Kurtebîrxistinek li ser Rojhelata Navîn:

Bi giştî ji bo têgihîştina rewşa îro ya Rojhelata Navîn û bi taybetî jî ji bo têgihîştina rewşa îro ya Sûriyê û dahatûya başûrê rojavayê Kurdistanê, divê pêşîyê bi kurtebirî behsa girîngî û dîroka herêmê bête kirin. Ji berê de heta îro, Rojhelata Navîn ji alîyê jeopolîtik û jeostratejîk ve bûye navendek balkêş. Îro di têkilîyên navdewletî de balkêşî û girîngiya Rojhelata Navîn tenê ji ber hebûna petrol û gaza wê nîne. Ji destpêka dîrokê vir de rewşa wê ya cografîk a ku sê qiteyan digehîne hev, bûye guzergaha rêya reşayî, avî û hewayî. Digel vê, ciyê derketina sê dînên mezin û kitêbên heq jî ev der e. Îro dema ku em meseleyek pir girîng a wekî rezervên petrol û gazê, parvekirina rezervên avê jî li ser wan de zêde bikin, wê gavê pirralîbûna hesab û pîlanên li ser vê herêmê bi asanî têne têgihîştin. Ji ber vê yekê, ji bo sîyaseta navdewletî girîngîya herêmê berdewam dike û dê problemên Rojhelata Navîn jî berdewamî hebin.

Du sebebên bingehîn ên meseleyên Rojhelata Navîn hene: Yekemîn, meseleya parvekirina çavkanîyên hidrokarbon û nifûsa sîyasî ya li ser herêmê ye; duyemîn jî, meseleyên neteweyî, dînî û mezhebî ne. Hêzên navdewletî û herêmî, ji berê ve li ser vê bingehê bi hev re di nav reqebeteke dijwar de ne. Di vê çarçoveyê de, di dem û dewreyên ciyawaz de li ser herêmê peymanên aşkere û veşartî yên navdewletî çêbûne. Ji van peymanan a herî girîng Peymana Sykes-Pîcotê ye, ku di 16yê Gulana 1916 de hatiye îmzekirin ji bo parvekirina cografya Rojhelata Navîn. Di çarçoveya vê peymanê de, di navbera hikumetên herêmî û hêzên emperyal ên serdest de yanî di navbera Brîtanya-Fransa û unsurên herêmî de, peymanên aşkere û veşartî yên nû çêbûn ji bo bidestxistina dewlemendî û dîyarkirina sînorên sîyasî yên herêmê.

Peymanên navneteweyî yên ku behsa Kurdistanê kirine, tesîr û encamên girîng li ser qedera Kurdistanê kirine, yek ji wan peymana pêknehatî ya Sevrê (10ê Tebaxa 1920) ye û ya din jî Peymana Lozanê (24ê Temûza 1923) ye. Bi tevî îmzekirina Peymana Lozanê, di navbera dewletên Hevpeyman û hikumeta nû ya Anqerê de, civak û cografya Kurdistanê li ser çar alîyan ve hatîye parvekirin. Di encama vî de, armanca bidestxistina petrol û desthilatdarîya li ser nifûsa Rojhelata Navîn biserket. Di dawiya vê peymanê de, li nik Rojavayîyan, mêzîna petrolê ji distûra mafê xwe birêvebirina milleta kurd girantir hatîye. Digel ku kurd milleteke qedîm ê vê herêmê ye, qasê ereban û milletên din nebûye xwedî maf. Ji ber vê yekê kurd, nêzîkê sed sal e ku di vê herêmê de wekî milletek xwedî nifûsa herî zêde ya bêdewlet, têkoşîna hebûn û dewletbûna xwe didomîne.

Îro ev pevçûn û mûdaxeleya navdewletî ya ku li Rojhelata Navîn tête kirin, ji alîyek ve encam û dewama têkoşîna parvekirin û nakokîyên berê ye, ev rewşa nû, wek “Şerê Parvekirin ê Sêyemîn (3.)” bête binavkirin rasttir dibe. Di encama vê pevçûna dijwar de ew statuquya ku bi Peymana Sykes-Picotê pêk hatibû, ber bi têkçûnê ve diçe. Lewra dewleta Sûriyê, di Rojhelata Navîn de helqeya herî girîng a statukoyê ye. Ev rewşa hanê, îro rêya dewletbûna kurdan jî vekirîye, ku di sedsala 20an de Kurd di vê rê de bi ser neketibûn.

Piştî Şerê Dinya yê Yekemîn, bi tevî têkçûna Împeratorîya Osmanî, ji alîyê hêzên Dewletên Hevpeyman ve (Îngiliz û Fransiz) di Rojhelata Navîn de li ser bingeha modêla netewe-dewletan sînorên sîyasî yên nû hatin destnîşankirin. Di sala 1923ê de digel qebûlkirina Peymana Lozanê, xaka Kurdistanê ya di nav sînorên Împeratorîya Osmanî de, li ser sê (3) paran ve hate parvekirin; parekî di nav sînorên Turkiyê de, parekî di nav sînorên Iraqê de û pareka dî jî di nav sînorên Sûriyê de ma. Heta wê hingê di lîteratora sîyasî ya dinyê de dewletek bi navê Turkiye, Irak û Sûriyê tune bûn. Turkiyeya nûh li ser bermayê Dewleta Osmanî hate damezirandin, Iraq û Sûriye jî wek du dewletên di bin mandeterîya îngiliz û fransizan de hatin damezirandin. Wek unîteyeka sîyasî tarîxa van dewletan nîne. Ji ber ku ev nivîs li ser Sûriye û rojavayê Kurdistanê ye, bi giranî dê behsa pêşkevtina tevgera neteweyîya kurd li rojavayê Kurdistanê bête kirin.

