“Talih ku bête firset, mohlet li nik heram e.”

(Melayê Cizîrî)

Mijara konferansê herçiqas bi navê Rojhelatanavîn, “Bihara Ereban” û Kurdistana Suriyê” hatibe dîyarkirin jî, dema ku behsa “Bihara Ereban” bête kirin, bêguman berfirehiya seha vê tevgerê tenê bi cografya Rojhelatanavîn ve sînorkirî nîne. Divê beşekê Bakurê Afrîqayê jî li ser wê bête zêdekirin. Lewra Tunis, Misir û Sûdana ku di nav çarçova tevgera Bihara Ereban de têne dîtin, dikevin nava cografya Bakurê Afrîqayê. Ji ber vê yekê, divê em bi kurtayî behsa hinek bûyerên dîrokî yên sîyasî bikin, ku rewşa îroyîn a ev herdu herêman di encama çêbûna wan de pêk hatiye.

Ji berê de heta îro, Rojhelatanavîn ji aliyê jeopolîtik û jeostratejîk ve bûye navendek balkêş. Îro di têkilîyên navnetewî de balkêşî û girîngiya Rojhelatanavîn tenê ji ber hebûna petrol û gaza wê nîne. Ji destpêka dîrokê vir de rewşa wê ya cografîk a ku sê qiteyan digehîne hev, bûye guzergaha rêya reşayî, avî û hewayî. Digel vê, ciyê derketina sê dînên mezin û kitêbên heq jî ev der e. Îro dema ku em meseleyek pir girîng a wekî parvekirina rezervê avê jî li ser wan de zêde bikin, wê gavê piralîbûna hesav û pîlanên li ser vê herêmê bi asanî têne têgehîştin. Ji ber vê, wê girîngiya Rojhelatanavîn tû wextekî kêm nebe.

Sebebê bingehîn ê meseleyên Rojhelatanavîn û Afrîqyê ev in, ku sala 1884an di Konferansa Berlînê de bêyî ku îradeya miletên van herêman bête pirsîn, erdê Rojhelatanavîn û Afrîqa yê di bin destê Împeratorîya Osmanî de, li ser esasê hinek peymanên aşkere-veşartî de hate parvekirin. Ji van peymanan a herî girîng Peymana Sykes-Pîcot e, ku 16yê Gulana 1916 di navbera Brîtanya û Fransayê de hatiye îmzekirin ji bo parvekirna cografya Rojhelatanavîn li ser navê welatên cûda cûda. Lo gor encama vê peymanê, di navbera salên 1919-1922 de, di navbera hikumetên mehelî û hêzên serdest ên herêmê yanî Brîtanya-Fransayê de hinek peymanên aşkere û veşartî çêbûn, ji bo dîyarkirina sînorên sîyasî. Û şiklê dawî yê ev sînoran, ji aliyê wezîrê kolonîyên Brîtanyayê Winston Churchillî ve di Konferansa Kahîrê de hate dîyarkirin.[1] Lêbelê ji ber nakokîyên di navbera Brîtanya û hikumeta nû ya Turkiyê de, mesela Kurdistana Başûr û wîlayetê Mosilê ji bo demekî hate paşvexistin.

Di 24ê Temûza 1923 de bi îmzakirina Peymana Lozanê di navbera dewletên Hevpeyman û hikumeta nû ya Anqerê de, komelge û cografya Kurdistanê li ser çar aliyan ve hatiye parvekirin. Di encama vê de armanca bidestxistina petrol û desthilatdarîya li ser nifûsa Rojhelatanavîn biserket. Bi vê awayê, li nik Rojavayîyan, mêzîna petrolê ji mêzîna mafê xwe birêvebirina miletê kurd li ser xaka xwe girantir hatiye. Digel ku kurd milletekî qedîm ê vê herêmê ye, qasê ereban û miletên din nebûye xwedî maf. Ji ber vê yekê kurd, wekî mileteke xwedî nifûsa herî zêde ya bêdewlet, nêzîkê sed sal e di vê herêmê de têkoşîna hebûna xwe didomîne.

Îro ev mûdaxaleya navnetewî ya ku bi navê “Projeya Gewre ya Rojhelatanavî” tête kirin, ji aliyê hinekan ve wek “Şerê Parvekirin ê Sêyemîn(3.)” û ji aliyê hinekan ve jî wek “Sazûman Nû ya Dinyayê” tête binavkirin. Ev mudaxale, bi çi navî tête navkirin ne pir girîng e, girîng ev e ku di encama van mudaxale û serhildanên gelêrî de rejîmên monarşîk û dîktatorên ereban yek bi yek hildiweşin. Ev jî vê yekê dîyar dike, ew statuquya ku bi Peymana Sykes-Picotê pêk hatibû ber bi têkçûnê ve diçe. Ya rastî, ev pêvajo, bi mudaxaleya Iraqê dest pê kir ku bi serkêşîya Amerîkayê çêbûbû. Iraq bi tevî hilweşandina rejîma Beasê, bi awakî de-facto li ser sê herêman ve parve bû. Cografya erebên Iraqê di navbera Şiî û Sûnnîyan de parve bû, her çiqas bi temamî nebe jî xaka Kurdistana Başûr jî ket bin destê kurdan. Evro di encama bûyerên qewimî de bi kêmbûna tesîra Peyman Sykes-Picotê, rêya guherîna statuqoyê jî vekirîye. Ev rewşa hanê, îro rêya dewletbûna kurdan jî vekirîye, ku di sedsala 20an de Kurd di vê rê de biserneketibûn.

