Dema behsa dewreya sereke ya rojname û rojnamevanîya Kurd bibe, bêguman divê navêSerbestî û Mewlanzade Rifat, di xetên pêşî de bêne lêkirin. Lewra Serbestî, yekemîn rojnameya rojane û herî temendirêj e ku bi rêvebirîya kurdekî namdar hatîye neşirkirin. Navê Mewlanzade Rifat û Serbestî, bi hev re bûne yekpare. Xwedî û mesulmidurê Serbestîyê Mewlanzade Rifat; kesayetekî namdar û têkoşerekî girîng ê milletê kurd e, ew bi xebat û nasnameya xwe ya rojnamevanî, sîyasetmedarî û dîplomatî tête naskirin.

Lêbelê divê em pêşîyê vê yekê bêjin ku problemên di warê xebatên vê sehayê de gelek in û herweha lêkolînên li ser rojnameya Serbestî û M. Rifat jî pirr kêm û berteng in. Hetanî îro li ser nivîs û berhemên wî yên di weşanên cûr bi cûr de, xebateke berfireh nehatîye kirin. Li gor pirtûk û meqaleyên berdest, dema em bala xwe bidin naveroka nivîs û berhemên wî, em dibînin ku M. Rifat xwedî qelemek tûj, mirovek xwîngerm û hostayê polemîkê bûye. Di vê nivîsê de jî, li gor çavkanîyên berdest, bi giranî dê alîyê wî yê rojnamevanî û têkilîya wî ya bi tevgera kurd û Kurdistanê re derkeve pêş.

Mevlanzade Rifat, sala 1869ê li Îstenbulê ji dayik bûye û kurê Abdurrehman Nacîm e. Bavê wî Abdurrehman Nacîm, wê demê mifetîşê kutipxaneyên Îstenbûlê bû. Alî Bîrîncî der heqê A. Nacîm de dibêje: “Ew, yekemîn mûrrettîbê defterên der heqê matbuatên kutupxaneyên Îstenbulê, şaîr, hiquqnas, zanayê edebiyata elsîne-î selase ye û di rêya Neqşîbendîtîyê de bû. Abdurrehman Nacîm (21ê Gulana 1833 – 9 Gulana 1934ê) li Şehrezorê ji dayik bûye. Navê bavê wî Mehmed Beg bû û ji mîrekên Silêmanî bû.

Tehsîla xwe di medreseyên Silêmanî û Bexdayê de îkmal kirîye û îcazeta xwe girtîye. Dikare bi zimanê turkî, erebî û farisî bixwîne, binivsîne û herweha muqtedîrê axaftina zimanê kurdî ye.”[1]

Abdurrehman Nacîm, demeke dirêj di bûrokrasîya Osmanî de xebitîye; di Sala 1861ê de dest bi karê Mifetîşîya Kutupxaneyên Dersadetê kirîye, demekî mamostetîya farisî, mesulmudirîya rojnameya Vekay-i Zabtiye kirîye û paşê derbasê Mûlkîyeyê bûye û wî rêkirine ji bo qaymeqamîya Şamê. Sala 1880ê li Helebê bûye muddeyê ûmumî yê mehkemeyên îstînaf û nêzîkê salekî li Diyarbekir jî wek reîsê daîreyê, vî karî dimeşîne. Herweha sala 1894ê wek Reîsê Daîreya Cezayê neqlê Elezîzê dibe û 23yê Hezîrana 1895ê li bajarê Elezîzê diçe ser dilovanîya xwe.[2]

A. Nacîmî, qîma xwe tenê bi karê bûrokrasîyê neanîye, wî herweha pirtûkên dersê jî amade kirine û bi sê zimanan gelek berhemên menzum û mensur jî nivîsandine.

Dema em kar û wezîfeyên fermî yên A. Nacîm bînin ber çavê xwe, ji wê dîyar dibe ku kurê wî M. Rifat li bajarê Stenbolê ji dayik bûye. Roja ji dayikbûna wî dîyar nebe jî, li gorî nameya wî ya ku di 15 Hezîrana 1909ê[3] de ji Nabî Begê Sefîrê Atînayê re rêkirîye, ew roj di çil salîya xwe de bûye. Agahdarîyên me yên di warê jîyana wî ya berîya Meşrûtîyeta II. de, kêm in û nebes in. Berîya ku Meşrûtîyet bête îlankirin, ew bi îdeaya nêzîkbûna bi Sultan Mehmed Reşat re tête tawanbarkirin û 12 sal ceza ji bo wî tête birrîn. Ji ber vê cezayê, wî rêdikin bajarê Sana ya Yemenê.