Tevgera neteweyî ya kurd li başûrê rojavayê Kurdistanê

Sûriye ji destpêka sala 1920an bigre hetanî sala 1946ê di bin mandeterîya Fransayê de ma. Di dema dewleta mandater a Fransayê de jî, kurdan dest ji têkoşîna xwe ya neteweyî bernedaye. Di nav sînorên sîyasî yên Sûriyeya îroyîn de, tarîxa destpêka tevgera neteweyî ya kurd, digihîje dewreya duyemîn a salên 1920an û bi dînamîkên xwe yên navxweyî, hevkariya rêxistinên parçeyên din ên Kurdistanê û di bin tesîra bûyerên herêmî de heta îro berdewam kirîye.

Li bakurê Kurdistanê piştê têkçûna tevgera neteweyî ya salên 1925, 1930 û 1938an piraniya kadroyên sîyasî, rewşenbîr û serokeşîrên kurd mecbûr bûn ku derbasê Binxetê, yanî rojavayê Kurdistanê bibin. Bi tevî hemû astengî û tengasîyan, xebata sîyasî-neteweyî ya van qedroyan li wê derê jî dewam kirîye. Van kadroyan, di demeke kurt de dest bi rêxistinkirina kurdên wê derê kirin, ku wê demê Sûriye di bin mandaya (sîbera) Fransayê de bû. Di encama ev xebat û hewldanan de, sala 1927ê bi beşdarbûna gelek aliyên sîyasî yên cîyawaz partiya Xoybûnê hate damezirandin. Di bernameya Xoybûnê de hatîye nivîsandin ku “Xoybûn ji bo serxwebûna Kurdistanê dê kar bike.”[1] Navenda Xoybûnê li rojavayê Kurdistanê bû, lêbelê li Başûr, Bakûr, Beyrûd û hinek welatên Awrupayî jî nûnertiyên wê hebûn.

Bêguman di nav sînorên desthilatdarîya dewleta mandater a Fransayê de rêxistinbûna Xoybûnê, bivê nevê têkilîya di navbera Xoybûn û desthilatdarîya Fransayê jî tîne rojevê. Di bernameya Xoybûnê de “serxwebûna Kurdistanê” wek hedefa bingehîn bête dîyarkirin jî, li gor dîtina Harriet Montgomery, “Qewlê Xoybûn û Fransayê ew bû, ku rêxistina Xoybûnê kurdên li Sûriyê teşwîqê cûdaxwaziya etnîkî û neteweyî neke.”[2] Di vê çarçoveyê de, hema salek ji damezrandinê şûn ve zixt û opreasyonên hevbeş ên fransiz û îngilizan li ser Xoybûnê zêdetir dibin. Ev jî xebata sîyasî û rêxistinî ya Xoybûnê lawaz û berteng dike.

Herçiqas Xoybûn di armanc û doza xwe ya sîyasî de serkevtî nebe jî, xebata wê ya sîyasî û kulturî, tesîreke gelek zêde li ser civaka kurdên li Sûriyê kir û di nav wan de hişyarî û fikra neteweyî bêtir pêş xist. Di bin bandora faaliyetên Xoybûnê de “Sala 1929ê pênc parlementerên kurdên di parlementoya Sûriyê de ji bo herêma kurdan otonomîyê dixwazin.”[3] Herweha “Sala 1932yê jî, ji bo ku otonomîya îdarî li Herêma Cizîrê bête damezirandin, serokên kurd û Xrîstiyanan bi hev re serdana rêvebirîya Fransayê dikin.”[4]

Divê em vê yekê jî dîyar bikin ku piştî damezirandina Xoybûnê, hinek komelên kulturî û sivîl jî hatin damezrandin, wekî; Komela Alîkariya Belengazên Kurd/Komela Comerdîyê (1930), Komela Hêvî (1937), Komela Yekîtîya Ciwanên Demokratên Kurd(1953), Komela Zindîkirina Kultûra Kurdî (1955)[5].

Piştî çêbûna peymana navbera Fransa-Sûriyê di sala 1936an de, di nav dewleta Sûriyê de rêya bihêzbûn û serdestbûna xeta pan-erebîst xurttir û firehtir bû. Ji wê wextê bigre hetanî piştê Şerê Dinya yê Duyemîn û dema ragehandina serxwebûna Sûriyê, xebata Xoybûnê gelek lawaz dibe. Bêguman yek ji sedemên herî girîng ê lawazbûna Xoybûn û daxwaza otonomîya Herêma Cizîrê, îtirazên dewleta Tirkiyê bû ku hevkarîya Hêzên Hevpeyman dikir. Ji ber vê yekê, em dikarin bêjin ku ji wê rojê vir de, hetanî dawîya salên 1950î, çalakiyên sîyasî û kulturî yên di Kurdistana Sûriyê de, bi pêşengî û piştgirîya kadroyên vê rêxistinê hatine rêvebirin.

Di sala 1947an de li ser xeteke çepgir û pan-erebîst, Partiya Baas (Hizb el Ba’s el Arabî el Îştiraq) hate damezrandin. Ji sala 1949ê şûn ve jî li pey hev darbeyên leşkerî li Sûriyê çêbûn û di encama van darbeyên leşkerî de hemû destkevtiyên kurdan ji dest wan hatin girtin. Partîya Baas, ji alîyê îdeolojîk ve, xwe wek çepgirek Sovyetîk dida nasandin. Armanca wê ya sîyasî, di Rojhelata Navîn de damezrandina dewleteke yekgirtî ya ereban bû di çarçoveya fikra pan-erebîst de. Slogana wê jî “yekîtî, azadî û sosyalîzm” bû. Li gor bernameya Partîya Baasê, “her kesê li Sûriyê dijî ereb e û zimanê wan jî erebî ye.” Di çarçoveya vê armanca sîyasî de, sala 1958ê di navbera Misir, Sûriye û Yemenê de peymanek ji bo damezrandina Komara Erebî ya Yekgirtî hate îmzekirin. Di nav heman salê de yanî di 14yê Temmuza 1958ê de, li Irakê jî bi darbeyek leşkerî desthilatdarîya qraliyetê hate rûxandin.

