1. Cîyê jidayikbûn û perwerdeyî

Mesûd Fanî yan jî Mesûd Fanîzade, di sala 1889an de li Qadirlîya bajarê Edeneyê ji dayik bûye. Birayê piçûk ê malabata Fanîzadeyan e. Xwendina xwe ya seretayî li vê derê tamam kirîye û ji bo xwendina ruşdîyeyê çûye Edenê. Ji wê şûn ve, di sala 1907an de ji bo xwendina Mekteba Huqûqê berê xwe daye Îstenbulê û li wê derê bi dereca herî bilind xwendina xwe ya huqûqê temam kirîye. İsmail Arar, ji Burhanettin Felekê hevalê wî yê mekteba huqûqê neqil dike û dibêje: “Ew havalekî zêrîn ê 24 eyar bû û bi zekaya xwe jî parçeyek ji agir bû.”[1]

  1. Xebata di nav Cemîyeta Talebeyên Huqûqê, Cemîyeta Hêvî ya Talebeyên Kurd û Cemîyeta Tealîya Kurdistanê

Mesûd Fanî dema ku li Îstenbulê xwendevan bûye, tevlî kar û xebatên kulturî, sosyal û sîyasî bûye. Burhan Felekê hevalê wî yê mekteba huqûqê dibêje: “Di sala 1909an de, dema ku min sinifa (pola) duyemîn a mekteba Huqûqê dixwend, me “Cemîyeta Talebeyên Huqûqê” damezrand û bi vê cemîyetê ve girêdayî kovara “Tetebbu” neşir kir. … Ji wê şûn ve jî me kovara “Terbiye” neşir kir. … Jîyanê, me her yekî bi alîyekî ve bir. Cereyanên sîyasî û îctimaî yên demê, ew ber bi pêlên gewre yên xeternak ve bir, ez jî ber bi şîpên (çirên) piçûk ve birim.”[2]

Di salên dawî yên xwendina wî de, ji alîyê talebeyên Kurdên xwendekarên Derûlfunûn ên wê demê ve di roja 27.07.1328 (1912)an de bi navê Cemîyeta Hêvî ya Talebeyên Kurd (CHTK), yekemîn rêxistina xwendekarên Kurd hatîye avakirin. Li gor gotina Qedrî Cemîl Paşa, bi şîret û ronahîdarîya Xelîl Xeyalî, wî û hevalên xwe dest bi xebata avakirina Cemîyeta Hêvî kirine û Umer Cemîl Paşayê Dîyarbekirî, heta pêkanîna kongreyê ji bo sekreterîya Cemîyeta Hêvî hatîye wezîfedarkirin.[3] Mesûd Fanî, yek ji endamên CHYK û nivîskarê kovara wê ya bi navê Rojî Kurd bû. Di jimara yekemîn a Rojî Kurd de, bi navê Suleymanîyelî Mesûd û sernivîsa “Hurufumuz ve Teshil-i Kıra’at”[4] (Herfên me û Hêsanîya Xwendina Wan), nivîsek bi zimanê Osmanî nivisîye. Ew di meqeleya xwe de dibêje:

Ji bo hînkirina 33 tîpan, em nêzîkê du sed şiklan hînê talebeyan dikin, ev, hem ji bo talebeyan û hem jî ji bo mamosteyan barekî pirr giran e. Cehaleta giştî jî, ji ber vê ye. Çareserî ev e ku divê em her tîpekê, tenê bi şiklekî dîyar bikin.”[5] Herweha nivîseke wî ya din jî, bi îmzeya “Mesud” di jimara yekê ya Hetawî Kurd de, bi sernameya “Dersa’âdet’de (Hetawî Kurd) Ceride-i Garrâsı Müduriyet-i Aliyyesine”[6] hatîye belavkirin. Cemîyeta Hêvî, heta destpêka Şerê Giştî yê Cîhanê xebatên xwe berdewam kirîye û di nîvê sala 1914an de ji alîyê desthilatdarîya Îtihad û Teraqî ve xebata Cemîyeta Hêvî û endamên wê hatîye rawestandin.