Bi tevî îlankirina Meşrûtîyeta 23yê Temûza 1908ê, efû tête derxistin û M. Rifat jî dikeve ber vê efûyê û vedigere Îstenbûlê. Piştî vegera Îstenbulê, li hemberê îstibdadê û ji text daxistina Amdulhemîd, dest bi muhalefet û têkoşînek dijwar dike. Destpêkê dixwaze fikir û pêşniyarên xwe bi rêvebirên Cemîyeta Îtîhad û Terakî re parve bike, lakin piştî hinek danûsendinan lihevkirina wan mimkun nabe û ji wan dûr dikeve. Ji wê şûn ve tevlî xebata Cemîyeta Fedekaranê Mîllet dibe. Bi vê cemîyetê ve girêdayî rojnameya Hukuk-î Umumîye tête neşirkirin û ew jî wek mesulmidurê vê rojnameyê, cara pêşîyê dest bi xebata weşangerîyê dike. Lêbelê xebata wî ya di nav vê rêxistinê de, zêde dewam nake û M. Rifat di bîranînên xwe de dibêje: “Me dît ku kesên bîyanî (nenas) tevlî Cemîyeta Fedekaran bûne û ji ber vê yekê em ji cemîyetê veqetîyan û dest bi neşirkirina Serbestîyê kirin.”[4]

Di 16ê Îlona 1908ê de dest bi karê neşrîyatê dike. Neşrîyata rojnameya Serbestî jî, roja 1ê Kanûna 1908ê dest pê dike. Lê mixabin hejmarên sereke yên Serbestîyê li ber destê me nînin, ew ên nik me, ji hejmara 169ê dest pê dike û yê çapa salên 1918-19yê ne. Li ser bergê hejmara 176ê ya tarîxa 16yê Kanûna Ewel a 1918ê, ev agadarî hatine nivîsandin: “Sahib û midurê wê: Mewlanzade Rifat e; rojnameyek rojane ye û sala wê ya dehemîn e; stunên me ji nivîsên rêya heqîqetê re vekirîne; nivîsên hatine rêkirin neşir bibin yan jî nebin, nayin vegerandin; fikrên rewacê yên Partîya Radîkal Avamê”[5] Adres û telefona wê jî weha hatîye dîyarkirin: “Dîvan yolunda Kadınlar Dünyası’nda bir özel daire/İstanbul, qutiya postayê 346 û hejmara telefonê jî 2474 e.” Serbestî di qewareyê kaxizê A3 de 2 rûpel hatîye çapkirin. Di bin sernivîsa “Hudud-î Dahîlîye” û “Hudud-î Harîcîye” de nûçeyên hundur û derva hatine nivîsandin. Di gelek stunan de nivîsên bêîmze hene û di hinek hejmaran de jî stunên vala hene, ew jî dîyar dike ku hin nivîs hatine sansorkirin.

M. Rifat qîma xwe tenê bi rojnamevanîyê neanîye, ji alîyê sîyasî ve jî piştgirîya Partîya Ahrarê dike, lê belê ne endamê wê ye. M. Rifat di bîranîn xwe de dibêje: “Ji alîkî ve em ne endamê Partîya Ahrar a Prens Sabahaddîn bûn lê me piştgirî dida wê, ji alîyê din ve jî em dixebitîn ku partîyeke sîyasî ya nû damezrînin.”[6] Ew heman demî muhalîfekî dijwar ê Partîya Îtîhad û Terrakî bû, desthilatdarî û rêvebirîya Îtîhad û Terakkî ji xwe bi giştî tehamûla muhalefetê nedikirin, bi taybetî jî, ji fikrên M. Rifat û weşana rojnameya Serbestî pirr aciz bûn. Ji ber vê yekê, berdewamî gef lê dixwarin û wî bi kûştinê tehdît dikirin. Dawîyê qîma xwe bi gefxwarinê neanîn, di şûna M. Rifat de bi xeletî sernivîskarê Serbestî Hesen Fehmî kûştin.