Di eslê xwe de îro ev tevgera gelêrî ya ku bi navê “Bihara Erebî” tête navkirin, helqeya wê ya yekemîn serhildana gelê Kurdistana Başûr yê salên 1991-92 ye, ku li dijî rejîma Beasî ya Seddam pêk hat. Piştê wê jî serhildana Şiîyên Iraqê tête. Lewra divê “Bihara Erebî” yan jî serhildan gelê ereb a ku ji Tûnisê dest pêkir û nûka gehiştiye Sûryeyê, wekî helqeya duyemîn bête nirixandin. Îro di encama tevgera gelêrî ya ku bi navê “Bihara Erebî” tête navkirin de, rejîmên dîktator û serokên wan yek bi yek têne rûxandin. Ev tevgera gelêrî ji Tûnisê dest pê kir û îro pêla(şepola) wê gehîştiye rejîma Beas a Suryê. Dewleta Sûryê, di Rojhelatanavîn de helqeya herî girîng a statuko û rejîmên dîktator e.

Dema ku em dibêjin “Bihara Erebî”,  herçiqas tevgerek gelêrî ya berdewam derdikeve pêş jî, ev yek nayê wateya tevgereke yeknesak. Her wekî di pratîka Lîbyayê de xuya bû; tevgera “Bihara Erebî” ne wekî yê Tûnis û Misirê bû, bi alîkarî û piştgirîya civaka navnetewî, digel şêweya şoreşa siwîl, rêbaza serhildana çekdarî ya gelêrê jî hate pêkanîn. Çinku rejîmên despot û dîktator bi hêsanî dev ji desthilatdariyê bernadin. Herweha divê mînak û pratîka Sûdanê jî di çarçoveyekî din de bête nirixandin. Lewra di encama pratîka Sûdanê de tenê rejîm neguherîye, du dewletên serbixwe derketine holê.

Bêguman ev rûdanên li van herêman diqewimin bê îradeya hêzên navnetewî nîn in. Ew “xeta stratejîk” a ku DYAyê digel hinek dewletên Awrupayî serkêşiya wê dikin, dixwazin li herêmê demokrasî bicî bibe û guhartinên nû çêbin. Turkiye jî dixwaze wek hêzeke herêmî digel vê “xeta stratejîk” cî bigre. Yek ji hêzên navnetewî yên ku li dijî sîyaseta DAY û hevalbendên wê li ser herêmê hesab û pîlanên wan heye, “xeta statuqoparêz” a Rusya û Çînê ye. Îran û Surye jî xwe li siyaseta vê “xeta statuqoparêz” digrin. Ev yek jî dibe sedemê gizgiza hêz û aktorên herêmî yên wekî Turkiye, Îran, Îsraîl, Misir, Sûrye û kurdan.

Tifaqa(Hevalbendiya) Îran û Suryê

Dema têkiliyê Îran û Suryeyê bêtin nirxînin, meriv bi pirsekî dest pê bike, mimkune ku bi bersivên cihê cihê perspektîfeke hîn berfireh derkeve holê. Komara Îslamî ya Îranê, bi tevî ku serhildana gelêrî ya ereban wekî “Hişyarîya Îslamî” û tevgereka dijî desthilat- dariya Monarşîyên Erebî dinirxîne û di gelek ciyan de jî piştgirîya wan dike, gelo ji ber çi di Suryê de helwesteke berovajî wê dîyar dike?

Ji bo ku em karibin bi awayeke zelal bersiva vê pirsê bidin, divê em pêkhatiyên etnîkî û mezhebî yên civaka Îranê bînin berçavan, faaliyetê wê yên ji bo bidestxistina çekên nûkleer û konvansîyonel bibînin, tesîra nifûsa Şiîyan li ser sîyaseta herêmê û her weha rewş û girîngîya Îranê di herêmê de ji aliyê çavkaniyên Enerjîyê ve bînin bîra xwe. Polîtîka aktîf a Îranê ji bo bidestxistina çekên nûkleer û konvasyonel, di serî de ji aliyê Erebîstana Suudî, Turkiye, Misir, Urdin û herweha digel wan jî welatên Kendavê (Xelîçê) ve wek tehdîtek tête dîtin û hemû jî ji vê polîtîkayê gelek aciz in.

Ji ber ku komelga Îranê ji aliyê etnîkî û dînî-mezhebî ve heterojen e, li ser sîyaseta navxweyî û derveyî ya wê tesîra etnîkî û mezhebî pir giran e. Îro kêm-zêde nîvê nifusa Îranê ji Farisan(Persan) pêk tê, nîvê din ê nifûsa Îranê jî ji azerîyan(18%), kurdan(10-12%), belûcan(%4), ereban(3%), turkmenan(3%) û yên din pêk tê. Nifûsa Şiîyan, nêzîkê 10% nifûsa Misilmanên dinayê ye û piraniya wan di nav welatên Kendavê(Xelîçê) de belav bûne. “Nifûsa Erebîstana Suudî 10%, yê Qetarê 80%, yê Behreynê 72%, yê Iraqê 60%, yê Îmarata Erebî 41%, yê Kuweytê 25% ji Şiîyan pêk tê. Herweha Yemena ku Îran û Erebistana Suudî bi dijwarî li ser têdikoşin bi nêzîkayî 45% nifûsa wê Şiîyên Zeydî ne û 55% jî Sûnnî ne. Di Kendava Basrayê de ciyên ku Şiî lê dijîn, ji aliyê rezerva petrol û gaza xwezayî ve jî dewlemend in.”[2]

Dema ku em li ser potansîyela nifûsa Şiîyan tesîr û giranîya Îranê bînin ber çavan, ev rewşa wê, tesîreke pir girîng li ser têkilîya wê ya bi DYA, Awrupa û welatên Kendavê re dike. Gava em nakokîyên dîrokî yên mezheba Şiî-Sûnne jî li ser vê yek zêde bikin, dîyar dibe ku di herêmê de çêkirina polîtîkayên li ser Şiîtî û Şiîyan, ûnsurên herî girîng ên serdestîya li herêmê ye. Şiîtî yan jî baweriya Şîayê, heman demê îdeolojîya bingehîn a dewleta Faris e. Ji ber vê yekê, Îran dixwaze li ser bingeha potansîyela nifûsa Şiîyan, hêz û polîtîkayeke emperyal pêk bîne, ji bona ku li hemberê hikumetên erebên sûnnî giranîya xwe zêde bike.

