Rojnameya Şerq û Kurdistan, malper (PDF)

Rojnameyên ku piştî îlankirina Meşrûtiyeta II. hatine belavkirin, ji wan yek jî Şark ve Kurdistan (ku di vê nivîsê de wek bilêvkirina kurdî, em dê wekî Şerq û Kurdistan binivsînin) e. Ev rojname li Îstenbulê hatîye çapkirin, ciyê rêvebirin û adresa rojnameyê, li ser rûpelê pêşîn weha hatîye lêkirin: “Nuri Osmaniyede 49 numarali daire-i mahsuse.”[1] Di hejmara yekemîn a Şerq û Kurdistan de, nûçeya xebata damezirandina Komela Teavûn û Terrakkî ya Kurd jî hatiye belavkirin. Dema em tarîxa neşirkirina Rojnameya Teavûn û Terrakkî ya Kurdan û derçûna rojnameya Şerq û Kurdistê bidin ber hev, em dibînin ku ev herdu rojname li du hev hatine neşirkirin. Yekemîn hejmara Şerq û Kurdistan 20ê Mijdara 1908ê û ya Rojnameya Teavûn û Terakkîya Kurdan jî di 5ê Kanûna Ewil de hatîye çapkirin. Li ser bergê pêşîn ê rojnameyê, Ehmed Şerîfê Hersekî, Bedrîyê Melatyayî û Îsmaîlê Hersekî wek mesulên rojnameyê û herweha Ehmed Şerîfê Hersekî, mesulmidur û Bedrîyê Melatyayî jî sernivîskarê rojnameyê hatine destnîşankirin.

Her hejmarek rojnameya Şerq û Kurdistan çar (4) rûpel e, bi alfabeya erebî û zimanê osmanî hatîye nivîsandin û li beşê kunyeyê hatîye nivîsandin ku “di hefteyêk de du caran tête neşirkirin”[2] Li gor agadarîyên heyî, nayê zanîn ku ev rojname li ser hev çend hejmar hatine neşirkirin. Îro li ber destê me hejmarên 1, 2 û 5 hene. Hejmara duyemîn a Şerq û Kurdistan, 24yê Mijdara 1908ê hatîye neşirkirin. Li ser bergê hejmara pêncemîn (5.) jî, tarîxa 5ê Kanûna Ewel a 1908ê hatîye lêkirin.

Li ser bergê rojnameyê mottoya (dustûra) “Ev rojname, teswîra rewşa sîyasî ya Şerqê û şaîbeyên Xerbê yên der barê însanîyetîyê de dike” [Şarkın siyasi vaziyeti ile Garbın insaniyete karşı şaibelerini tasvir eden gazetedir][3] hatîye lêkirin. Ev dustûra jorê, ji alîkî ve armanc û xeta îdeolojîka rojnameyê jî dîyar dike; berpirsyarên rojnameyê, li hemberê nêrîn û nirxên Awrupayî (Xerbî), parastina nirx û nêrînên Şerqî dikin. Di nivîsa destpêk a rojnameyê ku bi navê “îfade-î mahsusa” û bênav hatîye nivîsandin de, îzehata vê dustûra jorê weha hatîye kirin: “Em çima îddîaya şaîbeyên Xerbê dikin? Li gor dîtina wan, şerqîyan li Şerqê dîmenek kirêt derxistine holê. Meseleya Şerqê ji alîyê wan ve bi vê awayê tête dîtin. Belê ji ber vê yekê em behsa neheqî, bêşefaqetî, xedir, kîn, mexsed û meyla Xerbê dikin û em dê bikin; ku ev di zahîrê de şîrîn xuya dike lê di rastîyê de şaîbeyên wan ji bo însanetîyê êşekî giran peyda kirîye.”[4]