Di dawîya Şerê Giştî yê Cîhanê de, Împeratorîya Osmanî hilweşîya û rewşekê nû peyda bû. Miletê Kurd jî di vê rewşa nû de, rêxistinên nû ava kirin. CTK, rêxistina sereke ya Kurd bû ku di vê pêvajoyê de hatîye avakirin. Her sê birayên Fanîzade jî bûne endamê vê rêxistina nû, di nav xebat û çalakîyên CTKê de ciyê xwe girtine. Ew ji destpêkê ve di nav xebata mixalif a li dijî Îtihad û Teraqî û herweha dijberê tevgera Mistefa Kemal û hevalên wî bûn.

Mesûd Fanî, di vê hengameyê de tête Edenê li nik malbata xwe. Çawa ku min li jorê behs kir, Elî Îlmî yê kekê Mesûd Fanî jî di dawîya sala 1918an de, li bajarê Edenê dest bi neşirkirina rojnameya Ferda kiribû. Di rewşekî weha de, “Dema ku leşkerê Fransayê ketin Edenê, Mesûd Fanî ji bo miteserifîya Cebelîberekat (Osmanîye) hatîye tayînkirin.”[7] Ji ber rexneyên derbarê miteserrifîya wî de, ew, di pirtûka xwe ya bi navê “Atatürk’ün Hayat Felsefesi” de, bersiva sebebê qebûlkirina miteserifîya Cebelîberekatê dide û dibêje: “Siltanê Osmanî ji bo xelaskirina saraya xwe, çîyayê Berekatê pêşkêşî Fransizan dikir…. Dagirtin û êşa vê welatê ezîz bi min re sebir nehiştîbû, ji ber vê yekê min qebûlkirina teklîfa miteserrifîyê, wek deynekî millî didît.”[8]

Piştî ku Peymana Lozanê hatîye îmzekirin, bendekê wê yê taybet li ser kesayetên mixalif ên tevgera M. Kemal û hikumeta Anqerê bû. Li gor vê peymanê, dê kesên mixalifê rejîma nû ji Tirkiyeyê bihatana sirgûnkirin û mafê hemwelatîyî ji dest wan bihatana girtin. Navê Mesûd Fanîzade û her du kekên wî jî, di nav vê lîsteya 150an de bûn. Ev biryar di 23ê Nîsana sala 1924an de hatîye tetbîqkirin û di lîsteya “Sirgunên 150an” de, navê wî di rêza 27an de wek Fanîzade Mesûd (muteserifê kevn ê Cebelîberekatê) hatîye lêkirin.

Piştî derçûna ji Tirkîyê, ew û kekê xwe yê Elî Îlmî Fanî jî wekî gelek rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd, derbasê Binxetê (Sûriyê) bûne. Wê demê Sûriye di bin mandaterîya Fransayê de bû. Xebat û karê xwe yê neteweyî-sîyasî li wê derê di nava rêxistina Xoybûnê de berdewam kirine.

  1. Ji Binxetê ve çûna Parîsê û nameyek ji bo Zarê Kirmancî

Piştî çar salên xebata nav Xoybûnê, Mesûd Fanîzade ji bo xwendina doktorayê berê xwe dide Parîsa paytextê Fransayê û li Unîversîteya Sorbonê bi krêdîya hikumeta Fransayê dest bi xwendina doktorayê dike. “Di dema amadekirina têza xwe de, ji bo lêkolînê diçe welatên Hindistan, Iraq û Îranê. Di nav mudeta ku li Parîsê dimîne de, li ser felsefeyê jî dixebite.”[9] Di sala 1929an de, ji Fransayê bi sernavê “Qaxezekî Vekirî ji bo Zeynelabidîn Beg”[10] nameyekê balkêş ji bo kovara Zarê Kirmancî şandîye. Nameya navborî, wek pêvek di dawîya vê lêkolînê de heye.

Dema ku wî li Parîsê xwendina xwe ya doktorayê dikir, têkilîya wî ya bi Zeynelabidîn re jî dewam kirîye. Zeynelabidîn Fanî yê Kekê Mesûd, di sala 1926an serdana bajarê Rewandizê kirîye, çûye zîyareta kovara Zarê Kirmancî û ev serdana wî, di jimara sêyemîn a kovarê de hatîye belavkirin. Ger agahîya Taha Toros rast be, bi îhtimaleke mezin kovara Zarê Kirmancî, dema çûna wî ya Bexda û başûrê Kurdistanê ketîye ber destê wî. Îhtimaleke din jî ew e ku kovara Zarê Kirmancî, ji alîyê Zeynelabidîn ve ji bo wî hatîye rêkirin.

