozê da ye. Nayê zanîn. Hinê zû ye. Ji niha ve nirixandina wî nerast e. hêsinê wî naye zanînê, perçav nîne. Ji nirixandineke bi ewletî govanên penî û nerbaran hînê li navendê tu nîne. Werra nabe. Ev bûyer were bihîstinê, bideng bikeve, xelk dê me bi ava gû bişo. Eman di nava însanan da, kesan da emê şermezar, fedîkar, hestûxwar bûbin/buwin. Li hember awir û gotinên xelkê emê bêbersîv û rûreş bibin û bimînin.”

Qantoz heyanê ku Resûl Axayê kurrmamê wî dawiyê li qisedana xwe tîne, li wî guhdarî dike. Dawiyê da jî gotina xwe bi kurtayî dibêje:

“Lawap çawa ku te jî anî ziman, lêvandin û zarandinê, min bêhêrs ûbêşik ew nirixandina nêrbarankiriye, ‘berxê çê di kozê da bellû ye’. Min bawerî anî ku ew lawik xêvik e, serhevde ye, rûreşî ye. Tuneyiya wî hîn baştir e. Heyîya wî bêxêr e, tuneyiya wî hîn zêde bixêr e. An jî bi gotineka dinê, tuneyiya wî ji heyîya wî çêtir e. Tuneyî û tune kirinawî hîn baş e. Ku hûn bi min bihêlin ya rast ew e, ku min kiriye. Lê hûn bi min nahêlin. Hûn dizanin. Ewê dûrra diyar bibe. Min sedema çalekiyê ji Meyrema bûka te ra gotiye.”

Kalê Resûl gazî li du heb xortên zîrek dike. Wana li du heb hespê kehêlê bizîn siwar/siyar dike. Ji wana ra dibêje : “Bi lez û bez, bi rikêb herin. Biçin şûna waran. Şalê hînê ajalên, heywanên dirinde, huliyan, guran, hirçan, berazan …. tifal nexwarine. Xwe bigihînin û werînin. Her du siyar bi lez û bezeke xurt bi karanîna hêza hespên mîna ba di demeke kurt da xwe digihînin şûna waran. Qasî  8-l0 km rê digrine. Ji- li waran hiştina lawik û hetanî siwar dîsa xwe digihîninê bi kêmanî 2(du) seet derbaz bûne. Dema ku herdu xort digihînin şûna waran, dibînin ku komek hulî/qertel li dora pêçekê kom bûne. Nêçîra wana lê hatiye. Hewlê didine xwe ku lawik bixwun. Tifalê bêhêrî di nava xeterek mezin da ye. Li xwarina wî diqaqijin. Xwe davênê ku nikulê/nikilê xwe lêxin. Lawik wê gavê digrî/digîre, sewtê derdixe, diqarre û diwarre û diçîke. Xwezayiya jîndariyê bêsemax, bêvîn û bêvên xwe diparêze. Gan, ganî goranî zagona xweristiyê parêzeriya xwe dike. Xortên suwar ku bi rikêb digihînê û diqîrin. Hulî radibin. Pel didin, difirin. Xort pêçekê digrin û bi zengûyan digihîne koçan, malan. Lawik didine diya/dêya wî. Rehet dibin. Însan bi tevayî aram dibin. Ji aliyê mirin û telefbûyina dergûşê da nerm dibin. Sivik dibin. Şik û xeter ji ruh, dil, zik û mêjiyê wan derdikeve. Van tiştina, van neyîniyanan ji wanan dûr dikevin. Tev bihevra bihn, bêhn fereh dibin. Hela dêya Mehmûd ji her kesekî zêdetir kêfxweş dibe. Werkîno bûn, weha bûn, wer bûn, werre bûn, werganî bûn bêşik e. Lê kiryarê bûyerê, Qantoz weqas bi xwe bawere, ji bona vê yekê kêfa wî xweş nabe. Pirr û pirr bêkêf dibe. Rû û ruhê wî tirş dibe. Diqurmiçe/qermiçe. Gonê wî xirab dibe. Heyiya wî dicive hev. Nermiya wî şuna xwe dide peht bûnê. Ew bi nirxên xwe, bi hiş û dêhna xwe, bi pêşdîtina xwe pirr zêde bawer e. Ewletiya wî bi wî heye. Ji bona vê yekê di nava şênî û êlê da xencî Qantoz kes bi tevayî, bi giştî kamiran bûn, bûbûn.