Di sala 1958an de çêbûna Komara Erebî ya Yekgirtî û vegera Barzanî ji Yekîtiya Sovyetê, di Îlona sala 1961ê de çêbûna darbeyek leşkerî ya nûh, betalbûna Komara Erebî ya Yekgirtî û bûyerên din ên wê pêvajoyê, neteweperestîya erebî li Sûriyê xurttir kir û herweha ji Partîya Baas re jî rêya desthilatdariyê vekir. Ev bûyer bûn sebebê vê yekê ku di nav kurdan de jî lêgerîna tevgerek sîyasî dest pê bike. Li ser wê pêvajoyê Nûredîn Zaza weha dibêje: “Di salên 1949an de li pey hev darbeyên leşkerî li Sûriyeyê çêbûn, di encam de tenê demokrasî têkneçû, gav bi gav hemû mafên kurdan jî ji destê wan hatin girtin. Ji sala 1955an vir ve jî, herêmên ku di bin bandora şovenîzma Baasîyan de bûn, li wan deran di qehwexane û aşxaneyan de guhdarîkirina mûzîka kurdî, xwendin û belavkirina pirtûkên kurdî hatin qedexekirin. Yekîtîya sîyasî ya Sûriye û Misrê, pêşî li vê qirkirina kulturî negirt, eksê wê sîyasetekî dijwartir, bêtir faşîst û nijadperest hate cîbicîkirin. Memûrên kurd ên di derca bilind de, yên di nav artêş û polîs de, mamosteyên kurd hemû ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Êdî kes newêribû bi zimanê kurdî jî biaxivin. Dahatûya me tarî û nedîyar bû. Vê rewşa hanê me mecbûrê rêxistin û yekgirtinê dikir.”[6]

Di bin tesîra van bûyeran û geşbûna dînamîkên navxweyî de, ji sala 1957ê şûn ve têkoşîna sîyasî ya kurdên li rojavayê Kurdistanê digihîje qonaxeke nû. Di 14yê Hezîrana sala 1957ê de, Partîya Demokrat a Kurdistana li Sûriyê (PDKS) tête damezrandin, ji salek şûn ve jî navê partiyê tête guhartin û bi navê xwe yê nûh dibe Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê. Yekemîn Komîteya Navendî ya partî “ji van 7 kesan pêk dihat: Osman Sebrî, Ebdul Hemîd Derwêş, Hemze Niwêran, Reşîd Hemo, Mihemed Elî Xoce, Şewket Henan û Xelîl Mihemed.” Piştî damezrandina PDKS, di nav demeke kurt de gelek kadroyên kurd ên nav Partîya Kominîst û hinek şexsîyetên serbixwe jî tevlî partiyê bûn. Yek ji wan şexsiyetan jî, Dr. Nûredîn Zaza bû. “Di destpêka sala 1958an de Dr. Nûredîn Zaza biryar da ku tevlî Partîyê bibe û yekser Komîta Navendî biryar sitend ku ew bibe serokê Partîyê.”[7] Zaza, di 38 salîya xwe de wek serokê partî tête hilbijartin û bi tevî hevalên xwe, dest bi xebata sîyasî û rêxistinî dikin.

Nûredîn Zaza, bi binemalî kurdekî ji bakûrê Kurdistana bû û piştî têkçûna tevgera 1925an mecbûr mabû ku bi tevî kekê xwe Dr. Nafîz derbasê Binxetê (rojavayê Kurdistanê)  bibin. Her wekî ku me li jorê anî ziman, piştî damezrandina PDKS, gelek kurd ji nav Partîya Kominîst veqetyan; hinek ji wan tevlî Partiyê bûn û yên mayî jî bi navê “Azadî” partîyek din çêkirin. Cîgerxwîn serkêşîya vê grubê dikir û digel wî jî kesên naskirî yên wekî Zubêr Hesen, Mecîd Haco, Mihemed Fexrî, Osman Osman, Beşîr Mele Sebrî û yên din hebûn.[8]

Piştî damezrandina Partiyê, di dawîya hinek danûstendin û lihevhatinên sîyasî de, gruba “Azadî” û Komela Yekîtiya Xortên Demokratî Kurd (1953) jî tevlî wan dibin û bi awayekî berfireh xebat û çalakiyên wan heta nîvê sala 1960î dewam dikin. Zaza, di bîranînên xwe de derbarê armanc, damezrandin û xebata rêxistinî ya partîyê weha dibêje: “Min wisa tesawir dikir, ku di nav çarçoveya dewleta Sûriyê de, parastina nasnameya neteweyî ya kurd, ji bo rizgarîya neteweyî pirr girîn e. Di vê çarçoveyê de rêxistinbûn ferz e.”[9] Bi vê têgihîştin û armancê “Partî, kurdên welatparêz dicivîne û dixwaze bi hêzên demokrat û pêşverû yên ereb re peywendiyan deyne, bi erebî û kurdî pirtûkan dertîne. Ew li dijî yekîtîya Sûriye û Misrê derdikeve.”[10] Ev çalakîyên wê bala polîsên sîyasî dikşînin û ji ber vê, “di roja 5ê Tebaxa 1960î de, qasî 15 serokên partîyê li Helebê hatin girtin. Di 8ê meha Tebaxê de Nûredîn Zaza jî tête girtin. Di nav çend rojan de nêzîkê 5000 kurd, hin ji wan zarokên 12-15 salî, hatibûn girtin. Piştî çend rojên lêdan û çêkirina fîşên polîsî, piranîya wan hate berdan…”[11] Lêbelê Dr. Nûredîn Zaza û hevalên xwe di hepisxaneya leşkerî ya Mezzeyê de hatin hepiskirin.

