1. Malbat û ciyê jidayikbûnê

Elî ÎlmÎ Fanîzade, Vakit, 1930

Elî Îlmî Fanîzade, lawê Abdulbaqî Fanî Efendî yê Silêmanî ye. Malbata wan bi paşnavê “Fanî” û “Fanîzade” têne naskirin. Kalikê wan bi eslê xwe xelkê Erdelan in, hatine başûrê Kurdistanê û li bajarê Silêmanî bi cî bûne. “Mihemed Abdulbaqî, lawê Ehmed Înayetulla Efendî ye û di 26ê Hezîrana sala 1850an de ji dayik bûye. “Ehmed Înayettulah; merivekî şair, alim û xetnûs bû.”[1] Perwerdeyîya seretayî li bajarê Silêmanî xwendîye û paşê ji miftîyê Bexdayê ellame Zehawî ders girtîye.[2] Malbata Fanîzadeyan, paşê ji ber îskana mecbûrî ji Silêmanîyê koçê navçeya Karsa Zülkadirye (Qadirlî)ya bi girêdayî sencaxa Qozanê kirine, li wê derê bi cî bûne. Ev navçe, di dema Împeretorîya Osmanî de bi girêdayî Sencaxa Qozanê bû. Heft lawên Mihemed Abdulbaqî Fanî Efendî hebûn: Kerîm, Elî Îlmî, Zeynelabidîn, Mesûd, Ahmed Fazil, Selahedîn, Sebahedîn. “Navê dayika wan jî Eyşe Sidiqa Xanim e.”[3] Ji heft lawên Mihemed Ebdulbaqî Fanî, sisêyê wan endamên CTKê bûn; Elî Îlmî Fanî, Zeynelabîdîn Fanî (Îrfanî) û Mesûd Fanî.

Di vê lêkolînê de, bi giranî li ser sê birayan; Elî Îlmî, Zeynelabidîn û Mesûd Fanîzade hatîye rawestandin. Têkilîya wan a bi tevgera modrn a kurd re, di salên destpêka 1900î de li bajarê Îstenbulê dest pê kirîye. Ew di nav rêzên Cemîyeta Hêvî ya Talebeyê Kurd, Cemîyeta Tealîya Kurdistanê û Xoybûnê de tevlî xebata sîyasî û rewşenbîrî ya kurd bûne. Ji ber mixalefeta dijwar a li hemberê Îtihad-Teraqî û tevgera Kemalîst, her sê bira jî di sala 1924an de, ji ber fikr û xebata xwe ya sîyasî û rewşenbîrî hatine sirgûnkirin. Her sê bira jî, berîya ku lîsteya 150an bête îlankirin, terka Îstenbulê kirine. Navê “Elî Îlmî û birayên wî Mesûd Fanî û Zeynelabidîn Îrafanî yê katibê Umûmî yê Partîya Îtilaf û Hurîyetê jî ketîye lîsteya 150an.”[4] Sedat Bingöl dibêje: “Ev her sê bira, bi fikr û kiryarên xwe mixalifê Têkoşîna Mîllî bûn.”[5] Mafê welatîbûnê ji dest wan hatîye girtin û her sê bira ji bêgavîyê sînorên Cimhuriyetê terk kirine û her yek bi alîyekî ve çûye. Elî Îlmî û Mesûdê birayê wî berê xwe dane Binxetê û li Sûriyeyê bi cî bûne. Piştî çar-pênc salan Mesûd ji Sûriyeyê berê xwe dide Fransayê ji bo berdewamkirina xwendina li ser hiquqê. Zeynelabidîn jî wekî gelek mixalif û sirgûnan, pêşîyê çûye Misrê û paşê ji wir ve çûye bajarê Mekkeya Erebîstana Sûdî û ji wir ve berê xwe daya başûrê Kurdistanê. Piştî ku li Tirkîyê qanûna paşnavan tête qebûlkirin, malbata “Fanî/Fanîzade”yan paşnavê “Bilgili” girtine. Birayê gewre Kerîm jî, paşnavê “Doğan” girtîye û ew bi navê Kerîm Fanî Doxan tê naskirin.