Va bûyera hanê zêde bandûrê/bandorê dide ser ruh, hiş û mêjiyê însanan. Van kesana bi wî awayê bi tevayî şaşamayî, heyirmayî, matmayî û xafmayî dimînin. Çima ku heyanî wê rojê bûyereke bi wî cûreyî hayîdar nebûne, pê nehesyane. Tiştekî weha nehatiye serê wana û lê rast nehatine. Di nav jiyana wan da, tiştekî bi wî şêweyyî rast nehatine û va yeka nebihîstine. Van rojan da mijara peyiva merivan bi tevayî, bi awayekê tîr liser vê yeka hanê tê domandinê. Her kesek cuda cuda ji xwe û yên dinê dipirse. Gelo va yeka hanê çiye û çi tawa ye. Sedema, mebesta, armanca vê çalekiya Qantoz ewê çawa bê nirixandin û şirovekirin. Mêrekî nola Qantoz zêde bihiş, hişyar, şiyar, zîrek û xwînsar, va bûyera balkêş çawa afirand, pêk anî. Bi derfetên penî û nêrbaran, tiştên neyênî ji wî camêrî nayêne şik kirinê. Gelo goranî gotina wî nasandineke, navandineke, pisporiyeke, nirixandineke ji bona însanan, kesan, hela ji bona tifalekî yêk heyvî/mehênî, dergûşekî, pêçekekkê di dîroka mirovahiyê da, kesayetiyê da hatiye dîtinê. Vê nirixandina di nava demeke dûr da, dirêj da encama/dawiya erênî daye, nedaye!

Ji wana hinek dibêjin, gotina me ji mirovê me Qantoz ra tuneye. Lê hişê me vê çalekî û biryara wî jî nagre. Mêzîna ruh û dilê me, vê giraniyê, vê teqilê nawezîne. Hunermendiya me û darezandina me, ji vê yeka ra kêm tê. Hinek dibêjin dibe ku, va peyayê me yê ceribandî di nava çewtî û xeletiyekê da ye. Dibe ku ewjî di nava helwestekî nerast da be. Hinek, beşek dibêjin, di biryara vî ciwanmêrî da fêrbûneka giran û berçav heye. Lê ewê di nava herikandina jiyanê da xwe bi me bide pejirandin û hejibandinê. Ji wana hinek dibêjin Qantoz xerifî(xurifî ye) ye. Va yeka nişêtên wê yekê ne. Lê hinek dibêjin Qantoz peyayê aqilmend e, ruh bilind edil qewîn e û mêjî berz e. Ne gengaza ku ew tiştê xeletî bike û biryara çewt bîne holê. Ji sedî ra sed ewê ravayê me û însanetiyê bike.

Bûyer pêl dide. Mîna avê diherike. Mîna kesan diferrike. Weka dar û giyayê biharê şax davêje. Lem dide. Dorhêl û çaralî deng davêje. Li dorhêlên xwe weka zengil deng cîngînê rava dike. Dikeve navenda peyîva, ponijandina kesan. Dibe mijara yekemîn. Li ser heyîya wê bûyerê, amaca bûyina wê, kiryarê wê, şaxsiyeta wî, dîmenê bûyerê û kiryarê wê, cûr bi cûr û bi cûdatî nirx û guftugo tê kirinê. Bûyer li herêmê û herêman tê bihîstinê. Dibe mijara peyiva kesan û civatan. Li derveyî eşîretê de jî, di vê çarçovê da nirixandin dibin. Lê bi goranî naveroka bûyerê, ewê dawiya wê, di nava pêvajoya jiyanê de, bi semax were çavandinê. Wekî rê û fesal tuneye. Naveroka bûyerê bi xwezayî ewha rê, rêgez û bingehînê nîşan dide. Rastî û xeletiya bûyerê, ewê di nava kateka fereg û dirêj da, bi xwederî xwe bi merivan bide pejirandin.