Di navê rojnameyê de hebûna peyva “Kurdistan”, nayê wê manayê ku ev rojname ji alîyê rêxistinên kurdan ve hatîye derxistin. Hetanî îro têkilîya wê ya rêxistinî dîyar nebe jî, ev yek nayê vê wateyê ku qethen têkilîya wan a rêxistinî tune bû, mimkun e ku ew bi xwe grubek piçûk bin yan jî bi grub û komeleyek re têkilîya wan hebe. Em dizanin gelek rojname û kovarên ku wê demê hatine çapkirin, bi temamî nebe jî piranîya wan li ser navê komele û rêxistinan hatine belavkirin. Îro qasê ku tête zanîn Şerq û Kurdistan, li ser navê rêxistin û cemîyetekî nebûye. Lêbelê herdu peyvên ku navê rojnameyê pêk anîne, balkêş in. Ji naveroka nivîsên rojnameyê dîyar dibe ku di navê rojnameyê de hebûna peyva  “Şark” [Şerq], di manaya dîyarkirina hemû civakên rojhelatî yên dervayê “şarezayîya” Awrupaya Rojava û erdê Osmanî de hatîye bikaranîna.”[5] Peyva “Kurdistan” jî, ji alîyê aîdîyeta kulturî û cografî ve wek parçeyek ji erdê Osmanî di nav peyva “Şark” [Şerq] de hatîye bicîkirin.

Polîtîka weşandina rojnameya Şerq û Kurdistanê li ser parastina “Îtîhadê Osmanî”[6] bû. Lewra “di Şerq û Kurdistan de fikirîyata “osmanîparêzî” serdest bûye û dewra desthilatdarîya Abdulhemîdê II. bi navê “îstîbdatê” hatîye binavkirin. Ragehandina rêvebirîya Meşrutîyeta 1908ê, bi kêfxweşî hatîye pêşwazîkirin û di naveroka hin nivîsên çapkirî de bextewarîya li hemberê ragehandina Meşrîtîyetê û pêkhatina îdareya nûh hatîye dîyarkirin.”[7] Bedrîyê Melatyayî di nivîsa xwe ya bi navê “Kurd û Kurdistan” de vê yeke weha tîne ziman: “Ev kela bilind a hûrriyetê ku îro hatîye fetihkirin, ji xwe daxwaza me kurdan, hemwelatîyên mislim û xeyrî-mislim bû. Milletê Osmanîye çendek sal in ku bi hesretê li benda Meşrutiyetê bûn. Em dê bi hemû xîret û fîîlyata xwe bibin fedekarê Meşrutiyetê.”[8] Pirsgirêka kurd û Kurdistanê jî li ser bingeha Îtîhadê Osmanî, di çarçoveya pêşxistina îslehatan û mafê perwerdeyîya bi zimanê kurdî de hatîye şirovekirin. Herweha der barê vê pirsgirêkê de, rexne li sîyaseta Xerbî girtine û hatîye gotin ku: “Frenk û welatîyên Frenkî bûyî, daîmî, rastîyê bi yek çavî û eksê wê dibînin, di çapemenîya Xerbî de ‘Teracim-î ahval-î Ekrad’[Tercumeyê halê kurdan]  bi awayê çîroka gulyabanî hatîye neşirkirin.”[9]

Herwekî me di destpêkê de jî dîyar kiribû ku li ser bergê pêşîn Ehmed Şerîfê Hersekî, Bedrîyê Melatyayî û Îsmaîlê Hersekî her sê bi hev re wek mesulên rojnameyê hatine nivîsandin. Di nav rûpelên rojnameyê de jî herî zêde nivîsên ev her sê şexsiyetan hatine weşandin. Sernivîskarê rojnameyê, nivîsên xwe bi navê Bedrî, M. Bedrî û Bedrîyê Melatyayî nivîsandine. Midurê mesul jî nivîsên xwe bi navê Şerîf, Şerîfê Hersekî û Ehmed Şerîfê Hersekî nivîsandine. Îsmaîlê Hersekî jî, yek ji damezrêner û nivîskarê berdewamî yê rojnameya Şerq û Kurdistanê ye. Her çiqas hetanî îro têkilîya sîyasî û rêxistinî ya rojnameyê nehatibe tespîtkirin jî, nasnameya sîyasî û etnîkî ya berpirsyar û nivîskarên wê, ji alîkî ve meyla giştî ya rojnameyê dide dîyarkirin. Bi taybetî jî nasnameya sernûserê wê Bedrîyê Melatyayî; ji alîkî ve naskirîyê xwendevanên çapemenîya wê demê ye û ji alîyê din ve jî agadarîyên der barê nasnameya wî ya sîyasî û neteweyî de gelek kêm in. Di berdewamiya vê nivîsê de em dê bêtir li ser vê babetê rawestin. Her çiqas heta îro têkilîya rêxistinî ya vê rojnameyê nehatibe tespîtkirin jî, mimkun e ku ev her sê şexisîyetên namdar bi xwe dendika rêxistinek yan jî grubeke teng bin.

