Şêx Evdiselam Barzanî yê reformxwaz, ulema û neteweperwerê Kurdistanê berîya 103 salan ji aliyê walîyê Mûsilê Silêman Nazîfê Diyarbekirî ve hate îdam kirin. Bi vê minasebetê dixwazim pêşiyê behsa malbatê bikim. Şêx Evdiselamê Yekem (I.) kurê Şêx Evdila ye û kalikê Mistefa Barzanî ye. Şêx Evdiselamê I. xwendina xwe di medreseya Şêx Tehayê Nehrî de temam kirîye û piştî ku bavê wî Şêx Evdila rehma xwedê dike, ew dibe mezinê tekiyaya Barzan. Şêx Evdilselamê I., bîzathî ji aliyê Mewlana Xalid ve wek postnişînê Xelîfeyê Nexşîbendîyan tête destnîşankirin. Dema Mewlana Xalid tê serdana wan, bi hev re serdana Şêx Tehayê Nehrî jî dikin. Ew, di sala 1872an de rehma xwedê dike û şûna wî Şêx Mihemedê kurê wî digre. Şêx Mihemed jî, di xizmeta tekiya û tarîqatê de ne kêmê bavê xwe bû. Ji Şêx Mihemed bi navê Evdiselam, Ehmed, Mihemed Sidîq, Babo û Mistefa pênc zarokên lawîn çêdibin. Ew jî di sala 1903an de diçe ser dolovaniya xwe.[1]

Evdiselamê kurê gewre yê Şêx Mihemed, navê kalikê xwe girtibû. Ji ber vê yekê, ew, bi navê Evdiselam II. tête binavkirin. Evdiselamê II. ku îro babeta vê civîna me ye, di sala 1868an de ji dayik bûye. Piştî ku bavê wî diçe ser dilovaniya xwe, di şûna wî de Şêx Evdiselamê II. tê destnîşankirin. Di vê demê de, desthilatdarî û sîstema “mîrektîyê” li tevayî Kurdistanê ber bi têkçûnê ve diçe. Rola pêşengîya sîyasî, derbasê ulema û Şêxan dibe. Di vê çarçoveyê de wekî gelek herêmên Kurdistanê, li herêma Barzan jî rola serokatîya dînî û komelayetî digîje hev. Heman demê di nav sînorên împeretorî û li herêmê pêla fikra neteweyî jî belav dibe. Di encama vê de serokatîya dînî, komelayetî û neteweyî digîje hev. Şêx Evdiselamê II. jî, bi vê mîsyon û mesûlayetiyê derdikeve holê. Şêx Evdiselamê II., piştî Şêx Ubeydulayê Nehrî, dibe heleqeya duyemîn vê pêvajoyê.

Şêx Evdiselam bi vê mîsyonê dest bi xebatê dike û pêşiyê eşîrên herêmê; Şîrvanî, Dolemerî, Mizorî, Berojî, Nizarî, Gerdî, Herkî û Binecîyan tîne ber hev û dixwaze pêşiyê di navbera kurdên herêmê de yekîtîyek pêk bîne. Di encama vê yekîtîyê de, konfederasyona eşîrên herêma Barzan çêdibe. Barzan, navê herêmê ye û navenda konfederasyona van eşîran e, ne navê eşîrek e. Ji wê şûn ve jî hewldanên rêkxistina eşîretan dewam dike û digel wê biryara pêkanîna hinek reformên pirr girîng ên komelayetî (civakî) û sîyasî jî hatine girtin. Di wergirtina van biryaran û bicîkirina wan de, rola xalê wî Ehmed Axayê Bîrsîyevî gelek girîng e. Di wê demê de li herêmê biryara pêkanîna van reformên sosyal hatine girtin:

  • Rakirina milkîyetê.
  • Belavkirina erd (axê) bi ser cotkaran ve.
  • Qedexekirina qelen/qelind û zewaca bêdil.
  • Sazkirina (rêkxistina) têkilîyên komelayetî li ser bingeha wekhevî û edaletê.
  • Divê li hemû gundan mescîd (nimîngeh) bêne avakirin; ev der, bi tevî karên dînî bibin wek ciyên îstişare, navendên sosyal û ciyê çareserkirina meseleyên gundîyan.
  • Di her gundekî de pêkanîna konseyên ji bo çareserkirina meseleyên gund û gundîyan.
  • Divê bi serokatîya kesên berpirsyar ji hemû eşîretan hêzên parastinê bêne pêkanîn.[2]