Zarê Kirmancî li bajarê Rewandizê û di sala 1926an de dest bi weşanê kirîye. Xwedîyê îmtîyaz û midurmesûlê kovarê Husên Huznî Mukrîyanî bû. Zarê Kirmancî, hem navê çapxane ye û hem jî bi vî navî ji layê xwedîyê çapxaneyê ve kovarek hatîye weşandin. Yekemîn jimara Zarê Kirmancî, di 25ê Gulana 1925an de hatîye çapkirin. “Huznî Mukrîyanî xwedî îmtîyaz û birêvebirê Zarê Kirmancî bûye. Ebdurehman Gîwî yê birayê wî heta jimara (16)ê sala 1929 birêvebirê kargêrîya kovarê bûye.”[11] Li ser bergê kovarê hatîye nivîsandin ku “Kovarekê îctîmaî, tarîxî, fenî û edebî ye”[12] û mehane derdiçê. Kovara Zarê Kirmancî li serhev 24 jimar çapbûne û jimara dawî jî di 23yê Temûza 1932an de hatîye çapkirin.

Têkilîya Mesûd Fanî û Zarê Kirmancî çi wext û bi çi awayî çê bûye, ev baş nayê zanîn. Lêbelê ji nameya wî ya ji bo Zarê Kirmancî dîyar dibe ku vê kovarê dişopîne, diecibîne û piştgirîya weşana wê dike. Dibe ku ew bi têkilîya Zeynelabidînê kekê xwe ji Zarê Kirmancî agadar e, lewma bi sernavê Zeynelabidîn Beg nameyek ji kovarê re rêkirîye. Mesûd, di nameya xwe de, îrfan û pêşkevtina milletekî, bi pêşketina çapemenîya wê ve girê dide û li ser vê mijarê weha dibêje:

“Îrfan û pêşketina her milletekî bi çapemenîya wan tê pêş, çimkî çapemenî zimanê milletê ye û şehameta wî di rihê milletê da ye, cesaretek di dilê wê da ye û mûcîze û afirandin di hişê wî da ye, hêz û quwetek li pişta wî da ye û qabilîyetek ku li tebîetê da ye hemû wan tiştan bi çapemenîyê tê aşkerakirin û ew jî tercûmanî jê ra dike. Serhatî û bas û xwas çi tişt li ser hebûn û tunebûna dinyayê be, em ji çapemenîyê hîn dibîn, çapemenî me agahdar dike ji hemû sîyaseta dinyayê.

Xezeteyên Kurdî yên li Stenbolê derdiketin bên îstisnakirin, xezeteyekî millî û wetenî yê ku yekemîn car li Kurdistanê hatîye neşirkirin, ew jî xezeteya Zarê Kirmancî ye, ku min xwendîye. Zarê Kirmancî bi hîmmeteke mezin û fedakarîyeke giran tê weşandin, rûpelên Zarê Kirmancî ji bo her kurdek esereke giranbiha û yadgarîyeke gelek bi qîmet e.

Di dunyayê da kîjan xezete pirr bilind û bi qîmet e, Zarê Kirmancî ji wî zêdetir qîmet pê ra hatîye dayîn û pirr bi fayde ye ji bo kurdekî. Zarî Kirmancî ku li Rewandizê derdikeve, ji xezeteya Timesê ku li Londrayê derdikeve girîngtir û şayisteyê îstîfadeyê zêdetir e. Herwiha xudanê Zarê Kirmancî zêdetir şayanê teqdîr e, çunke dabeşkerên Timesê bi otomobîlê nebe xezeteyên xwe belav nakin, lê xudanê Zarê Kirmancî, kerek seqet û şelek jî bi destê wî nakevê. Tîpçin, serrastkar, nivîskar, kiravorsaz her bi xwe ye.

Dibe ku em gilî bikin ku xezete mehê carek jî dernakeve, eger gilîyê wisa bikin em neheq in, sebaret bi fedakarîya xudanê wî, hîç kes ji me nekarin li hemberê wî bisekinin. Wî sê sal zêdetir e di nav me da abone kirîye, hêj bedela abonetîyê nedaye, wekî me bihîstîye ji şerman sozê gotinê xwe dide. Her wek çawa ji bo birêvebirina wî xebatek lazim e, ji bo birêvebirin û jiyandina milletek jî fedakarî lazim e û heq e ku em vê ji bîr nekin.