Hîn li ser serbestbûn û vegera M. Rifat salek derbas nebû bû, piştî kûştina sernivîskarê Serbestî, bûyereke girîng a din çêbû; di 13yê Nîsana 1909 de bûyerên bi navê Vaka 31 Adarê rû dan. Ji ber van bûyeran M. Rifat, carek din rastê êrîşên desthilatdarîya Îtîhad û Terakkî tê; ji alîyê Dîwana Herbê Ûrfî ve bi egera têkilîya wî ya bi vê bûyerê re, 10 sal cezayê nefîkirinê ji bo wî tête birrîn, ji bêgavîyê berê xwe dide welatên bîyanî û ji warê xwe dûr dikeve. 22yê Nîsana 1909ê berê xwe dide Misrê û piştî rêwîtîya 5 rojan digîje Qahîreyê. “Dema ku li Misrê dimîne, nexweş dikeve û li ser teswîyeya doktoran, bi tevlî Nûreddîn Ferruh berê xwe dide Atînayê[7] û ji wê derê jî derbasê Parîsê dibe.”[8]

M.Rifat li Parîsê Şerîf Paşa dibîne ku Şerif Paşa bi xwe jî muhalîfekî meşhur ê wê demû bû û “sala 1909ê li Parîsê bi navê Firkaya Islahatê Esasîye partîyek damezirandibû. M. Rifat li wê derê dibe endamê vê partîyê û li ser ji nû ve neşirkirina Serbestîyê, ew û Şerîf Paşa 27 Temûza 1909ê peymanek dualî çêdikin û bi piştgirîya Şerîf Paşa Serbestî wek rojnameyek heftane li Parîsê 12 hejmar têne çapkirin.”[9] Ji çapkirina 12 hejmaran şûn de, di navbera herduyan de nakokî peyda dibin. Şerîf Paşa piştgirîya ji bo çapkirina Serbestîyê qut dike û ji ber vê yekê çapkirina rojnameyê tête betalkirin. M. Rifat piştî rawestandina çapkirina Serbestîyê, carek din vedigere Misrê. Li Misrê ji nû ve hewl dide ku neşrîyata rojnameya Serbestî bidomîne û hetanî Sibata 1910ê, 7 hejmarên din li vê derê çap dike û paşê neşriyata rojnameyê tête rawestandin.

M.Rifat bi alîkarîya hin şexsiyetên li Misrê, carek din bi hêvîya derxistina rojnameyê berê xwe dide Parîsê û vê carê jî 4 hejmarên din li vî bajarî çap dike. Di van çar hejmaran de, hem rexneyên tund li îttîhad û Terakkî digire û hem jî rexne li rojnameya Meşrutiyet a Şerîf Paşa digire. M. Rifat, “sebebê bingehîn ê nakokîya navbera xwe û Şerîf Paşa, di rîsaleya xwe ya bi navê Bîlanço û hejmara tarîxa 1ê Tebaxa 1912 ya Serbestîyê de bi berfirehî tîne ziman.”[10] Nakokîyên navbera herdu kurdên Silêmanîyê dibin sebebê vê yekê ku M. Rıfat, Şerîf Paşa wek “Derbederê sîyasetê” bi nav dike.[11]

M.Rifat piştî çapkirina 4 hejmarên li Parîsê, cardin vedigere Misrê. Ji demekî kurt şûn ve, carek din ji bêgavîyê welatê Misrê terk dike û berê xwe dide Atînayê. Sala 1911 li Atînayê bi piştgirîya rumên kevnewelatîyên osmanî rojnameyên Faruk (3 hejmar) û Ceht (11 hejmar) neşir dike.[12] Wextê ku li Atînayê dimîne, ji ber zixtên hikumeta Yunanî, mecbur dimîne ji Yunanîstanê derbikeve. Ji wê şûn de ji bêgavîyê berê xwe dide Îstenbulê. Dema tê Îstenbulê ji alîyê polis ve tête girtin û bi biryara Dîwanê Herbê Ûrfî cezaya îkameta mecburî digire û wî rêdikin bajarê Bursayê.

