JÎN, j. 11 Binkey Jîn pdf

  1. Malbata Fanîzadeyan
Abdulbaki Mehmed Fanî Efendî

 Abdulbaqî Mehmed Fanî Efendî, lawê Ehmed Înayettulah Efendî yê Silêmanî ye. Malbata wan bi paşnavê “Fanî” û “Fanîzade” têne naskirin. Bavkalê wan bi eslê xwe ji xelkê Erdelanê ye, hatine başûrê Kurdistanê û li bajarê Silêmanî bi cî bûne. “Abdulbaqî Mehmed, lawê Ehmed Înayetulla Efendî ye û di 26ê Hezîrana sala 1850an de ji dayik bûye. Perwerdeya seretayî li bajarê Silêmanî xwendîye û paşê ji miftîyê Bexdayê ellame Zehawî ders girtîye.[1] “Ehmed Înayet; lawê Ebubekir zade ye û yek ji ulemayên bajêr bû, merivekî şair, alim û xetnûs bû.”[2] Û herweha bi ticaretê re mijûl bû. Malbata Fanîzadeyan, paşê ji Silêmanîyê koça navçeya Qadirlî (Karsa Zülkadirye) ya bi girêdayî sencaxa Qozanê kirine, li wê derê bi cî bûne.

Ev navçe, di dema Împeretorîya Osmanî de bi girêdayî Sencaxa Qozanê bû. Abdulbaqî Mehmed Efendî, sala 1875an bi “Eyşe Sidiqa Xanimê”[3] re zewicîye. Fanî Efendî, ji ber ku merivekî xwenda bû, “sala 1877an li mekteba Ruşdîyeya Zulqadirye dest bi karê mamosteyî kirîye.”[4] Di vê salê de lawê wî yê Elî Îlmî ji dayik bûye. “Ew, sala Sibata 1303an, li Îstenbulê tevlî îmtihanek dibe û di vê îmtihanê de serkevtî bûye. Ji vê serkevtinê şûn ve, ji bo midurîya tahrîrat a bajarê Mereşê hatîye tayînkirin (1892)”[5].

İbnülemin Mahmud Kemal İnal ji bo wî dibêje: “Ew merivekî jîr, edîb, xweşsohbet (xweşbêj), nûktezan, peyvşînas, dirust, munewer û fazîletdar bû. Li Edenê û dorûberê wî gelek ciwanan ji ferezanî û edîbîya ustad fayde wergirtine. … Dema gorbihuştê bavê min miteserrifê Qozanê bû, wî, li wê derê dersê edebîyata erebî û farisî da min û birayê min Ahmed Tewfîq Beg û herweha xetên talîk hînê me kir.”[6]

Piştî îlankirian Meşrûtîyeta Duyem, ji demeke kurt şûn ve malnişîn bûye û jîyana xwe ya mayî li Qadirlîyê derbas kirîye. Ew, şaîr, xetnûs û ulemayekî navdar bû. Abdulbaqî Mehmed Fanî emrek dirêj kirîye û di 86 salîya xwe de, roja 3yê Kanûna 1936an koça dawî kirîye.

Elî Îlmî li ser bavê xwe dibêje: “Bavê min bi îlim û îrfana xwe ne wek me bû, ew ji lawên xwe gelek bilindtir bû û bi rastî jî ew ummanî maanî (wekî oqyanûsek) bû. Rûken, xoşsohbet, ustadekî hezaraşînayê peyv û xwedî huner bû.”[7]

Ji Abdulbaqî Mehmed Fanî û Eyşe Sidiqa Xanimê heft law çêbûn: Elî Îlmî, Baqî, Selahadîn, Zeynelabidîn, Ahmed Fazil, Alî Sebahedîn û Mesûd Fanî. Ji heft lawên Mihemed Ebdulbaqî Fanî, sisêyê wan endamên CTKê bûn; Elî Îlmî Fanî, Zeynelabidîn Fanî (Îrfanî) û Mesûd Fanî. Di vê lêkolînê de, bi giranî li ser sê birayan; Elî Îlmî, Zeynelabidîn û Mesûd Fanîzade hatîye rawestandin.

  1. Elî Îlmî Fanî

2.1. Cîyê jidayikbûn, xortanî û perwerdeya wî

Elî Îlmî Fanî

Elî Îlmî Fanî, lawê “Mehmed Fanî Efendî yê midurê tehrîrata Mêrsînê ye. Li gorî nivîsandina sureta tesdîqkirî ya tezkîreya nifûsa wî ya osmanî ew, di sala 1294 a Hicrîyê de, li qeza Qers Zulqadirîye ya bi girêdayî sencaxa Qozanê ji dayik bûye.”[8] Li gorî Ali Birinci ew, “Di 13ê Mijdara sala 1877an de li qezeya Qadirlîyê (Kars Zülkadriye) ji dayik bûye û navê dayika wî Eyşe Sidiqa Xanim e.”[9] Îbrahîm Îslam jî, ji bo tarîxa ji dayikbûna wî, sala 1878an nîşan dike.[10] Wê demê qeza Qadirlî bi girêdayî sencaxa Qozanê bû. Zarokî û ciwanîya wî li çîyayê Qozanê derbas bûye. Ew, di nivîsa xwe ya bi sernameya “Kudret Helvası ve Mezdeki Ağacı” (Helwa Qudretê û Dara Mazdekî) de dibêje: “Zarokî û rojê min ên bextewar, li serê çîyayê Qozanê li bin sîya darên Mezdekî derbas bûye. Dema ku min vê dara xweşik bidîta, di ber gulîyên wê de hemû êş ji bîr dikirin. Êdî di devê min de ne tehma gezoya (gezengîya) li ser mazîyên çîyayê Rewandizê û ne jî tehma xurmeyên bi navûdeng ên qeraxê Dîcleyê dima.”[11]

Wî li Qadirlîyê dest bi xwendina îlmê kirîye û paşê “Xwendina xwe di Ruşdîyeya Mereşê de dewam kirîye û di 14ê Tebaxa 1893an de bi dereceya yekemîn mekteba xwe xelas kirîye. Ji wê şûn ve jî Îdadîya Mulkîye ya Edenê bi dereca herî baş di roja 26ê Cemadîyel Evvela 314an (2yê Çileya Pêşî ya 1896an) xelas kirîye û şehadetnameya xwe wergirtîye. Ji wê şûn ve jî mudetekî din xwendina xwe di medreseyê de dewam dike; ji mamosteyên ciyawaz dersên mentiq, meanî û îlmê digre û herweha dersên xusûsî yên fransizî dibîne. Zimanê farisî ji bavê xwe Fanî Efendî, fransizî ji mamosteyên xusûsî hîn bûye. Bi zimanê erebî, farisî, tirkî dixwend û dinivîsand û aşînayê zimanê fransizî bû. Bi kurtayî xwedî tehsîleke baş bû.”[12] Wî di nameya xwe ya roja 29ê Teşrîna Ewela 1926an de, dîyar kirîye ku xezeleke farisî nivisîye û ji bo Riza Tevfik rêkirîye, da ku ew ji wî re sererast bike.[13]

Elî Îlmî, piştî temamkirina xwendinê li mekteba seretayî ya Elbîstanê dest bi mamostetîyê dike. Ew bi Gulîzar Xanimê re dizewice. “Di bîst salîya xwe de dibe memûrê Qelema Mektûbî ya wîlayeta Edenê (13ê Nîsana 1897). Di 15ê Çirîya Pêşî ya 1898an de, dikeve nav rêza nivîskarên rojnameya Seyhanê ku rojnameya fermî ya wîlayetê bû. Digel vê karê memûrîyetîyê, ji demekê şûn ve di îdadî de dest bi mamosteyîya Tirkî kirîye. (13ê Hezîrana 1899). Wî mamosteyîya tirkî ya Îdadîya Edenê, mekteba Cizvît û Katolîka Ermenan kirîye. Herweha mamosteyîya wekîl a Darûl Muallîm (12 Haziran 1905) û memûrîya Mekteba Îdadî ya Malûmatê Ziraîye û hifzus-sihhayê kirîye. Paşê ew ji mûlkîyeyê derbasî edlîyê bûye; demek katibîya zabîtê daîreya Huqûq a Mehkema Ceza ya Bîdayetê kirîye. Di roja 5ê Kanûna 1905an de ji bo midurîyetîya matbeaya wîlayetê û sermuharîrîya rojnama Seyhanê tayîn bûye. Piştê wî, di roja 6ê Eylûla 1906an de jî bûye Katibê Tehrîrat ê Sencaxa Cebelî Berekatê.

Ew mixalifekî dijwar ê îstibdadê û terefdarê meşrûtîyetê bû. Li gor dîtina wî, rejîma îstibdadê ji bo hemû miletên osmanî esaret bû û têkçûna wî, şikandina zincîrên zulmetê ye. Li ser îlankirina Meşrûtîyetê dibêje: “Ev çend esr in ku di nav pencên zulma îstibdadê de tarûmar bûme, elhemdûlîllahî bi alîkarîya Xwedê û ruhanîyeta pêxember û herweha bi cehd û xîreta we jî, ji bendên îstibdad û esaretê xelas bûm.”[14]

Bi tevî ragehandina Meşrûtîyeta Duyemîn, seha sîyasetê berfirehtir bûye û Elî Îlmî jî bêtir nêzîkî sîyasetê bûye û pêre jî dest bi sîyaseta aktîf kirîye. “Piştî ragehandina Meşrûtîyeta Duyemîn, ew, di navbera dîroka 18ê Nîsana 1912-4 ê Tebaxa 1912an de, li ser navê Qozanê ji bo Meclîsa Mebûsan hatîye hilbijartin û tevlî xebatên meclîsê bûye.”[15] Bi tevî astengî û dijberîya Îtihad û Teraqî, hilbijartina wî ya ji bo Meclîsê Mebûsan pirr girîng e. Di hilbijartina wî de, piştgirîya ermenên Edenê tesîrek girîng kirîye. Piştî ku meclîs tê fesihkirin, ew jî cardin vedigere Edenê. “Ji mebûsîyê şûn ve, karê memûrtîya wî ya ku tê zanîn, katibîya tehrîrata bajarê Bolu (1914-1915) ye.”[16]

Di derbarê xebat û jîyan wî ya di dema Şerê Giştî yê Cîhanê de, agadarîyek balkêş li ber destê me nîne. Lê piştî îmzekirina Peymana Mondrosê û têkçûna Împeratorîya Osmanî, ew, dibe têkoşerekî girîng ê di meydana çapemenî û sîyasetê de. Dema ku CTKê tê avakirin, her sê bira jî dibin endamên CTKê û di nav rêza xebata wê de cî digrin.

2.2. Peymana Mondrosê û Xebata di nav Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK) de

Her sê birayên Fanîzade; Elî Îlmî, Zeynelabidîn û Mesûd endamên CTKê bûn. Bavê wan jî merivekî alim û miletperwer bû. Malbata wan di herêma Edenê, Tersûs û Cebelî Berekatê (bajarê Osmanîyeya îro) de, di nava civakê de xwedî bandoreke girîng bû.

Wan di herêma xwe de jî xebata ji bo rêxistinkirin û belavkirina weşanên CTKê berdewam kirine. Ji ber vê xebat û alîkarîya wan, di jimara çaremîn a kovara Kurdistanê de, ji bo alîkarî û xebata wan teşekur û teqdîr hatine pêşkêşkirin. Di vê teşekurnameyê de weha hatîye gotin: “Em li hemberî xîret û alîkarîya hemwelatîyên welatperwer ên me yên li Tersûsê, pirr teşekur dikin û bi xusûsen Mehmûd Axa teqdîr dikin.”[17] Ji ber têkoşîna wan a mixalif û ya di nav CTKê de, piştî avakirina Cimhûrîyeta Tirkiyê, her sê birayê Fanîzade ji alîyê hikumeta Cimhurîyetê ve di nav lîsteya “Sirgunên 150an” de ji Tirkiyê têne derxistin. Bêguman kurdên mixalif ên di nav lîsteya “Sirgunên 150an” de, ne tenê ew bûn, gelek şexsîyetên din jî hebûn.

Lêkolîner Îsmaîl Göldaş lîsteyekê dirêja a endamên CTKê rêz dike û ew endamên CTKê ku navê wan ketîye lîsteya “Sirgûnên 150”an ji pirtûka İlhami Soysal a bi navê “150’likler” neqil dike û dibêje: “Hemdî Paşayê Kurd (wezîrê kevn ê Behrîye), Fanîzade Elî Îlmî (xwedîyê rojnameya Ferda), Zeynelabidîn Fanî (katibê CTK û sekreterê giştî yê Partîya Hûrrîyet û Îtîlafê), Fanîzade Mesûd (muteserrifê kevn ê Cebelî Berekatê), Xelîl Rehmî yê Bedirxanî (muteserrifê kevn ê Meletiyayê), Mistefa Paşayê Kurd (serokê Dîwana Herb ê kevn) û Heqîyê Silêmanîyeyî”[18] jî di nav vê lîsteyê de bûn. Wekî Mewlanzade Rifat hinek şexsiyetên din jî hene ku navê wan di vê lîsteya Göldaş de tune ye.

Piştî bidawîhatina Şerê Yekemê Cîhanê, hêzên dewleta Fransayê li gor bendên Peymana Mondrosê herêm Klîkyayê dagir kirin. Wê demê li herêmê nifûseke girîng ê ermenan jî heye. “Teheyûla ermenan ev bû; wîlayetên Şerqê, Kurdistan û Klîkya jî di nav de Ermenîstaneke mezin bêta avakirin.”[19]

Di rewşekî weha de, li bajarê Edenê rojnameyên mixalif ên wekî Ferda (1ê Kanûna 1918), Adana Postası (1919), Rehber (Kanûna 1920an) û herweha rojnameya Yeni Adana ya parastvanê quwayî mîllîye bi zimanê osmnî têne çapkirin. Digel van rojnameyan, bi navê Toros, Azamarad, Hayistan û Kilîkya çar rojnameyên ermenan jî têne çapkirin. Ev azadî û rengînîya rojnamegerîya li bajarê Edenê, heta îmzekirina Peymana Anqerê dewam kirîye. Peymana Anqerê, di navbera Fransa û hikumeta Anqerê ya Mistefa Kemal de roja 20/11/1921an hatîye îmzekirin. Bi îmzekirina vê peymanê, Fransa, dibe dewleta yekem a hêzên hevpeyman ku hikumeta Anqerê nas dike û bi wê re peyman çêdike.

Di vê peymanê de, mesela herêma Îskenderûn-Hatayê nayê çareserkirin û dihêlin ji bo demekê paş. Li gorî lihevkirina her du alîyan, divîya Fransa di nav du mehan de hêzên xwe ji herêmê bikşîne binîya xeta dîyarkirî. Li gor maddeyên aşkerekirî yên vê peymanê, destkevtîyên herî girîng ên Fransayê, di maddeya 10an de hatîye dîyarkirin ku weha hatîye nivîsandin: “Hikumeta Meclîsa Bilind a Tirkîyê qebûl dike ku rêya hesin a navbera Pozantî û Nisêbînê, mafê xebitandina hemû şubeyên wîlayeta Edenê û digel wê hemû karên ticarî û guhestinê bide grubeke fransizî ya ku ji alîyê Hikumeta Fransayê ve tête destnîşankirin.” Piştî bidestxistina van maf û îmztiyazan, Fransa hêzên xwe ji herêmê dikşîne û ji wê şûn ve jî hîç piştgirîyeke girîng nade hêzeke mixalif a dijî hikumeta Anqere ya Mistefa Kemal. Di şerê Yunan û Tirkan de jî, em dikarin bibêjin ku ew piştgirîya tirkan dikin û Îngilizan jî bi piştgirîdana Yunanîstanê tawanbar dikin. Di nav rûpelên rojnameya Ferdayê de jî, şerê Tirk û Yunan bi van hevokan hatîye şirovekirin: “Li Anatolîyê pevçûn û qirika hev şidandina tirk û yunan, dişibe pevçûna boxeyên Îspanyayê. Brîtanyaya gewre bi xalibîyeta şer sermest bûye, di esasê de ji bo pîrozkirina xalibîyetê, ji wê re rêkxistina dîlanekî weha lazim bû.”[20] Piştî vê pêvajoyê, demekê dûr û dirêj polîtîkaya wê ya di derbarê kurdan de jî, di vê çarçoveyê de tête meşandin. Fransa piştgirîya ji bo Kurdistanek serbixwe li cîyekî, “piştgirîya daxwaza otonomî ya kurdan jî nake.”[21]

Piştî ku Peymana Anqerê tê îmzekirin û Fransa terka herêmê dike, rêvebirîya nû ya Anqerê li herêmê bi cî dibe. Weşana rojnameyên mixalif jî peyderpey têne rawestandin û pirranîya rêvebir û nivîskarên wan, ji ber gef û tehdîdan terka herêmê û paşê ji bêgavîyê terka Komara Tirkîyê dikin.

2.3. Kar û xebatên çapemenîyê

Bi tevî ku di şiklê pirtûkê de eserekî wî nîne lêbelê Elî Îlmî Fanî, hosteyê qelemê bû, şair û edîb bû. Xweyîtî, sermuharîrî û nivîskarîya gelek rojname û kovaran kirîye. Wî, di rojnameyan de bi navê Elî Îlmî û mustearê Dervîş Sukûtî nivisîye. Beşekî van rojnameyan berîya Meşrûtîyeta Duyemîn hatine neşirkirin û beşekî din jî ji meşrîtîyetê şûn ve hatine neşirkirin. Di vê lêkolînê de, bi giranî li ser rojnameya Ferda hatîye rawestandin.