Têkilîyên Îran û Suryê, ji damezrandina Komara Îslamî ya Îranê(1979) vir de, li ser tîfaqekî stratejîk, bêyî ku qut bibe 32 sale berdewam dikin. Ev têkilî, qasî ku li ser bingeheke pir zexm hatiye damezirandin, ew qas jî paradoksên wê hene. Yek ji bingehên girîng ên vê têkilîyê ev e; di navbera salên 1980-88an de dema ku şerê Îran û Iraqê berdewam dikir, di bin serokatiya Hafiz Esad de desthilatdarîya Beas a Suryê, li hemberê rejîma Beas a Iraqê piştgirîya Îranê kirîye. Yê duyemîn; “Di sala 1982yê de dagirtina Lûbnanê ji aliyê Îsraîlê ve, bûye sebeb ku dostanîya Sûrye û Îranê li hember vê bûyerê bibe tîfaqekî”.[3] Ew tîfaqa di navbera Hafiz Esadê çepgir û rejîma îslamî ya Îranê de li ser bingehekî qayîm hatibû danîn, lewma dema ku rejîma Suryê sala 1982 di bajarê Hemayê de li ser muhalefeta îslamî qetlîamekî mezin kir, ji rejîma Îranê qet îtiraz û dengek derneket. Yê sêyemîn; Îranê, li herêmê di çarçova îdeolojîya Şoreşa Îslamî ya Îranê de piştgirîya rêxistinên îslamî yên wekî Hîzbullah û herweha piştgirîya rêxis- tinên dijî tîfaqa DYA-Îsraîlê dikir. Lêbelê bi berdewamî ragehandina piştgirîyê, ancax li ser Suryê de û bi destê rejîma wê mimkun bû.

Ji ber vê yekê ev hevkariya Îran, Sûrye, Hîzbullah û Hemasê ji aliyê DYA ve wek “Xeta Berxwedanê” tête binavkirin. Di vê têkilî û hevkarîyê de Surye helqekî pir girîng e. Ji ber vê yekê, Surye bi xwe jî heman demî hinek Îran e û hinek jî Lûbnan e. Lewra Surye, di navbera Îran û Hîzbullahê de wek pirek e, hemû alîkarî ji ser Suryê de ji bo Hîzbullahê tête rêkirin û herweha rêvebirîya leşkerî ya Hemasê jî li vî welatî bicî bûye. Ji ber vê, guherîna rejîma Suryeyê, ne li gor berjewendiyên Îranê ye. Dîyare ku ev guherîn dê hem li Iraqê, hem li Sûryeyê û hem jî li Lûbnanê bi awakî neyînî tesîr li berjewendîyên Îranê bike. Ji ber van sedeman, dewleta Îranê dixwaze di Rojhelatanavîn de tesîra xwe ya li ser van rêxistinan berdewam bike. Ev jî tenê li ser Suryeyê û bi destê rejîma Esad mimkun dibe. Ji ber vê, Tehran dixwaze heta dawiyê piştgirîya rejîma Esad bike.[4]

Bêguman qasê zexmîyê, alîyê lawaz ê têkilîyên Îran-Suryê jî hene. Lêbelê li gor şertên îro, ji xeynî hevgirtina Îran û Suryê, rêyeka din jî li ber wan nîne. Lewra qedera herduyan jî bi hev re girêdayî ye. Bi tevî hemû nakokîyan dema ku em sîh(30) salên bihûriya têkilîyên herdu alîyan bînin ber çavê xwe, pir bi ronahî dîyare ku herdu alîyan jî li herêmê “hevkarîyeke stratejîk” pêk anîye. Wisa bûye ku ev pêvajo ji sînorên “hevkarîya stratejîk” jî derbas bûye, gehiştiye qonaxa “qedereka yekgirtî”. Ji bona vê, ev têkilîyên girîft û piralî yên Îran û Suryeyê, ji aliyê analîstên sîyasî ve wek “zewaca mantiqî” têne binavkirin.

Îran li ser bingeha îdeolojîk a Şiayê hatiye damezrandin û rejîma Suryeyê jî ji terefê Elewîyên Nuseyrî ve ku 7% nifûsa gelê Suryeyê pêk tînin, tête rêvebirin. Ji ber sebebên li jorê hatine dîyarkirin, bûyer û rûdanên ku bibin sedemê xerabûna vê zewacê, yanî di statuquya heyî ya Rojhelatanavîn de qetandina heleqeya Suryê û têkçûna rejîma Beasê, bêguman di dereca yekemîn de Îranê eleqeder dike û tesîr lê dike. Dema em têkilîyên stratejîk ê sîh(30) salî yên di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Suryeyê bînin ber çavan, wê demê em dê baş têbigîjin bûyer û guhartinên ku li Suryeyê diqewimin, dê çi tesîr li Îranê bikin û ji bo wê ev bûyer têna mana çi?

Dema ku em reqabeta dîrokî ya Îran û Turkiyê, pêvajo û bûyerên nû yên li Suryê bidin berhev û herweha nerehetiya Îranê di derbarê ev qewimandinan de bînin ber çavê xwe, hewldanên ku li hemberî ev qewiman- dinan ji aliyê Îranê ve bêne kirin, wê hîn bi zelalî bêne têgehîştin. Her wekî mînaka Misir û Tûnisê, di rastiyê de ji ber têkiliya wan a bi Rojavayê re, Îran Têkçûna van rejîma dixwaze. Çimku ew wisa hesab dike ku piştê têkçûna van rejîman, bi beşdarbûna îslamîyên Sîyasî jî dê pêvajoya pêşketina “demokratîzebûnê” geştir bibe. Lêbelê ji aliyê din ve eynî Îran çawa ku li hemberê qetlîama Hema ya sala 1982 bêdeng ma, îro jî li hemberê serhildana gelê Suryê, li nik terefê dîktatorîya rejîma Beas ciyê xwe girtîye. Ev jî dîyar dike ku Îran çiqas pragmatîst e.

