Seîd Veroj/ Şêx Mehmûdê BERZENCÎ (1886-9/10/1956)

2
908

Şerê Yekem û tesîra wî ya li ser pêkhatina rewşa nû ya

Rojhelata Navîn û Kurdistanê

Di destpêka sedsala XIXyan de belavbûna fikrên neteweyî di nav cografya Dewleta Osmanî de,  dibû sedemê serhildan û veqetîna milletên di nav sînorên împeratoryetê de. Bi taybetî ev pêla han bi awakî zexm ji aliyê rojavayê ve dest pê kiribû. Ji ber vê, gav bi gav sînorên dewleta Osmanî tengtir dibûn. Dewleta Osmanî heta destpêka sedsala XXan, bi taybetî ji aliyê rojavayê ve ji sisiyan dudo(2/3)yê erdê di bin desthelatiya xwe de wenda kiribû.

Rayedarên Dewleta Osmanî û siyaseta desthelat a Îtihat û Terakî, destpêkirina Şerê Yekem ê Cîhanê, weke fersendekî nûh dîtin ji bo bidestxistina erdê wendakirî yê Împeratoryetê. Ji bo vê armancê, Dewleta Osmanî di sala 1914 de wek terefdarê Elmanya bi tevî Şerê Yekem ê Cîhanê bû. Di encama Şerê Yekem de, li Rojhelata Navîn û Efrîkayê jî erdên ku pirranî yan jî giştî nifusa wan misilman bûn ji dest çûn. Jixwe berîya ku Şerê Yekem dest pê bike, erdê Efrîqa bi giştî û hemû miletên Balkanî ji wan veqetyabûn û gelek giravên Behra Sipî û Egê ji dest wan çûbûn. Di Rojhelata Navîn de jî, şerê di bereyên Besra, Bexda, Musil, Filîstin, Şam û Helebê de wenda kiribûn. Ev erdan yan jî cografya miletên misilman, di navbera Brîtanya, Fransa û Îtalya de ku serkevtiyên şer bûn, hate parvekirin.

Rewş û statukoya îro ya Rojhelata Navîn û ji Împeratorîya Osmanî peydabûna Komara Tirkîyê, di pêvajoya Şerê Yekemîn ê Cîhanê de bi peymana veşartî ya Skyes-Pikot(1916) tête destnîşankirin. Rusya di 26ê Nîsana 1916 de ji ber vê peymanê muxtirayekî dide Brîtanya û Fransayê û têde dibêje “bi şertê ku hun bajarê Bedlîs û başûrê bajarê Wanê yê  herêma Kurdistanê bidine ser Rusyayê, ev dabeşkirina we ji aliyê min ve tête qebûlkirin û sînorên vê herêmê jî wisa destnîşan dike: Muş, Sêrt, Çemê Dîjleyê, Cizîr û xeta di navbera girên serdestê Amediye û Mergewerê.”[1] Ev peyman, bi erêkirina Rusyayê jî di navbera Brîtanya û Fransayê de pêk hatibû. Digel vê, di Nîsana sala 1917an de tevlîbûna DYA ji bo Şerê Yekemîn ê Cîhanê, dibe unsureke girîng û nûh ê pêkhatina statukoyê. Heman demî di Oktobira sala 1917an de li Rusyayê pêkhatina Şoreşa Bolşevîk, dibe sedemê hinek guhartinan di peymana Skyes-Pikot de. Desthilatdarbûna Bolşevîkan dibe sedemê vê yekê; erdê Ji Dewleta Osmanî mayî û hinek erdên din ên ku li gor peymana Skyes-Pikotê ji bo desthilatdariya Rusyayê hatibûn dîyarkirin û dagirtin, ji aliyê Bolşevîkan ve bi peymna Brest-Litovsk(9ê Sibata 1918) hatin valakirin û peymanên berê jî hatin betalkirin. Piştî vê bûyerê, dewletên serkevtî(hevpeyman), li ser rewşeke nûh lihevkirin; para ji Rusya mayî dewrê DYAyê kirin.

Şerê Yekem, çar sala berdewam kir û di dawîya şer de Dewleta Osmanî wenda kir û jihev bû. Di dawiya têkçûn û radestbûna Osmanîyan de,  di navbera Hêzên Hevpeyman û Osmaniyan de Peymana Mondrosê(30ê Çiriya Pêşîn 1918) hate îmzekirin. Peymana Mondrosê di navbera dewletên serkevtî û yên windakirîyan de wek peymana bidawîanîna Şerê Yekem ê Cîhanê hatibû îmzekirin.

Beşdarbûna DYA ji bo Şerê Yekem, di çarçova Peymana Mondrosê de guhartineke nûh anî rojevê. Bi vê guhartinê Peymana Sevrê(10ê Tebaxa 1920) dertê holê. Di hîmayeya DYAyê de îhtimala damezirandina dewleta Ermenistan û Kurdistanê, di çarçova Peymana Sevrê de tête rojevê.

Di kombûna San Remo ya Nîsan 1920an de, ji aliyê Konseya Bilind ve mandateriya Mezopotamyayê ji Brîtanya Gewre re tête hiştin.

Lêbelê li Rusyayê pêkhatina Şoreşa Bolşevîkan, pîlan û hesabên hêzên emperyal serûbin kiribûn. Serkevtina Bolşevîkan, tehluka belavkirina Şoreşa Bolşevîkan anîbû meydanê. Ji ber vê yekê, bi taybetî Brîtanya û hêzên dî yên emperyal mecbur man ku di Peymana Sevrê de guhartinan çêbikin. Vê guhartinê Peymana Lozanê(24ê Temmûza 1923) derxiste holê.

Şerê di navbera dewletên hevpeyman û osmanîyan de, di Temmuza 1923an de bi îmzekirina Peymana Lozanê bi dawî tête. Navê rastîn ê Peymana Lozanê ev e; Konferansa Lozanê Derheqê Karûbarê Rojhelata Nêzîk de. Bi îmzekirina Peymana Lozanê, hêzên emperyal dev ji fikra damezirandina dewleteke gewre ya Ermenîstanê û Kurdistaneke otonom berdidin. Yanî tiştên ku di Peymana Sevrê de hatibûn waadkirin têne jibîrkirn. Her çi qas tirk, di propagandayên xwe de Tevgera 1925an a di rêvebiriya Komîteya îstiqlal a Kurdistanê(Azadî) de, bi teşwîq û alîkariya îngiliz tawanbar bikin jî, di rastiyê de tiştekî wisa nîne, bervajê wê bûye. Mimkune ku pêşiyê îngilizan, tirk bi damezirandina dewleteke kurd tehdît kiribin, dawiyê herdu alîyan jî lihev kirin; tirkan dev ji Musilê berda û îngilizan jî dev ji kurdan berda. Bi tevî aşkirabûna vê rastiya dîrokî, tirk hîn jî hemwelatîyên xwe û gelê kurd dixapînin dibêjin “bi îmzekirina Peymana Lozanê, me zora heft duwêlan biriye”. Nivîskar Tolgay Ersoy di Pirtûka xwe ya bi sernivîsa “Lozan: Çîrokeka Dijî Emperyalîzmê Çawa Hate Nivîsandin?” de dibêje: Bi peymana Lozanê zora heft dûwelan nehate birin, lêbelê her daxwaza heft dûwelan hate qebûlkirin. Em dizanin ku di pey mûtarekeyê de li hemberê dewletên hevpeyman berikek jî nehatiye teqandin. Tenê pevçûnekî bi Yonanîyan re çêbûye. Piştî ku hêzên emperyalîstan piştgiriya xwe ya bo Yonanan qut kirin û miqabilê wan bi hêzên Kuvayê Millîye re lihev hatin û piştgiriya wan kirin, nemimkun bû ku Yonanî li Anatolyayê bimînin. Jixwe bi eksê gotinên dîroka fermî, şerê bi Yonan re şerekî bisînor bû. Îtilafnameya ku di navbera Fransa û Tirkan de(15 Çirîya Pêşîn 1921an) hatibû îmzekirin, destpêka hevkariya bi emperyalîstan re bû û bi aşkerayî jî îhlalkirina Mîsaqê Mîllî bû.

  Ji îmzakirina peymanê şûnde, “Amerîka, Brîtanya û Fransa dixwazin li ser cografya Tirkiyeyê dewleteke saxlem damezrînin.”[2] Da ku karibe berjewendîyên wan biparêze û pêşî li belevbûna Şoreşa Bolşevîk bigre. Mistefa Kemal jî vê yêkê dibîne û dixwaze jê sûd werbigre. Di vê çarçovê de Mistefa Kemal bi Bolşevîkan re peymanekî çêdike. Yek ji sedemê herî girîng ê serkevtina Mistefa Kemal, peymana wî ya bi Bolşevîkan re û piştgiriya wan a di çarçova vê peymanê de bû. Li gor vê peymanê, dê Yekîtiya Sovyetê misade nekira ku li ser cografya Enetolyayê dewleteke Kurdistan û Ermenistanê bête damezirandin. Ji ber vê, Hikumeta Bolşevîk, guhê xwe ji daxwaz û nameyên Tevgera Qoçgirî û Qomîteya Îstiqlal a Kurdistanê û Şêx Mehmûdê Berzencî re diger û qet bersîveke zelal nade wan. Bervajê wî, hikumeta Bolşevîk piştgiriya tevgera Mistefa Kemal dike û vê sîyaseta xwe ya li hemberî Tevgera Azadîxwaz a Kurd dike biryara Înternayonalê jî.

Du unsurên bingehîn û herî girîn ên ji dewleta Osmanî pêkhatina Komara Tirkiyê û destnîşankirina sînorên wî yên îroyîn ev in: Yek, li ser çêbûna dewleteka tirk a nûh lihevkirina Bolşevîk û hêzên emperyal (hevpeymanan) e. Duyem, feraxetkirina DYA ji mafên xwe yên li ser Peymana Sevrê ye.