Dema ku Hikumeta Ahmed Muhtar Paşa efû derxist, ew jî ket ber efûyê û vegeriya Îstenbulê. Piştî vegerê, di 29ê Temmûza 1912 de li Îstenbulê dewra duyemîn a neşirkirina Serbestîyê dest pê dike lê mixabin zêde dirêj najo û di 1ê Îlona 1912 de neşirkirina rojnameyê tête rawestandin.[13]

Piştî rawestandina weşana Serbestî, di sala 1913 de hem di jîyana wî ya fikrî û hem jî ya şexsî de guhartinên girîng çêdibin. Ji alîyê fikrî ve M. Rifat, di destpêkê de wekî nihêrînek giştî ya gelek rêxistin û rewşenbîrên kurdên wê demê, wî jî çareserîya meseleya kurd û Kurdistanê, di çarçoveya parastina yekîtîya Dewleta Osmanî de, bi pêşxistina reforman û naskirina mafê kulturî yê milletê kurd dinirixand. Lê piştî ku desthilatdarîya Partîya Îtîhad û Terakkî, xwe li xet û îdeolojîya tukçîtîyê girt û vê yekê bi zordarî li ser milletên din ferz kirin, M. Rifat jî wekî gelek sîyasetmedar û têkoşerên Kurdistanê, êdî îqna bû ku ji xeyrî rêxistinbûna milletê kurd û serxwebûnê Kurdistanê rê li ber wan nîne.

Ji vê demê şûn ve, meyla wî ya li ser meseleya Kurdistanê têkilîya wî ya bi rêxistin û weşanên kurd re, kûrtir û berfirehtir dibe. Ew di nameya xwe ya ji bo rêvebirên Hetavî Kurd de dibêje: “Nûka wezîfeya me ev e, divê bîzathî em kurd bi xwe li çareserîya mesela xwe bigerin. Ew ên ku li pey îdealekî mîllî baznedin, milletê xwe nas nekin, bê ruh in û di nav koma beşer de pirr paşve mane. Bêruhbûna milletekî tesewir bikin, mirov çi qas dêşîne. Di nav medenîyeta sosyal de bêgavîya li hemberê asîmîlebûn û mirinê çi qas dilêş û giran e.”[14]

M.Rifat di berdewamîya vê nivîsa xwe de rexne li nêrînê Abdullah Cevdet digir û dibêje: “Ez di vê babetê de tevlî nêrînên Dr. Abdullah Cevdet Beg[15] nabim; ku armanceke zelal û dîyar li meydanê tune be, rêkirina ciwanên kurdan ji bo Anatolyayê bêfayde ye, nepêdivî ye û dema vê pêşniyarê nehatîye…. Divê em berîya her tiştî armancên xwe dîyar bikin, zûtirîn dem bi metanetê amadekarîya xwe bikin û paşê biçin Kurdistanê.”[16]

Guhartina duyemîn jî, di jîyana wî ya şexsî de çê dibe û M. Rifat di dawîya sala 1913 de, di 44 salîya emrê xwe de bi Nuriye Ulvîye xanim re dizewice. Nurîye Ûlvîye Xanim, di seraya osmanî de perwerde bûbû, jinek aktîvîst a wê demê bû û bi navê Kadınlar Dünyası [Cîhana Jinan] mecmuayek derdixist. Êdî hetanî destpêka Mûtarekeyê, pirranîya dema M. Rifat di îdarexaneya vê mecmuayê de derbaz dibe û ji bo ku ji hevsera wî re bibe nazîre, ew jî di kanûna 1914 de tenê hejmarek mecmuaya Erkekler Dünyası [Cîhana Mêran] derdixe.

Piştî Mûtarekeyê, yekemîn partîya sîyasî roja 22/10/1918yê tête damezirandin û yên ku pêşîyê derdikevin meydana sîyasetê, yek ji wan jî M. Rifat e. Dibêje: “Min bi navê Radikal Avam, partîyek sîyasî damezirand û li ser navê partîyê jî di 26ê Çirîya Pêşîn a 1918 de dest bi neşirkirina rojnameya İnkılab-ı Beşer [Soreşa Beşer] kir”[17] Li ser damezirandina Partîya Avam, nêzîkê du meh derbas dibin û di 17yê Kanûna Ewel a 1918 de bi serokatîya Seyîd Abdulkadirê Nehrî Cemîyeta Tealîya Kurdistanê jî tête damezirandin. Em hîn bi zelalî nizanin di navbera vê partî û Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK) de çi têkilî heye, ew nedîyar e. Mevlanzâde Rifat bi xwe dibêje “Ez endamê merkeza umumî ya Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê bûm.”[18]