Îran, ji bo pêkanîna ev armanca xwe, di herêmê de hinek menawra û operasyonên veşartî pêk tîne, da ku rewş û helwesta xwe ya derbarê Suryê bihêztir bike. Divê operasyonên wê yên li ser Kurdistan Başûr û Qendîlê jî, di vê çarçovê de bêne nirixandin. Îran naxwaze di encama ev rûdan û guhartinan de kurd, bi taybetî li Suryê û bi giştî jî li herêmê wek kirdeyeke sîyasî û çalak derkevin pêş. Ji alîyê din ve jî, li hemberê îhtimala mudaxeleyeke derveyî ya ji bo Suryê, dixwaze hemû unsûr û terafên li ser xeta tîfaqa Îran-Suryê aktîf bike û bi vê awayê cepheya şerî fire bike. Ji ber vê, ji bo ku cepheya dijraberîya mudaxeleya Suryê bihêztir bike, divê “li ser xaka Kurdistana Başûr de rêya navbera Îran-Suryê vekirî be”[5], grubên îslamîyên wekî îslam-Elensar ê pêgirtî yê Îranê li herêmê bicî bike. Dema ku karibe vî bike, dê ji bo peydakirina şerê navxweyî nîfaqê jî têxe navbera kurdan. Ji bo vê yekê jî, dixwaze bi her cûre leyztikê zixtên xwe yên li ser Hikumeta Federe ya Kurdistanê zêdetir bike.

Îro pirr aşkere ye ku tîfaqa Îran û Suryê li ser bingeha statuqoparêzî ye û li dijî berjewen- diyên miletê kurd e. Di rewşekî wisa de ji ber dijayetîya AKPê, pêşnîyarkirin û parastin “Tîfaqa Kurd-Şiîyan”[6], tête wateya hevkarî- ya digel xeta Îran û Suryeyê. Di şertên îroyîn ên herêmê de, hevalbendîya xeta Îran û Suryê ne li gor berjewendiyên miletê kurd e. Eger ji ber berjewendiyên grubî yên teng hevkariyek wisa çêbe, dê xwîna zarokên miletê kurd ji bo berjewendêyên dewletên dagirker beyxude bête rijandin. Înşallah şaşiyek wisa di dîraka kurdan de neye nivîsandin. Tû kes û alî nikarin tercîh û mantiqa cîgirtina digel aliyê wendakirî de îzah bike. Çimku “dahatûya dîrokî ya xeta Îran û Suryê nîne”. Herwekî me li destpêkê jî dîyar kir, Melayê Cizîrî gotîye: “Talih ku bête firset, mohlet li nik heram e”.

 

Têkilîyên Turkiye û Suryê

Bi rastî Turkiye naxwaze rewş û statuqoya heyî ya Suryê biguhere. Lêbelê ji ber pratîk û encama Iraqê, dixwaze bi awayeke aktîf di pêvajoya mudaxalekirina Suryê de cî bigre. “Turkiye berovajîyê helwesta xwe ya dema mudaxalekirina Iraqê, dixwaze digel hevpeymanîya di bin serokatiya Amerîkayê de cî bigre û ji bo mudaxaleyeke eskerî amedekariya xwe dike. Çimku Turkiye bi xwe jî sîyaseteke emperyal dajo, dizane dê dewletên Rojava mudaxaleyê Suryê bikin, pêvajoya Suryê nasekine û ber bi paş navegere. Ji ber vê, helwesta wî ya Îro ne wek ya berê ye. Zîra em dizanin polîtîka wê ya derbarê mesela Tûnis, Misir û Lîbyayê dudil û di nav nakokiyê de bû. Lêbelê di mesela Suryê de, raste rast helwesteke zelal dijraberê rejîma Beasê dîyar kirîye. Sedemê vê yekê, mesela Kurdistanê û daxwaza hêza herêmî bûyin e.”[7]

Ji bona vê her ku firsetekî çêdibe Turkiye dixwaze pevgirêdanîya xwe ya dîrokî, kulturî û civakî ya bi herêmê ra bîne ziman û piştgirîya eraban bigre ji bo bihêzkirina sîyaseta xwe ya derbarê herêmê. Bi rastî sedemê bingehîn ê nakokîyên Turkiye û Îsraîlê jî ev e. Turkiye ji bo ku piştevaniya gelên ereb bidestxîne, berdewamî di derbarê Îsraîlê de mesajan ji bo raya giştî ya ereb belav dike. Bi vê awayê dixwaze tesîr û giraniya Îsraîlê li ser sîyaseta herêmê kêm bike. Lewra di sîyaseta li ser herêmê de, Îsraîl û Îran li hemberî Turkiyê astengên herî girîng in. Îro herçiqas pêwendîyên ticarî yên Îran û Turkiye baş bin jî, ji bo herdu alîyan meseleyek hevpar a kurd hebe jî, ev nakokîya herdu alîya ji holê ranake. Heman demî alîyê konjoktûrî, dîrokî û herêmî yê vê nakokîyê jî hene.