Dema em bala xwe baş bidin naveroka van reforman, tesîra pêleke giştî hebe jî, pirr bi zelalê dîyar dibe ku wê demê têgehîştineke reformxwazîya wekî ya Evdiselam Barzanî ne tenê li herêma Kurdistanê, di nav Împeretaorîya Osmanî û sîstema Şahîtîya Îranê de jî xuya nabe. Lewra sala 1906an li Îranê û sala 1908an jî di nav Împeretorîya Osmanî de Tevgera Meşrûtiyetê dest pê kiribû, lêbelê naverok û çarçoveya reformên her du împeratorîyan jî qasî yê Şêx Evdiselam Barzanî berfireh û radîkal nebûn.

Şêx Evdiselam bi van helwest û kirinên xwe tesîreke girîng li ser civaka kurd dike û dixwaze bi hemû beş û aliyên Kurdistanê re têkilîyên xwe xweş û geş bike. Ew ji alîyek ve serdana serokeşîr, ulema û şexsiyetên pêşhatiyên kurdan dike, ji aliyê din ve jî bi rewşenbîrên kurd ên li Stenbolê re têkiliyên xwe bi pêş ve dibe. Ew êdî qîma xwe tenê bi reformên civakî nedianî, herweha armanceke neteweyî jî danîbû ber xwe. Ji bo vê, digel serokeşîrên herêmê bi şexsiyet û serokên wekî Şêx Mehmûdê Berzencî, Simkoyê Şikakî, Seyîd Evdilqadirê Nehrî, Emîn Âlî Bedirxan, Şerîf Paşayê Kurd û wd. re di nav têkiliyan de bû.

Şêx Evdiselam, ji bo bidestxistina mafên neteweyî yên milletê kurd, di bihara sala 1907an de li gundê Brîfkan û di mala Nûr Mihemed Birîfkanî de bi tevî serokeşîr û giregirên kurdan civîneke berfireh rêkdixin. Di dawîya vê civînê de, ji bo qebûlkirin û nasîna mafê neteweyî yên milletê kurd, bi erêkirina hemû beşdarvanan ji Dewleta Osmanî daxwazên li jêrê têne kirin:

  • Divê zimanê kurdî li herêmên kurdan wek zimanê fermî bête qebûlkirin.
  • Perwerdeyî bi zimanê kurdî bête kirin.
  • Divê qeymeqam, midurên nehyeyan û memûrên li herêmê bi awayeke baş bi zimanê kurdî bizanin.
  • Ji ber ku dînê dewletê Îslam e, divê biryarên mehkemeyan li gorî hikmê şerîetê bin.
  • Bacê ku li herêmê tê berhevkirin, divê ji bo çêkirina dibistan û rêyên li Kurdistanê bête xerckirin.[3]

Piştî ku ev daxwazname digîje ber destê rêvebirên Dewleta Osmanî, ev daxwaz, wek serhildanek û cûdaxwaziyê têne nirixandin û ji ber vê yekê di payîza 1907an de bi serleşkerîya Mihemed Fazil Paşayê Daxistanî hêzeke mezin a leşkerî rêdikin ji bo destgîrkirina Şêx Evdiselam û dagirtina herêma Barzan. Di êrîşa yekemîn de bi ser nakevin û careke din bi piştgirîya hinek eşîrên herêmê, êrîşeke hîn berfire dibin ser wan. Wekî gelek caran, hevpeymanên wî li ser peymana xwe namînin, bergiriyê nakin û hêza leşkerîya Osmanî bi giştî diçe bi ser Şêx Evdiselam ve. Ew, nêzîkê du mehan liberxwe dide û paşê ji bêgavîyê mintiqa Barzan terk dike û diçe herêma Teyarî li nik Mar Şamûnê Asûrî. Mar Şamûn bi awayek bir baş û dostane pêşwazîya wî dike. Ji wê rojê ve hetanî îro, tovê dostaniyeke zexm di navbera tevgera azadîya Kurdistanê û Asûrîya de hatîye avêtin.

