mehmed-mihri-hilav-2Mehemed Mîhrî, ramangêreke(mûtefekkîreke) girîng ê milletê kurd e. Dema em kovarên wekî Rojî Kurd, Hetawî Kurd, Jîn, Kurdistan* binêrin em dibînin ku gelek nivîsên wî yên ciyawaz di nav rûpelên van kovaran de hatine belavkirin. Mehemed Mîhrî, di nav rûpelên kovarên navborî de li ser mijarên sîyasî, felsefî, sosyal, edebî, zimanzanî û kulturî gelek meqale nivîsandine. Ji ber vê yekê, ew, bi nav û nasnameyên cûr bi cûr; wek sîyasetmedar, rojnamevan, zimanzan, şaîr, rexnegir û hiquqzan tête naskirin. Di dirêjayîya vê nivîsê de, em ê bi kurtayî behsa van hemû xusûsiyetên wî bikin.

Mehemed Mîhrî, bi eslê xwe xelkê rojhelatê Kurdistanê ye, li bajarê Sinê û gundê Diseyê ji dayik bûye. Li gor gotina kurê wî Selaheddîn Hîlav, “Mihemed Mîhrî Beg li Sinê ji dayik bûye (1885), deh(10) xuşk û birayên wî hebûn; dido ji wan keç û ên din jî lawîn bûn. Li wê herêmê medresa wan hebû, bavê wî alimekî navdar bû.”[1] Navê bavê wî “Mele Evdilayê Miftî ye, ew jî kûrê Mele Mehmûd e û Mele Mehmûd jî kurê Mela Mehmed e û ew jî kurê Ehmedê Gewre yê nevîyê Muzeferxanê Ciwanro ye. Dayika wî jî keça Seyid Şehabeddînê Talsî ye.”[2] Mehemed Mîhrî, ji malbatekî xwedî medrese û pêşhatiyê herêmê bûn, ew malbat îro jî li rojhetatê Kurdistanê navdar e û bi navê malbata “Miftîzade” tê nasîn.

Ew li nik bavê xwe dest bi xwendinê dike. Jîrî û jêhatîya wî di dema şagirtîya wî de dîyar dibe. Piştî temamkirina xwendina seretayî, “berê xwe dide bajarê Sinê û li ber destê hinek alimên navdar ên wê herêmê jî ders digre. Jê şûnde jî diçe şaroçkeya Bêzareyê, ji wir jî derbasê bajarê Serdeştê dibe û li nik Mela Qadir xwendina xwe dewam dike. Piştî wê jî berê xwe dide Hewlêra başûrê Kurdistanê û li nik Mela Ebubekir sala 1904ê îcazeta melatîyê werdigre û vedigere gundê Diseyê.”[3] Li vê derê demek di medresê de dersa xwendin, xîtabet û felsefê dide. Û paşê ji ber hinek nakokîyên malbatî, terka bajarê Sinê dike û berê xwe dide bakurê Kurdistanê û tê bajarê Wanê li herêma Serhedê. “Demek li bajarê Qersê dimîne û paşê diçe Erzerumê. Ji wir ve jî, di destpêka sala 1911 de bi riya Trabzonê re derbasê Îstenbolê dibe.”[4]

“Li Îstenbulê di Medresa Fatîh de bi pileyeka baş xwendina xwe temam dike û bi alîkariya mamosteyê xwe Husên Hûsnî Efendî yê ku wê paşê bibe xezûrê wî, di heman Medresê de dibe dersîam.” [5] Li gor hinek agadarîyan, demekî di Seraya Osmanî de bûye dersîamê Sultan Mehmed Reşat jî. Di vê pêvajoyê de li Îstenbulê gelek kurdên navdar nas dike û yek ji wana jî Îsmaîl Heqîyê Babazade ye, ku wê demê Wezîrê Perwerdeyî bûye. Mehemed Mîhrî, bi teşwîq û alîkariya Îsmaîl Heqî dest bi xwendina Darûlfûnunê dike û perwerdeyîya hiquqê dibîne. Piştî çend salan xwendina xwe xelas dike û dibe parêzer (abuqat). Mehmed Mîhrî, di vê pêvajoya de li Îstenbulê gelek kurdên rewşenbîr û xwendekarên ciwan nas dike, bi wan re têkilîyên germ pêktîne û peyderpey jî ew têkilî geş dibin.