Ji ber vê, rûdan û geşepêdanên li Suryê, gelek tesîr li ser têkilîyên(pêwendîyên) Turkiye û Îranê dikin. Çimku li gor Îranê, helwesta Turkiyê ya derbarê Suryê, zerar dide berjewendiyên wê yên herêmî. Herçiqas têkilîyên ticarî û havkariya aborî ya dualî ya Turkiye û Îranê baş xuya bike jî, ev yek li gor konjûktorê ye. Lêbelê meseleya “mudaxaleya Suryê” û beşdarbûna Turkiyê di projeya “Mertala Mûşekan” de, “qasê ku ji bo Turkiyê hewldaneke stratejîk a gewre ye, dê ew qas jî tesîr li têkilên herdu aliyan bike û bibe sedemê guherîna mêzîna herêmê.”[8] Eger ev biryar di pratîkê de bête tetbîqkirin, dê tansiyona navbera Turkiye-Îranê bilind bibe û Tehranê ji nûha de bala Anqerayê kişand li ser encamên neyînî yên ku peyda bibin. Û herweha ji bo dîyakirina reaksiyona xwe jî, daxuyaniyek da û ji Anqerayê re got “divê welatên misilman nebin aletê berjewendiyên NATOyê”. Dema em ev qewimandinan bînin ber çavê xwe, dîyare ku ji bilî mesela kurd, ne mimkune berjendiyên stratejîk ên Turkiye û Îranê lihev bikin. Ji ber vê, bêguman “dê polîtîkayên Îran û Turkiyê li ser mesela Suryê ji hev cûda bin û evana dê tesîr li ser têkilîyên herdu welatan jî bike. Di rewşekî wisa da, xerabûna têkilîyên Turkiye û Îranê, tenê bi projeya “Mertala Mûşekan” ve girêdan nebes e.”[9] Ji bo Iraqê jî hevrikîyek di navbera Turkiye û Îranê de heye. Herdu welat jî dixwazin giranîya xwe ya sîyasî û aborî li Iraqê zêdetir bikin. Ji ber vê, têkilîya herdu dewletan jî bi rûdanên nû yên Rojhelatanavîn û helwesta wan a li hemberê van rûdanan ve girêdayî ye.

Tîfaqa Rusya û Suryeyê

Di Rojhelatanavîn û Bakurê Afrîkayê de, ew rejîm û serokên ku ji dema Yekîtîya Sovyetan vir de têkilîya wan û Rusyayê re baş bûn, yek bi yek desthilatdarîya xwe wenda dikin. Piştî Iraq, Misir û Lîbyayê “wendakirina” Suryeyê jî, wê di Rojhelatanavîn de tesîr û hebûna Rusyayê lawaztir bike. Ji alîkî ve di herêmê de tesîra Rusyayê kêm dibe, ji aliyê din ve jî di bin serkêşiya YDA de û bi erêkirina aktorên navnetewî, dewletên herêmî yê wekî Turkiye li herêmê faaliyeta xwe ya sîyasî zêdetir dikin.  Li hemberê vî, Moskowa ji bo ku hêz û hebûna xwe ya di herêmê de biparêze û nehêle YDAyê hîn bêtir di herêmê de bicî bibe, ji alîkî ve sîyaseta navberçêkirinê tetbîq dike, ji aliyê din ve jî bi mebesta bêîstiqrarkirinê, dixwaze pîlana bihêzkirina xeta Îran-Suryê tetbîq bike.

Di rewşa heyî de, Rusya û Çîn dixwazin di herêmê de li dijî YDA û hevalbendên wê xeteka berxwedanê çêkin, ji ber vê di Rojhelatanavîn de bihêzkirina xeta Surye û Îranê, ji bo sîyaseta Rusyayê awantaja herî girîng e. Di rastiyê de sîyaseteke zalal a Çînê derheqê herêmê nîne. Çîn, ji bo ku li hemberê YDA û Awrupayê helwestek dîyar bike, divê digel Rusyayê tevbigere. Îro Surye,  ji bo Rusya û Çînê wek pencereyek e, ku ber bi Rojhelatanavîn vedibe. Herdu welat jî, digel munasebetên sîyasî û dîplomatîk, ji aliyê eskerî, enerjî, ticarî, kulturî û wd. jî bi hev ra hevkariyê dikin.

Ji ber ku Rusya û Çîn naxwazin ji der ve mudaxeleyek eskerî li ser Suryeyê bête kirin, piştgiriya wan a ji bo Beşar Esad berdewam dike. Di Konseya Ewlekarî ya NY de, pêşniyara derxistina biryarên li hemberê rejîma Beas veto kirin. Ev helwesta Rusya û Çînê, ji aliyê DYA û welatên Awrupayî yê endamên daîmî yên Konseya Ewlekarî ve bi awayekî dijwar hate rexnekirin. Susan Rice, sefîrê daîmî yê DYA di NY de, ev helwesta Çîn û Rusyayê rexne kir û got: “ewên ku çekfirotina ji bo rejîma Suryeyê, tercîhê piştgirîkirina gelê Suryeyê bikin” dê wenda kin. Gelê Suryeyê jî, ji ber vê helwesta Rusya û Çînê, dijberî wan daxuyanî dan, xwepêşandan pêkanîn û ala wan şewitandin.

Bêguman tîfaqa Sûryê û Îranê, dixwaze xwe bispêrin dewletên wek Rusya û Çînê. Lêbelê dîyare piştgirîya ku Rusya bide wan, ne bêsînor e. Ji ber ku Rusya naxwaze pêvajoya nû ya Rojhelatanavîn rast têbigîje û qebûl bike, hêvîya xwe bi parastina statûko û berdewamkirina rejîmên dîktator ve girêda- ye. Ji ber vê, bi îhtimaleke mezin her wekî Lîbyayê, dê li Suryeyê jî wenda bike.

Surye û Kurd

Dema ku em li nexşeya sîyasî ya Suryê binêrin li bakurê wê Turkiye, li başûrê wê Ûrdin, li rojavayê wê Lûbnan û Îsraîl, li rojhelatê wê jî Iraq e. Ev rewşa Suryê, bi awayek aşkere girîngî û hesasiyeta wê ya di mêzîna Rojhelatanavîn de nîşan dide.

Ji aliyê etnîkî ve jî nifûsa Surye; ji miletên Ereb, Kurd, Suryanî, Turkmen, Ermen û Çerkezan pêk tê. Kurdên resen ên Suryê, ji dema bapîrên xwe yên Hûrî û Mîtanîyan (Metînî) vir ve li vê herêmê dijîn. Paytextê kurdên Hûrî û Mîtaniyan Waşûkanî(Serê Kaniyê) bû.