Elî Îlmî, di temenekî pirr ciwan de dest bi nivîskarî û rojnamevanî kirîye, di çapbûn û derçûn û nivîskarîya gelek rojname û kovaran de ked û mesayîya wî heye. Wî di bîst û yek salîya xwe de (1898) dest bi nivîskarîya rojnameya Seyhanê kirîye. Seyhan, rojnameya resmî ya wîlayeta Edenê bû. Ew, paşê di sala 1905an de dibe sermuharîrê vê rojnameyê. Piştî Seyhanê, rojnameya duyem a ku Elî Îlmî hem mesûlmidurî û hem jî sernivîskarîya wê kirîye, rojnameya Rehber-İtidal e. Hejmara yekemîn a Rehber-i İtidal, di roja 20 Teşrîna Sanî ya 1324an (3yê Sermawêz/Çirîya Paşîna 1908) de hatîye çapkirin. Ev rojname, bi polîtîkaya weşana xwe, dijberê rojnameya İtidal a Îtihad û Teraqî hatîye neşirkirin. Rehber-i İtidal, rojnameyekê heftane û çar rûpel bû, li ser hev çar jimarên wê hatine çapkirin. Li ser bergê jimara yekemîn weha hatîye nivîsandin: “Sahibî îmtiyaz û sermuharîr: Alî Îlmî ye. Vê gavê di hefteyêk de carek û di roja pêrşemê tête weşandin. Behsa hadîseyên dîrokî dike; di xizmeta ehlaqa qenc de rojnameyek osmanî ye. Îdarexaneya wê: Li Metbea Wîlayeta Edenê ye. Ji bo merkezê salane 45, wîlayet û dorûberê wî 50 quriş e. Xusûsen ji bo talebeyên mektebên umûmî 6 mang 25 kuruş e.” [22] Jimara dawî ya Rehber-i İtidal, roja 3ê Adara sala 1325 (16 Adara 1909an) de hatîye neşirkirin.[23] Digel vê, sermuharîrîya rojnameyên Teceddüt (1908-1910) û Anadolu (1909-1914) kirîye. Sala 1909ê di rojnameya Adana Vak’ası de jî nivîsên wî yên dijraberê desthilatdarîya wê demê hatine belavkirin.[24] Bi tevî vana, nivîsên wî di rojanameyên wekî Volkan û Vahdetê de jî hatine belavkirin.

2.3.1. Rojnameya Ferda

Divê pêşî em dîyar bikin ku bi navê Ferda du rojname hene. Di hinek çavkanîyan de ji bo xweyîtîya her du rojnameyan jî navê Elî Îlmî derbas dibe. Ferdaya yekem, piştî pêkhatina Meşrutîyeta Duyem hatîye çapkirin û Ferdaya duyem jî piştî pêkhatina Peymana Mondrosê û têkçûna Împeretorîya Osmanî li Edenê hatîye çapkirin.

Rojnameya Ferda ya ku dema Meşrûtîyetê çap bûye, ji wê çar (4) jimar li ber destê me hene. Jimara wê ya yekemîn, di 16ê Şabana 1326an (H)- 12ê Eylûla 1908an (M) de hatîye çapkirin û jimara çaran (4an) jî di roja 3yê Çirîya Pêşîna 1908an de hatîye çapkirin.

Rojnameya Ferda ya Elî Îlmî, piştî ji îmzekirina Peymana Mondrosê (30.10.1918) hatîye neşirkirin. Îmzekirina Peymana Mondrosê, encama serkevtina hêzên hevpeyman bû; ji alîyek ve dawî bi Şerê Cîhan ê Yekem anîye û digel wê dawî bi Împeratorîya Osmanî jî anîye. Piştî têkçûna Împeratorîya Osmanî û desthilatdarîya Îtihad-Teraqî, ji alîyê sîyasî û civakî ve rewşeke nû peyda dibe. Di vê demê de, gelek rojname û kovarên mixalif ên nû dihêne çapkirin û belavkirin. Ferda, yek ji wan rojnameyên mixalif e ku di vê demê de li bajarê Edenê dest bi weşanê dike.

Ferda; peyvek farisî ye û tête wateya siberoj, pêşeroj û dahatûyê. Li ser bergê pêşî yê rojnameyê nivîsandîye: “Midurê mesûl û sermuharîr: Alî Îlmî ye. Cîyê Adresê: Adana’da -Kale Kapısında- Ferda Matbaası (Li -Qele Qapîya- Edenê Çapxaneya Ferda). Şimdilik perşembe ve pazartesi günleri intişar eder, siyasi, ilmi, edebi türkçe gazetedir. (Vê gavê rojên pêrşem û duşemê tête neşirkirin, rojnameyekê sîyasî, îlmî û edebî yê tirkî ye.)”[25] Rojnameya Ferda, di 1ê Rebiûl Ewela sala 1337 (5ê Kanûna 1918an) de li Edeneyê dest bi weşanê kirîye. Di dawîya rûpela duyem de dibêje ev rojname: “Adana Ferda Matbaasında tabih olunur” (Li Edenê di Çapxaneya Ferdayê de tête çapkirin.) Agahîyên kunyeya rojnameyê, bi zimanê osmanî û fransizî hatine nivîsandin. Li alîyê çep ê kunyeyê jî bi fransizî nivisandîye: “Directeur et rédacteur en chef: Ali İlmi. Ferda Journal Turc,  Politioue et Letteraire (Polîtîk û Edebî).”[26] Wê demê li Edenê rojnameya mixalif ne tenê Ferda bû, rojnameyên wekî Adana Postası (1919) û Rehber (Kanûna 1920an) jî di xeteke mixalif de dest bi weşanê kiribûn. Rojnameya Adana Postası, bi gerînendîya Îlhamîyê Gîrîdî û Rehber jî bi gerînendîya Dervîş Ata dihatin weşandin. Rojnameya Yeni Adana jî piştgirîya Mistefa Kemal û hevalên wî dikir.

Nifûseke girîng ê ermenan jî li Edenê hebû û di vê demê da xebata wan a çapemenî, ji ya tirk û kurdan gelek xurttir e. “Ermen bi navê Toros, Azamarad, Hayistan û Kilîkya çar rojname çap kirine. Armanca van rojnameyan ev bû; ku bi rêya çapemenî û propagandayê tesîr li raya giştî bikin, giranîya nifûs û kultura ermenan li herêm zêde bikin.”[27]

Polîtîka weşana rojnameyê; nêzîkê polîtîka herêmî ya wê demê ya Fransayê bûye, dijraberê nêrînên (dîtinên) Îtihad-Teraqî û Kemalîstan bûye. Di nav rûpelên Ferdayê de, polîtîka û rêxistina Îtihad-Terakî û tevgera Kemalîst wek “serhildanek” li hemberê padîşayê osmanî hatine nîşandan û herweha ew wek “çete”, “serserî”, “eşqiya” û “xwînrêj” hatine binavkirin. Mînak; di jimara 204an de li ser hêzên Quwayê Mîllîye nûçeyek weha belav kirîye; “Çete Belav Dibin: Li mintiqeyên Qozan, Ceyhan, Qeraîsalî çeteyên Çerkez Nûrî Çawîş, Kurd Mîrza, Qera Mustefa, Înce Alî ku bi navê Quwayî Mîllîye rêbirî û çavsorî dikirin belav bûne. Tê gotin ku hinekên wan çûne Ceyhanê.”[28] Digel vê, M. Kemal û hevalên wî bi îdeaya Bolşewîkbûn û hevkarîya Bolşewîkan hatine rexnekirin.

Weşana rojnameya Ferda, nêzîkê sê salan berdewam kirîye û li ser hev çend jimar hatine çapkirin baş nayê zanîn, di arşîvan de jimara 279an jî xuya dibe. Li ser bergê jimara 272, dîroka 17ê Teşrîna Ewela 1337 (17ê Çirîya Pêşîna 1921an) “sala sisê” hatîye nivîsandin. Ji ber ku jimara dawî ne dîyar e û li ber destê me nîne, bi rastî nayê zanîn ku weşana rojnameyê kengî hatîye rawestandin. Bi îhtimalek mezin, di dawîya sala 1921an de, ji Edenê hilkişandina hêzên Fransiz şûn ve, weşana rojnameyê hatîye rawestandin.

Piştî rojnameya Serbestîyê, Ferda, rojnameya duyemîn a herî temendirêj e ku ji alîyê kurdekî endamê CTKê ve hatîye neşirkirin. Lêbelê di derbarê naveroka wê de, agahîyek me ya zêde nîne. Gelo di çapkirina vê rojnameyê de çi tesîra CTKê çêbûye, di naveroka jimarên rojnameyê de li ser kurd û Kurdistanê nivîs hatine belavkirin, di rojnameyê de nivîsên bi zimanê kurdî hatine belavkirin yan na? Ji bo ku em karibin bersiveke rast bidin van pirsan, divê pirranî yan jî hemû jimarên rojnameyê li ber destê me hebin û xebateke berfireh li ser wan bête kirin. Ji bo rast têgehîştina rewş û bûyerên sîyasî yên wê demê, divê li ser rojnameya Ferda lêkolînên nû û berfirehtir bêne kirin.

Rojnameya Ferda, nêzîkê 300 jimaran zêdetir hatîye çapkirin. Mixabin bi tevî hemû hewldanan, min nekarî hemû yan jî pirranîya jimarên Ferda bidestxînim. Ev xebata ber destê we ancax bi lêkolîna naveroka çend jimarên wê hatîye meydanê. Di jimarên mewcud de, em rastî nivîsek kurdî nehatine. Ji xeynê navê Elî Îlmî û birayê wî yê Mesûd ku bi navê “Can Bey” nivisîye, hinek nivîsên kadroyên partîya Hurîyet û Îtlafê hene. Ji naveroka jimarên berdest dîyar dibe ku ne tenê nivîsên fikrî, beyannameyên wê demê yên hêzên Fransa, hewadîsên hundir û derva, hewadîsên mehelî, edebî, îlan, danasîn (reklam), hatine belavkirin.

Piştî îmzekirina Peymana Anqerê ya di navbera Fransa û hikumeta Anqerê de, hêzên leşkerî yên Fransa ji herêma Klîkya û dorûberê wî vekişyan, hemû weşanên mixalîf ên li Edenê û herweha weşana rojnameya Ferdayê jî hatîye rawestandin. Bi tevî îmzekirina Peymana Lozanê, gelek mixalifên tirk û kurdên wê demê hatin cezakirin û nefîkirin.

2.4. Peymana Lozanê (24ê Temûza 1923)

Peymana Lozanê, li ser xopana (paga) Sevrê hate îmzekirin û ji 433 maddeyan pêk hatibû. Ji wê peymana berfireh, du maddeyên ku dikevin nav mijara vê nivîsê ev in: “*Demek ji tetbîqkirina peymanê şûn ve ku kurd bixwazin li rojhelata Anatolê sazîyeke serbixwe ava bikin û ev xwestina wan ji alîyê “Cemîyeta Akwam” ve bête qebûlkirin û ji bo Osmanîyan jî bête pêşnîyarkirin, divê ev pêşnîyar ji alîyê Osmanîyan ve bête bicîanîn. *Di herêma wîlayetên Wan, Erzirom, Bedlîs û Trabzonê de dewleteke Ermenîstanê tête damezirandin. Sînorên vê dewletê, dê ji alîyê serokê Dewletên Yekgirtî yê Amerîkayê ve bête destnîşankirin.” Peymana Sevrê; berîya kemilîn û lihevkirina pîlanên hêzên emperyal ên serdest hatibû meydanê, lewma jî li ser zemînek lawaz û lerizok bû ûji ber vê yekê nehate tetbîqkirin. Pêknehatina wê; ne ji ber dijraberîya tirkan bû û ne jî ji alîyê tirkan ve hatibû pûçkirin, ew, ji ber nakokîyên navxweyî yên hêzên hevpeyman, ji xwe ber hatîye pûçkirin. Ji alîyek ve nakokîya berjewendîyên navbera dewletên emperyal ên serdest çares nebûbû, ji alîyê din ve jî xeterîya belavbûna şoreşa Bolşewîkan hebû. Peymana Sevrê, di roja 10 Tebaxa 1920an de, di rewşeke weha de hatibû îmzekirin û ji ber vê pêk nehat. Wekî ku tê îdîakirin, ne bi bandor û hêza Quwayê Mîllîye û Mistefa Kemal hatîye pûçkirin.

Li gor van her du bendên di Peymana Sevrê de, di bin hîmayeya DYAyê de îhtîmala avakirina dewleteke Ermenîstana mezin û Kurdistanek bi şert û egeran dertê holê. Lêbelê ji ber nakokîyên navbera hêzên hevpeyman û rewşa sîyasî ya herêmê, pêkanîna wê ne mimkûn bû û wek zayîneka beravêtî bûye. Peymana Lozanê, piştî lihevkirina hêzên hevpeyman, li ser vê zemînê û di encama vê rewşê de hatîye meydanê. Lihevkirina bingehîn a hêzên hevpeymanan; li herêm pêkanîna dewleteke otorîter a ku referansên rojavayî esas qebûl bike, karibe berjewendîyên wan ên stratejîk biparêze û pêşî li belavbûna şoreşa Bolşewîkan bigre.

Di navbera Peymana Sevr û destpêkirina hevdîtinên Lozanê de, nêzîkê du sal û nîv dem derbas bûye û di nav vê demê de, di navbera rêvebirîya nû ya Anqerê û dewletên hevpeymanê ên wekî Fransa, Brîtanya û rêvebirîya nû ya Bolşewîkan de peymanên dualî çêbûn. Rêya çûna ber bi Peymana Lozanê, bi tehdîd û bazarî û tawîzên dualî, li ser vê zemînê çêbû. Peymana navbera Fransa û Hikumeta Anqerê (20/11/1921), bi teşwîqa Brîtanyayê şerê yunan û tirkan (1919-1922), peyman Rusya Bolşewîk û Hikumeta Anqerê (16 Adara 1921an) encamên vê pêvajoyê bûn.

Hevdîtinên Peymana Lozanê, 21ê Çirîya Paşîn a sala 1922an, di rewşeke weha de dest pê kirin û nêzîkê sal û nîvek dewam kirin. Ji Meclîsa Anqerê derxistina biryara erêkirina Peymana Lozanê ne bi hêsanî bû; di 6ê Adara 1923an de li meclîsê rûniştineke veşartî hate pêkanîn, di vê rûniştinê de 63 mebûsên kurd li dijî Peymana Lozanê ray dan. Bi gumana ku Peymana navborî ji alîyê vê meclîsa yekem ve nayê îmzekirin, demildest hilbijartinek pêşwext hate çêkirin û di vê hilbijartinê de hemû namzed (berbijêr) ji alîyê merkezê ve hatin destnîşankirin. Mebûsên mixalif hatin dûrxistin û Peymana Lozanê ji alîyê endamên meclîsa nû ve hate erêkirin û di roja 24ê Temûza 1923an da hate îmzekirin. Peymana Lozanê di navbera Brîtanya, Fransa, Îtalya, Romanya, Yoguslawya, Yunanîstan û Tirkiyê de hatiye îmzekirin. Peymana Lozanê ji 143 maddeyan pêk hatîye.

Bi vê peymanê, bakurê Kurdistanê di nav sînorên komara Tirkiyê de maye. Di peymanê de rasterast hîç behsa mesela kurdan derbas nebûye, lêbelê bi navê “Mesela Mûsilê”, gengeşîya li ser dahatûya başûrê Kurdistanê, di navbera hikumeta nû ya Tirkiyê û Brîtanyayê de dewam kirîye.

2.4.1. Peymana Lozanê û Mesela Mûsilê

Hêzên Brîtanyayê di Nîsana 1918an de bajarê Kerkûkê jî di nav de beşek mezinê başûrê Kurdistanê dagir kirin. Di vê rewşa hanê de, yekemîn hikumeta Kurd bi serokatîya Şêx Mehmûd di destpêka sala 1919an de hatîye damezirandin. Ev desthilatdarîya nû ya kurd ji alîyê hêzên Brîtanyayê ve jî hatîye nasîn û qebûlkirin. Hikumeta nû ya Tirkiyê meseleya bakurê Kurdistanê li gorî xwestina xwe hal kiribû, lêbelê rewşa başûrê Kurdistanê, karibû pêşerojê ji wê re bibe tehdîdek. Di rastiyê de Mesela Mûsilê, ji alîyê Tirkîyê ve, wek mesela dahatûya başûrê Kurdistanê dihate dîtin. Hikumeta Anqerê dixwest bi ser Mesela Mûsilê re destkevtîyên başûrê Kurdistanê pûç bike, ne ku Mîsaqê Mîllî biparêze.

Wê demê kurdên di nav parlementoya Anqerê de, ji helwesta Mistefa Kemal û hikumeta Anqerê aciz bûn û nedixwestin Kurdistan bi îmzekirina Peymana Lozanê ji nû ve Bête parçekirin. Lewra Mistefa Kemal di hevdîtinên veşartî yên meclîsa Anqerê de digot, “Girtina Mûsilê ne zahmet e lêbelê kontrolkirina wê zahmet e.” Ji vê gotinê dîyar dibe ku armanca bingehîn a sîyaseta Anqerê, ne mesela Mûsilê bû, di Zagona dewleta nû ya Iraqê de bêstatuhiştina kurdên başûrê Kurdistanê bû. “Lewra di vê demajoyê de, Zagona dewleta nû ya Iraqê dihat amadekirin û armanc ev bû ku ji alîyê sîyasî ve di vê zagonê de ji bo kurdan hîç mafekî neyê qebûlkirin. Sîyaseta derbarê Mesela Mûsil û amadekarîya Zagona nû ya Iraqê de, paralelê hev dihate rêvebirin. Ji alîyê Tirkîyê ve sebebê esasî yê Mûsilê ne mesela petrolê bû, dahatûya nedîyar a Iraqê bû. Mistefa Kemal baş zanîbû Brîtanya rê nade Kurdistaneke serbixe, armanca wî, bi karanîna Mesela Mûsilê pêşî li îhtimala destkevtinek û çêbûna statuyek sîyasî ya başûrê Kurdistanê bigre. Zagona Iraqê, sala 1925an hate qebûlkirin û di vê zagonê de ji bo kurdan statuyek sîyasî nehate qebûlkirin.”[29] Salek ji qebûlkirina Zagona Iraqê şûn ve, di sala 1926an de Mesela Mûsilê hate çareserkirin. Herweha divê piştgirîya wî ya ji bo tevgera Şêx Mehmûdê Berzencî jî di vê perspektîfê de bête xwendin.