Yek ji nivîskarên balkêş ê rojnameyê jî Mele Seîdê Kurdî ye. Di hejmarên berdest ên rojnameyê de du nivîsên Mele Seîdê Kurdî hatine neşirkirin; di hejmara yekê de nivîsa “Kürdler neye muhtacdır?[Kurd muhtacê çi ne?] bi navê Mele Seîdê Meşhur û di hejmara pêncan de jî nivîsa bi navê “Kurd Alemi[Alema Kurdan] bi navê Bedîuzzeman Mele Seîdê Kurdî hatine neşirkirin. Di dawîya vê nivîsê de hatîye lêkirin ku “mabadi var” yanî “berdewanîya wê heye”. Lê mixabin ji ber ku em nizanin weşana rojnameyê dewam kirîye yan na, ger weşana wê dewam kiribe hejmarên din li ber destê me nînin, lewra em nizanin di berdewamiya vê nivîsê de kîjan babet hatine nivîsandin û di hejmarên pey wê re jî çi cûre nivîs hatine neşirkirin. Naveroka nivîsên Seîdê Kurdî û Bedrîyê Melatyayî, bi giranî li ser îslehatên nû û perwerdeyîya bi zimanê kurdî ne. Edîtorya rojnameyê, di pêşekîya nivîsa Mele Seîdê Meşhur a bi navê “Kurd muhatacê çi ne?” de, piştgirîyeke aşkere dane daxwazname û pêşniyara wî ya ji bo perwerdeyîya bi zimanê kurdî. Di wê kurtepêşekiyê de weha hatîye gotin: “Hezretî Bedîûzeman Mele Seîd Efendî, ji bo pêkhatina perwerdeyîya bi zimanê kurdî, daxwaznameyek pêşkêşî mabeynê (daîreya perwerdeyî) kiribû û di netîceya vê hewldana xwe de rastê gelek musîbetan hatibû. Em bi neşirkirina sûretekî vê daxwaznameyê îftixar dikin.”[10] Seîdê Kurdî ji ber vê “daxwazanme”ya ku di nav rûpelên Şerq û Kurdistanê de jî hatîye neşirkirin, ji alîyê dadgeha eskerî ya wê demê ve tête mahkemekirin û ji ber vê yekê gelek musîbet bi serê wî ve têne. Naveroka daxwaznameya wî bi kurtayî ev e:

“Bi biryar û xîreta hikumetê li bajar û bajarokên Kurdistanê xebata dirustkirin û avakirina dibistanan dest pê kirîye, em bi vê yekê kêfxweş û sipasdar in. Lêbelê ji van dibistanan, tenê zarokên aşînayê zimanê turkî îstîfade dikin. Ji ber ku mamosteyên van dibistanan ne weqfê zimanê herêmî û gelek zarokên kurd jî ne aşînayê zimanê turkî ne, ew ji perwerdeyî û medreseyên îlmê ku çavkanîya kemalîyetê ye, mehrum dibin.

… Çareserîya vê yekê ev e: ji bo ku bibe sebebê teşwîq û mîsalek xuyayî, divê li herêmên cûda yên Kurdistanê bi navê Medreset’ûl Zehra medrese bêne çêkirin: yek li alîyê Beytûşebabê di ciyê navenda eşîreta Ertûşî de; ya dî di navenda Modkan û Belikan û Sason de; ew a dinê jî li Wanê di navbera Kakan û Heyderan de bin. Divê li her yek medreseyê kêmtirîn 50 xwendekar hebin, hemû mesrefên wan ên rojane ji alîyê hikumetê ve bêtin temînkirin û di van medreseyan de ligel îlmên dînî, îlmên fenî jî bêtin xwendin. Digel sazkirina van sê sazîyên perwerdeyî, divê piştgirîya pêşxistina hinek medreseyên din jî bête kirin. Pêkanîna vê yekê gelek muhîm e, ev, bi maddî û manewî yek ji sebebê girîng ê heyatîyeta dahatûya Kurdistanê temîn dike.”[11]