Surye, hetanî Şerê Yekemîn ê Cîhanê yanî demekî dûr û dirêj di bin desthilatdarîya dewleta Osmanî de bû. Ji damezirandinê bigre hetanî sala 1946an jî di bin desthilat- dariya Fransayê de bû. Sînorê Turkiye û Suryeyê, sala 1921ê bi Peymana Londrayê ku di navbera Fransa û hikumeta nû ya Turkiyê de hatibî îmzekirin, dîyar bûye. Bi îmzekirina vê peymana nû ya sînorê, kurdên bakur û kurdên başûrêrojava bêrizamendiya xwe ji hev hatine veqetandin.

Ji sala 1922 şûnde ji bo îdareya Surye ya di bin mandatîya Fransayê de, projeya pêkanîna pênc herêmên otonom hatibû çêkirin. Piştî ku di rêveberiya mandatiyê de giraniya erebên neteweparêz zêde dibe, projeya herêmên otonom têkdiçe.

Piştî têkçûna Tevgera Qoçgirî ya sala 1919 û Tevgera sala 1925an, hejmareke zêde yê kadroyên sîyasî, rewşenbîr û serokeşîr mecbur bûn ku derbasê binxetê yanî rojavayê başûrê Kurdistanê bibin. Ev kadroyana, di demeke kurt de dest bi rêxistinkirina kurdên wê derê kirin, ku wê demê Surye di bin mandaya(sîbera) Fransayê de bû. Di encama ev xebat û hewldanan de, sala 1927ê bi beşdarbûna gelek milên sîyasiyên cîyawaz partiya Xoybûnê hate damezirandin. Em dikarin bêjin ku ji wê rojê virde, hetanî sala 1957an, çalakiyên sîyasî û kulturî yên di Kurdistana Suryê de, bi pêşengiya kadroyên vê rêxistinê hatine domkirin.

Sala 1928ê, ji bo ku zimanê kurdî wek zimanê fermî bête qebûlkirin, ji aliyê pênc parlamenterên Kurd ve daxwaznameyek ji bo parlementoya Suryê tête pêşkêşkirin. Ev daxwaz weka prensîb nayê redkirin, lêbelê bi egera ku şertên tetbîqkirina wê nîne tête redkirin. Sala 1929ê, parlamenterên kurd vê carê ji bo herêma Kurdistanê daxwaza otonomîyê pêşkêşê Parlamentoyê dikin, ev car jî daxwaza wan ji aliyê Fransizan ve bi egera ku “kurd wekî Elewî û Dûrzîya ne eqliyat in û di herêmeke dîyarkirî de piraniya nifûsê pêk nayînin”[10] tête redkirin. Lêbelê astengên girîng jî nederxistin pêşiya faaliyetên kulturî yên kurdan. Ekola Hewarê jî, ya ku Celadet Bedir-Xan bûye pêşeng û remzê wê, sala 1932yê derket holê.

Heta sala 1936ê jî, tevgera kurdên Suryê digel Xiristiyanan û grubên etnîkî û dînî yên din di nav tîfaqê de bûn û otonomîyê dixwestin. Di navbeyan salên 1936-39an de miletparêziya ereban gelek geş dibe û ev jî qerekterê erebî yê dewleta Suryeyê bihêztir dike. Di encama vê pêvajoyê de, ji aliyê Mîşel Eflak ê Xirîstiyanê Ortodoks ve, di xeteka sîyasî ya Pan-Erebîst de Partiya Beasê tête damezrandin.

Yekemîn kongreya Partiya Beasê sala 1947ê tête girêdan. Partiya Beasê, ji aliyê îdeolojîk ve, xwe wek çepgirek Sovyetîk dida nasandin. Armanca wê ya sîyasî, di çarçova fikrekî Pan-Erebîst de, di Rojhelatanavîn de damezrandina dewleteke yekgirtî ya ereban bû. Slogana wê jî “yekîtî, azadî û sosyalîzm” bû. Li gor bernameya Partiya Beasê, “her kesê li Suryê dijî ereb e û zimanê wan jî erebî ye.” Di çarçova ev armanca sîyasî de, sala 1958ê di navbera Misir, Surye û Yemenê de peymanek ji bo damezrandina Komara Erebî ya Yekgirtî hate îmzekirin. Lêbelê sala 1961ê piştî ku li Suryê darbeya leşkerî çêbû, pêşiyê Surye û di Kanûna 1961ê de jî Yemen ji vê yekîtiyê hilkişyan. Bi tevî ku Surye û Yemen ji vê projeyê hilkişyan jî, navê Komara Erebî ya Yekgirtî, demekî din jî ji aliyê Misrê ve heta bikaranîn.

Ji sala 1949ê şûnde di Suryê de li pey hev darbeyên leşkerî çêbûn, di encam van darbeyên leşkerî de hemû mafê kurdan ji dest wan hatin girtin. Sala 1957ê şûnde tekoşîna sîyasî ya kurdan digîje qonaxeke nû û bi serokatîya Nûreddîn ZAZA Partiya Demokrat a Kurd Li Suryê tête dameziran- din. Bi tevî hemû zordestî û girtina kadroyên wê, Partî hetanî Tebaxa sala 1960î bi awakî aktîfî xebata xwe berdewam dike. Divê em bînin bîra we jî, Partiya Demokrata Kurd li Suryê, ji bo damezirandin û birêxistinbûna Partiya Demokrat a Kurdistana Turkiyê jî gelek alîkarî kirîye.