Li ser vê yekê, di navbera dewletên rojava(hevpeyman) û Rusyayê de konsesusek pêkhatibû. “Belê. Li ser bidawîanîna Împeratorîya Osmanî biryar hatibû dayîn, lêbelê dixwestin tirk li her ciyê ku nifusa wan pirranî ye, desthilatdar bin. Digel vê dixwestin ew erdên wekî Erebîstanê, rojhelata bakur û rojhelata başûr ku nifusa tirk lê nîne, jê veqetînin. Yanî nedizanîn ku sînorên Ermenistanê, kurdan û rumên rojavayê çi bikin. Hun li gor îro li vê binêrin ev tête wateya parçekirinê, lê li gorî wê demê nedihat wateya parçekirinê. Niyeta wan(hêzên hevpeyman-s.v.) ew bû, li cîyên ku nifusa tirkan zêde bû dewleteke yekgirtî pêkbînin. Brîtanya û DYA, li Tirkiyeyê pêkhatina rejîmeke otorîter û dîktator, ji bo mêzîna nûh a dinyayê rast didîtin. Nedixwestin pêkhatineke bêîstiqrar çêbe wekî yê osmaniyan.[3]

Her weha “Di pêvajoya Şerî de hedefê îlankirî yê dewletên mûtefîq, damezirandina dewleteke ereban bû.”[4] Kurd piştre hatin bîra wan, lewra li Iraqê çêbûna pêkhatineka kurdî, dê bibûya wasiteyekî bo kontrolkirina Tirkiye û Îranê jî.

Dema ku peymana Mondrosê hate îmzekirin, Wîlayetê Musilê (Kurdistana Başûr) di nav sînorên osmanîyan de bû. Ji aliyê îngilizan ve dagirtina Wîlayetê Musilê, îhlalkirina peymanê bû. Piştî îmzekirina Peymana Mondrosê, artêşa îngilzan di 31ê Çiriya Pêşîn de kete Musilê. Serkumandarê artêşa 6. a tirkan Elî Îhsan Paşa û waliyê Musilê di 5ê Çirîya Paşîn de bajar terk kirin. Di pey wê re jî Wilayetê Musilê bi Peymana Lozanê kete bin destê îngilizan. Di 8ê Çiriya Pêşîn a sala 1918 de li Musilê ala îngilizan tête hilkirin. Û pişt re hemû herêmên din jî têne dagirkirin.

Piştî hevdîtinên dûr û dirêj ên Komîsyona Taybet a Musilê (bi Neteweyên Yekbûyî ve girêdayî bû)pêşniyarekî hate kirin, li gor vê pêşniyarê bi şertê ku daxwazên kurdan li ber çavan bêne girtin,  ji bo 25 salan di bin çavdêriya Brîtanyayê de Musil ji Îraqê re tête hiştin. Ev pêşniyar di Eylûla sala 1295an de ji aliyê îngilizan ve jî tête qebûlkirin.  Di meha Kanûna 1925an de wîlayetê Musil(başûrê Kurdistanê) bi Îraqê ve tête girêdan. Bi vê awayê başûrê Kurdistanê dibe parçeyek ji dewleta Îraqa erebî.

Şêx Mehmûd kî ye?

Şêx Mehmud, kurê Şêx Seîd e û Şêx Seîd jî kurê Şêx Kak Ehmed e. Ew jî kurê Şêx Marifê Nodê ye. Kak Ehmed mûrşîdekî gewre yê tarîqata Qadirî ye. Kak Ehmed, di nav gelê kurd de bi dîndarî û alimîya xwe navdar bû û pirr dihate heskirin. Şêx Mehmud, “Di sala 1886 da li Silêmanî ji dayik bûye. Ji mamostayê taybet wek Xoce Efendî dersê dîn û zimanê erebî û tirkî û farisî girtîye û pê xwendîye.“[5]

Li gorî adet û sîyaseta Evdilhemîdê II., şêx û serokeşîrên gewre  dem deman dihatin vexwendin bo sereya padîşahê Osmanî. Şêx Mehmud jî “Di sala 1901î da ligel bav û mam û xizm û çend navdarên bajar da çûne Estembolê.”[6] Piştî mêvandariya sê mangan(mehan) vegeryane Silêmaniyê. Bi vê seferê, Şêx Mehmud di panzde saliya xwe de selteneta seray û arîstokrasîya wê ji nêzîk ve dît.  “Piştî ku vegeryan Silêmaniyê, ji aliyê Evdilhemîd ve bo Şêx Seîd û malbat û merivên wî meaş hate girêdan. Şîfreya veşartî ya murabeyê dane wî. Dema ku problemekî çêbûya û pêdivî hebûya, Şêx Seîd karibî bi vê şîfreyê ji bo Sultanê Osmanî re têlgiraf bikişanda.”[7] Vê bûyerê di nav civaka kurd de giraniya Şêx Seîd Zêdetir kiribû. Di sala 1908an de dema ku îtihatçiyan Evdilhemîd ji desthilatiyê anîn xwarê, li her derê teşkîlata xwe çêkirin, alîgir û merivên nêzîkê Evdilhemîd ji wezîfeyê dûr xistin. Şêx Seîdê bavê Şêx Mehmud jî, ji vê pêla tundrew a îtihatçiyan para xwe girtin. “Bi pîlan û leyztikên cemiyeta îtihatçiyan, Şêx Seîd bi tevî malbata wî û hinek merivên wan jî hatin nefîkirin bo bajarê Musilê. Li Musilê demekî aram derbas kirin û li bende bûn ku bi guhartina rewşê dê cardin vegerin Silêmaniyê. Lê haya wan ji rojên reş ên li pêşiya wan tune bû. Îtihatçî ji bo ku wan tune bikin li behaneya digeryan. Pîlanekî çêkirin da ku di navbera wan û xelkê Musilê de fitneyî bikin. Ji bo vê yekê, îftirayên bêbinyat li wan kirin û di derheqê wan de gelek derew belavkirin.”[8]  Di encama van leyiztik û provakosyonên îtihatiçiyan de, bûyerên mezin qewimîn û di encam de Şêx Seîdê bavê Şêx Mehmud li bajarê Musilê hate kuştin. Piştî kuştina Şêx Seîd û mêvanekî wî li ber seraya wîlayetê, yên berhevbûyî hêrîş dibin ser mala wî. Li vira jî Şêx Ehmed û gelek malîyên din jî têne kuştin. Dema ku ev bûyer diqewimin Şêx Mehmûd ne li malê ye yan jî li ciyekî dûr li mêvaniyê ye. Piştî sekinandina bûyeran, Şêx Mehmûd jî ji ber ewlekariyê ji aliyê waliyê Musilê ve hate destgîr kirin.

Van bûyeran bi taybetî li Silêmanî, Kerkûk û bajarên dî yên Kurdistanê gelek tesîr li ser xelkê kirin. Gelek giragir û serokeşîrên kurdan berhev bûn û ji waliyê musilê re gotin ku tu Şêx Mehmûd serbest bernedî, em dê hêrîş bikine ser bajarê Musilê bo tolhildana Şêx Seîd û Şêx Ehmed. Li ser vê biryara eşîran, waliyê Musilê bi lezûbez Şêx Mehmûd azad kir û verêkir bo Silêmaniyê.

Dewleta Brîtanya ji başûr ve hêrîş bire ser Îraqê û ji Besrayê dest pê kir ber bi Bexda û Musilê ve cografya dagirkirî fireh kirin. Wê demê Îraq û Kurdistan di bin desthilatdariya osmaniyan de bûn. Di navbera îngiliz û kurdan de cara pêşîn li herêma Şueybeyê şer diqewime. Hinek eşîrên kurd û ereban bi teşwîqkirina tirkan di vê herêmê de rêya îngilizan dibirrin û di navbera herdu aliyan de pevçûneke dijwar çêdibe. Şêx Mehmûd cara pêşîn roja 14/04/1915yê wek serkirdeyê hêzekî beşdarê şerê Şueybe bûye li dijî îngilizan. Şêx Mehmud di vê pevçûnê de bi hezar siwariyên xwe ve li miqabilê îngilizan piştgiriya tirkan dike.

Her weha Şêx Mehmûd di pêvajoya Şerê Yekem de, beşdarî şerê navbera rus û tirkan jî bûye, digel hinek serokeşîrên kurd piştgiriya tirkan kiribû û hêza leşkerên rus şikandibûn. Ji ber vê yekê navbera wî û tirkan baş bû. LêbeLê piştî şer, kumandarê tirkan bi tawanbariya talankariyê hinek serokeşîrên kurd girtin û wan kuştin. Li ser vê bûyerê di navbera Şêx Mehmûd û tirkan de nakokî peyda bû û ji ber vê yekê Şêx Mehmûd bi hêzên xwe yên leşkerî ve vegerya Silêmaniyê. Ev bûyer bû sedemê têkçûna têkiliyên wî û tirkan.

Îngiliz di 7ê Nîsan 1918 de Kerûk dagir kirin. Peywendîya Şêx Mehmûd û îngilizan beriya dagirkirina Kerkûkê pêk hatibû. Piştî ku hêzên îngiliz ji Kerkûkê hilkişyan û bajar careka dî kete bin kontrola tirkan, heman demî kumandarê leşkerî yê tirk, îstixbarata naveroka nameya Şêx Mehmûd ku ji bo îngilizan hatibî verêkirin bidest dixe. Ji ber vê yekê biryara girtina Şêx Mehmûd didin û wî bi minasebeta vexwendinekî bi bêbextî digrin. Ji bo darezandinê bi lezûbez mehkemeyeke leşkerî dadimezrînin û di encama darezandinê de biryara darvekirinê bo wî didin. Lê ji ber ku tirk ji dawiya biryara darvekirinê ditirsin; ji bo ku di nav xelkê de nerehetî peyda nebe û serhildan çênebin, dev ji biryara darvekirinê berdidin û wî jî serbest dihêlin.

