“Tehemmûl wan nekir Xalid Beg û Yûsif Zîya kuştin

Çirayê me vekuştin, ma kesî ‘eqlî li ser hiştin?”

Evdirehîm Rehmî Hekarî

  1. Destpêk

Di vê nivîsa li ber destê we de, bi giranî ez dê behsa portreya Xalid Begê Cibran û Cemîyeta Îstiqlal û Îstihlasa Kurdistanê bikim. Lewra di gelek nivîs û çavkanîyan de û bi taybetî jî yên ku di bin tesîra îdeolojîya fermî de hatine nivisîn, rêxistina amadekar a Tevgera 1925an yan bi nezanî tê jibîrkirin yan jî bi zanîn tê veşartin. Ger tevgerek civakî û neteweyî, ji pêvajoya çêbûna rêxistin û honandina wê bête qutkirin, ew tevger, wek tevgereke ferdî tête nîşandan û bi vî awayê jî alîyê wê yê sîyasî û neteweyî tête veşartin, mîrasgirên wê yên civakî û sîyasî têne xapandin.

Tevgera 1925an, ji ber pêşengî û serkirdeyetîya şêx û ulemayan; ji alîyê hinek çepgiran ve wek tevgereke dînî û kevneperest tête binavkirin û rexnekirin, ji alîyê hinek îslamîyên sîyasî ve jî tenê wek tevgereke cîhadî û dînî tête pênasekirin. Di rastîyê de her du alî jî nerast in, dixwazin tevgera îstiqlal û rizgarîya Kurdistanê ya sala 1925an, ji naveroka wê ya neteweyî dûr bixin û her yek alîyek kirasê xwe yê îdeolojîk lê bikin.

Tevgera sala 1925an, bi amadekarîya rêxistina Cemîyeta Îstiqlala û Îstihlas Kurdistanê (Cemîyeta Serxwebûn û Rizgarîya Kurdistanê) yan jî bi navê xwe yê kurt ji alîyê Komîteya Îstiqlala Kurdistanê ve hatîye amadekirin û serokê vê rêxistinê jî mîralayî Xalid Begê Cibran bû. Li gor yên berîya xwe du xusûsîyetên cuda yên vê rêxistina nû hebûn: Yekem, ev rêxistin di şiklê cepheyekî neteweyî de hatibû sazkirin û di nav de gelek grubên cuda hebûn; ya duyem, ev rêxistin yekemîn rêxistina îlegal û modrn a wê demê ye ku li ser erdê Kurdistanê hatîye damezrandin û pirranîya kadroyên wê yên navendî li Kurdistanê bûne.

  1. Ciyê jidayikbûn, malbat û perwerdeya Xalid Begê

Xalidê Mehmûd Beg, di sala 1882an de li Gimgima (Varto) Mûşê ji dayik bûye. Navê bavê wî Mehmûd Selîm Beg e û yê dayika wî jî Helîme Xanim e. “Mehmûd Selîm Beg, ji mala Siwar kurê Elî Axayê Cibran bû û qumandarê alaya duyem a eşîreta Cibran bû bi rutbeya Yarbayî. Wî di şerê Uris da salên (1877-1878)an jiyana xwe wenda kirîye. Dayika Xalid Beg, qîza Mele Mihemedê Melekan e. Gulê Xanima dayika Şêx Seîd jî, qîza Mele Mihemedê Melekan bû. Yanî Şêx Seîd Efendî û Xalid Beg lawxaltîyê hev bûn. Mele Mihemedê Melekan, birayê Şêx Ebdulyê mezin bû. Gundê Melekan (Mellê Kal), ser bi navçeya Solxan e û bi girêdayî Bîngolê ye.

Eşîra Cibran, li ser erdekî berfireh belav bûye; ji 4-5 gundên nehîya Sencaxa Bîngolê dest pê dike, ber bi rojhelatê ve gundên sunnîyên Kanîreşê (Qarlîova) û Gimgimê, ji wir ve bakurê Mûşê û Rojavayê Bulanixê bigre heta gundên başûrê Xinûsê dirêj dibe.”[1]

Heşt zarokên Mehmûd Selîm Beg hebûn; “çar ji wan law (kur) û çar jî

 keç bûn; Xalid, Mihemed Emîn, Ehmed, Selîm, Fatîma, Gulê, Nafîye û Hewa. Mihemed Emînê birayê Xalid Beg, di sala 1916an de li herêma Heranê ji ber nexweşîyê mirîye. Selîm Beg, piştî şikestina tevgerê bi tevî gruba xwe li çîya şer didomîne û sala 1926an li herêma Qirtuzê di pevçûnekê de bi xeletî hatîye kuştin. Ehmed Begê ku ji serî heta dawî di nav tevgerê de bû, di sala 1973an de koça dawî kirîye. Fatîmaya xuşka Xalid Beg, bi Şêx Seîd Efendî re zewicî bû: Gulê, bi Elî Begê pismamê Xalid Beg re zewicî bû û piştî mirina mêrê xwe cara didoyê bi Bînbaşî Qasim re zewicî bû; Nafîye Xanim, bi Latîf Begê ji malbata Eledîn Paşayê Xinûsî re zewicî bû; Hewa Xanim jî, bi Betal Efendîyê Erzurumî re Zewicî bû.”[2]

Xalidê Mehmûd, xwendina xwe ya seretayî li mal û medreseyên herêmê dest pê dike. Ji wê şûn ve ji bo xwendinê, qeyda wî di sala 1892an de li Mekteba Eşîretan hatîye çêkirin. Mekteba Eşîretan, sala ku Alayîyên Hemîdî hatibûn sazkirin yanî di sala 1891an de ji alîyê Siltan Abdulhemîdê Duyem ve li Îstenbulê hatibû vekirin. Siltan Abdulhemîdê Duyem dixwest bi rêya Mekteba Eşîretan; sîyaseta xwe ya panîslamîst di nav unsirên osmanî de belav bike, supayên dahatûyê ji bo Alayîyên Hemîdî perwerde bike, piştî perwerdeyîyê çerxa burokrasîyê bi zarokên eşîran bide nasîn û wan bikşîne nav vê çerxê, mexsedekê vekirina vê mektebê jî li hemberê îhtimala serhildana eşîran, wek tedbîrekî rehîngirtina zarokên serokeşîran e ji alîyê Seraya Îstenbulê ve. Di nav çar salan de tenê qeyda 21 zarokên kurd di vê mektebê de hatîye çêkirin û yên mayî zarokên ereb, arnawid û wd. bûn.

“Ji eşîra Cibran qeydê sê zarokan di vê mektebê de hatîye çêkirin;  Xalid, Qasim û M. Şerîf.”[3] Xalid, di Tebaxa 1896an de xwendina xwe ya di Mekteba Eşîretan de temam kirîye. Ew xwendevanekî jêhatî û pirr serkevtî bû. “Xalid Beg piştî ku Mekteba Eşîran temam kirîye ji bo Mekteba Herbîye ya Yıldizê (Yıldız Mekteb-i Harbiye) hatîye şandin. Di sala 1902 de bi pileya (rutbe) yaver yuzbaşîtîyê ji Herbîyeyê derçûye.”[4] Wî bi zimanê erebî, farisî, fransizî û kurdî baş zanîbû. Piştî ku wî Mekteba Herbîyeyê xelas kirîye, bi tevî hêza leşkerîya eşîra Cibran rêkirine cepheya Filîstinê. Ew nêzîkê deh salan li bajar û herêmên wekî Cerablûs, Yemen, Hema û Humûsê xebitîye. Di salên 1912-13an de vegerîyaye Gimgimê û ji ber ku bavê wî rehmet kirîye di şûna bavê xwe de bi rutbeya bînbaşîtîyê bûye qumandarê Alaya Duyem a eşîra Cibran. Berîya destpêkirina Şerê Cîhanê yê Yekem, bi Gulendam Xanima qîza malmidurîyê Gimgimê re zewicîye ku bi eslê xwe ji xelkê Bedlîsê bû. Xanima wî piştî salekî di dema zayistanî de bi tevî zarokê xwe mirîye. Piştî ku jina wî mirîye, Xalid Beg, cara didoyê ji Xinûsê bi Nafîye Xanima qîza Mehmûd Axayê Behadîn Beg re zewicîye. Ji vê zewacê, bi navê Mehmûd û Îbrahîm du zarokên lawîn jê re çêbûne.

(Zabîtên ku li Îstenbulê di Mekteba Eşîretan de xwendine û ji wê şûn ve jî Mekteba Herbîye û Mulkîyeyê Şahane xelas kirin û bi rutbeya yuzbaşîtîyê derçûne û bûne fexrî yawerê Hezretî Şehrîyar. (Wêne, ji alîyê nûçegihanê mecmua Servet-i Fünun ve li Ezirganê hatîye kişandin û di jimara 380an de hatîye belavkirin.)
Yên rûniştî ji alîyê rastê ve: 1- Ji eşîra Qerapapaxê Enes Efendîyê Erzerumî, 2- Ji eşîra Cibran Xalid Begê Bedlîsî, 3- Ji eşîra Şemsikî Îzed Efendîyê Wanî, 4- Ji eşîra Qerebalî Cemîl Efendîyê Xarpûtî, 5- Ji eşîra Şemsikî Tahir Efendîyê Wanî, 6- ji eşîra Qerepapaqê Muslim Zekî Efendîyê Erzerumî, 7- ji eşîra Şikakî Sidiq Efendîyê Wanî,  8- ji eşîra Qerebalî Ramiz Efendîyê Xarpûtî, 9- ji eşîra Qerebalî Şukrî Efendîyê Xarpûtî, 10- ji eşîra Qerebalî Elî Mehder Efendîyê Xarpûtî, 11- ji eşîra Qerepapaxê Welî Efendîyê Erzerumî, 12- ji eşîra Qerebalî Sebrî Efendîyê Xarpûtî, 13- ji Sîwasê Muslaq Nadir Efendî.)

“Piştî ku Şerê Cîhanê yê Yekem dest pê kir, li navçeya Gimgimê bû serokê Alayîya  Suwarî ya Cibran. Dû re tevayî çekdarên eşîra Cibran ketin bin fermandarîya Xalid Begî.”[5] Ew, di nav alayîyên Cibran û millîsên kurd de gelek bi edalet tevgerîyaye. Dema ku Şerê Cîhanê yê Yekem dest pê dike, li herêma Serhedê artêşa Osmanî têkdiçe û beşekî girîngê Kurdistanê dikeve bin hikumdarîya leşkerên Rusya. “Xalid Beg bi rutbeya Mîralayî, bi tevî Reşîd Begê nevîyê Bînbaşî Îbrahîmê qumandarê Alayîya Yekem a Cibran, bînbaşî Xalid Begê Mexsûdî yê qumandarê alayîya Sêyem a Cibran, bînbaşî Selîm Begê Fezlî yê qumandarê alayîya çarem û bînbaşî Reşîd Beg digel hêzên millîs û eşîran li hemberê Rusyayê tevlî şer dibin. Cesaret û qebîlîyeta wî ya leşkerî, ji alîyê hevalên wî û qumandarên artêşê ve daîm hatîye teqdîrkirin.”[6] Lêbelê xweragirtina wan a li hemberê artêşa Rusyayê bi ser nakeve û di dawîya sala 1915an de mecbûr dimînin ku bi tevî malbatan, xwe ber bi paş ve bikşînin alîyê Çebexçûrê û ji wir ve jî çûne gundê Sekrata Paloyê. Xalid Begê di dema komkujîya Ermenan de, li Gimgimê (Varto) û Muşê gelek Ermen ji qirkirinê rizgar kirine. Di sala 1916an de Xalid Begê bi wezîfe rêdikin cepheya Sûriye û Îranê. Piştî ku li Rusyayê di 17ê Çirîya Pêşîn a 1917an de Şoreşa Bolşewîk çêdibe, Rusya hêzên xwe ji herêma Serhedê paş ve dikşîne.