Daxistanî di vê êrîşê de herêma Barzan wêran û talan dike, gelek jin û zarokên bêguneh destgîr dike. Mistefa Barzanî jî wê demê zarokekî nêzîkê sê salî bûye, ew jî bi tevî dayika xwe ji alîyê leşkerên Osmanîyan ve tê destgîrkirin û wan dibin li hepisxaneya Mûsil dixin zîndanê. Şêx Evdiselam di sala 1908an de vedigere herêma Barzan û hêzên xwe li çîyayê Şîrîn berhev dike. Peyderpey şerê di navbera kurd û hêzên leşkerî yên osmanî de gurr dibe û dawîyê bi îmzekirina peymanekê heft bendî ya dualî hêzên leşkerî yên osmanî bi paş ve hildikşin.

Şêx Evdiselam di van 4-5 salên sikunetê de xebata xwe ya neteweyî û civakî berdewam dike û Esat Paşayê walîyê Mûsilê jî sîyaseteke hîn nerm û maqûl dimeşîne. Lêbelê Îtihad û Teraqîyê di sala 1913an careke din bi darbeyek desthilatdarîya dewletê bidestxist. Piştî wê Esad Paşa, bi hevkarîya digel Şêx Evdiselam tawanbar kirin û di şûna wî de Silêman Nazîfê Diyarbekirî ku bi eslê xwe kurd bû ji bo walîtîya Mûsilê tayîn kirin.  S. Nazîf ji bo destgîrkirina Şêx Evdiselam, careke din leşkeran rêdike bi ser herêma Barzan ve. Di vê navberê de Dewleta Osmanî fermana girtina wî derdixe û ji bo vê yekê jî xelateke giran tesîs dike. Ji ber amadekariyeke berfireh û pêkanîna têkiliyên dîplomatîk, ew naxwaze bi artêşa osmanî re şer bike. Derbasê rojhelatê Kurdistanê dibe û diçe nik Seyîd Tehayê kurê Mihemed Sidîqê Nehrî û ji wir ve jî serdana Simko Axayê Şikakî dike.

Ş. Evdiselam bi tevî Simko li Urmiyê bi konsolosê Rûsyayê re hevdîtinê dikin û ji wir ve jî berê xwe didin Tiflîsa Gurcistanê da ku li wê derê Evdirezaq Bedirxan bibînin û paşê jî bi rêvebirên Rûsyayê re hevdîtina pêk bînin, ji bo piştgirîya serhildaneke berfire ya neteweyî. Piştî hevdîtina bi rêvebirên Rûsyayê re, ew û Simko bi hev re vedigerin û di Salmastê de bi tevî sê parastvanên xwe ji Simko vediqete. Dema ku ew bi gundê Gergeçînê re derbas dibin, Şikakîyek bi navê Sofî Evdila diçe pêşiya wan û bi îsrar dixwaze ew bibin mêvanê wî. Ew, daxwaza sofîyê dilreş naşikîne û dibin mêvanê wî. Dema ew di xew de ne, ji alîyê Sofî Evdila û merivên wî ve têne girtin û wan di herêma Sîroyê de teslîmê leşkerên osmanîyan dikin. Şêx Evdiselam ji wir dibin Mûsilê û teslîmê walî Silêman Nazîfê Îtihadçî dikin. Di dawîya mehkemeyek sivik de, biryara darvekirina wî û hevalên wî didin û di roja 14.12.1914an li bajarê Mûsilê têne darvekirin.

Dema ku neteweperwerê kurd Şêx Evdiselam û hevalên xwe hatin darvekirin, birayê wî yê piçûk Mele Mistefa Barzanî  yanzdeh salî bû û digel hinek endamên malbatê ew jî di ciyê darvekirina wan de hazir bû. Ew di bîranînên xwe de dibêje; piştî ku min bedena kekê xwe bi sêdarê ve daleqandî dît, min ji xwe re got, êdî hîç nabe ku bikevin ber destê dijmin û ev yek bû prensîbeke jîyana min.

Seîd VEROJ      

[1] Mesud Barzanî, Barzani ve Kürt Ulusal Özgürlük Hareketi, S.24, Doz Yayınları, İstanbul, 2005

[2] Mesud Barzanî, Barzani ve Kürt Ulusal Özgürlük Hareketi, S.24-25, Doz Yayınları, İstanbul, 2005

[3] Mesud Barzanî, Barzani ve Kürt Ulusal Özgürlük Hareketi, S. 25, Doz Yayınları, İstanbul, 2005