Nasnameya sîyasî û etnîkî ya mesulên rojnameyê

Ji nav van her sê damezrêner û rêvebirên rojnameyê; agadarîyên me yên li ser nasnameya etnîkî ya sernûser Bedrîyê Melatyayî bêtir in. Herdu damezrênerên din; Ahmed Şerîfê Hersekî û Îsmaîlê Hersekî jî bi navên cihê cihê nivîsandine û herduyan jî bi hev re paşnavê “Hersekî” bikaranîne. Ahmed Şerîfê Hersekî nivîsên xwe bi navê “Şerîf” û “Şerîfê Hersekî” nivîsandine. Îsmaîlê Hersekî jî, nivîsên xwe tenê bi navê “Îsmaîlê Hersekî” nivîsandine. Nivîskar Îbrahîm Sedîyanî der barê nasnameya etnîkîya “Hersekîyan” de ji pirtûka Kemal İnanç Işklar neqil dike û dibêje; ji her sê damezirênerên rojnameyê didoyê wan yanî Ehmed Şerîfê Hersekî û Îsmaîlê Hersekî kurdên Balkanî bûn, ji Bosna-Hersekê bûn, rojnameya Şerq û Kurdistan jî, ji alîyê kurdên Balkanî û kurdên Kurdistanê ve hartîye neşirkirin.[12]

Ji nav van her sê mesulên rojnameyê Bedrîyê Melatyayî, ji aliyê raya giştî û çapemenîya kurd ve bêtir tête naskirin. Ji nivîsa wî ya bi navê Kürdler ve usul-i ictimai” [Kurd û usûlên îctîmaî] wisa dîyar dibe ku ew “endamê Îttîhad û Terakkî bû.”[13] Der barê Bedrîyê Melatyayî de agadarîyên berfireh li ber dest nînin. Li gor agadarîyên lêkolîner Murat Issı ku ji belgeyên Arşîvên Osmanî yên Serokwezîrîyê bidestxistine dibêje: “Navê wî yê eslî Mahmud Bedrî ye. Mahmud Bedrî Beg, kurê Alî Riza Efendî ye û ew ji malbatek  navdar a Melatî ye. Di sala hicrî ya 1293ê (1876-77) de li Melatîyê ji dayik bûye. Ji bo perwerdeyîyê di Ruştiyeya Eskerî ya qeza Hekîmxanê de dest bi xwendinê kirîye, paşê jî Îdadîyeya Kulelî û Mektebê Herbîye xwendîye. Sala 1901-02yê bi rutbeya teymenîyê, şehadetnama xwe ya hejmar 6449 ji Mifetîşê Umumî yê Tedrîsta Eskerîyê wergirtîye. Di wereqa wî ya tercûmeyê hal de hatîye lêkirin ku bi navê Veliahd yan jî Mahkeme-î Îstikbal pirtûk telîf kirîye û bi navê Mûjde rojnameyek neşir kirîye.”[14]

Demek di nav eskerîyê de xebitîye, ji ber hin sedemên sîyasî hatîye îxbarkirin û di encamê de hatîye nefîkirin ji bo Qubrisê. Piştî neh mehan, ji Qubrisê reviyaye çûye Misrê. Li wê derê di hin muesesatê sinaî û fennî de îstihdam kirîye û ji beşê taksîm-î arazî û tarîk-î Turkiyeyê şehadetname wergirtîye.

Piştî îlankirina Meşrûtiyeta 1908ê, wekî gelek şexsiyetan ew jî vegeriya Îstenbulê û di îdarexaneyên rojnameyan de dest bi xebata çapemenî û nivîskarîyê kirîye. Paşê berê xwe daye karên îdarî; “16yê Tebaxa sala 1909ê li qelema Îstixbarata Asayîşa Giştî de, bi meaşê 1500 qurişan dest bi kar kirîye. Hetanî 15yê Adara 1910ê li vê derê xebitîye û piştî girtina vê beşê betal maye. 14yê tebaxa 1910ê, di şubeya sêyemîn a heyetê fennîye ya Şaredarîyê de wek muavînê mudir, bi meaşê 2000 qurişan dest bi kar kirîye. … Di 14yê Nîsana 1912 de, bi meaşê 1500 qurişan neqil kirine ji bo sermuhendîsîya Şaredarîyê.”[15]