“Sala 1918 ku şerr bi dawî hat, Xalid Beg, malbatên wan ên li herêma Palo û Xarpêtê vedigerine warê xwe yê Serhedê. Di dema vegerê de Nafîye Xanima jina wî, ji ber nexweşîya kolerayê li gundekî (çanakçı) Paloyê wefat kirîye. Ji sala 1918an şûn ve ku Xalid Beg vedigere Gimgimê, ji Bulanixê bi Xetîce Xanima qîza Beglerê Sîmo yê Çerkez re dizewice.”[7]

Xalid Beg kesayetekî (şexsîyetekî) neteweperwer û xwedî bîr û bawerî bûye. Di heman demê de, bi dîn, bi çand, bi ziman xwe û edetên Kurdistanî ve girêdayî bûye. Ew di nameyekê xwe de dibêje: “Di mesela dîn û millet de, mazaretê tu kesekî qebûl nakim. Rêya min rêya rast e. Durûtî û lêbokî (çaplûsî) li nik min nîne. Serê min fedayê dîn û miletê min e.”[8] Ew bi van fikr û bawerîyên xwe, di dawîya sala 1918an de dibe endamê Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK). Qedrî Cemîl Paşa li ser damezrandina vê rêxistinê dibêje: “Bi agirbesta Mondrosê ve dawî li Şerê Cîhanê yê Yekem hat û welatperwerên kurd yên li Stenbolê ji bo serxwebûna neteweya Kurdistanê bi navê Komeleya Tealîya Kurdistanê rêxistineke sîyasî damezrandin.”[9] Ew bi tevî kar û xebata sîyasî, li ser ziman û kultura kurdî jî xebitîye; “daîm şîretan li xelkê kurd dikir û digot her tim cil û bergên netewî li xwe bikin û bi zimanê kurdî bixwînin û binivîsin. Ji bo vê yekê jî, Xalid Begê kitêbên wekî Nûbara Piçûkan, Mem û Zîna Ehmedê Xanî û Dîwana Melayê Cizîrî li gundan belav dikir.”[10]

Xalid Beg li pey mal, milk, mewqî û meqam ne gerîyaye û her dem xwedî doza xwe bûye. Di riya doza xwe de jî canê xwe feda kirîye û hîç wextekî ji dijminên xwe re serî nedanîye. Ew, di têkilîyên civakî de bêalî û adil bûye; qîmet û girîngîya pêdivî daye hemû kom û alîyên civata kurd, bi taybetî di navbera eşîrên Sunnî û Alewîyên kurd de bûye wek pirekî pêbawer. Ji bo ku nakokîyên di navbera kurdên Alewî û Sunnîyan ji holê rake, gelek xebat kirîye. Di nav eşîretên Sunnî û Alewî de qedrê wî gelek bilind bûye, ji her du alîyan jî serokeşîr û giragirên wan bi Xalid Begê pirr bawer bûne. “Dema Xalid Beg ji Îranê vedigere Gimgimê, ji ber ku xanîyên wan xera bûne di nav eşîretên Alewî yên wekî Avdelî, Kimsorî û Kilawsî de bi mêvanî di mala Îsmaîlê Seyidxanê Avdêlî dimîne. Bi wan re têkilîyên germ saz dike, ji bo ku pirsgirêkên navbera eşîretan çareser bike û ji holê rabike gelek xebatan dimeşîne. Ji vî qasî, keç û xortên Alewî û Sunnî bi hevûdu re dizewîcîne.”[11]

“Tê gotin, ku, di vê demê de li gundê Qalçixê, di mala Îsmaîlê Seyidxanê serokê eşîra Avdelan de civînek berfireh hatîye sazkirin. Di civînê de biryar tê girtin ku, Xalid Beg biçe Erzerumê. Lewra li bajarê Erzerumê konsolxaneyên dewletên wek Uris, Îran û Îngilizan hebûne. Xalid Beg ji bo ku bikaribe bi van dewletan re têkilî çêbike, li çûyina bajarê Erzerumê erênî mêze kirîye û li bajarê Erzurumê bi cih bûye.”[12] Ew, di sala 1919an de dibe qumandarê alayîyê, bi girêdayî Orduya li Erzerumê dest bi wezîfeyê dike.

  1. Xebata rêxistinî û sîyasî; Xalid Begê Cibran endamê Cemîyeta Tealîya Kurdistanê û serokê Komîteya Îstiqlala Kurdistanê bû

Ji îmzekirina Peymana Mondrosê (30.10.1918) şûn ve, di roja 17ê Kanûna Ewela 1334 (1918)an de bi serokîya Seyîd Abdulqadirê kurê Şêx Ubeydulayê Nehrî Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK) hatîye avakirin. Navenda CTKê li Îstenbulê bû û ev rêxistin bi navê “Cemîyeta Kurdistanê”[13] jî hatîye binavkirin. Di heqê rêxistinbûna CTKê de, T. Z. Tunaya dibêje “Cemîyetê li her derê Kurdistanê şûbeyên xwe damezrandine. Li Dîyarbekir, Elezîz (Xarpêt), Arapgîr, Xerzan, Xozat (Dêrsim), Erzerum, Wan û Adanayê şûbeyên xwe vekirine.” Li ser hev “19 Şubeyên CTKê hebûn.”[14] Xalid Beg, bi girêdayî şubeya Erzerumê endamên CTKê bû.

CTKê, bi tevî pêkanîna xebatên komelayetî û kulturî, ji alîyê sîyasî ve jî dixwest ku “Prensîbên Wîlsonî” ji bo çareserîya meseleya miletê kurd bêne tetbîqkirin. Ev daxwaza cemîyetê, ji alîyê Şerîf Paşayê nûnerê kurd ve, ji bo Konferansa Aşitî ya Parîsê jî hatîye pêşkêşkirin û dibêje: “Li gor Prensîbên Wîlsonî, mafê kurdan heye ku dewleteke azad û serbixwe damezrînin.”[15]Armanca esasî ya CTKê ev bû; ku bikare ji vê rewşa nû ya piştî Şerê Yekem îstîfade bike û dewleteke serbixwe ya Kurdistanê damezrîne.[16] Ji bo pêkanîna vê armancê CTKê, bi tevî xebatên rêxistinî û civakî û sîyasî, di warê çapemenîyê de jî kovarên wekî Jîn, Kurdistan û rojnameya Serbestî çap kirine. Hem desthilatdarîya sîyasî ya Îsenbulê û hem jî tevgera Mistefa Kemal ji rêxistin û xebata CTKê pirr aciz bûn. Ji çêbûna Peymana Sevrê (10ê Tabaxa 1920) şûn ve, nerehetî û acizîya hikûmetê li hemberê xebatên CTKê hîn bêtir bûn. Lewra bi îmzekirina Peymana Sevrê, îhtîmala çêbûna Kurdistan û Ermenîstanek serbixwe derketîbû meydanê. Di vê pêvajoyê de, li Kurdistanê xebata tevgera Kemalîst jî her ku diçû pêş diket û zixtên wan ên li ser tevgera kurd û gelê Kurdistanê jî zêdetir dibûn. Ji ber vê, “ji alîyê hikûmetê ve biryara girtina CTKê hate dayin.”[17]  Ji xwe berîya wê jî, dest bi girtina hinek şûbeyên CTKê kiribûn. Li hemberî tevgera kurd û CTKê, helwest û polîtîkaya Saraya Osmanî û Heyeta Temsîlîye ya Mistefa kemal yek bû. Di encama vê helwesta yekgirtî ya Stenbol û Anqereyê de, “Di Temûza 1920an de, ji alîyê hikûmeta Osmanî ve biryara girtina CTKê hatîye dayin.”

Di rûpela pêşî ya kovara Jînê ya hejmara 33an de, bi sernivîsa “Şûbeyên Cemîyeta Kurd çima hatine girtin?”, meqeleyek bênav hatîye nivîsandin û nivîskar di vê meqeleya xwe de, bi kin û kurtayî bersiva vê pirsê weha daye: “Ji ber ku ev cemîyet yên kurda bûn, hatin girtin. Lewra armanca sîyasî û sereke ya hemû hikumetan ev ku kurd negihîjin mafên xwe.[18]

Piştî girtina navend û rawestandina xebata CTKê ji alîyê desthilatdarîya sîyasî ya Îstenbul û Anqerê ve. Xalid Beg û hevalên xwe dest bi hewldana çêkirina rêxistineke nû ya binerd (îlegal) dikin. Nûrî Dêrsimî di Xatiratên xwe de dibêje: “Qehremanê kurd Mîralayî Xalid Begê Cibran û hevalên xwe, bi dîrektîfa Cemîyeta Tealîya Kurdistanê ya navenda Îstenbulê, li ser erdê welatê xwe dest bi çêkirina rêxistina kurd û Kurdistanê kiribûn.”[19] Ji bo avakirina rêxistineke nû, bi gelek alîyan re; bi sîyasetmedar, rewşenbîr, mîr, axa, şêx, serokeşîr, zabît û meleyên Kurdistanê re hevdîtinan pêk dihêne û di encama vê xebata berfireh de rêxistineke nû tête avakirin.