Zarê Kirmancî her wek guh nade herekatê tu berbestek (astengek), herweha li ser berbestan jî derbaz dibe û li meşîna xwe nakeve paş û her dewam dike. Madem ku peyrev û pêşewayekê muqedes a hizir û ziman e, em çima wî neşopînin û çima em vegerînin paş.”[13]

Herweha di wê nameyê de, derbarê kultur û edebîyata Kurdî de, dîaloga di navbera xwe û du jineciwanên (madmazelên) Fransizî de weha neqil dike:

“Min ji wan ra behsa edebîyata Kurdan kir ji helbestên Wefayî, Herîq, Ehmedê Kor, Edeb, Nalî, Kurdî, Xeyalî, Mewlewî, Mehwî, Salim, Elîyê Aşiq, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Baba Tahir û Şêx Reza. Ji her yek ji wan helbestvanan min tiştek xwend û (Min got: Sînga te gulî bax e, wî gotî bêdeng be ew yasax e, min got memikê te, gotî lîmon) ji van çend tîpan gelek hez kirin û daxwaz kirin ku ez tekrar bikim…

Piştra wan pirs kir ku gelo ji van zêdetir meqamatê din ên bi Kurdî hene? Min got: Lawik, heyran, niftî, qetar, ellaweysî, nîveşewî, seherî, payîze, eyşe kurî, xezême, xezal, huleşîdî pît, hîcranî, mahûr, ayay, lolo, gêlekî, siwaro, hêhê ye, ji bo eşîrên din jî hor e. Wan pirr bi sersemî ve pêşwazî li axaftina min dikir.”[14]

Ji vê nameyê xuya dibe ku zanîna wî ya li ser ziman, edebîyat û folklora Kurdî gelek baş û berfireh bûye.

  1. Veger û mamoteyîya Sultanîya Antaqyayê (Lycée d‟Antioche)

Dema Mesûd Fanî li Parîsê xwendina xwe ya doktorayê dewam dikir, kekê wî Elî Îlmî li Antaqyayê bi cî bûbû. Di Sultanîya Antaqyayê (Lycée d‟Antioche) de mamosteyîya edebîyata Tirkî dikir. Mesûd dema ku ji Parîsê vedigere, rasterast diçe nik kekê xwe yê Elî Îlmî li Antaqyayê. Li wê derê ji alîyekî ve karê abûqatîyê dike û herweha di Sultanîya Antaqyayê de jî dersên edebîyat, tarîx û felsefê dide. Mutefekîr Cemîl Merîçê ku wê demê talebeyê wî bûye, di derheqê Mesûd Fanî û mamosateyîya wî de weha dibêje: “Di dema xwendina îdadî de, ew mamosteyê ku min jê feyz digirt, yek ji wan jî Mesûd Fanî bû. Ew doktorê hiqûqê bû û nû ji Sorbonê hatibû. … Ew, di sinifa dehan de, dihat dersa me ya dîroka edebîyatê. Qasê ku tê bîra min, dîroka edebîyatê ya Köprülü bi me dida xwendin. Pirr xweş Farisî zanîbû. Pêşîyê li rewşa zanîna me mêze kir: Pirsên mîna; şiîr çî ye, edebîyat çî ye? Ji me kirin û talebe bi awayekî xweşik êşand. Ji min re hinek îltimas kir, lêbelê ez li benda îltifatekê ji wê zêdetir bûm. Wê hefteyê ez neçûm mektebê, min bi qasî 7-8 rûpelan, bi manzum şemayekê edebîyata Tirkî amade kir. Di dersa paşî ya hefteya din de, min ew hezeyenname ya ku jê razî bûm pêşkêşî ustad kir. Roja din, Mesûd Beg, bi tevî midur Bazantayî hatin sinifê, bi gotinên ‘maşellah, maşellah’ memnûnîyet û şanazîbûna xwe ji ber hebûna qebilîyetekî weha li sinifê dîyar kirin. Û ji bo xatireya hevnasînê, bi tebrîkên Bazantîy, Nouveau Petit Laroussse ya sala 1933an teqdîmê min kirin. Mesûd Beg, di sinifa yanzdehan de bû mamosteyê min ê dîrokê. Wê salê me pirtûka İsaac Mallet ya li ser Şoreşa Fransayê xwend. Di sinifa diwanzdehan de jî dersa felsefê da me. Di dersê de bi kêmtirîn behsa pênc-şeş kitêbên felsefê dibû.[15] Ew, bi navê Dr. Mesûd Fanî Bilgili, di nameya xwe ya ku 25ê Çirîya Pêşî ya 1938an de ji bo Riza Tevfîk nivisandîye dibêje: “Ev pênc sal in ku ez li vê derê dersên felsefê didim û îdareya xwe bi wê dikim. Ev du meh in ku ji kar hatime dûrxistin.”[16]