Ji vê operasyonê şûn ve di nav partîyê de dubendîyek fikrî jî peyda dibe. Digel vê dubendîyê, bûyerên sîyasî yên wekî belavbûna yekîtiya Sûriye û Misirê, di 11yê îlona 1961ê de bi serokatîya Mistefa Barzanî li başûrê Kurdistanê ji nû ve destpêkirina şoreşê û nekokîyên di navbera serkirdeyîya şoreşê de, tesîr li ser meylên nav PDKSê jî dike. “Sala 1965ê partî li ser navê meyla çepgir (çeprew) û meyla rastgir parçe bû. Serkêşîya meyla çepgir Osman Sebrî û Mele Neyo dikir, serkêşîya meyla rastgir jî Hemîd Derwêş û Reşîd Hemo dikir. Hinek nakokîyên navbera herdû meylan (alîyan) ev bûn: Meyla çepgir, kurdên li Sûriyeyê wek “netewe” qebûl dikir, piştgirîya Şoreşa 11yê îlonê û tevgera Barzanî dikir, dixwest bi Partîya Kominîst a Sûriyê re îttifaq çêbe û li hemberê hikumetê têkoşînek hîn aktîf bête kirin; Meyla rastgir jî, kurdên li Sûriyeyê wek “eqeliyat” qebûl dikir, dixwest bi PDKT û serokê wê Seîd Elçî re têkilîyên xwe xurttir bikin û parastina berjewendîya giştî ya kurdan bikin.”[12]

Tevgera kurd li Sûriyê, bi van nakokî û cûdayîyên xwe heta nîvê salên 1970yî dewam kir. Sala 1975ê têkçûna “xudmuxtarî”ya başûrê Kurdistanê, tesîrek girîng û neyînî li ser hemû tevgera kurd kir û bi taybetî jî li ser tevgera kurdên li Sûriyê kir. “Salên 1975ê êdî di seha sîyasî ya tevgera kurdên li Sûriyê de 3 partî peyda bûbûn: Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El Partî), Partiya Demokrta Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (Hemîd Derwêş), Partiya Demokrata Kurd a Çep li Sûriyê (Osman Sebrî, Selah Bedredîn, Îsmetê Seyda, Yusiv Dîbo). Partiya navborî ya dawîn, di havîna 1975ê de cardin ji hev parçe bû û ji wê du partî peyda bûn: Partîya Hevgirtina Gelê Kurd (1980) ku serokê wê Selah Bedredîn bû û Partiya Çepê Kurd ku serokê wê Îsmetê Seyda bû. Di sala 1977an de, hinek ji kadirên El Partî û hinek jî kadirên Partiya Çep ji rêxistinên xwe veqetyan û bi hev re bi navê Partîya Sosyalîstên Kurd Li Sûriyê, partiyek nûh damezirandin. Di çirîya pêşî ya sala 1981ê de El Partî carek din parçe bû bi serkêşîya Mihemed Şêxmûs (Şêx Allî) Partiya Kar a Demokratî Kurd hate damezirandin û baskê din di bin serokatîya Kemal Ehmed de xebata xwe dewam kir. Sala 1982, di nav Partiya Demokrata Kurd a Çep li Sûriyê de parçebûnek din çêbû û ji wê Partîya Rêncberên Kurd li Sûriyê peyda bû ku Seybextulah Seyda û Ebdul Basit Seyda serkêşiya wê dikir. Bi vê awayê hetanî salên 1982yan, heşt (8) partîyên kurd li Sûriyê çêbûn.” [13]

Di dawîya salên 1970ê û destpêka salên 1980yî de, bi giştî li herêmê û bi taybetî jî li çar alîyên Kurdistanê rûdana hinek bûyerên sîyasî û civakî, tesîrek girîng li ser civaka kurd û rêxistinên wê yên sîyasî kir. Hinek ji bûyerên girîng ên wê pêvajoyê ev bûn: Bi serokatiya Qiyada Miweqet ji nû ve destpêkirina Şoreşa li başûrê Kurdistanê, çêbûna YNK, li Îranê çêbûna Şoreşa Îslamî ya Xumeynî, di 12yê Îlona sala 1980î de li Tirkiyeyê çêbûna darbeya leşkerî ku di encama vê darbeya leşkerî de gelek kadirên rêxistin û partiyên Kurdistana Bakur mecbûr man derbasê Binxetê bin, destpêkirina şerê navbera Irak û rejîma nû ya Îranê, sala 1984an destpêkirina şerê çekdarî yê PKKê ….  Di vê pêvajoyê de rojavayê Kurdistanê bû ciyê hewandina kadirên sîyasî û rêxistinên çar parçeyên Kurdistanê. Van bûyer û têkilîyên nûh, bivê nevê ji gelek alîyan ve tesîr li ser rêxistinên sîyasî yê rojavayê Kurdistanê jî dikir. Sala 1991 serhildana li başûrê Kurdistanê û di sala 1992 de îlankirina Federalîyetê, halan û moralek mezin da tevgera kurd li rojavayê Kurdistanê. Di vê çarçoveyê de, ji salên 1991ê bigre hetanî destpêka salên 2000î, tevgera netewî ya kurdên rojavayê Kurdistanê hem geş bû û hem jî guhartinên navxweyî çêbûn, parçrbûna rêxistinên sîyasî bêtir bû.

Ji xeynî partîyên navborî, îro partî û rêxistin ên ku di nava ENKSê de yan jî bi serê xwe li rojavayê Kurdistanê kar dikin ev in: 1- Partiya Demokrat a Kurdên Li Sûriyê (PDKS); 14yê Hezîrana 1957ê de bi serokîya Dr. Nûredîn Zaza hatîye damezrandin. Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî), îro roj, ji bo Sûriyê û rojavayê Kurdistanê “Federalîzm”ê wek çareserîya pêwîst dibîne. “El-Partî (PDKS), bi tevî Partîya Yekîtî ya Kurd û Partiya Azadîya Kurd li Sûriyê roja 30.11.2012 li bajarê Hewlêrê bi navê “Yekîtiya Siyasî ya Demokratî ya Kurd li Sûriyê” yekîtiyek nûh ragihandin.[14] 2-Partîya Pêşverû ya Demokrat a Kurdên li Sûriyê/Pêşverû; sala 1975ê hatiye damezirandin û serokê partîyê Hemîdê Hecî Derwêş e. 3- Partiya Wekhevî ya Demokrat a Kurdên li Sûriyê/Wekhevî (1992). 4- Partîya Demokrat a Welatparêzên Kurdên li Sûriyê (1998). 5- Partîya Azadî ya Kurdî li Sûriyê/Azadî (Gulana 2005). 6- Partîya Çep a Dîmoqratên Kurd li Sûriyê (2012). 7- Partiya Yekîtîya Demokrat a Kurdî li Sûriyê-Yekîtî (1993). 8- Partîya Çep a Kurdî li Sûriyê(1997). 9- Partîya Yekîtîya Kurdî li Sûriyê/PYKS (2000). 10- Partîya Demokrat a Kurdî li Suriyê/El Partî- Nesreddîn Îbrahîm (2000). 11- Partîya Demokrata Kurdî li Sûriyê/El Partî-Abdurahman Alûcî (2004). 12- Şepola Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê; sala 2005 bi serokatîya Meşal Temo hatiye damezrandin. 13- Rêkeftina Demokrat a Kurd ya Surî (Rêkeftin); di Gulana 2004an de hatîye damezirandin. 14- Bizotneweya Çaksazî/Hereka Îslah (2008).