Xalid Begê, çûn û bicîbûna li bajarê Erzerumê bi taybetî tercih kiribû. Bajarê Erzerumê bi çend taybetmendîyên xwe ve girîng bû: Li wê derê nûner û konsolxaneyên dewletên gewre yên wê demê hebûn; bi taybetî Erzerum li ser sînorê dewletekê gewre ya wekî Rusyayê bû; yek ji bajarên girîng ê navenda bazirganîyê bû ku ji gelek herêmên Kurdistanê ve hatûçûna ji bo wê derê çêdibû. Ji ber vê rewşa taybet, li wê derê bicî bûye. “Piştî bicihbûna li Erzurumê, Xalid Beg, bi gelek serok eşîrên kurd yên bi nav û deng re peywendî sazkirîye. Wek: Evdilmecîd Begê Sipki, Kor Huseyîn Paşa yê Heyderî, ji eşîreta Zirkan Keremê Qolaxasî, Selîm Begê Madragê, Qulîxan Begê û Xalid Begê Hesenî. Xalid Beg ji dervayê van serokeşîrên kurd, li bajarê Erzeurum û Qersê bi hinek eşîretên Turkmenan re ji têkilîi sazkirîye. Wek; Serokê eşîreta Karakarutê Abbas Begê Qaxizmanê.”[20]

Erzerum heman demê ji her alî ve bona tevgera Mistefa Kemal û hevalên wî jî cîyekî girîng bû. Mistefa Kemal dixwest bi girêdana Kongreya Erzerumê (di navbera 23yê Temûzm-7 Tebaxê de), serokeşîr û giragirên kurdan bikişîne alîyê xwe û bi vê awayê hukma xwe ya li ser Kurdistanê bihêztir bike. Xalid Begê, Mistefa Kemal ji berê ve nasdikir, fikir û nîyeta wî ya li ser kurd û Kurdistanê jî dizanî. Ji ber vê yekê xwe jê dûr dixist, bi tevî ku vexwendîyê Kongireya Erzerumê bûye beşdar nebûye. Ji sazkerên kongreyê Süleyman Necati dibêje: Ji alîyê heyeta merkezî ve ji kesayetê muhterem û fazîletdarê kurdan Mîralayî Xalid Begê Cibran re nameyek hate şandin ji bo vexwendina Kongreyê. Xalid Begê, bersivekê welatperwerane da got: Ez û eşîretên kurdan bi girêdayî Erzerumê ne û biryarên ku bêne girtin ji bo me jî qebûl in, lêbelê ji ber hinek sebeban nikarim beşdarê civîna we ya mesûd bibim.”[21] Ji alîyê kurdan ve Hecî Mûsa Begê Xwêtî, ji bo heyeta Nûnerên Kongreya Erzerumê hatibû hilbijartin lêbelê beşdarê Kongrê nebûbû. Dema Komîteya Îstiqlalê hatîye avakirin ew jî beşdarên vê rêxistinê bûye.

Ji ber helwest û xweragirtina wî, rêvebirên leşkerî yên wê demê, ji xebat û tevgera wî guman kirine û ew ji karê aktîf dûrxistine. Dema ku Xalid Beg li Erzerumê di nav orduyê wezîfedar e, “Kazim Karabekir Paşa guman pê dikir ku Xalid Begê Cibran bi awayekî nepenî xebata teşkîlatekê dike. Ji ber vê yekê di roja 19.08.1919an de wî ji kar û xebata aktîf a qiteayê girtîye, bi rûtbeya mîralayîyê ji bo Serokatîya Komîsyona Dîwana Muhasebeya Qolorduyê wezîfedar kirîye.”[22] Bi vî awayî xwestîye ku ew li navenda Erzerumê bimîne, ji bajarê Erzerumê nederkeve û dûr nekeve.

Bi rastî jî Xalid Beg û hevalên xwe, bi navê Cemîyeta Kurdistanê yê şaxê Erzerumê dest bi lêgerîn û xebatekê nû kiribûn. Rêxistina “Komîteya Kurd a Erzerumê” di encama vê lêgerînê de dest bi xebatên binerd (veşartî) kirîye û bi Komîteya Îstenbolê re jî têkilîyên xwe yên veşartî domandine. Xalid Begê Cibran bi xwe jî endamê CTKê bû. Li gor agahîyên konsolosê Rusî yê Erzerumê jî, di dawîya sala 1920an de li Erzerumê bi navê “Cemîyeta Îstiqlala Kurdistanê” yan jî “Komîteya Îstiqlala Kurdistanê” rêxistinek hatîye damezrandin û Xalid Beg jî wek serokê komîteyê hatîye hilbijartin. Di raporteke veşartî ya Hêzên Hawayî yê Brîtanyayê de, li ser têkilîya CTKê û Komîteya Îstiqlala Kurdistanê weha hatîye gotin: “Ev rêxistin, berdewamîya Cemîyeta Kurd a Stenbolê ye. Ji ber zixt û gumanên hikûmetê, Cemîyetê sala 1921ê qerargeha xwe ji Îstenbulê ve birîye Erzerumê û ji wê rojê ve hetanî îro xebata xwe li vê navendê pêşxistîye.”[23]

Îsmaîl Heqî Şaweys

Di vê demê de herweha berhevkirina îmzeyan ji bo tetbîqkirina Peymana Sevrê, têkilî û xebata ji bo yekgirtina rêxistin û grubên kurd jî berdewam bû. Di encama van hewldanan de, Komîteya Navendî ya li Îstenbulê û Komîteya li Erzerumê, yekîtîya xwe pêk anîne. “Mîralayî Xalid Begî Cibrî ku serokê eşîra Cibran bû û li navçeya Mûş-Xinis daniştî bûn, sala 1921ê li Erzurumê komela penihanî ya “Komîteya Îstîqlala Kurdistan”ê damezrand û di demekê kêm de ev komele li Kurdistana Tirkiya li her şeş wîlayetên din da hate damezrandin û dest bi kar kir. Komeleyên aşkera û nihênîyên Kurdistanê; wekî Komeleya Tealîya Kurdistanê, Teşkîlatê Îctîmaîye, Hêvî, Demokrat û Sosyalîstên Kurdistanê hemûyan li nav Komîteya Îstiqlala Kurdistanê xwe gihandin hev û ji xeynê wan li Anqerê jî Yusif Zîya Beg ku nûnerê bajarê Bedlîs û serokê Mehkemeyekê Îstiqlalê bû, wî jî di sala 1922yê de komelekê penihanî bi navê Îstiqlala Kurdistanê dirûst kiribû û leqên wê li navçeyên Wan û Bedlîs û Anqera û Îstenbulê pêk hatibûn. Ev komele jî tevlî Komîteya Îstiqlala Kurdistanê bû û bi vî awayî di salên 1921-1922an de hemû partî û komeleyên sîyasî yên aşkera û nihênîyên gelê kurd li Kurdistana Tirkiyê de çûne jêr alaya Komîteya Îstiqlala Kurdistanê û hemûyan hevûdu girtin ji bo rizgarî û serbixweyîya Kurdistanê bi hev re peyman bestin.”[24] Di dawîya hewldan û xebatên yekgirtinê de “Komîteya Kurd a Îstenbulê”, “Komîteya Kurd a Erzerumê” û bi tevî hin grub û rêxistinên din bi navê “Komîteya Navendîya Kurdistanê” rêxistineke nû damezrandin ku paşê navê wê hate guhartin û bû “Komîteya Îstiqlala Kurdistanê”. Di çavkanîyê cûda û hinek belavokên rêxistinê û belgenameyên mehkemeyê de navê rêxistinê, bi zimanê tirkî wek “Kürdistan İstiklâl ve İstihlâs Komitesi (Kürdistan Bağımsızlık ve Kurtuluş Komitesi)”[25] derbas dibe. Bi kurdî “Komîteya Îstiqlal û Îstihlas Kurdistanê” yan jî “Komîteya Serxwebûn û Rizgarîya Kurdistanê”. Bi îhtimaleke mezin “Komîteya Îstiqlala Kurdistanê”, kurteya navê  “Komîteya Îstiqlal û Îstihlas Kurdistanê” ye. Îsmaîl Heqî Şaweys dibêje: “Di navbera salên 1921-1922an de, çi eşkera çi nihênî, hemû partî û komeleyên sîyasî yên gelê kurd xwe dan bin alaya “Komîteya Îstîqlala Kurdistanê” û bi hev girtin.”[26] Di hinek çavkanîyan de jî bi navê “Komîteya Azadîya Kurdistanê” yan jî bi navê xwe yê kurt, wek “Azadî” tête binavkirin. Bînbaşî Qasimê Cibran dibêje: “Di rastîyê de Cemîyeta Tealîya Kurdistanê nav guherî û bi veşartî (îlegal) bû Cemîyeta Îstiqlal û Îstihlasa Kurdistanê.”[27]

Di derbarê dîroka damezrandina Komîteya Îstiqlala Kurdistanê de, fikrên cûda hene. Garo Sasunî, li gor raportek Îsmaîl Heqî Şaweys ku di hejmara kanûna 1925an ya kovara Troşak de hatîye belavkirin, neqil dike û dibêje: “Komîteya Îstiqlala Kurdistanê, di sala 1920an de li Erzerumê bi serokatîya Xalid Begê bi veşartî hatîye avakirin. Armanca komîteyê, xelasbûna ji bindestîya tirkan û pêkanîna serxwebûna Kurdistanê bû.”[28] Îsmaîl Heqî Şaweysê ku ew bi xwe jî yek ji damezrênerê vê rêxistinê ye di bîranînê xwe de dibêje: “Di sala 1921ê de li Erzerumê navenda Komîteya Îstîqlala Kurdistanê hate danîn ku 24 qehremanan tê de cih digirt.”[29] Li gor nivîsandina Dr. Nûrî Dêrsimî, “Komîteya Kurdistanê ya li Erzerumê, di nav sala 1919an de li ser dîrektîfa navenda Îstenbulê ya Cemîyeta Tealîya Kurdistanê, bi serokatîya qehremanê kurd Xalid Begê Cibran hatîye damezrandin.”[30] Li gor Sasûnî,rêxistin pêşîyê ji alîyê Xalid Beg ve di Çirîya Pêşîna 1920an de li Erzerumê bi navê “Komîteya Serxwebûna Kurdistanê” hatîye avakirin.”[31] Mehmed Emîn Severê birazîyê Xalid Beg jî dibêje: “Rêxistina Azadî di bihara sala 1921an de hatîye avakirin.”[32] Li gor neqilkirina Mele Xalid, Fehmîyê Bîlal jî dibêje: “Komîteya Îstiqlala Kurdistanê, di sala 1921ê de hatîye avakirin û di nav zemanek kurt de li tevayîyê herêmê rêxistina xwe pêk anîbû.”[33] Tahsîn Sever dibêje: “Xebatên rêxistina Azadî, bi kadroyên pirr hindik di destpêka sala 1919an de bi awayekî veşartî (îllegal) dest pê kirîye. Giranîya xebata rêxistinê, di nav kurdên lejker de bûye. Ji salên 1923an şûn ve dest bi rêxistineka gelêrî ya berfireh kirîye.”[34] Li gor neqilkirina R. Olson, “Cemîyeta Îstiqlala Kurd ku di nava xelkê de bi navê Azadî dihête nasîn, sala 1921ê li Erzerumê hatîye avakirin.”[35] Li gor raporta Pavlovskyê Konsolosê Rusyaya Federal li Erzerumê, “Komîteya Kurd a Îsenbulê û Komîteya Kurd a Erzerumê di Nîsana 1922yê de yekîtîya xwe pêkanîne.”[36] “Komîte, li Erzerumê di sala 1922an de hatîye avakirin.”[37] Li gor M. Van Bruinessen, Rêxistina Azadî di sala 1923an de hatîye avakirin.[38] Rojnamevan Uğur Mumcu jî dibêje: “Cemîyeta Îstiqlala Kurdistanê, di Gulana 1923an de li Erzerumê hatîye avakirin.”[39] Murat Bardakçı dibêje: “Komîte di navbera salên 1919-1922an de çêbûye.”[40] Li gor gotina Abdulmelîk Firat, “Cemîyeta Azadî di sala 1923an de hatîye avakirin û armanca wê damezrandina dewleteke serbixwe ya kurd bû.”[41] “Mele Selîm ji devê kesên nav tevgerê neqil dike û dibêje: Hîzba Azadîya Kurdistanê, di meha Hezîrana sala 1923an de li Erzerumê di mala Xalid Beg de hatîye damezrandin.”[42] Di raprotek veşartî ya bi hejmara “FO 371/10121” ya Konsolxaneya Îngiliz de, Komîteya Îstiqlala Kurdistanê, wek berdewamîya CTKê hatîye destnîşankirin û dibêje, ev rêxistin bi wesîteya Dr. Mehmed Şûkrî hatîye naskirin û herweha têkilîya wan bi Şerîf Paşa re jî heye. Ji ber xweparastin û gumanên hikûmetê, sala 1921ê qerargeha xwe birine Erzerumê û serokê wê jî Mîralayî Xalid Beg e.[43]

