1. Dara balbatê
Şêx Evdiselamê ku di vê nivîsê de tête behskirin, Şêx Evdiselamê Duyemîn (II) e. Şêx Evdiselamê Yekemîn (I) kurê Şêx Evdila ye û kalikê Mistefa Barzanî ye û Şêx Evdiselamê Duyemîn jî kekê Mistefa Barzanî ye.
Şêx Evdiselam (I), xwendina xwe di medreseya Şêx Tehayê Nehrî de temam kirîye û piştî ku bavê wî Şêx Evdila rehma xwedê kirîye, ew bûye postnişînê tekiyaya Barzanê. Şêx Evdilselam bîzatîhî ji alîyê Mewlana Xalid ve wek postnişînê Xelîfeyê Neqşîbendîyan hatîye destnîşankirin. Dema Mewlana Xalid hatiye serdana wan, bi hev re çûne serdana Şêx Tehayê Nehrî jî. Şêx Evdiselamê Yekemîn, di sala 1872yan de çûye ber dilovanîya Xwedê û şûna postê wî, Şêx Mihemedê kurê wî girtîye.
Şêx Mihemed jî, di xizmeta tekiya û tarîqatê de ne kêmî bavê xwe bû. Wî ji sala 1872yan heta sala 1903yan serokatîya dînî û civakî kir. “Ji Şêx Mihemed bi navê Evdiselam (II), Ehmed, Mihemed Sidîq, Babo û Mistefa pênc zarokên lawîn çêdibin. Ew jî di sala 1903an de diçe ber dilovanîya Xwedê.[1]
Piştî mirina Şêx Mihemed, Evdiselamê kurê gewre yê Şêx Mihemed cîyê wî digre. Evdiselamî navê kalikê xwe girtibû. Ji ber vê yekê, ew, bi navê Evdiselamê Duyem (II) tête binavkirin. Evdiselam, di sala 1868an de ji dayik bûye. Piştî ku Şêx Mihemedê bavê wî diçe ber dilovaniya Xwedê, di şûna wî de Şêx Evdiselamê (II) ji bo postnişînîyê tête destnîşankirin.
Di salên ber bi dawîya sedsala 19an de, desthilatdarî û sîstema “mîrektîyê” li tevayê Kurdistanê ber bi têkçûnê ve diçe. Rola pêşengîya sîyasî, derbasê ulema û şêxan dibe. Di vê çarçoveyê de wekî gelek herêmên Kurdistanê, li herêma Barzanê jî rola serokatîya dînî û komelayetî digîje hev. Heman demê di nav sînorên împeretorîyê û li herêmê pêla fikra neteweyî jî belav dibe. Di encama vê de serokatîya dînî, komelayetî û neteweyî digîje hev. Şêx Evdiselam jî, bi vê mîsyon û mesûlayetîyê derdikeve holê. Şêx Evdiselam, piştî Şêx Ubeydulayê Nehrî, dibe heleqeya duyemîn a vê pêvajoyê. Ew, ji sala 1904an şûn ve, bala rêvebirên osmanî dikşîne û ew bi hêz û sîxurên xwe yên li herêmê dest bi raçavkirina liv û tevgerên wî dikin.
2. Serok û alimekî reformîst
Şêx Evdiselam bi vê mîsyonê dest bi xebatê dike û pêşiyê eşîrên herêmê; Şîrvanî, Dolemerî, Mizorî, Berojî, Nizarî, Gerdî, Herkî û Binecîyan tîne ber hev û dixwaze destpêkê di navbera kurdên herêmê de yekîtîyekê pêk bîne. Di encama vê yekîtîyê de, konfederasyona eşîrên herêma Barzan çêdibe. Barzan, navê herêmê ye û navenda konfederasyona van eşîran e, ne navê eşîrekê ye. Ji wê şûn ve jî hewldanên rêkxistina eşîretan dewam dike. Mistefa Barzanî, di raportekê xwe yê 10ê Çirîya Paşîn a sala 1947an de dibêje: “Qebîleya me qebîleyeke gewre ya Kurdistanê ye. Qebîleya me ji bo azadî û pêşkevtinê bi berdewamî têkoşîye. Kekê min ê Şêx Evdiselam, di sala 1894an de li hemberê hikûmeta Osmanî, pêşengîya yekemîn serhildanê kirîye.”[2] Şêx Evdiselem ji vê hewldanê şûn ve, ji bo hişyarî û rêxistinkirina civakî-neteweyî, bi tevî serokeşîr û ulemayên herêmê biryara pêkanîna hinek reformên pirr girîng jî girtîye. Di wergirtina van biryaran û pêkanîna wan de, rola xalê wî Ehmed Axayê Bîrsîyevî gelek girîng e. Di wê demê de bi serokatîya Şêx Evdiselam li herêmê biryara pêkanîna van reformên sosyal hatîye girtin:
“Rakirina milkîyetê.
Belavkirina erd (axê) bi ser cotkaran ve.
Qedexekirina qelen/qelind û zewaca bêdil.
Sazkirina (rêkxistina) têkilîyên komelayetî li ser bingeha wekhevî û edaletê.
Divê li hemû gundan mescîd bêne avakirin; ev der, tevî karên dînî bibin wek ciyên îstişare, navendên sosyal û ciyê çareserkirina meseleyên gundîyan.
Di her gundekî de pêkanîna konseyên ji bo çareserkirina meseleyên gund û gundîyan.
Divê bi serokatîya kesên berpirsyar ji hemû eşîretan hêzên parastinê bêne pêkanîn.”[3]
Dema em bala xwe baş bidin naveroka van reforman, tesîra pêleke giştî hebe jî, pirr bi zelalî dîyar dibe ku wê demê têgehîştineke reformxwazîya wekî ya Evdiselam Barzanî ne tenê li herêma Kurdistanê, di nav Împeretorîya Osmanî û sîstema Şahîtîya Îranê de jî xuya nabe. Lewra sala 1906an li Îranê û sala 1908an jî di nav Împeretorîya Osmanî de Tevgera Meşrûtiyetê dest pê kiribû, lêbelê naverok û çarçoveya reformên her du împeratorîyan jî, qasî yê Şêx Evdiselam Barzanî berfireh û radîkal nebûn.
Şêx Evdiselam bi van helwest û kirinên xwe tesîreke girîng li ser civaka kurd dike û dixwaze bi hemû beş û aliyên Kurdistanê re têkilîyên xwe xweş û geş bike. Ew ji alîyekî ve serdana serokeşîr, ulema û şexsiyetên pêşhatî yên kurdan dike, ji aliyê din ve jî bi rewşenbîrên kurd ên li Stenbolê re têkilîyên xwe bi pêş ve dibe. Wî êdî qîma xwe tenê bi reformên civakî nedianî, herweha armanceke neteweyî jî danîbû ber xwe. Ji bo vê, digel serokeşîrên herêmê bi şexsiyet û serokên wekî Şêx Mehmûdê Berzencî, Simkoyê Şikakî, Seyîd Evdilqadirê Nehrî, Abdurezaq Bedirxan, Emîn Alî Bedirxan, Şerîf Paşayê Kurd û wd. re di nav têkilîyan de bû.
Şêx Evdiselam, ji bo bidestxistina mafên neteweyî yên milletê kurd, di bihara sala 1907an de li gundê Brîfkan û di mala Nûr Mihemed Birîfkanî de bi tevî serokeşîr û giregirên kurdan civîneke berfireh rêkdixin. Di dawîya vê civînê de, ji bo qebûlkirin û nasîna mafê neteweyî yên milletê kurd, bi erêkirina hemû beşdaran ji rêvebirên împeretorîya Osmanî daxwazên li jêrê têne kirin:
“1. Divê zimanê kurdî li herêmên kurdan wek zimanê fermî bête qebûlkirin.
2. Perwerdeyî bi zimanê kurdî bête kirin.
3. Divê qeymeqam, midurên nehyeyan û memûrên li herêmê bi awayekî baş bi zimanê kurdî bizanin.
4. Ji ber ku dînê dewletê Îslam e, divê biryarên mehkemeyan li gorî hikmê şerîetê bin.
5. Bacên ku li herêmê tên berhevkirin, divê ji bo çêkirina dibistan û rêyên li Kurdistanê bêne xerckirin.”[4]