Bavê wan Mihemed Abdulbaqî Fanî, pirr baş hatibû perwerdekirin, alimekî navdar bû û wî jî zarokên xwe baş perwerde kirin. Mihemed Abdulbaqî emrek dirêj kirîye û di 86 salîya xwe de, roja 3yê Kanûna 1936an koça dawî kirîye. Elî Îlmî li ser mirina bavê xwe dibêje: “Wî, esrekî bi nêrîna qertelek (hêloyek) li hadîseyên kaînatê temaşe kir. Lawên xwe perwerde kirin û nevîyê nevîyên xwe dîtin. Wî sih û pênc salên jîyana xwe ya resmî, bi şan û şerefek bilind bi dawî anî… Bavê min bi îlim û îrfana xwe ne wek me bû, ew ji lawên xwe gelek bilindtir bû û bi rastî jî ew ummanî maanî (wekî oqyanûsek) bû. Rûken, xoşsohbet, ustadekî hezaraşîna yê peyv û xwedî huner bû.”[6]

İbnülemin Mahmud Kemal İnal ji bo wî dibêje:“Ew merivekî jîr, edîb, xweşsohbet (xweşbêj), nûktezan, peyvşinas, dirust, mûnewer û fazîletdar bû. Li Edenê û dorûberê wî gelek ciwanan ji ferezanî û edîbîya ustad fayde wergirtine. … Dema gorbihuştê bavê min miteserrifê Qozanê bû, wî, li wê derê dersê edebîyata erebî û farisî da min û birayê min Ahmed Tewfîq Beg û herweha xetên talîk hînê me kir.”[7]

Di pirtûka “Son Asrın Türk Şairleri” ya İbnülemin Mahmud Kemal İnal de sê xazelên Fanî Efendî yê bavê Elî Îlmî bi tirkîya osmanî hatine çapkirin.[8]

  1. Elî Îlmî Fanî

Elî Îlmî Fanî, lawê “Mihemed Abdulbaqî Fanî Efendî”[9] ye û “di sala 1877an de li qezeya Qadirlîya (Kars Zülkadriye) ji dayik bûye û navê dayika wî Eyşe Sidiqa Xanim e.”[10] Wê demê qeza Qadirlî bi girêdayî sencaxa Qozanê bû.

Her çiqas ew bi giştî li ser bajarê Edenê têne nasîn lêbelê Elî Îlmî bi xwe dibêje: “Ciyê eslî yê jidayikbûna min ne Edene ye, Qerspazarî ya nevenda qeza Qers Zulqadirîye ye ku berê bi girêdayî sencaxa Qozanê bû ku îro ji wê re dibêjin Kadirli (Qadirlî).”[11]

Ew xwendina seretayî li Qadirlîyê temam dike û paşê “Xwendina xwe di Ruşdîyeya Mersînê de dewam dike û di 14ê Tebaxa 1893an de bi dereceya yekemîn mekteba xwe xelas dike. Ji wê şûn ve jî Îdadîya Edenê bi dereca herî baş di roja 2yê Çileya Pêşîyê xelas dike û piştî wê jî mudetekî din xwendina xwe di medreseyê de dewam dike; ji mamosteyên ciyawaz dersên mentiq, meanî û îlmê kelam digre. Zimanê farisî ji bavê xwe Fanî Efendî, fransizî ji mamosteyên xusûsî hîn bûye. Bi zimanê erebî û farisî dixwend û dinivîsand. Bi kurtayî xwedî tehsîleke baş bû.

Elî Îlmî di bîst salîya xwe de dibe memûrê Qelema Mektûbî ya wîlayeta Edenê (13ê Nîsana 1897). Di 15ê Çirîya Pêşî ya 1898an de, dikeve nav rêza nivîskarên rojnameya Seyhan ku rojnameya fermî ya wîlayetê bû. Digel vê karê memûrîyetîyê demek şûn ve di îdadî de dest bi mamosteyîya Tirkî dike. (13ê Hezîrana 1899-26ê Kanûna 1904). Di 14ê Tebaxa sala 1902an de dibe memûrê Teftîşê Mearif a Sencaxa Cebelî Berekatê. Paşê ew ji mûlkîyeyê derbasê edlîyê dibe; demek katibîya zabîtê daîreya Huqûq a Mehkema Ceza ya Bîdayetê dike. Di roja 5ê Kanûna 1905an de ji bo midurîyetîya matbeya wîlayetê û sermuharîrîya rojnama Seyhanê tayîn dibe. Ji wê şûn ve jî, di roja 6ê Eylûla 1906an de jî dibe Katibê Tehrîrat a Sencaxa Cebelî Berekat. Ev karê wî heta ragehandina (îlankirina) Meşrûtîyeta 1908an dewam kirîye û ji wê şûn ve jî karê memûrîyetîyê nekirîye.”[12]

Ew mixalifekî dijwar ê îstibdadê û terefdarê meşrûtîyetê bû. Li gor dîtina wî, rejîma îstibdadê ji bo hemû miletên osmanî esaret bû û têkçûna wî, şikandina zincîrên zulmetê ye. Li ser îlankirina Meşrûtîyetê dibêje: “Ev çend esr in ku di nav pencên zulma îstibdadê de tarûmar bûme, elhemdûlîllahî bi alîkarîya Xwedê û ruhanîyeta pêxember û herweha bi cehd û xîreta we jî, ji benên îstibdad û esaretê xelas bûm.”[13]