Li jorê jî hate lêvandin. Jiyan diherike, Mehmûd her diçe mezzin dibe. Weha bûn zagona xwerûyî û jîndarî ye. Her diçe Mehmûd tê çavandinê. Hela ewê çawa bibe! Lê her diçe, dem dibûhure, darbaz dibe, gotina bavê wî Hesen Qontaz têde xuya dike. Di hêwirandina wî da nirxa Qontaz her diçe berçav dibe. Gotina wî bi naveroka xwe va tîr dibe. Mehmûd rewş û bedeneke vala ye, pûç e. ruh, hiş û mêjiyê wî, berdariya merivekî pirr kêm mêr-merî jî diyar nake. Mehmûd dibe merivekî pir kêmhiş, bi rastîtî bêhiş û bêkêr. Navê wî goranî huner û marîfet û tevger û timşêta wî tê lêkirin. Mehmûdê avtî-avêtî, serhevde, Mehmûdê xêvik, bûmik, nezan û bêqoqe. Bi kurtayî Mehmûdê merivê netişt, netewa û ne tu.

Di nava komelê de, civakê de, gel de Mehmûd bi tenê wakîno nebûye. Yên wilo, yên mîna wî pirr bûne. Lê cûdatiya Mehmûd ew bûye, ku ji aliyê bavê wî de, di serî da, di piçûktiya wî da, çawan bûna wî hatibûye nirixandinê.

Yên nola, mîna, weka, fena wî netûyî wisa zêde bûne ku, ji keriyên, ji birrên pezan pirrtir bûne. Lê dîsa jî, ji gewriyan hatine hesibandinê. Sermiyanên malan bûne. Ji yê wek vana ra gotine “Ew e ku jin pê sitewr namînin”

Mehmûd salên wî derbaz bûye jî, bi xwe neçûye leşkeriyê. Ji wî alî da revok maye. Lê rojekê ji aliyê karbidestên Dewleta Alî Osmanî da hatiye pêgirtinê. Birine leşkeriyê. Rastê Yemenê û Sûûdî Erebîstanê kirine. Heft(7) salan li wê derê, li Mekkê û Medînê leşkerî kiriye. Neferiya Dewleta Osmaniyan qedandiye. Hatiye malê. Ji bona wê yekê navê wî bûye Hecî Mehmûd. Hecî 70-80 ê salî bûye. Hînê temen payan bûye, miriye. Çûye ser dilovaniya xwe. Lê heya roja mirina xwe jî, ji nirxa bavê xwe nexericiye. “Bi gotina bavê xwe ra dilsoz(sadiq) maye.” Mehmûdê gêj, gêjik, gêjo, diltal, dilvala, çav vekiriyê ruh kor, nermo, nermoyê ne çêyî ne jî xirabî ji dest nehatî, bêbiryar, bêarmanc û mebest, bêvîn û bêpêşnûma.

Di nava gel de Mehmûd bûye pîva kesên bêrûmet û bêqedr û bêqîmet. Bûye mînaka, wezîna meriyê sivik, jar, safik, qerpok û her dem û her roj pê yêk. Wexta ku ji merivekî tiştekî birûmet, biberdarî, awayekî erênî pêk nehatiye werra gotine; “ewa jî yekî fena Mehmûdê gêjo ye.”

Mehmûd werre bûye. Gelo yên ku ji tovê wî pêk hatine ewana çawa bûne. Hêsinê wanan çawa dîmên û teşe şanî dane. Tê zanînê, yên ku ji tovê wî pêk hatine, ji nemazetiya wî, ji taybetiya wî qet nexericîne. Ji kalên xwe ra ‘xiyanet û bêterbiyetî’ nekirine. Zarokên wî, neviyên wî, zêçên neviyên wî û nevîçirkên wî bi tevayî di rêya wî da, tevger û timşêta wî şanî dane.

Gelo Mehmûd weha bûye. Lê zarokên Qantoz yên dinê, ku nebûne mijara avêtinê çawa bûne! pêwîste bi kurtayî em wana jî goranî gotinan bidine nasandinê. Ku di wan yekî da jî rewşên mîna Hecî Mehmûdê xêvik hebin tê zanîn, ku bûyera hanê rasthatin bûye.

Nasberî, nasandarî hunerweriya Qantoz bûye. Însan û însanetiyeke naverok berz û parasdariya/parastvaniya wê, karê Qantoz bûye. Di xwezayîtiya wî merivî da weha bûn û wilo bûn hebûye. Va yeka ji wî ra erk û peywîra xwederî biye. Ew camêr bi wî awayî hatiye nasîn, nasandin û zanîn.