Sala 1912, roja 27.07.1912 li Îstenbulê Komela Hêvî ya Xwendekarên Kurd tête damezirandin. Di nav rêza damezrênerên Komelê de: “Omer Cemîl Paşa, Fuat Temo, Qedrî Cemîl Paşa û Cerrahîzâde Zekî yê Dîyarbekirî hebûn. Di yekemîn komcivîna damezrêneran de, Omer Cemîl Paşa wek sekreterê giştî hatiye hilbijartin. Piştî lidarxistina Kongreya yekemîn Memdûh Selîm Beg, ji bo sekreteriya giştî ya Komelê tête hilbijartin.”[6] Di belavoka komelê de, têgehîştin û felsefeya damezrandina Komela Hêvî û belavkirina kovara Rojî kurd weha hatiye dîyarkirin: “Divê ji dûrê îhtirasên sîyasî, armancek me ya zanistî û civakî ya ku rewayê evro û paşerojê be, hebe… ev e, îro ciwanên kurd, hem li hember dinyayê û hem jî li hemberê kurdîtiyê di bin barê vê armancê de ne.”

Piştî damezrandina Komela Hêvî, di demeke kurt de gelek endamên wê çêdibin. Di nav ev endaman de yên herî naskirî ev in: “Kemal Fewzî û birayê wî Zîya Wehbî, Nejmedîn Huseynî yê Kerkûkî, Ezîz Babanzâde, M. Şefîq Arwasîzade, Hemzeyê Mûksî, Tayib Elî yê Xarputî, Evdilkerîmê Suleymanî, Memduh Selîm Beg, Salihê Diyarbekirî, Ekrem Cemîl Paşa, Evdilqadirê Diyarbekirî, Asaf Bedirxan, Mistefa Reşat ê Diyarbekirî, Dr. Mustafa Şewqî yê Mahamadî, Mîhrî yê Sineyî, Dr. Fuad, Evdirehîm Rehmîyê Hekarî.”[7] Damezrandina Komela Hêvî û xebatên wê, di nav ciwan û xwendakarên kurd de gelek tesîr dike. Komela Hêvî, 6ê Hezîrana sala 1913, dest bi weşandina û belavkirina kovara Rojî Kurd dike. Her roja ku derbas dibû, tesîra Komela Hêvî û kovara Rojî Kurd, di nav ciwanên kurd de zêdetir dibû. Vê xebatê di nav civata kurd de hiş û hişyarîyek netewî peyda dikir. Ji ber vê yekê, dorûberê hikumetê û bi taybetî jî Tevgera Îtihad û Teraqî, ji xebata komela Hêvî û derçûna kovara Rojî Kurd gelek aciz bûn. Ji bo vê, gelek zixtên hikumetê li ser komelê û xebatkarên wê hebûn. Piştî weşandina çar hejmaran, çapkirina kovara Rojî Kurd hate rawestandin. Li şûna wê, di dawîya sala 1913 de, bi navê Hetawî Kurd kovareka nû tête weşandin. Dema ku Şerê Cîhanî yê Yekemîn dest pê kir, xebata Komel û weşana kovarê, ji aliyê hikumetê ve hate rawestandin. Bêguman Şerê Yekemîn, xusareke mezin da xebat û civata milletê kurd.