Herwekî M. Rifat bi xwe jî dibêje, ew, endamekî aktif û navendî yê Cemîyeta Tealîya Kurdistanê bû, digel hevalên xwe yên rêxistinê, bi navê cemîyetê tevlî gelek rûniştin û hevdîtinên sîyasî û dîplomatîk bûye. Di vê çarçoveyê de, em dikarin bêjin ku neşrîyata rojnameya Serbestî jî, piştî Şerê Giştî, gehiştîye statuyek nûh. Ji vê demê şûn de Serbestî, wek neşrîyateke Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê (CTK) tête nasandin. Abdurrehîm Rehmî yê Hekarî di nivîsa xwe ya bi navê “Kurd û Kurdistan” de, der heqê vê têkilîyê de weha dibêje: “rojnameya Serbestî, Jîn û Kurdistan ji bo parastina hiquqa me ya mîllî hatine tahsîskirin. Divê mutleqe li her cîyê Kurdistanê bi berdewamî bêne belavkirin, temînkirin û bi dîqet bêne mutaalakirin… Û ji bo ku abonetîya van rojnameyan bêtir bibe, divê ehmîyetekî zêde bête nîşandan û bûhayê abonetîya rojnameya rojane ya Serbestî û kovarên heftane yên Jîn û Kurdistan raste rast ji bo navenda cemîyeta me bêne şandin… Kurdistan, li bende ye ku her kes wezîfeya xwe bêkêmanî pêk bîne.”[19]

Ji van agadarîyan wisa tête fêmkirin ku Serbestî, di vê dewreyê de wek weşanek rojane ya CTK hatîye neşirkirin. Di nav rêza nivîskarên vê dewreyê de, navê kesayetîyên wekî Kamiran Bedirxan, Celadet Bedirxan, Ebdurrehîm Rehmî Hekarî, Tewfîqê Silêmanî, M. A., Xelîlê Siwêrekî, Îbrahîm Memduh û wd. hene. Herweha hin navên mahlas jî wekî “Qabaqulaq” û “Ferîde” hatine bikaranîn. Di vê dewreya nûh de, di nav rûpelên Serbestî de gelek nûçe û nivîsên li ser kurd û Kurdistanê hatine çapkirin.

Di nav rûpelên Serbestî de hin nivîsên li ser kurd û Kurdistanê

Ji ber ku hemû hejmarên Serbestî li ber destê me nînin, nayê zanîn ku ji serî heta dawîyê û bi taybetî jî di hejmarên çapa Parîs û Misrê de li ser kurd û Kurdistanê çi hatîye nivîsandin û nîqaşkirin. Li gorî lêgerêna me ya di hinek nûsxeyên navbera salên 1918-1919 de, nivîsên li jêrê hatine neşirkirin.

Kamiran Bedirhan, Kürdler hakkında [Der heqê Kurdan de], no: 181, 21 Kanun-i Evvel 1918

Kamiran Bedirhan, Kurdistan-1,  no: 186, 26 Kanun-i Evvel 1918

Kamiran Bedirhan, Kurdistan-2,  no: 188, 28 Kanun-i Evvel 1918

– Kamiran Bedirhan, Kurdistan-3,  no: 193, 2 Kanun-i Sani 1919

 – Kamiran Bedirhan, Kurdistan-4,  no: 198, 7 Kanun-i Sani 1919

– Celadet Ali Bedirhan, Kürdler ve itihad siyaseti [Kurd û sîyaseta îtîhadê], no: 209, 22 Şubat 1919

Mewlanzade Diwan-i Harbe Urfîde [Mewlanzade di Dîwana Herbê Urfî de], no: 210, 23 Şubat 1919

Mewlanzade Diwan-i Harbe Urfîde [Mewlanzade di Dîwanê Herbê Urfî de], no: 211, 24 Şubat 1919

– Kamiran Bedirhan, Kurdistan, no: 462, 7 Nisan 1919

– Kamiran Bedirhan, Kurdistan hakında selayhiyetdar olmayanlar [Ew ên ku der heqê Kurdistanê de ne selahîyetdar in], no: 470, 19 Nisan 1919

–  Kürdler ve Kurdistan: Kürd vatandaşlara [Kurd û Kurdistan: Ji kurdên welatî re], no: 476, 25 Nisan 1919

Kamiran Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan: Kürdistan’da haleti fikriye [Kurd û Kurdistan: Li Kurdistanê rewşa fikrî], no: 477, 26 Nisan 1919

Kürdler ve Kurdistan: Kürd hemşerilerimiz [Kurd û Kurdistan: Hemşerîyê me yên kurd], no: 479, 28 Nisan 1919