Di sala 2003yan de ji alîyê Amerîka û hevalbendên wê ve dagirtina Iraqê û hilweşandina rejîma Baas a Iraqê, ji bo tevgera kurd li rojavayê Kurdistanê, bûye sebebê halandan û herikbariya dînamîzma navxweyî ya civakî û tevgera sîyasî ya kurd. Bi vê halan û dînamîzmê serhildana Qamîşlo ya sala 2004ê çêbûye û tevgera sîyasî ya kurd xistîye pêvajoyek nûh. Herçiqas armanca serhildana 2004an, têkbirin û rûxandina rejîmê nebe jî, reformekirina rejîmê û xwestina mafên kulturî yên kurdan, daxwazên esasî yên tevgera kurd bûn. Di vê çarçoveyê de em dikarin bêjin tevgera “Bihara Kurdî”, berîya tevgera “Bihara Erebî” destpêkirîye.

Partiya Yekîtîya Demokratîk (PYD) jî di 20ê Îlona sala 2003yan de bi PKKê ve girêdayî hatiye damezirandin. Di dawîya sala 2011yan de, di navbera rejîma Baas û PKKê de peymanek çêbû ji bo kontrolkirina tevgera kurd li rojavayê Kurdistanê ku belgeyên vê peymanê ji alîyê TV El Cezîreyê ve hatin belavkirin. Piştî vî peyman hêzên çekdar ên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hatin sazkirin. Ne tenê PYD/YPG, ji xeynî wan, rêxistin û sazîyên sivîl ên bi PKKê ve girêdayî jî hatin damezirandin. Hemû sazîyên bi PKKê ve girêdayî di bin navê TEV-DEMê de berhev bûne. Salih Muslîm Mihemed, di kongreya çaremîn de wek serokê PYDê û di kongreya pêncemîn de jî wek hevserokê PYDê hatîye hilbijartin û îro jî wê wezîfeyê berdemaw dike.

PYD, bi tevî hinek rêxistinên sîyasî-sivîl ên nêzîkê PKKê û hinek grubên piçûk ên din, di nav Encûmena Gelê Rojavayê Kurdistanê cî digre. Herweha PYD di nav Komîteya Kordînasyonê de jî cî digre, ku ev rêxistin pêk hatîye ji grubên muhalefeta (opozîsyona) fermî ya nava rejîmê. YPG jî di seha leşkerî ya rojavayê Kurdistanê de, di rewşa hêzeke sereke ya çekdar de ye û digel hinek grubên erebî yên nêzîkê rejîmê, sûryanî û milîsên eşîrên ereban bi navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) cepheyek leşkerî pêkanîne. HSD bi piştgirîya rejîma Sûriyê, Îran, hêzên taybet ên Amerîka û Rusyayê li hemberê DAIŞê û hinek grubên tûndrew ên îslamî şer dikin.

Di rewşa îroyîn a Sûriyê û bi taybetî jî li rojavayê Kurdistanê PKK/YPG/PYD wek rêxistinek çekdar di sehayê de xwedî rolekî girîng in. Lêbelê sîyaseta ku ji alîyê PYDê ve tête meşandin, sîyaseteke statuquparêz û monopolîst e. PYD, bê ku rejîma Baas biguhere, pêkhatina “kantonan” û “xweserîya demokratîk”, ji bo mesela kurd wek çareserîyek esasî dibîne. Peyva federalî ya di vê demên dawî de tête bilêvkirin jî, nîşan bi cografiyaya başûrê rojavayê Kurdistanê nake, wek “federalîya bakurê Sûriyê” tête binavkirin. Di feraseta sîyasetek wisa de peyv û armanca destnîşankirina cografya Kurdistanê nîne, li pey seha desthilatdarîya rêxistinî digere. Ji ber vê yekê, îro sîyaseta ku dimeşîne, nikare ji perîferîya dewletên dagirker derkeve. Sîyaseta wê; tatuquya heyî diparêze, bi aşkerayî parastina “tîfaqa Şiî-Kurd” dike û xwe ji rejîma Beşar Esad, Îran û Malikî dûr naxe. Meseleya îtifaqa Îran-Sûrye û PKK/PYDê tiştekî veşartî nîne, ev, di weşanên PKKê de wek firsetekî zêrîn tête nirixandin. Herweha pêdivîya vê îtifaqê jî wisa tête teorîzekirin: “Îran, di herêmê de tenê dikare pişta xwe bi “Îtifaqa Kurd-Şiîyan” ve girêbide. Hêza vê îtifaqê, dikare pîlanên navnetewî yên li ser vê herêmê pûç bike. Ew hêza ku li dijî vî îtifaqa Şiî-Kurdan li ber xwe bide, tenê PDK ye. Ji ber têkilîyên di navbera wê û DYA û Îsraîlê de, PDK, dê xwe dûrê vê îtifaqê bike. Feqet hêza esasî ya vê tîfaqê dê Îran û PKK bin.”[15]