Piştê bi dawîhatina Şerê Cîhanî yê Yekemîn, Dewleta Osmanî têk diçe û rewşeke nû peyda dibe. Di vê rewşa hanê de kurd, ji nû ve dest bi xebatê dikin:  bi navê Komela Pêşketina Kurdistanê, komeleke nû tête damezirandin û herweha dest bi çapkirin û belavkirina kovara Jînê dikin. Digel wê, Komela Hêvî jî careka din tête sazkirin û bi navê Kurdistan dest bi weşandina kovareka nû dikin. Di vê pêvajoyê de jî Mehmed Mîhrî, bi awayekî çalak di nav xebata netewî û azadî ya milletê kurd de ciyê xwe digre.  Ew, hem endamê Komela Pêşketina Kurdistanê ye û di nav rûpelên kovara Jînê de nivîsên wî têne belavkirin, hem jî endamê Komela Hêvî û xwedî îmtiyaz ê kovara Kurdistanê ye. Arwasîzade Mehmed Şefîq jî sernûserê kovara Kurdistanê ye.

Di dewra duyemîn a Komela Hêvî de, di nav endam û rêvebirên Komelê de fikra netewetîyê bêtir pêşve çûye û armanc û hedefa sîyasî jî hîn zelal hatiye dîyarkirin. Ev armanc û hedefa sîyasî ya nû, di belavoka Komela Hêvî de bi kurtayî wisa hatiye dîyarkirin: “Ji bo ku neteweya kurd bigîje rewşekî şerefmend, divê ciwanên kurd, îdeal û bawerîya kurdîtiyê bêguman û bêsînor biparêzin.”[8] Dema em li nav rûpelên Kurdistan û naveroka nivîsên Mehmed Mîhrî jî binêrin, ev armanc û hedefa sîyasî gelek aşkera xuya dike.

Mehemed Mîhrî di sala 1920ê de, bi Şazîye Xanima qîza mamosteyê xwe Hûsên Hûsnî yê Daxistanî re dizewice. Ji ber ku ew xwendevanekî serkevtî bû û mamosteyê wî pir jê hes dikir, lewma qîza xwe Şazîye xanim jî di panzdeh salîya wî de bi dilekî rehet dabû ev xwendevanê xwe yê jîr û jêhatî. Di vê zewacê de bi navê Lamîa, Sûheyla û Leyla sê keçê wan û bi navê Selaheddîn û û Nejmeddîn jî du lawê wan çêdibin. Selaheddîn ji bo aliyê dayika xwe dibêje: “aliyê dayika min lezgî-çerkez e; bavê dayika min jî kurd e û dayika wî jî reşik e.”[9]

Ji nav zarokên Mehemed Mîhrî yê herî navdar, felsefezan Selaheddîn Hîlav e. “Ji ber ku Mehemed Mîhrî bi kultura Rojhelatê mezin bûbû, zimanê erebî û farisî pir xweş zanîbû û zarokên xwe jî bi vî kulturî perwerde kirin. Bi taybetî jî kurê xwe Selaheddîn Hîlav, di piçûkayî de bi vî kulturî perwerde kiribû, di dema perwerdeyîya navendîyê de, di derbarê edebiyata dîwanê de bûye çavkanî û alîkarî wî yê tewr mezin û ji ber ku berdewamî bi wî re li ser felsefa îslamê gotebêj dikir, ew ê ku pêşîyê riya felsefê li ber Selaheddîn vekirîye Mehemed Mîhrî bi xwe ye.”[10] Selaheddîn Hîlav, bi alîkarî û rênîşandana bavê xwe Mehemed Mîhrî, alfabeya erebî hîn dibe û herweha deriyê kultura rojhelatê ji wî re vedibe. Bi saya vebûna vê derîyê, ew bi xwe êdî dikare nivîskarên rojhelatî û osmanî yên wekî Fuzulî, Bakî, Evdilheq Hamîd, Ehmed Haşîm û hwd. ên wê demê rasterast bixweyne.