Sala 1963ê Partiya Beas bi darbeyeke leşkerî desthilatdarî bidest xist. Piştî ku desthilatdarî kete destê Beasîyan, rejîmeke otorîter û faşîzan hate damezirandin. Dewleta Suryê bi temamî bû dewleta leşker, polîs, îstixbarat û birokrasiya leşker-sivîl. Piştî vê pêvajoyê şovenîzma erebî û nijadperestiya Beasiyan bêtir bû. Û li hemberê kurdên Suryê sîyaseteke tûndrew a erebkirinê dest pê kir. Îro nifûsa kurdên Suryê ji nifûsa gelek îmaretê erebî û erebên filîstinî yên ku di rojeva dunyê de ne, zêdetire û kêmtir nîne. Di herêma Cezîre ya Suryê de xaka kurdan ji destê wan hate girtin, li seranserê sînora Turkiyê “Kemera Erebî” hate çêkirin û eşîrên erebî yên ku ji aliyê dewletê ve hatibûn çekdarkirin di vê herêmê de hatin bicîkirin. Bi vê awyê, hemû mafên sîyasî û kulturî yên kurdan ji dest wan hatin girtin û ji bo 15% yê nifusa kurdên Suryê jî mafê hemwelatîyî rewa nehatiye dîtin. Rejîma Beasê bi vê awayê sîyaseta erebkirinê heta îro domandîye.

“Rejîma totalîter a Beasî ji sala 1963ê vir de, wekî ya îro bi serhildaneke gel re rûbirû nebûye. Dema ku em pratîka Beasî ya heta îro bînin ber çavê xwe, ji bo pêşîlêgirtina protestoyên gelêrî, stratejî û rêbazên (teqtîkên) ku hatine tetbîqkirin ev in: Stratejî, bi awayekî dijwar êrîş kirina li ser xwepêş- ander û muhalefetê ye; rêbaz(teqtîk) jî ev e, ji bo ku wext qezenc bike, reformên derewîn wead dike da ku karibe hêzên muhalîf manîpûle bike.”[11]

Îro qonaxa ku bûyerên li Suryê gehiştîye, “êdî nemimkune ku rejîma Beşar Esad berdewam bike. Lewra ne Rojhelatanavîn wekî Rojhelatanavîn a berê ye û ne jî dinya wekî dinya ya berê Şerê Sar e. Pêvajoya ku em ketine navê, ontolojîya Dinya û Rojhelatanavîn diguhere, ji ber vê berde- wamkirina rejîma Suryê dibe bêîmkan.”[12] Ji ber vê yekê, ew tiştê Turkiyê heta nûha bi navê sîyaseta “bê-pirsgirêk” dianî ziman, divê bi kêmanî ji bo Surye û Îranê ji nû ve bête îzahkirin.

Di pêvajoya em tê de, li dijî rejîma Beas, ew hêzên herêmî yên ku digel DYAyê piştgirî didin muhalefetê ev in: Turkiye, Erebîstana Suudî, Îsraîl, Îmaretên Erebî û Qetar e. Di meseleya mudaxelekirina Suryê de Fransa, Brîtanya û Almanya jî helwesta xwe aşkera kirin, ji bo ku Beşar Esad “îstifa bike”, bi hev re bangekî hevpar belav kirin. Ew hêzên herêmî yên ku digel xeta Rusya-Çînê piştgirî didin rejîma Beasê jî; Îran, Hîzbullah, Hemas û wd. ne.

Turkiye dizane ku Rojhilatanavîn ji aliyê stratejîk ve ji bo DYA çiqas girîng e. Û dizane ev pêvajoya li Suryê û Rojhelatanavîn dest pêkirî dê neraweste û dawîyê jî mudaxeleyeke bi serkêşîya Rojava mîsoger e. Di vê mijarê de, bi şertê ku di herêmê de rol û giraniya Turkiyê bêtir bibe, wê helwesteke berovajî mudaxeleya Lîbya û 2003 ya Iraqê nîşan bide. Turkiye êdî dizane bûhayê bêteraf mayin û redkirina mudaxe- leya Rojava çiye. Dizane ku di rewşekî wisa de, wê ji gelek destkevtiyên stratejîk bêpar bimîne.  Ji ber vê, ji nûha de amedekariya xwe dike, da ku wek hêzeke pêşeng di pêvajoya mudaxeleya rojava de ciyê xwe bigre. Ew li nik xwe wisa hesab dike ku bi erêkirina Amerîkayê jî, dê karibe di herêmê de pêşî li damezrandina Kurdistaneke otonom yan jî Federal bigre. Rejîma Esad jî, ji nûha de gefan li Turkiyê dixwe û dibêje, eger ku “Turkiye tevlî Rojavayê êrîş me bike, wê bedelekî gelek giran bide”. Ew Turkiye û Surye ya ku hatanî demeke nêzîk bi hev re komcivîna wezîran dikirin û bang dikir ku di herêmê de “Koma Milletên Osmanî” çêbe, lê îro herdu aliyan jî rahiştine şûr û mertalê xwe. Belkî jî wekî mesela kurd, meseleyeke hevpar a herdu alîya jî tune bûya, dê têkiliyên wan cûdatir bûna.

Meseleya netewî ya kurd her çiqas di dereca yekemîn de Turkiye, Îran, Irak û Suryê eleqeder bike jî, heman demî meseleyeke herêmî û navnetewî ye jî û dînamîkek pir girîng di nav xwe de dipê. Îro di qada herêmî û navnetewî de, temsîla herî girîng a îradeya milletê kurd, li ser şanê(milê) Hikumeta Federal a Herêma Kurdistanê ye. Di vî çarçovê de û ji ber mesuliyetîya netewî û dîrokî, divê serkirdayetiya Kurdistan Başûr pêvajoya em têde rast bixwîne û refleksên pêdivî nîşan bide. Her wekî min li jorê got, meseleya netewî ya kurd qasî ku herêmî ye, heman demî meseleyek navxweyî ya her yek dewletek herêmî ye jî. Ji bo vê yekê, Turkiye çareserîyeke maqûl ji bo mesela kurdên navxwe nebîne û wan razî neke, tevgera wê ya di herêmê de, bicîanîna mîsyon û aktorîya ku girtiye ser xwe, dê gelek zahmet be.