Li gor Peymana Lozanê divîyabû Tirkîye efûyek giştî derxista lêbelê 150 kesên ku ew dixwaze, karibû li dervayê vê efûyê bihişta. Ew kesên ku li dervayê kanûna efûyê hiştin, li ser hev 150 kes bûn û di Hezîrana 1924an de wan sirgûnê dervayê Tirkiyê kirin. Navê her sê birayên Fanîzade û gelek kurdên din jî di nav vê lîsteyê de bûn.

Di lîsteya sirgunên 150an de, tenê ji mala Fanîzade sê kes hene. Sirgûnkirina wan 150 şexsîyetan, bi girêdayî maddeyekê ji Peymana Lozanê bû. Li gor vê peymanê, ji xeynî van 150 kesan, dê ji mixalifên din re efûyekê giştî bihata derxistin. Biryara sirgûna 150 kesan, di roja 23yê Nîsana 1340an (23yê Nîsana 1924) de ji alîyê Reîsê Cimhur Gazî M. Kemal ve bi tezkîreya hejmar 13304-1791 hatîye erêkirin. Di lîsteya “Sirgûnên 150an” de, navê Elî Îlmî di rêza 106an de hatîye lêkirin.

Piştî ku ji Tirkîyê derkevin, ew berê xwe dide Binxeta ku di bin mandaterîya Fransayê de bû. Li wê derê ew, kar û xebata xwe li bajarê Şam, Heleb, Cûnîye (Lûbnan) û Antaqyayê berdewam dike. Antaqya, wê demê di nav sînorên sencaxa musteqîl a Îskenderûnê de bû. Têkilîya wî û mixalifên din, piştî derçûna ji Tirkiyê jî dewam dike. Ew, di nameya xwe ya roja 29ê Teşrîna Ewela 1926an de, şiroveyek weha di derheqê desthilatdarîya Mistefa Kemal û Cimhurîyetê de ji Riza Tevfîk re nivîsîye: “Selteneta manewî ya ku cenabê te (Tewfîq Riza) ava kirîye, hîç guman tê de nîne ku ji Cimhurîyeta cebrîyye ya wî (M. Kemal) gelek bilindtir e.”[30]

2.5. Xebata di nav Xoybûnê de

Ji destpêka salên 1920an bigre û bi taybetî piştî têkçûna Tevgera 1925an, sîyasetmedar, rewşenbîr, xelkê siwîl û eşîret jî di nav de, beşekî girîng ê kurdan ji cî û warê xwe hatin dûrxistin. Beşekê sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd, di dawîya sala 1922an de dama ku Îstenbul ket bin kontrola hikûmeta Anqerê, ji bêgavîyê terka Îstenbulê kirin. Qedrî Cemîl Paşa li ser wê hengameyê dibêje: “Bi navê Cemîyeta Teşkîlatê Îctîmaîye ya Kurd, civîna me ya dawîn li Mala Îctihadê çêbû. Di vê civînê de rewşa xebata li Îstenbul û Îzmîrê hate munaqeşekirin, em gihîştin vê encamê ku li van deran îmkana xebatê nemaye û me biryara ji Îstenbulê derçûna endamên merkezî yên cemîyetê da. Hinek endam jî, ji ber mazeretên şexsî mecbûr man ku li Îstenbulê bimînin.”[31] Beşekî din jî, bi tevî îmzekirina Peymana Lozanê, digel hejmarek mixalifên wê demê hatin dûrxistin û sirgunkirin (nefîkirian) ku di naveroka wê peymana de ev sirgûn hatibû erêkirin. Beşek jî piştî têkçûna Tevgera 1925an, ji bêgavîyê, ji bo ku canê xwe ji kuştin û darvekirinê xelas bikin, revîyan û derketin dervayê sînorên Cimhurîyeta Tirkiyê. Pirranîya van kesan di nav sînorên dewletên nû yên herêmê de (Misir, Sûriye, Iraq, Beyrûd, Urdin û wd.) bi cî bûn. Rêjeyeke girîng ê xelkê kurdê siwîl jî, sirgûnê bajar û herêmên rojavayê Tirkîyê kirin.

Kurdên rewşenbîr û kadirên sîyasî yên ku derbasê dewletên Awrûpî, Iraq, Surîye û Beyrûdê bûn, xebata xwe ya rewşenbîrî û sîyasî li wê derê dewam kirin. Bi serkêşîya Memduh Selîm Begî, ji bo piştgirîya berdewamî ya grubên şoreşger ên tevgera rizgarîya Kurdistanê, pêdivîya ji nû ve rêxistinbûnê tête rojevê. Di encama vê lê­gerînê de, bi gelek grubên sîyasî yên kurd û şexsîyetên sîyasî yên hundir û dervayê Kurdistanê re têkilî û hevdîtin çêdibin. Herweha bi hin gurubên mixalif ên ermenan re jî têkilî û hev­dîtinên piştevanîyê têne kirin.

Di dawîya vê xebatê de, bi şertê xwe fesihkirina grubên heyî, di roja 5ê Cotmeha 1927an da li Beyrûdê bi beşdarbûna panzdeh kesan, bi navê Xoybûnê rêxistineke tête damezrandin û Celadet Bedirxan jî wek serokê pêşî yê vê rêxistinê tête hilbijartin. Li gorî nivîsandina Qedrî Cemîl Paşa, kongreya Xoybûnê bi serokatîya Doktor Şukrî Mehmed Sekban çêbûye.[32] Rêxistina Xoybûnê, bi yekgirtina çend grubên sîyasî yên wê demê pêk hatibû. Yek ji beşdarvanên vê civînê Ehmedê Abdu­rehman Axa, di rêzehevpeyvînek xwe de navê panzdeh kesên beşdarvanên civînê weha rêz dike:

“1- Celadet Bedirxan Beg, 2- Elî Rizayê kurrê Şêx Seîd, 3- Memduh Selîmê Wanî, 4- Doktor Şûkrî Mehmed, 5- Fehmî Beg (katibê Şêx Seîd), 6- Kamil Efendî (mulazim bû li Iraqê) 7- Kerîm Efendî (mulazim bû li Iraqê), 8- Tewfîq Efendî (mu­lazim bû li Turkiyê), 9- Haco Axa (reîsê eşîra Hevêrkan), 10- Emînê Ehmed lawê Perîxanê (serokê eşîra Raman), 11- Bedredîn (reîsê eşîra Hebizbinî), 12- Bozan Beg, 13- Mustefa Şahîn (herdu jî serokên eşîra Berazan), 14- Ehmedê Abdureh­man Axa (kurê Şahîn Axa), 15- Abdullah Cizrawî.”[33]

Ev navên li jorê, lîsteya beşdarvanên civîna damezran­dinê ye, lêbelê nedîyar e ku ji wan kî ji bo komîteya merkezî hatine hilbijartin. Bi îhtimaleke mezin navê 8 kesên di bin pro­tokola peymana Partîya Xoybûn û Taşnaqê da, navê kesên rêvebir û mesûl in. Ew heşt kesên alîyê kurd ev in: “Mehmed Şûkrî Sekban, Celadet Bedirxan, Memduh Selîm, Haco Axa, Emînê Ehmed, Elî Riza, Mustefa Şahîn, Kerîm Rustem Beg.”[34] Lêkolîner Rohat Alakom dibêje: “Ehmedê Abdurehman Axa û Abdullah Cizrawî ne tê de yên 13 kesên mayî, ji bo yekemîn komîteya merkezî ya Xoybûnê hatine hilbijartin.”

Di bendên rêznameyê de damezrandin û armanca Xoy­bûnê weha hatîye dîyarkirin:

“1- Bi biryara Kongreya Yekemîn a Kurd, di 5ê Cotmeha 1927an da bi navê Xoybûnê rêxistinek neteweyî ya kurd hatî­ye damezrandin. 2- Mexseda rêxistinê ev e; kurd û Kurdistanê ji bin nîrê Turkiyê rizgar bike û di nav hidûdên sirûştî yên neteweyî da Kurdistanek serbixwe damezrîne…”[35] Di çarçoveya vê armancê de, Tevgera Agirî, bi rêxistin û serokatîya sîyasî ya Xoybûnê, ji alîyê Îhsan Nûrî paşa û Broyê Heskê Têlo ve dihate rêvebirin.

Di raportek îngilizî ya roja 30.08.1928ê da lîsteyek kurdên aktîf ên piştgirê Xoybûnê hatîye çêkirin ku di nav wan de ev kes hene: “Mevlanzade Rifat, Elî Îlmî, Celadet Bedirxan, Mem­duh Selîm, Haco Axa, Emînê Ehmed, Mustefa Berazî, Mehmed Şûkrî Sekban, Celîl Begê Baban, Ewnî Beg, Xelîl Rehmî Beg, Sureyya Bedirxan, Şêx Hûznî Berazî, Şêx Şahîn Berazî, Hûsên Paşayê Kor, Mûsa Begê Xwêtî.”[36]

Ji belgenameyên Brîtanyayî dîyar dibe ku dema Elî Îlmî li Binxetê bûye, ji bo serdana birayê xwe Zeynelabidîn derbasê başûrê Kurdistanê bûye. “Elî Îlmî sala 1927an du caran zîyareta birayê xwe Zeynelabidîn kirîye û pêkve çûne Rewandizê”[37]

Hikûmeta Cimhurîyetê, bi rêya teşkîlat û sîxurên xwe yên li herêm, pirr bi dîqet û berdewamî xebata Xoybûnê dişopand. Ji nivîsên rojnameya Vakit a tirkî jî gelek bi zelalî xuya dibe ku di nav Xoybûnê de jî xebata Fanîzadeyan berdewam kirîye. “Navenda cemîyeta Xoybûnê li bajarê Helebê ye û ev cemîyeta kurd fealîyetên xwe berdewam dike. Herçiqas muwafaq nebûne û di van demên dawî de hêvîya wan şikestî be jî, evan serserîyan fealîyetên xwe betal nekirine. Katibê Umumî yê cemîyetê Memduh Selîm di van rojan de çûye Helebê, bi Mewlanzade Rifat re hevdîtinek pêk anîye, hinek beyanname dane çapkirin û anîne ku li gundên ser hidûdê nêzîkê Tirkiyê belav bikin. Qumandarê Fransız ji vê bûyerê agadar bûye, her du jî hatine desteserkirin û wan rêkirine Helebê. Ji ber vê yekê, her du jî neçar kirine ku Mewlanzade Rifat li Helebê û Memduh Selîm jî li Antaqyayê îqame bikin. Her du jî bi mecbûrî ji 24 saetan carekî serdana qumandarê Fransiz dikin da ku cîyê îqameya xwe neguherînin.

Li Antaqyayê Alî Îlmî û ciwanekî çerkes ê bi navê Mehmûd Elî jî endamê Cemîyeta Xoybûn in… Memduh Selîm di Lîseya Antaqyayê de bi meaşekî zêde mamosteyîya felsefê dike. Alî Îlmî (di rojnameyê de bi xeletî wek Hîlmî hatîye lêkirin) mamosteyê edebîyatê ye û Mehmûd Elî jî mamosteyê tarîxê ye… ”[38]

Ji van agahîyan xuya dibe ku alîyê tirk, ji bona van her sê kesan jî muameleya endametî û rêvebirîya Xoybûnê dikin. Memduh Selîm dema ku li Sultanîya Antaqyayê (Lycée d‟Antioche) mamosteyî kirîye, yek ji xwendevanên wî jî Cemîl Merîç bûye. Merîç, di derheqê mamosteyên xwe Memduh Selîm Beg û Elî Îlmî de weha dibêje: “Memduh Selîm, mektebxwendîyekî Awrupayî yê Meşrûtîyeta Duyem bû û Elî Îlmî jî bi hemû zîllet û mezîyetên xwe ve Şerqî bû. Memduh Selîm mulkîye xelas kiribû, bi zimanê fransizî, ermenî û xalibe kurdî zanîbû. Ji rexleyê tedrîsata Abdulah Cevdet darbas bûbû. Ew merivekî metîn, çetin û ji pêdivîyê zêdetir ciddî bû. Di dersa yekemîna ya kompozîsyonê de, ji ber ku dilopê murekebê li ser kaxizê min rijyabû, wî notê min pirr kêm kirin. Ji siviktîyê qet hez nedikir. Pir girîngî dida qaîde û rastnivisînê. Paşê ew bû mamosteyê me yê tercûmeyê jî. Me pirtûka Chateaubriand a bi navê “Son İbni Sarac’ın Maceraları”, di dersên wî de wergerand zimanê tirkî.”[39]

Di raportek îngilizî yê roja 30.08.1928ê de, lîsteyek kurdên aktîf ên piştgirê Xoybûnê hatîye çêkirin ku di nav wan de jî navê Elî Îlmî di rêza duyemîn de ye. Lîsteya navborî weha ye: “Mevlanzade Rifat, Elî Îlmî, Celadet Bedirxan, Memduh Selîm, Haco Axa, Emînê Ehmed, Mustefa Berazî, Şûkrî Sekban, Celîl Begê Baban, Awnî Beg, Xelîl Rehmî Beg, Sûreya Bedirxan, Şêx Hûznî Berazî, Şêx Şahîn Berazî, Hûsên Paşayê Kor, Mûsa Begê Xwêtî.”[40]

Hikûmeta Tirkîyê li Sûrîyê jî xebat û faalîyetên kurdan gav bi gav şopandine. Ji bo ku tesîra xebata Xoybûnê li bakurê Kurdistanê çê nebe û pêşî li firehbûna vê xebatê bê girtin, tedbîrên berfireh hatine girtin. Rê nedane ku neşrîyatên Xoybûnê bikevin nav bakurê Kurdistanê.

Rêxistina Xoybûnê ji bo ku ronahî bide ser meseleya neteweyî ya Kurdistanê, polîtîka û kirinên Komara Tirkiyê li dinyayê teşhîr bike, bi zimanê tirkî, erebî, fransizî û kurdî kitêb û belavok çap kirine û belav kirine. Wê demê rêzeweşanek bi navê “Kürd Xoybun Cemiyeti Neşriyati”[41] (Neşrîyata Cemîyeta Kurd a Xoybûn) tête belavkirin û ji wê rêzeweşanê kitêbokek bi navê Türkiye’de Kürtlerin Katliamı[42], Türk Affı Umumisi Karşısında Kürdler[43], Türkiye Reiscumhuri Gazi Mustafa Kemal Hazretlerine Mektup[44], Bir Ecnebi Noktai Nazarına Göre Kürd Meselesi[45] û bi zimanê erebî Elkaziyetül Kürdiye[46] hatine çapkirin. Û her weha li Misrê bi zimanê fransizî û bi navê “La Questiyon Kurde”[47] kitêbek hatîye çapkirin. Ji bo ku ev weşanên Xoybûnê nekevin Bakurê Kurdistan û nava Tirkiyê, ji alîyê Reîsêcimhur ê Tirkiyê ve bi hejmara 2/1096 biryarnameyek hatîye belavkirin û tê de dibêje: “Çar kitêbên ku bi navê “Türk Affı Umumisi Karşısında Kürdler, Türkiye Reiscumhur Gazi Mustafa Kemal Hazretlerine Mektup, Bir Ecnebi Noktai Nazarına Göre Kürd Meselesi hatine çapkirin, di naveroka wan de nivîsên xusardar ên aleyhê hikumeta me de hene, berhemên bi vî awayî, bi tirkî an jî bi zimanekî din nivîsandî bin, divê anîna wan a ji bo nava Tirkîyê qedexe be. Ev biryar, bi tezkîreya hejmar 7067 û roja 29/7/934an a Wezareta Daxilî, ji alîyê Heyete Îcra ya Wekîlan ve di roja 1/8/934an de hatîye teswîbkirin û qebûlkirin. 1/8/934 Reîsîcumhur/ Gazî Mustafa Kemal”[48]

Li ser vê babetê di raportekî din ê Wezareta Navxweyî de ku roja 16.11.1935an bi jimara 12244/19746 û bi sernivîsa “Suriye’de Yeni Bir Kürt-Ermeni Birlikte Çalışması Başlamıştır” (Xebateke nû ya hevkarîya Kurd û Ermenan li Sûriyê dest pê kirîye) hatîye amadekirin. Di naverokê de dibêje: Bi alîkarîya Konsolosê Îtalîya yê li Beyrûdê, di navbera kurd û ermenan de biryara xebateke nû ya hevkarîyê hatîye dayin. Bi girêdayî vê biryarê û ji bo muzakereyê du civîn hatine çêkirin: Yekem, roja 2ê Çirîya Paşîna 1935an li Helebê; ya duyem jî roja 3yê Çirîya Paşîna 1935an li Qamişloyê hatîye çêkirin. Ji bo vê hevkarî û yekîtîyê naveke nû nehatîye danîn, mimkun e ku li ser navê Xoybûnê berdewam bike. Ji her du alîyan serok û şexsiyetên muhîm beşdarê civînê bûne. Di civîna Helbê de: Ji alîyê ermenan ve Herak Papazyan, Dr. Basmaciyan, Balyanê xwedîyê rojnameya Astana beşdar bûne; ji alîyê kurdan ve jî Memduh Selîmê mamosteyê Lîseya Antaqyayê û Mistefa Şahînê mebûsê Cerablûsê beşdar bûne. Di civîna Qamîşloyê de: Ji alîyê ermenan ve Garo Sasonî; ji alîyê kurdan ve Hesenê kurê Haco Axa, Cemîlpaşazade Qedrî û Mihemed Beg beşdar bûne.”[49]

Di pirtûka 150’likler Meselesi (Meseleya 150an) de, li gor neqilkirina raportekê îstixbarî, Çerkes Ethem Beg di derheqê Elî Îlmî de agahîyek weha dide muxbîrê Balyozxaneya Helebê: “Elî Îlmî Fanî û Zeynelabidîn Fanî yê birayê wî, vê gavê ji bo rêxistinbûna kurdên Sûriyê dixebitin. Şukrî Mihemedê ku li Bexdayê dimîne, talîmat daye Elî Îlmî ku li ser sînor, Tirkîyê taciz bikin.”[50] Ev agahîyên li jorê nîşan didin ku Elî Îlmî Fanî, endamekî çalak ê Xoybûnê bûye.