Herwekî me li jorê jî gotibû, Mehemed Mîhrî jî bi edebîyatê re mijûl bû û herweha ew bi xwe jî edîbekî bixwebawer bû. Lewma demekî mamostetîya edebîyata Tirkî jî dike û herweha di kovarên Hetawî Kurd, Jîn, Kurdistanê û Hetawî Hewlêr de jî li ser ziman û edebiyata Kurdî gelek nivîsên wî hatine belavkirin. Pêşketin û elaqa wî ya aliyê edebî, bi vê dîyaloga wî û Selaheddîn Hîlav bêtir ronî dibe. Selaheddîn dibêje li ser pirsek min a derbarê edebiyatê de bavê min gote; “Dema em Fuzulî, Nefî û Baqî jê derxînin Tanzîmat-manzîmat giş derew in, li pey wan jî Yehya Kemal û Nazim Hîkmet têne. Şairên rastîn ev in. Di rexneyê de jî Nurullah Ataç heye”.[11]

Mehemed Mîhrî di riya edeb û edîban de, xwe wek xelîfe û şopgerê Nalî[12] dide nasandin û weha dibêje; “Min bi xwe, ji nav hemû raman û nêrînan, ji nav hemû kesên xwedî îlim û basîret, ji taca edîbên kurd û belkî ustadê yekane yê ehlê şiîrê merhum Mele Xidirê Nalî ji xwe re kirîye rêber.”[13]

Di destpêka salên 1920an de çêbûna bûyerên wekî Tevgera Qoçgirî (1919) û têkiliyên Komela Pêşketina Kurdistanê, di sala 1923 de damezirandina Komara Tirkiyê û bi taybetî jî serhildana 1925an rewşekî nû derdixe holê û pêvajoyeke nû dide destpêkirin. Ji wê demê şûnde, hem li Îstenbulê û hem jî li Kurdistanê cî û war li ser serê gelek rewşenbîr û sîyasetmedarên kurd teng dibe. Hinek ji wan mecbur dimînin birevin derve, hinek hatin zîndanîkirin û kûştin, hinek jî xwe li ber çavan dûrxistin û bêdeng kirin. Mehmed Mîhrî, yek ji wan kesan bû ku xwe bêdeng kir. Ji ber Tevgera 1925an, demekî li Îstenbolê tête hepiskirin û paşê wî serbest berdidin. Em dikarin bêjin ku piştî vê pêvajoyê, demekî dirêj ji ber çavan dûr û bêdeng dimîne. Bêguman ev rewşa hanê gelek tesîr li wî dike, ku ji bo dîyarkirina halê xwe yê ruhî dibêje: “yên wek min bi êş û derd heyatê derbas dikin.”[14]

Sala 1934ê dema ku “qanûna bernav”an dirûst dibe, di mana ji aliyê avê de, bernava “Hêlav-Helav” bikartîna û paşê ev peyv wek “Hîlav” tête bikaranîn. Bi tevî ku bernaveke nû girtibû, li ser bergê pirtûka xwe ya ku bi navê “Fuzulî Dîwanindan/Ji Dîwana Fuzulî” sala 1937ê hatiye çapkirin, navê “Avukat Mehmed Mîhrî” bikaranîye, bernavê xwe yê nû nenivîsandîye. Li ser bergê pirtûka wî ya ku sala 1943ê bi navê “Ahlak Yükseliş Kaynağı ve Mutluluk Ocağıdır/Exlaq Jêderka Bilindbûn û Serkanîya Bextewarî ye” hatiye çapkirin,  “Mehmed Mîhrî Helav” hatiye nivîsîn.

Pirtûk û nivîsên wî

Em dikarin behremên nivîskî yên Mehmed Mîhrî li ser du gruban parve bikin: Pirtûk û nivîsên wî yên ku wek meqale di kovar û rojnameyên cûda cûda de hatine çapkirin. Wî li ser bergê pirtûk û nivîsên xwe de mahlasên ciyawaz ên wekî; M, M.M., Mîhrî, Mehmed Mîhrî, Kakeheme, Dawer Erdelanî, Zehawî Zade, Mûftîzade, Îrfan, Avukat Mehmed Mîhrî û Mehmed Mîhrî Helav bikaranîye. Mînak: li ser bergê Muqeddîmet’ûl ÎrfanM. M.”; li ser bergê pirtûka Fuzulî Dîvanından/Ji Dîwana Fuzulî “Avukat Mehmed Mîhrî”; li ser bergê pirtûka “Exlaq Çavkanîya Pêşkevtin û Malbenda Bextewarî ye/Ahlak Yükseliş Kaynağı ve Mutluluk Ocağıdır” Avukat Mehmed Mîhrî Helav hatîye nivisîn.

