Jidayikbûn, xwendina seretayî û navendî

Mir_Celadet_Bedir_Khan_(1893-1951)Mîr Celadet Bedirxan, berîya 65 salan yanî di 15yê Tîrmeha 1951an de, di dema kolandina “bîra qederê” de li gundê Hecana bi girêdayî Şamê ve, bi qezayek bextreş ji nava me veqetiya. Dema ku wî koça dawî kir, 58 salî bû. Wî, di van 58 salên jîyana xwe de gelek xizmetên girîng û hêja ji bo azadî û serxwebûna milleta kurd kirin. Bi munasebeta salvegera mirina wî, dixwazim di ronahîya hinek belgeyên ku hetanî îro nehatine weşnadin de, behsa xebat û jîyana wî ya berîya salên 1923yan bikim.

Celadet Alî Bedirxan û birayê wî yê Kamuran Alî Bedirxan, bêtir bi xebatên xwe yên li ser ziman û kultura kurdî têne nasîn. Ev îmaja wan, ji ber xebatên rêxistinî û sîyasî yên piştî cûdabûna ji Xoybûnê ye. Ji salên 1918 bigre hetanî 1932yan, giranîya xebat û pirranîya mesayîya wan li ser sîyaset û rêxistinbûnê bûye.

Celadet Alî Bedirxan, nevîyê Mîr Bedirxan û lawê gewre yê Emîn Alî Bedirxan e û di 26ê Nîsana 1893ê de li Stenbolê ji dayik bûye.[1] Ji ber ku bavê wî di bajarên cûr bi cûr yên wekî Akka, Selanîk, Konya, Anqera, Îsparta û Edirneyê de kar kirîye, li van bajaran mezin bû û beşekî perwerdeyîya xwe ya seretayî û navendî li van deran kir û paşê bû xwendevanê Mekteba Sultanî ya Stenbolê û sala 1906ê ji ber dubare fermana sirgûnkirina Bedirxanîyan, hate derxistin ji mektebê. Endamên malbata Bedirxanîyan rêkirin wîlayet û bajarên wekî Şam, Hama, Rodos, Trablusgarp, Nablus, Yemen, Îsparta, Mekke, Kayserî, Îzmîr û Adanayê. Emîn Alî Bedirxan û zarokên wî jî rêkirin bajarê Îspartayê. “Paşê ji vê derê ve jî menfayê (sirgûnê) keleha Akkayê kirin û li wê derê sê sal man.”[2]

Celadet piştê xwendina îdadî, dixwaze li Stenbolê Mekteba Herbiyê bixwîne, lê ji ber ku dayika wî pê razî nabe, dev ji vê daxwazê berdide. Ew bi xwe, sala 1932yê mesela daxwaza xwendina Herbîyê, bi vê awayê tîne ziman: “Gava ez hejdeh, niwazdeh salî bûm û min dil kir ez bikevim mekteba Herbiyê. Dêya min ji min re got: Ma ji te re ne namûs e? Tu çawan bikevî mekteba Herbîyê û bibî zabîtê tirko. Ev tirko ko welatê te xistine bin xulamîyê, bapîrê te dîl û malbata te perîşan kirine û hon avêtine zîvarêyê.”[3]

“Bi tevî xwendina dibistanê, bavê wî mamosteyên xisûsî yên zimanê yûnanî, farisî, frensî û rûsî jê re tanîn malê. Ew zimanê erbî û turkî jî di dibistanan de hîn bûne.”[4] Kemal Mezhar Ahmed dibêje: “Celadetî ji xeynî zimanê dayika xwe, bi zimanê erebî, turkî, farisî, almanî, fransizî, rusî û hinek jî yunanî zanibû.”[5] Herweha ji ber ku “karbidestên osmanî rê nedidan Bedirxanîyan ku biçine Kurdistanê, Emîn Alî, mamoste, mitrib, çîrokbêj û hd. ji Cizîra Botan tanîn Stenbolê, da ku danûsendina wan digel welêt, ziman û adetên kurdî her geş bimîne.”[6]

Emîn Alî Beg, zarokên xwe ne tenê ji alîyê kulturî ve, ji alîyê fikra sîyasî, neteweyî û akademîk ve jî baş perwerde kirine. Ji ber vê yekê Celadet Bedirxan dibêje: “Ew bavê ko ji min re ne tenê xwîna xwe a pak daye,.. Ez bi dil û hişê kurdanî bi xwedî kirim û xistim wê rêya ko ew bi xwe û bavê wî tê de mirin.”[7]

Piştê ku Meşrûtîyeta Duyem hate îlankirin, hemû nefîkirîyên rejîma îstibdada Abdulhemîd hatin bexişandin û efûyek giştî hate derêxistin. Li ser vê efûyê, wekî gelek sîyasetmedar, rewşenbîr û malmezinên kurd, endamên malbata Bedirxanîyan jî dîsa vegerîyan Stenbolê.