2.6. Mamosteyî, edîbî û şairîya wî

Mamosteyîya Elî Îlmî, di Îdadîya Edenê de dest pê kirîye û li Sultanîya Antaqyayê (Lycée d‟Antioche)  dewam kirîye û ta ku ew malnişîn bûye û vegeriye Tirkiyê. Elî Îlmî, di dawîya sala 1929an de ji alîyê rêvebirên Fransayê ve tête tayînkirin ji bo mamosteyîya edebîyatê ya Lîseya Sultanîya Antaqyayê. Wî, di navbera salên 1929-1937an de, li Sultanîya Antaqyayê, mamosteyîya dersên edebîyatê kirîye ku wê demê bajarê Antaqyayê di bin mandaterîya Fransayê de bû. Ew ne tenê mamosteyê edebîyatê bû, herweha şair û edîbekî bijare bû. Wî bi mexlasa Derwêş Sukûtî meqale û şiîr nivîsîne. “Elî Îlmî, mamosteyekî wisa bû ku sineetên edebî, bi awayekî herî baş ji alîyê wî ve dihatin tearîfkirin… Wî karîbû şiîran bi sê zimana bixwenda.”[51]

Wekî gelek nivîskarên Tirk, Ulunay jî hîç behsa xwendin û nivîsandina wî ya bi zimanê kurdî nake. Lêbelê neqilkirina vê mersîyeya şairê navdar Nalîyê Silêmanî, bi me dide îsbatkirin ku Elî Îlmî Fanî, bi kurdî jî baş dixwîne û dinivsîne.

“Ey cami-î dunya we qiyamet be heyalat

Ev rûje ke rûyet, ne uyet bû, ne emet bû

Ûmrî ke debizar tû umîd dirîje

Îmrî nedemet bû, nedemet bû, nedemet bû.”[52]

Di pirtûka “Bir 150’liğin Mektupları Ali İlmî Fânî’den Rıza Tevfik’e Mektuplar” ya Abdullah Uçman de hinek nimûneyên helbest û nivîsên Elî Îlmî yê edebî bi tirkîya osmanî hatine çapkirin. Lêbelê heta vê gavê em rastê nivîs û helbesteka wî ya kurdî nehatine.

Têkilîyên wî bi şair û edbîn navdar ên wê demê re; bi kesayetîyên wekî Riza Tevfik, Refik Halit, Refî Cevat Ulunay, İbnülemin Mahmud Kemal İnal, Mehmed Akif… hebû û gelek jî nêzîkî hev bûn. Berdewamî ji hev re name nivîsandine; “Elî Îlmî Fanî, di navbera salên 1926-1948an de ji Riza Tevfîk re nêzîk 51 name nivîsandîye û rêkirîye. Bi tevî nameyên Elî Îlmî, li ser navê Urfî Bîlgîlî yê kurê wî, Mesûd Fanî Bîlgilî û Zeynelabidîn Îrfanî yê birayê wî jî, nameyek ji Riza Tevfîk re hatîye şandin.”[53]

Naveroka nameyên wî û Riza Tevfîk, bi giranî sohbeta li ser edebîyat, rewşa heval û dostên wan ên nefîkirî ye. Wî di nameyekê xwe ya 9ê Teşrîna Ewela sala 1929an de, li ser rewşa Anatolîya û di bareyê Nazim Hîkmet û hevalên wî de ji Riza Tevfîk re weha nivisandîye: “Li bajarên Antolyayê guherîneke girîng nîne. Ji xwe tiştê ku biguhere jî nemaye. Tenê li Îstenbulê hinek ciwanên nû peyda bûne ku meyla nezarîya Bolşewîzmê dikin. Rojnameyek wan jî heye û helbestên xerîb xerîb dinivsînin. Ji wan Nazim Hîkmet, êrîş dike ser kesên wekî Abdulhak Hamid Beg, Hamdullah Suphî, Falih Rifki, Yakub Kadrî û Halîd Fahrî Beg. Wêneyê qebristanekê; di nava wê de darek gewre… Di serpelê her gulîyekê vê darê de, serê şairek û nivîskarek… Nazim bivirek girtîye destê xwe, bi borebor û halanan êrîş dike van gulîyên darê û dibêje “em dê peykeran bişkînin”. Va ye, ev lewha, temsîlek e ji terza neslê edebên îro.”[54]

 Riza Tevfîkê ku bi bernavê “Feylesof Riza Tevfîk” tête naskirin, di 20ê Kanûna 1935an de bi sernivîsa “Ali İlmi Bey’e”, nameyek dirêj ji wî re nivisîye û di vê nameyê de fikr û têgihîştina xwe ya li ser şiîrê dihêne ziman.[55] Elî Îlmî, ji alîyê fikr û têgehîştina şiîrê ve, Riza Tevfîk gelek diecibîne û dişopîne. Dibêje: “Ew ên ku Riza Tevfîk nas nekin, bi temamî dibin bîyanîyê edebîyata tirkî jî. Di vê mektebê de wezîfeya min a sereke ev e ku di ruhê neslên nû de wê çiraya heqîqetê vêxim û hîssên wan hişyar bikim.”[56] Ew paşê di nameyekê xwe yê ku roja 9ê Sibata 1935an de ji bo Riza Tevfîk rêkirîye weha nivisîye: “Min bi şiîrên cenabê te, di Lîseya Antaqyayê de zewqa edebîyatê peyda kir.”

Refî Cevat Ulunayê ku ew bi xwe jî yek ji kesên “Sirgûnên 150an” bû, di derheqê wî de dibêje: “Elî Îlmî, bi her awayê xwe ve efendîyekî Şerqî bû. Mirov ji teraqa wî têr nedibû. Bi taybetî ku mewzu edebîyat bûya; her ku pêda diçû vedibû, mewzuyê berfireh dikir, bi qeweta hafizaya xwe mîsalên (nimûneyên) cûr ci cûr digot, em li hemberê îlim û dereceya bilind a îlmê wî diheyirîn.”[57] Cemîl Merîç, yek ji şagirtê wî yên dema mamosteyîya Sultanîya Antaqyayê bû. Ew ji bo mamosteyê xwe yê Elî Îlmî weha dibêje: Min di dema xwendina sinfa sisê ya navendî de Elî Îlmî nas kir.  Ew osmanîyekî şair û muhîbbî cemal bû. Elî îlmî, osmanîyekî rindmeşrebî bû û ji çerxa felekê derbas bûbû. Berîya Şerê Yekem ê Cîhanê, di Darûlfunûnê de mamosteyîya şerhkirina metnan kirîye. Sîyasetê, vê şaîrê zewqperest, bi bêdeng û bêhes ji welatê wî dûrxistîye. Ew jî wekî Riza Tevfîk û Refîq Xalid, sirgûnekî 150an e. Ew yekî babacan û arifekî şiîra dîwanê bû, farisîya wî mezbut û hakimê arûzê bû. Hemû zîllet û mezîyetê Elî Îlmî Şerq bû. Di jîyana min a fikrî û hîssî de gelek alîkarîya wî heye, mamoste Elî Îlmî ne tenê mamosteyê min bû, wekî dostekî bû. Ez bi rêberîya wî ketim nav cîhana şiîrê.”[58]

Bêguman jîyana wî ya sirgûnî û demeke dirêj dûrketina wî ya ji malbatê, ji bona wî jî asan nebûye. Elî Îlmî Fanî, mexdûrî û tengasîya jîyana sirgûnîyê bi vê awayî dihêne ziman: “Bi destê zemanê bêeman aîleyên me jî perîşan bûn, me îmkana berhevanîna wan nedît. Birayekî min li Parîsê ye, ewê din li Iraqê ye, didoyên din jî li Tirkiyê mane, zarokên min her yek li alîyek e û bavê min li Berkafê ye. Ev yanzdeh sal in ku em ji hev dûr û mehcûr (ji hev cûda) bûne.”[59] Ew, bîrî û dûrketina ji malbat û welatê xwe jî bi van hevokan dihêne ziman:

“Ger meriv ji welat dûr be pê dizane heskirina welat çî ye,

Li xurbetê têgihîştina sirrê vê eşqê, ez kirim kêfxweş”[60]

Feylesof Riza Tevîk jî di nameya xwe ya bi sernivîsa “Ali İlmî Bey’e” de, ji bo wî dibêje; “Dostekî ji dil, wefakar û xemrevîn”[61] e. Dîrokzan Ali Birinci, ji Damar Arıkoğlu neqil dike û dibêje: Alî Îlmî, lawê bavekî alim û xettat (xweşnivîs) bû, xwe baş perwerde kiribû. Bi tevî ku di şiklê pirtûkê de eserekê wî nîne lêbelê ew hosteyê qelemê bû. Şair û xetîbekî baş bû. Mirovekî civakî, xweşsohbet û nûktezan bû.”[62]

Piştî ku li Tirkîyê qanûna paşnavan hatîye qebûlkirin, malbata wan paşnavê “Bilgili” girtine. Heta wê gavê, ew di şûna nav û paşnavê xwe de “Ali Îlmî Fanî” bi kar tîne û piştî derçûna qanûna paşnavan, êdî ew di şûna nav û paşnavê xwe de “Ali İlmî Fanî Bilgili” dinivisîne.

Piştî ku Fransa û Tirkîyê li ser mesela Herêma Otonom a Sencaxa Îskenderûnê li hev kirin, rêvebirîya Tirkîyê pêşîyê efûyek giştî derxist. Di 29ê Hezîrana sala 1938an de, ji bo vegera “Sirgûnên 150an”, qanûna efûyek ji alîyê Meclîsa Mebûsan ve hatîye derxistin û metna vê qanûnê di roja 16ê Temmûza 1938an de bi jimara 3961an di Rojnameya Resmî de hatîye belavkirin. Elî Îlmî û her du birayên xwe jî ketine ber vê qanûna efûyê, lêbelê tenê Elî Îlmî û Mesûd Fanî vegerîyane Qadirlîya ciyê jidayikbûna xwe. Di encama lihevkirina Tirkîye û Fransayê de, roja 29ê Hezîrana 1939an, Herêma Otonom a Sencaxa Îskenderûnê (Hatay, Antaqya) jî kete bin serwerîya Komara Tirkiyê.

Jîyana wî ya piştî vegerê û heta mirinê, bi mijûlayîya edebîyatê, sohbet û dîtina mirov, dost û hevalan derbas bûye. Dema vedigere, dibîne ku bira û kurên wî her yek bi alîkî ve çûne; birayê wî yê piçûk li Îzmîrê muawînê midurê sihhîyê ye, birayekî din li wê derê mamoste bûye û kurê wî yê piçûk jî di gara trên a Qeyserîyê de, memûrê muharebê bûye.

Bi tevî ku di gelek rojname û kovaran de nivîs û şiîrên wî hatine belavkirin, lê mixabin ji xeynî nameyên wî yên ku ji alîyê Abdullah Uçman ve bi navê “Bir 150’liğin Mektupları” hatine çapkirin, berhemekê wî yê di şiklê pirtûkê de nehatîye dîtin û çapkirin.

Ew kesayetê têkoşer, sîyasetmedar, mamoste, ulema, edîb, şair, nivîskar û xwezaparêz ê pîrê fanî di sala 1964an de, di encama mudaxaleyek cerahî yê piçûk de, di roja 25ê Tebaxa 1964an de li Kadirli (Qadirlî)yê koça dawî kirîye. Refî Cevat Ulunayê ku ew bi xwe jî yek ji nefîkirîyên 150an bû, li ser mirina Elî Îlmî, di rojên 01.09.1964-07.09.1964an de bi sernameya “Ustad Ali İlmî”, du meqale di rojnameya Milliyetê de belav kirine û tê de dibêje: “Roja ku lawê wî xebera mirina wî gihande min, ez bi hemû bedena xwe ve xemgîn bûm. Agirek kete hundirê min, ez şewitandim… Me ferezanekî, hostayekî edebîyatê û şairekî wenda kiribû…”[63]

  1. Zeynelabidîn Fanî (Îrfanî)

3.1. Jidayikbûn û perwerdeyî

Zeynelabidîn Fanî

Zeynelabidîn Fanîzade yan jî Zeynelabidîn Îrfanî, di sala 1884an de ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seretayî û navendî li cîyê ji dayikbûna xwe, li navçeya Qadirlîyê û ji wê şûn ve li Edenayê temam kirîye. Paşê Darûlfunûnê bi dereca yekemîn xelas kirîye û ji wê şûn ve jî li Îstenbulê Mekteba Hiqûqê xwendîye.

Sala 1911an di Partîya Hurîyet û Îtilafê de dest bi sîyaseta aktîf kirîye. Bi rûtbeya bînbaşîtî tevlî Şerê Balqan bûye…

3.2. Sekreterê Dawî yê CTKê

Piştî îmzekirina Peymana Mondrosê, dema ku CTKê hatîye avakirin ew, yek ji endamê îdarî û kesayetîyek girîng ê CTKê bû. Ji parçebûna CTKê (Hezîrana 1920an) şûn ve Zeynelabidîn Fanîzade, ji ber vê parçebûnê îstifa dike û di daxuyanîya xwe ya îstifakirinê de dibêje:

“Ji ber ku di navbera endamên cemîyetê de îxtilaf û cudayîya fikrî çêbûye, min ji endametîya CTKê îstifa kirîye. Li gor dîtina min qenaet û şexsê Seyid Abdulqadir Efendî gelek muhterem e. Ji ber vê yekê, sebebê îstifaya min ne dijberîya cenabê Hezretî Seyid Efendî ye û li gor agahîya min wan hevalên rêzdarên din ên ku îstifa kirine, qenaeta wan jî di vê çarçoveyê de ye. Esasen netîce, wê di hilbijartinên yekşema hefteya pêşîya me de dîyar bibe.”[64]

Ber bi dawîya sala 1922an de ku Îstenbul dikeve bin hukma M. Kemal û hevalên wî, gelek mixalif ji bêgavîyê terka Îstenbulê kirine. Di ser de destpêkirina hevdîtin û pêkhatina Peymana Lozanê jî, rewşeke nû derxistîye meydanê û firsenda nefîkirin/sirgûnkirin û derxistina ji hemwelatîyî ya mixalifan daye M. Kemal. Ji xeynî yên berê derçûyî û reviyayî, bi navê “Lîsteya 150an”, beşekî din ê mixalifan hatin sirgûnkirin û mafê hemwelatîbûnê ji dest wan hate girtin. Ji endam û rêvebirên Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTKê), heşt (8) kes di nav lîsteya 150an de hebûn: “Hemdî Paşayê (kevne Wezîrê Behrîyeyê), Xelîl Rehmîyê Bedirxanî (kevne miteserrifê Melatîyê), Mistefa Paşayê Kurd/Yamûlkî (kevne serokê Mehkema Dîwanê Herb), Mesûd Fanî (keven miteserrifê Cebelî Berekat), Zeynelabîdî (kâtibe umûmî yê Partîya Hurîyet û Îtilafê), Mewlanzade Rifat (xwedîyê rojnameya Serbestî), Fanîzade Elî Îlmî (xwedîyê rojnameya Ferda) û Kurd Heqî yê Silêmanî.”[65]

Seyid Mihemedê lawê Seyid Abdulqadirê serokê CTKê, sala 1925an di dema mehkemekirinê de ji bo Zeynelabidîn dibêje: “Ew katibê Umûmî yê CTKê bû, ala kesk a li ser wereqeyên huwîyeta CTKê, ji alîyê Katibê Umûmî Zeynelabidînê Fanî ve hatîye amadekirin/çêkirin.[66] “Ala osmanî vemirî, me ala kurdan çêkir ku digel wê wekî roj biçirûse. Ev hêvîyek e.”[67]

Ew jî wekî her du birayê xwe yên din, ji ber xebata xwe ya sîyasî ya mixalif, di sala 1924an de dikeve lîsteya “Sirgunên 150an”, di vê lîsteyê de navê wî di rêza 37an de hatîye lêkirin. “Zeynelabidîn berdevk û sekreterê giştî yê Partîya Hurîyet û Îtilafê bû, dema hatîye sirgûnkirin, pêşîyê çûye Misrê ji wir ve çûye Mekkeyê ji bo pêşwazîkirina Wahdetîn”[68] û paşê ji wir ve jî derbasê başûrê Kurdistanê bûye. Li wê derê jî peywendîya wî û malbata Nehrîyan berdewam kirîye. Wî di Kerkûkê de dest bi kar kirîye û sala 1926an ji bo hewa gorrînê çûye bajarê Rewandizê. Di hejmara sêyemîn (3) a Zarê Kirmancî de li ser hatina wî ya Rewandizê, weha hatîye nivîsandin: Cenabî milletperwerî wetten xway xeyur Zeynelabidîn Beg musenefzade le Kerkûkewe bo hewa gorrrîn û ziyaret hate şarman, le hesret gewre û piştîwan qayimqam mîwanin, be xêrhatinî dekeyin.”[69]

Li gor belgenameyên Brîtanyayê Zeynelabidîn, çend carek navê wî di lîsta endamên sazîyeka veşartî de derbas dibe û navê vê sazîyê nehatîye nivîsandin. “1927 li Kerkukê midurê medresa Îdadîya Kerkûkê bûye, ji ber karê sîyasî ji wezîfê hatîye derkirin. Ew endamê komeleyeka veşartî û nihênî ya kurdî bûye û gelek çalak bûye. Berdewamî çûye Rewandizê û name ji bo wî hatîye û peywendîya wî ligel bakur bihêz bûye.”[70] Bi îhtimaleke mezin ev komela (cemîyeta) veşartî ya ku tête behskirin, Cemîyeta Îstiqlala Kurdistan an jî Cemîyeta Şîmalê Kurdistan e. Ji nameyekê Şêx Mehdî yê birayê Şêx Seîd xuya dibe ku ew, yek ji serkirdeyên vê cemîyetê bûye û di navbera salên 1926an-1928an de li Mûsilê di nav vê cemîyetê de bi awayekî aktîf xebitîye.[71] Seyid Taha jî, peywendîya wî bi vê cemîyetê re hebûye û herweha di navbera salên 1923-1929an de ew qayimkamê Rewandizê bûye. Berdewamî çûnûhatina Zeynelabidîn ji bo Rewandizê, bi girêdayê vê têkilîyê bû.

