“Ez dê bi hemû dinyayê bidim dîyarkirin ku di Komara Kurdistanê de

bi zilm û terorê tiştekî çareser nabe.”

(Qazî Mihemed)

Berîya ku behsa xebatên kulturî, civakî û perwerdeyîya dema Komara Kurdistanê bikim, divê pêşîyê li ser Cografya Komara Kurdistanê agadarîyeke girîng bînim bîra we. Wê demê tevayî cografya rojhelatê Kurdistanê, ne di nav sînorên Komara Kurdistanê de bû. Di nav rûpelên rojnameya Kurdistanê de jî, bi girîngî li ser cografiya Kurdistanê hatîye rawestandin. Di hejmara 92 ya rojnameya Kurdistanê de, bi sernivîsa “Dersî Yekemî Cografyayî Kurdistan”[1] nivîsek hatîye çapkirin. Rayedarên Sovyetê nedixwestin cografya Komarê fireh bibe û bigîje sînorên xwe yên dîrokî. Digotin ji bo bidestxistina bajarên din ên Kurdistanê; “Hêrîşa we dê bibe sedem ku Amerîka û Îngiliz wan ciyan hemû dagir bikin û nefta Kirmanşahê biêxin destê xwe.”[2]

Di hengameya îlankirina (ragehandina) Komara Kurdistanê de, di nav demeke kurt de hinek saziyên civakî û kulturî yên girîng hatin avakirin; ji aliyê weşan, çapemenî û perwerdeyî ve pêngavên girîng hatin avêtin. Zanîna me ya li ser van xebat û sazîyên kulturî-weşangerî/çapemenî-perwerdeyî pirr zêde nebe jî, di derbarê van cûre xebat û dezgehan de, bi kurtayî be jî hinek agadarî li ber destê me hene. Ez ê di axaftina xwe de bi kurtayî behsa van xebat û dezgehan bikim.

1- Çapxaneya Kurdistan: Di meha Çiriya Paşîn (November) a sala 1945an de li Mehabadê çapxaneyek bi navê Çapxaneya Kurdistan” hate damezirandin. Di vê çapxaneyê de rojname, kovar û pirtûk dihatin çapkirin. “Ev çapxane ji alîyê hikûmeta Sovyetê ve ji bo Komara Kurdistanê hatibû dîyarîkirin. Rojnameya Kurdistan û kovara Ciwan di vê çapxaneyê de dihatin çapkirin.”[3] Herweha kovarên wekî Gelawêj, Zanist[4], Niştiman, Helale (navê gulek e)[5], Awatî (daxwaz), Hawarî Niştiman, Hawarî Kurd û Gir û Galî Mindalan di pêvajoya damezirandina komarê de hatine çapkirin û belavkirin. Wek nimûne di destpêkê de pirtûkên helbestvan Hêmin û Hejar Mûkrîyanî di vê çapxaneyê de hatin çapkirin. Digel vana belgenameyên PDK, Komara Kurdistan û pirtûkên dersdanê jî bi zimanê kurdî di vê dezgehê de hatine çapkirin.

Yekemîn hejmara rojnameya Kurdistanê, roja 20/10/1325 (1946)an de hatîye çapkirin û di bin navê rojnameyê de hatîye nivîsandin ku ev rojname “Belawkirewey Bîrî Hizrî Dîmokratî Kurdistan” e. Li alîyê rastê jî hatîye nivîsandin ku “Kurdistan le layen heyetî tehrîrîye derdeçî.” Û “Her du rojan carekî tête weşandin.” Di rûpela pêşî ya rojnameyê de, sê sernivîs hatine lêkirin: “Amancî Ême”, “Giftûgoyî Cenabî Qazî Mihemed” û “Be Boneyî Şêst û Şeşemîn Salî Le Dayikbûnî Generalîsemus Stalîn”.[6] Di hejmara 3an de li rûpelê yekê sernivîsek bi navê “Le Ber Çi Kurd Qiyamî Kird?” û di heman rûpelê de sernivîsek din jî bi navê “Silav Le Te Ey Kurdistanî Mezin” hatîye nivîsandin. Di heman hejmarê de bersiva rojnamevanê Tirk Refik Atay hatîye dayin ku wî li ser hatina Barzanî ji bo Azerbaycanê û damezirandina dewleta Kurd nivisandibû. Di hejmara 8an de, lîste û rêjeya alîkarîya xelkê ji bo dezgehên Komara Kurdistanê hatîye belavkirin. Di hejmara 10an de, raportên li ser cejnên ragehandina Komarê di jêr navê, “Cejna Serbixweyî û Îstiqlala Kurdistanê” û naveroka peyam û axivtinên kesayetîyên Kurdistanê hatine belavkirin. Ev babete li jêr sernivîsa; “Istêra Xoşbextîya Kurdan Çirisî” hatîye nivîsîn. Hejmara 25an, bi sernivîsa “Hezretî Mihemed Qazî Pêşewayî Kurdistan” hatîye çapkirin. Di hejmara 29an ku roja 30ê Adara 1946an hatîye belavkirin de, meqeleyek bi navê “Ey Dinya Bizane ku Kurd Serxwebûnê Dixwazin” hatîye belavkirin. Di hejmara 38an de, bi sernivîsa  “Serhatîyên Araratê”, nivîsek li ser Tevgera Neteweyî ya Agirîyê hatîye belavkirin. Di hejmara 92an de li ser Qedrî Cemîl Paşa nivîsek bi sernivîsa “Qedrî Beg Cemîl Paşa: Peyawekî Niştimanperwerî Kurd” hatîye nivîsandin…