Kürdler ve Kurdistan: Bir beyanname münasebetiyle [Kurd û Kurdistan: Bi mûnasebeta beyannameyek], no: 480, 29 Nisan 1919

Kürdler ve Kurdistan: Kurd muhacielerinin vaziyeti [Kurd û Kurdistan: Rewşa muacîrên kurd], no: 481, 30 Nisan 1919

Celadet Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan: Kurdistana Kurd memurler [Kurd û Kurdistan: Memurên kurd li Kurdistanê], no: 482, 1 Mayıs 1919

Hekkarili Abdurrahim Rehmi, Kürdler ve Kurdistan [Kurd û Kurdistan], no: 483, 2 Mayıs 1919

Celadet Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan: Kurdistana doğru [Kurd û Kurdistan: Ber bi Kurdistanê ve],  no: 484, 3 Mayıs 1919

Kamiran Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan: Nazik bir vaziyet karşısında [Kurd û Kurdistan: Li hember wezîyetek nazik]no: 485, 4 Mayıs 1919

– Kamiran Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan: Kurd Lisani [Kurd û Kurdistan: Zimanê Kurdî], no: 486, 5 Mayis 1919

– Celadet Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan-3 [Kurd û Kurdistan-3], no: 487, s: 1-2, 6 Mayis 1919

– Cizreli Taceddin Takî, Kürd Mektubu [Mektuba Kurd], no: 487, sf. 2,  2 Mayıs 1919

– Kamiran Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan: Kürtlerin Amali [Kurd û Kurdistan: Amelê Kurdan], no: 488, 7 Mayis 1919

Kurdistan Teali Cemiyeti Beyannamesi [Beyannameya Cemîyeta Tealîya Kurdistanê], no: 488, sahife: 2, 7 Mayis 1919

– Celadet Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan: Kürdlerde İttifaq [Kurd û Kurdistan: Tîfaqa Kurdan], no: 489, 8 Mayis 1919

– Kamiran Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan: Kurdistana göz dikenler [Kurd û Kurdistan: Yên çav berdana Kurdistanê], no: 490, 9 Mayis 1919

– Celadet Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan: Kürd Edebiyati- Mem û Zîn-I [Kurd û Kurdistan: Edebîyata Kurdî- Mem û Zîn-I], no: 491, 10 Mayis 1919

– Celadet Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan: Kürd Edebîyatı: Mem ve Zîn-2 [Kurd û Kurdistan: Edebîyata Kurdî- Mem û Zîn-2], no: 495, 14 Mayis 1919

– Siverekli Halil, Kürdler ve Kurdistan [Kurd û Kurdistan], no 492, 11 Mayis 1919

– Kamiran Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan [Kurd û Kurdistan], no: 496, 15 Mayis 1919

– Kamiran Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan [Kurd û Kurdistan], no: 497, 21 Mayis 1919

– Kamiran Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan [Kurd û Kurdistan], no: 498, 21 Mayis 1919

Evan nivîsan di hejmarên mewcud de hatine tespîtkirin. Ger hejmarên din bêne bidestxistin û kontirolkirin, mimkune em dê rastê gelek nivîsên din jî bêne.

Di sala 1920an de Cemîyeta Tealîya Kurdistanê, li ser esasê otonomîparêzî û serxwebûnparêzîyê parçe bû. “Piştî parçebûna (jihevbûna) CTKê, Mewlanzade Rifat di nav rêza damezrênerên Cemîyeta Teşkîlatê Îçtîmaîye de cî digre.”[20] Lêbelê têkilîyên wî û Seyîd Abdulkadir jî berdewam dikin, di gelek hevdîtinên sîyasî û dîplomatîk de bi hev re tevdigerin.

Peymana Lozanê rewşeke nû derdixe holê; di vê peymanê de bendek li ser sirgûnkirina muhalîfên Tevgera M. Kemal hebû ku TBMMyê li gorî vê bendê, navê M. Rifat jî xistîye nav “sirgûnên 150yan”.[21] Ji ber vê, M. Rifat cardin mecbur ma di dawîya sala 1922yan de Îstenbulê terk bike û derbasê Yunanîstanê bibe. M. Rifat li Yunanîstanê demek dirêj nemaye, ji ber xebatên sîyasî ji wê derê derbasê Helebê bûye. Li gor agadarîyên Ali Birinci, “Ta ku M. Rifat ji ber sirgûnên 150yan Îstenbulê terk kirîye, neşirkirina rojnameya Serbestî jî dewam kirîye.”[22] Lê mixabin em nizanin hetanî dawîyê çend hejmar hatine çapkirin.