Piştî ku Elî îhsan Paşa bû mesulê Orduya 6mîn a li Îraqê, xwest ku ji Şêx Mehmûd îstîfade bike. Ji bo ku dilê Şêx Mehmûd bigre, wî vedixwîne bo Musilê. Li Musilê bi rêzgirtin û mêvandariyeka baş wî vedihewîne û jê dixwaze ku bibe serkumandarê herêma Silêmaniyê. Ji bo vê erkî çek û pêdivîyên leşkerî jî didine wî. Li gor peymana navbera wan, Elî îhsan Paşa waliyê Silêmaniyê ji wezîfeyê digre û desthilatdariya Silêmaniyê dewrê wî dike. Bi vê awayê Şêx Mehmûd dibe waliyê Silêmaniyê û bi navê hikumeta osmanî îdareya Silêmanê werdigre.”[9]

Şêx Mehmûd dibe Melîkê Kurdistanê

Hêzên îngiliz bi serokatiya General Marshall di 7ê Nîsana 1918an de Kerkûk û Silêmaniyê jî xistin bin desthilatdariya xwe û hemî Kurdistana Îraqê dagîr kirin. Peywendîyên Şêx Mehmûd û îngilizan beriya dagirkirina Kerkûkê çê bûbûn. Şêx Mehmûd, ji bo ku îngilizan bona damezirandina hikumeteke kurd razî bike, ji alîkî ve peywendiyên xwe yên digel rewşenbîr û serokeşîrên kurdan berfireh û xurt dikir, ji aliyê din ve jî bazariya bi îngilizan re berdewam dikir. Di vî çarçovê de “ji bo şirovekirina vê rewşa nûh, digel hinek malmezin û giragirên bajarê Silêmaniyê civînek girêdan û di vê civînê de biryareka hevpar wergirtin ku nameyek bo serkumandarê îngiliz verêkin Kerkûkê. Di vê nameyê de ji îngilizan dihate xwestin ku ji bo damezirandina hikumeta Kurdistanê temînatekî ji bo wan bête dayîn. Digel vê yekê ji îngilizan dihate xwestin ku Şêx Mehmûd jî di bin çavdêriya îngilizan de bibe serokê vê hikumeta kurd.”[10]

Ev pêşniyara wan ji aliyê îngilizan ve hate qebûlkirin û “bi cenabê Şêx Mehmûd re rêkevtin bo damezirîna hikumeteke mîllî ya Kurdistanê li bin serokatîya cenabê Şêx de pêk anîn û di 1919 da unwanê hikumdarî û melîkî  dan Şêx.”[11] Noêl ê nûnerê hikumeta Brîtanyayê jî bû alîgirê wî.  Demekî ahenga herdu aliyan baş bû. Piştî ku di şûna Noêl de Mêcerson hate tayînkirin, peywendî û ahenga herdu aliyan ber bi xerabûnê ve diçû. Şêx Mehmûd nekarî zêdetirîn dem tehamula pozbilindî û mudaxeleyên Mêcerson bike. Her rojek peywendiyên navbera wan lawaztir dibûn û helwesta wan a miqabilê hev dijwartir dibû. Paşê ev yek gehîşte qonaxa pevçûnê. Di navbera herdu aliyan de li gelek cîyan pevçûnên dijwar çêbûn. Di vî şerî de ji aliyê hêzên çekdarî ve muqayesekirina hêzên Şêx Mehmûd û artêşa îngiliz ne mimkun bû. Digel vê yekê jî, Şêx Mehmûdî berxwedaneke bi qehremanî kir û dawîyê li herêma Derbendê Bazîyan de roja 19/6/1919 bi birîndarî kete ber destê îngilizan. Wî û hevlên pêre bo mahkemekirinê şandin Bexdayê.

Şêx Mehmûdî li pêşberê mahkemeyên îngiliz de gelê kurd şermezar nekir, bi wêrekî û mêranî parastina xwe û doza gelê xwe kir. Şêx Mehmûd dema ku li Bexdayê ji bo başkirina birînên xwe li nexweşxaneyê tête dermankirin, Wîlson ê mesulê eskerî yê îngiliz diçe serdana wî û helwesta û gotinên wî yên wê gavê wisa tîne ziman: “Ne ku mehkemeya eskerî ya îngiliz, tu mahkemeyekî ne xwedî selahiyeta darezandina min e. Lewra ez bi biryara dewletên hevpeyman bûme hikumdarê xelkê xwe. Şerê min ê li pêşberê dewleta îngiliz, şerekî rewa yê doza gelê kurd û Kurdistanê ye. Ev, heman demî wezîfeya min bû.”[12] Di dema darezandinê de, mehkeme bi îsrar dixwaze ku ji wî re parêzvanekî (abokatekî) bête tayînkirin ji bo parastinê. Ew jî bi tundrewî vê daxwaz wan red dike û dibêje: “Min bi we re şer kir û ji aliyê we ve hatim destgirkirin. Vê gavê jî ji aliyê we ve hatime hepiskirin. Ji ber vê yekê, em dijminê hev in. Hun dijminê min û gelê kurd in. Ji ber vê, ez ji we hêviya edalet û helwestekî adilane nakim. Lewma hukmê(biryara) ku ji aliyê we ve bête dayin, ez ji nûha ve red dikim û qebûl nakim. Lewra dijminekî di derheqê dijminê xwe de biryareke adilane nade.”[13]

Paş mehkemekirinê, bo Şêx Mehmûd biryara darvekirinê hate birrîn. Pişt re ev biryar ji aliyê Londrayê ve ji bo hepiskirina 10 salan û paşê jî wek nefîkirina(sirgûnkirina) bo Hindîstanê hate guhartin. Dawîyê Şêx Mehmûd û pismamê wî Şêx Mehe Xerîb şandin Hindistanê. Şêx Evdilqadirê birayê Şêx û Seyîd Ehmed û çend mirovên bi navûdeng jî li Bexdayê hepis kirin.

“Silêmanî tenê ji îngilîzan re ma. Mîcerson bi navê Pêşkewtin dest bi weşandina rojnameyeke kurdî kir û sed û hijdeh hejmar jê derçûn. Ku ev kiribû rojnameyeke zimanê halê hikumetê. Ev rewş wisa dewam kir heta sala 1922yan ku hikumeta Brîtanyaya Mezin têgehîşt ku bê cenabê Şêx Mehmûd nikare ji Kurdistanê îstifade bike. …neçar ma ku sîyaseta xwe ya derbarê Kurdistanê bigorîne.”[14]

Têkçûna hikumeta yekem a Şêx Mehmud û dûrxistina wî ya ji bo Hindistanê, ji bo halkirna mesela kurd û aramiya Kurdistanê nebû çareserî. Îngiliz, ji alîkî ve bi serhildana kurdan re mijûl bûn û ji aliyê din ve jî bi derxistina tirkan re mijûl bûn. Ji ber vê, îngilizan dixwestin bi rêka çareseriya mesela kurdan, tirkan Jî ji Kurdistana Başûr derxînin. Ji bo vê yekê îngilizan dixwestin: “1- ji bo rawestandina serhildanên kurd, pêdivî bû bi awakî rêvebirina îdarî ji kurdan re bihata dayin. 2- Bi rêka kurdan derxistina Ozdemîr Paşa û hêzên tirk ên li Rewanduzê. 3- Bi rêka pirrniya nifusa kurd bidestxistina Musilê, ku ji aliyê rezervên petrolê ve herêmeke dewlemend bû.

Kurdan li îraqê beriya ereban serî hildabû û ji bo demeke kurt be jî tehma azadiyê girtibûn, nedixwestin carekî dî bikevin bin rêvebiriya îngilizan. Ji ber vê yekê, du rê li ber wan hebûn: 1- Ji bo rizgariya Kurdistanê berdewamkirina şerî, 2- Li miqabilê îngilizan bi mesulê tirk Ozademîr Paşa re hevkarî kirin.

“Ev herdu çareserî jî, ne li gorî siyaseta îngiliz bûn. Ji bo ku kurd mecburê van herdu tercihan nebin, Îngilizan xwestin hikumeteke nûh a kurd bête damezirandin.”[15] Ji bona vê, diviya Şêx Mehmûd ji Hindistanê bihata vegerandin. Ji bo vê, jixwe ji aliyekî ve jî zixt û daxwazên gelê Kurdistanê li ser Wîlson hebûn. Piştî tengasî û zahmetiyên dûrxistina sê salan, ji aliyê hikumeta Londrayê ve destûra vegerandina Şêx Mehmûd hate derxistin.

Di vê navberê de Melîk Feysal, di 24ê Hezîrana 1922ê de gehîşte Besrayê û di 11yê Temmuzê de ji aliyê Konseya Dewleta Îraqê ve wekî qral hate îlankirin. Li pey wê, hilbijartineke şiklî hate kirin û di vê hilbijartinê de bi rêjeyeke gelek zêde ev biryar hate erêkirin. Lêbelê kurdên Silêmaniyê bi tevî vê hilbijartinê nebûn. Feysal, di 23yê Tabaxa 1922yê de derkete ser textê qiraliyetiya Îraqê.