Bi tevî ragehandina Meşrûtîyeta Duyemîn, seha sîyasetê berfirehtir bûye û Elî Îlmî jî bêtir nêzîkê sîyasetê bûye û pêre jî dest bi sîyaseta aktîf kirîye. “Ji ragehandina Meşrûtîyeta Duyemîn şûn ve, ew, di navbera dîroka 18ê Nîsana 1912 – 4 ê Tebaxa 1912an de, li ser navê Qozanê ji bo Meclîsa Mebûsan hatîye hilbijartin û tevlî xebatên meclîsê bûye.”[14] Bi tevî astengî û dijberîya Îtihad û Teraqî, hilbijartina wî ya ji bo Meclîsê Mebûsan pir girîng e. Di hilbijartina wî de, piştgirîya ermenên Edenê tesîrek girîng kirîye. Lewra bi giştî têkilîya wî û xelkê herêmê û bi taybetî jî têkilîya wî û ermenan baş bûye. Piştî ku meclîs tê fesihkirin, ew jî cardin vedigere Edenê.  “Ji mebûsî şûn ve, karê memûrîyetîya wî ya ku tê zanîn, Katibîya Tehrîrata bajarê Bolu (1914-1915) ye.”[15]

Di derbarê xebat û jîyan wî ya di dema Şerê Giştî yê Cîhanê de, agadarîyek balkêş li ber destê me nîne. Lê piştî îmzekirina Peymana Mondrosê û têkçûna Împeratorîya Osmanî, ew, dibe têkoşerekî girîng ê di meydana çapemenî û sîyasetê de. Dema ku CTKê tê avakirin, her sê bira jî dibin endamên CTKê û di nav refên xebata wî de cî digrin.

2.1. Xebata di nav Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK)

Her sê birayên Fanîzade; Elî Îlmî, Zeynelabidîn û Mesûd endamên CTKê bûn. Bavê wan jî merivekî alim û miletperwer bû. Malbata wan di herêma Edene, Tersûs û Cebelî Berekat (Osmanîye) de, di nava civakê de xwedî bandoreke girîng bû. Ji van sê birayan Mesûd, berîya çêbûna CTKê, yek ji endamên Cemîyeta Hêvî ya Talebeyên Kurd bû ku ev cemîyet di roja 27.07.1328an (1912) de li Îstenbulê hatîye avakirin. Zeynelabidîn ne tenê endamekî ji rêzê bû, ew, yek ji endamê îdarî û kesayetîyekî girîng ê rêvebirîya CTKê bû. Wan di herêma xwe de jî xebata ji bo rêxistinkirin û belavkirina weşanên CTKê berdewam kirine. Ji ber vê xebat û alîkarîya wan, di jimara çaremîn a kovara Kurdistanê de, ji bo alîkarî û xebata wan teşekur û teqdîr hatine pêşkêşkirin. Di vê teşekurnameyê de weha hatîye gotin: “Em li hemberî xîret û alîkarîya hemwelatîyên welatperwer ên me yên li Tersûsê, pirr teşekur dikin û bi xusûsen Mehmûd Axa teqdîr dikin.”[16] Ji ber xebatên wan ên mixalif û ya CTKê, piştî avakirina Cimhûrîyeta Tirkiyê, her sê birayê Fanîzade ji alîyê hikumeta Cimhurîyetê ve di nav lîsteya “Sirgunên 150an” de ji Tirkiyê têne derxistin. Bêguma kurdên mixalif ên di nav lîsteya “Sirgunên 150an” de, ne tenê ew bûn, gelek şexsîyetên din jî hebûn.

Sirgûnkirina/nefîkirina wan 150 şexsîyetan, maddeyekê ji Peymana Lozanê bû. Li gor vê peymanê, ji xeynî van 150 kesan, dê ji mixalifên din re efûyekê giştî bihata derxiastin. Biryara sirgûna 150 kesan, di roja 23yê Nîsana 1340an (23yê Nîsana 1924) de ji alîyê Reîsê Cimhur Gazî M. Kemal ve bi tezkîreya hejmar 13304-1791 hatîye erêkirin.