Bi kurtayî be jî divê behsa naveroka rojnameya Kurdistanê bête kirin: Ev rojname li ser hev 92 hejmar hatine çapkirin, di nava rûpel û hejmarên rojnameya Kurdistanê de; bi giştî li ser cografya Kurdistanê, bi rêzenivîsa “Kurd di dîrokê de” li ser dîrokê, şexsîyetên namdar ên Kurd, li ser şoreşên Kurdan û bi taybetî jî li ser Şoreşa Agirî, nivîsên li ser zimanê kurdî û rastnivisîna wî, tercûmeyên nivîsên ji zimanên bîyanî, li ser rewşa sîyasîya kurdan û parçebûna Kurdistanê, girîngî û pêdivîya serxwebûna Kurdistanê hatîye rawestandin. Nûçe, agadarî û herweha hinek dengûbasê radyoyê jî di rojnameyê de hatine belavkirin.

2- Yekîtîya Jinên Kurd: Di vê demê de rêxistinên civakî yên ku hatine damezirandin, yek ji wan û belkî jî ya herî girîng “Yekîtîya Jinên Kurd” e.   Hevsera Qazî mihemed Mîne Xanim, Seroka Yekîtîya Jinên Kurd bû. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan; hînkirina xwendin û nivîsandinê, tevlîbûna jîyana sîyasî û civakî, perwerdeyîya zarokan û wd. rêxistina jinan hate damezirandin di çarçoveya benda 21. a destûrtnameya PDKê de ku dibêje; “Jin jî wek mêran di hemû warên sîyasî, civakî û şaristanî de xwedî maf in.”[7] Mîne Xanima hevjîna Qazî Mihemed dibêje: “Qazî Mihemed dixwest hemû jin beşdarî çalakîyên civakî û sîyasî bibin. Jinên kurd jî bi serfkirina ked û berhemên keda xwe û bi bexşkirina zêrên xwe piştgirîyê didan komarê.”[8]

Ji bo jinan dibistan rojane û şevane hatin vekirin. Di van dibistanan de xwendin û nivîsandin fêrê jinan û keçan dikirin. Di her herêmê de bi jinan re kombûn çêdibûn, di van kombûnan de pirsgirêkên jinan dihatin guhdarkirin û paşê ji teşkîlatên partîyê re dihatin pêşkêşkirin ji bo çareserîyê.

Li vê derê bîrxistinek ji hevdîtina Mîne Xanim û Qazî Mihemed, helwest û nêrîna wî ya li ser vê babetê hîn bi zelalî dîyar dike: “Ez rojekî digel Mam Ebdulla li ber Hemamê li benda hatina Qazî bûm ku cilên paqiş bidime wî. Dema hatinê çawa ku min ew dît ez giryam. Ew zivirî ji min re got: Tu ji ber çi digirî… Divê jinên kurdan negirîn. Ez baş dizanim ku wê min darve bikin, divê tu jî vana bizanî… ji ber vê yekê girîna te, ne li gorî xweragirtina jina kurd e.”