PYD, li rojavayê Kurdistanê wekî sîya dewletên serdest, xwe wekî hêza yekane ya desthelatdar dibîne, rêxistinên din yên dervayê kontrola xwe û bi taybetî jî Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS), wek pêçîya derva û hêzên provaktîf dibîne. PKK/PYDê vê sîyasetê ne tenê li rojavayê Kurdistanê, di çar parçeyên Kurdistanê de tetbîq kirîye û xwestiye bi vê awayê rêxistinên dervayê xwe bêîtibar û pûç bike. Ji ber vê yekê di weşanên xwe de li ser wan gruban nûçe û şiroveyên manîpûlatîf belav dike û dixwaze van girûban di nav gel de bêrûmet û bêîtibar bike. Gelek caran ji ber sedemên cihê cihê gefan li yên dervayê xwe dixwe û dema ku pêwîst bibîne bi awayekî bêperwa rasterast êrîşê dibe ser wan, wekî bûyera Amûdê, gelê sivîl gulebaran dike, dikuje, zarokên 13-14 salî jî di nav de bi zorê ji xwe re dike leşker, diqewirîne û dixe zîndanan. Ji ber vê yekê, ji destpêka Şoreşa Sûriyê û vir ve wek kiryar û gumanbarê gelek bûyerên revandin, girtin û kûştina kadirên sîyasî yên kurdên li rojavayê Kurdistanê tête dîtin.

Di Adara 2011yan de dema ku tevgera “Bihara Erebî” gihişte Sûriyê, tevgera kurdên rojavayê Kurdistanê jî ketiye pêvajoyeke nûh. Di vê dema nûh de, di nav rêxistinên sîyasî yên kurd de fikr û ramana pêdivîya yekîtiya sîyasî, xwe bêtir ferz kirîye û ji bona vê yekê hewldan û xebata hevgirtina rêxistinên sîyasî yên kurd destpêkirîye. Di encama ev xebat û hewldanan de roja 26/10/2011 li bajarê Qamîşlo bi beşdarbûna nûnerên 10 partîyan û kesayetîyên serbixwe û hin hevkariyên ciwanan “Kongreya Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS)” hate girêdan. Di Kongirê de mijarên ku li ser gotûbêj hate kirin û biryar hate girtin, di roja 27/10/2011ê de hatin ragihandin. ENKSê, daxwaza “mafê çarenûsî ji bo milletê kurd li Sûriyê”, wek bingehê sîyaseta xwe dîyarkirin.

Piştî damezirandina Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), ji bo berfirehkirin û beşdariya rêxistinên mayî û şexsiyetên kurdên dîasporayê, civîna duyemîn a Encûmena Niştimanî, di bin çavdêrîya serokê Hikumeta Federal a Kurdistanê Mesud Barzanî de roja 28-29ê qanaûna 2011 li Hewlêrê hate girêdan. Di civîna Hewlêrê de, derbarê armanca sîyasî ya ENKSê de guhartinek jî hate kirin: Di civîna yekemîna a Qamîşloyê de ji bo çareserîya mesela kurd li Sûriyê “mafê çarenûsî” hatibû pejirandin; lêbelê di civîna Hewlêrê de, li şûna “mafê çarenûsî”, gotina “mafê di çarçoveya peymanên navneteweyî de” hatîye pejirandin. Lê em dikarin bêjin êdî piranîya rêxistinên nav ENKSê “federalî”, wek çareserîya herî durist û munasib dibînin.

Di nav koma kurdên li Sûriyê de ji xeynê ENKSê, gelek grubên cûda yên hevrêzîyên ciwanên kurd hene. Grubên di bin sîwana Tev-Demê de, ji rêxistinên nêzîkê PKK/PYD pêk hatine. Yekîtiya Hêzên Demokrat jî, ji pênc grubên cûda pêkhatiye. Ji bo yekrêzî û yek helwestîya piranîya van rêxistinan bi zixt û teşwîqa serok Barzanî, bi taybetî jî di navbera ENKS û Encûmena Gel de, çendek hevdîtin çêbûn û di dawîya van hevdîtinan de, di navbera herdu aliyan de 14yê Hezîrana 2012 de li Hewlêrê protokolek hevkarîyê hatîye îmzakirin.

Piştî îmzakirina vî protokolê, tiştê cîbicîkirî û gava pratîk a herî berbiçav damezirandin “Desteya Bilind” bû. Endamên desteya bilind 10 kes bûn; 5 ji wan endamên ENKSê û pêncên din jî endamên PYDê bûn. Piştî îmzakirina Peymana Hewlêrê, divîya di navbera du hefteyan de hemû bendên peymanê bihatana tetbîqkirin. Lêbelê ji xeynî damezirandina navê “Desteya Bilind”, bendên din ji aliye PYDê ve nehatin tetbîqkirin. Piştî yekemîn Peymana Hewlêrê, duyemîn Peymana Hewlêrê jî çêbû û ya paşîyê jî Peymana Dihokê çêbû. Hezar mixabin pêdivîya yek peymanê jî nehate bicîanîn. Wekî her caran PYD, li ser maseyê dibêje belê û paşê pêdivîya belê nayîne cî. Bêguman di vê pêvajoyê de hinek kêmasî û lawazîyên nava ENKSê jî hebûn. Dawîyê divê em vê xeternakîyê bibînin; rewş û bûyerên wisa didin xuyakirin ku li rojavayê Kurdistanê, di navbera hêzên sîyasî yên kurd de lihevhatin û hevrêzîyek sîyasî çênebe, dawîyê îhtimala şerekî navxweyî yê di navbera PYD û rêxistinên di nav ENKSê de li ber derî ye.

Wekî li jorê jî hate dîyarkirin, sebeb û cûdayî çi dibin bila bibe, milleta kurd li rojavayê Kurdistan ji pêvajoyek dîrokî derbas dibe. Divê hemû alîyên sîyasî yên kurd, di warê sîyasî de helwest û daxwazên xwe zelaltir bikin û di warê leşkerî de jî di bin serokatîya sîyasî ya Desteya Bilind de hêz û rêza xwe bikin yek. Ji bo serkevtin û bidestxistina mafê neteweyî yên milleta kurd, yekhelwest û yekrêzîya hêz û partiyên kurdan, mesuliyetîyek netewî û dîrokî ye.