Lêkolîner Îsmaîl Göldaş lîsteyekê dirêja a endamên CTKê rêz dike û ew endamên CTKê ku navê wan ketîye lîsteya “Sirgûnên 150”an ji pirtûka İlhami Soysal a bi navê “150’likler” neqil dike û dibêje: “Hemdî Paşayê Kurd (wezîrê kevn ê Behrîye), Fanîzade Alî Îlmî (xwedîyê rojnameya Ferda), Zeynelabidîn Fanî (katibê CTK û sekreterê giştî yê Partîya Hûrrîyet û Îtîlafê), Fanîzade Mesûd (muteserrifê kevn ê Cebelî Berekatê), Xelîl Rehmî yê Bedirxanî (muteserrifê kevn ê Meletiyayê), Mistefa Paşayê Kurd (serokê Dîwana Herb ê kevn) û Heqîyê Silêmanîyeyî”[17] jî di nav vê lîsteyê de bûn. Wekî Mewlanzade Rifat hinek şexsiyetên din jî hene ku navê wan di vê lîsteya Göldaş de jî tuneye. Di vê lîsteyê de tenê ji malbata Fanîzade sê kes hene. Di lîsteya “Sirgûnên 150an” de, navê Elî Îlmî di rêza 106an de hatîye lêkirin. Ji derketina Tirkîyê şûn ve, ew berê xwe dide Binxeta ku di bin mandaterîya Fransayê de bû. Li wê derê ew, kar û xebata xwe li bajarê Şam, Heleb, Cûnîye (Lûbnan) û Antaqyayê berdewam dike. Antaqya, wê demê di nav sînorên sencaxa musteqîl a Îskenderûnê de bû. Piştî ku Hatay di sala 1939an de tevlî Tirkîyê bû, li gor pêdivîya peymanê, ew jî mafê hemwelatîbûnê û vegera Tirkiyê bi dest dixe.

Her sê bira, di dema Împeratorîyê de mixalifê dijwar ên Îtihad û Terakî bûn û di dema Cimhurîyetê de jî mixalifên Kemalîstan bûn. Ji ber vê mixalefetê, piştî avakirina Cimhurîyetê ew ketibûn lîsteya reş a M. Kemal. Wî, di nameya xwe ya roja 29ê Teşrîna Ewela 1926an de, di derheqê desthilatdarîya Mistefa Kemal û Cimhurîyetê de ji Riza Tevfîk re weha nivisîye: “Selteneta manewî ya ku cenabê te (Tewfîq Riza) avakirîye, hîç guman têde nîne ku ji Cimhurîyeta cebrîyye ya wî (M. Kemal) gelek bilindtir e.”[18]

2.2. Xebata di nav Xoybûnê de

Xabata birayên Fanîzade tenê di nav CTKê de çê nebûye, di nav rêxistina Xoybûnê de jî berdewam kirîye. Ji nivîsên rojnameya Vakit a tirkî jî gelek bi zelalî xuya (xuyanî) dibe ku di nav Xoybûnê de jî xebata Fanîzadeyan berdewam kirîye. “Navenda cemîyeta Xoybûnê li bajarê Helebê ye û ev cemîyeta kurd fealîyetên xwe berdewam dike. Herçiqas muwafaq nebûne û di van demên dawî de hêvîya wan şikestî be jî, evan serserîya fealîyetên xwe betal nekirine. Katibê Umumî yê cemîyetê Memduh Selîm di van rojan de çûye Helebê, bi Mewlanzade Rifat re hevdîtinek pêkanîye, hinek beyanname dane çapkirin û anîne ku li gundên ser hidûdê nêzîkê Tirkiyê belav bikin. Qumandarê Fransız ji vê bûyerê agadar bûye, her du jî hatine desteserkirin û wan rêkirine Helebê. Ji ber vê yekê, her du jî neçar kirine ku Mewlanzade Rifat li Helebê û Memduh Selîm jî li Antaqyayê îqame bikin. Her du jî bi mecbûrî ji 24 saetan carekî serdana qumandarê Fransiz dikin da ku cîyê îqameya xwe neguherînin.

Li Antaqyayê Alî Îlmî û ciwanekî çerkes ê bi navê Mehmûd jî endamê Cemîyeta Xoybûn in… Memduh Selîm di Lîseya Antaqyayê de bi meaşekî zêde mamosteyîya felsefê dike. Alî Îlmî (di rojnameyê de bi xeletî wek Hîlmî hatîye lêkirin) mamosteyê edebîyatê û Mehmûd jî mamosteyê tarîxê ye… ”[19]

Di raportek îngilizî yê roja 30.08.1928ê de, lîsteyek kurdên aktîf ên piştgirê Xoybûnê hatîye çêkirin ku di nav wan de jî navê Elî Îlmî di rêza duyemîn de ye. Lîsteya navborî weha ye: “Mevlanzade Rifat, Elî Îlmî, Celadet Bedirxan, Memduh Selîm, Haco Axa, Emînê Ehmed, Mustefa Berazî, Şûkrî Sekban, Celîl Begê Baban, Awnî Beg, Xelîl Rehmî Beg, Sûreya Bedirxan, Şêx Hûznî Berazî, Şêx Şahîn Berazî, Hûsên Paşayê Kor, Mûsa Begê Xwêtî.”[20]

Di pirtûka 150’likler Meselesi (Meseleya 150an) de, li gor neqilkirina raportekê îstixbarî, Çerkes Ethem Beg di derheqê Elî Îlmî de agahîyek weha dide muxbîrê Balyozxaneya Helebê: “Elî îlmî Fanî û Zeynelabidîn Fanî yê birayê wî, vê gavê ji bo rêxistinbûna kurdên Sûriyê dixebitin. Şukrî Mihemedê ku li Bexdayê dimîne, talîmat daye Elî Îlmî ku li ser sînor, Tirkîyê taciz bikin.”[21] Ev agahîyên li jorê nîşan didin ku Elî Îlmî Fanî, endamekî çalak ê Xoybûnê bû.