Herweha li gor raporteka din a îsixbarata Îngiliz, “Di meha Sibata 1927an de, li Kerkûkê di navbera layengirên tevgera kurd û layengirên tirkan de propagandeyek bi qewet hebûye. Zeynel Abidîn wekî wekîlê Seyid Tehayê Nehrî ye û dij bi Şêx Mehmûdê Hefîd.”[72] Di kitêba navborî de, behsa raportekî din a taybet tête kirin ku ji Erbîlê hatîye şandin di roja 02.02.1930an de; “Zeynelabidîn mudirê pêştir ê mektebê bûye li Kerkûkê, li meha Eylûlê kurê Seyid Teha ew li gel xwe birîye Tehranê. Wextê ji Tehranê zivirîye, bi rêya Erbîlê di roja 23.11.1930an de çûye Bexdayê.”[73] Dema ku ew li başûrê Kurdistanê dijîya, çav û dêna asayîş û îstixbarata Tirkîyê li ser wî bûye. Di destpêka sala 1938an de ji alîyê Muduriyeta Asayîşa Giştî ya Tirkîyê ve li ser rewşa sirgûnên 150an, raportek tête amadekirin û li gorî dîyarkirina vê raportê, “Zeynelabidînê Sekreterê Giştî yê Partîya Hurrîyet û Îtilafê, li Iraqê û di bajarê Rewandizê de dimîne.”[74]

3.3. Hewldana derxistina cerîdeya Soran li Hewlêrê

Dr. Kurdistan Mukiryanî ya birazîya Husên Huznî Mukriyanî, di berga dûyemîn a pirtûka Sercemê Berhemên Husên Huznî de, di bin sernavê “Çûna Hewlêrim û Metbee Damezrandinim û Cerîdey Ronakî Derxistinim Le Hewlêr” [Çûna Min a Hewlêrê, Damezrandina Metbee û Derxistina Rojnameya Ronakî] de, ji destnivîsên mamê xwe neqil dike û behsa hevdîtina Husên Hûznî û Zeynelabidîn û Ehmed Begê muteserrifê Hewlêrê dike û dibêje:

“Dema min bihîst ku Ehmed Beg bûye muteserrifê Hewlêrê û dest bi hukmê kirîye li wê lîwayê, her kes bi nivîs û têlgraf bi xêrhatina wî dikir û diçûn zîyareta wî. Ez wekî kesekî nenas û neşareza, bêdeng mam û li mal rûniştim û neçûm.

Piştî muddetekê ez her li mal bûm û derneketim. Qaymeqamê Rewandizê dû-sê caran ji min re got ku Ehmed Beg hatîye, min deng nekir, hetta rojekî hat Rewandizê û bû mêvanê mala Murad Begê qaymeqam. Gazî min kir, dema ez çûm kesek bi navê Zeynelabidîn li ba wî bû ku mensûbê Seyid Tehayî bû. Ew rûniştîbûn, muteserrifî got: Niha min behsa we dikir, ev çend meh e ku ez hatime lîwaya we, min ta niha we nedîye.

Min got: Niha jî her nexoşîya Silêmanîyê li min heye û hêj halê min baş nebûye ku bikarim hêvîmendîya xwe pêşkêşî we bikim, ji ber hendê bibûrînin.

Min nezanî bû berî ku ez biçim wir giftûgo hatbû kirin, şertekî wisa danîbûn ku lazime ez rojnameyekê derxim û Zeynelabidîn efendîyê kurê Xaqî[75] Efendî bibe midurê mesulê min.

Min got: Ev jî weke çûna min a Silêmanîye ye. Min guh neda, wan zor da min. Ez jî mezlûmê destê îstîbdadê me û tu qewetekî din ê min nîne. Ew zehmetî û jarî û perêşanîya ku li Silêmanîyê bi serê min hat, heta mirinê besê min e. Ehmed Beg bi zorê ez digel xwe birim Hewlêrê û digel Zeynelabidîn Efendî çend rojekî em li wir man.

Roja dûşema 25ê Mayîsa 1935ê ya beramberî 21ê Sefera 1353an, me bi hev ra daxwazî pêşkêş kir ji bo îmtiyaza rojnameyek bi navê “Soran” ku du car di hefteyê da derkeve. Me daxwazname da muteserrifî. Ewraq ketin nav muameleyê, lêbelê min di nav wê karê da lîstik didî û ji bo min nedihate aşkerakrin û min ji wê lîstik û yarîyê fêm nedkir.

Ewraq xwestina îmtiyazê bû dawî, sê-çar memûrê Hewlêr ku di eslê xwe de xelkê Silêmanîyê bûn û mensûbê muteserrif bûn, wan bi wereqe ez haydar kirim ku baştir e Zeynelabidîn nebe midurmesûlê vê rojnameyê. Mebest çi bû, ez nazanim! Çima berê Ehmed Beg ez bi zorî kirim hevalê wî û niha çi qewimîye? Nazanim. Bi rastî min mebest û armanca muteserrif û memûr nedizanî, lê min fêm kir ku ev kare çê nabe.

Gerçî yek-du mehan li Hewlêrê ez rastî mesref û zehmetîyê hatim. Li Rewandizê min malbat bi perêşanî bi cî hêlabû.

Rojekî li dayrê ez çûme ba muteserrif û min behs kir ku armanc ji hatina min û negihîştina bi arezûya min, gelo tiştekî qanûnî ye yan cenabê we poşman bûne? Wî jî got ez ji dil hez dikim û wezareta karê hindir jî dixwaze îcazeyê bidete hewe. Lê şert û şirûtê qanûnî yê we netemam e.

Min got: Çawa?

Got: Ji bo damezrandina metbeayê lazime xudîyê wî ji medresa alîye mezûn be.

Mecbûr ez vegeriyam û min gelek hewil da qanûnê çapxanan ku ji dewra osmanîyan ve li Iraqê mabû, min ew qanûn peyda kir û min bire ba muteserrifî û li wir hatibû beyan kirin ku ew kesê bixwaze metbeeyek li cihekî dabimezrîne tenê pêwîste beyana damezrandin û navê metbeeyê bide memûrê îdareya merkezê wî cihê û tenê ev û tiştekî din nebû.

Îcar got: We digel Zeynelabidîn îttifaq kirîye?

Min got: Belê, we ez hildam ba wî, lêbelê Ehmed Xoce Efendî û Hîkmet Emîn ji min ra gotin em wisa bi baş dizanin ku Zeynelabidîn neke hevalê xwe. Min jî axaftinên wan bi axaftina we dizanî, min dixwest evê ji we re bibêjim.

Wî go: Ez jî bi başî nazanim, çima? Bê sebeb ma.

Piştî gelek gengeşe û giftûgoyan ji dayîrê derketim. Min got; ezê bizivirim Rewandizê û destê xwe li vê karê pir zehmetî berdim. Ez ketim nav fikr û xeyalan, yek-du roj wekî gêjan mam, dihatim û diçûm.”[76]

Ji xeynî van agahîyan, derbarê jîyan û xebata wî ya li başûrê Kurdistanê pirr agahî li ber destê me nîne. Gelo ew li wê derê zewicîye û zarokên wî hene yan na, em vê nizanin. Qasê ku tê zanîn wî, di salên 1943an de jî li Kerkûk û Çemçemalê kar kirîye.

Derbarê dîroka mirina wî de, di çapemenîya Tirkîyê de agahîyên nerast belav bûne û ev nerastî ji alîyê gelek çavkanîyan ve hatîye dubarekirin. Qanûna efû ya ji bo Sirgûnên 150an, “Di roja 1ê Hezîrana 1938an de ji alîyê meclîsê ve hatîye erêkirin.”[77] Taha Toros dibêje: “Zeynelabidîn berîya derçûna efûya 150an li Bexdadê mirîye.”[78] Ev agahî nerast e, lewra wî di 31ê Cotmeha 1940an de, ji Riza Tevfîk re nameyek şandîye. Ji nameya wî ya ku bi navê Zeynelabidîn Îrfanî di dawîya sala 1940an de hatîye nivîsandin, weha dîyar dibe ku ew, wê demê katibê tehrîrat ê Kerûk û qeza Daquqê bûye.[79] Li gorî nivîsandina Şêx Mihemed Xal, “Zeynelabidîn sala 1943an li qeza Çemçemalê muwezefê hikumetê bûye.”[80]

Derheqê nivîsandin û berhemên wî de, tu agahîyek li ber destê me nîne. Lêbelê di kovara Zarê Kirmancî de behsa berhevoke wî ya li ser tarîxa kurdan dike ku ew ji nivîsên edîbên îngilîz, elman, rûs û frensizan pêk hatîye.[81] Zeynelabidînê sekreterê dewra dawî ya Cemîyeta Tealîya Kurdistanê û Partîya Huriyet û Îtilafê, jîyana xwe bi xebata ji bo têkoşîna bidestxistina mafê neteweyî yê miletê kurd û mixalefetkirina li dijî Îtihad-Teraqî û tevgera M. Kemal derbas kirîye. Lêbelê heta vê gavê dîroka rastîn a koça dawî ya Zeynelabidîn Fanî nayê zanîn, ne dîyar e.

  1. Mesûd Fanî (Mesûd Fanî Bîlgîlî)
  2. 1. Xwendin, xebata wî ya rêxistinî û kulturî
Mesûd Fanî (Bîlgîlî)

Mesûd Fanî yan jî Mesûd Fanîzade, di sala 1889an de li Qadirlîya bajarê Edeneyê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seretayî li vê derê tamam kirîye û ji bo xwendina ruşdîyeyê çûye Edenê. Ji wê şûn ve Mesûd Fanî ji bo xwendina huqûqê berê xwe daye Îstenbulê û li wê derê bi dereca herî bilind xwendina xwe ya huqûqê temam kirîye. Îsmaîl Arar, ji Burhanedîn Felekê hevalê wî yê mekteba huqûqê neqil dike û dibêje: “Ew havalekî zêrîn ê 24 eyar bû û bi zekaya xwe jî parçeyek ji agir bû.”[82]

Dema ku ew li Îstenbulê dixwîne, ji alîyê talebeyên kurdên xwendekarên Derûlfunûn ên wê demê ve di roja 27.07.1328 (1912)an de bi navê Cemîyeta Hêvîya Talebeyên Kurd, yekemîn rêxistina xwendekarên kurd tête avakirin. Li gor gotina Qedrî Cemîl Paşa, bi şîret û ronahîdarîya Xelîl Xeyalî, wî û hevalên xwe dest bi xebata avakirina Cemîyeta Hêvî kirine û Umer Cemîl Paşayê Dîyarbekirî, heta pêkanîna kongreyê ji bo sekreterîya Cemîyeta Hêvî hatîye wezîfedarkirin.[83] Mesûd Fanî, yek ji endamên Cemîyeta Hêvî ya Talebeyê Kurd û nivîskarê kovara wê ya bi navê Rojî Kurd bû. Di jimara yekemîn a Rojî Kurd de, bi navê Suleymanîyelî Mesûd û sernivîsa “Hurufumuz ve Teshil-i Kıra’at”[84] (Herfên me û Hêsanîya Xwendina Wan), nivîsek bi zimanê osmanî nivisîye. Ew di meqeleya xwe de dibêje:

Ji bo hînkirina 33 tîpan, em nêzîkê du sed şiklan hînê talebeyan dikin, ev, hem ji bo talebeyan û hem jî ji bo mamosteyan barekî pirr giran e. Cehaleta giştî jî, ji ber vê ye. Çareserî ev e ku divê em her tîpekê, tenê bi şiklekî dîyar bikin.”[85] Herweha nivîseke wî ya din jî, bi îmzeya “Mesud” di jimara yekê ya Hetawî Kurd de, bi sernameya “Dersa’âdet’de (Hetawî Kurd) Ceride-i Garrâsı Müduriyet-i Aliyyesine”[86] hatîye belavkirin. Cemîyeta Hêvî, heta destpêka Şerê Giştî yê Cîhanê xebatên xwe berdewam dike û di nîvê sala 1914an de ji alîyê desthilatdarîya Îtihad û Teraqî ve xebata Cemîyeta Hêvî û endamên wê hatîye rawestandin.

Di dawîya Şerê Giştî yê Cîhanê de, Împeratorîya Osmanî hilweşîya û rewşekê nû peyda bû. Miletê kurd jî di vê rewşa nû de, rêxistinên nû ava kirin. CTKê, rêxistina sereke ya kurd bû ku di vê pêvajoyê de hatîye avakirin. Her sê birayên Fanîzade jî bûne endamê vê rêxistina nû, di nav xebat û çalakîyên CTKê de ciyê xwe girtine. Ew ji destpêkê ve di nav xebata mixalif a li dijî Îtihad û Teraqî û herweha dijberê tevgera Mistefa Kemal û hevalên wî bûn.

Mesûd Fanî, di vê hengameyê de tête Edenê li nik malbata xwe. Çawa ku min li jorê behs kir, Elî Îlmî yê kekê Mesûd Fanî jî di dawîya sala 1918an de, li bajarê Edenê dest bi neşirkirina rojnameya Ferda kiribû. Di rewşekî weha de, “Dema ku leşkerê Fransayê ketin Edenê, Mesûd Fanî ji bo miteserifîya Cebelîberekat (Osmanîye) hatîye tayînkirin.”[87] Ji ber rexneyên derbarê miteserrifîya wî de, ew, di pirtûka xwe ya bi navê “Atatürk’ün Hayat Felsefesi” de, bersiva sebebê qebûlkirina miteserifîya Cebelîberekatê dide û dibêje: “Siltanê Osmanî ji bo xelaskirina saraya xwe, çîyayê Berekatê pêşkêşî fransizan dikir…. Dagirtin û êşa vê welatê ezîz bi min re sebir nehiştîbû, ji ber vê yekê min qebûlkirina teklîfa miteserrifîyê, wek deynekî millî didît.”[88]

Piştî ku Peymana Lozanê tê îmzekirin, bendekê wê yê taybet li ser kesayetên mixalif ên tevgera M. Kemal û hikumeta Anqerê bû. Li gor vê peymanê, dê kesên mixalifê rejîma nû ji Tirkiyeyê bihatana sirgûnkirin û mafê hemwelatîyî ji dest wan bihatana girtin. Navê Mesûd Fanîzade û her du kekên wî jî, di nav vê lîsteya 150an de bûn. Ev biryar di 23ê Nîsana sala 1924an de hatîye tetbîqkirin û di lîsteya “Sirgunên 150an” de, navê wî di rêza 27an de wek Fanîzade Mesûd (muteserifê kevn ê Cebelîberekatê) hatîye lêkirin.

Piştî derçûna ji Tirkîyê, ew û kekê xwe yê Elî Îlmî Fanî jî wekî gelek rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd, derbasê Binxetê (Sûriyê) bûne. Wê demê Sûriye di bin mandaterîya Fransayê de bû. Xebat û karê xwe yê neteweyî-sîyasî li wê derê di nava rêxistina Xoybûnê de berdewam kirine.

  1. 2. Ji Binxetê ve çûna Parîsê û nameyek ji bo Zarê Kirmancî

Piştî çar salên xebata nav Xoybûnê, Mesûd Fanîzade ji bo xwendina doktorayê berê xwe dide Parîsa paytextê Fransayê û li Unîversîteya Sorbonê bi krêdîya hikumeta Fransayê dest bi xwendina doktorayê dike. “Di dema amadekirina têza xwe de, ji bo lêkolînê diçe welatên Hindistan, Iraq û Îranê. Di nav mudeta ku li Parîsê dimîne de, li ser felsefeyê jî dixebite.”[89] Di sala 1929an de, ji Fransayê bi sernavê “Qaxezekî Vekirî ji bo Zeynelabidîn Beg”[90] nameyekê balkêş ji bo kovara Zarê Kirmancî şandîye. Nameya navborî, wek pêvek di dawîya vê lêkolînê de heye.

Dema ku wî li Parêsê xwendina xwe ya doktorayê dikir, têkilîya wî ya bi Zeynelabidîn re jî dewam kirîye. Zeynelabidîn Fanî yê Kekê Mesûd, di sala 1926an serdana bajarê Rewandizê kirîye, çûye zîyareta kovara Zarê Kirmancî û ev serdana wî, di jimara sêyemîn a kovarê de hatîye belavkirin. Ger agahîya Taha Toros rast be, bi îhtimaleke mezin kovara Zarê Kirmancî, dema çûna wî ya Bexda û başûrê Kurdistanê ketîye ber destê wî. Îhtimaleke din jî ew e ku kovara Zarê Kirmancî, ji alîyê Zeynelabidîn ve ji bo wî hatîye rêkirin.

Zarê Kirmancî li bajarê Rewandizê û di sala 1926an de dest bi weşanê kirîye. Xwedîyê îmtîyaz û midurmesûlê kovarê Husên Huznî Mukrîyanî bû. Zarê Kirmancî, hem navê çapxane ye û hem jî bi vî navî ji layê xwedîyê çapxaneyê ve kovarek hatîye weşandin. Yekemîn jimara Zarê Kirmancî, di 25ê Gulana 1925an de hatîye çapkirin. “Huznî Mukrîyanî xwedî îmtîyaz û birêvebirê Zarê Kirmancî bûye. Ebdurehman Gîwî yê birayê wî heta jimara (16)ê sala 1929 birêvebirê kargêrîya kovarê bûye.”[91] Li ser bergê kovarê hatîye nivîsandin ku “Kovarekî îctîmaî, tarîxî, fenî û edebî ye”[92] û mangane derdiçê. Kovara Zarê Kirmancî li serhev 24 jimar derçûne û jimara dawî jî di 23yê Temûza 1932an de hatîye çapkirin.