Pêwîste ku zarokên wî yên ku nehatine avêtin jî, bêne zanîn. Ew jî werine fam kirinê. Rewş û tewra heyîya wanan jî were holê. Wêneya heyîya wanana şanî bibe, diyar bibe. Divêtin heye ku ji hêla nêrbaranî û nenêrbaranî da, wêne û dîmena heyîya wana were nasandin û çavandinê. Ku nava wanan da yê nola ‘avtî’ hebin, dema ku Qantoz, bi zanîn û nirxên ewletî û zelal ew neavêtiye. Di pisporiya wî da şik heye. Rawêja wî bêbinyad bûye. Ji bona vê yekê bi kurtayîzayên(za: ewlad) wî yên dinê bêne nasandin û navandin.

Kurrê Qantoz Zilfî merivekî xwedî biryar bûye. Vîc û vîna xwe bikar anîye. Zîrek û şiyar bûye. Merivekî xwedî mêjîyekî erênî biye. Mêjiyê xwe şixulandiye û bikaraniye. Mêjiyê xwe binyada heyiya xwe hesibandiye. Huner û marîfeta kesan bi mêjiyê wana pîvandiye û niqirandiye. Tim û tim mejiyê xwe xebitandiye. Ji bona mêjî xebitandinê hewl daye. Binaxa şexsiyet û mêranî û hêza wî mêjî şixulandina wî bûye. Di nava der û dora xwe da xwedî qîmet û rûmet bûye. Di qada pêvendiyên civakî da giraniya şexsiyata wî hebiye. Ne mafên kesan xwariye, ne jî mafên xwe bi kesan daye xwarinê. Jiyana wî, bi destdariya wî da bûye. Mirovê ku di nava civatê da, civatan da, qezî kirina wî hatiye guhdarî kirinê bûye.

Wî jî fena bawê xwe nirixandineke dîrokî pêk aniye. Ji Çar heb lawên wîna yekî gotiye  “bila bavê min keça bêvanan ji min ra bixwaze.” Dema ku ji wî ra weha gotin e, heyîr nemaye, lê xwe êşandiye. Gotiye: “xwezîla werre negotana. Xwezîka di vê daxwaziyê da nehata dîtinê. Va xwasteka ji min nekirana. Ew lawê min, ji her kesî pirrtir û zêdetir wêrek e, lêbelê pirr zêde kêmhiş e. Bêkakat û bêqoqe ye. Bêmejî ye. Ji bona vê yekê jî wêrekiya wî bihovîtî ye. Malbata wê qîzikê jî, ji hêla hiş û hişyariyê da bêbinyad e. Ez di wê baweriyê da me ku, evana bihevra werine zewicandinê, zayên, zarokên, zêçên ku ji wan bibin, ewê weqas bêhiş bin ku neyêne nava civakan. Ewên ji bo çûyîna nava civîn û civakan û civatan ra hêzê di xwe da nebînin. Ji wî ra bêjin bila dev ji wê berde. Ji henekên cûda daxwazî bike. Ezê ji wî ra bixwazim.”  Xortê serhişk û kêmhiş liser gotina xwe sekiniye. Bi daxwazî û biryara xwe va zeliqiye. Nermbûn û vezelîn û vezelandin têda çê nebûye. Bavê wî mecbur maye ku jêra ew keça xwestiye. Lê gotiye: “Ez dimirim, hûnê bimînin. Bi îzin û hêza xwedê nirixandina min pûç dibe. Lêbelê ku fena min nebû, hûnê bizanibin ku ez kurrê bavê xwe nînim. Wê tawê, hûnê bawer bikin ku ez jî  ‘yê’, ji libat û lebatê bavê xwe yê zayendî nînim. Ez kurrê bavê qantoz nînîm. Ez ji pişta wî nînim. Ez xiltim.”

Mecbur maye ku ew qîzik ji wî ra xwestiye. Gotina wî bicîh aniye. Lê pêvajoya jiyanê da, dema dirêj da, gotina wî jî şuna xwe girtiye. Wê şaxê da, di wî alî da kesên zîrek, bihiş û bimêjî, kesên zana,… nehatine dîtinê. Ew kesana bi tevayî vala bûne. merivên bêkêr yên kêmhiş, dîn bûne. ji fikir û ramanên, mebestên fireh, yên kesayetiyê, yên pêşdîtinê fam nekirine. Merivên piçûk bûne. Ji tiştên piçûk fam kirine. Bi xwe piçûk bûne. Ji bona wê yekê tim hevalên merivên piçûk, yên netişt û netu(sifir) bûne. Pêşdîtin ji wana dûr bûye. Weha bûn hatiye çavandinê. Bi çavên her kesekî va dawiya hatiye dîtine,… Bi wî awayî nirx û pirsa wî jî, weka ya bavê wî ji şun va berçav bûye.