Ji ber ku M. Rifat endamê merkezî yê CTK bû, bivê nevê ronîkirina têkilî û rola wî di Tevgera 1925an de, alîyekî girîng ê jîyana wî ya sîyasî ye. Bêguman entellektuelek wekî M. Rifat, nemimkune ji tevgera netewî û şoreşgerî ya milletê kurd dûr bikeve. Ew, raste rast tevlî xebat û çalakîyên Tevgera 1925 bûye û ji ber vê yekê demek zûtir ji Yunanîstanê veqetyaye, berê xwe daye rojavayê Kurdistanê û li bajarê Helebê bicî bûye. Li vê derê “Rêxistina Kurdên Helebê damezirandine û bi xwe jî rêvebirîya vê rêxistinê kirîye. Herweha di damezirandina Cemîyeta Xoybûnê de cî girtîye û wezîfeyên girîng girtine ser milê xwe. Li bakurê Kurdistanê tevlî Ethemê Çerkez, bi Şêx Seîd re hevdîtinek pêk anîne; li ser navê tevgerê tevlî hevdîtinên dîplomatîk bûye û li gorî raportek îstixbarata Fransiz, bi tevî Selaheddînê kurê Şêx Seîd di nav komîteyêk de xebata xwe berdewam dikin.”[23]

Di encam de ji xebat û çalkîyên wî dîyar dibe ku ew têkoşerekî sînornenas û evîndarê azadîyê bû. Van taybetîyan di bîranînên xwe de weha tîne ziman: “Ez evîndarê hurrîyetekî bêsînor im, ez dixwazim hemû welatî û hemû mirov, heta dixwazim hemû benî beşer; bi tevî nijadên sipî, zerik û reşik giş bibin hevparê evîna me.”[24] M. Rifat wek evîndar û derwêşekî doza rewa ya millete kurd û hûrrîyetê, di rêya vê xebata dûr û dirêj a bênavber de, 8ê Îlona 1930ê li bajarê Helebê di 71ê salîya xwe de çû ser dilovanîya xwe.

Kaynak: Kürt Tarihi Dergisi, ….

[1] Ali Birinci, Tarih Gölgesinde Meşâhir-i Meçhûleden Birkaç Zât [Di Sîya Dîrokê de ji Meşahîrên Meçhûl Çend Zat], bn. Sicill-i Ahval Defteri (BOA. C. 18, s 125), Dergâh yayınları, Şubat-2001, Îstenbul, r. 287

[2] Ali Birinci, J. b., r. 288

[3] Bn. Mewlanzâde Rifat, Sürgün Hatıralarım [Bîranînên Dema Nefîyê], weşanên avesta, çapa yekem, 2009, Îstenbul, r. 70

[4] Mevlanzade Rifat, Sürgün Hatıralarım [Bîranînên Dema Nefîyê], amedekarê çapkirinê Mithat Kutlar, weşanên avesta, Îstenbul, 2009, r. 28

[5] Serbestî, 1918, no: 176

[6] J. b., r. 31

[7] M. Rifat dema ku li Atînayê dimîne, ji alîyê Dîwanê Herbê Ûrfî ve 10 sal ceza nefîkirinê ji bo wî tête birrîn û herweha biryara berdestkirina wî tête girtin. Bn. Mevlanzade Rifat, Sürgün Hatıralarım [Bîranînên Dema Nefîyê], j. b.

[8] Ali Birinci, Tarih Gölgesinde Meşâhir-i Meçhûleden Birkaç Zât [Di Sîya Dîrokê de ji Meşahîrên Meçhûl Çend Zat], bn. Sicill-i Ahval Defteri (BOA. C. 18, s 125), Dergâh yayınları, Şubat-2001, Îstenbul,  r. 382

[9] Ali Birinci, j. b., r. 382

[10] Mevlanzade Rifat, Sürgün Hatıralarım [Bîranînên Dema Nefîyê], amedekarê çapkirinê Mithat Kutlar, weşanên avesta, Îstenbul, 2009, r. 88

[11] Mevlanzade Rıfat, Türkiye İnkılabının İçyüzü [Rûyê Hundirîn ê Şoreşa Turkiyê], Pınar Yay. 2. Baskı, 2000/İstanbul, s. 270