2.3. Kar û xebatên çapemenî

Bi tevî ku di şiklê pirtûkê de eserekî wî nîne lêbelê Elî Îlmî Fanî, şair û edîb bû, hosteyê qelemê bû. Xweyîtî, sermuharîrî û nivîskarîya gelek rojname û kovaran kirîye. Wî, di rojnameyan de bi navê Elî Îlmî û mustearê Dervîş Sukûtî nivisîye. Beşekê van rojnameyan berîya Meşrûtîyeta Duyemîn hatine neşirkirin û beşekê din jî piştî meşrîtîyetê û di dema mutarekeyê de hatine neşirkirin.

Wî di bîst û yek salîya xwe de (1898) dest bi nivîskarîya rojnameya Seyhanê kirîye. Seyhan, rojnameya resmî ya wîlayeta Edenê bû û paşê di sala 1905an de dibe sermuharîrê vê rojnameyê. Piştî Seyhanê, rojnameya duyem a ku Elî Îlmî hem mesûlmidur û hem jî sernivîskarîya wê kirîye, rojnameya Rehber-İtidal e. Rehber-i İtidal, di sala 1909an de, dijberê rojnameya İtidal a Îtihad û Terqî hatîye neşirkirin. Rehber-i İtidal, rojnameyekê heftane û çar rûpel bû, li ser hev çar hejmarên wê hatine çapkirin.  Digel vê, sermuharîrîya rojnameyên Teceddüt (1908-1910) û Anadolu (1909-1914) kirîye. Sala 1909ê di rojnameya Adana Vak’ası de jî nivîsên wî yên dijraberê desthilatdarîya wê demê hatine belavkirin.

Piştî têkçûna Împeratorîya Osmanî û di dema mutarekeyê de ew dest bi weşandina rojnameya Ferda dike. Xwedîyê rojnameya Ferdayê Hulusî, mesûlmidur û sermuharîr jî Elî Îlmî bû. Ferda; peyvek farisî ye û tête wateya siberoj, pêşeroj û dahatûyê. Li ser bergê pêşî yê rojnameyê nivîsandîye: “Şimdilik perşembe ve pazartesi günleri intişar eder, siyasi, ilmi, edebi türkçe gazetedir.” (Vê gavê rojên pêrşem û duşemê tête neşirkirin, rojnameyekê sîyasî, îlmî û edebî yê tirkî ye.) Rojnameya Ferda, di 1ê Rebiyyûl-Ewel a sala 1337 (1ê Kanûna 1918an) de li Edeneyê dest bi weşanê kirîye. Agahîyên kunyeya rojnameyê, bi zimanê osmanî û fransizî hatine nivîsandin. Polîtîka weşana rojnameyê, dijraberê nêrînên (dîtinên) Îtihad-Teraqî û Kemalîstan bûye. Di nav rûpelên Ferdayê de, polîtîkayên Îtihad-Terakî û tevgera Kemalîst wekî “serhildanek” li hemberê padîşayê osmanî, “çete”, “serserî”, “eşqiya” û “xwînrêj” hatine binavkirin û herweha bi Bolşewîkbûn û hevkarîya Bolşewîkan hatine rexnekirin. Weşana rojnameya Ferda, nêzîkê sê salan berdewam kirîye û li ser hev çend jimar hatine çapkirin baş nayê zanîn, li ber destê min jimarên 271-272 mewcud in. Li ser bergê jimara 272, dîroka 17ê Teşrîna Ewela 1337 (17ê Teşrîna Ewela 1921an) “sala sisê” hatîye nivîsandin. Ji rojnameya Serbestî şûn ve, Ferda, rojnameya duyemîn a herî temendirêj e ku ji alîyê kurdekî endamê CTKê ve hatîye neşirkirin. Ji bo rast têgehîştina rewş û bûyerên sîyasî yên wê demê, divê li ser rojnameya Ferda lêkolînên nû û berfirehtir bêne kirin. Bi tevî vana, nivîsên wî di rojanameyên wekî Volkan û Vahdetê de jî hatine belavkirin.