3- Perwerdeyî û damezirandin dibistanan: Di roja ragehandina komarê de kurdî, wek zimanê fermîyê Komarê hatîye qebûlkirin. Mîne Xanima hevsera Pêşewa dibêje: “Qazî Mihemed pir qîmet dida xwendin û perwerdeyî. Piştî îlankirina komarê di demekî kurt de ji bo perwerdeyîya bi zimanê kurdî, bi serkêşiya Qazî Mihemed kampanya (helmet) hatin destpêkirin, pirtûk û kovarên kurdî hatin çapkirin, bi hinek çalakîyên civakî pere hatin berhevkirin, Sînemaya Kurdistan[9] hatîye damezirandin ku bi qezenca wê zarokên feqîr didan xwendinê. Ji bo pêşxistina perwerdeyî du-sê caran mitîng hatin sazkirin.”[10] Di hinek ciyan de dibistanên keçane, lawane û ji bo pêşxistina xwendinê dibistanên şevane jî hatin duristkirin. “Di bajarên Şino, Bokan û Mehabadê de dibistanên nû hatin çêkirin. Wê demê meleyên mizgeftan jî di xutbeyên înê de, li ser girîngîya zimanê kurdî radiwestiyan.”[11] Herweha li Mehabadê “Damezirandina Kitêbxaneyê Mîllî[12] jî, pêngavek pirr girîng bû.[13] Di hejmara 65an a rojnameya Kurdistanê de, behsa “Medreseya Gelawêj” hatîye kirin ku li wê derê zarok bi şev û roj dersên kurdî dixwînin. Li gor agadarîya Q. Cemîl Paşa: Wê demê li Mehabadê nêzîkê hezar xwendekarên dibistanan hebûn û di bin alaya rengîn a Kurdistanê de bi zimanê kurdî perwerde dibûn.

5- Yekîtîya Ciwananî Demoqratî Kurdistan: Rêvebirên Komara Kurdistanê û PDKê pirr girîngî dane rêxistinkirina ciwan û lawanê Kurdistanê. Ji bo vê armancê, rêxistina lawan hatîye damezirandin û bi navê Ciwan jî kovarek hatîye weşandin. Mînak; di hejmara 67an a Kurdistanê de meqaleyek Mihemed Mehmûd bi sernivîsa “Cewanan û Wacibyatî Niştimanperwerî” hatîye belavkirin. Di hejmara 76an de bi minasebeta damezirandina Yekîtîya Ciwananî Demoqratî Kurdistan, belavokek dirêj bi sernivîsa “Ey Ciwanan!” hatîye çapkirin[14] 

6- Radyoya Kurdî: Di dema Komara Kurdistanê de amûrekî din ê weşan û çapemenîyê jî radyoya kurdî bû. Weşana radyoyê, di Gulana 1946an de dest pê kirîye. Cîhazên vê radyoyê ji Sovyetê hatibûn girtin. Bi rêya weşana vê radyoyê dengê Komara Kurdistan digihîşt millet û welatên dinyayê. Herweha di vê demê de operaya Dayika Niştiman(1945) hatîye pêkanîn.

[1] Kurdistan, h.: 93, Mehabad, 11ê Rezberî 1325 (02/11/1946)

[2] Seîd Humayun, Jîyan û Tekoşîna Pêşewa Qazî Mihemed, r. 86. weş. Doz, 2006 Stenbol

[3] Kadri Cemil Paşa (Zinar Silopî), Doza Kurdistan, Özge Yayınları, 1991, r. 175

[4] Kurdistan, h. 61, r. 2

[5] Kurdistan, h.: 48, r. 3, 18 Gulana 1946

[6] Kurdistan, h. :1, Mehabad,11ê Janîve 1946 (11/01/1946)

[7] Mîrza Menaf Kerîm, Bîranînên Min, weşanên Jîna Nû

[8] Mîne Xanim, hevpeyvîna bi Kurdistan Press re, no: 10, 1987

[9] Kurdistan, h.: 12, r. 3

[10] Mîne Xanim, Kurdistan Press, no: 10, 10 Berfbarîna Paşî,1987

[11] Borhaneddin A. Yasin, Tasavvur mu Gerçek mi? Mahabad Kürt Cumhuriyeti Büyük Güçlerin Politikasında Kürtler (1941-1947), Avesta Yayınları, İstanbul, 2014, r.180

[12] Kurdistan, h.: 25, r. 4, 17ê Adara 1946

[13] Kurdistan, h.: 25, Mehabad, 17yê Adara 1946

[14] Abdulqadir Ahmed, Ey Ciwanan!, Kurdistan, h.: 76, 22yê Gelawêj 1325