Komîteya Îsiqlalê, rêxistineke modrn bû, ji bêgavîyê bi awayekî îllegal kar dikir û teşkîlata wê li ser bingeha hucreyan hatîbû honandin. “Komele, li ser esasê hêlane hêlane (hucreyan) hatîbû çêkirin her hêlaneyek (hucreyek) pêk hatîbû ji 12 kesan. Van 12 têkoşeran hev nas dikir lêbelê endamên her hucreyek bi navgînîya serokê hucreyê pêwendî bi hucreyeke din re datanî. Endamên hucreyek endamên hucreyeke din nas nedikirin. Li gor Bînbaşî Qasim ku ji devê Xalid Beg û Yusif Zîya neqil dike û dibêje: Teşkîlat li ser esasê grubên pêncane hatîye avakirin û endamên grubek ji yên din neagadar in.[44] Navnîşana hucreyan jî wisa bû: Her hucreyek navekî xwe yê nihênî hebû ku bi navê gul û giyayek an jî bi navê dever û deviyeke Kurdistanê dihate navkirin. Wek hucreyên Beybûn, Rebenok, Sorgul, Leylak, Guleşevîn an jî hucreyên Çiya, Şax, Kew, Zevî, Çem û hucreyên Gulecot, Yaregul, Gezîne, Nêrgiz û Lûleper… “[45]

“Arme (Dirûşm û sembolên komeleya Komîteya Îstîklala Kurdistanê) jî wisa bû: Qelemeke dirêj li ser huburdankekê, li ser paçek gûşeyê pembû û simbila genim, di nav wan de jî xencerek, di nav qada hemûyan de jî roj hebû. Ev remz û nîşana Komîteya Îstiqlala Kurdistanê bû.”[46] Di nav kadro û pêşengên rêxistinê de; kesayetên sîyasetmedar, rewşenbîr, lejker û ulema hebûn, lêbelê pirranîya “Kadroyên esasî yên Azadî, ji supayên kurd ên nav artêşê pêk hatibûn ku pirranîya wan endamê Alayîyên Hemîdî bûn.”[47]

Komîteya Îstiqlalê, Kurdistan ji alîyê rêxistin û teşkîlatê ve kirîye sê beş (qisim): “Qismê yekem; Kurdistana Tirkîye û Bakûrê Sûrîyeyê, Qismê duyem; Kurdistana Iraqê, Qismê sêyem; Kurdistana Îranê.”[48] Komîteya Îstîqlala Kurdistanê li hemû deverên Kurdistana Tirkiyê bi awayekî nihênî hate damezrandin. Li gor Îsmaîl Heqî Şaweys; “Komîteya Îstîklala Kurdistanê”, li Kurdistana Tirkiyê di demeke kurt de li her şeş bajarên mezin belav bû û dest bi xebatê kir.”[49] Di nav demekê kurt de, li gelek bajarên Kurdistanê şubeyên xwe ava kirin. M. Van Bruinessen dibêje: Azadî, rêxistineke rastîn û ji 18an zêdetir teşkîlatên wê yên herêmî û pîlanekê wê yê çalakîyan hebû.”[50] Li gor Tehsîn Sever, “Di 23 bajar û bajarokan de şaxên wê hatine danîn.”[51] Rêxistinê hewl daye ku xwe bigehîna hemû beşên civaka Kurdistanê. “Komîteya Îstiqlala Kurdistanê; bi tevî xebata rêxistinî û pêkanîna têkilîya digel serokeşîr, şêx, ulema, supayên kurd ên nav orduya tirk û xwendekaran, karê berhevkirina edebîyata devkî û belavkirina kitêbên kurdî jî dikir.”[52]

Herweha teşkîlat û têkilîyên xwe bi rêxistinên li başûr û rojavayê Kurdistanê re jî pêkanîbûn. Ji nameya Dr. Fuad ku di roja 21ê Sibata 1925an de ji Ferîd Paşa re hatîye nivisîn[53] weha dîyar dibe ku têkilî û şubeyên rêxistina Komîteya Îstiqlala Kurdistanê (Azadî); bi navendên wekî Bexdad, Heleb û Mûsilê re jî hebûne. Î. Heqî Şawey dibêje: “Xalid Begî li ser mebestên komîteyê bi Simko û Cemîlpaşazadeyên Diyarbekir û nevîyên Şêx Evdilqadirê Şemzînan re li hev kiribû.”[54] Ji bo rêvebirina van têkilîyan, zabîtên wekî Tewfîqê Silêmanî, Îsmaîl Heqî Şaweys û Salih Efendî hatibûn wezîfedarkirin. Armanc, rêbaza xebatê, dirûstkirina şûbe (şax) û awayê rêxistinbûna Komîteya Îstiklalê, di Nîzamnameya Hundirîn û Nîzamnameya Derveyî ya rêxistinê de hatine destnîşankirin.

Komîteya Îstiqlala Kurdistanê, pirr girîngî daye têkilîyên navdewletî, xwestine piştgirîya dewletên wekî Brîtanya, Rusya û Fransayê bigrin. Di Nîzamnameya Derveyî de, bi taybetî navê Hikumeta Îngiliz bi aşkerayî hatîye nivisîn û dibêje; “Armanca Komîteyê ev e ku di navbera kurdan de yekîtîyê çêbike û bi alîkariya Hukûmeta Îngilîz serxwebûna kurdan dabîn bike.”[55] Têkilîyên bi Brîtanyayê re bi giranî li ser komîteya Îstenbulê û bi destê Seyid Ebdulqadir dihate meşandin. Xalid Begê dixwest bêtir bi Rusya Bolşewîk re têkilî pêş bixe. Hevdîtinên bi Rusya Bolşewîk re, ji alîyê Xalid Beg û Yusif Zîya Beg ve dihate meşandin. Ji bo vê yekê ber bi dawîya sala 1920an nameyekê ji Lenînê serokê Rusya Bolşewîk re hatîye şandin. Lêbelê desthilatdarîya Bolşewîkan, pê li prensîbên xwe kirine û guh nedane hewara neteweya kurd, berûvajê fikira sîyaseta çepgirî ya enternasyonalîst, piştgirîya dewletek serdest û kolonyalîst kirine. Di destpêkê de Seyid Taha û Simko jî nêzîkê pêşxistina têkiliyên bi Rusyayê re bûn, lêbelê hêvî û bendewarîya wan pêk nehat û paşê wan jî xwe nêzîkê xeta îngiliz kirin.

Di raportek veşartî yê Hêzên Hawayî yên Îngilizan de, di bareyê rêxistin, şûbeyên (şaxên) wê yên li Kurdistanê, serokên van şûbeyan, navê eşîret û serokeşîrên piştgir, kadroyên pêşeng û endamên leşkerî yên nav dewlet û orduyê hatine dîyarkirin. Li van bajar û navçeyan şûbeyên rêxistinê hatine avakirin û navê rêvebirên wan wisa hatine dîyarkirin: “Erzerum (navenda rêxistinê ye û serokê wê Mîralayî Xalid Begê Cibran e), Stenbul (serokê şûbeyê Seyid Abdulqadir e), Qers (serokê şûbeyê Yuzbaşî Tewfîq Efendî ye), Bazîdê (Şêx Îbrahîm), Eleşgirt, Melezgird (Kor Husên Paşa), Varto (Xalid Begê Hesenî), Xinûs (Rûştî Efendî), Muş, Bedlîs (Yusif Zîya Beg), Wan (Mele Abdulmecîd Efendî), Sêrt (Yuzbaşî Îhsan Beg), Şirnax (Silêman Axa), Cizîr (Hecî Dûrsin Efendî), Dîyarbekir (Ekrem Cemîl Paşa), Mêrdîn (Hecî Xidir Efendî), Erzingan, Dêrsim (Kangozâde Elî Heyder), … ”[56] Li gor nivîsîna Qedrî Cemîl Paşayê Dîyarbekirî, şûbeya Dîyarbekirê ji van kesan pêk hatîbû: Dr. Fuad, Qasim Begê Cemîl Paşa, Mihemed Efendîyê wekîldawe, Hecî Axtî yê meşûr bi navê Bavê Tûjo û Ekrem Cemîl Beg. Bi tevî agahîyên weha, di bareyê desteya serkirde û hejmara endamên rêxistinê de, li ber destê me belgenameyên pêdivî û agahîyên pirr zelal nînin. “Kesê ku di dereceya yekemîn de serkêşîya vê xebatê dikir Xalid Beg bû, ew Mîralayî bû, kar û barê dewletê dizanî, pirr kêrhatî û kesayetekî fazîletdar (bijarte) bû.”[57] Li gor agahîyên xwecihî; deftera qeydkirina endemên rêxistinê, piştî derdestkirina Xalid Beg, ji alîyê apê wî yê Îsmaîl Axa ve hatîye şewitandin, da ku nekeve ber destê rêvebirên dewletê.