Ger em vegerin li ser rewşa îro ya rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, bi taybetî jî rewşa piştî destpêkirina  operasyona xeta Azez-Cerablûsê, dubarebûna polîtîkayek kevnare derdikeve pêşiya me. Di sala 1963ê de piştî ku Baasîyan desthilatdarî bi dest xistin, li ser bingeha şovenîzm û nijadperesiya erebî li hemberê kurdên li Sûriyeyê polîtîkayeke dijwar a erebkirinê cîbicî kirin. Xaka kurdan bi zorê ji wan hate girtin, eşîrên çekdar ên ereb li vê derê hatin bicîkirin û xwestin li seranserê sînorê Tirkiyê “Kemera Erebî” çêbikin. Rejîma Baasê, ji wê rojê ve hetanî îro polîtîkayên xwe yên erebkirinê domandine. Dema ku Rejîma Baas politikaya pêkanîna “kemera erebî” cîbicî dikir, rêvebirên dewleta Tirkiyê tu reaksîyonek nîşan nedidan. Îro têkçûna polîtîkaya Besaê û îhtimala hevgihandine cografya rojavayê Kurdistanê hatîye rojevê, Turkîye bi munasebeta PYD/YPGê dixwaze pêşî li hevgihandina erdê rojavayê Kurdistanê bigre. Ji bo vê yekê, bi tevî Artêşa Azad a Sûriyê operasyona Mertala Firatê daye destpêkirin.

Operasyona Azez-Cerablûsê, pêşîlêgirtina têkçûna sîyaseta “Kemera Erebî” ye

Sê hefte li ser destpêkirina operasyona Mertala Firatê derbas bû, artêşa Turkiyê di demeke kurt de bi tevî Artêşa Azad a Sûriyê herêmek berfireyîya wê 95 km û kûrayîya wê jî 15-20 km ji bi kontrola DAIŞê derxistin û girtin bin konterola xwe. Di vê pêşkevtinê de, di navbera hêzên leşkerî yên Turkiye û DAIŞê de pevçûneke girîng çênebû. Bi serkevtina vê operasyonê, xeta Azez-Cerablusê gihaşte hev û sînorê Tirkiyê bi DAIŞê re nema. Bi tevî vê operasyonê, dewleta Turkiyê rasterast tevlî şerê Sûriyê bû û pêre jî munaqeşeyên nû dest pêkirin: Gelo ev operasyon bi bê erêkirina DYA çêbûye? Ji alîyê din ve jî bi bê erêkirina Rusya, Îran û Suriyeyê çêbûye yan bi îradeya xweser a Turkiyê çêbûye? Turkiye bi kûrayî ve, kare seha operasyonê çiqas berfireh bike? Ev bûyer dê Turkiyê bikşîne ber bi herêmên hundirê Sûriyê ve, bi taybetî jî ber bi Helep û Reqayê ve? Ku Turkiye pêde biçe dê vegara wî çawa be? Û wd. Gelek pirsên din jî karin bêne pirsîn.

Ji bo bersivandina van pirsan, pirr bi kurtayî be jî divê em li rewşa hêzên navneteweyî û dewletên herêmî binêrin. Di herêma de ji alîyek ve bi pêşngîya DYAyê, Brîtanya, Almanya, Fransa û Erebîstana Siûdî û wd. ji şêstî zêdetir dewlet di vê cepheyê de berhev bûne. Ev cephe, vê gavê stratejîya xwe bi hêza hewayî û yekîneyên taybet, bi piştgirîkirina hêzên herêmî yên hevkarên xwe, bi taybetî jî bi HDS li seha şer hebûna xwe didomînin. Turkiye jî bi awayek fermî di nava vê cephê de ye û hêza hewayîya vê cepheyê, di operasyona Mertala Firatê de piştgirîya Turkiyê dike. Ji alîyê din ve jî bi pêşengîya Rusyayê, Îran, Sûriye, Iraq û Hîzbullah wek hevpeymanên stratejîk ên Sûriyê, bi hemû hêza xwe ve parastina rejîma Baas a Sûriyê dikin. Bi taybetî Îran, meseleya dahatûya (peşeroja) rejîma Sûriyê, ji ber stratejîya xwe ya li herêmê, wek mesela hebûn û tunebûnê dibîne. Ji ber vê yekê rasterast bi awayekî aktîf piştgirîya rejîma Baasê dike. Bi tevî hemû nakokîyên navbera Sûriye û Iraqê, ji ber tesîr û giranîya Îranê, hikumeta Şiî ya Iraqê jî, ji alîyê aborî û lojîstîkê ve piştgirîyeke girîng dide rejîma Baas a Sûryê. Ji xeynî dewletên navborî, ji sedî zêdetir grubên çekdar ên girr û hûr hene. Di vê rewşa mewcud de, di navbera Îran, Turkiye û Sûriyê de ji xeynî meseleya kurd û Kurdistanê ti zemîneke din nîne ku van dewletan bi tevî nakokîyên xwe ve bîne ber hev.

Dema ku operasyona Mertala Firatê li ser vî hêz û mêzîna navdewletî û herêmî bête nirixandin; bêyî erêkirina DYA, Rusya û Sûriyeyê ne mimkune Turkiye bi serê xwe dest bi vê operasyonê bike. DYAyê ji berê ve dixwaze Turkiye li hemberê DAIŞê muhafeza sînorên xwe bike û rê li ber çûnûhatina DAIŞê bigre. Di vê çarçoveyê de, li gor daxuyanîyên ku ji alîyê rayedarên DYAyê ve hatine dayin, di rewşa memcud de Turkiye dikare operasyonê 20-25 km bi kûrayî bibe. Eger Turkiye bixwaze El Bab û Minbîcê bigire û berê xwe bide herêmên di bin destê HSDyê de, nebawerim ku DYA û hevpeymanên wê vê yekê qebûl bikin. Rusya jî naxwaze Turkiye ber bi El Bab û başûrê wê ve biçe û rewşa Helebê ji bo rejîma Sûriyê bixe xeteriyê. Digel vê yekê, Rusya bi pêşîvekirina vê operasyonê, dixwaze ji alîyek ve bingeha lihehatina piştî daxistina balafirê xweş bike û di sehayê de helwesta Turkiyê bibîne, ji alîyê din ve jî Turkiyeyê wek helqeyek lawaz a NATOyê biceribîne. Dema ku Turkiye berdewamîya rejîma Baas û desthilatdarîya Beşar Esed qebûl bike û zêde têkilê nava Sûriyê nebe, ji alîyê Îranê ve jî tengasîyek girîng dernakeve.