Kurrê wî Edo merivekî pirr şuxulkar bûye. Qet vala nesekiniye. Bi berdarî kar kiriye. Qala tiştên vala nekiriye. Tiştên ku ji jiyana erînî ra berjewendî tune bûye, tu caran bi wan tiştana emel nekiriye. Ji forte û derewan pirr dûr sekiniye. Nola bavê xwe ji şotikiyê, lêbatiyê, rûnkariyê, çaplûsiyê û sîqal kirinê xwî kiriye(aciz bûye). Merivên ku van tiştan, timtêlan têda pêra hebûne, ji wana hez nekiriye û rêzdarî ji wana ra nîşan nedaye. Ji mirovên zîrek, hişyar, biraman, bimebest, bipêşnûma, afirandêr û berdar ra têkiliyên xwe domandiye, pirr ji wan hezkiriye. Bi merivên hweha ra pêwendiyên xwe xurt kirine, qewîn kirine. Pirr zêr, pere û pez komandine. Tiştên penî, nêrbaran bûne mijara fikir, bîr, bawerî û nirixandina wî. Tiştên nedîtiyên, nexuyayên ku her keskî pê bawer kiriye, tu caran bi van tiştana û yên ku bi vana bawer û emel dikin, ji wana dûr maye. Eva rêzikeka jiyana wî bîye. Ji berradanên vala zêde aciz bûye. Ji şeran, kuştinê, nijdevaniyê talanan, tertelan, diziyê, … hwd.  qet hez nekiriye. Karê wî da keda helal, hesab, mezîn, pîv, pîvan, berdarî û domdarî bingeh hatiye ecibandinê. Kêm qise kiriye. Zêde kar kiriye û xebitiye. Zêde dewlemend bûye. Di nava vê dewlemendiyê da merivên wî pirr pê ketine. Rû dane ser. Gotine: “Apo tu dewlemendî, salên te jî mezinin, biçe hecê.” Vê yekê bisalan ji wî ra gotine, deng nekiriye. Lê rojekê dîsa gotine. Pêwîst maye û bersîva wanan daye. Gotiye: “hûn ji bona çi rû didine ser min! Ez qasê we jî nizanim, çi rind e, çi baş e, çi pêwîst e, çi nepêwîst e, çi bixêr e, çi bêxêr e, çi tijeyî, çi valayî, çi erînî ye, çi neyînî ye! Çûyina hecê ji min ra pêwîst nîne. Heca min ew e, ku şuxulîme. Bi keda xwe ya helal dewlemend bûme. Ez û malbata xwe pê jiyana xwe didomînine. Em hewceyê kesan nînin. Ji viya zêdetir heca min tu nîne. Rû medine ser min. Ezê şora xwe ya dawiyê ji we ra bêjim. Hec(kabe) were perrê, hêşiyê, sînorê gund, heta were Kaniya Kurdan(di nav sînorê gund da navê cîhkî ye, 700 mîtro ji navenda gund dûr e.) jî, dîsa jî ez naçime hecê. Bi salan e, we çi qeda û belayê xwe li min daye. We rû avêtiye ser min. Qey ez qasî we jî nizanim!”

Kurrê wî Meho Gurrî jî merivekî pirr zêde şên bûye. Bi espirî, bi henek û xweşteraq bûye. Ciyê ku Mehoyê rûgeş lê hebûye, li wirê heznîtî. Kederî û xemgînî tune bûye. Derew, dek, dolav, xapandin, dubare, xeletî û berjewendperestî li ba wî tune bûye. Apê Meho peyakî pirr zêde dilgerm û rûgerm bûye. Merivên herêmê yên mezin, piçûk, mêr, jin, xizm, nexizm kesên ku ji Apê Meho hez nekirya tune bûye.