Şêx Mehmûd dema ku ji Hindistanê vegerya, raste rast hate Bexdayê. Piştî hevdîtin û kombûnên ligel mesûlên îngiliz û Kral Faysal, biryar hate girtin ku Şêx Mehmûd bibe serokê Meclîsa Mîllî ya Kurdistanê. Ji wê pê ve êdî sefera hatina ber bi Kurdistanê dest pê dike. Ji bo pêşwazîkirina Şêx Mehmûd, ji aliyê Meclîsa Mîllî ya Kurdistanê ve amedekariyên pêşwaziyê têne destpêkirin. Refîq Hîlmî, yek ji endamê  û rêvebirê komîteya amadekariyên pêşwaziyê bû. Li her derê bajarê silêmaniyê amadekariyên bo pêşwazîkirina Melîkê Kurdistanê hatibûn kirin û li ber Meclîsa Mîllî ya Kurdistanê jî alaya Pîroz hatibû hilkirin. Di roja şemî ya 30ê Eylûla 1922yan de peyama hikumdarê Kurdistanê ji gundê Darkelê ve gehîşte Silêmaniyê. Roja ku Şêx Mehmûd gehîşte bajêr, “serbazên pîyade û şagirtên mekteb, ku ev şagirtan her yek alayeka pîroz a Kurdistanê bi dest ve bûn, bi temamî di rêza edebê de bûn û hemû dukan û bazar daxira, ehlê welat û eşîret û qebîle bi siwarî û pîyadeyî heta du seat rê komel bi komel rêz bûbûn. Seet şeş û nîvê rojê hezretî hikumdar geyişte bajarê Silêmanî yê payetextê Kurdistan. Heman dem û dest (21) top agir da. Û ji alîyê lejker û şagirdan ve li mekteban resmî selam hate cî bi cî kirin, şagirtên mekteban goranîyên millî û niştîmanî xwendin. Li ser xan û banê malan ve jinan û mindalan hemûyan gulaw û gulan dixiste xwarê ve, têkra gulbaranî hezretî hikumdar dikir û bi deng digot bijî melîkê Kurdistan Şêx Mehmûd! bijî kurd û Kurdistan! Ev dengê xweş navbeyna erd û esmanî pirr kiribû.”[16] Şêx Mehmûd, ji aliyê gelê kurd ve bi coş û heyecaneke mezin hate Pêşwazîkirin. Piştî bînvedaneke kurt, Şêx Mehmûd û Noêl derketin pêşberê gel, bi axaftineke kurt xêrhatina wan kirin û kabîneya nûh a hikumetê îlan kirin. Piştî îsterhetekî qasê 10 rojan, Şêx Mehmûdî dest bi xebat û gera ji bo qeze û bajarên din ên Kurdistanê kir.

“Bi munasebeta alaya muqedes a Kurdistan ku li Helebçe û Çemçemal bi destê rêvebirên hikumet hatiye helkirin li ev navçeyan da, hezretî melîkê Kurdistan “Melîk Mehmûdê Yekem” vê gotarê fermûye:

Ey birayê min ên xoşewîst!

Hikumeta Kurdistan ku li alemê beşerîyet da bi xelkê medenî ra şan bi şanî kiriye û li rûyê zemîn da şeref û nav û nîşanê xwe peyda kiriye. Bo dewam û tewsi’î ev hawalê nuqteyê nezer û xayeya wî her ewe ye, ku bi gîyan û cîger û bi hemû mewcûdîyetê xwe ve îqdam û îhtirama we bike. Zatan çavê me li afaq û cereyanên sîyasî yên derve ye. Tecrûbeyê dûr û dirêj û gewre yê me jî bi deste ve ye. Tarîxê ku ji tekerrûrê îbaret e, em jî ligel şanazî ne, dersekî îbretê jê bête wergirtin. Êdî em bo hiqûq û sînorê xwe xebat û tekoşînê dikin. Bi kurtî xaka pak a ew cîyana ku niha bi dest bîyaniyan ve ye, heta nedine dest îdareyê hikumetê millî yê Kurdistan û nîmet û hiqûqê azadî û serbestî ku bi ser cîranê derûdora me ve hatiye bexşîn divê bo me jî rewa bête dîtin. Û em şahidê mirazê xwe negirîne bawişî, serkizî, bêdengî, acizî û me’yûsît qeyd û qebûl nakin. Çinku li korê erz da hemû millet; ermenî û cuhûyan jî ji esaret derçûn, li jêr destê bîyaniyan rizgar bûn. Bi kamran û umîd û arezûyê xwe azad û dilşad bûn. Kurdistan ku bi hemû babetek ve ji emsalên xwe ne kêmtirîn e û heqê jîyan û qewmiyetî îsbat kiriye. Bi taqî ew tenha êdî paşkevtî û beşxwar e, nabî.

Kurdistan ku heqîqet û tebîetê wê cîya kirîyete. Dîyar e bi piçir piçir nayête parçe parçe kirin. Û bi kitleyekî umûmî nejî û nehatiye îdare kirin. Li dawiyê tûşî felaket û peşîmanî dibî. Ku wateya wê ev e, hemû kurdên sahib fikir û aza li pêşve pêwîste vê nuxteyê jî bîne berçav.

Ciyê umîd û mayeyê zindekî her îqbal û îstiqbal e. Bo wê ku li newpaşî bi sûretekî pak û çak ve li nav hikumet û milletan da bi îzet û hurmet ve bijîn. Êdî li şahrahî teraqî û medenîyet da çend gavan biçine pêşve. Bo muhafizeyê mewcûdîyet û seadetê mulk û millet. Bo sendina hiqûq û hidûdê xwe yê xwezayî. Êdî yekdil, yekwicûd, bi heskirinekê bê kîn. Enwayî renc û meşeqqet û fedakarî û metanet îxtiyar dikin. Bo seadetek yekcarî, mandîbûna çend rojên kemalî çî ye “divê ji bo xatirê gulek, qehrê sed striyan bête kişandin”. Em milletê kurd ku heq û heddê xwe dinasin. Her dem umîd û arezûyê xêr û xoşî li cîranên xwe yên muhterem dikin. Û hemû wextê li gelê cihetê ve muxtacê hîmmet û destê alîkariya hikumetên wan ên gewre ne.

Bê guman her hikumetê ku destê muhabet û merhemetê bidate me û hiza bi muawenet û hemrahê me biket, bînmuqabile em jî bo wan li xizmet û hurmetê da fitûr û qisûr nakin. Û bo dewama ev dostî û sîyasetê û menfetê herdu aliyan qazanc ji hevûdû dikin.

Helbet karûbarê navdarên hikumet û aga wan li miraq û îştiyaqê efkarî hemû millet heye. Ji ber wê emnîyet û umîda me heye, ku em sîyaset û tertîbatekî weha dabimezrînin ku hemû Kurdistan bi wê rûsor û kêfxweş be. Û li wezîyetê hikumeta hazir wextê tevgera hikumet zor minetdar û sipasî guzar in. Hêviya me ew e ji gencên nîştimanperwer ji vê zêdetir şewqê wan bikar bînin. Êdî her bijî hikumetê millî yê Kurdistan!”[17]

Dema ku Şêx Mehmûd li Hindistanê bû, Ji alîkî ve karbidestên îngiliz gelek neheqî û zahmetî dabû gelê kurd û ji alÎ dî ve jî tirkan di nav eşîretên kurdan de xebateke baş kiribû, ji ber vê hinek eşîretên kurdan xwe nêzîkê tirkan kiribû. Piştî ku cardin têkiliya kurd û îngilizan xera bû, kurdan xwe nêzîkê tirkan kirin û xwestin ji nûh ve bi wan re têkilî deynin. Beriya ku hêzên tirk werin Rewanduzê, li herêma Ranya û Koyê(Koysancax) û Şawir û Rewandizê de li hemberê îngilizan reaksiyonên tundrew hatin nîşandan. Wê demê Elî Şefîk begê ku bi navê Ozdemîr Paşa tête nasîn bi 200 leşkerên xwe ve hatin li Rewandizê bicî bûn. “Wan rojan merivê herî nêzîk ê tirkan, Tahîr Emîr Efendî bû û bi xwe jî sekreterê yekemîn ê Şêx Mehmûd bû û ji sîyaseta tirkan re xîzmet dikir. Bi rastî jî temsîlkarê tirkan û Ozdemîr Paşa yê li nik Şêx Mehmûd bû. Bi rêka alîgirên tirkan, bi Şêx Mehmûd dabûn bawerkirin ku dê Musil cardin bikeve destê tirkan. Ozdemîrî bi xwe jî, bi gotinên dînî û cîhadî tesîr li ser Şêx Mehmûd kiribû. Bi wî dabû bawerkirin ku dê Mistefa Kemal Kurdistanê bike wîlayetek û Şêx Mehmûdî jî bike walîyê wê. Bi vê awayê li Kurdistanê cardin giraniya hêzên tirk derkete pêş.”[18] Wê demê tirkan li her derê derbarê welatparêzên kurdan de propagandayên neyînî dikirin û wan bi alîkarî û xulamtiya îngilizan sucdar dikirin.

Bi rastî mejiyê Şêx Mehmûd jî ne zalal bû, derûdora wî bi kesên alîgirên tirk û dijminê îngilizan ve hatibû pêçandin. Şêx Mehmûd jî di xuyayî de bi îngilizan re bû, lêbelê bi awakî veşartî jî bi tirkan re bazariyê dikir. Di rastiyê de Şêx Mehmûd ne bi tirkan û ne jî bi îngilizan ewqas bawer nebû. Dema ku ji Hindistanê vegerya, li Bexdayê ligel Mesulê Samî yê îngiliz û Kral Faysal civînekî kirin û di vê civînê de ji aliyê herduyan ve soza damezirandina hikumeta kurd bo Şêx Mehmûd hatibû dayin. Wî digot: “Eger îngiliz li ser soza xwe bisekinin û ji bo damezirandina Hikumeteka Kurd ji me ra alîkarî bikin, wê demê ez jî dikarim li hemberê tirkan kurdan berhev bikim û li dijberê wan rawestim. Lêbelê ku tu hêvîyekî tune be ez nikarim hêzeke wisa berhev bikim. Ku tirk bi hêza leşkerî Musilê cardin bigrin û li wê derê desthelat bin, wê demê dê kî ji me re bibe alîkar. Em nikarin bi vê awayê bawerî bi îngilizan bikin. Ku îngiliz li ser soza xwe nesekinin û ji bo damezirandina Hikumeta Kurdstanê ji me re nebin alîkar, em nikarin xwe biavêjin nav agir.”[19]

Ji van gotinên Şêx Mehmûd dîyar dibe, ku alternatîfeke ji dervayê îngilizan jî mimkun e. Ew jî, peymana bi tirkan ve hatiye çêkirin û waadên wan in. Piştî ku çanteya poste yê navbera Rewandiz û navçeya Cizîra Kurdistana Bakur dikeve ber destê îngilizan, perdeya li ser têkilî û namegorîna Ozdemîr û Şêx Mehmûd radike û têkiliya wan derdixîne holê. Li gorî hinek lêkolîneran metna peymana navbera Mistefa Kemal û Şêx Mehmûd jî, ji aliyê îngilizan ve hatibû bidestxistin.