[12] Ali Birinci, Tarih Gölgesinde Meşâhir-i Meçhûleden Birkaç Zât [Di Sîya Dîrokê de ji Meşahîrên Meçhûl Çend Zat], bn. Sicill-i Ahval Defteri (BOA. C. 18, s 125), Dergâh yayınları, Şubat-2001, Îstenbul, r. r. 383

[13] Ali Birinci, j. b. r. 383

[14] Mevlanzâde Rifat, Muhterem Hetavî Kurd gazetesi kurucularına [Ji Damezrênerên muhterem ên Hetavî Kurd re], Hetavî Kurd, no: 2, 21 Teşrin-i Sani 1329 (4 Aralık 1913, http://www.kovarabir.com/bira-me-mevlan-zade-rifat-muhterem-hetavi-kurd-gazetesi-kurucularina/, 22 Mart 2015

[15] Li vê derê M. Rifat dixwaze bala xwendevanan bikşîne li ser nameya Dr. Abdullah Cevdetî ya bi navê “Ji nivîskarên Hetavî Kurd re”. Ew nivîs di hejmara yekemîn a Hetavî Kurd de hatîye belavkirin û bi kurtayî tê de ev pêşniyar hatîye kirin: “Her ciwanê ku bi dil hes ji milletê xwe bike û heskirina wî bihêz be, wezîfeya wî ya sereke ew e ku bazde Anatolyayê. Li vê derê, li Îstenbulê bi qelem û gotinan qethen tiştekî nabe… Ey ciwanên kurd! Çi wextê ku me mamostetîya dibistana gundekî kurd, tercîhê qaymeqamî û midurîya cîyekî mezin kir, wê demê em dê bikevin rêyekî rast. Bn. Abdullah Cevdet,  Hetavî Kurd, no: 1, Îstenbul, 5ê Teşrîna Ewel 1913. http://www.kovarabir.com/bira-me-dr-abdullah-cevdet-hetavi-kurd-gazetesi-yazarlarina/, 19.11.2013

[16] Mevlanzâde Rifat, Muhterem Hetavî Kurd gazetesi kurucularına [Ji Damezrênerên muhterem ên Hetavî Kurd re], Hetavî Kurd, no: 2, 21 Teşrin-i Sani 1329 (4 Aralık 1913, http://www.kovarabir.com/bira-me-mevlan-zade-rifat-muhterem-hetavi-kurd-gazetesi-kurucularina/, 22 Mart 2015

[17] Mevlanzade Rıfat, Türkiye inkılabının içyüzü [Rûyê Hundirîn ê Şoreşa Turkiyê], Pınar Yay. 2. Baskı, 2000/İstanbul, s. 319

[18] Mevlanzade Rıfat, Türkiye inkılabının içyüzü [Rûyê Hundirîn ê Şoreşa Turkiyê], Pınar Yay. 2. Baskı, 2000/İstanbul, s. 270

[19] Hekkarili Abdurrahim Rahmi, Kürdler ve Kurdistan [Kurd û Kurdistan], Serbestî, no: 483, 2 Mayis 1919, http://www.kovarabir.com/ hekkarili-abdurrahim-rahmi-kurdler-ve-kurdistan/, 19 Şubat 2015

[20] Rohat Alakom, Şerif Paşa, weşanên avesta, çapa duyemîn, Îstenbul, 1998, r. 79

[21] Ayşe Hür, Resmi tarihin hainleri: 150’likler [Xayînên dîroka fermî: Nefîyên 150yan]. Taraf gazetesi, http://arsiv.taraf. com.tr/yazilar/ayse-hur/resmi-tarihin-hainleri-150-likler/16783/, 3 Temmuz 2011

[22] Ali Birinci, Tarih Uğurunda Matbuat Âleminde Birkaç Adım [Di Rêya Dîrokê de ji Alema Matbuatê Çend Gav], Dergâh Yayınları, İstanbul, 2001, r. 19

[23] Dr. Murat Issı, Mevlanzâde Rifat Bey ve Kurdistan [Mewlanzâde Rifat Beg û Kurdistan], Kürt Tarihi, sayı: 8, Ağustos-Eylül 2013

[24] Mevlanzade Rifat, Sürgün Hatıralarım[Bîranînên Dema Nefîyê], amedekarê çapkirinê Mithat Kutlar, weşanên avesta, Îstenbul, 2009, r. 60-61