Serokwezîr Erdoganî di Misir û Lîga Ereb de axaftinek kir û got: “Werin em di demeke herî kin de ew ala Filîstinî ya ku bêrîya wê tête kirin, bi hev re hilkişin asîmanan”. Ev gotineke gelek rast û xweş e, lêbelê divê Erdogan jibîr neke ku qasê filîstinîyan kurd li Suryê hene û bi kêmanî qasê filîstiniyan mafê wan jî heye. Ji ber vê, divê “bihara erebî”, tenê bi têkçûna rejîmên dîktator ên erban neye sînorkirin. Meseleyên netewî û etnîkî yên çaresernebûyî jî, mijara herî girîng ê rojeva vê cografyayê ne. Yek ji taybetîya herî girîng a sedeya(sedsala) 21mîn jî ev e: meseleyên netewî, etnîkî û dînî(mezhebî) yên çaresernebûyî, dê ji nû ve bibin benda serekî ya rojevê. Dema behsa vê babetê bête kirin, divê em bizanin ku xwestinên netewî yên kurdên Turkiyê, Îran û Suryê jî bi kêmtirîn qasê yê gelê Filîstinê, Sûdana Başûr û Kosowayê rewa ne.

Pirsek herî girîng a derbarê mudaxeleya Suryê jî ev e: Piştî têkçûna rejîma Beas a Beşar Esad, dê li Suryê mêzîn(dengeyek) û rêvebirîyeke çawa bête avakirin. Bêguman Surye di mêzîna herêmê de heleqeyeke pir girîng e. Qetandina vê heleqeyê, dê gelek guhartinên nû peyda bike. Ji vana, unsûrên herî girîng ên ku mêzîn û rotaya Suryeya nû dîyar bikin ev in; şiklê çareserîya mesela miletê kurd û çawaniya pêkhatina mêzîna Sûnne-Şiîyan e.

Wek encam, ji aliyê rejîma Beas yan jî dûvikên wê ve, bi suîkastekî bêbext kûştina serokekî bijare yê Kurdistan Suryê Meşal Temo, şermezar û rûreş dikim. Rejîma Beas, ji aliyê hiquqî û sîyasî ve mesulê vê kûştinê ye. Lewra rejîma Beasê nêzîkê pêncî(50) sal e, di nav gelê ereb û Kurdistan Suryê de kuştinên wisa pêk tîne. Herwekî kûştina Herîrî, divê ji bo berdestkirina kûjerên vê bûyerê jî di serî de Neteweyên Yekgirtî, Dadgeha Cezaya Navnetewî û rêxistinên navnetewî yên din dest bi lêkolîn û lêpirsînê bikin.

Îro di serî de DYA, welatên YA(Yekîtiya Awrupayê), Neteweyên Yekgirtî, Yekîtîya Ereban, Konferansa Îsalamî û yên ku dixwazin di herêmê de guhartin çêbin û demokrasî bicî be, divê gavek zûtir zixtên xwe yên li ser rejîmê girantir bikin û hewl bidin ji bo rûxandina rejîma Beas a Beşar Esad, ku hîn zêdetir xwîna gelê ereb û kurdên Suryê neyê rijandin. Divê dahatûya (paşeroja) Suryê, di şertên azad û demokratîk de, li ser bingeha temsîla wekhev û rizamendîya terafan(aliyan), bi îradeya gelên

Suryê bête dîyarkirin.

15/10/2011

Amed

 

[1] Aluf Benn, Dikkat: Ortadoğu yeniden yapılandırılıyor, Kaynak:http://www.haaretz.com/weekend/week-s-end/caution-middle-east-under-construction-1.351743#article_comments

[2] Ünal GÜNDOĞAN, İran ve Ortadoğu(Îran û Rojhelatanavîn), s. 214

[3] Dr. Bayram SİNKAYA, İran-Suriye İlişkileri ve Suriye’de Halk İsyanı(Têkilîyên Îran-Suryê û, Serhildana Gel li Suryê), Ortadoğu Analiz, Cilt: 3, say: 33

[4] Sercan Doğan, İran’ın Suriye’deki Gelişmelere Yaklaşımı (Lênêrîna Îranê li ser Rûdanên Suryê), ORSAM Ortadoğu Uzman Yardımcısı

[5] Cengiz Çandar, rojnameya Radikal

[6] Yusuf Ziyad, Kürt-Şii ittifakı olur mu?(Gelo Tîfaka Kurd-Şiîyan dibe?),  http://guncelyorum-canadil.blogspot.com/2011/09/iran-devletinin-tek-cks-yolu-kurt-sii.html,  http://yenisosyalizm.blogspot.com/2011/09/iran-devletinin-tek-cks-yolu-kurt-sii.html

[7] M. Emin ASLAN, Suriye ve Kürdistan’ın Güneybatı Bölgesindeki Gelişmeler(Rûdanên li Başûrêrojavayê Kurdistanê û Surye) http://www.kovarabir.com

[8] Semih İdiz, Füze kalkanı kandırmaları, Milliyet Gazetesi

[9] Doç. Dr. Veysel AYHAN, “Sıfır Sorun” Siyaseti: Dış ve İç Politikaya Yansıması, ORSAM Ortadoğu Danışmanı

[10] Nelida FUCCARO, “Sömürge Yönetimi Altındaki Suriye’de Kürtler ve Kürt Milliyetçiliği: Siyaset, Kültür, Kimlik”, BÎR dergisi sayı:1

[11] M. Emin ASLAN, Suriye ve Kürdistan’ın Güneybatı Bölgesindeki Gelişmeler, http://www.kovarabir.com

[12] Doç. Dr. Mehmet ŞAHİN, Suriye Olayları ve Türkiye, ORSAM Ortadoğu Danışmanı

Seîd VEROJ