 II   

Beşdarî di Şerê Giştî yê Cîhanê de

Berîya Şerê Giştî yê Cîhanê, dagirtina beşekî Kurdistanê ji alîyê artêşa Rusyayê ve û ji wê şûn ve jî di pêvajoya çar salên Şerê Giştî yê Cîhanê de, milleta kurd xusarek mezin dît, ji welatê xwe ve hate koçberkirin, gelek ciwan û xwendevanên xwe yên hêja û welatperwer wenda kirin. Sûreya Bedirxan dibêje: “Li gor wesîqeyên rêvebirîya giştî ya koçberîya derve ya Stenbolê, 700.000 kurd hatine koçberkirin.”[8] Di vî şerî de Celadet Bedirxan, bi dilxwazî tevlî artêşa osmanî bûye û li cepheya Kafkas, Iraq û ciyên din di pileya zabitê îhtiyatê de kar kirîye. Di nivîsek xwe de rewşa şer û encamên wî yên li Kurdistanê weha tîne ziaman:

“Dema ku ez wek zabitê îhtîyatê li Iraq, başûrê Kurdistanê, Kafqas û ciyên din de dixebitîm, min bi nalîn û girînê, gotar û kiryarên dilşewat û pêkhatî yên di derbarê tunekirina kurdan de guhdar kirin û dîtin. Ev cînayetên ku ji bo milletekî fedekar û mezlum rewa hatibûn dîtin, ji nav eserên şexsî yên hikumeta Îtîhadê, şaheserekî tewr mezin bû. Walîyekî aktorê vê facîayê, ku bi hezaran muhacîrên kurd di germşewata sehraya Musilê de terkî mirinê kiribû, li ser sendalîya postê daîreyek fermî bi dilşadî gotibû: “Wekî yê ermenan, me kokbirekî wisa anîn serê kurdan ku…”[9]

Mesela koçberên kurd, di raport û tezkereyek Partîya Demokrat a Kurd de, ku di 31ê Tebaxa 1919 de ji bo hikumeta Brîtanyayê hatîye pêşkêşkirin de weha hatîye nivîsandin:

“Bi hezaran malbatên kurd ji war û welatê xwe ber bi deverên cûdayên Anatolyayê ve hatine koçberkirin. Ev multecîyên perîşan, bûne qurbanê birçîtî, tunekirin û asîmîlasyona turkan. Hikumeta Osmanî, li miqabilê dubare serdan û ricayên me bersiv nedaye û xwe bêdeng kirîye. Em bi navê însanetî û şerefa “adilbûna” îngilizan dixwazin ku hun bi qudreta xwe ya bilind alîkarîya malbatên kurd û vegera wan bikin.”[10]

“Xuya dibe ku mihacirên kurdan jî wekî yê ermenan rastî zulm û zordarîyeke mezin hatine, lê mixabin alîkarîyên ku bi desteka hikûmetê ji bo mihacîrên rum û ermenan hatine kirin, ji bo mihacirên kurdan nehatine kirin.”[11]

Celadet Bedirxan di nivîsa xwe ya navborî de, tehcîra li ser kurdan wek polîtîkayek plankirî ya Partîya Îtîhad û Terakkî dibîne û dibêje:

“Hikumeta bihûrî ya Îtîhad û Terakkî biryara tunekirina milletê kurd dabû; beşekê wan kûştin û beşekê din jî bi sefalet û birçîtîyê tune kirin, çend sedhezar kurdan jî koçberê Anqera, Konya û wîlayetên dewrûberê wan kirin, li van deran gund bi gund belavkirin. Di belgeyek veşartî yê Wezareta Daxilîyeyê de, li ser tehcîrkirina muhacîrên kurd weha hatîye gotin:

1- Muhacîrên kurd wê paşve neyin vegerandin.

2- Di seha memurîyetîya we de (ji bo memurên pilebilind ên wê herêmê) ji bo îskana kurdan çi arazî û gund hene?

3- Divê têkilîya muhacîrên kurd bi der ve re tune be.

4- Di dabeşkirina muhacîrên kurdan de nûqteya herî girîng ev e, ku di ciyê îskana wan de rêjeya xaneyên kurd ji sedî deh (%10) zêdetir nebe.