Bedrî, bi nivîsandin û xebata xwe ya di seha çapemenîyê de navdar e û bi zimanê turkî nivîsandîye. Digel zimanê xwe yê nivîsandinê, “aşînayê zimanên arebî, farisî, ermenî, fransizî, almanî û îngilizî bûye.”[16] Wî di neşirkirin û belavkirina gelek weşanan de mesulîyetî girtîye. Herwekî ku me li jorê jî dîyar kir, ew, hem xwdî îmtîyaz û hem jî mesulmudirê Mûjdeyê bû û navnîşana ciyê rêvebirina Mûjdeyê jî îdarexaneya Şerq û Kurdistanê hatîye nîşandan. Bêguman xebatên wî yên di seha çapemenî û nivîsandinê de, ne tenê ev bûn. Digel ev herdu berhemên Mehmûd Bedrî yê Melatyayî; xebatên wî yên bi navê “Kulliyat-ı Nefise[Küçük Dikişler], Kırmızı Kitap [Pirtûka Sor] û herweha di rojnameyên wekî Şark, Şark ve Kurdistan, Rojnameya Teavûn û Terakkî ya Kurd, Mûjde û Mûjdeya Nû de jî nivîsandîye.”[17]

Têdeyîyên her sê hejmarên rojnameya Şerq û Kurdistan

Dema em bala xwe bidin bergê pêşîn ê rojnameya Şerq û Kurdistan; em dibînin ku her hejmareke rojnameyê 4 rûpel bûye û qewareya wê qasê kaxizekê A3 bûye, li beşê kûnyeyê digel navê rojnameyê tarîxa çapkirin, peryoda wê ya heftane, navê mesul, mudir mesul û sernivîskarê wê, motto (dustûr) û bûhayê wê hatine nivîsandin. Piştî kûnyeyê nivîsên nava rojnameyê dest pê dikin. Sernivîsên girîng ên di nav rojnameyê de li jêrê hatine dîyarkirin. Divê em vê yekê jî bînin bîra we ku gelek agadarî û nivîs bi navê Şerq û Kurdistan hatine neşirkirin û hinekê wan jî bê nav hatine neşirkirin. Bi îhtimalek mezin ev nivîsên bê nav, ji alîyê redaksiyona rojnameyê ve hatine nivîsandin. Naveroka her sê hejmarên rojnameyê li jêrê hatîye nivîsandin.

Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], no: 1

Tarih-i Tesis 1324-1326, Birinci sene, numoro: 1

Şimdilik haftada iki defa neşrolunur

25 Şevval 1326/Hicri (20 Kasım 1908) – Teşrin-i Sani 1324/Rumi

Şarkın siyasi vaziyeti ile Garbın insaniyete karşı şaibelerini tasvir eden gazetedir

Mumesilleri: Hersekli Ahmed Şerif, Malatyali Bedri, Hersekli İsmail

Müdür mesul: Hersekli Ahmed Şerif

Sermuharir: Malatyali Bedri

Meheli Adres: Nuri Osmaniyede 49 numarali daire-i mahsusede

Nushasi 10 paradır.

İfade-i mahsuse, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], no: 1, 20ê Mijdara 1908,  Îstenbul, r. 1

– M. Bedri, Kürdler ve Kurdistan, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], no: 1, 20ê Mijdara 1908,  Îstenbul, r. 1

– Bedri, Mülkte teferukke tarafdaranine [Osmanlıdan ayrılma taraftarlarına], Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], no: 1, 20ê Mijdara 1908, Îstenbul, r. 1

Siyasi: Hersekli İsmail, Konferans ve muhtemel sonuçları, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 20ê Mijdara 1908, Îstenbul, r. 1

– Şerif, Muahedat [Anlaşmalar], Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 20ê Mijdara 1908, Îstenbul, r. 2

– Mele Seîd Meşhur, Kürdler neye muhtacdır?, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 20ê Mijdara 1908, Îstenbul,  r. 2

Dahili: Şark hattı idaresinin [noksanları], Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 20ê Mijdara 1908, Îstenbul, r. 2

Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], Bedirhanzadeler, 20ê Mijdara 1908, Îstenbul, r. 3

– Hersekli İsmail, Avusturya Hükümeti ve Habsburg Hanedanın tarihi lekeleri, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 20ê Mijdara 1908, Îstenbul, r. 4

Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], no: 2

Tarih-i Tesisi 1326, Birinci sene, 1324, numoro: 2

Şimdilik haftada iki defa neşrolunur

29 Şevval 1326, 10 Teşrin-i Sani 1324 (24 Kasım 1908), 23 Teşrin-i Sani 1908

Şarkın siyasi vaziyeti ile Garbın insaniyete karşı şaibelerini tasvir eden gazetedir