  1. 1. Nivîs û pirtûkên wî

Li gor lêkolîna min, nivîsên wî yên sereke, di kovarên Rojî Kurd û Hetawî Kurd de wek meqale hatine belavkirin. Nivîseke wî bi sernameya “Hurûfumuz ve Teshîl-i Kıra’atı”[17] [Herfên Me û Hêsanîya Xwendinê] di kovara Rojî Kurd de û nivîseke wî ya din jî bi sernameya “Dersaadet’te Hetawî Kurd Ceride-i Hasi Müdüriyet-i Ailesine”[18] di Hetawî Kurd de hatine belavkirin. Mesûd Fanî, midurîya Mearîfa Cebelî Berekat jî kirîye û “nivîsên xwe yên di rojnameya Ferdayê de, bi navê “Can Bey” nivîsandine.”[19] Herweha di rojnameya “El-Livâ”yê de nivîsîye ku ev rojname di dawîya sala 1935an li Antaqyayê çap bûye.

4.2. Teza wî ya bi navê La Nation Kurde et Son Evolution Sociale

Bi tevî name û meqaleyan, pirtûkên wî jî hatine çapkirin. Têza wî ya doktorayê ya bi navêLa Nation Kurde et Son Evolution Sociale” (Neteweya Kurd û Tekamula wê ya Sosyal/ Kürt Ulusu ve Sosyal Gelişimi), di sala 1933an de li Parîsê hatîye çapkirin. Li ser bergê pirtûkê nivisîye: “Messoud FANY, La Nation Kurde et Son Évolution Sociale, thèse pour le doctorat en droit, Faculté de droit, Université de Paris, Paris, L. Rodstein, 1933, 288 p.” Ev pirtûk, di sala 1993an de ji alîyê Prof Dr. Azmi Süslü ve bi temamî nebe jî hatîye wergerandin. Orjînajê pirtûka Mesûd Fanî 288 rûpele e û wergera wê 108 rûpel e. Di wergera Tirkî ya vê pirtûkê de, tehrîfat û kêmanî heye; tehrîfata girîng li ser wergera navê pirtûkê ye û bi tevî wê hinek beşên pirtûkê û bi taybetî jî beşê li ser meseleya Ermenan nehatîye wergerandin. Prof Dr. Azmi Süslü, hemû nebe jî pirranîya têza wî ya bi navê “La Nation Kurde et Son Evolution Sociale”, bi navê “Mesud Fani Bilgiliye Göre Kürtler ve Sosyal Gelişimleri”[20] wergerandîye ser zimanê Tirkî. Mixabin di vê wergerê de, ji bo ku peyva fransizî ya “Nation” ji bo Kurdan neye bikaranîn, di şûna “Kürt Ulusu ve Sosyal Gelişimi” de, navê pirtûkê wek “Kürtler ve Sosyal Gelişimi” hatîye wergerandin. Divîya navê orjînal ê pirtûkê, wek “Neteweya Kurd û Tekamûla wê ya Civakî” bûya.

Li ser bergê pêşî yê pirtûkê weha hatîye nivîsandin:

“Messoud Fany, Doktorê Hiqûqê li Zanîngeha Parîsê, Kevneparêzerê Cebelû’l Berekatê

La Nation Kurde et Son Évolution Sociale

LIBRAIRIE L. RODSTEIN 17, RUE CUJAS PARIS-V 1933”[21]