  1. Desteserkirina Xalid Beg, Yusif Zîya Beg û Hecî Mûsa Begê Xwêtî

Di 23yê sala 1923an de pêkhatina Peymana Lozanê, di 29 ê Çirîya Pêşîn (Cotmeh)ê de jî ragehandina Cimhurîyetê û di Qanûna Esasî ya sala 1924an de derbasnebûna navê kurdan, hemû hêvî û bendewarîyên li hemberê hikumeta nû ya Cumhûrîyetê têkbirin. Pirranîya sîyasetmedar, rewşenbîr û ulemayên kurd pê îqna bûn ku tirk kurdan wek hevparek (şirîkek) qebûl nakin, ji xeynî cudabûn û xwe bi xwe îdarekirinê, tu riyekê li ber wan nemaye. Ji bo pêkanîna vê armancê, Komîteya Îstiqlala Kurdistanê bi serokatîya Xalid Beg, xabat û rêxistina xwe ya di nav civaka kurd de roj bi roj berfirehtir dikir. Xalid Beg, di nav pirranîya efkarê umûmîye ya Kurdan de xwedî cîyekî pêbawer, miletperwer, dilawer, dilsoz û xemxurê miletê kurd dihate qebûlkirin. “Ji ber ku Xalid Beg bi kurdên hemû alî re di nav têkilîyê de bû, di demekê kurt de raya giştî bi nîsbeta ji %80ê zivirandîye ber bi kurdîtîyê ve.”[58] Pirr hewl dida ku kesayet û serokeşîrên mixalif tevlî tevger û xebata neteweyî bike û bi taybetî jî hinek eşîret û serokeşîrên kurdên Alewî yên li herêmê. Ew di mefkûreya qewmî de xwedîyê xetên sor bû, di nameya xwe ya roja 7ê Temûza 1923an de, li sr vê babetê dubare hişyarî dide Bînbaşî Qasimê Cibran û ji wî re dibêj: “Ew ên ku mixalifê mefkûreya qewmî bin, di nava miletê de nefret ji wan tête kirin.”[59]

Xalid Beg zanîbû ku ew di bin çavdêrîya dewletê de ye û bi taybetî piştî bûyera Beytuşebabê, mala wî û têkilîyên wî bi temamî di bin çavdêrîyê de bû. Roj bi roj agahîyên sazî û rêvebirên Hikumeta Cumhurîyetê di derbarê xebata Komîteya Îstiqlala Kurdistanê de zêdetir dibûn; ji alîyek ve îxbarên îstixbarata navxweyî, ji alîyê din ve jî înformasyona (agahiyên) ku ji alîyê îngilizan ve ji subayên kurd ên bi girêdayî bûyera Beytuşebabê hatibûn bidestxistin gihîştibû ber destê tirkan, bi îhtimaleke mezin Konsolxaneya Rusya Sowyetîk a Erzerumê jî agahiyên di derbarê xebat û têkilîyên rêxistinê de bi Kemalîstan re parve kirîbû. Piştî bûyera fîrarkirina çar supayên kurd li Beytûşebabê di 4ê Eylûla 1924an de, Xalid Beg jî li Erzerumê li mala xwe daîm dihate kontrolkirin. Bi tevî van hemû agahîyan, ji bona ku Anqera di derbarê rewşa Kurdistanê de serwext bibe, Mistefa Kemal Paşa bi xwe, bi sebeba erdlerza navçeya Pasînê, di roja 1-4ê Çirîya Pêşî ya 1924an de serdana Erzerumê kirîye. Di vê serdana Erzerumê de, gelek îxbar û agahîyên nû hatine bidestxistin. Dema ku Mistefa Kemal li Erzerumê ye, Bînbaşî Qasimê Cibran bi tevî şanda Mûşê serdana M. Kemal dikin û ew bi xwe dixwaze bi wî ra hevdîtinek taybet bike. Di vê hevdîtinê de derheqê tevger û Komîteya Îstiqlala Kurdistanê de gelek agahîyên nû û girîng dide M. kemal. Îxbar û agahîyên bi vî rengî, ji alîyê pirr kesan ve hatibûn girtin û bidestxistin. Di vê seferê de, hevdîtinek M. Kemal û Xalid Beg jî çêdibe; M. Kemal, Xalid Beg dawetê xwarinê dike da ku hem wî îqna bike û hem jî mesajekê tehdîdwarî bide wî, Xalid Beg bi tevî yawerê xwe bînbaşî Reşîd Beg îcabetê vê dawetê dike. Di vê hengameyê de Mistefa Kemal teqtîkek daîmî ya osmanîyan jî bi kar dihêne; dixwaze bi rişwet, meqam û tehdîd Xalid Beg îqna bike û ji dozê veqetîne. Paşê jî M. Kemal ji bo vê yekê, qasidek şandîye nik wî da ku dev ji armanc û doza xwe berde. Li gor nivisîna Tahsîn Sever, Îlyas Samîyê mebûsê Mûşê ji alîyê Mistefa Kemal ve bi xusûsen hatîye wezîfedarkirin ji bo gihandina mesajeke taybet bona Xalid Begê. Îlyas Samî dibêje: “Rojekê Hezretî Xazî gazî min kir û ji min xwest ku ez ligel Xalid Begî hevdîtinekê bikim. Hezretî Xazî ji min xwest ku ez Xalid Begî îqna bikim da ku ew dev ji vê dozê berde. Her wiha, got pê bide zanîn, em amade ne ku bi her awayî îhtiyên kesane yên Xalid Begî bi cih bînin, lê heke ew îqna nebe dê ji bo wî qet jî baş nebe… Ez çûm Erzerumê mala wî û min vê mesajê gihande wî. Piştî van gotinên min, bi ser min de vegerîya û bi kurtî got “Heke we ji bo serê min kindirek amade kiribe, ez amade me.”[60]

Di rewşekê weha de, di encama xelet têgihîştina têlgirafekê de, bi hênceta bûyerên Beytûşebabê (3-4 Îlona 1924), “Yusif Zîya Beg di 10ê Cotmehê de û paşê Xalid Beg jî di 20ê Qanûna Pêşîn a 1924an de têne desteserkirin.”[61] Yusif Zîya Beg, di nav desteya sîyasî ya rêxistinê de, merivê duyemîn bû. Di navbera desteserkirina Yusif Zîya Beg û Xalid Begê de demekê nêzîkî çil rojan derbas bûye.  Xalid Beg, berîya ku bête desteserkirin ji alîyê hinek kesayet û endamên rêxistinê ve hatîye hişyarkirin da ku ji bajarê Erzerumê derkeve û nekeve ber destê hêzên hikumetê. Ji van kesan yek jî Şêx Seîd Efendî ye; berîya desteserkirinê, Şêx Seîd ji wî daxwaz dike ku ji Erzerumê derkeve û biçe nav eşîra Cibran. Ehmed Begê (Ahmet Sever) birayê Xalid Beg jî di Kanûna Pêşîn a 1924 de diçe serdana wî li Erzerumê û dibêje: “Dema ku min ji Xalid Beg re got, jiyana te di xetereyê de ye, divêt tu ji Erzerumê derkevî”. Wê demê wî ji min re got: “Ez hay jê heme ku li dora min xetere heye lê çi dema ku ez vê serê zivistanê ji Erzerumê derkevim, ev dê ji bo kurdan bibe felaket, teqez divêt em li benda biharê bimînin. Piştî van gotinan, lê zêde dike û dibêje “Herin, xwe amade bikin lê bisekinin heta ku bihar têye.”[62] Lê mixabin neyaran wê firsendê neda û berîya derçûna ji bajar ew desteser kirin.

Berîya ku Xalid Beg bête girtin, Hecî Mûsa Begê Xwêtî hatîye Girtin. Ji wê şûn ve jî Xalid Begê Cibran hatîye girtin û wî ji Erzerumê bi rêya Agirî-Patnos-Erdîşê birine Bedlîsê ji bo darizandina di Memkemeya Mexsûse ya Dîwana Herbê de. Lêbelê Hecî Mûsa Begê Xwêtî bi hewldana Nûh Begê birayê xwe û bi mudaxeleya meqamên bilind hatîye berdan bi kefaletê. Dema ku ew hatine girtin, walîyê Bedlîsê Kazım Dirik bûye. Kazım Dirik, di navbera 15ê Tebaxa 1924 û 16ê Adara 1926an de walîtîya Bedlîsê kirîye.

Ji hepiskirina Xalid Beg û Yusif Zîya Begê şûn ve, armanca dewleta Cumhurîyetê ew bû ku piranîya desteya bilind a rêxistinê û şexsîyetên pêşhatîyên kurd desteser bike. Xalid Begê serokê eşîreta Hesenan, Keremê Qolaxasî yê serokê eşîreta Zirkan jî hatin vexwendin ji bo îfadedayina mehkemê. Xalid Begê Hesenan û Keremê Qolaxasî neçûn îfadeyê û xwe nedan dest. Di heman demê de Şêx Seîd jî li Qolhîsarê bi minasebeta girtina îfadeyê hatibû vexwendin ji alîyê mehkemê ve, lêbelê ew bi sebebê nexweşîya xwe û rewşa xerab a zivistanê neçûye Bedlîsê û xwestîye ku li Xunûsê îfadeya xwe bide mehkemê. Ji vê bûyerê şûn ve, êdî Şêx Seîd berê xwe dide meydana xebatê û ji Qolhîsara Xunûsê derdikeve da ku aqubeta Xalid Begê û Yusif Zîya Begê bi ser wî de neyê.

4.1. Hewldanên ji bo xelaskirina Xalid Begê

Desteserkirina Xalid Beg û Yusif Zîya Beg, ji bo teşkîlata rêxistina Komîteya Îstiqlala Kurdistanê (Azadî) û tevgera neteweyî ya kurd, darbek giran bû. Ji geşepêdana bûyeran weha dîyar dibe; berîya ku Xalid Beg û Yusif Zîya Beg bêne girtin, ji alîyê hikumeta M. Kemal ve cîyê hepiskirin û mehkemekirina wan hatîye destnîşankirin. Bajarê Bedlîsê ji bo vê yekê cîyê herî minasib hatîbû dîtin. Lewra desthilatdarîya sîyasî, li gor têkilîya xwe ya civakî û hêza xwe ya leşkerî, ew der cîyê herî ewlekar hesab dikir. Ji ber vê yekê, divîya ji bajarê Erzerumê ve bi rê û îstiqameteke saxlem û pêbawer bigîjin Bedlîsê. Du rê û îstiqamet li ber wan hebûn: Rêya herî nêzîk rêya Xunûs, Gimgim û Mûşê; rêya dinê jî rêya Agirî, Patnos û Erdîşê bû. Eger ku bi rêya Xunûs, Gimgim û Mûşê bihatana, mecbûren wê bi ser herêma eşîrên Cibran ra derbas bûna. Derbasbûna di vê rê û guzergahê de, îhtimala rizgarkirina Xalid Begê dianî meydanê. Xet û rêya Agirî, Patnos û Erdîşê jî di ser herêma eşîra Heyderan re derbas dibû. Kor Husên Paşayê serokê eşîra Heyderan bi xwe jî endamê rêxistina Azadî bû û heman demê serokê şûbeya Melezgirdê bû. Dewleta tirk rê û îstiqameta dirêj a bi ser Agirî, Patnos û Ercîşê re tercih kirîye.