2.4. Mamostayî, edîbî û şairîya Wî

Mamosteyîya Elî Îlmî, di îdadîya Edenê de dest pê kirîye û li îdadîya Antaqyayê dewam kirîye û ta ku ew malnişîn dibe û vedigere Tirkiyê. Elî Îlmî, di dawîya sala 1929an de ji alîyê rêvebirên Fransayê ve tête tayînkirin ji bo mamosteyîya edebîyatê ya Lîseya Antaqyayê. Ew, di navbera salên 1929-1937an de, di Lîseya Antaqyayê de, mamosteyîya dersên edebîyatê kirîye ku wê demê bajarê Antaqyayê di bin mandaterîya Fransayê de bû. Ew ne tenê mamosteyê edebîyatê bû, herweha şair û edîbekî bijare bû. Wî bi mexlasa Derwêş Sukûtî meqale û şiîr nivîsîne. “Elî Îlmî, mamosteyekî wisa bû ku sineetên edebî, bi awayekî herî baş ji alîyê wî ve dihatin tearîfkirin… Wî karîbû şiîran bi sê zimana bixwenda.”[22]

Destnivîsa Elî Îlmî Fanî

Wekî gelek nivîskarên Tirk, Ulunay jî hîç behsa xwendin û nivîsandina wî ya bi zimanê kurdî nake. Lêbelê neqilkirina vê mersîyeya şairê navdar Nalîyê Silêmanî, bi me dide îsbatkirin ku Elî Îlmî Fanî, bi kurdî jî baş dixwîne û dinivsîne.

“Ey cami-î dunya we qiyamet be heyalat

Ev rûje ke rûyet, ne uyet bû, ne emet bû

Ûmrî ke debizar tû umîd dirîje

Îmrî nedemet bû, nedemet bû, nedemet bû.”[23]

Di pirtûka “Bir 150’liğin Mektupları Ali İlmî Fânî’den Rıza Tevfik’e Mektuplar” ya Abdullah Uçman de hinek nimûneyên helbest û nivîsên Elî Îlmî yê edebî bi tirkîya osmanî hatine çapkirin.

Têkilîyên wî bi şair û edbîn navdar ên wê demê re; bi kesayetîyên wekî Riza Tevfik,  Refik Halit, Refî Cevat Ulunay, İbnülemin Mahmud Kemal İnal, Mehmed Akif… hebû û gelek jî nêzîkê hev bûn. Berdewamî ji hev re name nivîsandine; “Elî Îlmî Fanî, di navbera salên 1926-1948an de ji Riza Tevfîk re nêzîk 51 name nivîsandîye û rêkirîye. Bi tevî nameyên Elî Îlmî, li ser navê Urfî Bîlgîlî yê kurê wî, Mesûd Fanî Bîlgilî û Zeynelabidîn Îrfanî yê birayê wî jî, nameyek ji Riza Tevfîk re hatîye şandin.”[24] Riza Tevfîkê ku bi bernavê “Feylesof Riza Tevfîk” tête naskirin, di 20ê Kanûna 1935an de bi sernivîsa “Ali İlmi Bey’e”, nameyek dirêj ji wî re nivisîye û di vê nameyê de fikr û têgihîştina xwe ya li ser şiîrê dihêne ziman.[25] Elî Îlmî, ji alîyê fikr û têgehîştina şiîrê ve, Tevfîk Riza gelek diecibîne û dişopîne. Wî di nameyekê xwe yê ku di roja 9ê Sibata 1935an de ji bo Riza Tevfîk rêkirîye weha nivisîye: “Min bi şiîrên cenabê te di Lîseya Antaqyayê de zewqa edebîyatê peyda kir.”[26]

Refî Cevat Ulunayê ku ew bi xwe jî yek ji kesên “Sirgûnên 150an” bû, di derheqê wî de dibêje: “Elî Îlmî, bi her awayê xwe ve efendîyekî Şerqî bû. Mirov ji teraqa wî têr nedibû. Bi taybetî ku mewzu edebîyat bûya; her ku pêda diçû vedibû, mewzuyê berfireh dikir, bi qeweta hafizaya xwe mîsalên (nimûneyên) cûr ci cûr digot, em li hemberê îlim û dereceya bilind a îlmê wî diheyirîn.

Bêguman jîyana wî ya sirgûnî û demeke dirêj dûrketina wî ya ji malbatê, ji bona wî jî asan nebûye. Elî Îlmî Fanî, mexdûrî û tengasîya jîyana sirgûnîyê bi vê awayî dihêne ziman: “Bi destê zemanê bêeman aîleyên me jî perişan bûn, me îmkana berhevanîna wan nedît. Birayekî min li parîsê ye, ewê din li Iraqê ye, didoyên din jî li Tirkiyê mane, zarokên min her yek li alîyek e û bavê min li Berkafê ye. Ev yanzdeh sal in ku em ji hev dûr mehcûr (ji hev cûda) bûne.”[27] Ew, bîrî û dûrketina ji malbat û welatê xwe jî bi van hevokan dihêne ziman:

“Ger meriv ji welat dûr be pê dizane heskirina welat çî ye,

Li xurbetê têgihîştina sirrê vê eşqê, ez kirim kêfxweş”[28]