Di belgeyên arşîva Rusya Federal de naveroka peymana navbera Şêx Mehmûd û tirkan bi vî awayê hatiye dîyarkirin:

  • Dewleta Tirk soza serxwebûnê dide, bi şertê ku ligel welatên din peywendîya wan çê nebe.
  • Dewleta Tirk, Şêx Mehmîdê Berzencî wekî hikumdarê Kurdistana Başûr nas dike û ji bo bajarê Silêmaniyê mafê damezirandina Meclîsê dide.
  • Sînorên Kurdistana Başûr: ji alîyê bakur ve hetanî qeza Şemzînan, ji alî başûr ve çiyayên Hemrîn, ji aliyê rojhelat ve Îran û ji aliyê rojava ve jî digîje Dîjleyê.
  • Dewleta Kurdistana Başûr xwediyê mafê damezirandina artêşa (orduya) xwe ye.
  • Tirkiye bikeve şerî, Kurdistana Başûr mecbure ku piştgirî bide wê.
  • Mafê Tirkiyê heye ku leşkerên xwe ji Kurdistana Başûr derbasê cîyekê dî bike, bi şertê erkêkirina Hikumeta Kurdistanê.
  • Dewleta Tirkiyê dikare piştgirîya maddî û manewî bide Kurdistana Başûr.
  • Hikumeta Kurdistana Başûr, ji bo parastina xwe dikare biryara bicîkirina leşkeran di sînorên xwe de bide.”[20]

Ev bûyer bû sedemê qetandina heleqaya dawî ya navbera Şêx Mêhmûd û îngilizan. Piştî ku têkiliyên Şêx Mehmûd û îngilizan bi temamî têkçû, îngiliz ji bo ku Şêx Mehmûd ji Silêmaniyê derbixin, di roja 3/3/1923an de bajar bombarduman kirin. Şêx bi neçarî roja dîtir bi tevî qismek hêzên xwe bajar terk kir û çû herêma Sûrdeştê. “Belam Şêx Heme Xerîb ligel Riza Beg û Evdremanxanê Ehmed Paşa da, bi piştgirîya Kerîm Begê Fetah Begê Hemewend, li wê maye û maweyekî dî bi navê Şêx hikim li Silêmanî kirine.”[21]

Piştî ku Şêx Memûd ji Silêmaniyê derçû, demeke li Sûrdeşt ma û paşê baregayê (qerargaha) xwe bire Qemçûxê û ji wê derê jî birin Şikefta Casena. Bangî Heq jî li vê şikeftê wekî weşana Baregayê Giştî yê Leşkerê Kurdistan di roja 28ê Adara 1923yan de dest bi weşanê kiriye û bi tenê sê hejmar hatiye çapkirin. Dema ku Şêx Mehmûd li şikevta Casenayê bû, Ozdemîr ji Rewandûzê ve diçe nik wî û jê daxwaz dike ku hêrîş bibe li ser Hewlêr, Koyê, Kerkûk, Kifrî û Xaneqînê. Armanca tirkan ev bû, “di Kurdistanê de dijminatîya li hemberê îngiliz û fransizan teşwîqê bike û vê yekê ber bi pevçûnekî bibe, da ku pêşiya yekgirtina kurd û bîyaniyan bête girtin.”[22]

Li hember ev hewldanên tirkan, rewşenbîr û supayên kurdperwer ên wekî: “Îzzedîn Topçî, Emîn Rewandizî, Elî û Ezîz Kurdî û Reşîd Şewqî û Ezîz Hîkmet Qezaz û Mecîd Tuarşî û Nurî Beg û Fayiq Kak Emîn û Xalid Seîd hev girtin û hewl dan ku Şêx li turkan biteqîne, lê hewldana wan serî negirt.”[23]

Roja 8/5/1923 firokeyên îngiliz li ser bajarê Silêmaniyê û qezayên wî de belavok darijandin. Di vê belavokê de dîtin û nêrînên ciyawaz ên nûnerê Îngiliz û hikumeta Îraqê weha anîbû ziman: “Li gor Hênrî Dobs weha bû, heta ku Şêx azad be, hîç îdareyekî Silêmanî mayina wê çareser nabe. Ji ber vê, eger neyê kuştin yan neyê dîlgirtin, baştir ew e ku em bi gel ra rêk bikevin. Heçî hikumetê Iraqê ye jî, rageyandina wî ya 25/12/1922 ê ku bîrûraya xwe dîyar kir. Tê da mafê kurd nebû, bo pêkanîna hikumetekî kurdî di çarçova Îraq da û sûr bû li ser tund bestina Silêmanî bi Bexdayê ve.”[24] Şêx Mehmûd xeteriya rewşê têdigîje û ji bo fêmkirina fikra îngilizan nameyek dişîne Bexdayê ji nûnerê bala yê Mendubê Samî re. Di bersîva nameya wî de ji wî re tête gotin: divê yan tu yê bê Bexdayê ji bo qisekirinê yan jî em dê hêrîş bikine ser Silêmaniyê. Şêx bi ya wan nake. Ji vê şûnde îngiliz dest bi hereketê dikin. “Hêza nû ya îngiliz 14/5/1923 geyîşte Çemçemal. Şêx her wê rojê nameyekî bo fermandeyê stunekê îngiliz li Kerkûk nûsî ku ji Çemçemal neyête pêş ve. Roja 15/51923yê jî Casenê terk kir û bi rêya “Şêx Bax” da çûye Mawet û Şarbajêr û dawîyê li wê tê “Birince”ya Hewraman niştecî dibe. Wê demê biruskeyekî bo hemû balyozên bîyanî şande Tehran û nerezayîya xwe tê da derbirî dijî çewsandin û serkutkariya îngiliz û ji wan dawa kir ku yarmetî bidinê”.[25]

Hêzên îngiliz ji Çemçemal bi ber ve Silêmanîyê birêketin, roja “16/5/1923 geyîştin Serçinar(ciyekî havîngeh ê Silêmanî ye). Roja pêştir (15/5/1923) bi firoke name bo malmezinên bajar belavkirin. Ew jî roja 16/5/1923 çûne Serçinar. Edmonds heman rojê ligel ew sergewreyan hate nav bajar. Ehmed Begê Tofîq Beg kire serpereştê giştî yê dayreyan û Şêx Qadir bû berpirsê asayişa giştî û Mecîd Efendî jî bû rêvebirê pêşî û teşkîlatê polîs birêxiste. Ew hêzan destê wan di komala navçeyên dewrûberê Silêmanî û bi taybetî Sûrdaş û Merge da hebû. Paşê piştrast bûn evcar di 28/5/1923 da çûne nav bajar. Li wê demê jî duwem dewranê hukmê rastewxo yê îngiliz li bajar da destpêkir.”[26]

Her ew mang nûnerê bala ev beyannameya resmî di rojnameyên Bexdayê de belav kirîye: “em dizanin Şêx Mehmûd gelek name şandiye û derxistîye ku layengirê hikumet e û hej ji xizmeta wî diket. Di bersîvê da ji wî ra gotine: eger bête Bexda, li ser muhalefetkirina li hember hikumetê tûşî ceza nabê. Rê jî didinê ku ligel xêzana xwe li Bexda dabinişe. Wê demê li vira bi rêz mamele bi wî tête girtin û bo wî azadî tête dayin, demêkî hewl nedet bi bê molet li Bexda tête bicîkirin”[27]

Roja 2/6/1923 serokwezîrê Îraqê Abid Elmihsîn Elsahdunî bi tevî heyeta xwe û nûnerê îngiliz Henrî Dobs gehîştin bajarê Silêmaniyê. Dixwestin bajêr wek lîwayekî bi rûyê îdarî ve bixine ser Bexdayê ve. Ji bo vê “Ligel malmezin û serokên kurd kombûn. Bo wan derket ku kurdê Silêmanî navên hîç deshelatêk hikumeta Îraqê li serê wan da hebê. Bo vê biryar dan bimênête heta çareserîkî jê re bibînin ku hemû layekî pê razî be. Edmonds 2/6/1923 pêşnîyarê wan kir ku encûmenêkî îdarî yê kurd bi serokayetîya gewreyekî bajar ku bi dilê nûnerê bala yê îngiliz û Melîk Feysel be, bête damezirandin. Kurdî zimanê resmî yê lîwa Silêmanî û Silêmanî jî lîwayekî Îraqê be û pareyê ji bac girtinê dihate komkirin bo rêxistina karûbarê birêvebirina lîwa bihata terxankirin û xerckirinê. … Ew pêşniyar roja 3/6/1923 di kombûna wefdeke û gewreyên bajêr da hate berçav xistin. Aliyê kurdî biryara pesendkirinê da.”[28] Digel ku ev biryar ji aliyê malmezin û giragirên bajar ve hate pesendkirin jî, gelek kêmanî û valayî têde hebûn. Ji ber vê, ev şêweyê hikmê rastewxo yê îngiliz jî zêde berdewam nekir. Wê demê Şêx Mehmûd bi navê Xemze li gundekî nêzîkê bajêrê Silimaniyê niştecî bû. Piştî ku hêzên îngiliz ber bi Kerkûkê ve hilkişyan, di serokatiya Kerîm Fetah Begê Hemewendî de leşkerên kurd bi navê hikumdariya Şêx Mehmûdî cardin desthelatiya bajarê Silêmaniyê bi dest ve girtin. Şêx Mehmûd jî roja 26/2/1923yan gehîşte nav bajarî û xebatên damezirandina hikumeteke nûh dest pê kir.