Di vê rêwîtîya dirêj de rizgarkirina Xalid Begê ji destê tîmekê pêkhatî ji pêncî-şêst leşkeran, mimkun bû û pirr girîng bû. Lewra tenê wî dikarîbû di navbera hêzên eşîret û lejkerên din ên kurdan de kordînasyonek serkevtî pêk bianîya. Li gor nivîsîna Îhsan Nûrî Paşa, Xalid Beg di herêma eşîra Heyderan de, ji Kor Husên Paşa re mesajek rêdike da ku wî ji destê leşkerên tirk rizgar bike, lê mixabin Husên Paşayê Heyderî xwe tevnedaye û mudaxeleya pêdivî nehatîye kirin.[63] Ji geşepêdana bûyeran weha dîyar dibe ku sebebê esasî yê mudaxelenekirina Kor Husên Paşa, ji ber hesabên li ser menfaetên malbatî û eşîrî ye. Wekî gelek serkirdeyên din, wî jî menfaetên şexsî bi ser yê millî re girtine. Di belavokekê Komîteya Îstiqlal û Îstihlasa Kurdistanê de ku piştî darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî hatîye belavkirin, bi awayekî aşkere rexne û gazind ji helwesta serokeşîr û kesayetên wekî Husên Paşayê Heyderî hatîye kirin û weha nivîsandine: “Di dema qiyama Hezretî Şêx Seîd Efendî de, axa û serokeşîrên wekî Cemîlê Çeto, Emînê Ramanî, Hacoyê Mîdyatî, Resûlê Zîlanî, Husên Paşayê Heyderî û wd. bîleksê tevgerê piştgirîya tirkan kirin lêbelê piştî têkçûna tevgerê muameleya ku bi wan re hatîye kirin li ber çava ye.”[64]

Ji bo rizgarkirina Xalid Begê, pîlanek din jî hatîye amadekirin; li gorî vê pîlanê dê herêmên Solxan, Varto-Gimgim, Melezgird, Mûş ji alîyê hêzên serokeşîrên Cibran, Sêx Ebdula,  Xalid Begê Hesenî û Şêx Elîriza ve bihatana girtin û ji wê şûn ve jî dê hêzên Şêx Ebdula êrîş bibira ser Erzerumê, Xalid begê Hesenî û Şêx Elîriza jî dê berê xwe bidana Bedlîsê ji bo girtina bajar û xelaskirina Xalid Beg û hevalên wî. Pêkanîna pîlanê dê serê meha Adarê dest pê bikira. Li gor vê pîlanê Gimgim roja 11ê Adarê kete destê şervanên kurd lêbelê berxwedana eşîretên Xormek, Lolan û Çarekê bi piştgirîya hêzên dewletê serkevtina vê pîlanê pûç kirîye.

Dema ku ew li Bedlîsê girtî ye, du şexsîyetên kurd serdana wî dikin di hepisxaneyê de; Şêx Masûmê kurê Şêx Zîyadedînê Norşînê û melayê wan ê Mihemed Emîn. Kazim Dirik ê walîyê Bedlîsê, bi şertê ku bi wî re bi zimanê tirkî bipeyvin, destûrê dide hevdîtina wan. Lêbelê Xalid Beg, şertê walî qebûl nake, dibêje ez dê bi zimanê kurdî bipeyvim. Walî ji ber hesasîyeta kulturî ya kurdan û têkilîya bi şexsîyetên pêşhatîyên kurdan re, dawîyê razî dibe ku ev zîyaret çêbe. Di vê zîyaretê de, Şêx Eladîn dixwaze hinek mejasan bide wî lêbelê ew di bersivê de dibêje: Ji bona yar û mîran me serî danîye vê rêyê. Li ser vê bersiva wî, Şêx Eladîn dibêje: Xwedê te xelas bike. Xalid Beg jî di bersiva xwe de ji wî re dibêje: Xelasbûna min nexwazin, ji Xwedê re dea bikin ku miletê kurd xelas bike.[65]

Roja ku Şêx Seîd û hevalên xwe li Çarbihura pira Ebdurehman Paşa hatine desteserkirin, di şeva berîya wê de Xalid Beg û Yusif Zîya, bi biryarekê sîyasî, ji alîyê Mehkema Mexsûse ya Dîwanê Herbê ve li bajarê Bedlîsê bi gulebaranê hatine kuştin. Berîya şehîdkirinê Xalid Beg dibêje: “Ez li hemberê we ne tenê me. Di pişta min de li Îranê, Mezopotamya û Tirkiyeyê neteweyekî gewre yê kurd heye. Îro hun min darve dikin, lêbelê em qet guman ji vê yekê nakin ku dê siberoj neviyên me jî we tune bikin.”[66] Li gor nivîsîna Uğur Mumcu, “Di roja 14ê Nîsanê de Xalid Begê Cibrî di hepisxaneya Bedlîsê de hatîye gulebarankirin û roja 15ê Nîsanê jî Seyîd Evdilqadirê serokê CTKê li Îstenbulê hatîye derdestkirin.[67] Di eynî rojê de Şêx Seîd û hevalên xwe jî li Çarbihûra pira Ebdurehman Paşa hatine desteserkirin. M. V. Bruinessen dibêje: “Xalid Beg û Yusif Zîya di hucreya xwe de hatine gulebarankirin.”[68] Xalid Begê, di 43 salîya xwe de bêguman canê xwe yê şîrîn gorîyê miletê kurd û doza wê ya rewa kirîye. Berîya wê roj û gava reş, wî di nameyekê xwe de nivîsî bû: “Mirina bi şeref, ji jîyan bêşeref baştir e.[69]

  1. Serkirdayetîya Tevgera 1925an û armanca Komîteya Îstiqlal û Îstihlasa Kurdistanê

Çawa ku di destpêka de jî min anî ziman, ev meqaleya ber destê we, bi giranî li ser portreya Xalid Beg û rêxistina Komîteya Îstiqlal û Îstihlasa Kurdistanê (Komîteya Serxwebûn û Rizgarîya Kurdistanê) hatîye honandin. Li ser Tevgera 1925an, bi awayekî giştî di vê çarçoveyê de hatîye behskirin.

Rêkxistina Tevgera 1925an, ji alîyê Komîteya Serxwebûn û Rizgarîya Kurdistanê ve hatîye destpêkirin. Serkirdayetîya Komîteya Serxwebûn û Rizgarîya Kurdistanê bi giranî û pirranî pêkhatibû ji kesayetên sîyasî, rewşenbîr, ulema, supay û serokeşîrên Kurdistanê. Serokê Komîteyê Xalid Begê Cibran, mektebê herbîye xwendibû, di artêşa Osmanî de mîralayî bû û herweha qumandarê alayîyên Hemîdî bû. Piştî desteserkirina Xalid Beg û Yusif Zîya Begê, “Di şûna Xalid Begê de, ji bo serokatîya rêxistinê û serdarîya giştî, Şêx Seîdê Paloyî hatîye hilbijartin.”[70] Li gor neqilkirina Uğur Mumcu, “Di Tebaxa 1924an de li Erzerumê hevdîtinek di navbera Şêx Seîd, Xalid Begê û Musa Begê serokê eşîra Mutkî pêk hatîye û di vê civînê de Şêx Seîd ji bo serokîya vê cemîyetê hatîye hilbijartin.”[71]

Piştî têkçûna statuya mîrektîyên Kurdistanê, rola sîyasî û dînî bi hev re derbasê şêxan bûbû û vê pêvajoyê bi tevgera Şêx Ubeydullahê Nehrî di sala 1880an de dest pêkiribû. Wê demê bandoreke girîng ê şêx û ulema li ser xelkê misilmanê Kurdistanê hebû, têkilîya wan bi hemû alîyên civakê re baş bû û ji alîyê aborî ve jî hal û hebûna wan baş bû. Bi van xusûsîyetên xwe ve, karibûn tesîreke pirr girîng li ser civakê bikin. “Ji ber vê, rêxistinê di temsîla serokatîyê de Şêx Seîd û şêxên din tercih kirîye.”[72] Li gor dîtina Bînbaşî Qasim, “Xalid Begê Cibran, ji bo pêkanîna xîyala damezrandina Kurdistanek serbixwe dest bi xebatê kiribû lêbelê wî dizanî ku di nava civata kurdan de qasê pêdivîyê fikra nasyonalîzmê nekemilîye. Ji ber vê yekê, ji bo gihîştina armaca xwe, dîn wekî sîlehek îdeolojîk bikaranîye.”[73] Kazım Karabekirê ku wê demê li Erzerumê qumandarê qolorduya 8an bû, di derheqê armanc û naveroka tevgerê de dibêje: “Mesle, îstiqlala kurdan bû lêbelê ji bo hêsankirina muvafakîyetê rengekî dînî dabûnê.”[74] Ji bo vê, dest bi rêxistinkirina şêx û ulema kirîye û di nav rêxistinê de du komên serkirdayetî çêbûne; koma “Dînîyûn” (yên dînî) û koma “Sîyasîyûn” (yên sîyasî). “Xalid Beg û Kerem Beg ji koma sîyasî ne, ew komîte û rêxistin çêdikin. Şêx Seîd Efendî ji koma dînîyûn e. Serokê koma Sîyasîyûn jî û yên dînûyûn jî li Îstenbulê ye. Seyid Evdilqadir, serokê hemûyan e.”[75] Dema em baş bala xwe bidin armanc û mahîyeta tevgera 1925an, em dibînin ku dîn û neteweperwerî (nasyonalîzm), ji alîyê serkirdayetîya rêxistinê ve wek du unsurên temamkerê hev hatine dîtin.

Rêxistina Azadî, “Yekemîn kongreya xwe, di sala 1924an de sazkirîye, Şêx Seîd jî tevlî vê kongreyê bûye û di vê komcivînê de qumandarên Hemîdî ji bo serxwebûna Kurdistanê hatine îqnakirin. Divê kongreyê de du biryarên girîng hatine girtin: 1- Dê serhildanekê giştî li Kurdistanê bête destpêkirin û ji wê şûn ve jî serxwebûna Kurdistanê bête ragehandin. Ji bo vê yekê, demeke dirêj lazim e û divê serhildan dê bi her alîyê xwe ve bête pîlankirin, kesên wezîfedar û beşdarvan dê ji bo wezîfeyên xwe bi giştî bêne agadarkirin. 2- Tevgera me dê bixebite ji bo wergirtina piştgirîya dewletên derve yên wekî Brîtanya, Fransa û Rusyayê.”[76] Lê mixabin bi taybetî hewldanên ji bo pêkanîna benda duyem bi ser neketine. Rusya Sovyetîk û dewletên Awrûpayî yên wekî Brîtanya û Fransa, ne ji bo serxwebûnê û ne jî ji bo otonomîyê, piştgirî nedane tevgera neteweyî ya kurdan. Berûvajê vê yekê, ji ber menfetên xwe yên giştî û herêmî, piştgirîya dewletên serdest ên herêmê kirine. Li gor dîtina Tahsîn Sever, sala 1924an kongreyekê bi vî rengî pêk nehatîye, di vê demê de bi giranî hevdîtinên dualî û piralîyên bi şexsîyet û giragir û komên cûda yên civata kurd re çêbûne. Mîsal; di payîza 1924an de hevdîtina bi Şêx Seîd, Bedîûzeman Seîdê Kurdî, Xalid Begê Hesenî û Mele Ebdulhabitê Meleka û hevdîtina bi gelek serokeşîrên Kurdan re…

Piştî desteserkirina Xalid Beg, “di şûna wî de, ji bo serokîya rêxistinê û qumandarê giştî yê tevgerê, Şêx Seîd Efendîyê Paloyî, bi yekdengî ji alîyê endamên qiyadeyê ve hatîye hilbijartin.”[77] Li gor agahîyên pirranîya çavkanîyan, ji bo amadekarîya pêdivî, dê tevgera netewî ya kurd, bihara 1925ê yan jî di demekê hîn dereng de dest pê bikira lêbelê ji ber çêbûna hinek bûyerên nepîlankirî, tevgera neteweyî ya kurd, berîya dema destnîşankirî, di “13ê sibata 1925an” de bi serokîya Şêx Seîdê Palewî li Pîranê ji bêgavîyê (neçarîyê) dest pê kirîye. Berîya bûyera Pîranê, ji bo provakasyonê sê bûyerên girîng çêbûne; hedîseya Beytûşebabê, êrîşa li ser Keremê Qolaxasî, êrîşa li ser Xalid Begê Hesenî.