Têkilîya Mesûd Fanî û Zarê Kirmancî çi wext û bi çi awayî çê bûye, ev baş nayê zanîn. Lêbelê ji nameya wî ya ji bo Zarê Kirmancî dîyar dibe ku vê kovarê dişopîne, diecibîne û piştgirîya weşana wê dike. Dibe ku ew bi têkilîya Zeynelabidînê kekê xwe û ji Zarê Kirmancî agadar e, lewma bi sernavê Zeynelabidîn Beg nameyek ji kovarê re rêkirîye. Mesûd, di nameya xwe de, îrfan û pêşkevtina milletekî, bi pêşketina çapemenîya wê ve girê dide û li ser vê mijarê de weha dibêje:

“Îrfan û pêşketina her milletekî bi çapemenîya wan tê pêş, çunku çapemenî zimanê milletê ye û şehameta wî di riha milletê da ye, cesaretek di dilê wê da ye û mûcîze û afirandin di hişê wî da ye, hêz û quwetek li pişta wî da ye û qabilîyetek ku li tebîetê da ye hemû wan tiştan bi çapemenîyê tê aşkerakirin û ew jî tercûmanî jê ra dike. Serhatî û bas û xwas çi tişt li ser hebûn û tunebûna dinyayê be, em li çapemenîyê hîn dibîn, çapemenî me agahdar dike li hemû sîyaseta dinyayê.

Xezeteyên kurdî yên li Stenbolê derdiketin bên îstisnakirin, xezeteyekî millî û wetenî yê ku yekemîn car li Kurdistanê hatîye neşirkirin, ew jî xezeteya Zarê Kirmancî ye, ku min xwendîye. Zarê Kirmancî bi hîmmeteke mezin û fedakarîyeke giran tê weşandin, rûpelên Zarê Kirmancî ji bo her kurdek esereke giranbiha û yadgarîyeke gelek bi qîmet e.

Di dunyayê da kîjan xezete pirr bilind û bi qîmet e, Zarê Kirmancî ji wî zêdetir qîmet pê ra hatîye dayîn û pirr bi fayde ye ji bo kurdekî. Zarî Kirmancî ku li Rewandizê derdikeve, ji xezeteya Timesê ku li Londerê derdikeve girîngtir û şayisteyê îstîfadeyê zêdetir e. Herwiha xudanê Zarê Kirmancî zêdetir şayanê teqdîr e, çunke dabeşkerên Timesê bi otomobîlê nebe xezeteyên xwe belav nakin, lê xudanê Zarê Kirmancî, kerek seqet û şelek jî bi destê wî nakevê. Tîpçin, serrastkar, nivîskar, kiravorsaz her bi xwe ye.

Dibe ku em gilî bikin ku xezete mehê carek jî dernakeve, eger gilîyê wisa bikin em neheq in, sebaret bi fedakarîya xudanê wî, hîç kes ji me nekarin li hemberê wî bisekinin. Wî sê sal zêdetir e di nav me da abone kirîye, hêj bedela abonetîyê nedaye, wekî me bihîstîye ji şerman sozê gotinê xwe dide. Her wek çawa ji bo birêvebirina wî xebatek lazim e, ji bo birêvebirin û jiyandina milletek jî fedakarî lazim e û heq e ku em vê ji bîr nekin.

Zarê Kirmancî her wek guh nade herekatê tu berbestek (astengek), herweha li ser berbestan jî derbaz dibe û li meşîna xwe nakeve paş û her dewam dike. Madem ku peyrev û pêşewayekê muqedes a hizir û ziman e, em çima wî neşopînin û çima em vegerînin paş.”[93]

Herweha di wê nameyê de, derbarê kultur û edebîyata kurdî de, dîaloga di navbera xwe û du jineciwanên (madmazelên) Fransizî de weha neqil dike:

“Min ji wan ra behsa edebîyata kurdan kir ji helbestên Wefayî, Herîq, Ehmedê Kor, Edeb, Nalî, Kurdî, Xeyalî, Mewlewî, Mehwî, Salim, Elîyê Aşiq, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Baba Tahir û Şêx Reza. Ji her yek ji wan helbestvanan min tiştek xwend û (min got: Sînga te gulî bax e, wî gotî bêdeng be ew yasax e, gotim memikê te, gotî lîmon) ji van çend tîpan gelek hez kirin û daxwaz kirin ku ez tekrar bikim…

Piştra wan pirs kir ku gelo ji van zêdetir meqamatê din ên bi kurdî hene? Min got: Lawik, heyran, niftî, qetar, ellaweysî, nîveşewî, seherî, payîze, eyşe kurî, xezême, xezal, huleşîdî pît, hîcranî, mahûr, ayay, lolo gêlekî, siwaro, hêhê ye, ji bo eşîrên din jî hore. Wan pir bi sersemî ve pêşwazî li axaftina min dikir.”[94]

Ji vê anmeyê xuya dibe ku zanîna wî ya li ser ziman, edebîyat û folklora kurdî gelek baş û berfireh e.

  1. 3. Veger û mamoteyîya Sultanîya Antaqyayê (Lycée d‟Antioche)

Dema Mesûd li Parîsê xwendina xwe ya doktorayê dewam dikir, kekê wî Elî Îlmî li Antaqyayê bi cî bûbû. Di Sultanîya Antaqyayê (Lycée d‟Antioche) de mamosteyîya edebîyata tirkî dikir. Mesûd dema ku ji Parîsê vedigere, rasterast diçe nik kekê xwe yê Elî Îlmî li Antaqyayê. Li wê derê ji alîyek ve karê abûqatî dike û herweha di Sultanîya Antaqyayê de jî dersên edebîyat, tarîx û felsefê dide. Mutefekîr Cemîl Merîçê ku wê demê talebeyê wî bûye, derheqê Mesûd Fanî û mamosateyîya wî de weha dibêje: “Di dema xwendina îdadî de, ew mamosteyê ku min jê feyz digirt, yekî ji wan jî Mesûd Fanî bû. Ew doktorê hiqûqê bû û nû ji Sorbonê hatibû. … Ew, di sinifa dehan de, dihat dersa me ya dîroka edebîyatê. Qasê ku tê bîra min, dîroka edebîyatê ya Köprülü bi me dida xwendin. Pirr xweş farisî zanîbû. Pêşîyê li rewşa zanîna me meze kir: Pirsên mîna; şiîr çî ye, edebîyat çî ye? Ji me kirin û talebe bi awayekî xweşik êşand. Ji min re hinek îltimas kir, lêbelê ez li benda îltifatekê ji wê zêdetir bûm. Wê hefteyê ez neçûm mektebê, min bi qasî 7-8 rûpelan, bi manzum şemayekê edebîyata tirkî amade kir. Di dersa paşî ya hefteya din de, min ew hezeyenname ya ku jê razî bûm pêşkêşî ustad kir. Roja din, Mesûd Beg, bi tevî midur Bazantayî hatin sinifê, bi gotinên ‘maşellah, maşellah’ memnûnîyet û şanazîbûna xwe ji ber hebûna qebilîyetekî weha li sinifê dîyar kirin. Û ji bo xatireya hevnasînê, bi tebrîkên Bazantîy, Nouveau Petit Laroussse ya sala 1933an teqdîmê min kirin. Mesûd Beg, di sinifa yanzdehan de bû mamosteyê min ê dîrokê. Wê salê me pirtûka İsaac Mallet ya li ser Şoreşa Fransayê xwend. Di sinifa diwanzdehan de jî dersa felsefê da me. Di dersê de bi kêmtirîn behsa pênc-şeş kitêbên felsefê dibû.[95] Ew, bi navê Dr. Mesûd Fanî Bîlgîlî, di nameya xwe ya ku 25ê Çirîya Pêşî 1938an de ji bo Riza Tevfîk nivisandîye dibêje: “Ev pênc sal in ku ez li vê derê dersê felsefê didim û îdareya xwe bi wê dikim. Ev du meh in ku ji kar hatime dûrxistin.”[96]

  1. 4. Nivîs û pirtûkên wî

Li gor lêkolîna min, nivîsên wî yên sereke, di kovarên Rojî Kurd û Hetawî Kurd de wek meqale hatine belavkirin. Nivîseke wî bi sernameya “Hurûfumuz ve Teshîl-i Kıra’atı”[97] [Herfên Me û Hêsanîya Xwendinê] di kovara Rojî Kurd de û nivîseke wî ya din jî bi sernameya “Dersaadet’te Hetawî Kurd Ceride-i Hasi Müdüriyet-i Ailesine”[98] di Hetawî Kurd de hatine belavkirin. Mesûd Fanî, midurîya Mearîfa Cebelî Berekat jî kirîye û  “nivîsên xwe yên di rojnameya Ferdayê de, bi navê “Can Bey” nivîsandine.”[99] Herweha di rojnameya “el-Livâ”yê de nivîsîye ku ev rojname di dawîya sala 1935an li Antaqyayê çap bûye.

4.4.1. Têza wî ya bi navê La Nation Kurde et Son Evolution Sociale

Bi tevî name û meqaleyan, pirtûkên wî jî hatine çapkirin. Têza wî ya doktorayê ya bi navêLa Nation Kurde et Son Evolution Sociale” (Neteweya Kurd û Tekamula wê ya Sosyal/ Kürt Ulusu ve Sosyal Gelişimi), di sala 1933an de li Parîsê hatîye çapkirin. Li ser bergê pirtûkê nivisîye: “Messoud FANY, La Nation Kurde et Son Évolution Sociale, thèse pour le doctorat en droit, Faculté de droit, Université de Paris, Paris, L. Rodstein, 1933, 288 p.” Ev pirtûk, di sala 1993an de ji alîyê Prof Dr. Azmi Süslü ve bi temamî nebe jî hatîye wergerandin. Orjînajê pirtûka Mesûd Fanî 288 rûpele e û wergera wê 108 rûpel e. Di wergera tirkî ya vê pirtûkê de, tehrîfat û kêmanî heye; tehrîfata girîng li ser wergera navê pirtûkê ye û bi tevî wê hinek beşên pirtûkê û bi taybetî jî beşê li ser meseleya ermenan nehatîye wergerandin. Prof Dr. Azmi Süslü, hemû nebe jî pirranîya têza wî ya bi navê “La Nation Kurde et Son Evolution Sociale”, bi navê “Mesud Fani Bilgiliye Göre Kürtler ve Sosyal Gelişimleri”[100] wergerandîye ser zimanê tirkî. Mixabin di vê wergerê de, ji bo ku peyva fransizî ya “Nation” ji bo kurdan neye bikaranîn, di şûna “Kürt Ulusu ve Sosyal Gelişimi” de, navê pirtûkê wek “Kürtler ve Sosyal Gelişimi” hatîye wergerandin. Divîya navê orjînal ê pirtûkê, wek Neteweya Kurd û Tekamûla wê ya Civakî bûya.

Li ser bergê pêşî yê pirtûkê weha hatîye nivîsandin:

“Messoud Fany, Doktorê Hiqûqê li Zanîngeha Parîsê, Kevneparêzgerê Cebelû’l Berekatê

La Nation Kurde et Son Évolution Sociale

LIBRAIRIE L. RODSTEIN 17, RUE CUJAS PARIS-V 1933”[101]

Fransizîya têza wî ya ku wek pirtûk hatîye çapkirin, li ser hev 288 rûpel e. Naveroka pirtûkê jî weha ye:

“Naverok

– Destpêk

– Kurd

– Eşîrên Kurdan

– Nufûs

– Menşeyê kurdan

– Etîmolojîya peyva kurd

– Şecereya kurdan

– Antropolojîya kurdan

– Sosyolojîya kurdan

– Ziman û edebîyata kurdan

– Bawerîya kurdan

– Dîroka kurdan

– Xanedanên kurd: Şedadî, Hesnewî, Merwanî û Eyûbî

– Jîyana malbatî ya kurdan di bin dagirkerîya tirkan de

– Kurdistan

– Tevgera civakî û sîyasî ya kurdan ji 1908ê vir de

– Kurd û kêşeya ermenîyan

– Îdeayên ermenîyan li ser Kurdistanê

– Îdeayên Şerîf Paşa li ser navê gelê kurd

– Peymana Sevrê û damezirandina Ermenistaneke serbixwe û Kurdistaneke xweser

– Herêma bi tesîr a ekonomîk û Kurdistan

– Pêşketina tevgera neteweperest a tirk û pozîsyona kurd û ermenîyan

– Konferansa Londrayê û Rêkeftina Ankarayê di navbera Tirkîye û Fransayê de

– Peymana Lozanê û çarenûsa kurd û ermenîyan

– Kêşeya sînorê di navbera Tirkîye û Îraqê de û pevçûna tirk û îngilîzan

– Muxtirayên tirk û îngilîzan di kêşeya Mûsilê de

– Çarçoveyên sîyasî ya van herdu muxtirayan

– Çarçoveyên aborî, erdnîgarî û stratejîk yên muxtirayên tirk û îngilîzan

– Komîsyona lêkolînê ya Lijneya Yekîtîya Neteweyan li ser deverên nakok

– Kurteya rapora Komîsyona Lêkolînê û pêşnîyazên wan ên di derbarê rewşa kurdan de

– Çavnêrînên delegeyên tirk û îngilîzan yên di lehê kurdan de

– Biryara dawî ya Konseya Yekîtîya Neteweyan û raya Dîwana Daîmî ya Edaleta Navneteweyî û ya M. Gidel, profesorê Fakulteya Parîsê, li ser naveroka vê biryarê

– Encamên biryar û raya Konseyê di derbarê nifûsa kurdan de: Gotarên Sekreterya Dewletê yên Kolonîyên Împaratorîya Brîtanyayê û ya Komîserîya Bilind ya vê Împaratorîyê ya li Îraqê û herwiha ya Kral Faysal li gor vê biryarê

– Peymana Ankarayê ya 5ê Hezîrana 1926an di navbera Îngîltere, Îraq û Tirkîyeyê de

– Tevgera dawî ya kurdan û encamên wê

– Komeleya kurd û ermenîyan (Xoybûn: Serxwebûn)

– Rewşa heyî û dahatûya kurdan

– Encam”[102]

Dema em bala xwe bidin naveroka têza navborî, dîyar dibe ku Dr. Mesûd Fanî, fikrên xwe yên derbarê kurdan de, nêzîkê têzên tirkan kirine. Li gor neqilkirina Süslü, ew derbarê nifûsa kurdan de dibêje: “Ji xeynî bajarên wekî Hekarî û Mûşê, bi taybetî jî li Bazîdê, Mêrdînê, Dîyarbekirê, Elezîz, Melatîye û Urfayê pirranîya nifûsê tirk in.”[103] Di beşa li ser ziman de dibêje: “Wekî gelê kurd zimanê kurdî jî, zimanekî têkel e û bi nîsbeteke mezin ketîye bin bandora tirkîya osmanî; ne tîpên taybet ên kurdî û ne jî alfabeyekê wî yê xas heye. Ji bo nivisîna zimanê kurdî, sîstema alfabeya farisî û têpên erebî têne bikaranîn.”[104]

Ew, li ser eserên xwe yên nivîsandî yên din dibêje; “Esera min a pêşî, broşura bi navê Atatürk’ün Hayat Felsefesi” ye ku ev pirtûk li ser hev 60 rûpel e. “Tu girêdana vê broşurê bi felsefê re nîne; armanca nivîsandina wê, bêtir ji bo xwenasandin û aşkerekirina neheqîyên ku li me hatine kirin e.”[105] Herweha du pirtûkên wî yên bi navê “Manda İdaresinde Hatay Kültür Hayatı” û “5 Temmuz”[106] jî hene.

Li gor agahîya Sedat Bingöl, “dema ku ew li Parîsê dixwîne, di sala 1932an de bi Balyozxaneya Tirkîyê re têkilîya wî çêdibe, ji bo nivîsîna têza xwe, ji wan belge û dokumentan taleb dike û dibêje ez dixwazim têzên neteweparêzên kurd pûç bikim. Ev daxwaza wî ji bo Şukrî Kaya yê Wezîrê Daxilî hatîye rêkirin. Lêbelê ji ber gumanên Şukrî Kaya, nekarîye bersivekê musbet ji wan bigre.”[107] Di vê demê de, bi kî re û çi cûre têkilîyên din çêbûne, ev yek baş nayê zanîn. Ew di sala 1933an de, têza xwe ya bi navê La Nation Kurde et Son Évolution Sociale xelas dike, pêşkêşî Unîversîteya Sorbonê dike û di Temûza 1933an de vedigere Sûriyê. Berîya ku vegere Sûriyê, nameyeke din, di roja 2yê Temûzê de ji bo Balyozê Tirkiye yê Parîsê rêdike û tê de dibêje: “Li gor dîtina min, rejîma îro ya ku Tirkîyê xelas kirîye, çareserîya yekane ye û dê miletê tirk bigehîne mewqîya pêdivî ya ku ew layiqê wê ye. Ez dê bi parastina vê rejîmê, gelek xweşhal bim.”[108]

Tiştê balkêş ev e ku serbihûrîya Mehmed Şukrî Sekban û Dr. Mesûd Fanî pirr dişibe hev. Mehmed Şukrî Sekban jî di sala 1933an de li Parîsê bi navê “La Question Kurde” [Mesela Kurd], kitêbek dide çapkirin. Nîyeta van her du nivîskaran çi dibe bila bibe, dema em bala xwe bidin naveroka van her du kitêban, ehwalê rewşa sîyasî û psîkolojîk ê her du nivîskaran û konsepta kitêbên wan pirr dişibe hev.