Li gor agadarîyên berdest çar pirtûkên wî hatine çapkirin:

  • Muqeddîmet’ûl Îrfan[15]: Ev pirtûka wî 17 rûpel e, piştê çapa wê ya pêşîn, cara yekemîn bi tîpê Latînî û wergera tirkiya îro li ser malpera kovara BÎR hatiye belavkirin. Ji daxuyaniya nivîskar jî xuya dibe ku ev namilke (pirtûka piçûk), wek destpêka pirtûka “Îrfan” hatiye amedekirin.
  • Îrfan: Lûgata Kurdî, Turkî, Erebî, Farisî û Fransizî.(1919-Îstenbul): Ev pirtûk li ber destê me nîne. Lê di derbarê vê pirtûkê de Mehmed Mîhrî weha dibêje; “Ev berhema me ya ku bi navê “Îrfan” hatiye binavkirin, lûgata zimana ye û tê de bahsa Turkî, Erebî, Farisî û Kurdî dibe.”[16] Nivîskar bi giştî li ser xebatên kurdolojî û bi taybetî jî li ser vê berhema xwe bi navê “Îrfan”, di çar hejmarên pêşîn ên Kurdistanê de nivîsek dirêj û berfireh lêkirîye.[17]
  • Fuzulî Divanından/ Ji Dîwana Fuzulî, (Aydınlık Basımevi, 1937, İstanbul): Di destpêka vê pirtûkê de hinek şop û dûstûrên dema dîktatorîya Yekpartîtîya rejîma komarê xwe bidin nîşankirin jî, ya herî girîng û balkêş, bala xwendevan dikşîne ser mezinatî û kûrayîya şairîya Fuzulî û warê jidayikbûna wî. Dibêje, “Ew wek stêrkek utarîd a geş e, warê jidayikbûna wî jî ciyekî di navbera Kerkûk û Silêmanîyê de ye. Ji ber ku bavê wî dibe miftiyê Hilleyê, ew jî li wê herêmê mezin bûye û jîyaye.”[18]
  • Ahlak Yükseliş Kaynağı Ve Mutluluk Ocağıdır/ Exlaq Jêderka Bilindbûn û Serkanîya Bextewarî ye (Aydınlık Basımevi, 1943, İstanbul): Dema ku di raya giştî ya Tirkiyê de behsa berhemên Mehmed Mîhrî dibe, eger bi çewtî û nezanîn nebe, bi qestî tenê bahsa ev herdu berhemên wî yên dawî tête kirin. Mînak, nivîskar Soner Yalçin, Sema Rîfat û hinek nivîskarên din jî heman xeletîyê dikin.

Digel ev çar pirtûkan, li ser meseleyên sîyasî, felsefî, sosyal, edebî, zimanzanî û kulturî jî bi dehan meqale û lêkolînên Mehemed Mîhrî di nav rûpelên rojaname û kovarên wekî Rojî Kurd(1913), Hetawî Kurd(1913-1914), Jîn(1918), Kurdistan(1919-1920), Dîcle Kaynagi(Serkanîya Dîcleyê-1948), Hetawî Hewlêr(1955-56), Gelawêj, Zarî Kurmancî û wd. de hatine çapkirin. Ji van nivîsan hinek li ser malpera Kovara BÎR têne weşandin, lêbelê ji bo berhevkirin û wergerandina û ji nû ve çapkirina nivîsên ev rewşenbîr û ramangêrê hêja yê millet kurd xebateke berfirehtir divê.