Feylesof Riza Tevîk jî di nameya xwe ya bi sernivîsa “Ali İlmî Bey’e” de, ji bo wî dibêje; “Dostekî ji dil, wefakar û xemrevîn”[29] e. Dîrokzan Ali Birinci, ji Damar Arıkoğlu neqil dike û dibêje: Alî Îlmî, lawê bavekî alim û xettat (xweşnivîs) bû, xwe baş perwerde kiribû. Bi tevî ku di şiklê pirtûkê de eserekê wî nîne lêbelê ew hosteyê qelemê bû. Şair û xetîbekî baş bû. Mirovekî civakî, xweşsohbet û nûktezan bû.”[30]

Piştî ku li Tirkîyê qanûna paşnavan hatîye qebûlkirin, malbata wan paşnavê “Bilgili” girtine. Heta wê gavê, ew di şûna nav û paşnavê xwe de “Ali Îlmî Fanî” bi kar tîne û piştî derçûna qanûna paşnavan, êdî ew di şûna nav û paşnavê xwe de “Ali İlmî Fanî Bilgili” dinivisîne.

Di 29ê Hezîrana sala 1938an de, ji bo vegera “Sirgûnên 150an”, qanûna efûyek ji alîyê Meclîsa Mebûsan ve hatîye derxistin û metna vê qanûnê di roja 16ê Temmûza 1938an de bi jimara 3961an di Rojnameya Resmî de hatîye belavkirin. Elî Îlmî û her du birayên xwe jî ketine ber vê qanûna efûyê, lêbelê tenê Elî Îlmî û Mesûd Fanî vegerîyane Qadirlîya ciyê jidayikbûna xwe.

Jîyana ji vegerê şûn ve û heta mirinê, bi mijûlayîya edebîyatê, dîtina mirov, dost û hevalan derbas bûye. Dema vedigere, dibîne ku bira û kurên wî her yek bi alîkî ve çûne; birayê wî yê piçûk li Îzmîrê muawînê midurê sihhîyê ye, birayekî din li wê derê mamoste bûye û kurê wî yê piçûk jî di gara trên a Qesyserîyê de, memûrê muharebê bûye.

Bi tevî ku di gelek rojname û kovaran de nivîs û şiîrên wî hatine belavkirin, lê mixabin ji xeynî nameyên wî yên ku ji alîyê Abdullah Uçman ve bi navê “Bir 150’liğin Mektupları” hatine çapkirin, berhemekê wî yê di şiklê pirtûkê de nehatîye dîtin û çapkirin.

Ew kesayetê têkoşer, sîyasetmedar, mamoste, ulema, edîb, şair û nivîskarê pîrê fanî di sala 1964an de, di encama mudaxaleyek cerahî yê piçûk de, di roja 25ê Tebaxa 1964an de li Kadirli (Qadirlî)yê koça dawî kirîye. Refî Cevat Ulunayê ku ew bi xwe jî yek ji nefîkirîyên 150an bû, li ser mirina Elî Îlmî, di rojên 01.09.1964-07.09.1964an de bi sernameya “Ustad Ali İlmî”, du meqale di rojnameya Milliyetê de belavkirine û têde dibêje: “Roja ku lawê wî xebera mirina wî gihande min, ez bi hemû bedena xwe ve xemgîn bûm. Agirek kete hundirê min, ez şewitandim… Me ferezanekî, hostayekî edebîyatê û şairekî wenda kiribû…”[31] Rêça (şopa) wî bibe rênîşanderê ciwanên me û ruhê wî şad be.

[1] Ali Birinci, Tarihin Gölgesinde Meşahir-i Meçhûleden Birkaç Zat, Dergâh Yayınları, Şubat-2001, İstanbul, r. 324

[2] Abdullah Uçman, Bir 150’liğin Mektupları Ali İlmî Fânî’den Rıza Tevfik’e Mektuplar, Kitabevi, 2. Baskı, İstanbul, 2012, r. 109

[3] Ali Birinci, Tarihin Gölgesinde Meşahir-i Meçhûleden Birkaç Zat, Dergâh Yayınları, Şubat-2001, İstanbul, r. 324

[4] Abdullah Uçman, Şiir ve Sanat Anlayışı Üzerine Rıza Tevik’ten Ali İlmi Fanî’ye Bir Mektup, Kitabevi, İstanbul, 1996, r. 13

[5] Sedat Bingöl, 150’likler Meselesi (Bir İhanetin Anatomisi), Bengi Yayınları, Haziran 2010, İstanbul, r. 87 (Ji Arşîva Lûtfî Baksî)

[6] Abdullah Uçman, Bir 150’liğin Mektupları Ali İlmî Fânî’den Rıza Tevfik’e Mektuplar, Kitabevi, 2. Baskı, İstanbul, 2012, r. 108-109