Piştî ku ev daxwazname digîje ber destê rêvebirên Dewleta Osmanî, ev daxwaz, wek serhildanekê û cudaxwaziyê têne nirixandin û ji ber vê yekê di payîza 1907an de bi serleşkerîya Mihemed Fazil Paşayê Daxistanî hêzeke mezin a leşkerî rêdikin ji bo destgîrkirina Şêx Evdiselam û dagirtina herêma Barzan. Di êrîşa yekemîn de bi ser nakevin û careke din bi piştgirîya hinek eşîrên herêmê, êrîşeke hîn berfire dibin ser wan. Wekî gelek caran, hevpeymanên wî li ser peymana xwe namînin, bergiriyê nakin û hêza leşkerî ya Osmanî bi giştî diçe bi ser Şêx Evdiselam ve. Ew, bi tevî alîgir û hevpeymanên xwe nêzîkê du mehan li ber xwe didin û paşê ji bêgavîyê mintiqa Barzan terk dike û diçe herêma Teyarî li nik Mar Şamûnê Asûrî. Mar Şamûn bi awayekî pirr baş û dostane pêşwazîya wî dike. Ji wê rojê ve hetanî îro, tovê dostanîyeke zexm di navbera tevgera azadîya Kurdistanê û Asûrîyan de hatîye avêtin.
Mihemed Fazil Paşayê Daxistanî di vê êrîşê de herêma Barzan wêran û talan dike, gelek jin û zarokên bêguneh destgîr dike. Mistefa Barzanî jî wê demê zarokekî nêzîkê sê salî bûye, ew jî bi tevî dayika xwe ji alîyê leşkerên Osmanîyan ve tête destgîrkirin û wan dibin li hepisxaneya Mûsilê dixin zîndanê. Şêx Evdiselam di sala 1908an de vedigere herêma Barzan û hêzên xwe li çîyayê Şîrîn berhev dike. Peyderpey şerê di navbera kurd û hêzên leşkerî yên osmanî de gurr dibe û dawîyê di sala 1910an de bi îmzekirina peymanekê heft bendî ya dualî hêzên leşkerî yên osmanî bi paş vedikişîne. Di Tebaxa sala 1913an de, ji bo teşwîqkirina girêdana wî ya bi dewletê û biryarên hikûnmetê re, “bi dereceya çaremîn a Dewleta Osmanî tête xelatkirin.”[6]
Şêx Evdiselam di van 2-3 salên sikunetê de xebata xwe ya neteweyî û civakî berdewam dike û Esat Paşayê walîyê Mûsilê jî sîyaseteke hîn nerm û maqûl dimeşîne. Lêbelê di sala 1913an de Îtihad û Teraqîyê, careke din bi darbeyekê desthilatdarîya dewletê bi dest xist. Piştî wê Esad Paşa, bi hevkarîya digel Şêx Evdiselam tawanbar kirin û di şûna wî de Silêman Nazîfê Dîyarbekirî yê îtihadparêz ji bo walîtîya Mûsilê tayîn kirin û herweha Mihemed Fazil Paşa jî kirin serleşkerê wîlayetê. Silêman Nazîf ji bo destgîrkirina Şêx Evdiselam, careke din leşkeran rêdike li ser herêma Barzan. Ber bi dawîya sala 1913an, di navbera her du alîyan de careke din lej û pevçûnan dest pêkirîye.[6] Di vê pêvajoyê de li Bedlîsê jî bi serokatîya Mele Selîm, li hemberê Împeretorîya Osmanî tevgereke nû dest pê kiribû. Evdirezaq Bedirxan ku wê demê li herêmê xebata rêxistinî dikir û bi dewleta Rusiyayê re jî di nav têkilîyê de bû. Ew dibêje: “Li Wezareta Derva ya Rusyayê, li ser serhildana Bedlîsê û Şêxê Barzan ji min pirsîn, min got; ku şêxê Barzan merivekî gelek girîng e û hêja ye piştevanîya wî bikin.” Di vê navberê de Dewleta Osmanî fermana girtina wî derdixe û ji bo vê yekê jî xelateke giran tesîs dike. Ji ber amadekarîyeke berfireh û pêkanîna têkiliyên dîplomatîk, ew naxwaze bi artêşa osmanî re şer bike. Derbasê rojhelatê Kurdistanê dibe û diçe nik Seyîd Tehayê kurê Mihemed Sidîqê Nehrî û ji wir ve jî serdana Simko Axayê Şikakî dike.
Şêx Evdiselam tevî Simko li Urmiyê bi konsolosê Rûsyayê re hevdîtinê dikin û ji wir ve jî berê xwe didin Tilbîsa Gurcistanê da ku li wê derê Evdirezaq Bedirxan bibînin û paşê jî bi rêvebirên Rûsyayê re hevdîtinan pêk bînin, ji bo piştgirîya serhildaneke berfire ya neteweyî.
3. Kurmê darê ne ji darê be, dar pûç nabe