Hikumeta sêyemîn a Şêx Mehmûd, di serê meha Temmûza 1923yan de hate îlankirin. Beriya damezirandina hikumeta sêyem, ji aliyê dewleta merkezî ya Îraqê û rêvebirên îngiliz ve qezeyên wekî Çemçemal, Ranya, Qeladiz û Helebce ji bajarê Silêmaniyê hatibûn veqetandin. Piştî ku hikumeta nûh hate damezirandin, di dawiya Temmûza 1923yan de, cardin Şêx Mehmûd dest bi ser qeze û nahiyeyên cûdakirî de girt û ji bo nûnerê gewre rageyand ku van deveran cardin vegerînin bi ser bajarê Silêmaniyê ve. Lêbelê ev daxwaz ji aliyê nûnerê gewre yê Îngiliz ve hate redkirin. Şêxî kontrolkirina xwe ya li ser van deveran berdewam kir.

Bi minasebeta ku Şêx Mehmûdî dest danîye ser van qezeyan û hatûçûnê qedexe kiriye, roja 16/8/1923yan bi taybetî Baregayê Şêx Mehmûd û mala wî bi firokeyên îngiliz tête bombardumakirin. Bi vê bombardumanê, cara yekemîn bû ku hêzên hewayî yên îngiliz li rojhelatanavîn têne bikaranîn. Melîkê Kurdistanê li ser vê bûyerê, nerazîbûna xwe ji bo nûnerê gewre yê îngiliz dîyar kir. Ji bo vê, melîkê Kurdistanê çendîn name ji bo nûnerê gewre yê îngiliz verêdike Bexdayê, da ku nûnerekî xwe bişîne Silêmaniyê ji bo hevdîtinan. Henrî Dobs bi nameya xwe ya roja 12/11/1923 weha bersîva wî dide: “divê bête Bexdayê ku em çarenûsa Silêmaniyê bi hev ra bipeyvin.”

Di nav vê gelemşe û danûsendinan de, Wezareta Malîye yê Hikumeta sêyem a Şêx Mehmûd, di destpêka sala 1924an de pûlên xwe çapkirin ji bo rêvebirina karûbarê resmî yê daîreyan. Ji bo rêkûpêk kirina karên daîreyên resmî, hinek projeyên din jî hatibûn amadekirin. Ji ber van bûyeran îngiliz û hikumeta Îraqê gelek aciz û nerehet bûn. Roja 20/5/1924an ji aliyê firokeyên îngiliz ve gelek belavok li ser bajar û qezeyên Kurdistana Başûr ve hatin belavkirin û paşê jî bi berdewamî hatin bobardumankirin. Ji ber vê bobardumanê, Şêxî roja 25/5/1924 bi nameyek nûnerê îngiliz agadar kir ku ew û çekdarên xwe bajar terk dikin. Di encama vê bobardumankirinê de ji 20 hezar daniştvanên bajêr, tenê 700 kes mabûn. Xelk hemû koçberê gundên dorberê bajêr bûbûn. Dîmeneke ji wan rojan ji aliyê nivîskarê Ûmîdî Îstiqlal Ehmed Xoce ve weha tête dîyarkirin: “”Li hemû serban û malan billêseyê agir helestê, xanî wêran û kavil bi ser hev da rûxabûn, bajarê çol û bêxwedî.  Li jêr bomba û mîtralyozan da jin û mindal û pîr ketibûn deşt bi bê xûrek û aw û bi pêxwasî.”[29] Piştî vê bobardumankirinê, careke dî bajarê Silêmaniyê bi alîkariya leşker û polîsên Îraq û hêzên pîyade yên îngiliz ve roja 25/5/1924an hate dagîrkirin. Şêx Mehmûd, berîya ku bajar ji nû ve bête dagirtin, terka bajarî kiribû. Şêx Mehmûd ligel qismek hêzên xwe yên leşkerî li ser sînorê belav bûn. Bi lihevhatineke zimnî hetanî serê sala 1927an li wan deran li gundekî niştecî bûn.

“Bi qewimîna şerê berderiyê seraya Silêmanî li 6/9/1930 da û peywendî danîna bi sê efser û çend kurdperwerêk pê ve, rêkevtina navberê şikand û hate Emdîw û li wê jî çûye Germîyan. Di vê navberê de ji serokê Meclîsa Şêwirmend a Neteweyên Yekbûyî re, bi navê gelê başûrê Kurdistanê nameyekî verêdike, ku têde hatiye gotin:

“Paris 21ê Adara 1931

Ji bo berêz serokê Meclîsa Şêwirmend a Neteweyên Yekbûyî

Berêz,

Ez pê serbilind im ku ji bo agadariyê gazindên neteweyekî ku di bin wesayet û hîmaya we de ye pêşkêşê cenabê we dikim. Lewra wesayet, tê mana hîmayekirinê. Ev netewe, di beşê başûrê welatê kurd de dijî û bi Îraqê ve hatiye îlhaqkirin. Ez bi xwe wekî endamekî vê neteweyê pê serbilind im.

Ez bala we dikşînim ser vê yekê; her wekî mesela Mezopotamyayê, ew erdê kurdan ku bi Îraqê ve hatiye îlhaqkirin, ji aliyê artêşa(orduya) hêzên mûtefîq û îtîlaf ve nehatiye fetihkirin. Bawer dikim agadarkirina we  ya di derbarê vê yekê de wezîfa min e. Kurdan di sala 1918an de bi hewldanên xwe dest bi tekoşîna çekdarî kirine û yekîneyên leşkerî yên tirk mecbur kirine ku ji welatê wan derkevin. Piştî vê, serxwebûna xwe ragehandine û ji bo rêvebirinê “Hikumeta Başûrê Kurdistanê” damezirandine. Di wê demê de Îraq di nav anarşiyê de bû. Li vê derê şerê yekîneyên hêzên dewletên Mûtefîq û îtiliaf berdewam dikir. Mixabin ku pişt re erdê me ji bo Îraqê hate îlhaqkirin. Û ew awrupaya ku dibêje min ji bo parastina heq û hiquq û edaletê dest bi şerî kiriye, ji ber vê bêedaletiya berçav dengê xwe dernaxîne; hiquqî nebe jî bi fiîlî hikumeteke me heye, di vê rewşê de qeder û dahatûya me bi neteweyeke dinê re tête girêdan ku em ji alîyê qewmî, fîzyolojî, dîrokî, ziman, adet û toreyan ve ji hev cûda ne. Ligel vê, ji aliyê Cemiyetaya we ya gewre ve waadkirina muxtariyeteke berfireh ji bo başûrê Kurdistanê, bi hindikayî be jî vê bêedaletiyê hinek sivik dike.

Lêbelê, di vê navberê de gelek sal derbas bûn, hîn jî ew waadên we nehatine bicîanîn. Ji xeynê wê, ji ber ku me her gav erbîzekirnê red kiriye û ji bo bicîanîna waadên hatine kirin berxwedaye, her roj gîyana me û jinên me û zarokên me û bavên me di bin agirbarandina mîtralyoz û firokeyan de dimînin.

Ji ber ku me beşdarî di hilbijartinên Hikumeta Erebî ya Îraqê de nekir, paytextê Kurdistana Başûr bajarê Silêmaniyê ji aliyê wan ve hatiye bomardumankirin. Hikumeta Ereb dixwaze hemû mafê kurdan ji holê rake û peymanekî pêk bîne ku hemû hêvîyên kurdan bişikîne. Em bawer dikin ku di ser gîyanê pakiş ê qurbanîyên ev agirbarîna mîtralyoz û firokeyan de, di Kurdistana Başûr de îtîbara Cemiyeta we ya gewre jî kêm dike. Lewra kurd di bin wesayet û hîmayeya Cemiyeta we de ne.

Eger hêzên hikumeta erebî ya Îraqê, bi yekîne û firokeyên îngiliz ve neyin piştgirîkirin ku ew jî bi navê Cemîyeta we ya gewre mandaterê vê welatî ne, ji bo kurdan tekrarkirina dîrokê, li ser Bexdayê ve çûyin û dagirtina wê derê karê rojekî ye. Em dikarin her gav welatê xwe li hember ereban biparêzin û em dê her gav jî wisa bin. Lêbelê em naxwazin bi hikumeta îngiliz re bikevin nav nakokîyeke çekdarî, ji ber ku ew bi navê Cemîyeta we ya gewre tevdigerin. Em dixwazin bi navê edalet û heqaniyetê dengê xwe bigehînin wan.

Heke welatê me bi Îraqê ve bidine îlhaqkirin û bixwazin vê îlhaqê jî bi zorê çekê bi me bidine qebûlkirin, ji aliyê Cemîyeta we ya gewre ve pêkanîna ewlekarî û aştiyê gelek zahmet e dibe. Heta ku qederê welatê kurdan bi destê zarokên kurd ve neye dîyarkirin û welatê kurdan bi destê hikumeteke kurd neye rêvebirina, aşitî û ewlekarî jî, ji xiyalê wêdetir tiştekî nîn e. Kurd xwedî dîrokeke hezar salan in û di nav pêlên dîrokê de her gav hebûna xwe, dîroka xwe, welatê û sazîyên xwe yên neteweyî parastine û hatine hetanî îro. Kurd dê li hemberê erebên Îraqê serê xwe daneynin, heta hebûna ferdê dawî dê parastina xwe bikin.