[7] İbnülemin Mahmud Kemal İnal, Son Asır Türk Şairleri, Cüz: II, Milli Eğitim Basımevi, İstanbul, r.  365

[8] İbnülemin Mahmud Kemal İnal, Son Asrın Türk Şairleri, Cüz: 2, Milli Eğitim Basımevi, İstanbul, r. 364-365

[9] İbnülemin Mahmud Kemal İnal, Son Asır Türk Şairleri, Cüz: II, Milli Eğitim Basımevi, İstanbul, r.  364

[10] Ali Birinci, Tarihin Gölgesinde Meşahir-i Meçhûleden Birkaç Zat, Dergâh Yayınları, Şubat-2001, İstanbul, r. 324

[11] Abdullah Uçman, Bir 150’liğin Mektupları Ali İlmî Fânî’den Rıza Tevfik’e Mektuplar, Kitabevi, 2. Baskı, İstanbul, 2012, r. 136

[12] Ali Birinci, Tarihin Gölgesinde Meşahir-i Meçhûleden Birkaç Zat, Dergâh Yayınları, Şubat-2001, İstanbul, r. 325

[13] Derviş Sukûtî, Volkan, no: 82, İstanbul, 1909, r. 3

[14] Abdullah Uçman, Şiir ve Sanat Anlayışı Üzerine Rıza Tevik’ten Ali İlmi Fanî’ye Bir Mektup, Kitabevi, İstanbul, 1996, r. 11

[15] Ali Birinci, Tarihin Gölgesinde Meşahir-i Meçhûleden Birkaç Zat, Dergâh Yayınları, Şubat-2001, İstanbul, r. 327

[16] Kurdistan, jimar: 4, 15 Mart 1335, r. 44

[17] İsmail Göldaş, Kurdistan Teâlî Cemîyeti [Cemîyeta Tealîya Kurdistanê], Weşanên Doz, 1991, Îstenbul, r. 24

[18] Abdullah Uçman, Bir 150’liğin Mektupları Ali İlmî Fânî’den Rıza Tevfik’e Mektuplar, Kitabevi, 2. Baskı, İstanbul, 2012, r. 6

[19] Vakit, Selim Memduh’la Ali İlmî, Ellerindeki Beyannamelerle Yakayı Ele Verdi!, 8 Eylül 1930, r. 2

[20] Rohat Alakom, Xoybûn Örgütü ve Ağrı Ayaklanması [Rêxistina Xoybûn û Serhildana Agirî], Avesta yayınları, Çapa: 2, Îstenbul, 2011, r. 32

[21] Sedat Bingöl, 150’likler Meselesi (Bir İhanetin Anatomisi), Bengi Yayınları, Haziran 2010, İstanbul, r. 71 (Ji Arşîva Lûtfî Baksî)

[22] Refî Cevat Ulunay, Ustad Ali İlmî, Milliyet Gazetesi, s. 3, 01.09.1964

[23] Abdullah Uçman, Bir 150’liğin Mektupları Ali İlmî Fânî’den Rıza Tevfik’e Mektuplar, Kitabevi, 2. Baskı, İstanbul, 2012, r. 124

[24] Abdullah Uçman, Bir 150’liğin Mektupları Ali İlmî Fânî’den Rıza Tevfik’e Mektuplar, Kitabevi, 2. Baskı, İstanbul, 2012, r. 10

[25] Abdullah Uçman, Şiir ve Sanat Anlayışı Üzerine Rıza Tevik’ten Ali İlmi Fanî’ye Bir Mektup, Kitabevi, İstanbul, 1996, r. 23

[26] Abdullah Uçman, Şiir ve Sanat Anlayışı Üzerine Rıza Tevik’ten Ali İlmi Fanî’ye Bir Mektup, Kitabevi, İstanbul, 1996, r. 95

[27] Abdullah Uçman, Bir 150’liğin Mektupları Ali İlmî Fânî’den Rıza Tevfik’e Mektuplar, Kitabevi, 2. Baskı, İstanbul, 2012, r. 49

[28] Refî Cevat Ulunay, Üstad Ali İlmî, Milliyet Gazetesi, s. 3, 01.09.1964

 “Nedir hub- bî-vata ancak vatandan dûr olanlar anlar

 Bu aşkın sırrına ermekle buldum nevşe gurbette”

[29] Abdullah Uçman, Şiir ve Sanat Anlayışı Üzerine Rıza Tevik’ten Ali İlmi Fanî’ye Bir Mektup, Kitabevi, İstanbul, 1996, r. 23

[30] Ali Birinci, Tarihin Gölgesinde Meşahir-i Meçhûleden Birkaç Zat, Dergâh Yayınları, Şubat-2001, İstanbul, r. 328

[31] Refî Cevat Ulunay, Ustad Ali İlmî, Milliyet Gazetesi, s. 3, 01.09.1964