Ev gotina pêşiyan, ji berê ve li ser bêbextan û bêbextîyê tête gotin. Di dîroka me de weha dîyar dibe ku gelek serok û rêberên kurd bi bêbextîyê hatine girtin û kuştin. Pirrî caran jî ewên ku bêbextî li wan kirine, ji qewmê wan bûne. Bêbextiya vê carê jî, ji layê Şêx Celaledîn û Sofî Evdila ve tête kirin.
Piştî hevdîtina bi rêvebirên Rûsyayê re, Ş. Evdiselam û Simko bi hev re vedigerin û di Salmastê de bi tevî sê parastvanên xwe ji Simko vediqete. Di wê hengameyê de Silêman Nazîfê walîyê Mûsilê, di nameyeke xwe yê ku Adara 1914an ji bo rêvebirên hikûmeta Îstenbolê hatiye nivisîn de dibêje: Derdestkirina Şêx Evdiselam, pirr nêzîk e.”[7] Dema ku ew di gundê Gergeçînê re derbas dibin, Şêx Celaledîn û Sofî Evdila diçin pêşiya wan û bi îsrar dixwazin ew bibin mêvanê wî. Ew, daxwaza sofîyê dilreş naşikîne û bi dilpakîya xwe dibin mêvanên wî. Piştî razanê di nîvê şevê de dema ew di xew de ne, ji layê Sofî Evdila û merivên wî ve têne girtin û wan li herêma Sîroyê teslîmê leşkerên osmanî yên bajarê Wanê dikin. Şêx Evdiselam ji wir dibin bajarê Wanê. Dema ku Silêman Nazîfê walîyê Mûsilê pê dihese ku Şêx Evdiselam hatîye girtin û li Wanê ye. Bi rêya sîyasî midaxele dike û dibêje, qet nabe hûn wî li wir mehkeme bikin, hûn ê wî bişînin cem min, li bajarê Mûsilê da ku ew bi xwe Şêx Evdiselam ceza bike. Lewra Silêman Nazîf, him endamê rêxistina Îtihad û Teraqî bû, him paşa bû û him walî bû. Walî Silêman Nazîf, bi biryareke sîyasî, cezayê darvekirinê dide Şêx Evdiselam û du hevalên wî. Ev biryara wî, ji layê hikûmeta Îstenbolê ve jî tête erêkirin.
Rêvebirên Împeretorîya Osmanî û hikumeta Îtihad û Teraqî, di gihîştina armanca xwe de gaveke girîng bi ser xistibûn. Serokekî olî û neteweyî yê tevgera Kurdistanê bi dest xistibûn û anîbûn li Mûsilê hepis kiribûn. Walîyê wê demê yê Mûsilê jî, Silêman Nazîfê Dîyarbekirî bû. Silêman Nazîfê walîyê Mûsilê, xelkê Diyarbekirê bû û kurê Seîd Paşayê Farqînî bû. Di vê rewşa awarte ya destpêkirina Şerê Yekem ê Cîhanê de ku Osmanî bi xwe jî tevlî bûn û di encamê de jî têkçûn. Di dawîya darizandineke kurt û mehkemeyek awarte de, ji bo Şêx Evdiselam û hevalên wî biryara darvekirinê tête dayin. “Li ser daxwaza Siltan Mehmed Reşad û Enwer Paşayê Nazirê Herbîyê, sebebên biryara darvekirina mehkemeyê ku ji şeş bendan pêk hatibû, ji bo Wezareta Herbiyê tête şandin. Di bendekê vê biryarê de hatîye nivîsandin ku ji layê Şêx Evdiselam ve bi navê “Dîvanî/Dîwanî” rêxistinek veşartî hatîye damezirandin. Biryara darvekirina wan di roja 26/10/1914an de, ji layê Siltan Mehmed Reşad, Sadirezam Mehmed Said û Enwer Paşayê wekîlê Serokerkan ve di roja 26/11/1914an de tête erêkirin.[8] Ji erêkirina biryarê şûn ve di roja 14.12.1914an de, Şêx Evdiselam û hevalên xwe li bajarê Mûsilê têne darvekirin. Piştî darvekirina Şêx Evdiselam, di şûna wî de Şêx Ehmedê Barzanî tête hilbijartin ji bo serokatîya dînî û sîyasî ya eşîrên herêma Barzan.
Dema ku neteweperwerê kurd Şêx Evdiselam û hevalên wî hatin darvekirin, birayê wî yê piçûk Mele Mistefa Barzanî yanzdeh salî bû û digel hinek endamên malbatê ew jî li ciyê darvekirina wan hazir bû. Ew di bîranînên xwe de dibêje:

Piştî ku min bedena kekê xwe bi sêdarê ve daleqandî dît, min ji xwe re got, êdî hîç nabe ku bikevin ber destê dijmin û ev yek bû prensîbeke jîyana min.

Çavkanî: Seîd Veroj, Portreyên Şophiştî-I, Weşanên Dara, Diyarbekir, 2019

 

[1]   Mesûd Barzanî, Barzani ve Kürt Ulusal Özgürlük Hareketi, Doz Yayınları, İstanbul, 2005, r. 24.

[2]   Hulûsi Turgut, Barzani Olayı; Osmanlı İmparatorluğu’nu ve Türkiye Cumhuriyeti’ni XIX. yüzyıldan beri meşgul eden bir Kürt aşiretinin belgeseli, Doğan Kitap, İstanbul, 2008, r. 402.

[3]   Mesûd Barzanî, Barzani ve Kürt Ulusal Özgürlük Hareketi, Doz Yayınları, İstanbul, 2005, r. 24-25.

[4]   Mesûd Barzanî, Barzani ve Kürt Ulusal Özgürlük Hareketi, Doz Yayınları, İstanbul, 2005, r. 25.

[5]   Erhan Afyoncu, Osmanlı Barzanî’nin İsyancı Amcasını Asmıştı, https://www.sabah.com.tr/yazarlar/erhan-afyoncu/2017/09/24/osmanli-barzannin-isyanci-amcasini-asmisti. 27.05.2019

[6]   Prof. Dr. Celîlê Celîl, Autobiyografiya Ebdurrezaq Bedirxan, Weşanên Pêrî, îstenbol, 2000, r. 37.

[7]   Erhan Afyoncu, jêdera berê.

[8]   Hulûsi Turgut, Jêdera berê, r. 368.