Ev belgeya veşartî dide xuyakirin ku armanca vê sîyasetê tunekirina milletê kurd e.”[12]

Sala 1916yê bajarên Kurdistanê yên wekî Erzerum, Wan, Bedlîs û Mûşê ji alîyê artêşa Rusan ve hatibûn dagirtin. Di rewşeke wisa de, Enwer Paşa diçe serdana Cepheya Kafkas ku Celadet Bedirxan jî wê demê komandarekî cepheya Kafkas bû û her du di seha cepheyê de rastê hev tên û Enwer paşa ji wî re dibêje: “Ji alîyê turkan ve tehlûkeya kurdan, ji tehlûkeya rusan mezintir e.”[13]     

Bîranînên Şerê Giştî yê Cîhanê di cepheya Iraqê de

Celadet Bedirxan di pêvajoya Şerê Giştî yê Cîhanê de, di herêm û cepheyên cihê cihê de û li ser çîya, newal û sehreyan çar sal di nav gurr û germayîya şer de derbas dike. Bêguman bîranînên van çar salan dikarin rûpelên gelek pirtûkan jî tije bikin, lê mixabin tenê di ber destê me de çend nivîsên wî yên li ser wê demê hene ku di bin sernivîsa “ruznameyê herb” de hatine nivîsandin û dixwazim bi hinek têbinîyan, alîyê balkêş ê evan nivîsan bi we re parve bikim.

“Wî şerê ku bi îhtirasê dest pê kir û bi bextreşîyê dewam kir, em ji wî bi felaket û xêrnedîtî derketin.

Di vî welatî de her rûpelekê dîrokê, bi bûyereke şer ve dagirtîye, di şerê dawî yê Awrupayê de xwîna çar mîlyon mirovên Anatolyayê rijya. Ev temarên ku bi îhtirasek dijwar û bêfayde hatin jêkirin, çar salan bi berdewamî ji wan xwîn herikî. Ev şer, tenê kêrê Enwer Paşa û hevlabendên wî hatîye; îdareya hikumetê bi malbatî xistîye bin destê xwe û ev yek ji wan re bûye jêderka temînkirina berjewendîyên ferdî û şexsî. Ji xeynî grubeke pir piçûk a bijarte, her ferdekî milletê cihê cihê xistiye bin zerarê, welat bi awayeke giştî xistîye bin barê mişkulatên pir gewre û girdavên (gerînekên) pir kûr.

Ew lawên hêja yên Anatolyayê ku ji sehrayên Yemenê bi saxî vegeryabûn û bi hezaran xwendevanên Darûl Fûnunê ku hêvîya îstiqbala me ya nêzîk bûn, di cehennema Çeneqelê, zinarên Qefqasan û sehrayên Sûveyşê de bi unwanê zabîtên îhtîyatê bê rijandina dilopek rondikê çavan û bi vê awayê hatin îsrafkirin û binerdkirin.

Belê divîya bihatana binerdkirin û hatin binerdkirin jî; lewra Enwer Paşa wisa dixwest, Paşa wisa ferman dikir.

Piştê ku me bi sebir û tehamûl û tevekûll, çavên xwe ji ew qas zulim û cinayetan re girtin, vê carê jî heqîqeten û bi hemû rastiya xwe ve, em bi awayeke nexweş û birîndar ji şer derketin. …”[14]

Berdewam dike…

[1] Mihemed Bekir, Pêşgotina ji bo çapa hejmarên: 1 – 9ê kovara Hawarê, Weşanxana Hawar, Sweden, 1987, r. 10

[2] Celadet Alî Bedir-Xan, Lorîya Bedir-Xan, Hawar, no: 5, Şam, 20ê Tîrmeh 1932, Çapa hejmarên 1-9, Amedekar: Mihemed Bekir, Sweden,1987

[3] J. b.

[4] Mihemed Bekir, J. b., r. 20

[5] Ahmed, Dr. Kemal Mazhar; Tarihin Tarihi, Kürtlerde Tarih Tarihte Kadın, Pêrî yayınları, İstenbul, 1997, r. 89

[6] Mihemed Bekir, J.b..r. 20

[7] Celadet Alî Bedir-Xan, Lorîya Bedir-Xan, Hawar, no: 5, Şam, 20ê Tîrmeh 1932, Çapa hejmarên 1-9, Amedekar: Mihemed Bekir, Sweden,1987

[8] Dr. Bletch Chirguh, Kürt Sorunu, Avesta yayınları, İstanbul, 2009, r. 50

[9] Celadet Alî Bedirhan, Kürdler ve ittihad siyaseti [Kurd û sîyaseta îtîhadê], Serbestî, no: 209, 22yê Sibata 1919

[10] Ahmet Mesut, İngiliz Belgelerinde Kurdistan [Kurd di belgeyên îngiliz de](1918-1958), Doz yayınları, İstanbul, 1992, r. 96-97

[11] Celadet Alî Bedirhan, J. b.

[12] Celadet Alî Bedirhan, Kürdler ve ittîhad siyaseti [Kurd û sîyaseta Îtîhadê], Serbestî, no: 209, 22yê Sibata 1919

[13] Hasan Hişyar Serdî, Görüş ve Anılarım [Dîtin û Bîranînên Min], Weşanên Med, İstanbul, 1994, r. 140

[14] Celadet Âlî, Zabıtanın Terfisi [Terfîkirina Zabîtan], T. İstanbul, no: 126, 5 Nisan 1919