Dema em ji alîyê sîyaset û armanca Turkiyê ve li operasyona Mertala Firatê binêrin; ji alîyê ewlekarî ve pêşîlêgirtina êrîşên DAIŞê û parastina welatîyên sivîl girîng e û divê ji bo vê tevdîr bêne girtin. Lêbelê ji daxuyaniyên sîyasîyan û gengeşeyên rayagiştî wisa tê fêmkirin ku armanca sereke ya sîyaseta Turkiyê, pêşîlîgirtina hevgihandin û yekparebûna cografya rojavayê Kurdistanê ye. Ji bo veşartina vê aramcê jî peyvên wekî “dewleta PKK/PYDê”, “korîdora terorê” yan jî “koridora PYDê” û wd. têne bikaranîn. Bêguman em jî zordestî, monopol û terora PYDê ya li ser kurdên ne ji wan û hemû alîyên din, ji Turkiyê bêtir şermezar dikin û vê yekê rast nabînin. Lêbelê dijîtîya van polîtîkayên PYDê û dijberîya mafê rewa yê milleta kurd du tiştên cûda ne. Dema ku Rejîma Baasê bi zorê kurd ji erd û warê wan derdixistin, rêvebirên Turkiyê deng ji xwe nedianîn. Îro sebeb çi dibe bila bibe, parastina encamên politikaya Baasî û paşvegerandina rewşa berê ya Sûriyê nerast e û nemimkun e jî. Bi tevê vê, ku Turkiye bixwaze operasyonê bigehîne sînorên Helebê û tevlî operasyonên xelaskirina Reqayê jî bibe, bawer dikim hêzên navneteweyî yên di herêmê de, dê rê li ber hewldanekî wisa bigrin. Lewra qedera Helebê, dahatûya Sûriyê diyar dike. Ji ber vê yekê dê rê nedin Turkiyê, ger rê li ber neyê girtin jî, dê çûyina wê wekî vegara wê nebe.

Di dawîyê de, divê rewşa nû ya Rojhelata Navîn rast bête xwendin. Sûriye helqeyeke pirr girîng a statuqoya herêmê ye û nemimkun e wek berê bimîne. Di vê pêvajoyê de, carina alîyê dewletên herêmî û hin grubên çekdar biguhere jî, dahatûya Sûriyê dê li gor lihevhatina cepheya DYA û Rusyayê çareser bibe. Li gor daxuyanîya alîyan û pêdaçûna rewşê, Sûriyeya paşerojê, bi kêmanî dê li ser sê herêman parve bibe û ji wan yek jî herêma Kurdistanê ye. Bêguman ew Kurdistan, dê ne Kurdistana PKK/PYDê be, dê Kurdistanek pirrdeng û pirreng be.

 

[1] Cemîl Paşa, Ekrem, Kurtejiyana Min, r. 48, Weşanên Bîr, çapa 3yem, Tîrmeha 2007-Dîyarbekir

[2] Montgomery, Harriet,  Kurdên Li Sûriyê (Suriye Kürtleri), r. 43, weş.: Avesta, 2007-Stenbol

[3] Nelida Fuccaro, Li Sûriyê di Bin Rêvebirîya Mandater de Kurd û Netewetîya Kurdan, kovara BÎR, hej: 1, r: 57

[4] Jêdera berê, r: 58

[5] Meşal Temo, Hebûna Gelê Kurd Li Sûriyê, kovara War, hejmar: 15, Bihara sala 2004, Dîyarbekir. “Sala 1955an bi piştgirîya Xanima Rewşen Bedirxan Komela Zindîkirina Kultûra Kurdî tête damezrandin û damezrênerê vê komelê: Osman Sebrî (berpirs), Hemzeyê Niwêran, Ebdul Hemîd Derwêş, Xidir Ferhan Îsa, Ebdul Mecîd Derwêş, Mihemed Salih Derwêş û Sadilah Îbrahîm jî endamên komelê bûn.” Ebdul Hemîd Derwêş, Tevgera Kurdî li Sûriyê di Bin Roniyê de, r. 20, Weşanên Deng, Tîrmeha 2011, Stenbol

[6] Zaza, Dr. Nûredîn- Bir Kurd Olarak Yaşamim (Jîyana Min a Kurdî), r. 160-Nîsana 2000/ Stenbol Weşanên Pêrî,

[7]  Derwêş, Ebdul Hemîd, Tevgera Kurdî li Sûriyê di Bin Roniyê de, r. 25, Weşanên Deng, Tîrmeha 2011, Stenbol

[8] J.b., r. 26

[9] Zaza, Dr. Nûredîn -Bir Kurd Olarak Yaşamim (Jîyana Min a Kurdî), r. 152- Nîsana 2000/ Stenbol Weşanên Pêrî.

[10] Kurmancî (weşana Enstîtuya Kurdî ya Parîse), hejmar: 4, Zivistana 1989

[11] Jêdera berê.

[12] Ballı, Rafet., Kürt Dosyası(Dosya Kurdan), r. 556, weşanên Cem, çapa 4., 1993-Stenbol

[13] Derwêş, Ebdul Hemîd, Tevgera Kurdî li Sûriyê di Bin Roniyê de, r. 195, Weşanên Deng, Tîrmeha 2011, Stenbol

[14] http://www.rudaw.net/kurmanci/rojava/16317.html

[15] Yusuf Ziyad, Kürt-Şii ittifakı olur mu?( Tîfaqa Kurd-Şiîyan dibe?),  ANF, 19.09.2011