Dema em bala xwe bidin naveroka teza navborî, dîyar dibe ku Dr. Mesûd Fanî, fikrên xwe yên di derbarê Kurdan de, nêzîkê tezên Tirkan kirine. Li gor neqilkirina Süslü, ew di derbarê nifûsa Kurdan de dibêje: “Ji xeynî bajarên wekî Hekarî û Mûşê, bi taybetî jî li Bazîdê, Mêrdînê, Dîyarbekirê, Elezîz, Melatîye û Urfayê pirranîya nifûsê tirk in.”[22] Di beşa li ser ziman de dibêje: “Wekî gelê Kurd zimanê Kurdî jî, zimanekî têkel e û bi nîsbeteke mezin ketîye bin bandora Tirkîya Osmanî; ne tîpên taybet ên Kurdî û ne jî alfabeyekê wî yê xas heye. Ji bo nivisîna zimanê Kurdî, sîstema alfabeya Farisî û têpên Erebî têne bikaranîn.”[23]

Ew, li ser eserên xwe yên nivîsandî yên din dibêje; “Esera min a pêşî, broşura bi navê Atatürk’ün Hayat Felsefesi”[24] ye ku ev pirtûk li ser hev 60 rûpel e. “Tu girêdana vê broşurê bi felsefê re nîn e; armanca nivisîna wê, bêtir ji bo xwenasandin û aşkerekirina neheqîyên ku li me hatine kirin e.”[25] Herweha du pirtûkên wî yên bi navê “Manda İdaresinde Hatay Kültür Hayatı” û “5 Temmuz”[26] jî hene.

Li gor agahîya Sedat Bingöl, “dema ku ew li Parîsê dixwîne, di sala 1932an de bi balyozxaneya Tirkîyê re têkilîya wî çêdibe, ji bo nivîsîna têza xwe, ji wan belge û dokumentan taleb dike û dibêje ez dixwazim têzên neteweparêzên Kurd pûç bikim. Ev daxwaza wî ji bo Şukrî Kaya yê Wezîrê Daxilî hatîye rêkirin. Lêbelê ji ber gumanên Şukrî Kaya, nekarîye bersivekê musbet ji wan bigre.”[27] Di wê demê de, bi kî re û çi cûre têkilîyên din çêbûne, ev yek baş nayê zanîn. Ew di sala 1933an de, têza xwe ya bi navê La Nation Kurde et Son Évolution Sociale xelas dike, pêşkêşî Unîversîteya Sorbonê dike û di Temûza 1933an de vedigere Sûriyê. Berîya ku vegere Sûriyê, nameyeke din, di roja 2yê Temûzê de ji bo balyozê Tirkiye yê Parîsê rêdike û tê de dibêje: “Li gor dîtina min, rejîma îro ya ku Tirkîyê xelas kirîye, çareserîya yekane ye û dê miletê Tirk bigehîne mewqîya pêdivî ya ku ew layiqê wê ye. Ez dê bi parastina vê rejîmê, gelek xweşhal bim.”[28]

Tiştê balkêş ev e ku serbihûrîya Mehmed Şukrî Sekban û Dr. Mesûd Fanî pirr dişibe hev. Mehmed Şukrî Sekban jî di sala 1933an de li Parîsê bi navê “La Question Kurde” [Mesela Kurd], kitêbekê dide çapkirin. Nîyeta van her du nivîskaran çi dibe bila bibe, dema em bala xwe bidin naveroka van her du kitêban, ehwalê rewşa sîyasî û psîkolojîk ê her du nivîskaran û konsepta kitêbên wan pirr dişibe hevûdu.

Piştî têkçûna tevgera Agirî û lawazbûna xebat û rêxistina Xoybûnê, êdî ew xwe bi sernekevtî û hêvîşikestî dibînin. Belkî jî ev halê ruhîye yê pêvajoyê, wî ber bi vê zemînê ve kişandîye. Bêguman peywendî û agahîyên ku vê gavê ji alîyê me ve nayê zanîn jî hene. Divê em bipirsin û li dûv biçin; gelo têkilî û pevgirêdanîyek di navbera nivîsandina van her du pirtûkan de heye yan na? Van her du kadroyên rewşenbîr û aktîvîstên tevgera neteweyî ya Kurd ji ber çi fikrên xwe guhartin? Divê ji bo zelalkirin û ronîkirina vê babetê, xebateke berfirehtir bête kirin.