 “Armanca Komîteyê, pêkanîna îsiqlala Kurdistanê bû.”[78] Di nîzamnameya Derveyî ya Komîteyê de li ser armanca rêxistinê weha hatîye nivisîn: “Armanca Komîteyê ev e ku di navbera kurdan de yekîtîyê çêbike û serxwebûna Kurdistanê pêk bîne.”[79] Di metna protokola ku bi destê Pavloskîyê Konsolosê Erzerumê ji bo Yekîtîya Sovyetê roja 20.12.1922an hatîye pêşkêşkirin de, sînorên Kurdistanê û armanca rêxistinê ji alîyê komîteyê ve weha hatine destnîşankirin: “1- Kurdistan; ji bajarên Erzerum, Wan, Mûsil, Bedlîs, Dîyarbekir, Xarpêt û herêma Rojavayê Suriyê, Kermanşah, Sinê Saqiz, Mehabad, Ûrmîye û Salmas pêk tê. 2- Di van wîlayetan de dê Kurdistanekê serbixwe bête avakirin.”[80] Kazım Karabekir ji beyannameyekê Cemîyeta Îstiqlala Kurdistanê neqil dike û dibêj: “Beyannameya cemîyetê ya bi tarîxa roja 21ê Teşrîna Ewela 1921an, kurdan dawetê îstiqlalê dikir.”[81]

Li ser armanca rêxistinê, di hinek çavkanîyan de fikrên cûda jî hatine nivisîn. Di raportekê ku roja 07.11.1922an de ji alîyê daîreya îstixbarata Artêşa Kafkas a Sovyetê de hatîye nivisîn, dibêje: Rêxistina bi serokatîya Xalid Begê Cibran dixwaze Kurdistaneke otonom bête çêkirin.”[82] Herweha Pavloskîyê konsolosê Rusya Sowyetîk jî di raportekê xwe de dibêje: “Vê gavê Komîteya Kurd jî, bi girêdayî hikumeta TBMMyê, ji Kurdistanê re otonomî dixwaze.[83] Ji xeynî van agahîyan, materyalên ku stratejî û nexşeyeka rêk û pêk a rêxistinê nîşan bide li ber destê me nîne. Eger ev agahî rast bin, weha xuya dibe ku ji serhildana 1925an şûn ve di sîyaseta Azadîyê de guherînek çêbûye û ev guherîn di belavokekê rêxistinê de jî xuya dibe. Piştî darvekirina serkirdeyên Tevgera 1925an, ji alîyê Merkeza Umûmî ya Komîteya Îstiqlal û Îstihlasa Kurdistanê ve beyannameyek hatîye belavkirin û naveroka vê beyannameyê jî kêm-zêde teqabûlê otonomîyek an jî sîstemeke federalî dike û çarçoveya daxwazên millî yên kurdan bend bi bend weha hatine pêşkêşkirin:

  1. Komîteya Kurdistanê, hîç nebûye aletê dewletekê. Armanca wê, bidestxistina heqê xwe yê millî ye. Ew jî:
  2. Divê di dîyarkirin û destnîşankirina hududê millî, xizmet û wezîfeyên daxilî de xwedîyê merkezekê musteqîl û heyetekê îdarî ya musteqîl be.
  3. Divê zimanê kurdî, di nav hududên millî de wek zimanê resmî bête qebûlkirin.
  4. Divê memûrên li herêmê, ji kurda bin.
  5. Divê teşkîlata cendirmeyan ji kurdan pêk bihête û bi girêdayê wan be.
  6. Divê efrad û zabîtên kurd di orduya (artêşa) muşterek de, talîm û terbîyeya xwe bi zimanê kurdî bibînin di qiteayên pêkhatî yê xusûsî de.
  7. Heta ku em bigîjin armanca xwe ya millî, dê pevçûn dewam bike. Hikumeta Anqerê mesûlê maddî û manewî yê xusarê hundir û derva, xwîna biratî ya ku bête rêtin e.
  8. Komîteya me, amade ye ku vê doz û dawayê bi rêya aşitî çareser bike û li ku derê bête xwestin dê bi rêya rêvebirên şûbeya wê derê ji muzakereyê hazir be.
  9. Rêtina xwînê çiqasî zêde bibe, dê şertên kurdan jî ew qasî giran bibin.[84]

Dawîyê em dikarin bibêjin ku tevgera 1925an, bi tevî hemû kêmanî û xeletîyên xwe ve, bi xebat, canfîdayî û keda hemû rêber û serokên xwe yên hêja, bi xebat û rêxistinkirina Komîteya Îstiqlal û Îstihlasa Kurdistanê (Komîteya Îstiqlala Kurdistanê) yan jî bi navê xwe yê kurt Rêxistina Azadî hatîye amadekirin. Serokê damezrênerê Komîteya Îstiqlala Kurdistanê Xalid Begê Cibran bû û armanca rêxistinê jî pêkanîna serxwebûna Kurdistanê bû. Xalid Begê, bi xetên sor û gotinên pirr zelal mefkûreya kurd û tirkan ji hev cûda kirîye û bang li kurdan kirîye ku bi alîyên xwe yên hişk û nerm ve xweyîtî li doza neteweyî bikin. “Mefkûreya tirkan ji bona me bê îmkan e, lêbelê em dikarin di nav xwe de fikrên nerm û hişk bînin ber hev. Ewê ku dijî mefkûreya qewmî bin, di nava miletê de nefret ji wan tête kirin.”[85] Piştî ku Xalid Beg hatîye desteserkirin, Şêx Seîd Efendî ji bo serokîya rêxistinê hatîye hilbijartin. Tevgera sala 1925an, li meydanê di bin serokatîya Şêx Seîd de, bi xebat û amadekarîya vê rêxistina nasyonalîst a kurd çêbûye. Li gor raportên li ser tevgerê û biryara Mehkema Îstiqlal a Şerqê; “Armanca hemû kom û alîyên nava rêxistinê, damezrandina hikumetekê kurd û îstiqlala Kurdistanê bû.” Lê mixabin ji ber hinek sebebên civakî û sîyasî yên navxweyî û navneteweyî, tevgera millî ya 1925an bi ser neket. Sebebên esasî yên navxweyî; lawazbûna teşkîlata Rêxistina Azadî û pêşnekevtina fikirên millî û qewmî yên nav civata Kurdistanê bûn. Ji ber vê yekê, gelek şêx û serokeşîr û malbatên giragirên ku bextê piştgirîyê dabûn, bi soz û bextê xwe ve girêdayî neman. Şêx Elîrizayê kurê Sêx Seîd, vê destkişandin û teref guhartinê wek sebebê esasî yê têkçûna tevgerê dibîne û di derheqê vê babetê de gazindên xwe dike û dibêje: “Bi rastî di têkçûnê de, tesîra herî girîng ya Bînbaşî Qasim û Şêxên Taxî bûn; bavê Qasimê Kufrewî, Şêx Selehedînê Hîzanî bi hukumetê re bûn. Herweha Eşîreta Ademan, Heyderan û Husên Paşa, Musa Begê Xwêtî, Mihemed Beg û Xelîl Begê kurên Îbrahîm Paşayê Millî pêra bûn, wan trênê mihafeze dikir. Beşekî kurên Cemîl Paşa xizmetê dikir û beşekî wan jî bi hikûmetê re bûn.”[86] Sebebê esasî yê navneteweyî jî, tunebûna piştgirîyek leşkerî û sîyasî ya navdewletî bû, wê demê dewletên wekî Rusya, Fransa û Brîtanyayê bi hikumeta nû ya Turkiyê re li hev kiribûn, bi tu awayî piştgirî nedidan tevgera neteweyî 1925an.

 

 

[1] M. Emin Sever, Henüz yayımlanmamış eserinden, 2021

[2] M. Emin Sever, J. b.

[3] M. Emin Sever, J. b.

[4] Tahsin Sever, Serokê Komîteya Îstîklala Kurdistanê (Azadî) Mîralay Xalid Begê Cibrî, Kovara Bîr, Jimar: 7, Diyarbakır, Havîn 2007, r. 15

[5] Tahsin Sever, J. b., r. 16

[6] M. Emin Sever, J. b.

[7] M. Emin Sever, J. b.

[8] Mahmut Akyürekli, Binbaşi Kasım’ın Hatıraları, Avesta Yayınları, İstanbul, 2020, r. 48

[9] Qedrî Cemîl Paşa (Zinar Silopî), Doza Kurdistan, weşanên Bîr, 2007, Dîyarbekir, r. 51

[10] Komisyona Kurd, Kürt Siyaset Tarihi, Peri Yayınları, Üçüncü Baskı, İstanbul 1998, r. 116

[11] Abdulbari Han (Kevneserokê Şarederîya Gimgimê), Ji Konferansa Dîyarbekirê, 03.05.2015

[12] Abdulbari Han, J. b. 03.05.2015

[13] https://kovarabir.com/kurdistan-cemiyeti-nizamnamesi/, 07.07.2021, Kürdistan Cemiyeti Nizamnamesi, İstanbul, Necmi İstikbal Matbaası, 1334 (1918)

[14] Jîn, Kürd cemiyetinin şubeleri niçin sed edilmiştir, no: 33, 17 Cemaziyelahir 1338 (8 Mart 1919), İstanbul, r. 1

[15] Bîlal Şimşir, Kürtçülük: 1787-1923, Bilgi Yayınevi, 2009, r. 305

[16] Oğuz Aytepe, Tarih ve Toplum, Yeni Belgeler Işığında Kurdistan Teâlî Cemîyetî, sayı: 174, Haziran 1998, r. 330

[17] İsmail Göldaş, Kurdistan Tealî Cemîyetî [Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê], Weşanên Doz, 1991, Stenbol, r. 217

[18] Jîn, Kürd cemiyetinin şubeleri niçin sed edilmiştir, no: 33, 17 Cemaziyelahir 1338 (8 Mart 1919), İstanbul, r. 1

[19] Dr. Nuri Dêrsimi, Hatıratım, Doz Yayınları, İstanbul, 1997, r. 47

[20] Abdulbari Han (Kevneserokê Şarederîya Gimgimê), Ji Konferansa Dîyarbekirê, 03.05.2015

[21] Süleyman Necati Güneri, Hâtıra Defteri: Erzurumda Kongre Günleri, Hazırlayan Ali Birinci, Erzurum Kitaplığı, Dergah Yayınları, 2000, S. 59

[22] Dr. İhsan Şerif Kaymaz, Musul Sorunu, Otopsi Yayınları, 2003, r. 469-470 (Ji arşîva Lûtfî Baksî)

[23] Ahmet Mesut, İngiliz Belgelerinde Kurdistan (1918-1958), Doz Yayınları, İstanbul, 1992, “FO 371/10121” nolu ve 11 Kasım1924 tarihli belge, r. 143

[24] Jiyan û Berhemekanî Îsmaîl Heqî Şaweys, ,  (Kokirdinewe û pêşekî: Umêd Aşna), Dezgeyî çap û belawkiraweyî Aras, jimar: 204, çapî yekem: Hewlêr, 2003, r. 15