Mumesilleri: Hersekli Ahmed Şerif, Malatyali Bedri, Hersekli İsmail

Müdür mesul: Hersekli Ahmed Şerif

Sermuharir: Malatyalı Bedri

Meheli Adres: Nuri Osmaniye’de 49 numaralı daire-i Mahsusede

 

– M. Bedri, Siyasi: İnsanlar ve tahakkum, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 24ê Mijdara 1908, Îstenbul,  r. 1

– Mülkiye kaymakamlarından Diyarbekirli Ahmed Cemil, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 24ê Mijdara 1908, Îstenbul, r. 1

– M. Bedri, Fransa meşhur tarihçilerinden Mösyo B. Ojen’ün gönderdiği mektup, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 24ê Mijdara 1908, Îstenbul, r. 1

– M. Bedri, Şark ve Kurdistan, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 24ê Mijdara 1908, Îstenbul, r.1

– Hersekli İsmail, İhtilafat ve neticei mezerresi [İhtilaf ve zararlı sonuçları], Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 24ê Mijdara 1908, Îstenbul, r. 2

– M. Bedri, Kürdler ve usul-i ictimai [Kürdler ve toplumsal kuralları], Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 24ê Mijdara 1908, Îstenbul, r. 2

– Resul Paşa Mahdum İhsan, Erzurum’da qeth ve ğella, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 24ê Mijdara 1908, Îstenbul, r. 2

– M. Bedri, Şark ile Garb, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 24ê Mijdara 1908, Îstenbul, r. 2-3

– Sami, Madarıs-i kemalati ûmem [Gelişmiş milletlerin öğretim şekli], Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 24ê Mijdara 1908, Îstenbul,  r. 3

– Hersekli Şerif, Dahili: Taviz ve Bulgaristan, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 24ê Mijdara 1908, Îstenbul,  r. 4

– Diyarbekir mukkavelat muhariri: Ömer Adil,  Kurdistan muhacirleri, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 24ê Mijdara 1908, Îstenbul, r. 4

– Hersekli Şerif, Bosna’da hicret, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 24ê Mijdara 1908, Îstenbul, r. 4

– Mustafa Sümbül, Serpûş milli meselesi, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 24ê Mijdara 1908, Îstenbul,r. 4

– Havadis, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 24ê Mijdara 1908, Îstenbul, r. 4

Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], no: 5

Tarih-i tesisi 1324-1326, Birinci sene, numro: 5

11 Zilkade 1326- 22 Teşrin-i Sani 1324- 5 Kanuni Evvel 1908

Şimdilik haftada iki defa neşolunur

Şarkın siyasi vaziyeti ile Garbın insaniyete karşı şaibelerini tasvir eden bir gazetedir.

Mumesilleri: Hersekli Ahmed Şerif, Malatyali Bedri, Hersekli İsmail

Müdür mesul: Hersekli Ahmed Şerif

Sermuharir: Malatyali Bedri

Meheli Adres: Nuri Osmaniyede 49 numarali daire-i mahsusede

Matbaay-ı Amire

-Bedri, Medeniyet-i Şarkiye, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 5ê Kanûna Ewel 1908, Îstenbul, r.1

-Hersekli İsmail,  Siyasi: Avusturya hükümeti ve hakkımızdaki maksadı, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 5ê Kanûna Ewel 1908, Îstenbul, r. 1

– Bedri, Fransa: kuvvet ne yapmaz, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 5ê Kanûna Ewel 1908, Îstenbul, r. 2

– Hersekli İsmail, Sırbistan Veliahdı (Prensi) Bosna Hersek meselesi, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 5ê Kanûna Ewel 1908, Îstenbul, r. 2

– Bediuzzeman Mele Seid-i Kurdi, Kurd Alemi (mabadi var), Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 5ê Kanûna Ewel 1908, Îstenbul, r. 3

– Zavalı Kürdler ve Ermeni vatandaşlar, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 5ê Kanûna Ewel 1908, Îstenbul, r. 3

– Hulase-i telgraf, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 5ê Kanûna Ewel 1908, Îstenbul, r. 3

 

28/03/2015, Amed

[1] Şark ve Kurdistan, no: 1, 20ê Mijdara 1908, Îstenbul, r. 1. Di nivîsa sereke ya bi navê İfade-i Mahsusa [Gotara Taybet] a rojnmeyê de ku bê îmze hatiye lêkirin, armanca weşandina rojnameyê û şiroveya dustûra “Ev rojname, teswîra rewşa sîyasî ya Şerqê û şaîbeyên Xerbê yên der barê însanîyetîyê de dike[Şarkın siyasi vaziyeti ile Garbın insaniyete karşı şaibelerini tasvir eden gazetedir] hatîye kirin.