Wan di nav xebat û tevgera sîyasî ya CTKê û Xoybûnê de cî girtine. Piştî têkçûna tevgera Agirî û lawazbûna xebat û rêxistina Xoybûnê, êdî ew xwe bi sernekevtî û hêvîşikestî dibînin. Belkî jî ev halê ruhîye yê pêvajoyê, wan ber bi vê zemînê ve kişandîye. Bêguman peywendî û agahîyên ku vê gavê ji alîyê me ve nayê zanîn jî hene. Divê em bipirsin û li dûv biçin; gelo têkilî û pevgirêdanîyek di navbera nivîsandina van her du pirtûkan de heye yan na? Van her du kadroyên rewşenbîr û aktîvîstên tevgera neteweyî ya kurd ji ber çi fikrên xwe guhartin? Divê ji bo zelalkirin û ronîkirina vê babetê, xebateke berfirehtir bête kirin.

Dawîyê em dibînin ku her sê birayên Fanîzade; bi fikir û kirinên xwe mixalefê Quwayê Mîllîye bûn û herweha di nav xebat û tevgera neteweyî ya kurd de cî girtibûn, ji ber vê ketibûn nav “lîsteya 150an”.

Dr. Mesûd Fanî, bi pênc zimanan zanibû; fransizî, erebî, farisî, kurdî û tirkî. Piştî vegera ji Fransayê, li Antaqyayê bi cî bûye, li wê derê demeke dirêj mesleka abuqatîyê kirîye û nêzîkê pênc salan jî di Lîseya Antaqyayê de mamosteyîya dersên felsefê kirîye. Piştî ku Antaqya tevlî îdareya Tirkîyê dibe jî, ew jîyana xwe demeke dirêj li wê derê derbas dike. “Di salên dawî yên jîyana xwe de li taxa Levent a Îstenbulê bi cî bûye û roja 15.11.1979an de koça dawî kirîye. Gornê wî li goristana Zincirlikuyu ye.”[109]

Dema em bala xwe bidin jîyana 90 salî ya rewşenbîrekî kurd ê wekî Dr. Mesûd Fanî, bi erînî û neyînîyên xwe ve gelek tiştên ku jê bête derxistin hene. Di têza wî ya bi sernavê “La Nation Kurde et Son Évolution Sociale” de, gelek tiştên ku bêne rexnekirin û gengeşîkirin jî hene. Di fikrên wî yên li ser kurdan de guherînên girîng çêbûne; bi temamî nebe jî wî têzên xwe nêzîkê têzên fermî yên tirkan kirine. Bêguman em dê rexneya vê yekê bikin û ji wê encamên pêdivî jî derbixin, lêbelê bêyî ku mehkemeya rast û xeletîyan bête kirin, redkirina her cûre kar û xebata wî ya civakî-neteweyî nerast e. Di dîrokê de, divê her bûyer li gorî rewşa sîyasî û civakîya dema xwe bête xwendin û şirovekirin.

Pêvek:

Qaxezekî Vekirî ji bo Zeynelabidîn Beg

Franse/ Numandya, 27/6/1929

Duhî li bin dara sêvekî da di nêv bustanekî xweş ya Nurmandyayê ez rûniştbûm, min ji bo xwe hizir dikir, ji nişkêve min zanî ku du kes ji madmezelê (Gewrekeçê) Parîsê hatin cem min, yek ji wan berê xwe da min û got: Mîsyo biborîne gelo tu cigareya Emrîkayê dikişînî, wisa xuya bû ku wê ez ecibandim, min jî yekser cigare pêşkêşî herduyan kirin û eve jî bû sebeba hevdunasîn û dostayetîyê.

Yekê ji wan got ku ew cihê xweş û baş we hilbjartîye ji bo rûniştinê, ez we bi dilekî pak û xweş pîroz dikem.

Ya din jî berê xwe da min: Her nebe tu ji lawanê Emrîkayê yî!

Min jî got: Nexêr ez kurd im!

Carek din pirs kir: Arjentînî yî? Arjentîna başûra Emrîkayê?

Min jî bi hêrsbûnê ve got: Ne, ez Kurd im û Kurdistanî me!

Wê keçikê di fakulteya edebîyat û belaxetê de dixwend û gelek şareza û bi dîqet bû. Bi vê gotinê ku ji zimanê min derçû, weke zêrîngereke serrafê elmas û parlenteyê me’nayên wî gelek bi başî xist nav hişê xwe û bi terazûyeke giran bihayê wê kişand û gelek bi hûrgulî û bi dîqet lê fikirî û weke kesekî ku lêpirsînê li dadgehê dike, bi zîrekî ez dam bersivdanê.

Rumalîyan gelek hez ji gulên Kurdistanê dikir, ez nizanim kîjan serdarê mezin hez kirbû seredana Kurdistanê bike û ji yek dostê xwe ra gotibû ku çi dixwazî ez li wir bo te bînim? Wî jî di bersivê da gotibû ez tenê gulên Kurdistanê dixwazim. Wan du jinan di derbarê nifus û çewanîya jîyan û sen’et û karûbar û me’îşet û rewişt û adet û xûya jinan û rabûn û rûniştin û edebîyat û xoşexwanî û dengbêjîya Kurdistanê yek bi yek ji min piris kirin.

Di wê demê da min xwe weke xwendekarekî mektebê yan mamosteyekî (Madimwazilî) dît, min ji wan ra got ku di sala 1879an de min qamûsekî ku ji kurdî bo frensî hatibû wergerandin dît, herweha min behsa lîstik û tiraneyê kurdî kir û min temsîl ji wan kir. Wan xwe bi xwe got mumkune ku eve (Walî) be. Min jî behsa edebîyata kurdan kir ji helbestên Wefayî, Herîq, Ehmedê Kor, Edeb, Nalî, Kurdî, Xeyalî, Mewlewî, Mehwî, Salim, Elîyê Aşiq, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran, Baba Tahir, Şêx Reza, ji her yek ji wan helbestvanan min tiştek xwend û (min got: Sînga te gulî bax e, wî gotî bêdeng be ew yasax e, gotim memikê te, gotî lîmon) ji van çend tîpan gelek hez kirin û daxwaz kirin ku ez tekrar bikim û neket destê wan û îcar bi hîss û nexmekî xoşxewan wan dest pê kir lê serkeftî nebûn, îcar wan rica ji min kir û min jî got, wan got eve mîna firengmeab e.

Piştra wan pirs kir ku gelo ji van zêdetir meqamatê din ên bi kurdî hene? Min got: Lawik, heyran, niftî, qetar, ellaweysî, nîveşewî, seherî, payîze, eyşe kurî, xezême, xezal, huleşîdî pît, hîcranî, mahûr, ayay, lolo gêlekî, siwaro, hêhê ye, ji bo eşîrên din jî hore. Wan pir bi sersemî ve pêşwazî li axaftina min dikir.

Di derbarê çapemenîya kurdan ji min pirs kirin, min jî serê xwe berve jêr berda û bi mehcûbî li axê mêze kir û min ji wan ra got: Musyo hun min bibexşin, min hûn westandin. Êdî di wê demê da girîngîya çapemenî û Zarî Kirmancî ya nîştimanî hat bîra min. Piştî cudabûna min bi wan dilberên freng, min berê xwe da rojhelat tevlî hizirkirinê li wê şewê ku ez dûr ketim û min serê xwe di nav hizirkirinê bir nav çapemenîyê ku ji ber pirr menfe’etî û girîngîya wan û faydeya wan a mezin di berê da bi quweta çaremîn hatibû hesibandin, lê belê niha jê ra dibêjin quweta duyemîn. Îrfan û pêşketina her milletekê bi çapemenîya wan tê pêş, çunku çapemenî zimanê milletê ye û şehameta wî di riha milletê da ye, cesaretek di dilê da ye û mûcîze û afrandin di hişê wî da ye, hêz û quwetek li pişta wî da ye û qabilîyetek ku li tebîetê da ye hemî wan tiştan bi çapemenîyan tê aşkerakirin û ew jî tercûmanî jê ra dike. Serhatî û bas û xwas çi tişt li ser hebûn û tunebûna dinyayê be, em li çapemenîyê hîn dibîn, çapemenî me agahdar dike li hemû sîyaseta dinyayê.

Her wekî ji afrandinên Awrupayî min sûd girtîye, li rojhelatê jî dikare. Ku xezeteyên kurdî yên li Stenbulê derdiketin bên îstisnakirin, xezeteyekî millî û wetenî yê ku yekemîn car li Kurdistanê hatîye neşirkirin, ew jî xezeteya Zarê Kirmancî ye, ku min xwendîye. Zarê Kirmancî bi hîmmeteke mezin û fedakarîyeke giran tê weşandin, rûpelên Zarê Kirmancî ji bo her kurdek esereke giranbiha û yadgarîyeke gelek bi qîmet e.

Di dunyayê da kîjan xezete pirr bilind û bi qîmet e, Zarê Kirmancî ji wî zêdetir qîmet pê ra hatîye dayîn û pirr bi fayde ye ji bo kurdekî. Zarî Kirmancî ku li Rewandizê derdikeve, ji xezeteyê Timesê ku li Londerê derdikeve girîngtir û şayisteyê îstîfadeyê zêdetir e. Herwiha xudanê Zarê Kirmancî zêdetir şayanê teqdîr e, çunke dabeşkerên Timesê bi otomobîlê nebe xezeteyê xwe belav nakin, lê xudanê Zarî Kirmancî kerek seqet û şelek jî bi destê wî nakevê. Tîpçin, serrastkar, nivîskar, kiravorsaz her bi xwe ye.

Dibe ku em gilî bikin ku xezete mehê carek jî dernakeve, eger gilîyê wisa bikin em neheq in, sebaret bi fedakarîya xudanê wî, hîç kes ji me nakarin li hemberê wî bisekinin. Wî sê sal zêdetir e di nav me da abone kirîye, me hêj bedela abonetîyê nedaye, wekî me bihîstîye ji şerman sozê û gotina xwe dihêne cî. Her wek çewa ji bo birêvebirina wî xebatek lazim e, ji bo birêvebirin û jiyandina milletek jî fedakarî lazim e û heq e ku em vê ji bîr nekin.

Zarê Kirmancî her wek guh nade herekatê tu berbestek (astengek), her wiha bi ser berbestan jî derbaz dibe û ji meşîna xwe nakeve paş û her dewam dike. Madem ku peyrev û pêşewaykî muqedes a hizir û ziman e, em çima wî neşopînin û çima em vegerînin paş.

Ew axaftinên ku me gotin, bi navê heqîqetê ye. Ji bilî axaftin û qiseyê hewayî, tê dîtin ku çapemenîyekê kurd bi zimanê dayik û nîştman ev e sê sal zêdetir e tê weşandin, lazim e zêde bi girîngî bê temaşekirin û bigehîje destê dilxwazên xwe.

Helbestvanekî kurd bi zimanê farisî gotîye:

“Kerem karan ‘alem ra dirim nîst

Dirim daran ‘alem ra kerem nîst”

Bi vê destûrê em ji gelek tiştan haydar in, ji ber paqijîya tebîet, milletan hemî carê tesadufê wan cûreyê geranê kirine, em jî ji bo ku çapemenîya bi zimanê kurdî (zimanê mîllî) gelek bi girîngî derxînin holê û ew çapemenîya mîllîyetî ji bo wî bixêne hişê dinyayê, da ku tiştê penahan û veşartî em pê bibînîn. Ji ber hendê girîngîdayina wî wacib e, neqil ji xezeteyên Awrupayî çapemenîya Misrê nivîsand ku dengekê wan ji muşterîyan dihat, gelek dişibin kurdî.

Eger Zarê Kirmancî sibeynê berve milletê kurd ji muşterîyan bihîstinekî biweşîne, tu kes wê bawer nakit, lê eger Times ewê binivîse hemî cîhan bawer dikin.

Wasîteya Timesê heye, lê wasîteya Zarê Kirmancî tuneye, kurd li nîştmanekê bê pişk rûnşitîne û dijîn, eger kêmek serê xwe bilind bikin û guh bidin qise û giftûgoyê ew kurdên ku li derveyê nîştman dijîn, eger Zarî Kirmancî nebûya, ez xudanî tiştekî nebûm ku kurd ji bo min îsbat bikira.

Ew du jinên ciwanên ku wan navê Arjantînî bi min zeliqandin, min nedikarî li ser xwe jê bibim û min nedikarî navê Emrîkayê li ser xwe jê bibim. Min dixwast û niha jî dixwazim ku Zarî Kirmancî weke (Îlustrasion) bê weşandin, eger ewê dinê jî mumkîn nebe, lê bi arîkarîyekî temam tê xudan kirin, ji bo gehîştina vê ku bi başî bê hizirkirin, mumkîne sibê xort di derbarê wetenperwerîyekê zêdetir ji me zêdetir bi xirs û enerjîyê ve hatin perwerdekirin û ji me milletperwertir bûn, ez jî ji we diprisim ku eger ewê ji we pirs bikin, we çi berisvek amade kirîye ji bo berisva me, lazime ku em ji bo rûsoriya xwe zêde dîqet bikin.[110]

Mesûd Fanî

(Wergera ji soranî: Hêmin Omer)

  1. Jêder:

8.1. Pirtûk

– Abdullah Uçman, Bir 150’liğin Mektupları Ali İlmî Fânî’den Rıza Tevfik’e Mektuplar, Kitabevi, 2. Baskı, İstanbul, 2012

– Abdullah Uçman, Şiir ve Sanat Anlayışı Üzerine Rıza Tevik’ten Ali İlmi Fanî’ye Bir Mektup, Kitabevi, İstanbul, 1996

– Ahmet Alan, Hetawî Kurd (1913-1914), Avesta Yayınları, İstanbul, 2017

– Ali Birinci, Tarihin Gölgesinde Meşahir-i Meçhûleden Birkaç Zat, Dergâh Yayınları, İstanbul, Şubat-2001

– Cemil Meriç, Bu Ülke (Bütün Eserler: 2), İletişim Yayınları, 61. Baskı, İstanbul, 2020

– Dr. Ebdulfetah Alî Botanî, Belgenameyên Brîtanyayî Derbara Pêkanîna Dewleteka Serbixwe ya Kurdî 1924-1927, Hewlêr, 2008

– Ekrem Cemîl Paşa, Kurtejîyana Min, Weşanên Bîr, Dîyarbekir, Tîrmeha 2007

– İbnülemin Mahmud Kemal İnal, Son Asır Türk Şairleri, Cüz: II, Milli Eğitim Basımevi, İstanbul

– İsmail Göldaş, Kurdistan Teâlî Cemîyeti [Cemîyeta Tealîya Kurdistanê], Weşanên Doz, 1991, Îstenbul

–  İsmail Göldaş, Lozan (Biz Türkler ve Kürtler), Avesta, İstanbul, 1999

– Kadri Cemil Paşa (Zinar Silopî), Doza Kurdistan (Kürt Milletinin 60 Yıllık Esaretten Kurtuluş Savşı Hatıraları), Özge Yayınları, İkinci Basım, Ankara, 1991

– Kurdistan Mukrî yanî, Sercemî Berhemî Husên Huznî Mukrîyanî (Bergê Duwem), Weşanên Aras, 2007

– Messoud Fany, La Nation Kurde et Son Évolution Sociale, Librairie L. Rodstein, Paris, 1933

– Şêx Mihemed Xal, Ferhengî Xal, Çapxana Rojhelat, Hewlêr, 2017

– Nayif Hemudî, Al Qadiye al Kurdîye we Herekat El Şêx Mehmûd El Hefîd (Ev berhem hêj çap nebûye)

– Nurşen Mazıcı, Belgelerle Atatürk Döneminde Muhalefet (1919-1926), Dilmen Kitabevi, İstanbul-1984

– Prof. Dr. Azmi Süsülü, Mesûd Fâni (Bilgili)’ye Göre Kürdler ve Sosyal Gelişimleri, Tanmak Yayınları, Ankara, 1993

– Rohat Alakom, Xoybûn Örgütü ve Ağrı Ayaklanması [Rêxistina Xoybûn û Serhildana Agirî], Avesta yayınları, Çapa: 2, Îstenbul, 2011

– Sedat Bingöl, 150’likler Meselesi (Bir İhanetin Anatomisi), Bengi Yayınları, Haziran 2010, İstanbul (Ji Arşîva Lûtfî Baksî)

– Seîd Veroj, Cemîyeta Hêvî ya Talebeyê Kurd (Kürd Talebe Hêvî Cemîyetî) û Rojî Kurd (1913), Çapa Duyem, Weşanên Dara, Dîyarbekir, Tebaxa 2020

– Şevket Beysanoğlu, Anıtlar ve Kitabeleri ile Diyarbakır Tarihi (Cumhuriyet Dönemi), Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi Kültür ve Sanat Yayınları, 3. Cilt, 2001

– Tülây Atay & Belkıs Ulusoy Nalcıoğlu & Suat Gezgin, Etkileşim, Medyanın Aydınlanması ve Entelektüellerin Sorumluluğu: “Yüzelilikler/150’likler ve Hatay’da Yerel Basın

– 150’likler Albümü, Türkiye Cumhuriyeti Dahiliye Vekaleti Emniyet-i Umumiye Müdüriyeti, Ankara Vilayet Matbaası, 15 Haziran 1926

8.2. Kovar û rojname

Armanc, no: 91, Sweden, 1989

Bîr, j.: 11, Dîyarbekir, Havîna 2009

–  Ferda, no:135, Adana, 27ê Gulana 1920

Ferda, no: 204, Adana, Pazaretesi 7 Şubat 1337/7 Şubat 1921

Ferda, no: 209, Adana, 24ê Sibata 1921

– Ferda, no: 271, Adana, Perşenbe 13 Teşrinievvel sene 1337 (13 Ekim 1921)

– Ferda, no: 272, Adana, 17 Teşrinievvel sene 1337 (17 Ekim 1921), Osmanlı Saltanatının Vezir-i Alkamisi (Sabık Sadr -Eeski Sadrazam- Damat Ferid Paşa),

– Hetawî Kurd, j.: 1, Resimli Kitap Matbaası, 11 Teşrin-i Evvel 1329 (24ê Çirîya Pêşîn 1913an)