[25] Murat Bardakçı, https://www.haberturk.com/yazarlar/murat-bardakci/830129-iste-1920lerde-yayinlanan -ilk-kurt-bildirisinin-gizli-kalmis-tam-metni (24.03.2013), Mahmut Akyürekli, Binbaşi Kasım’ın Hatıraları, Avesta Yayınları, İstanbul, 2020, r. 92, Ahmet Süreyya Örgeevren, Şeyh Sait İsyanı ve Şark İstiklal Mahkemesi, Temel Yayınları, İstanbul, 2002, r. 221, 225, 251

[26]Jiyan û Berhemekanî Îsmaîl Heqî Şaweys, ,  (Kokirdinewe û pêşekî: Umêd Aşna), Dezgeyî çap û belawkiraweyî Aras, jimar: 204, çapî yekem: Hewlêr, 2003, r. 15

[27] Ahmet Süreyya Örgeevren, Şeyh Sait İsyanı ve Şark İstiklal Mahkemesi, Temel Yayınları, İstanbul, 2002, r. 251

[28] Garo Sasuni, Kürt Ulusal Hareketleri ve 15. Yy’dan Günümüze Ermeni – Kürt İlişkileri, Med Yayınları, 1992, r. 185

[29] Jiyan û Berhemekanî Îsmaîl Heqî Şaweys, J. b., r. 15

[30] Dr. Nuri Dêrsimî, Hatıratım, Doz Yayınları, İstanbul, 1997, r. 47

[31] Garo Sasuni, Kürt Ulusal Hareketleri ve 15. yy’dan Günümüze Ermeni – Kürt İlişkileri, Med Yayınları, İstanbul, 1992, 185

[32] M. Emin Sever, Azadi Örgütü Lideri Cibranlı Miralay Hait Bey, Kovara Bîr, Hejmar: 2, Havîna 2005, Diyarbekir, r. 31

[33] Mele Xalid, Fehmî Firat kî ye? Kovara Bîr, hej: 7, Havîna 2007-Dîyarbekir, r. 212

[34] Tahsin Sever, 1925 Hareketi ve Azadi Cemiyeti, Çapa Duyem, Weşanên Nûbihar, Îstanbul, 2018, r. 117

[35] Robert Olson, Kürt Milliyetçiliğinin Kaynakları ve Şeyh Said İsyanı, Özge Yayınları, Ankara, 1992, r. 53

[36] Di derbarê Meseleya kurd de raporta bi dîroka 26.07.1923 yê Konsolosê Erzerumê Pavlovsky, bn. www.Newroz.com, 10ê Sibata 2008

[37] Mehmet Perinçek, Sovyet Devlet kaynaklarında Kürt İsyanları, Kaynak Yayınları, 5. Basım, 2014, İstanbul, r. 324

[38] M. Van Bruinessen, Ağa Şeyh Ve Devlet (Kürdistan’ın Sosyal ve Politik Örgütlenmesi), Özge Yayınları, r. 348

[39]  Uğur Mumcu, Kürt-İslam Ayaklanması 1919-1925, Tekin Yayınevi, 1991, Ankara, r. 56

[40] Murat Bardakçı, https://www.haberturk.com/yazarlar/murat-bardakci/830129-iste-1920lerde-yayinlanan -ilk-kurt-bildirisinin-gizli-kalmis-tam-metni (24.03.2013)

[41] Ferzende Kaya, Mezopotamya Sürgünü Abdülmelik Fırat’ın Yaşam Öyküsü, 4. Baskı, r. 31

[42]  Ahmet Kahraman, Kürt İsyanları (Tedip ve Tenkil), Evrensel Yayınları, İst. 2003, r. 55

[43] Ahmet Mesut, İngiliz Belgelerinde Kurdistan (1918-1958), Doz Yayınları, İstanbul, 1992, r. 143

[44] Şevket Beysanoğlu, Anıtlar ve Kitabeleri ile Diyarbakır Tarihi (Cumhuriyet Dönemi), Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi Kültür ve Sanat Yayınları, 2001, 3. Cilt, r. 975

[45] Jiyan û Berhemekanî Îsmaîl Heqî Şaweys, J. b., r. 17

[46] Jiyan û Berhemekanî Îsmaîl Heqî Şaweys, J. b., r. 38

[47] Dr İhsan Şerif Kaymaz, Musul Sorunu, Otopsi Yayınları, 2003, İstanbul. r. 70

[48] Kovara Bîr, Nîzamnameya Derveyî Ya Komîteya Îstıqlala Kurdıstane, Hejmar: 7, Havîna 2007, Dîyarbekir,   r. 27; (Daireya Giştî ya Sicîlan, Wezareta Hewagerî ya Brîtanya, 23 / 412, Qism: 2, Eks / Em 4583)

[49] Jiyan û Berhemekanî Îsmaîl Heqî Şaweys,  (Kokirdinewe û pêşekî: Umêd Aşna), Dezgeyî çap û belawkiraweyî Aras, jimar: 204, çapî yekem: Hewlêr, 2003, r. 15

[50] M. Van, Ağa Şeyh Ve Devlet (Kürdistan’ın Sosyal ve Politik Örgütlenmesi), Özge Yayınları, r. 352

[51] Tahsin Sever, Serokê Komîteya Îstîklala Kurdistanê (Azadî) Mîralay Xalid Begê Cibrî, Kovara Bîr, Jimar: 7, Diyarbakır, Havîn 2007, r. 22

[52] Garo Sasuni, Kürt Ulusal Hareketleri ve 15. Yy’dan Günümüze Ermeni – Kürt İlişkileri, Med Yayınları, 1992, r. 185

[53] Şevket Beysanoğlu, Anıtlar ve Kitabeleri ile Diyarbakır Tarihi (Cumhuriyet Dönemi), Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi Kültür ve Sanat Yayınları, 2001, 3. Cilt, r. 944

[54] Jiyan û Berhemekanî Îsmaîl Heqî Şaweys, J. b., r. 17

[55] Nîzamnameya Derveyî Ya Komîteya Îstıqlala Kurdıstane, Kovara Bîr, Hejmar: 7, Havîna 2007, Dîyarbekir,   r. 27; (Daireya Giştî ya Sicîlan, Wezareta Hewagerî ya Brîtanya, 23 / 412, Qism: 2, Eks / Em 4583)

[56] Ahmet Mesut, İngiliz Belgelerinde Kurdistan (1918-1958), Doz Yayınları, İstanbul, 1992, r. 147, 148

[57] https://kovarabir.com/abdulmelik-firat-1925-hareketini-azadi-cemiyeti-hazirladi-ve-onun-basinda-da-miralay-halit-bey-vardi-1/, 25.06.2021

[58] Şevket Beysanoğlu, Anıtlar ve Kitabeleri ile Diyarbakır Tarihi (Cumhuriyet Dönemi), J. b., r. 974-977

[59] Mahmut Akyürekli, Binbaşi Kasım’ın Hatıraları, Avesta Yayınları, İstanbul, 2020, r. 50

[60] Tahsin Sever, Seroke Komîteya Îstîklala Kurdistane (Azadî) Mîralay Xalid Bege Cibrî, Kovara Bîr, Hejmar: 7, Havîna 2007, Dîyarbekir, r. 22, 23

[61] İlhami Aras, Adım Şeyh Sait, İlke Yayınları, İstanbul, 1992, r. 33

[62] Tahsin Sever, J. b., r. 23

[63] İhsan Nuri Paşa, Ağrı Dağı İsyanı, Med Yayınları, İstanbul, 1992, r. 64

[64] https://www.haberturk.com/yazarlar/murat-bardak ci/830129-iste-1920lerde-yayinlanan-ilk-kurt-bildirisinin-gizli-kalmis-tam-metni, 24.03.2013

[65] M. Emin Sever, Azadi Örgütü Lideri Cibranlı Miralay Halit Bey, Kovara Bîr, Hejmar: 2, Havîna 2005, Diyarbekir, r. 33

[66] Garo Sasuni, Kürt Ulusal Hareketleri ve 15. yy’dan Günümüze Ermeni – Kürt İlişkileri, Med Yayınları, İstanbul, 1992, 192

[67] Uğur Mumcu, Kürt- İslam Ayaklanması 1919-1925, Teki Yayınevi, 1991, r. 102

[68] Martîn Van Bruinessen, Ağa Şeyh Ve Devlet (Kürdistan’ın Sosyal ve Politik Örgütlenmesi), Özge Yayınları, r. 357

[69] Mahmut Akyürekli, Binbaşi Kasım’ın Hatıraları, Avesta Yayınları, İstanbul, 2020, r. 41

[70] Garo Sasuni, Kürt Ulusal Hareketleri ve 15. yy’dan Günümüze Ermeni – Kürt İlişkileri, Med Yayınları, İstanbul, 1992, r. 187

[71] Uğur Mumcu, Kürt- İslam Ayaklanması 1919-1925, Teki Yayınevi, 1991, r. 57

[72] Martîn Van Bruinessen, Ağa Şeyh Ve Devlet (Kürdistan’ın Sosyal ve Politik Örgütlenmesi), Özge Yayınları, r. 350

[73] Dr. İhsan Şerif Kaymaz, Musul Sorunu, Otopsi Yayınları, 2003,  r. 469

[74] Kazım Karabekir, Kürt Meselesi, Emre Yayınlar, 12 Baskı, 2004, İstanbul, r. 16

[75] Şevket Beysanoğlu, Anıtlar ve Kitabeleri ile Diyarbakır Tarihi (Cumhuriyet Dönemi), J. b., r. 974-975

[76] Martîn Van Bruinessen, Ağa Şeyh Ve Devlet (Kürdistan’ın Sosyal ve Politik Örgütlenmesi), Özge Yayınları, Ankara,  r. 349

[77] Garo Sasuni, J.b., r. 187

[78] Mehmet Perinçek, Sovyet Devlet kaynaklarında Kürt İsyanları, Kaynak Yayınları, 5. Basım, 2014, İstanbul, r. 324

[79] Nîzamnameya Derveyî ya Komîteya Îstiqlala Kurdistanê, Kovara Bîr, hejmar: 7, 2007, r. 27

[80] Tahsin Sever, 1925 Hareketi ve Azadi Cemiyeti, Çapa Duyem, Weşanên Nûbihar, Îstanbul, r. 181

[81] Kazım Karabekir, Kürt Meselesi, Emre Yayınlar, 12 Baskı, 2004, İstanbul, r. 11

[82] Mehmet Perinçek, J.b., r. 47

[83] Mehmet Perinçek, J. b., r. 244

[84] https://www.haberturk.com/yazarlar/murat-bardak ci/830129-iste-1920lerde-yayinlanan-ilk-kurt-bildirisinin-gizli-kalmis-tam-metni, 24.03.2013

[85] Mahmut Akyürekli, Binbaşi Kasım’ın Hatıraları, Avesta Yayınları, İstanbul, 2020, r. 50

[86] Dılşad Fırat & Dilhat Fırat, Şeyh Said Oğlu Şeyh Ali Rıza: Babam Şey Said, 40 Kitap Yayınları, Ankara, 2022, s. 31, 32