Em kurd, dixwazin bi hemû gel û neteweyan re bibin dost, li hemberê tu neteweyekî kîna me nîn e. Lêbelê mafê xwe rêvebirinê ji hinek qebîleyên îptîdayî yên(wekî Lîberya) Efrîqayê re jî hatiye dayin, ev maf ji bo vî neteweyê ku di dîrokê de bi duristî, wêrekî, şervanî û zîrekiya xwe tête nasîn re rewa neyê dîtin, ev ji aliyê me ve bi xweşbînî nayê dîtin. Bi taybetî jî ev demên dawî hikumeta erebî ya Îraqê, bi piştgiriyeka xurt a hikumeta îngiliz, îhtirasên şovenîzma neteweyî ya ereban didin der û dixwazin berxwedana me bi rijandina xwîneka hîn zêdetir bişikînin.

Bi hezaran kurdên siwîl tenê ji ber fikra xwe ya sîyasî bûne hedefa bombe û mîtralyozan. Eger îro kurd çek hilgirtine, sedemê vê, ew zordestî û neheqiya li ser wan e.

Xwîn û agir, dê ji bo guhartina dîrokekî, erebîzekirina bi sed hezaran kurdan, erebîzekirina Selheddînan û Kerîm Xanê Zendan terî neke û nake jî. Her çiqas îro em çekdar bûne jî, ev ji ber mecburîyetî û bêmecaliyê ye.

Em naxwazin li ser tu miletekî û tu welatekî serdest bin û hukmê li wan bikin. Lêbelê em naxwazin bikevin bin desthelatiya miletekî din û bi wan ve bêne girêdan jî. Di vê şerê dawî de, ji bo vê armancê bi sedhezaran însanan xwe feda kirin. Hinek mafên me di rojên pêşî de ji aliyê Cemîyeta we ya gewre ve hatibûn erêkirin û tesdîqkirin.

Di vê navberê de ez bi destûra we dixwazim vê bêjim: şoreşa me ji ber nîyeta xerab a rêvebirên Îraqê dest pê kiriye, ev rewş, tenê bi naskirin û rêzgirtina hemû mafên me dikare bidawî bête.

Daxwaza me ev e: Ku raste rast di bin mandateriya Cemîyeta we ya gewre de, serxwebûna welatê me û “Hikumeta Kurdistana Başûr” bête nasîn. Naveroka wê çi dibe bila bibe, divê her pevgirêdaneka me ya bi Hikumeta Erebî ya Îraqê re bête qutkirin. Jixwe li gorî peymana ku nûh di navbera Îraq û Brîtanyayê de hatiye îmzekirin, mandateriya Brîtanyayê ji ser Îraqê radike. Ji ber vê, pêşniyara me bi mantiq û pêdivî ye.

Pêdivîye Cemîyeta we ya gewre jî, li gorî mantiqa pevgirêdaniya bûyeran, vegere ser biryara xwe ya sala 1925an.

Ez pirr bi rêzdariyê tika dikim ku ev ji aliyê Ekselans ve bête qebûlkirin.

Bi navê gelê Kurdistana Başûr.

Şêx MEhmûd”[30]

Dawîya şerê Awbarîk li 5/4/1931 da, dîsan hilkişiye bo ser sînor, heta ku li 14/5/1931 da teslîmê hikumeta Îraqê bû, li wê maye. Sereta wî birine bajarê Hile û dawîyê Nasirîye û ji wê jî birine Rumadî û ji vir jî dibin Bexda. Li heraketa Reşîd Elî Geylanî da (1941), ji Bexda helhat û geyîşte gundê Sîdeqan û kevte rêkxistina tevgerek. Belam meramê wî nehate cî û xwe bidesteve da. Paş maweyêk jîyana xwe li gundê Darêkelî domand. Roja 9/10/1956 li nexweşxaneya Heyderî yê Bexda koça dawî kir û çû ser heqîya xwe. Termê wî li Mizgevta Gewre ya Silêmanî hate binaxkirin.”[31]

Rewşa çapemenî û weşangerî ya li Kurdistana Başûr di dema Şêx Mehmud de

Her wekî ku me li destpêkê jî dîyar kir, di nav civaka kurd de fikrên neteweyî di destpêka sedsala XXan de geş dibe. Bêşik havêna fikra netewî ya kurd û xebata wan rêxistinî, bi giranî di paytextê Dewleta Osmanî de dest pê kiribû. Wê demê bakurê Kurdistan û başûrê Kurdistanê ji hev nehatibû veqetandin. Ji ber vê, rewşenbîrên başûr û bakurê Kurdistanê bi hev re rêxistin dibûn, çalakîyên wan ên rewşenbîrî û neteweyî jî din av hev bûn; bi hev re cemiyetan dadimezrandin û kovar û rojname derdixistin. Piştî ku Dewleta Osmanî têkçû, Kurdistan jî wekî bakur û başûr ji nûh ve parçe bû. Ji ber parçebûna Kurdistanê, potansiyel û berhevbûna zanyariya sîyasî û kulturî ya kurd jî parçe bû. Di encama vê parçebûnê de tevgera kurd jî lawaz bû. Dema ku em li çalakiyên rewşenbîrî yên dema hikumdariya Şêx Mehmûd binêrin, divê em vê rastiya dîrokî ya civika kurd jibîr nekin.

Bêşik di destpêka sedsala XXan de jî û îro jî ragehandin, ji bo tevgereka neteweyî û civakî pirr girîng e. Çapemenî û weşangeriya di dema tevgera Şêx Mehmûd de, bi tevî hemû kêmasî û lawaziyên xwe ve, ji bo tevgera neteweyî ya kurd û kurdolojîyê belgeyên pirr girîng in. Li vê derê em dê bi kurtebirrî behsa çend kovar û rojnameyên wê demê bikin.

Pêşkewtin(20/9/1920): Piştî têkçûna yekemîn îdareya Şêx Mehmud, îngilizan îdareya Silêmaniyê cardin girte dest xwe. Ji bo belavkirina propaganda û siyaseta xwe din av gelê kurd de û li hemberê tirkan, di bin serpereştiya Mêcerson de bi navê Pêşkevtin dest bi weşandina rojnameyekî kirin. “Rojnameya Pêşkewtin a hefteyî, yekemîn rojname bû li vê navçeyê da hate belavkirin.. Yekem hejmara wê li roja 29ê Nîsana sala 1920 hatiye belavkirin, heta Temûza sala 1922ê berdewam kir, di vê maweyê da 118 hejmarên wê hatine belavkirin.”[32]

Bangî Kurdistan(2yê Tebaxa 1922-1ê Nîsan 1926): Dema ku Şêx Mehmud ji Hindistanê vegerandin Kurdistanê û hikumeta duyemîn a Şêx Mehmud hate damezirandin, rojnameya Bangî Kurdistan wek organa fermî yê Cemiyeta Kurdistanê dest bi weşanê kir û ji heftê carekî dihate weşandin.  Xwedî îmtîyaz û birêvebirê berpirsîyarê rojnameyê Mistefa Paşa Yamolkî bû. Desteyê nivîskarên wê Refîq Hîlmî, Elî Kemal û M. Nûrî bûn. Li ser bergê pêşî yê  rojnameya Bangî Kurdistan hatiye nivîsandin, ku rojnameyeke “ îlmî, îçtîmaî, edebî, hurr û serbestî yê mîllî ye, heftê carêk bi navê rêkxirawa  Cemîyeta Kurdistan li bajarê Silêmanî tête belavkirin, xwedî îmtîyaz û berpirsîyar û sernûser, Mistefa Paşa Yamolkî ye.”[33] Rojnameya Bangî Kurdistan bi zimanê kurdî-tirkî Û farisî hatiye weşandin, li ser hev 17 hejmar derçûne û hejmara dawî di 1ê Nîsan 1926an de hatiye belavkirin. Piştî ku Şêx Mehmûd neçar ma ji Silêmaniyê derbiçe, weşana Bangî Kurdistan jî hate rawstandin.

Rojî Kurdistan(15 Çirîya Pêşîn a 1922- 3yê Adara1923): Piştî ku Şêx Mehmûd ji Hindistanê hate vegerandin, roja 30/9/1922 geyişte Silêmanî û 10/10/1922 kabîneyekî taze yê hikumetê damezirand û rojnameya Rojî Kurdistan bû weşana fermî ya hikumetê. Xwedî îmtiyaz û sernûserê wê M. Nûrî bû û li bajarê Silêmaniyê derdiçû. Ev rojname ji ber ku weşana resmî ya hikumeta Kurdistanê bû, hemû dengûbas û nûçe û beyanameyên û fermanên resmî yên hikumdarê Kurdistanê li ser rûpelên wê dihatin belavkirin. Li ser rûpelê pêşî yê Rojî Kurdistan hatiye nivîsandin: “rojnameyeke sîyasî, edebî, îctimayî yê resmî ye û ji hefteyê carekî derdiçî.”

Bangî Heq (28 Adara 1923): Ev Rojname piştî ku Şêx Mehmûd Silêmanî bicî hiştîye, ji alîyê Baregayê Giştî yê Leşkerê Kurdistan ve li şikevta Casene (nizîkê Surdaş) hatiye çapkirin. Tenê sê jimar jê derçûne. Bangî Heq, yekemîn rojname ye ku ji aliyê hêzekî sîyasî yê çekdarên kurd ve tête weşandin. Di yekemîn hejmara Bangî Heq de bi navê “Başqumandar û Melîkê Kurdistan Mehmûd”, talîmatnameyeke “Bo Heyetê Mudaefayê Mîllîye” hatiye belavkirin û di benda wê ya 10. de hatiye nivîsandin: “Evro roja xîret e, roja murwet e, çakî(başî) û xirabiya evro wenda nabe, li dinya û axîret hesabê wî tête dîtin”.[34] Bangî Heq, sê hejmar derçûye û naveroka wan jî bi pirranî beyanname û bangewazîyên Şêx Mehmûd in.