[2] Şark ve Kurdistan, no: 1, 20ê Mijdara 1908, Îstenbul

[3] Şark ve Kurdistan, no: 1, 20ê Mijdara 1908, Îstenbul

[4] Şark ve Kurdistan, no: 1, Îfade-î mahsusa, r.: 1, 20ê Mijdara 1908. Bn. http://www.kovarabir.com/malatyali-bedri-kurd-ve-kurdistan-sark-ve-kurdistan-sayi-1-20-kasim-1908/, 15.02.2015

[5] Serhat Bozkurt, Bir II. Meşrutiyet gazetesi olarak Şark ve Kurdistan, Kürt Tarihi, no: 8, Îstenbul, 2013

[6] Îtîhadê Osmanî: Di manaya fikra parastina yekgirtina Dewleta Osmanî de hatîye gotin. Di vê çarçoveyê de sala 1889ê “Cemîyeta Îtîhadê Osmanî” hatibû damezirandin. Ev rêxistin ji alîyê Îbrahîm Temo, Îshak Sûkûtî, Abdullah Cevdet, Mehmed Reşîd û Hîkmet Emîn ve hatîye damezirandin. Bn. Dr. M. Şükrü Hanioğlu, Bir Siyasi Düşünür olarak Abdullah Cevdet ve Dönemi, weşanên Üçdal, 1981, Îstenbul, r. 25

[7] Serhat Bozkurt, Bir II. Meşrutiyet gazetesi olarak Şark ve Kurdistan, Kürt Tarihi, no:8, Îstenbul, 2013

[8] Malatyalı Bedri, Şark ve Kurdistan, no: 1, Kürdler ve Kurdistan [Kurd û Kurdistan], 20ê Mijdara 1908. Bn. http://www.kovarabir.com/malatyali-bedri-kurd-ve-kurdistan-sark-ve-kurdistan-sayi-1-20-kasim-1908/, 15.02.2015

[9] Malatyalı Bedri, Şark ve Kurdistan, no: 1, Kürdler ve Kurdistan [Kurd û Kurdistan], 20ê Mijdara 1908. Bn. http://www.kovarabir.com/malatyali-bedri-kurd-ve-kurdistan-sark-ve-kurdistan-sayi-1-20-kasim-1908/, 15.02.2015

[10] Molla Said-i Meşhur, Kürdler neye muhtaç?, Şark ve Kurdistan, no: 1, Kürdler ve Kurdistan [Kurd û Kurdistan], 20ê Mijdara 1908. Bn. http://www.kovarabir.com/molla-said-i-meshur-kurdler-neye-muhtac-sark-ve-kurdistan-sayi1-20-kasim-1908/ , 16.02.2015

[11] Molla Said-i Meşhur, Kürdler neye muhtaç?, Şark ve Kurdistan, no: 1, Kürdler ve Kurdistan [Kurd û Kurdistan], 20ê Mijdara 1908. Bn. http://www.kovarabir.com/molla-said-i-meshur-kurdler-neye-muhtac-sark-ve-kurdistan-sayi1-20-kasim-1908/ , 16.02.2015

[12] Bn. http://www.ufkumuz.com/kurt-basin-tarihi-6144yy.htm, 13.04.2013,  Kemal İnanç Işıklar, Bir Şizofrenin Tahlili: Said-i Nursî Dosyası- 3, Hakimiyet-i Millîye, 2 Ocak 2011

[13] M. Bedrî, Kürdler ve usul-i ictimai [Kurd û Usûlên Îctîmaî] , Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan ], no: 2, 23yê Teşrîna Sanî 1908

[14] Murat Issı, Ömür boyu süren Osmanlılık serüveni, Bir Osmanlı Kürt Aydını: Malatyalı Bedri, https://www.academia.edu/ 930937/MALATYALI BEDRI, 10,01,2015

[15] J.b.

[16] J.b.

[17] J.b.