Hevalê wî yê sinifê ji mekteba Huqûqê Burhan Felek li ser nihêrîn û têgihîştina Mesûd Fanî weha dibêje: “Ji hevalên me yên xwendevan Mesûd Fanî hebû; ew ciwanekî ji Edenê bû, tehsîlek baş kiribû, xweş diaxifî û zeka wî wekî cîvayê bû. Ji xwe me bihîstîbû ku ew ji aîleyekê edîb û şair bû. Min dixwest felsefa min, kêf û mîzaca min jî wekî ya wî be.

Xuyekî Mesûd hebû; fikrê ku dohî pê bawer dikir, karîbû îro dijberîya wî bike. Min rojekê ji wî pirs kir: Kuro Mesûd ma li gorî te ye? Tiştê ku te dohî jê re gotîye sipî, tu îro dibêjî reş e!

Ew kenîya û got:

Burhan! Ez heme li meydanê. Alîyê jor (serî) yê min e. Ez dikarim îro fikrekî biecibînim û biparêzim. Sibê naecibînim û dev jê berdidim. Fikir û qenaet, ji bo min wekî gomlekê (kirasê) şevê ne. Li xwe dikim, li xwe dikim û diavêjim. Ez ne yê gomlekê me, gomlek yê min e. …

Digel ku ew salekî ji min piçûktir bû, min ev felsefa wî ya berfireh tênegihîştibû. Paşê ji salan şûn ve min jî têgihîşt ku bi temamî xwexistina nav qalibên dogmatîk û îdeolojîk çiqas ‘abes’ e.”[29]

Dawîyê, em dibînin ku her sê birayên Fanîzade, di salên dawî yên Împeretorîya Osmanî û destpêka damezrandina Cimhurîyetê de, bi fikir û kirinên xwe mixalefê Îtihad-Teraqî û Quwayê Mîllîye bûne, di nav xebat û tevgera kulturî û sîyasî ya Cemîyeta Hêvî, CTKê, CÎK/QÎK û Xoybûnê de cî girtine, ji ber vê hatine cezakirin û navê wan ketîye “Lîsteya 150an.”

Dr. Mesûd Fanî, bi pênc zimanan zanîbû; Fransizî, Erebî, Farisî, Kurdî û Tirkî. Piştî vegera ji Fransayê, li Antaqyayê bi cî bûye, li wê derê demeke dirêj meslekê abuqatîyê kirîye û nêzîkê pênc salan jî di Lîseya Antaqyayê de mamosteyîya dersên felsefê kirîye. Piştî ku Antaqya tevlî îdareya Tirkîyê bûye, êdî wî jîyana xwe demeke dirêj li wê derê derbas kirîye. “Di salên dawî yên jîyana xwe de li taxa Levent a Îstenbulê bi cî bûye û roja 15.11.1979an de koça dawî kirîye. Gorna wî li goristana Zincirlikuyu ye.”[30]

Dema em bala xwe bidin jîyana 90 salî ya rewşenbîrekî Kurd ê wekî Dr. Mesûd Fanî, bi erînî û neyînîyên xwe ve gelek tiştên ku jê bêne derxistin hene. Di teza wî ya bi sernavê “La Nation Kurde et Son Évolution Sociale” de, gelek tiştên ku bêne rexnekirin û gengeşîkirin jî hene. Di fikrên wî yên li ser Kurdan de guherînên girîng çêbûne; bi temamî nebe jî wî tezên xwe yên di derbarê Kurdan de nêzîkê tezên fermî yên Tirkan kirine. Bêguman em dê rexneya vê yekê bikin û ji wê encamên pêdivî jî derbixin, lêbelê bêyî ku muhakemeya rast û xeletîyan bête kirin, redkirina her cûre kar û xebata wî ya civakî-neteweyî nerast e. Di dîrokê de, ku her bûyerek li gorî rewşa sîyasî û civakîya dema xwe bête xwendin û şirovekirin, dê encameke hîn nêzîkê rastîyê derkeve meydanê.