Xebatên wî li ser ziman jî dîyar dikin ku Mehemed Mîhrî, zimanê kurdî û zaravayên wê pir baş zanîbû û digel wan zimanê fransizî, erebî, farisî û turkî jî baş zanîbû. Digel ev xûsusiyetê wî, hinek wesfên wî yên din jî hebûn: “Mihemed Mîhrî ji sporê gelek hes dikir, melevanekî pir baş bû, siwarekî pir baş bû, meraqdarê nêçîrvanî bû, mirîyê zarokên xwe bû û merivekî maqûl bû.”[19]

Di dawîyê de em dikarin bêjin, ev xebat û berhemên wî yên jîyana 72 salan, neynika xebata wî ya ji bo milletê kurd e. Herwekî ku bi xwe jî gotinên şairekî neqil dike û dibêje: “Berhemên me nîşanê hebûna me ye, piştî me li berhemên me binêrin.”[20] Ev rê, ji bo wî “riya eşqê bû” û ew di vê rê de “bi ronahîya xwe” meşiya.

Amed, 2013

* Ev kovar hemû di salên dawî yê Dewleta Osmanaî de yanî berîya damezrandina Komara Turkiyê hatine weşandin û belavkirin.

[1] Rifat, Sema., Selahattin Hilav ve Parîs Mektpları, r.13, weş. Turkiye İş Bankası

[2] http://www.kovarabir.com/cutyar-tofiq-hawrami-yadek-le-mihemmed-i-mihri-kurteyek-derbarey-jiyan-u-berhemekani/

[3] heman jêder.

[4] Baran, İbrahim Halil., “Bir Kürt Entelektüeli: Mihemed Mîhrî Hilav”, http://rojpress.com/?p=2508, 29.06.2013.

[5] Rifat, Sema., Selahattin Hilav ve Paris Mektpları, r.16.

[6] Cemil Paşa, Qedrî., Doza Kurdistan, r. 34, weş. Oz-ge, 1991-Ankara.

[7] Heman berhem, r. 35.

[8] Jîn, hejmar: 21-22, cild: 5, amadekar: M. Emîn BOZARSLAN, weş. Deng, Uppsala, 1988.

[9] Hilav, Selahattin., Felsefe Yazıları, çapa 3., r. 410, weş. YKY. 2003, Îstenbul

[10] Rifat, Sema., Selahattin Hilav ve Parîs Mektpları, r.16.

[11] Özlem, Doğan & Ateşoğlu, Güçlü., Selahedîn Hîlav’a Saygı(Ji bo Rêzgirtina Selahedîn Hîlav), r. 2, weş. Agora kitaplığı, Stenbul-2006.

[12] Minorsky dibêje: “Nalî(1797-1855), yek ji şairên navdar ên sedsala xıx. ye, di şiklê nazmê de bi zimanê kurdî, erebî û farisî berhemên wî hene. Dîwana wî ya bi kurdî sala 1931ê li Bexdayê û 1962yê jî li Erbîlê hatiye çapkirin.”(VILADIMIR MINORSKY & THOMAS BOIS, Netewetîya Kurdan, r. 191, weş Ozgün, 2008- Îstenbol)

[13] “Mehmet Mihri Hilav(M. M)/ Mukaddimet-ûl Îrfan” http://www.kovarabir.com/mehmet-mihrim-m-mukaddimet-ul-irfan/, 29.06.2013.

[14] Helav, Mehmed Mihri., Ahlak Yükseliş Kaynağı ve Mutluluk Ocağıdır/Exlaq Jêderka Bilindbûn û Serkanîya Bextewarî ye, s. 4, Aydınlık Basımevi, 1943, İstanbul.

[15] Jêdera berê.

[16] Jêdera berê.

[17] Bn. Kurdistan, hej: 1,2,3,4

[18] Jêdera berê.

[19] Rifat, Sema., Selahattin Hilav ve Parîs Mektupları, r.16.

[20] “Mehmet Mihri Hilav(M. M)/ Mukaddimet-ûl Îrfan” http://www.kovarabir.com/mehmet-mihrim-m-mukaddimet-ul-irfan/, 29.06.2013

Bersiv bide

Ji kerema xwe re şiroveya xwe binivsîne
Ji kerema xwe re navê xwe binivsîne

*