Keça, qîza wî Rehan li ba Resûlê Hacî Mûsa bûye. Pîrekek hakimê mala xwe biye. Jineke jêhatî, bixebat û binamûs biye. Navmalak û qise gerrak nebiye. Fesad, tevdan û qirqirok nebûye. Diz û qew nebûye. Mêre wê Resûl jî tevî birayê wê Mehmûdê avtî bi leşkerî şandine Erebîstanê. Lê li wê derê li cîhekî nebûne. Heft salan şûnda Mehmûd hatiye. Ew nehatiye.

Erê, bûyera Qantoz, lawê xwe avêtiye weha ye. Va yeka hanê çîrok nîne. Bûyera bûyî ye. Di welatê me da merivên awha hebûne. Lê va yeka bi tenê nebûye. Hinek hebûne. Ji xwe va merivan, merivên bi hêsinê xwe va awarte bûne, vanê hanê ji rêzê nînin. Van merivên dîrokî ne. Dîrok bi merivên awarate tê avakirinê. Tê naverok kirinê, naverok dewlemend kirinê. Tê watedar kirinê.

Van tiştana bûne, hatine dîtinê. Bi valayî neêotine “berxê çê di kozê de dîyar e. Mêr mêran nas dikin. Merî meriyan dinasin. Zarokên ku tişt têde hebin, ji bîniyê wî/wê ra kifşeye. Çav û rûyê kesan neynika hundirê kesan e. …” Lê mixabin em neviyên wan xweşmêran in, merivan in, lê goranî wan nînin. Ji bona wê yekê ye, ku jiyana me, di nava tenganiyên giran da tête domandinê.

Lêbelê dîsa jî bêhêvîtî helwesteke nebaş e. pêwîste ku em bi ruh û can, bi kûrayiya hundirê xwe va hewlê bi xwe bidin. dİ nava ruh, dil, hest û mêjiyê xwe da agirê coşiyê, geşiyê vêxin. Pirr biponijin, baş bifikrin. Bi ruh û canê xwe va, xwe ji cûdatiyê ra, ji cihêbûnê ra, ji pêşda çûnê ra, ji armanc û mebestên rastî û bi rewac ra, ji encam girtina dîrokî ya erînî û nirxên zaniyarî, bîrewerî û nûjenî ra, xwe heleste/eleste û amade bikin. Pêwîste ku em mêjiyê xwe bikar bînin. Heyîya xwe, bi dilfirehî û hestên camidî, fikrên zanyarî û bîreweriya erênî ra girê bidin. Em xwe ji jiyana xwe ya şexsî û civakî bihevra berpirsyar bizanibin. Di vî alî da am xwe erkdar bihesibînin. Goranî derfet û gengazên me yên ku hene, em vê pirsyariyê bikar bînin. …. Ku di vê hêlê de em hewlê nedine xwe, ruhên wan kalik û pîrekên me, di gornên wana da diêşin û ji kerban hestiyên wan dişikin. Van hestiyan ji kerban ji qaran, ji hêrsan dihêrifin, dimeşin, bi qîrcinî û xirtinî hûr dibin. Ewana mirine. Lê ruhê wana li me dinêrin. Ku em goranî naveroka ruhê wana helwestê nîşan nedin, ew qet me nabaxşînin.

Dema ku meriv hûr û kûr û dûr li bûyerê binihêre, zêde girîngî xuya dike. Heta dema ku meriv liser dîmenên bûyerê hûranînê bikê, bûye dîrokî xuya dike. Zêdetir di qada zanyarî ya ruhnasî de embazeke pirr balkêş e. Gelo di dîroka kesayetiyê da çend heb bûyerên ewha hatine pêk hatinê. Cûreyekî pisporiya wakîno hatiye dîtinê!

Tiştên giran, giranbûha, yên tewrinde, di demeke kurt de nayin hînbûyin. Ji kesan, rewşan, tewşan, tewran, ji hinek helwest û amacan, sedeman, mebestan ji hinek encaman, gotinan, pêşgotinan, nirxan û pêşdîtinan dereng tên famkirinê, fêrbûn û hînbûyinê. Goranî naveroka van afirandinana, nasandin û navandina van mijarana demandin û tewirandin cûdatiyê tînin holê. Hinek jê hene ji sedsalan şunda pêda pêda têne famkirinê, fam kirine. Ew jî dîsa her kesek ji vana hayîdar nabin. Hinek ji kesên zana, zaniyar, afirandêr fêr dibin û hîn dibin.

kovara WAR, Hejmar: 8