[1] İsmail Arar, Bir 150’liğin Kitabı, Tarih ve Toplum, sayı: 59, Kasım 1988, r. 62 (Ji Arşîva Lûtfî Baksî)

[2] Burhan Felek, Beni İkmal Eden Dostum, Milliyet, 04.04.1975, s. 2

[3] Kadri Cemil Paşa (Zinar Silopî), Doza Kurdistan (Kürt Milletinin 60 Yıllık Esaretten Kurtuluş Savşı Hatıraları), Özge Yayınları, İkinci Basım, Ankara, 1991, r. 34

[4] Süleymaniyeli Mesud, Hurufumuz ve Teshil-i Kıra’at, Rojî Kurd, j. 1, 14ê Receba 1331, Îstenbul, r. 18

[5] Seîd Veroj, Cemîyeta Hêvî ya Talebeyê Kurd (Kürd Talebe Hêvî Cemîyetî) û Rojî Kurd (1913), Çapa Duyem, Weşanên Dara, Dîyarbekir, Tebaxa 2020, r. 56

[6] Ahmet Alan, Hetawî Kurd (1913-1914), Avesta Yayınları, İstanbul, 2017, r. 131

[7] Sedat Bingöl, 150’likler Meselesi Bir İhanetin Anatomisi, Bengi Yayınları, Haziran 2010, İstanbul, r. 87 (Ji Arşîva Lutfî Baksî)

[8] İsmail Arar, Bir 150’liğin Kitabı, Tarih ve Toplum, sayı: 59, Kasım 1988, r. 62 (Ji Arşîva Lutfî Baksî)

[9] Taha Toros, Mesut Fâni Üzerine, Tarih ve Toplum, no: 61, İletişim Yayınları, 1989, r. 50 (Ji Arşîva Lûtfî Baksî)

[10] Zarê Kirmancî, J.: 20, sala çaran, 7ê Axustosa 1929an, r. 12-15

[11] Dr. Kurdistan Mukriyanî, Zarê Kirmancî Yekemîn Kovara Kurdî Ya Bajarê Rewandizê, Bîr, j.: 1, r. 154

[12] Zarê Kirmancî, J.: 1, 12ê Zilqade 1344 (25ê Gulana 1926an)

[13] Mesûd Fanî, Rojnama Zarê Kirmancî, J.: 20, sala çaran, 7ê Axustosa 1929an, r. 12-15

[14] Mesûd Fanî, h.b., r. 12-15

[15] Cemil Meriç, Bu Ülke (Bütün Eserler: 2), İletişim Yayınları, 61. Baskı, İstanbul, 2020, r. 27-28

[16] Abdullah Uçman, Bir 150’liğin Mektupları Ali İlmî Fânî’den Rıza Tevfik’e Mektuplar, Kitabevi, 2. Baskı, İstanbul, 2012, r. 156

[17] Rojî Kurd, J.: 1, 6ê Hazîrana 1329an (19ê Temûza 1913an), Hukuk Matbaası, İstanbul,  r. 18

[18] Hetawî Kurd, j.: 1, 11 Teşrin-i Evvel 1329 (24ê Çirîya Pêşîn 1913an), Resimli Kitap Matbaası, r. 3, 4, 5, 6, 7, 8

[19] Tülây Atay & Belkıs Ulusoy Nalcıoğlu & Suat Gezgin, Etkileşim, Medyanın Aydınlanması ve Entelektüellerin Sorumluluğu: “Yüzelilikler/ 150’likler ve Hatay’da Yerel Basın, r. 67

[20] Prof. Dr. Azmi Süsülü, Mesud Fâni (Bilgili)’ye Göre Kürdler ve Sosyal Gelişimleri, Tanmak Yayınları, Ankara, 1993

[21] Messoud Fany, La Nation Kurde et Son Évolution Sociale, Librairie L. Rodstein, Paris, 1933

[22] Prof. Dr. Azmi Süsülü, Mesud Fani (Bilgili)’ye Göre Kürdler ve Sosyal Gelişimleri, Tanmak Yayınları, Ankara, 1993, r. 20

[23] Süsülü, h.b., r. 43

[24] Kurdîya wê: Felsefeya Jîyana Atatürk

[25] Uçman, h.b., r. 156

[26] Taha Toros, Mesut Fâni Üzerine, Tarih ve Toplum, no: 61, İletişim Yayınları, 1989, r. 50 (Ji Arşîva Lûtfî Baksî)

[27] Bingöl, h.b., r. 157

[28] Bingöl, h.b., r. 158

[29] Burhan Felek, Beni İkmal Eden Dostum, Milliyet, 04.04.1975, s. 2

[30] Taha Toros, Mesut Fâni Üzerine, Tarih ve Toplum, no: 61, İletişim Yayınları, 1989, r. 50

Bersiv bide

Ji kerema xwe re şiroveya xwe binivsîne
Ji kerema xwe re navê xwe binivsîne

*