– Kurdistan, jimar: 4, 15 Mart 1335

– Milliyet Gazetesi, Refî Cevat Ulunay, Ustad Ali İlmî, 01.09.1964

– Radikal Gazetesi, Ayşe Hür, Resmi Tarihin Hainleri: 150’likler

Rehber-İtidal, no: 1, 20 Teşrini Sani, sene 1324 (3 Aralık 1908)

Rehber-İtidal, no: 4, 3 Mart sene 1325 (16ê Adara 1909an)

– Rojî Kurd, j.: 1, 14ê Receba 1331 (19ê Temûza 1913an), Hukuk Matbaası, İstanbul

– Serbestî, Kurd Tealî Cemîyetî, no: 595, Sêşema 20 Nîsana 1920

– Tarih ve Toplum, sayı: 59, Kasım 1988, r. 62 (Ji Arşîva Lûtfî Baksî)

Tarih ve Toplum, sayı: 61, İletişim Yayınları, Ocak 1989

– Vakit Gazetesi, 19 Mayıs 1925

– Volkan, no: 82, İstanbul, 1909

– Yeni Adana, no: 252, Pazar 12 Nisan 1338-R /17 Şubat 134-H (12 Nisan 1922)

Zarê Kirmancî, J.: 1, 12ê Zilqade 1344 (25ê Gulana 1926)

– Zarê Kirmancî, J.: 3, 14yê Sefer 1345 (1926)

– Zarê Kirmancî, J.: 4, Duşeme 19ê Rebiulewel 1345, r. 21

Zarê Kirmancî, J.: 20, sala çaran, 7 ê Axustosa 1929an, r. 12-15 (1929)

[1] Abdullah Uçman, Bir 150’liğin Mektupları Ali İlmî Fânî’den Rıza Tevfik’e Mektuplar, Kitabevi, 2. Baskı, İstanbul, 2012, r. 109

[2] İbnülemin Mahmud Kemal İnal, Son Asır Türk Şairleri, Cüz: II, Milli Eğitim Basımevi, İstanbul, r.  364

[3] Ali Birinci, Tarihin Gölgesinde Meşahir-i Meçhûleden Birkaç Zat, Dergâh Yayınları, Şubat-2001, İstanbul, r. 324

[4] BOA, 48-180, 08.05.1294 (H) (13.06.1877)

[5] İnal, heman berhem (h. b.) r.  364

[6] İnal, h.b., r.  365

[7] Uçman, h.b., r. 108-109

[8] (BOA, DH_SAIDd___00153_00033), Sicil-i Umumi (27 Şaban 1336 /7 Haziran 1918)

[9] Birinci, h.b., r. 324

[10] İbrahim İslam, Milli Mücadeleye Muhalif Bir Gazete: “Ferda”, Dicle Üniversitesi Ziya Gökalp Eğitim Fakültesi Dergisi, 12 (2009), 162

[11] Uçman, h.b., r. 178-179

[12] (BOA, DH_SAIDd___00153_00033), Sicil-i Umumi (27 Şaban 1336 /7 Haziran 1918)

[13] Uçman, h.b., r. 7

[14] Derviş Sukûtî, Volkan, no: 82, İstanbul, 1909, r. 3

[15] Abdullah Uçman, Şiir ve Sanat Anlayışı Üzerine Rıza Tevik’ten Ali İlmi Fanî’ye Bir Mektup, Kitabevi, İstanbul, 1996, r. 11

[16] Birinci, h.b., r. 327

[17] Kurdistan, jimar: 4, 15 Mart 1335, r. 44

[18] İsmail Göldaş, Kurdistan Teâlî Cemîyeti [Cemîyeta Tealîya Kurdistanê], Weşanên Doz, 1991, Îstenbul, r. 24

[19] Mevlanzade Rıfat, İttihat Terakki İktidarı ve Türkiye İnkılabının İçyüzü, Yedi İklim Yayınları, İstanbul, 1993, r. 289

[20] Ferda, Merdane Hareket Edelim!, no: 204, Pazaretesi 7 Şubat 1337/7 Şubat 1921

[21] Doç. Sabri Cigerli, Fransa Gizli Diplomasi Arşivinde, Kürtlerin Yüz Yıllık Kayıp Tarihi, Hevpeyvîn: Ruken Hatun Turhallı, 23.09.2020, https: //www. basnews.com/tr/babat/636165

[22] Rehber-İtidal, no: 1, 20 Teşrini Sani, sene 1324 (3 Aralık 1908)

[23] Rehber-İtidal, no: 4, 3 Mart sene 1325 (16ê Adara 1909an)

[24] Uçman, h.b., r. 20

[25] Ferda, No: 204, Pazarertesi 7 Şubat 1337-H (7ê Sibata 1921an), r. 1

[26] Ferda, No: 204, Pazarertesi 7 Şubat 1337-H (7ê Sibata 1921an), r. 1

[27] İslam, j. b., r.160-161

[28] Ferda, no: 204, Pazaretesi 7 Şubat 1337-H (7ê Sibata 1921an), r. 1

[29] Yasan Yıldız, Kovara Bîr, j.: 11, 2009, Dîyarbekir, r. 182-183

[30] Uçman, h.b., r. 6

[31] Kadri Cemil Paşa (Zinar Silopî), Doza Kurdistan (Kürdistan Davası), Özge Yayınlar, Ankara, 1991, r. 104

[32] Cemil Paşa (Zinar Silopî), h.b., r. 105

[33] Ehmedê Abdurehman Axa, Şoreşa Şêx Seîd, Çûna Me Ya Iraqê, Avakirina Xoybûnê, Armanc, no: 91, Sweden, 1989, r. 4

[34] Alakom, Rohat; Xoybûn Örgütü ve Ağrı Ayaklanması [Rêxistina Xoybûn û Serhildana Agirî], Avesta Yayınları, Çapa: 2, İstanbul, 2011, r. 32

[35] Alakom, j. b., r. 32

[36] Alakom, j. b., r. 32

[37] Amadekirin û Pêşekî: Dr. Ebdulfetah Alî Botanî, Belgenameyên Brîtanyayî Derbara Pêkanîna Dewleteka Serbixwe ya Kurdî 1924-1927, Hewlêr, 2008, r. 192, 225 (Wergera ji erebî: Sidiq Salih)

[38] Vakit, Selim Memduh’la Ali İlmî, Ellerindeki Beyannamelerle Yakayı Ele Verdi!, 8 Eylül 1930, r. 2

[39] Cemil Meriç, Bu Ülke (Bütün Eserler: 2), İletişim Yayınları, 61. Baskı, İstanbul, 2020, r. 25

[40] Alakom, h.b., r. 32

[41] Kürd Xoybûn Cemiyeti Neşriyati, eded: 1, Türkiye’de Kürtlerin Katliamı, 1928-1346

[42] Kurmancîya wê; Li Tirkîyeyê Qetlîama Kurdan.

[43] Kurmancîya wê; Efûya Umûmî ya Tirkan û Kurd.

[44] Kurmancîya wê; Nameyek ji Reîsêcimhurî Tirkiyê Hezretî Gazî Mustafa Kemal re.

[45] Kurmancîya wê; Li Gorî Nêrîna Ecnebîyek Mesela Kurd.

[46] Kurmancîya wê; Mesela Kurd.

[47] Kurmancîya wê; Kürd Sorunu. Bn. T.C. Başbakanlık Cumhuriyet Arşivi, Kararname, no: 11037, 1884-83, 12/5/931

[48] T.C. Başbakanlık Cumhuriyet Arşivi, 2/1096 nolu Kararname: “Türk Affı Umumisi Karşısında Kürdler, Türkiye Reiscumhur Gazi Mustafa Kemal Hazretlerine Mektup, Bir Ecnebi Noktai Nazarına Göre Kürd Meselesi ve arapça yazılmış Elkaziyetül Kürdiye adlı dört kitabın, hükümetimiz adına zararlı yazılar ihtiva etlemesine binaen gerek Türkçe gerek başka dillerle yazılmış ve yazılacak olanlarının Türkiyeye sokulmasının yasak edilmesi; Dahiliye Vekilliğinin 29/7/934 tarih ve 7067 sayılı tezkeresi üzerine İcra Vekilleri Heyetince 1/8/934 tasvip ve kabul olunmuştur. 1/8/934 Reisicumhur/Gazi Mustafa Kemal”

[49] BOA, 115-799-15, Dosya: 96C/250, 16.11.1935

[50] Bingöl, h.b., r. 71 (Ji Arşîva Lûtfî Baksî)

[51] Refî Cevat Ulunay, Ustad Ali İlmî, Milliyet Gazetesi, s. 3, 01.09.1964

[52] Uçman, h.b., r. 124

[53] Uçman, h.b., r. 10

[54] Uçman, h.b., r. 11

[55] Abdullah Uçman, Şiir ve Sanat Anlayışı Üzerine Rıza Tevik’ten Ali İlmi Fanî’ye Bir Mektup, Kitabevi, İstanbul, 1996, r. 23

[56] Abdullah Uçman, Bir 150’liğin Mektupları Ali İlmî Fânî’den Rıza Tevfik’e Mektuplar, Kitabevi, 2. Baskı, İstanbul, 2012, r. 14

[57] Refî Cevat Ulunay, Üstad Ali İlmî, Milliyet Gazetesi, s. 3, 01.09.1964

[58] Cemil Meriç, Bu Ülke (Bütün Eserler: 2), İletişim Yayınları, 61. Baskı, İstanbul, 2020, r. 25

[59] Uçman, h.b., r. 49

[60] Refî Cevat Ulunay, Üstad Ali İlmî, Milliyet Gazetesi, s. 3, 01.09.1964

 “Nedir hub- bî-vata ancak vatandan dûr olanlar anlar

 Bu aşkın sırrına ermekle buldum nevşe gurbette”

[61] Abdullah Uçman, Şiir ve Sanat Anlayışı Üzerine Rıza Tevik’ten Ali İlmi Fanî’ye Bir Mektup, Kitabevi, İstanbul, 1996, r. 23

[62] Birinci, h.b., r. 328

[63] Refî Cevat Ulunay, Ustad Ali İlmî, Milliyet Gazetesi, s. 3, 01.09.1964

[64] Serbestî, Kurd Tealî Cemîyetî, no: 595, Sêşema 20 Nîsana 1920, r. 2

[65] İsmail Göldaş, Kürdistan TealiCemiyeti, Doz Yayınları, İstanbul, 1991, r. 24-25

[66] Şevket Beysanoğlu, Anıtlar ve Kitabeleri ile Diyarbakır Tarihi (Cumhuriyet Dönemi), Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi Kültür ve Sanat Yayınları, 2001, 3. Cilt, r. 951

[67] Seyid Mihemed, Kürd Cemiyetinde Kimler İstiklal (Bağımsızlık), Kimler Muhtariyet (Otonomi) Taraftarıymış? Vakit Gazetesi, 19 Mayıs 1925, r. 1-2

[68] Nurşen Mazıcı, Belgelerle Atatürk Döneminde Muhalefet (1919-1926), Dilmen Kitabevi, İstanbul-1984, r. 147

[69] Zarê Kirmancî, J.: 3, 14yê Sefer 1345 (1926)

[70] Amadekirin û Pêşekî: Dr. Ebdulfetah Alî Botanî, Belgenameyên Brîtanyayî Derbara Pêkanîna Dewleteka Serbixwe ya Kurdî 1924-1927, Hewlêr, 2008, r. 156, 174, 192, 225

[71] Ahmet Mesud, İngiliz Belgelerinde Kürdistan 1918-1958, Doz Yayınları, 1992, r. 197-198

[72] Nayif Hemudî, Al Qadiye al Kurdîye we Herekat El Şêx Mehmûd El Hefîd, r. 359 (Wergera: Sidîq Salih)

[73] Hemudî, h.b., r. 607 (Wergera: Sidîq Salih)

[74] İlhami Soysal, 150’likler, 2. Baskı, Gür Yayınları (Ji Arşîva Lûtfî Baksî)

[75] Navê bavê Zeynelabidîn Bakî (Baqî) ye, ne Xakî ye. Bawer dikim li vê derê Baqî bi xeletî wekî “Xaqî” hatîye nivîsandin. (S. V.)

[76] Kurdistan Mukrîyanî, Sercemî Berhemî Husên Huznî Mukrîyanî (Bergê Duwem), Çûna Hewlêrim û Metbee Damezrandinim û Cerîdey Ronakî Derxistinim Le Hewlêr, Weşanên Aras, 2007, r. 606-607 (Wergera ji soranî: Hêmin Omer)

[77] Ayşe Hür, Resmi Tarihin Hainleri: 150’likler, Radikal Gazetesi

[78] Taha Toros, Mesut Fanî Üzerine, Tarih ve Toplum, sayı: 61, İletişim Yayınları, Ocak 1989, r. 50

[79] Abdullah Uçman, Bir 150’liğin Mektupları Ali İlmî Fânî’den Rıza Tevfik’e Mektuplar, Kitabevi, 2. Baskı, İstanbul, 2012, r. 159

[80] Şêx Mihemed Xal, Ferhengî Xal, Çapxana Rojhelat, Hewlêr, 2017, r. 12

[81] Zarê Kirmancî, j.: 4, sala yekem, Duşeme 19ê Rebiulewel 1345, r. 21

[82] İsmail Arar, Bir 150’liğin Kitabı, Tarih ve Toplum, sayı: 59, Kasım 1988, r. 62 (Ji Arşîva Lûtfî Baksî)

[83] Kadri Cemil Paşa (Zinar Silopî), Doza Kurdistan (Kürt Milletinin 60 Yıllık Esaretten Kurtuluş Savşı Hatıraları), Özge Yayınları, İkinci Basım, Ankara, 1991, r. 34

[84] Süleymaniyeli Mesud, Hurufumuz ve Teshil-i Kıra’at, Rojî Kurd, j. 1, 14ê Receba 1331, Îstenbul, r. 18

[85] Seîd Veroj, Cemîyeta Hêvî ya Talebeyê Kurd (Kürd Talebe Hêvî Cemîyetî) û Rojî Kurd (1913), Çapa Duyem, Weşanên Dara, Dîyarbekir, Tebaxa 2020, r. 56

[86] Ahmet Alan, Hetawî Kurd (1913-1914), Avesta Yayınları, İstanbul, 2017, r. 131

[87] Sedat Bingöl, 150’likler Meselesi Bir İhanetin Anatomisi, Bengi Yayınları, Haziran 2010, İstanbul, r. 87 (Ji Arşîva Lûtfî Baksî)

[88] İsmail Arar, Bir 150’liğin Kitabı, Tarih ve Toplum, sayı: 59, Kasım 1988, r. 62 (Ji Arşîva Lûtfî Baksî)

[89] Taha Toros, Mesut Fâni Üzerine, Tarih ve Toplum, no: 61, İletişim Yayınları, 1989, r. 50 (Ji Arşîva Lûtfî Baksî)

[90] Zarê Kirmancî, J.: 20, sala çaran, 7ê Axustosa 1929an, r. 12-15

[91] Dr. Kurdistan Mukriyanî, Zarê Kirmancî Yekemîn Kovara Kurdî Ya Bajarê Rewandizê, Bîr, j.: 1, r. 154

[92] Zarê Kirmancî, J.: 1, 12ê Zilqade 1344 (25ê Gulana 1926)

[93] Mesûd Fanî, Rojnama Zarê Kirmancî, J.: 20, sala çaran, 7ê Axustosa 1929an, r. 12-15

[94] Mesûd Fanî, Rojnama Zarê Kirmancî, J.: 20, sala çaran, 7ê Axustosa 1929an, r. 12-15

[95] Cemil Meriç, Bu Ülke (Bütün Eserler: 2), İletişim Yayınları, 61. Baskı, İstanbul, 2020, r. 27-28

[96] Abdullah Uçman, Bir 150’liğin Mektupları Ali İlmî Fânî’den Rıza Tevfik’e Mektuplar, Kitabevi, 2. Baskı, İstanbul, 2012, r. 156

[97] Rojî Kurd, J.: 1, 6ê Hazîrana 1329 (19ê Temûza 1913an), Hukuk Matbaası, İstanbul,  r. 18

[98] Hetawî Kurd, j.: 1, 11 Teşrin-i Evvel 1329 (24ê Çirîya Pêşîn 1913an), Resimli Kitap Matbaası, r. 3, 4, 5, 6, 7, 8

[99] Tülây Atay & Belkıs Ulusoy Nalcıoğlu & Suat Gezgin, Etkileşim, Medyanın Aydınlanması ve Entelektüellerin Sorumluluğu: “Yüzelilikler/ 150’likler ve Hatay’da Yerel Basın, r. 67

[100] Prof. Dr. Azmi Süsülü, Mesud Fâni (Bilgili)’ye Göre Kürdler ve Sosyal Gelişimleri, Tanmak Yayınları, Ankara, 1993

[101] Messoud Fany, La Nation Kurde et Son Évolution Sociale, Librairie L. Rodstein, Paris, 1933

[102] Messoud Fany, La Nation Kurde et Son Évolution Sociale, Librairie L. Rodstein, Paris, 1933, r. 285, 286, 287, 288 (Wergera ji Fransizî: Remezan Pertev)

[103] Prof. Dr. Azmi Süsülü, Mesud Fani (Bilgili)’ye Göre Kürdler ve Sosyal Gelişimleri, Tanmak Yayınları, Ankara, 1993, r. 20

[104] Süsülü, h.b., r. 43

[105] Uçman, h.b., r. 156

[106] Taha Toros, Mesut Fâni Üzerine, Tarih ve Toplum, no: 61, İletişim Yayınları, 1989, r. 50 (Ji Arşîva Lûtfî Baksî)

[107] Bingöl, h.b., r. 157

[108] Bingöl, h.b., r. 158

[109] Taha Toros, Mesut Fâni Üzerine, Tarih ve Toplum, no: 61, İletişim Yayınları, 1989, r. 50

[110] Zarê Kirmancî, J.: 20, sala çaran, 7 ê Axustosa 1929an, r. 12-15