Jiyanewe (18/8/1923): Jîyanewe, rojnameyeke hiquqî bûye.

Umîdê Îstiqlal (20/9/1923-25/5/2924): Ev rojname jî wek berdewamiya rojnameya Rojî Kurdistan derçûye. Ev rojname jî, organê fermî yê hikumeta sêyem a Kurdistanê bû. Nûserên berdewamî yên vê rojnameyê: Ehmed Xoce, Refîq Hîlmî, Hisên Nazim, Ehmed Fewzî, Zêwer, Ehmed Faîz, Fayiq Zêwer, Bêxud, Arif Ûrfî û reşîd kaban bûne. Li ser bergê wî yê pêşîn hatiye nûsîn: “Xezeteyeke sîyasî, edebî, îctîmayî yê resmî ye û heftê carekî derdiçî.” Di nav rûpelên Ûmîdî Îstiqlal de jî ligel zimanê kurdî bi zimanê tirkî û farisî jî nivîs hatine belevkirin.

Zarê Kurmancî (25/5/1926-23/7/1932): Xwedî îmtiyaz û birêvebirê vê kovarê Husên Huznî Mukrîyanî bû. Huznî Mukrîyanî, rewşenbîrekî kurd bû û wê demê li Bexdayê niştecî bû. Di sala 1926an de tête li Rewandizê bicî dibe û bi navê Zarê Kurmancî Çapxaneke dadimezrîne û heman demî jî bi vî navî dest bi weşandina kovarekî mehane dike. Kovara Zarê Kurmancî, kovareka mehane (mangane) ya komaleyatî, mêjûyî, hunerî û wêjeyî bûye û li serhev de 24 hejmar hatine weşandin. Çapxaneya Zarê Kurmancî, yekemîn çapxaneya kurdî tête jimartin ku kurdekî bi pare û pûlê xwe kirîbêt û li Kurdistan da damezirandibêt û her weha ev çapxane, ku di sala 1948 da ji alîyê Gîw Mukrîyanî yê birayê Huznî Mukrîyanî ve navê Çapxaneyê Kurdistan tête lêkirin.

Sedemên sernekevtin û xeletiyên Şêx Mehmûd

Pratîka civakî û dîrokî ya neteweyek, xezîneyeke tecrubeyan e ji bo dahatûya wan. Ew, di şertên îro de çiqas karibin ji vê xezîneyê feyde werbigrin û bîra xwe ya dîrokî-civakî teze bikin, ji bo dahatûyeke serkevtî jî wê karibin ewqas pêngavên rast biavêjin. Di vê çarçovê de, dema ku em li encamên tevgera Şêx Mehmûd binêrin:

  • Bi tevî hemû fedekarî û mêrxasiya şervaniya wan, Şêx Mehmûd û kadroyên dorberê wî sîyaseta wê demê ya dinyayê rast tênegehîştin. Ji ber ku di destpêka vê nivîsê de behsa rewşa sîyasî ya wê demê hatiye kirin, em cardin naxwazin dûbare bikin.
  • Li pêşberê Şêx Mehmûd rêxistinên dewletî yên modern hebûn û armanca wan a sîyasî, zelal û dîyar bû. Tevgera Şêx Mêhmûd, ji siyaseteke neteweyî û rêxistineke modern mehrum bû.
  • Ji aliyê teknîkî, rêxistinî, çekdarî û tecrubeya şer ve hêzên îngilizan û tirkan ji yê Şêx Mehmûd pirr pêşkevtîtir bûn.
  • Yek ji sedemên kêmanî û xeletiyên tevgera Şêx Mehmûd jî, nekarî bi têra xwe xwenda û rewşenbîrên kurd rêxistin bike. Her çiqas li Bexda û Kurdistana Bakur ve hinek supay û welatparêzên rewşenbîr dihatin Silêmaniyê ji bo xizmet û pişgirîkirina ji hikumeta Şêx Mehmud re, hinek serokeşîr û kesên nezan ên dorberê wî ji xebata rewşenbîran re dibûn asteng.
  • Şêx Mehmud ji bo bihêzkirin û bicîkirina hikumeta xwe bi awakî têrhatî xebat nedikir û nedikarî qanunên pêdivî bide amadekirin û tetbîqkirin. Ji ber vê yekê jî çerxê teşkîlata îdarî ya hikumetê serrast nedigerya.
  • Şêx Mehmûd merivekî cesûr û mêrxas bû û heman demî jî merivekî îhmalkar bû. Ev yek dibû sedemê wergirtina biryarên nerast.
  • Gelek aşkira bû ku Dewleta Osmanî di Şerê Yekem ê Cîhanê de winda kiribû û hemû miletên misliman ên Rojhelata Navîn û Afrîkayê ji wan veqetyabûn. Di rewşeke wesa de, nêzîkbûna Şêx Mehmûd û tirkan, yanî hevalbendiya bi têkçûyî û wendakiriyan re, bû sedemekî girîng ê wendakirinê.

Jêder: Kovara BÎR, hejmar, 9

[1] Vladimir F. Minorsky, Musul Sorunu, s. 28, Avesta yay. Birinci baskı-1998- İstanbul

[2] Sevan Nişanyanî, rojnameya Taraf , hevpeyvîna bi Neşe Duzelê re, 23.06.2008

[3] Sevan Nişanyanî, rojnameya Taraf, hevpeyvîna bi Neşe Duzelê re, 23.06.2008

[4] Vladimir F. Minorsky, Musul Sorunu, s. 31, Avesta yay. Birinci baskı-1998- İstanbul

[5] Mela Xalid Ezîzê Motkî, Mêjûyê Hikumdariya Şêx Mehmudê Hefîd, kovara BÎR hejmar: 1 , r. 63

[6]  Mela Xalid Ezîzê Motkî, Mêjûyê Hikumdariya Şêx Mehmudê Hefîd, kovara BÎR hejmar: 1 , r. 63

[7] Refik Hilmî, Anılar(Bîranîn), s. 16, nûjen yay. İstanbul 1995

[8] Refik Hilmî, Anılar(Bîranîn), s. 16, nûjen yay. İstanbul 1995

[9]  Refik Hilmî, Anılar(Bîranîn), s. 18, nûjen yay. İstanbul 1995

[10] Refik Hîlmî, Anılar(Bîranîn), s. 18, nûjen yay. İstanbul 1995

[11] Mela Xalid Ezîzê Motkî, Mêjûyê Hikumdariya Şêx Mehmudê Hefîd, Kovara BÎR, hejmar: 1, r. 65,

[12] Kovara BÎR, hejmar:2, r. 69, Bihara 2005-Amed, Mehkemekirina Şêx Mehmud

[13]Kovara BÎR, hejmar:2, r. 70, Bihara 2005-Amed Mehkemekirina Şêx Mehmud

[14] Mela Xalid Ezîzê Motkî, Mêjûyê Hikumdariya Şêx Mehmudê Hefîd, kovara BÎR hejmar: 1 , r. 66

[15] Refik Hilmî, Anılar(Bîranîn), s. 60, nûjen yay. İstanbul 1995

[16] Mela Xalid Ezîzê Motkî, Mêjûyê Hikumdariya Şêx Mehmudê Hefîd, kovara BÎR hejmar: 2, r. 53

[17] Mela Xalid Ezîzê Motkî, Mêjûyê Hikumdariya Şêx Mehmudê Hefîd, kovara BÎR hejmar: 2, r. 62-63

[18] Refik Hilmî, Anılar(Bîranîn), s. 108, nûjen yay. İstanbul 1995

[19] Refik Hilmî, Anılar(Bîranîn), s. 132, nûjen yay. İstanbul 1995

[20] www. Newroz.com. Arşîva Wezareta Derva ya Komara Federal a Rusya, beşê rojhelat û dosya hejmar 106. Ev belge, di encama hevdîtina Dubson Erkadî Borisovic ê konsolosê Urmîyeyê û Ehmed Takî yê temsîlkarê Şêx Mehmûd de, wek raporteka veşartî  ji bo Wezarreta Derva ya Komara Federal a Rusyayê hatiye amadekirin.

[21] Mela Xalid Ezîzê Motkî, Mêjûyê Hikumdariya Şêx Mehmudê Hefîd, kovara BÎR hejmar: 1, r. 64

[22] TBMM Gizli Celse Zabıtları, Türkiye İş Bankası Kültür Yayınları, Ankara, 1985, Cilt: 3, Sayfa: 550

[23] Kovara BÎR, hejmar:1, r. 126, Bihara 2005-Amed

[24] Jêdera berê, r. 127

[25] Jêdera barê, r. 127

[26] Jêdera barê, r. 127

[27] Jêdera barê, r. 128

[28] Jêdera berê, r. 128

[29] Jêdera berê, r. 131

[30] Bazîl NÎKÎTÎN, Li Ser Kurdan Lêkolîneke Sosyolojîk û Dîrokî, r. 520, 521, 522, weşanên Deng, Gulana 1991- Stenbol

[31] Mela Xalid Ezîzê Motkî, Mêjûyê Hikumdariya Şêx Mehmudê Hefîd, kovara BÎR hejmar: 1, r. 63-64, Bihara 2005-Amed

[32] Kovara BÎR, hej.: 1, rûpel. 92, Bihara 2005-Amed

[33] Kovara BÎR, hej.: 1, rûpel. 69, Bihara 2005-Amed

[34] Kovara BÎR, hej.: 1, r. 114, Bihara 2005-Amed

2 Şiroveyan

Bersiv bide

Ji kerema xwe re şiroveya xwe binivsîne
Ji kerema xwe re navê xwe binivsîne

*